Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 19-10-2007, 08:31 AM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,336
Üye No: 494
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6143
Rep Puaný : 613947
Rep Derecesi
heci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond repute
Varsayýlan Amed


AMED






Belê, emê di vê beþê malpera xwe de, demeke dûr û dirêj û yeke bi yek bajêr û þarojkên(qezayên) kurdistanê bidin nasandin. Ne tenê yên Bakur herweha yên her çar perçeyan din jî yek bi yek bi kurti li vir binivîsin Heta ji destê me were û îmkanên me çêbin emê gundên welatê xwe jî bidin nasandin. Ne bi tenê bajar, bajarok û gund, herweha, emê cî u warên dîrokî, mîtolojî, dînî(zîyaret), çem û çiya deþt û zozanên welatê xwe binasin, û bidin nasandin. Emê dîrok û cografyaya welatê xwe raxin ber çav. Em di vê hejmara xwe ya yekem de bi paytextê xwe, bi nasandina Ameda me ya rengîn, dengîn û zengîn dest pê dikin.


BAJARÊ AMED

Amed him wek bajar û him jî wek herêm ciyekî gelek kevn û dîrokî ye. Di van 20-30 salên dawî de li herêma Amedê li Erxaniyê du þopen kevneciyan hatine dîtin û kolandin. Unîversîteya Stanbul û ya Chicago beþê Rojhilat li herêma Erxeniyê li girê Hîlalê ciyek ji bin axê derxistin ku ew berî 7250-6750 berê zayînî (berî mîladî) xerabeyên gundek in. Xerabe ode bi ode ne, ciyên însan û heywanan hene.
Li gor encamên lêkolînên arkeolojîk ji berî dîrokê ve mirov li herêma Amedê jiyane. Wek tê zanîn dîrok bi dîtin û karanîna nivîsê dest pê dike. Lêbelê dîroka bajarê Amedê wek dokumentên dîrokî digihe 3.000 sal bz.


Serdema Subaro, Hûrî û Mîtaniyan

Heta îro bi qasî ku hatiye tespîtkirin. 6.000 sal berî niha yanî 3.000 sal bz cara pêþî Subaro li herêma Amede jîyane û hukim kirine. Sumer û Akadan bi wateya xelkê navbera herdu çeman, ku paþê Grekiyan ji vê herêmê re bi zimanê xwe gotine Mezopotamya. Piþtre navê Subaro bûye Hûrî. Yanî Subaro û Hûrî heman gel in. Dibe ku li gor eþîretan navê wan were guhertin. Di wê demê de kijan eþîr desthilatdariyê bigirta destê xwe, ew bi wî navî dihat nas kirin. Îro hemû dîroknas dibêjin ku Subaro û Hûrî heman xelk in û zimanê wan hînd-ewropî bûye. Hûriyan li herêma jorê Dîclê hukim kirine. Demeke ji Zagrosan, heta Amed, Riha, Mêrdîn, Kerkûk, û beþek ji Suriyeya îron û heta derya Spî jî ketine bin destê Hûriyan. Li van herêman kevneþopên Hûriyan îro jî gelek in. Bz di navbera salên 1800-1500an de li herêmê dewleta herî mezin û bi nav û deng ew bûne. Bz piþtî 1500î mirov êdî li herêmê ji derî Hûriyan Mîtaniyan jî dibîne. Subaro, Hurî û Mîtanî heman xelk bûne, yek eþîrek bûye. Piþtre Mîtanî desthilatdariyê digrin destê xwe. Mîtanî bêtir li herêmên Mêrdîn, Haran, Riha, Heleb, Antakyayê hukim kirine. Li Amedê bi tenê herêma rojava girtine bin kontrola xwe. Weha xuyaye ku herêmên bakur û rojhilatê Amedê di destê Mîtaniyan de maye.

Bedena bajarê Amedê cara pêþî ji aliyê Hûriyan ve hatiye çêkirin. Li derê çiyê li qata herî binî bi nivîsên bizmarî û bi zimanê hûrî hatiye nivîsîn. Amed an jî Amîda bi hûri ye.
Ev ax û ava Mezopotamyayê ya bi xêr û bereket li serê kurdan felaket li pey felaketê aniye. Bi hezar salan bz bajar û herêm ji aliyê xelkê din ve hatiye dagîr kirin. Bêhejmar împarator û serleþker çav berdane Amed û herêma Amedê. Yên xurt hatine û dagîr kirine û ji wan xurtir hatine wan ji navê rakirine û karîna xwe damezrandine. Þaristaniyên berî xwe wêran kirine, bi dagîrkerî û zordestî û baweriyên xwe re zanîn û þaristaniyên xwe jî anîne. Ka em binerên kijan împarator û artêþên dewletan Amedê bi dest xistine, dagîr kirine. Belê, ew hatine dagîr kirinê, kustinê, kolekirinê lê demeke paþê mecbûr mane bi þûn ve kiþiyane û çûne, lê yên mayî Amedî ne û heta îro mane. Dê bimînin, ji ber ku xwedî ew in!


Serdema Asûriyan

Di dema mîtaniyan de êdî Asurî ji jêr ve êrîsî mîtaniyan dikin. Hêdî hêdî Asûrî li herêmê xurt dibin û dixwazin bibin hakimê herêmê. Bz zayînî di salên 1300an de asûr herêma Amedê dagîr dikin û bajar dikeve bin destê wan. Herweha di gelek dem salaên ciyê ciyê de Asûrî herêmê dagîr dikin.

Sedema Urartuyan

Ji dema Asûriyan ve li herêma Wanê bi navê Urartu xelkek hukim dikir. Ji roja ku Asûrî hatibûne herêmê her êrîþî Urartuyan dikirin. Berî zayînê di sala 781 an de Asûr êrîþ bir ser ordiya Urartuyan. Urartuyan bi Mîtan û Nêrbiyên ku di nav ordiya Asûriyan de bûn bi dizî bi wan re li hev kiribûn. Di dema þer de Mîtan, Nêrbî û Urartû bi hev re li Asûriyan dan û artêþa Asûr þikiya. Û herêm ket destê Urartuyan. Di sala 743an de artêþa Asûr di bin serokatiya kralê nû Tîglatpileser-III an de zora Urartuyan bir û Amedê bi paþ ve girt.



Serdema Îskîtiyan

Îskîtî ji Qafqasan ve hatin û zora Ûrartuyan birin û berî zayînê di sala 635an de herêma Amedê jî girtin bin kontrola xwe û bi qasi 28 salan li herêmê hukimdarî kirin.


Serdema Medan

Wek tê zanên Medan bz di sala 612an de zora Asûriyan biribû. Di sala 625an de herêma Amedê ket bin destê Medan û heta 550an di destê wan de ma.


Serdema Persan

Di sala 550an de Kralê fars Kuras-II, zora kralê Medan bir û Amed ket bin destê Farsan. Heta sala bz 331 Amed û herêma wê di bin bandora Farisan da ma.


Serdema Îskenderê Mezin

Kralê Mekdonyayê Îskender bz di sala 331ê de bi artêþeke mezin berê xwe ber bi rojhilat ve kir û Amedê girt û ber bi Îranê ve çû. Heta sala 323 herêm di bin destê Îskenderê Mezin de ma. Piþtî mirina Îskender herêm ket destê Selevkoslar. Heta sala 140î di destê wî de ma.


Serdema Partan

Partan xwe xwedî mîratê farisan didît û îktîdarê girtin destê xwe û herweha herêma Amedê jî heta sala 85an di bin bandora wan de ma.


Serdema Tîgranê Mezin

Tîgran sistiya Partan dît û êrîþ bir ser wan û herêmê girt bin destê xwe. Herweha Amed jî di navbera salên bz 85-69an ket bin destê Tîgran. Tîgran xwe warisê Urartuyan didît.


Serdema Rom û Bizansê

Bz ji sala 69an heta pz sala 639an herêma Amede ket bin desthilatdariya Romiyan. Pêþî Rom û piþtre jî Roma bû du perçe ve care Bizansî li wir man. Îro jî mirov him li ser kevirên bedena Amedê him jî li gelek ciyan rastî þopên nivisarên û xerabeyên Romiyan tê. Ev dema xirîstiyaniyê ye. Di serdema Romiyan, sala 149an de, beden ji aliyê Împarator Constantius ve him hatiye tamîrkirin û him hinek ciyên nû jî lê hatine zêde kirin. Navbera Derê Çiyê û Rihayê hatiye xerab kirin, ji çaran yekê bajêr hatiye fireh kirin û ji nû ve beden hatiye çêkirin. Di sala 359an de nifûsa bajêr 20.000 bûye.

Serdema Îslamê

Di dema derketine Îslamê de Amed di bin destê Bizansan de bû. Di serdema Xelîfe Omer de, di sala 639an de eskerên artêþa îslamê bi þerekî dijwar Amedê digirin. Heta sala 661 an Amed di destê Ereban de dimîne. Ji sala 661 heta 750 yan vê care di destê Emeviyan de dimîne. Ji sala 750 heta 869an dikeve bin destê Abbasiyan. Ji sala 869 heta 899an di destê Kurê Þêxan de dimîne. Ji sala 930 heta 980î di bin destê Hamdaniyan de dimîne. Ji sala 980 heta 984 di destê Kurê Buveynan de dimîne.


Serdema Merwaniyan

Belê, wek me di serî de jî destnîþan kiribû bav û kalên kurdan Subarto û Hûrî, 3.000 sal bz Amedê ava kiribûn an jî dîwarên bajêr cara yekem ji aliyê wan ve hatibû lêkirin. Ji wê rojê þûn ve heta dema Merwaniyan nêzîkî 3.500 salan bajarên kurdan ketibû bin destê dijminê renge reng, curbe cur û care duyem bû ku carek din diket destê kurdan. Merwanî ji sala 984 heta 1085an, tam 101 sal Amed û herêma Amedê birêve dibin. Di dîroka Amedê de demeke zêrîn dest pê dike. Êdî artêþên dagîrker li vir tunebûn. Merwanî ne ji bo talan û wêrankirinê hatibûn, lewre ew xwediyên malê bûn û mala xwe yanî bajarê xwe ji her alî ve ava dikirin û diafirandin. Av û avadaniyê dikirin. Pire, hemam û seraya çêdikirin. Pira Amedê ya Dehderî û Pira Mala Badê di vê demê de hatine çêkirin. Ziman û edebiyata kurdî li Amed û Farqînê gelek bi peþ dikeve. Amed û Farqîn dibin buhiþta derewîn.



Serdema Eyûbiyan

Di navbera salên 1232-1401ê de Amed dikeve bin destê Eyûbiyan. Ku serokê dewleta Eyûbi Selheddîn Eyûbî bi xwe kurd bû lê li gor bîr baweriyên wê demê, dîn bêtir li pêþ bû netewe hewqas ne girîng bû. Di wê demê de dijberiyên musilman û xiristiyanan hebûn. Selehedînê Eyûbî û serleþker û piþtre jî padîþahekî îslamê bû.


Selçûqî, Osmanî û Komara Tirkiyê

Her çiqas dem dem Amed ketibe bin destê tirkên Selçûqî û Qerekoyunî jî bi rastî piþtî þerê Çaldiranê di sala 1515an de artêþa Osmanî der û dor li Amedê digirin û xelkê bajêr jî êdî ji birêvebiriya Þahê Îranê gelek eciz dibin û alîkariya Osmaniyan dikin. Ji wê roja reþ þûn ve Amed wek birêvebirî bi Osmaniyan ve tê girêdan. Heta salên dawiya Osmaniyan jî, bi tenê bac didin Osmaniyan. Wek hemû bajar û herêmên Kurdistanê, Amed jî nîv otonom bû.


Bedena Amedê

Wek me li jor jî destnîþan kiribû ku cara pêþî beden ji aliyê Hûriyan ve hatibû çêkirin. Tê texmîn kirin ku beþê Serayê ku bi tirkî dibêjin Îçkale hatiye çekirin û yên din peyder pey lê zêde kirine. Beden di þiklê masiya mertal de bi kevirên reþ ên mezin hatiye lêkirin. Beden 5 km dirêj e. Bajarê kevn yê ku qada wê di nav bedenê de dimîne, ji rojhilat û rojava 1700m û bakur û baþûr 1300 m dirêj e . Bilindiya dîwarê bedenê di navbera 8-12metreyî û firehiya wî jî di navbera 3-5m tê guhertin. Di bedena Amedê de 82 birc hene. Bircên herî bi nav û deng, Heftbira, Ez û Tu û ya Bizinê ne. Birc du tebeq in. Tebeqa bini ji bo malzemeyên þer û ya jorîn wek kozikên þervanan hatine çêkirin. Tê gotin ku cara pêþî di bedenê de çar derî hebûne. Derê Mêrdînê, Derê Çiyê, Derê Dîclê û Derê Rihayê. Piþtre sê deriyên din lê hatine zêde kirin û bûne heft derî.
Bedena Amedê îro yek ji berhemên dîrokî yên li cîhanê ye. Piþtî dîwarên Çînê li cîhanê yekemîn e.


Hemam

Deva Hemamê: Di sala 1540î de bi navê Hemama Mezin(Hemam Kebîr) ji aliyê Wekfa Husref Pasa ve hatiye çekirin. Di navê de ji 21 keviran hemzeke mezin hatiye çêkirin. Çapa qubeya ku mirov li wir cilên xwe ji xwe derdixe 14 metre ye. Heþt pencereyên wê hene. Tê gotin hemam hewqas mezin bûye ku rojekê devek dikeve hemamê tê de wenda dibe. Loma vî navî lê kirine.

Hemama Çardaxî: Di taxa Îbrahîm Beg de ye. Tê texmîn kirin ev hemam di navbera salên 1520-1540î de ji kevirên bazalt hatiye çêkirin, ne aliyê hundir aliyê derê wê xweþik çêkirine.

Hamami Paþa: Li ser riya Xançepekê ye. Navê wê yê rastî Hamami Behram Paþa ye, lê xelk Hemama Paþa dibêje. Di sala 1564-1567an de hatiye çêkirin.


Hemama Wehab Axa: Nêzîkî Derê Çiyê li ser cadeya Gaziyê. Di sedsalên 16-17an de hatiye çêkirin. Kes nizane çima vî navî lê kirine.


Hemama Biçûk: Jê re hemama Senê jî dibêjin. Nêzîkî mizgefta Melîk Ehmed e. Di sedsalên 16-17an de hatiye çêkirin.


Hemama Qadî: Li hember mizgefta Sefayê ye. Tê gotin ku navê wî yê rastî Esbek e. Hemameke biçûk e.


Mizgeft

Li Amedê gelek mizgehf hene, j iwan du bi nav û deng in.
Mizgefta Mezin: Dema Artêþa îslamê di sala 639an de Amedê digre, wê demê bi navê Saînt Toma an Mar Toma dêrek hebûye. Wî dêrê kirine mizgeft. Mizgeft di dema Merwaniyan de him hatiye tamîrkirin û him jî çend beþ lê hatine zêde kirin. Di vê mizgefta mezin de beþên mezhebên henîfî û þafihî ji hev cuda ne. Her yek li aliyek e. Di zemanê berê de li herdu kêlekên wê medreseyên Zenciriye û Mesûdiye hebûne.

Minare çarling: Di dema Akkoyunan de di salên 1500î de hatiye çêkirin. Li ba mizgefta Sêx Mutahhar e. Mînare li ser çar stûnan bi kevirên birî yên reþ û spî hatiye ava kirin.


Xan

Xana Delîlan: Li Derê Mêrdînê ye. Di navbera 1527-1528an de hatiye çêkirin. Navê wê yê rastî Xana Xusrev Paþa ye. Ji xwe di taxa Husrev Paþa de ye. Xelk jê re Xana Delîlan dibêje. Her sal di dema hecê de, hecî hatine wir û rêber (delîl) jî hatine wir û heciyan girtine û birine hecê. Ji ber wê yekê ev nav li ser maye. Xan bi kevirên birî yên reþ û spî hatiye çêkirin. Mîmariyeke balkêþ li ser heye. Xana Amedê ya herî mezin e. Niha wek oteleke turistîk tê bi karanîn.


Xana Hesen Paþa: Li aliyê rojhilat, li hember Mizgefta Mezin e. Sê qat e û di qata jêrîn de hewizeke wê heye. Tê gotin ku di dema xwe de têde ciyê 500 hespî hebûne.


Pira Dehderî

Pira Dehderî: Li aliyê Derê Mêrdînê li ser çemê Dîclê ye û 3 km ji bajêr dûr e . Tê gotin ku pireke gelek kevn e. Her ku dijmin der dor li bajêr girtiye pir hatiye xerab kirin û piþt re carek din hatiye çêkirin. Tê zanîn ku di dema Împaratorita Bîzansiyan de berî zayînê di sala 974an de jî, pir ji binî ve hatiye xerab kirin.
Lêbelê ev pira ku niha heye ji dema Merwaniyan ve, di sala 1065an de hatiye çêkirin. Li ser kevirên pirê li aliyê bakur di nav hersê çaviyên wê yên destpêke de tarîx û nav hatiye nivîsin. Li kêleka nivîsan wêneyê þêrek heye.
Pir deh deriye û loma jî jê re Pira Dehderî dibêjin. Dirêjiya wê 180 metre ye û firehiya wê 7-8 metre ye.


Zebeþ û festîvala zebeþan

Bi qasî beden û bircên Amedê zebeþên Amedê jî bi nav û deng in. Li cîhanê zebeþên herî mezin û çêjdar, li Amedê li ber çemên Dîclê tên çandin. Dema dibe bihara paþîn ava çem diçike qûm li derdorê dimîne. Di ciyê qûmê de çalik dikolîn û dendikên zebeþan davêjin navê. Piþtre ji Tirelo û gundên der û dore zirçên kevokan ku jê re qoxî dibêjin tînin û dikin wan çalikan. Dema zebeþ þîn dibinû lem digrin, rayê binî yên zebeþan digihên avê. Av di nav qûmê de nêzîkî rûyê erdê ye. Dora leman çend car xweþ dikin û qoxî didin wan. Bi payîzê re zebeþ êdî mezin dibin û nava wan sor dibe û jê dikin û dibin bazarê. Zebeþên Amedê yên ku li ber çemê Dîclê tên çandin heta 50-60 kîloyan jî mezin û giran dibin.
Ji berê ve li Amedê þahiya zebeþan çêdikin, niha jê re festîvala zebeþan dibêjin. Di zemanê berê de ev þahî li gundê Elî Parê hatiye li darxistin û du hefte dom kiriye. Di þerê Cîhanê yê Yekemîn de dema felaketa birçîbûn û perîþaniyê dest pê kiriye, êdî dev ji þahiyê berdane û çênekirine. Lêbelê, di îlona 1966an de dewletê vê carê bi awayekî din dest bi çêkirina festîvala zebeþan kiriye. Vê carê li çend deveyan zebeþên mezin bar dikin. Devan dixemlînin. Li her deveyek, li nav barê zebeþan keçikek siwar dikin. Hevsarê deveyan bi hev ve girê didin û kesekî hevsarê devaya pêþî dikþîne û li def û zirnê dixin. Koma govenda Amedê li pêþ karwanê devan govend digre û karwanê zebeþan hêdî hêdî ji derê Mêrdînî heta parka nav bajêr diçe. Li wir zebeþên herî mezin û giran tên hilbijartin û diyarî didin xwediyê zebeþên herî mezin û giran.


Belê Amed niha li bakur bajarekî gelek mezin e. Navend ji mîlyonek bêtir e. 13 þarojkên (qeza) Amedê hene. Li gor hejmartina giþti ya sala 2000î hejmara nîþteciyên (nifûsa) navend, navçe û þarojkên Amedê weha ne:


Amed (Diyarbakir)
Navend: 818.396
Wîlayet: 1.364.209


Þaroçke
1. Bismil: 126.885
2. Çermûg: 46.050
3. Çinar: 58.583
4. Çingûþ: 15.521
5. Egil: 21.631
6. Erxenî (Ergani ): 87.467
7. Hêne (Hani): 31.794
8. Hezro: 18.755
9. Karaz (Kocakoy): 13.069
10. Licê: 24.877
11. Pasûr (Kulp): 40.454
12. Pîran (Dicle): 39.861
13. Silîvan: 116.298

Li gor hejmartina fermî ya sala 2000an, 833 gunden Amede hene.

______________________

Çavkanî

1. Ibnul-Erzak, Miyafarkin Tarihî
2. (Halet Çamlibel, Guneydogu Anadolu Tarihoncesi Araþtirmalarinin Kültür tarihi bakimindan önemî, Atatürk Konfernaslari lV, 1970, TTK, yayini- Ankara 1971, sf.25
3. Serefxanê Bedlîsî, Þerefname, weþanên Apec, Stockholm-1997
4. Þevket Baysanoglu, Diyarbakir tarihî, cilt-1, MN Tanitim Ankara-1996
5. Cegerxwîn, Tarîxa Kurdistanê, cilt-1,2, weþanên Roja Nû, Stockholm-1987
5. Malperên înternetên yên li ser Amedê.




Amed Tîgrîs

heci is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Sizce Turkiyenin En güzel Sehri Hangisi Asur-Banipal Sýnýrsýz Muhabbet Burada 47 01-09-2008 12:48 PM
Amed berxwedan Dirok 7 19-11-2007 09:16 PM
Mezopotamya’nýn Çiçeði Amed ezel Hikayeler, Denemeler 2 07-06-2007 02:17 PM
TARÝHÝ ÞEHiR AMED***(DÝYARBAKIR) rebuwarr Güneydoðu Anadolu Bölgesi 17 11-04-2007 06:39 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 06:22 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.