Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 17-10-2007, 12:29 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,337
Üye No: 494
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6143
Rep Puaný : 613947
Rep Derecesi
heci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond repute
Varsayýlan Jiyana ÞÎrÎn Û XweÞ Ew E Ku Bi ZimanÊ ZikmakÎ Saz Bibe Û Bixemile


JIYANA ÞÎRÎN Û XWEÞ EW E KU BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ SAZ BIBE Û BIXEMILE



ZIMAN -I

“Bi gelekî tu caran bi darê zorê zimanekî nayê pejirandin.
Ew gel bi tenê tiþtekî dipejirîne ku ew jî zimanê zikmakî ye.
Wê demê doza serxwebûn û azadiya wî gelî doza zimanê zikmakî ye jî…”
George POLITZER


Ev çend rêz bi xwe rastiyê tînin ziman. Niha ev rastî rastiya gelê me jî tîne ber çavan. Belê di vê demê de girîngiya ziman ji her gavî bêtir derketiye pêþ. Ji bo vê jî di vê derê de pirsgirêka ziman, pirsgirêka zimanê kurdî ji her gavî bêtir qelibiye ser milê me kurdan. Bi vî awayî xebatên li ser ziman pêþ dikevin û gelek nîqaþ û guftûgo li serê dibin. Her wiha yekîtiya ziman, sererastiya ziman parek mezin ê yekîtiya neteweyîtiyê ye. Û ev jî dibe peywireka giran û diqelibe ser milê her kesê. Pêwist e her kes ji aliyê xwe ve vê peywirê pêk bîne. Ji axaftinê heya xwendinê û heya nivisandinê çi ji kî bê divê bike. Yên ku ji wan jî tê divê li ser lêkolîn bikin. Ji bo ku Zimanê Kurdî di derbarê birêkûpêkkirinê de dereng nemîne her kes ji aliyekî ve hêz bide xwe. Di vê de qet texsîr meke. Ev peywir ji bona her kesî ye…


I- Wate û Girîngiya Ziman
Mirov bi kedê heye. Mirov bi keda xwe bûye mirov. Girîngiya kedê, rista kedê di derketina zimên de jî heye. Lê çawa? Bikaranîna kedê bi serê xwe bi kesekî tenê nabe. Ked bikaranîn û çalakiyeka civakî ye. Ji bo ku têkiliyên civakî li ser bikaranînan pêk bên navgînekî jê re pêwist e. Navgîna têkildariyê… Belê, “berê ked li dû kedê û bi kedê re axaftin” (F. Engels) der tê holê.


Ragihandin û danûstandina navbera mirovan pêþî xwerû û sade bû. Ev ragihandin bi tenê bi dengên ku bi jest û mîmîkan re der diket pêk dihat. Ev bi sed hezar salan dewam dike û her ku diçe hûr hûr pêþ dikeve. Ev pêþketin di werarê de bi xwe re rêgez û rêzikên xwe jî çê dike. Bi vî awayî sazbendiya dengan di xwe de ava dike. Yekgirtina dengan baneþanên yekkîte bi xwe re tîne. Her çiqas diçe yekeyên berfireh çê dibin. Û ev heta ku digehîje taxa ziman dirêj û berfireh û girse dibe. Ev jî derketina ziman e. Lê ev derketina ziman ji hindava xwe ve çê ne bûye. Mirov kare bibêje ku ziman li gorî werar û pêþveçûna gelan berhemekî çandî ye. Ziman berhemekî wisa ye ku zindîtiya gelan dide nîþandan.


II- Gewþînên Ziman

Ziman bi peresîn û pêþveçûna civakê re ji dengên xwerû û sade ber bi yekîtiya rêzikên têkel ve pêþ ve çûye. Ev pêþveçûna zimên gewþîn û taybetiyên zimên jî bi xwe re tîne der.


1- Ziman civakî ye :
Ziman berhemê civakê ye. Malê civakê ye. Ji ber ku li ser pêwistiyên gel derketiye, xwediyê wî gel e, civak e. Di nava gel de tu çînekî, tu qatekî, tu herêmiyekî nikare bibêje “Ziman ê min e!” Ew nikare ziman bike malê xwe. Ji ber wî awayî jî dijminatiya serdestên netewekî divê nebe egera (sedema) ku mirov bibe dijminê zimanê wê neteweyê. Têkiliyên dijminatiya kedxwariyê û dagirkeriyê divê ne guhere dijminatiya gelan û zimanê gelan. (Ji bona me ev pirsgirêkekî bi xeter e: Serdestî û kedxwariya tirk, faris û ereban –ku ev kiryara serdestên wan e- bi xwe re dijminatiya li hember wan gelan û zimanê wan gelan neyne.)


Têkiliyên kes û ziman jî dîsa civakî ne. Bê raya gel bêje ne dikevin nava ziman û ne jî ji nava ziman têne avêtin. Yan jî ne rêzikên nû têne derxistin û ne jî têne avêtin. Gewþîna ziman a civakî destûra vî karî nade. Lê tiþtên ku ji kesan bê, karin bi xebat û tevlêbûnên xwe hinekî çêyî û baþiyan bikin. Di vir de du mînakan em karin bidin. Yek jê Feylesofê Romaya Kevn Çîçero ye. Yê din jî Firdewsî ye. Çîçero zimanê xwe yê zikmakî ku latînî ye ji bona ku sade û zelal bike; di nava gel de peyv û bêjeyên kevn komê ser hev dike û di dewsa bêjeyên biyanî de bi cih dike û pêk tîne. Ji bo vê jî navdar e ku yekemîn car di dîrokê de zimanê zikmakî sade kiriye. Dîsa Firdewsî jî di nava gel de bêje û peyvên kevn û yên li ber bîrvebûnê ne kom kiriye û ji nû ve wan bi giyan kiriye. Þahnameya xwe ya 60 hezar malik (beyît) li ser vê bingehê nivisandiye. Di vê afirîneka bê hempa de bi tenê nêzîkê 300 bêjeyên biyan bi kar aniye. Bi vî awayî xizmetekî mezin ji zimanê Farisî re kiriye.


2- Ziman her tim pêþ ve diçe:
Çawa civak zindî ye, ji bo ku ziman jî berhemê civakê ye ew bi xwe jî zindî ye. Xwe her tim nuh dike. Her tim xwe nuh neke wê bibe zimanekî mirî. Wek zimanê hîtîtî, sumerî û hyd.


Zindîtiya ziman bi vî rengî der tê holê. Ji mêj ve heta neha zimanekî çawa pêþketiye bê dîtin pêþveçûn û zindîtiya ziman jî wê bê dîtin. Her wiha ji avestî, zimanê medî heyanî kurdî vê rêzikê heye. Zimanê medî bingeha zimanê kurdî ye. Tirkiya kevn û ya nûjen jî bi vî rengî ye. Erebî, farisî, îngilîzî û zimanên din jî her wiha ne.


3- Ziman ji nûjeniyê re her tim vekirî ye:
Her çiqas di zanistiyê de, di teknîkê de pêþketin çê dibin li anegorê peþketinan berhem û afirînekên nû jî der tên. Di vê hêlê de ziman jî nû dibe. Navên nû, peyvên nû, bêjeyên nû, têgînên nû di ziman de peyda dibin. Her ku civak xwe nû dike pêþi di ziman de ev nûbûn xwe nîþan dide. Ev li hinekî welatan gehîþtiye raya fermanî. Li hinekî welatan jî ji hindava xwe ve dibe. Di nava gel de bi xwe dibe. Niha li Brîtanyayê ji çend salan carekî bêje û peyvên nuh di îngilîzî de bi cih dibin bi biryara fermî (ger di nava gel de bi cih bûbin) tevlî nava ferheng û zargotinê dibin. Ev ji çend salan carekî bêjekî yan du bêje dibe ya nabe. Li welatê Îngilîzan bi rengê fermanî ye. Di kurdî de ev di nava gel de bi xwe çê dibe. Wekî nimûne: “Dema Þerê Yekemîn ê Dinyayê ye. Di sala 1914-18an de hê nû di ser erdnîgariya kurdan de balafir derbas dibin. Kurd nizanin ew çi ne? Dema çav bi wan dixin, navê wan tiþtê ku di ser erdnîgariya wan re difirin datînin balafir.” (C. Bedirxan) Ev nav li herderê welêt tê gotin û bi cih dibe. Belê zindîtiya ziman xwe bi nûjeniyê dide nîþandan.


Ji aliyekî din ve jî ger bê raya gel bêjekî bê afirandin ango bê derxistin û pêþkêþê gel bê kirin; ku gel ne pejirîne dinya jî rabe ew bêje ya jî peyv di nava gel de xwe nagire. Demekî bê raya gelê tirk “zimanzan”ên Tirkan gihîþtin hev û xwestin zimanê tirkî ji bin bandora zimanên biyanî derxînin. Gotin “em ê zimanê xwe sade û zelal bikin. Gere ser û bin tev bi Tirkî be!” Navê saziya wan Damezrandina Zimanê Tirkî ye, ku bi tirkî Turk Dîl Kurumu (TDK) jê re tê gotin. Di carekî de gelekî bêjeyên nuh çê kirin û pêþkêþê Gelê Tirk kirin. Gelê Tirk di nava van bêjeyan de ji hezarî yek ya pejirand ya na. Ji ber ku nêzikahiya wê saziyê bi rengê paþverûtî bû û bê raya gel bû, têkçûna vê nêzikahiyê bi nepejirandina Gelê Tirk xwe nîþan da.


Car heye gel bi xwesteka xwe bêjeyên biyan ji zimanên biyan digire û di nava xwe de dihelîne. Dike yê xwe. Wiha reng e, bi cîrantiyê, bi têkiliyên aborî û bazirganiyê danûstandina bêje û peyvan dibe. Ev bi xwe jî hêlekî nûjeniyê ye.


4- Bi pêþketina civakê re her çiqas ziman pêþ dikeve rêzik û saziya ziman jî têgîniya xwe diþêkirînê:
Zagonên pêþketinê yên giþtî ji bona her tiþtî bi çi rengî bin ji bona ziman jî wiha ne. Li gorî zagonên pêþveçûnê ziman jî li ser bingehekî û li derdora hîmekî dimeþe. Û xwe nû û berfireh dike. Hîmê ziman di nava têkilî û saziyên civakî de derketina wê ye. Her wiha cudabûna zimanan jî ji hev heye. Ji ber ku têkilî û saziyên civakan li ser rewþa civakan –ku ew jî gelêrî û netewîtî ye- ava dibe, ziman jî li gora wê avahiyê cudahiyê dide nîþandan.


Her civak ji bo ku di navbera xwe de têkiliyan bimeþîne zimanê xwe pêþ xistiye. Ango em wiha bibêjin: Her zimanê civakekî li ser têkiliyên wê civakê çê bûye û reng girtiye. Tu gelekî ji bo têkiliyên derve ziman saz nekiriye. Lê dema di nava civakan de têkilî çê bûne ji bo wê jî wergêr di navbera hev de bikar anîne. Her çiqas têkilî pêþ ketine ziman jî pêþ ketiye û dewlemend û têkel bûye. Lê belê vê têkeliyê tu carî rêzik û saziyên ziman paþ ve ne biriye. Ji hêla din ve ev sazî û rêzikên ziman xurt bûne jidiyane.


Civakekî koçber li ser jiyana koçeriyê û têkiliyên koçeriyê zimanê xwe pêþ dixe. Ango zimanê wê civakê pêþ dikeve. Piþtî ku derbasî jiyana demanî dibin xwe bi cîwar dikin di hîm de di bingehê de tiþt bi ziman nayê li anegorê têkiliyan ziman jî diguhere. Xwe li ser bingeha xwe ya hîmî nuh dike. Têkiliyên dewlemend gencîneya bêjeyan jî bi xwe re tîne. Têkiliyên wê civakê her çiqas hêz digre û dewlemend dibe zimanê wê jî saziyekî berfireh û bi hêz bi rêzikên dewlemend û jidandî dibe.


Ev gewþîn û taybetî, ji bo hemî zimanên ku niha zindî ne û yên berê derbas dibin.


Zimanên ku niha li ser rûyê erdê dijîn mirov kare ji bo wan vê bêje: Her ziman li anegorê nûseriya gel û neteweya xwe digehîje birêkûpêkkirina xwe û saz dibe. Dîroka gel mercên wê yên civakî ka serbixwe ye ya bindest e; mercên erdnîgariya gel a ku li ser dijî ka çi ye… deþt e çol e; û li ser wî awayî çanda gel bi çi rengî ye? Hemû di cudahiya zimên de (ciyawaziya li gorî zimanên din) xwediyê rist in. Mirov kare bibêje diyarker in.


Civatên ariyan dema li cihekî li cem hev bûn û tevan bi zimanekî xwe diderbirand û bi vî rengî ji hev fêm dikirin. Zimanê wan yek bû. Piþtî ku ji hev veqetiyan her yek bi ciyek ve koçber bû zimanê wan jî li ser bingehekî lê her yekê bi rengekî xwe zêde kir û þax da. Her civatekî li ku derê bi cîwar bû zimanê wê jî ciyawaziya xwe bi wî rengî nîþan da.


Niha li ser rûyê dinyayê bi qasî 6 hezarî ziman têne axaftin. Fîlolog û zimanzanên dinyayê van zimanan li anegorê dengsazî û rêzik û binyada wan ji hev veqetandine. Kom bi kom ên nêzê hev ên ji rayekî hatibin cûda kirine. Ev jî xizaniya zimanan e.


III- Ziman û Kedxwarî
Endamên netewekî welatiyên hev bi zimanê xwe yê neteweyî di navbera hev de têkiliyan çê dikin û diaxifin. Ev jî zimanê zikmakî ye. Ji ber vê yekê jî ziman gewþînekî neteweyî ye.


Her wiha di dîrokê de serdest û kedxwer dema bi ser gelan de êrîþ birine, xwestine wan bixin bin destan û dagirkeriya xwe li ser niþtimana wan ava bikin. Dema bi darê zorê wan bindest kirine pêþî dest dirêjî zimanê wan kirine. Zimanê wan biçûk dîtine, zem kirine. Zimanê xwe jî xwestine bikin navgîna serdestî û kedxweriyê. Bi vî awayî xwestine di hêla zimên de jî piþavftinê pêþ ve bibin.


Dema artêþên Ereban davên ser Kurdistanê û dagir dikin nêzikahiya serdestên Ereban jî bi vî rengî ye. Ji ber vê yekê jî çi ji destê wan hatiye kirine. Di vî warî de hinekî bi ser jî ketine. Niha li hinek heremên Kurdistanê nivîsek erebî bi qîmet û pîroz e. Wiha reng e, nivîsên reklamê ku li ser kaxidê cixarê ne dema bapîrekî me dibîne –ew dibê qey hela ayetek Quranê ye- radihêjê ya diþewitîne ya jî datîne cihekî bilind. Belê bi saya ola îslamê Ereb û Zimanê Erebî di nava kurdan de qedîm û pîroz bûne. Ev bi xwe tenê sosreta serdestan dide nîþandan. Ji ber vê yekê jî ji mêj ve vê konevanî û nêzikahiya serdestan yên ku li hember sekinîne û tekoþeriyê kirine hebûne. Yek ji vana Ehmedê Xanî ye. Wî 3 sed sal berê pêþkêþiya vî karî kiriye. Di pirtûkekî xwe ya bi navê Nûbara Biçûkan de wiha dibêje:
“Ji paþ hemd û selewatan
Ev çend kelîme ne ji luxatan
Vêk ê xistin Ehmedê Xanî
Navê Nûbara Biçûkan lê danî
Ne ji bo sahib rewacan
Belkî ji bo biçûk êd kurmancan
Wekî ji Qur’anê xilas bin
Lazim e li sîwadê çavnas bin
Da bi van çend reþ-belekan
Li wan tebî’et melekan
Derê zêhnê vebêtin
Her çi bixwînit zehmetê nebîtin
Umîda me ji tîfalan (zarokan)
Ku me ‘emel betalan
Di wextê dewr û dersan
Bikin în’am û îhsan…” (Nûbara Biçûkan; rp- 2, 3 / Ehmedê XANÎ)



Wekî ku di rêzên wî de xuya dike ji bona zarokên kurdan bi zimanê xwe yê zikmakî biaxifin, bixînin û hînê zanistiyê bibin. (Wê demê zimanê Erebî bêtir li Rojhilatê Nêz rewac bûye. Pirên rewþenbîrên kurdan bi erebî yan jî farisî pirtûk nivisîne; lê Seydayê Xanî bi kurdî nivîsiye.)


Rastî ew e ku bîra gel ziman e. Gencîneya ku berhem û nirx û pêmayiyên gel diparêze dîsa ziman e. Belê, gel kaniya nirxan e, ziman jî ava ku jê dizê ye. Di nava tarîtiya dîrokê de ev çend reþ-belekên jêr ji vê mijara me re mînakên baþ in: Ev, xwestekên gel, armanc, derd û kul û kederên gel, zilm û talangeriya li ser gel pir xweþ ji demên berê tînin heta dema me ya niha.
“Xwazdî er û tu bi hîra bin
Bi hîv ra hîrin xwarinê
Werdê bihîrin kût ra bînin
Bangek din bi hev ra narîn” (Gundem Sanat, 28 Sermawez 2000; rp-3 / Kurdekî bi navê Badraboz vê çarînê di 330yê Piþtî Zayinê de nivisandiye. Lêkolinerên Ingilîzî vê dîtine.)

Yan jî ev rêzên axîn û hewarê;
“Hurmuzan, atîran kujan
Wîþan þard we gewre gewrekan
Zorkerê Ereb kirdine xapûr
Gînay palê hate Þarezor
Þîn û kenîkan we dîl beþîna
Merdê aza telî jî roj hewîna
Rewiþtê Zerdeþt mawe bêkes
Bezîka nîka Hurmuz ve hîç kes” (Dîroka Kurdistan, Cild: 3 / Ethem XEMGÎN)


Mirov dikare wiha bibêje: Ziman nîþana gel e. Ger gelekî ji zimanê xwe dûr keti be, ji bo ku xwe biderbirîne ji zimanê xwe bêtir zimanê kedxwar û serdestan bikar bîne ew gel koledariyê bi giyanî pejirandiye. Ew gel ji xwe dûr ketiye. Her diçe biyanîtî hîmê wî bi dest dixe. Ew êdî her tim ber bi tunebûnê ve diçe. Niha jî hêzên Imperyal û serdestên giregir tiþtê ku dixwazin bînin serê gelan ev e. Çanda xwe, zimanê xwe bi zora “aborî û zanistî” (Ji xwe zora kevneþopî her didomîne) û teknîkî bi danûstandina navgînên elektronîk gelan ji binyada wan, ji giyana wan dûr dixîne. Dixwaze wan ji heyîniya wan derxe û wan bike biyanê heyîniya wan.


IV- Bi Sererastî Bikaranîna Ziman Dilpakî Ye:
Mirov kare bibêje zimanê herî bi êþ û birîndar, bi qîr û hewar û bi nalenal zimanê kurdî ye. Welat perçe ye, gel perçe ye, dil û kezeb perçe ne û pê re ziman jî perçe perçe ye. Kesê (mirovê) kurd jî li ser vê rewþê wesle wesle ye. Yekîtiyekî di zimanê kurdî de çê ne bûye. Belê bingeh yek e. Reh li cihekî xwe bi erdê ve girtiye û xwe ber dide binê erdê. Lê dara ku li ser vê rehê, dara ku li ser vê bingehê þîn bûye wesle wesle ye. Wekî darekî ku birq û birûskê lê xistibe û gewdê wê ji hev wesle kiribe û her weslekî bi cihekî ve çûbe. Lê van wesleyan ji reha xwe ne qetiya bin û xwe li ser vê kokê xwedî bikin. Niha zimanê kurdî jî bi vî rengî ye. Gewdê zimanê kurdî wesle wesle ye, lê her wesleyekî bi serê xwe nîn e. Hemî ji bingehekî herî xurt û kûr tên. Mirov kare bibêje birîndariya zimanê kurdî jî, xurtiya zimanê kurdî jî di vir de ye. Her du serî jî bi vê pirsgirêkê ve girêdayî ne. Heta niha bi vî rengî bûye. Ev nayê wê wateyê ku ew ê yekîtî çê nebe. Ji niha û þûn de ev pirsgirêk ji bo zimanekî serbixwe û dewlemend dibe bibe navgînekî herî baþ û xurt. Niha saziyên me yên neteweyî di vî warî de gelek bi kêr tên. Ji vê hêlê de gelek tiþtên baþ dibin. Ev kêfxweþiyê didin mirov. Lê ji hêlekî din ve jî ev pirsgirêkên giran ên ku li pêþiya yekîtiya ziman dibin asteng hene.


Me got Kurdistan perçe ye, ziman jî pê re perçe maye. Her perçekî bi hêlekî ve ji yekîtî û zimanê neteweyîtiyê dûr ketiye. Li Baþûr bi erebî ve, li Rojhilat bi farisî ve, li Bakur bi tirkî ve xwe girtiye. Li Tirkiyeyê ji binî de bi rengê tuneyî hatiye pejirandin. Li Baþûr (yê biçûk û yê mezin) di binê siya erebî de ber bi wendabûnê ve çûye. Li Îranê þaxek ji zimanê farisî hatiye jimartin û bi awayê zaravayî hatiye pejirandin û guh ne hatiye dan. Li her çar perçeyan jî serdest bi xirabî nêzik bûne. Berê her tiþtî pêwist e ji vê rewþa xirab bê derxistin. Wisa bûye ku ziman ji zimantiyê derketiye. Ev di peyvên rojane de jî xwe nîþan dide. Ji vê re em çend mînak bibêjin dê birîndariya zimanê me jî bê ber çavan.


Hevalên me dibêjin:
“Heval ji ma sorî sormîþ kir, mi jî cewap wermîþ kir.” (Dixwaze bibêje, ‘Heval ji min pirsekî kir min jî bersiva wî da’ û axaftina rast jî ev e.)


Ya jî di malbatekî de keçekî xama ku hê nû ji gund hatiye û bûye “bajarvanî” bang li diya xwe dike û wiha dibêje:


“Ana! Ev elbîseyê ku me di çamaþûr makînesiyê da þûþt û me di qurutme makînesiyê da quritmîþ kir, hê nemlî ne, ez bavêjim ser îp?” (Dixwaze bibêje; ‘Dayê! Ev cilên ku me bi makîneya cilþûþtinê þûþt û me bi ya ziwakirinê ziwa kir hê baþ ziwa ne bûne, ez bavêjim ser ben?’)


Her wiha di kolanan de mirov dibîne ku dê bang li zarokên xwe yên ku navên wan bi Kurdî ne dikin mirov nizane bikene ya jî bigirî. Dibê “Bawer oxlim gelsene!” (Bawer, lawê min were!) “Berfîn qizim yaramazlix yapma!” (Berfîn, keça min nerihetiyan neke”) û her wekî din…


Ev rewþekî trajîk-komîk e. Mirov nizane ka bigirî an bikene! Ev nêzikahî him zimanê kurdî û him jî zimanê tirkî diçilvirîne ango diherimîne. Bi vî awayî du ziman, sê ziman, çar ziman diçilvirin. Ev ziman ji zimantiyê der tên. Belê, sererastiya zimanê kurdî ji bo zimanên gelên cîran jî xweþî û baþî ye.


Di vir de nêzikahiya Feylesofê Çînî gelek girîng e. Feylesofê bi navê Konfuçius wiha dibêje:


“Ger ziman sererast û tekûz nebe, gotin û peyv daxwazê naynin ziman; gotin û peyv daxwazê neynin ziman, pêwistiya peywiran nayê cih; pewistiya peywiran neyê cih, sinc û huner teredîn dibin; sinc û huner teredîn bibin dadmendî ji rê dertê; dadmendî ji rê derê, ji belengazî û bê heziyê dê hemû kes beredayî û eware bibin. Li anegorê vê jî ya girîng ew e gotin û peyv bi sazî û sererastî werin ziman.” Li ser vê mirov kare bibêje ku pirsgirêka me ya herî mezin ev e.


Berî her tiþtî divê em zimanê xwe yê zikmakî baþ û çêtir hîn bibin. Pêwist e ev hînbûn û fêr ji kaniya gel xwedî bibe. Zimanê zikmakî yê gel e. Rastî û rêzikên ziman jî di nava gel de weþartî ne.


Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê pêwist e jiyana giþtî û rojane, têkiliyên giþtî û rojane li ser zimanê zikmakî bi zimanê zikmakî ava bibin. Axaftina xwe, xwendin û nivisandina xwe em bi zimanê xwe bikin. Em xwe bi zimanê xwe biderbirînin.


Berî her tiþtî ger em jiyana xwe li ser zimanê zikmakî saz bikin wê demê em ê ramana xwe, bîr û baweriya xwe bi kurdî bixemilînin. Dilþadî jî dê her tim para me be.


Jiyana þîrîn û xweþ ew e ku bi zimanê zikmakî saz bibe û bixemile.

heci is offline  
Eski 17-10-2007, 12:32 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,337
Üye No: 494
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6143
Rep Puaný : 613947
Rep Derecesi
heci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond repute
Varsayýlan


ZIMANÊ KURDÎ GENCÎNEYEKE DEWELEMEND, KANIYEKE AVZELAL E





Pêşnîşe-1: Ev nivîs dewama nivîsa min e ku di 26ê adara 2007an de hatibû weşandin. (Li jor e )

Pêşnîşe-2: Ez di nêzikahiya mijarê de hemû Kurdan wekî KIRDE (subject/ozne) dinirxînim. “Em” wekî kirdeyê mijarê, hemû Kurd in; çi akademîsyen, çi pispor, çi zimanzan, çi siyasetmedar û çi yên ji rêzê hyd. tev di nava têgîna “em”ê de cih digirin.


ZIMAN -II


-A-
Ev demeke dirêj e zimanê kurdî di rojeva me kurdan de ye. Em li ser zimanê xwe radiwestin û em dixwazin zimanê xwe bikin zimanê jiyanê. Bê guman em dixwazin bi her awayî zimanê xwe bikin navgîna pêwendî û têkiliyên xwe. Ji lew re, ji mêj ve ye em ji zimanê xwe dûr in. Bi tenê zimanê kurdî di jiyana rojane de mabû ew jî em ne di ferqê de ne lê hêdî hêdî tek diçe. Me di derveyê jiyana rojane de bi zimanên biyanî pêwistî û pêdiviyên xwe pêk aniye. Li Bakurê Kurdistanê tirkî, li başûr erebî, li Rojhilat farisî bûne zimanên me yên pêkanîna pêwîstiyan. Piştî ku kurd li dinyayê vebûne, înglîzî û yd. di jiyana kurdan de ji bo pêkanîna pêwîstiyan têne bikaranîn. Her wekî riya şaristaniyê, riya nûjeniyê, riya xwenûkirin û pêşxistinê di van zimanan de dibore em tevdigerin. Gelo ew ê vê eyba reş û şerma giran çawa bê pejirandin? Gelê me ew ê çawa viya qebûl bike? Ji bo gelekî azadîxwaz ev tiştekî gelek zor e. Astengî û bend li pêşiyê hatine danîn. Çawa di hêlên din de helwest û pêkanîneke serbixwe û azadîxwaz bingeh e, di ziman de jî helwesteke rast, lêhûrbûneke baş, pêkanîneke xweş û rind divê. Ev jî divê li ser bingeh û zemîneke xurt bê avakirin. Ya rasttir ev e ku têgehîştineke baş û rind û ji her awayî de lêkûrbûn û lêhûrbûnek divê li ser hebe.


Bingeh û zemîna zimanê me gelek xurt e, kûr e, jidandî ye, bi rêzik e. Zimanê kurdî xwedî pergaleke rind e û bi qasî vê dîrokî ye. Ji bo ku bi her awayî têgehîştineke baş li ser vê rewşa ziman bi xweşî û rindî çê bibe, xebat û lêkolîneke baş divê. Her wiha serweriya li ser jiyanê serweriya bikaranîna baş a ziman e. Ragihandina civakî ya pêşverû û nûjen bi tekûzî û sererastbûna ziman dibe. Têgehîştina hişmendî û nêrîna Civaka Kurd a ku bi hezar salan e çê bûye, perisiye û hatiye gihîştiye vê radeyê, di dema îroyîn de vê rastiyê dixwaze.


Peyva kin û kurt ev e: Divê berî her tiştî felsefeya ziman, jîrbêjiya ziman, hişmendiya ku ziman li ser diperise bê têgehîştin.


Ev ji bo çi divê? Ne ku ji bo zimanê kurdî bê parastin, zimanê kurdî ji wendabûnê bê xelaskirin, xetereyên li ser ziman bêne rakirin! Ji lew re pêwistiya Zimanê Kurdî bi vê alîkariyê tune ye. Ev deh hezar sal e ku ev ziman xwe aniye heyînê, ji pênc hezar salan zêdetir e li ser heyîna vî zimanî êrîşên cîranên der û dor ên xwedîdewlet hene; lê her tim xwe bi xwe parastiye, wan tev û êrîşên wan di nava xwe de helandiye. Di nava pergala xwe ya xweser de wan êrîşan yek bi yek betal kiriye.


Dîsa em bibêjin ku zimanê me kurdan, ango Zimanê Kurdî ji parastinê, ji bo xelasiya ji wendabûnê(!) pêwîstiya zimanê me bi tu kesî, bi tu sazî tune ye. Heta neha xwe bi çi awayî parastibe, ji neha û şûn de jî dê xwe biparêze. Heta ev gel hebe dê ev ziman jî xwe biparêze. Mirov kare bibêje ku ji bo heyîna Gelê Kurd ziman bi xwe jî piştgir û destekekî baş û rind e. Her wiha Zimanê Kurdî (bi tevahî zaravayan) diya kurdan e, divê em kurd xwe jê xwedî bikin.


-B-
Mirov dikare bi çend awayan li ser xebat û perwerdeya Zimanê Kurdî raweste. Li gorî min ev jî di binê van çend sernavan de bêne vegotin wê çêtir be. Ji lewre projeya li ber pêvajoya asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê di perwerde û hîndekariyê re derbas dibe.


1- Radeya Xebat û Perwerdeya Zimanê Me :
Mirov dikare bi du awayan li ser xebat û perwerdeya ziman raweste.


a – Xebata li gora hişmendî û têgehîştinê: Wekî tê zanîn her çiqas bi zimanê me nebe jî, me li ser rewşa dinyayê, li ser ramyariyê, li ser civakê û hwd. li ser gelek mijaran perwerdehiyê dîtiye û em bi berfirehî xebitîne. Em karin bibêjin ku ji gelek hêlan ve em bûne zana, ji hêla têgehîştinê ve em pêş ketine ango hişmendiya me vebûye. Ji bo wî jî dema em li ser ziman xebatê bikin di vê ristedariyê de em ê hişmendî û têgehîştina pêşketî bidin ber çavan û li gora wê pêşnûmaya xwe bi rê bixin. Ango em karin bibêjin ji hêla têgehîştin û hişmendiyê ve em wekî xwendekarên akademiyan in. Ji bo wî jî birêxistina xebata ziman jî divê akademîk be. Di vir de em balkêşiyek jî bidin ber çavan; dema akademîk tê gotin her wekî pisporî, ji gel dûrîtî, elîtek mirov bigihîjin hev li ser ziman xebatê bikin, bêjeyên ji rastiya gel dûr derxin, bi zimanek giran diaxifin, gel ji wan fêm nake û hwd. tê hişê mirov. Li hember akademîkî pêşdaraziyekî ne rast çê bûye. Bê guman ev ji hindava xwe ve çê nebûye. Bingeha wê ya rastîn heye ku di akademiyan de tiştên ji gel û rastiya gel dûr çê bûne, hatine kirin. Lê ya rast akademî (ango dibistanên zanyarî) û yên li akademiyan dixwînin û dixebitin ji hêla zanyarî, gelêrî û bi her awayî bîreweriyê ve diderbirînin li ser cûr be cûr şaxên zanyariyê dixebitin; dahûrînan û lêkûrbûnan dikin. Dema em jî dibêjin, divê “akademî” ya rastîn bê fêmkirin.


Ji bo wê jî li gora hişmendiya me divê em naverokeke xurt û li rê, teşeyekî baş û rind bidin vê xebata xwe. Ev jî bi vî rengî ye: Ji hêla hişmendiyê ve û ji aliyê têgehîştinê ve, ango zanîn û analîzkirina me divê bi radeyekî akademîk bê ber dest. Çarçoveya wê jî ji yê herî kêm û heta yê herî çê ye. Ji bo wî jî bajena perwerdeya kurdî ya me divê berfireh be.


Dîsa ev perwerde ji bo me hemiyan pêwist e. Dixwaze bila bi rengê pisporî, dixwaze bila bi rengê sererastkirina axaftin û nivisandinê, dixwaze bila bi rengê wêjevaniyê nêzik bibin, hemî kes di xebatekê wiha de divê karibin li gora îhtiyaca xwe jê bigirin.


b – Xebata li gora jiyana pêkhatî: Perwerde û xebata kurdî hem hêsan hem jî bingehîn e. Li jorê, me gotibû ji hêla hişmendî û têgehîştinê ve em wekî xwendekarên akademiyan in. Lê ji hêla Zimanê Kurdî ve, ji hêla xebitandina ziman ve, ji hêla xwendin û nivisandina ziman ve em wekî xwendekarên dibistana seretayî ne. Ji bo wê jî ziman û pêkanîna zimanê me di nava me de pir lawaz e. Divê ev bi bêhnfirehî be. Ji bo vê divê pergalek xurt û saxlem hebe. Teqez dilnizmî û rehetî divê her hebe. Dîsa divê bi nêrînek kûr û dûr ev her tim di rojeva me de be.


2- Armanca Xebat û Perwerdeya Zimanê Me
Armanca perwerdeya kurdî ne tenê ji bo ku em hînê kurdî bibin û ne tenê ji bo ku em xwendin û nivisandina xwe ya kurdî tekûz bikin…


Ji bo çi em hîn dibin? Li ser kîjan pêwistiyan ev xebata hînbûna li ser kurdî pêk tê? Û dê vê xebatê neha û ji neha şûn de ji çi re xizmet bike? Bi girîngiya van pirsan dema em nêzik bibin em karin van tiştan bibêjin:


Berî her tiştî di têgehîştin û hişmendiya me de cihê ziman û girîngiya ziman ji bo ku bê dîtin û li gora wê li ser esasên gelêrî û civakî bi nêrîneke rast û durust divê lêhûrbûnek li ser hebe.
Ji bo vê jî;
Nêrîna ziman di dema îroyîn de divê li ser bingeha gelêrî û neteweyî saz bibe û di hişmendiyê de pêk bê. Ev ji bingeha dîrokî ku ji dema Neolîtîkê heta neha, nûjeniya civakê tev bi hev re bîne ber çavan li gora wê ferisandin û lêhûrbûn û têgehîştin divê.


Bingeha zimanê kurdî divê baş bê fêmkirin. Zemîna zimanê kurdî mirov di xwe de û di nava gelê xwe de di dîrokê de û di îro de mirov baş bibîne û li gora wî mirov hişmendiya xurt a di kurdî de li ser bingeha civaka kurd di xwe de bibîne û bîne der. Bi vê xebatê re jîrbêjiya gelê kurd a neteweya kurd em baş fêm bikin. Her zimanek li ser rûyê dinê bi xwe re nêrînek û têgehîştinekî tîne. Ango her gel, her civak li gora xwe jîrbêjiyek (mantiq) ava dike. Li gora wî jî her gel xwedî jîrbêjî û xwedî nerîneke xweser (orijînal) e. Her kes li gora vê orijînalîteyê tev digere û heye. Kesê endamê vê civakê ango vî gelî bi vê orijîn û kana gelêrî û civakî heye. Em jî bi jîrbêjî û nêrîna kurdî ya orijînal hene. Zimanê me nîşandeka viya ye.


Felsefeya kurdayetî nêrîna kurdan çawa ye?
Ji mêj ve çawa ava bûye û neha di çi radeyî de ye?
Neha felsefeya zimanê kurdî li ser çi ye?
Ew qas hezar sal in zimanê kurdî xweseriya xwe bi çi awayî parastiye?
Çima di nava kurdan de gelên din dihelin?
Zimanên biyan li hember kurdî çima di ber xwe nadin?
Û çima zimanê kurdî bi bêje û rêzik û saziya xwe li hember hemû êrîşan xwedî berxwedanekî bingehîn û tundrav e?


Evan pirsan divê bi têgehîştinekî rast bêne bersivandin. Raza vana di giyana Gelê Kurd û zimanê kurdî de vaşartî ye. Bi vî rengî mirov bibêje ew ê ne çewt be: Zimanê kurdî gencineyekî gelekî dewlemend, kaniyekî avzelal, heyînekî zindî û zimanekî serbilind e. Di nava sindoqekî saxlem û dîrokî de kilîtkirî ye. Ev kilît jî di destên dayikê kurd ango gelê kurd de ye. Zêdeyê dayikên kurdan ango gelê kurd tu hêz nikare vê kilîtê veke… (Mixabin û sed mixabin niha dayikên kurd û dayikiya kurdî jî di faqa bajarvaniyê de têk diçe. Lewma îro oto-asîmîlasyon ketiye rojeva me)


Zimanên ku ji kurdî bêjeyan bistînin nikarin bihelînin. Ango bêjeya kurdî here bikeve hindirê diranê mar ê jariyê jî tiştek pê nayê û orijîna xwe diparêze. Lê dema kurdî bêjeyekî ji zimanekî din digire di demekî kin de dihelîne û dike malê xwe. Ji bo em vê raza hanê baş bibînin bi çêyî pêk bînin divê em herin xwe bigihîjînin xweseriya kurdî.


Piştî vana tevan ji bo ku em zimanê kurdî di jiyana xwe de bi sererastî pêk bînin ji bo rengê jiyana me bi kurdiya sade bixemile divê em xebat û perwerdeyekê ku li ser van esasan e bi rê bixin.


-C-
1- Nêzikahî û Nêrînên Li Ser Zimanê Me:
Wekî ku tê zanîn rêzimana kurdî ya nûjen hê nuh e. Nêzî sed sal in ku rêzimana kurdî ketiye rojevê û xebat û angaşta sererastkirina rêziman di nava kurdan de pêşketiye. Di vir de mirov kare bibêje ku du rêbaz hene ku nêzikahiyên li ser rêziman xwe der dixin pêş. Tev li dora van her du rêbazan diçin û tênê.


Yek jê çewt e, ango ji çewtiyê bêtir kêm û ne li rê ye. Ya din rast e, ango li rê ye û lê lawaz e.


Berî her tiştî nêzîkahiya rast û nêzîkahiya çewt li ser nêrîn û felsefeya mirov der tê pêş. Civaka kurd, gelê kurd esasgirtin ya jî esasnegirtin heye. Di derveyê gel de ji derve bi rêbaz û livbaziyên biyanî li çareseriyê gerîn û sererastkirina ziman heye. Ew ê ku çewt e û em dibêjin kêm e di hîmê gel de di mêjî û hişmendiya gel de li çareseriyê gerîn bêtir di rêbaza rêzimanên gelên din de bi nêrînên wan li çareseriyê gerîn heye. Ev jî hem ji bo hişmendiya zimanê me xeter e û hem jî ji çareseriyê re nabe bersiv. Tiştê ku îro li ser bi kêmnêrînî bi rêbaza li gorî zimanê kurdî ku li ser serê zimanê kurdî tê hunandin hêza xwe, vejena xwe ya neçê (negatîf) ji vir digre.


Bêtir yên ku li dibistanên biyanan xwendibin tu bikî nekî li ser nêrîna wan a ziman hişmendiya biyanî bêtir giran e û ristedar e. Îro li Kurdistanê du tewr dibistan hene. (Duh jî hebûn îro jî hene û sibê jî ew ê hebin.) Yek jê dibistana gel e, ya din jî dibistanên biyanan e.


Dibistana gel yek bi tenê ye. Li kîjan goşeyê Kurdistanê bibînî rêbaz, şêwaz, nêrîn û dîn (diyîn) yek e. Ji ber ku bingeh yek e û hîm û giyana gel e ev ristedar e li ser yekîtiya nêrînê û dîna zimanê vê dibistanê. Mamoste û wanedarên vê dibistanê di giyan û hişmendiyê de ji rayekî xwedî dibin ku ew jî dayik in. Hemû xwendekar û şagirtên vê dibistanê wek hev in. Wekî hev li pirsgirêkan dinêrin û çareseriyan dibînin. Tevekî bi jiyên sazkirî deng didin tembûra jiyana kurdî. Cudahiya dengan tune ye ji wê bêtir ciyawaziya dengan heye ev jî sazkirî ne. Ji ber wê jî hem ahengekî li rê di nava wan de heye, hem jî tev bi hev re guncan in. Wekî tembûrekî akordkirî.


Lê dibistanên biyan ne yek in, gelek in. Di derveyê Gelê Kurd de ji hêla ziman ve çiqas gelên din di dinyayê de hene tev biyan in. Biyanî ne zelal e. Her gel xwedî dibistana xwe ye, û li gora bûyîn û giyana xwe vê dibistanê saz kiriye. Me berê gotibû her gelekî li gorî xwe li ser gerdûnê xwedî nêrînekî xweser e. Her gel li gora vê nêrîna xwe teşe dide zimanê xwe. Ev cudahî û ciyawaziyên gelên dinyayê ji hev re bi xeter nîn in. Li hember hev nîn in. Lê biyan in ji hev re.


Ji ber vê jî dibistanên biyanî li Kurdistanê her tim bi neyartî û dijminî hebûne. Qet li ser bingehekî dostanî tune bûne. Kurdên ku li van dibistanan xwendibin ji raya gel qut bûne, bi avjîna biyanan, bi raya biyanan xwedî bûne. Zêde têgehiştina gelêrî bi wan re tune ye. Ev jî piranî serdestên kurdan in. Lê gel bi xeteriya ji “şaristanî” û “nûjeniyê” dûrmayîn be jî zarûkên xwe li dibistana xwe mezin kiriye û perwerdeya xwe daye wan. Lê yên din ango serdest ji bo ‘”şaristanî û nûjenî”yê (!) ji gel qut bûne. Ango raya gel bi qurbana şaristaniyê bûye. Dibistaniya gelêrî gorî bûye ji bo “nûjeniya biyanî”. Di vir de mirov bi şênberî kare li niştimana kurdan qala çar dibistanên biyan bike. 1- Dibistanên biyaniya tirkî, 2- Dibistanên biyaniya erebî, 3- Dibistanên biyaniya farisî, 4- Dibistanên biyaniya Imperyalî (Ewropî û Amerîkî û her yên din). Evana di rêbaz û tekûzkirina ziman de li ser zimanê kurdî çawa biyaniyê tînin em hinekî li ser vê jî bisekinin.


Em neha li ser tirkî û bandor kirina wî zimanî bisekinin ew ê ji bo yên din jî bibe nimûne.


Wekî me got Zimanê Tirkî wekî gelên dinyayê yên din li gora hişmendî û mêjûya tirkan çêbûye û perisiye û bûye xwedî rêz û rêçikên xweser. Pergala rêzimana tirkî li gorî wî hatiye der. Pisporên zimanê tirkî jî rabûne li gora xwe îzahekî jê re anîne û giramera tirkî bi pergal kirine. Baş, nebaş, pêşverû yan jî paşverû, bi faşîzanî yan jî bi civakdarî nêzik bûne ne mijara me ya niha ye. Bi çi awayî be zimanê tirkî bi pergal kirine. Em nirxandina başî û nebaşiya vê deynin hêlekî din, ev rastî heye ku pergala Zimanê Tirkî bi rê ketiye û hatiye pejirandin. Hemû kesên Tirk li gora vê pergalê zimanê xwe di dibistanên xwe de hîn dibin. Hişmendiya xwe bi vî awayî di ser ziman re û bi vê pergalê nifş bi nifş diajon û domdar dikin. Dibistana gel, dibistanên fermî yên dewletê û yên taybet tev di xizmeta vî karî de ne. Ev mafê wan e. Kes nikare ji viya re li pêşiya tirkan bibe asteng. Xwediyên vî karî li gora nêrîn û felsefeya xwe evî karî bi rê dixin.


Ev kar bêtir li xwendegeh û zanîngeh û dibistanan dibe. Heta vira gotinên ku em ê li ser bibêjin tune ye. Lê vî karî li welatê me, li ser xaka Kurdistanê û bi perwerde û amojkirina zarokên kurdan ve bê kirin em ê gelek tiştan bibêjin. Di nava gelê me de ji bo amojkirin û perwerdekirinê van dibistan û xwendegeh û zanîngehên wan hebin (dixwazî bila bi xweşî be û dixwazî bila bi zorî be) em ê gelek tiştan bibêjin. Li ser vî karî gelek gotin û peyvên me wê hebin. Pêşiyê em ê ji xwe re ango ji kurdan re gelek gotin û peyvan rêz bikin. Ji ber ku van dibistanan bi Zimanê Tirkî û li gora pergala Zimanê Tirkî û hişmendiya tirkî rêz û rêzik diborin; em kurd di van dibistanan de ya hişmendiya xwe ya ku li ser xweseriya kurdî saz bûye hinda dikin; ya hişmendiya me ya xurt dikeve xizmeta wan; ya jî em hem ji hişmendiya xwe dibin û hem jî em hişmendiya wan nagirin. Ango em “hem ji kerikê hem jî ji perikê” dibin.


Kurdên ku li van dibistanan bixwînin çi pir çi hindik ew ê vê hişmendî û têgehiştina wan li ser xwe bibînin. Wê çaxê di nêzikahiya Zimanê Kurdî de û di sererastkirina Rêzimana Kurdî de tu bikî nekî van kesan çi qas pispor bin çi qas zimanzan bin jî ew ê di vî karê kurdî de nexweşî û lawaziya xwe nîşan bidin. Yekê birîndar heta birîn li ser laşê wî hebe nikare bijîjkiyê bike. Nikare birînan baş bike. Nikare dermanan amade bike. Ji lew re hemû nexweşîn û birînan wekî birîna xwe dibîne. Û dibêje qey birîn û nexweşînên hemû dinyayê weka birînên wî ne…


Kurdên ku li van dibisanan xwendibin sibê roj rabin bibêjin em ê zimanê kurdî sererast bikin haya wan jê heye an jî tune ye; lê ew ê li gora hişmendiya dibistanên ku lê xwendine saziyek ava bikin. Heta neha jî lêhûrbûn û xebatên li ser rêzimana kurdî hatine kirin ên ku kirine ji ber vê pirsgirêka hanê di sererastkirina ziman de binketî mane, lawaz mane. Û em îro dibînin ku gelek nîqaş û nakokî di nava “bipergalkirina Zimanê Kurdî” de heye.


Bi gelemperî mirov kare tiştek wisa bibêje yên ku îro li ser zimanê kurdî xebata bipergalkirinê dikin ya li medreseyan xwendine ku ew li ser hişmendiya erebî saz bûne; ya li dibistanên dewletê xwendine (ku ew yên dewleta tirk, dewleta îranê û dewleta Sûriyê û îraqê ne) ku ew jî li gora hişmendiya fermî ya biyanî saz bûne; ya jî hem li medreseyan hem li dibistanên fermî û hem jî derketine Ewrope û li wan deran dibistanên bilind xwendine ku ev jî hişmendiyekê têkel û biyan bi xwe re saz dike.


Di van mercan de bi du awayan rê dertê pêşiya me. Yek jê her kes li gora hişmendî û têgehîştina ku girtiye ku ev biyanî ye, îzahekî ji rêziman re bîne ku ev jî ne rêzimanekî standard, ew ê bi xwe re hezar rêzimanan bînê. Ya din jî van hînbûn û têgehîştin û hişmendiyên ku li van dibistanên biyan hatibin girtin bi çi awayî bibe alîkar. Ji neyîniyê (negatîvîte) çêyî bê derxistin. Ji bo rêbazên çêtir bên dîtin rêzimana me xurt bibe ev bibin destpêk û piştgir. Ango ya em ê ji xwe re biyaniyê bingeh bigirin ku ev dezawantaj e û perçebûyîna ziman e; ya jî em ê vê biyaniyê bikin alîkar û destik, ji bo ku zimanê me û rêzimana me li ser bingehên xwe yên gelêrî û civakî û dîrokî rûnê. Bi vî awayî em ji bo kurdî van derfetan wergerînin çêyî û awantajê.


Bê guman mirov çi qas zimanan zanibe ew qas li ser zimanê xwe çêtir fêmdariyek pêş dixe. Zimanê mirov yê zikmakî ji bo hînbûyîna zimanên biyan ji mirov re dibe riya baş û çê. Zimanê biyan ji bo mirov giyana zimanê xwe yê zikmakî tê bigehîjê û bijî dibe alîkar. Ger ji hêla rêziman ve kêmasî û tiştên ne li rê hebin zimanên biyan ji bo sererastkirinê û sazkirina rêzimana mirov dibin piştgir û alîgir. Em viya esas bigrin.


2- Di Zimanê Me De Mijar û Babetên “Ne safî” ango “tarî”:


Di nîqaş û guftûgoyan de carina tê gotin ku di zimanê me de mijarên “ne safî” û “tarî” hene. Na xêr ev ne rast e. Di kurdî de ji viya bêtir tiştên ku em tê negehîştinê hene. Ango raza zimanê me hê ji me re veşartî ye. Ji lewre me hê kilîta ziman bi destê xwe ne xistiye. Ji bo wî jî em kêmtêgehiştina xwe, em biyaniya xwe nekin stuyê zimanê xwe yê xweş û rind. Di vê hêlê de tu gotin li ser ziman nayê gotin. Angaşta me ev e ku yên bixwazin raza zamanê kurdî hîn bibin ango yên dixwazin têbigehîjin kurdî û hemû zimanên kevn ên mezopotamyayê hîn bibin, kîtabe û belgeyên dîrokî yên nehatine xwendin bixwînin yên wekî sumeriyan, hîtîtiyan û hyd. divê bi esasî bi kurdî baş hîn bibin. Têgehîştinekî baş li ser zimanê kurdî di xwe de çê bikin. Hemû zaravayên kurdî divê baş bê zanîn ev jî riya dîroka rastîn li me vedike. Riya çand û şaristaniyên kevn bi ber me dixe. Û berî her tiştî jî me bi me dide nasîn.


Wê çaxê divê mirov çi bike? Ji bo ziman û rêziman çi ji me tê û divê em çi bikin?


Di der barê viya de divê pêşî em saziyekê ava bikin. Ya jî em navenda saziyên ziman ava bikin.


Bi çi awayî dibe bila bibe li ser riya rast têgehîştina gelê kurd divê saziyekî ziman ava bibe. Ya jî yên ku hene di zemîna gel de bigehîjin navendiyekî û xebatekî yekdest bimeşînin. Ev jî wê dilê gelê me xweş bike û dilê dostan rehet bike. Bi vî awayî ew ê riya dahatûyek azad û xweş li pêşberê me vebe.


Zimanê me xweş e. Em çi qas xwe pê xurt bikin, em ê ew qas dilxweş bibin. Em çi qas jiyana xwe pê bi rê bixin wê ew qas jiyana me bixemile…


AZAD ZAL

heci is offline  
Eski 17-10-2007, 12:34 PM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Konum: ...:::ÞIRNAK CUMHURÝYETÝ:::...
Mesaj: 1,946
Üye No: 827
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6802
Rep Puaný : 679866
Rep Derecesi
€urotash has a reputation beyond repute€urotash has a reputation beyond repute€urotash has a reputation beyond repute€urotash has a reputation beyond repute€urotash has a reputation beyond repute€urotash has a reputation beyond repute€urotash has a reputation beyond repute€urotash has a reputation beyond repute€urotash has a reputation beyond repute€urotash has a reputation beyond repute€urotash has a reputation beyond repute
Varsayýlan


spas jı bo keda te hevalo

__________________
€urotash is offline  
Eski 17-10-2007, 12:39 PM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,337
Üye No: 494
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6143
Rep Puaný : 613947
Rep Derecesi
heci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Alýntý:
€urotash tafarýndan gönderildi Mesajý Görüntüle
spas jý bo keda te hevalo
spas xweþ heval...

heci is offline  
Eski 17-10-2007, 12:42 PM   #5 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Apr 2007
Konum: Wêlate kî bê sînor...
Mesaj: 1,568
Üye No: 100769
Cinsiyeti : Bayan
Ýtibar Gücü: 18237
Rep Puaný : 1823434
Rep Derecesi
gülazer has a reputation beyond reputegülazer has a reputation beyond reputegülazer has a reputation beyond reputegülazer has a reputation beyond reputegülazer has a reputation beyond reputegülazer has a reputation beyond reputegülazer has a reputation beyond reputegülazer has a reputation beyond reputegülazer has a reputation beyond reputegülazer has a reputation beyond reputegülazer has a reputation beyond repute
Varsayýlan


spas hevale heja bide ben kürtçe okuyabilsem.çok güzel olacak ama.

__________________
gülazer is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Duzimanî tiþtekî xwezayî ye lê… heci Çandi Giþti 0 28-09-2007 08:35 AM
Geþedan û Rewþa Hilberîna bi Zimanê Kurdî heci Çandi Giþti 3 05-09-2007 06:26 PM
Þemaya Pêþveçûnê ya Danûstandinê MÊVAN Çandi Giþti 0 23-04-2007 08:01 PM
Teblîxnameya Remezan Pertew bo sempozyûma Kurt- Kav'ê berxwedan Çandi Giþti 2 10-02-2007 03:09 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 06:33 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.