|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
DESTANA MEMÊ ALAN Gelî Kurdan! Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiþtî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêþ ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. JI SIYAMEND ISMET ÞERÎF RE)) Ji çiyayên Dêrsimê heya bi Loristanê, Memê Alan li her derên Kurdistanê bi nav û deng e. Biçûk û xort, pîr û kal, jin û mêr, nemaze di þevên zivistanê de, li dora dengbêjan kom dibin û bi saetan, lal û heyran guhdariya vê stranê dikin. Ev çîroka kurdî ya bi her awayî giranbiha, heya niha, nivîsandî neketiye nav kurdan. Ewrûpayiyan berî me qiymeta wê nas kirine û lez dane xwe ku vê destana evîneke pak û bilind, bi laþ û bi gewdebûna rûçikên miletê kurd ên berztir, bêxine pêþ xwendewarên xwe. Rojhilatnasên ewrûpî ku bi "Memê Alan" mijûl bûne çendek in: Berî giþan A.Socin (Sosen) di sala 1890î de, li Petresbûrgê (Lenîngrad), bi elmanî û bi zaravayê botanî ew nivîsiye û li Ewrûpayê belav kiriye. Piþtî wî A. Von Le Coq, li Elmaniyayê, di sala 1903an de Memekî Alan ê din çap kiriye. Di salên 1906- 1909an de Elmaniyeke din, bi nave Oscar Mann, li Berlînê, bi zarê Mukrî û bi elmanî tevî çend çîrokên kurdiyên din, wek "Xan Dimdim " Memê Alan daye cape û ew xistiye ber çavên miletê xwe. Kurdînasekî din, Hugo Makas (Makaþ), di sala 1926an de li Lenîngradê dîsa Memê Alan pêþberî xwendewarên ewrûpî kiriye. Di sala 1936an de, li Erîvanê çend Ermeniyên kurdîzan jî 3 guhertoyên Memê Alan bi kurdî çap kirine. Piþtre, dawiya giþan, di sala 1942an de kurdînasekî firansiz, Roger Lescot (Rojê Lêsko), piþtî xebata 4 salan, bi alîkariya rehmetî Mîr Celadet Bedirxan, Memê alan digel wergera wê bi firansizî, li Bêrûtê çap kiriye. Ev kitêb di nav kurdan de belav nebûye û bi tenê li cem çend kesan peyde dibe. Lê ev guherto ji giþan tekûztir e. Ji bo bidestxistina vê çîrokê Lêsko guhdariya bêhtirî 20 dengbêjan kiriye; yekî ji wan bi temamî ew ji ber nedizanî. Ji ber ku her wekî Lêsko bi xwe dibêje, bi windabûna emîr, axa û mezinên kurdan, dengbêjên hêja ji ortê radibin û ciyê wan vala dimîne. Eger ji îro bi þûn de em guh nedin folklora xwe (her texlît fen û hunerên gelêr) wê winda bibe û here. Niha em bêne ser Lêsko: Wî piþtî ku guhdariya gelek dengbêjan kiriye û heçî ji devê wan derketiye nivîsandiye, du dengbêjên din anîne, yek ji wan Mîþoyê Berazî û yê din Sebriyê Mihacir ê li Bêrûtê. Ev her du dengbêjên dawîn ji giþan bêhtir ketine aqilê wî. Piraniya çîrokê ji Mîþo biriye û ew bi sermiyanê Sebrî û yê dengbêjên din temam kiriye. Bi vî awayî,dibe ku Memê Alan ê Lêsko ji yên din tekûztir û dirustir be. Lê kêmaniyeke wî heye, ew jî sist û xwarbûna zimanê Mîþo ye. Kurmanciya wî ew qas di bin tesîra erebî û tirkî de maye ku carinan, ji kurdî yekcar bi dûr dikeve û dibe zimanekî din. Tiþtê ku em niha dikin ev e: Em Memê Alan ê Lêsko distînin, çi qas ji me bê, kurmanciya wî paqij dikin û tevî çend resman wê çap dikin û dixine destên xwendawarên xwe. Her wekî hûn dibînin. Xebata me ne bi salan, lê bi tenê çend mehan ajotiye. Tiþtê ku me kiriye, çi qas biçûk be jî, em bawer in ku wê bi kêrî milet bê û em hêvîdar in ku xwendawarên me, nemaze yên ku di nav milet de dijîn, bi kira me ya kêmbiha dilgerm bibin, qiymeta folklora xwe ya gelek zengîn nas bikin û stran, çîrok, destan û efsaneyên xwe yên gelêr bicivînin û wan rojekê bidine çapkirin. Em bêne ser Memê Alan: Gava yek li vê destanê hûr dibe, li ser pir niqteyan disekine û ji wan re li bersîvan digere. Esereke wisan tekûz, mitaleyeke kûr û dirêj dixwaze da ku qenc bête tehlîl û derskirin. Em pir hêvîdar in ku di rojên mandê de, ev û gelek destanên wek vê, di dibistan û zanîngehên me de bêne xwendin û tefsîrkirin. Niha, li gora zanîn û hunera xwe, em ê bi pirsên jêrîn mijûl bibin: A - PIRSÊN DÎROKÎ: Berî giþan,tiþtê ku nas e kevinbûna vê çîrokê ye. Bingehê wê ji Îsa Pêxember pir wê da ye, lê avahiyên bê hejmar li ser hatine danîn û gelek regareng bûye. Ehmedê Xanî bi xwe mewzûyê Mem û Zînê ji Memê Alan biriye û gelek tiþt jê guherandine û ew bi zimanekî pir edebî û bilind nivîsandiye. Pir mixabin ku zehf pirsên erebî û farisî xistinê! Lê Þêxê Xanî me mat dihêle gava dinivîse ku her tiþtên Mem û Zînê bi tenê ji serê wî derketine. Rêberê miletê kurd ê hozan di dibaçeya dîwana xwe de dibêje: "Ev meywe eger ne avdar e, Kurmancî ye, ev qeder li kar e. Ev tifle eger ne nazenîne. Nûbar e, bi min qewî þêrîn e. Ev meywe eger ne pir lezîz e, Ev tifle bi min qewî ezîz e. Mehbûb û libas û goþewar e Milkê di min e ne mistear e. Elfaz û meanî û ibarat, Inþa û mebanî û iþarat, Mewzû û meqasid û hikayet, Mermûz û menaqib û dirayet, Islûb û sifat û mana û lefz Esla ne kirin me yek ji wan qerz; Bilcimle nelayicî di fikr in Dûþîze û nû erûs û bikr in” Eger em guh bidin van beytên ha, divê em wisan bizanin ku her tiþt ji pejn û ramanên þairê me yê bêhemta derketine û berî wî, di vî warî de, tu çîrok û destan peyde nebûne. Xanî çima ev gotin kirine, em nizanin; ji ber ku, þa'irekî me yî din î mezin, Melayê Cizîrî, ku ji Xanî hîn kevintir e, di dîwana xwe de behsa Mem û Zînê dike û ji dilbera xwe re gotinên jêrîn dibêje: "Mûyekî ez ji te nadim bi du sed Zîn û Þîrînan, Çi dibit ger tu hesêb kî me bi Ferhad û Memê?" Mewzûyê Memê Alan ji Melê jî hîn pir kevntir e. Li gora dîroknivîsê Danimarkî yê Îrannasê bi nav û deng, A. Christensen (Krîstensin), destaneke wek ya Memê Alan, 1000 sal berî Îsa Pêxember di nav miletên arî de pir belav bûbû. Nivîskarekî Yewnanî, bi nave Charês de Mitylêne (Þarêsê Mîtîlenî) 500 salî berî mîladê çîrokeke wisan nivîsandiye. Krîstensin çîroka Þarês, bi kurtî wa neqil dike, (Di wextekê de du bira hebûn. Navê yê mezin Hystaspês // Hîstaspês // û yê biçûk jî Zariadrês // Zariyadrês // bû. Dibêjin ku zaroyên Adonis // Adonîs// û Aphrodithe // Afrodît// ê bûn) (1) Birayê mezin, Hîstaspês, Medya û welatên nivroyê Medya xistibûn destê xwe. Zariyadrês ji bakurê Behra Hezar heya bi Çemê Tûna hikim dikir. Ji vî çemî ber bi jor dibû welatê Maratan (Marathes). Padîþahê vî miletî Homartês bû. Wî bi nave Odatîs keçikeke gelek dilber hebû. Dibêjin ku þevekê Odatîs Zariyadrês di xewna xwe de dibîne û dilê wê dikevê. Zariyadrês jî, ji aliyê xwe ve evîneke xurt hej hev dikin û ji eþqa xewna þevê re mixlis dimînin. Odatîs spehîtira jinên Asiyayê bû û Zariyadrês jî bi çelengî deng dabû. Zariyadrês, ji bavê keçikê, Homartês re peyayekî diþîne û keça wî jê dixwaze. Lê, Padiþahê Maratan razî nabe, her wekî bêkur bû dixwest keça xwe bide yekî ji malbata xwe. Rojekê ji rojan, bavê Odatîsê hemi merivên xwe, mîr û mezinên welêt ji bo civîneke mezin vedixwîne. Lê ji tu kesî re behsa zewacê venake. Piþtî ku mêvan xweþ dixwin û vedixwin, Homartês deng li keça xwe dike û jê re dibêje: "Odatîs, keça min, em îþev daweta te dikin. Li dora xwe binêr û li mêvanan hûr be. Piþtre piyaneke ji zêr bigre, wê tije þerab ke û bide destê peyayê ku tu hez dikî bibe mêrê te. Tu yê hingê bibî ji wî." Berî demekê wê ji dilgirtiyê xwe re dabû zanîn ku daweta wê nêzîk bûye. Zariyadrês, zûka, bi hevaltiya paytûngerê xwe yê þer terka leþkergeha xwe dike û berê xwe dide qesra Odatîsê. Bi paytûna xwe ya herbî di pir welatan re derbas dibe û nêzîkî 800 qonax rê dibire. Gava digehe bajarê Odatîsê paytûna xwe tevî paytûnger, li cihekî dihêle û xwe dilezîne ciyê dawetê. Gava dikeve hundir, Odatîsê li ser piyan li pêþiya mêvanan dibîne. Keçikê hêdî, hêdî piyan dadigirt û digirî. Xwe digihîne wê û hêdîka jê re dibêje: "Odatîs, delala min, li ser xwestina te ez hatim. Ez Zariyadrês im." Bi dîtina vî biyaniyê çeleng ku mîna xeyala xewna wê bû, keçik dikene û bi dilxweþiyeke mezin piyanê dixe destê wî. Zariyadrês piyanê jê destîne û wê dibe ber devê xwe. Piþtre milê keçikê digire, ji qesrê derdixîne, wê dibe paytûna xwe û direvîne. Pîþekar, xizmetkar û cariye ji evîna wan agahdar bûn, kirin ku tu tiþtî nabînin. Gava Homartês pirsa keça xwe ji wan kir, wan devê xwe venekir û lal man." Xûlaseya çîroka Þarês li vir digehe dawiyê. Þarêsê Mîtîlên dibêje ku hemû rûniþtimanên Asiyaya Navîn pir hej vê çîrokê dikirin. Dîwarên peresteþgeh, qesir û xaniyan bi biserhatiyên wê dixemilandin û piraniya padiþah û emîran navên keçên xwe dikirin Odatîs. (3) Li gora dîroka Îranê ya kevn, Krîstensin li ser çîroka Þarês çend mulahezan dixe pêþ: Wisan dixuye ku Hîstaspês Vîþtaspa bûye û navê Zariyadrês li þûna navên her du kurên Lohrasp, Zarîvarî, Zarêr, ketiye bin qelema Þarês. Lohrasp û her du kurên xwe, ne li Medya, ango li rojava, lê li rojhilatê Îranê hikim kirine. Bi a dîroknivîsê danimarkî, Krîstensin, wek gelek çîrok, destan û efsaneyên îranî, ev çîrok jî ji rojhilat hatiye rojava. Ku çi be jî, tiþtê dikeve ber çavan ev e ku di romana Þarêsê yewnanî û di destana kurdî de pir niqte wek hev in: Mem û Zariyadrês ji hev ne dûr in, eger ê pêþîn kurê Adonîs û Afrodîtê ye, qehremanê me jî bi mûcîze hatiye dinê, û hespê wî, Bozê Rewan, bêtarekî efsaneyî ye. Nizîkatîya di nava Zînê û Odatîsê, Mîr Ezîn û Homartês, Bengîn û paytûngerê Zariyadrês de gelek hêsanî dixuye. Her wekî Þarês dibêje, ev çîrok bi awayekî gelemperî, di nav hemû gelên Asyayê ên berê de belav bûbû û bêþik ji nav Îraniyan derketibû. Lê ji aliyê kîjan miletê îranî, em nizanin. Tiþtê aþkera ev e ku, eger mewzûyê evînê, di bingeha xwe de, li cem wan gelan giþan yek bû jî li ba Kurdan, digel demê vê destanê, bi temamî, rengekî din stendiye, bûye misilman û xwerû kurd. Hêdî hêdî misilmanbûna çîrokê ji guherandina Þahê Periyan bi Xoceyê Xidir dikeve ber çavan. Bi kurdbûna xwe çîrok ketiye qalibekî din. Berî giþan, di destana me de, peya bêhtir in: her du ap û xalê Memê, Perî û Xoceyê Xidir, Beko û keça wî, Sitî û Mîr Þem, Ebeboz û tacirê mezin û ji hemûyan girantir, her sê birayên Celalî. Bi xistina Beko û Celaliyan nav vê destanê, çîrokbêjên kurd zîrekiyeke dramatikiya mezin,"Gênie dramatique", nîþan dane û ramana felsefeya Kurdan a kevin: Þer di navbera Qencî û Nerindiyê de, paþê bi tevkariya mirovên xêrxwaz bi Xwedayê Qenciyê re, serdestiya Qenciyê li ser Nerindiyê, ji bîra nekirine û xwe ji giyanê miletê xwe bi dûr nexistine. Em ê paþê dîsa bêne ser vê pirsê û hîn kûrtir lê hûr bibin. B- DÎROKA QEHREMANÊN DESTANÊ: Heçî Memê Alan, Mem kurtkirina navê Mihemed e. Me gotibû ev çîrok ji Rojhilat hatiye Rojava û hêdî hêdî misilman bûye. Misilmanbûna wê di wextekê de qewimiye ku kurdan êdî misilmantî welê qebûl kirine ku herçî ereb e li cem wan rengekî miqedes stendiye. Ji lew re, ne bi tenê navê qehremanê çîrokê kirine Mihemed, lê nijadê wî bi xwe gihandine Qureyþiyan. Jixwe, mideteke dirêj, li Kurdistanê hemû malmezinan, axa û þêx û emîran xwe digihandin malbata Cenabê Pêxember. Ma dibû ku, Memê Alan, peyayekî ew qas bilind û berz, lewend û çeleng, negihe nijadê Qureyþiyan?! (4) Lê tiþtê ecêb ev e ku Mem hem xwarziyê Qureyþiyan, Siltanê bajarê Mixribê û hem jî Padiþahê kurdan e. Vî tiþtî bi ya me, bi vî awayî cih girtiye: Di wexta mezinahiya Îraniyan de, dewlemendiya impratoriyetên wan bêpayan bû. Padiþah an impratorên wan carinan fars û carinan jê kurd bûn. Kurdan mesîrê xwe bi mesîrê van împratoriyan ve girê dabûn û bingehê ordiyên wan pêk dianîn û diketin hemû þeran. Emaret û heta padîþahiyên wan ên cihê jî hebûn, lê li ser serê giþan împratorên îranî bûn (kurd an fars) Gava Îran ji mezinatiyê dikeve, li rojavayê dewletine din ên mezin peyde dibin û cîhanê dixine bin lepên xwe: Yewnan, Roma, Bîzans, Ereb, Selahedînê Eyûbî û piþtre Osmaniyan. Me dikir bêjin ku ev dewletên ha, ji Eyûbiyan pê ve, giþ dijminên kurd bûn. Lê di wexta Selahedîn de, di bin serdariya wî de kurd hin merkezên bilind dixine destên xwe û li her derê dibine xwedî nav û rûmet. Dîrok dibêje ku piraniya leþkerên kurê Eyûb kurd û li ser wan jî mezin, mîrên kurdan bûn. Ne dûr e ku Selahedîn, Siltanê Misilmanan û Serdarê Kurdan, di mîjiyê stranbêjên me de ketibe þûna Memê Alan. Ev bi tenê gumanek e. Bêþik gumanine din jî mimkun in… Heçî navê Alan, li ser vî jî texmîn, fereziyat an guman ne hindik in. Hinek dibêjin ev nav piþtî Mem û Zîna Ehmedê Xanî ketiye devê dengbêjan. Her wekî, bavê Memê berdevkê Mîrê Botan bû û di þeran de alaya wî hildigirt, vê leqebê ji Memê re întîqal kiriye. Lêsko texmîneke din dike, dibêje ku di wextekê de bakurê Qefqasiyayê, heya çemê Tûna, di destê miletê "Alains" -Alên- de bû. Dîroknivîsên Rojhilatê Alên kirinê Alan. Di wexta Sasaniyan de Alênan nîvroyê Qefqasiya vegirtine, gihane Çiyayên Zaxros, heya bi Sileymaniyeyê. Di folklora ermeniyan de ev bûyer bi evîna Ardaþês bi dotmîra Alênan re hatiye qeydkirin. Niha, bi tenê qebîleyek ji eþîra Swêsnan (minteqeya wezne. Serdeþt, li Îranê) navê Alan hilgirtiye. Kurdên Îranê ji welatê navbera Sileymanî û Bane re jî Alan dibêjin. Na'ê çemê ku li dora Rewandizê, ji kalêfan derdikeve, Alûna ye. Dîroknivîsekî romanî, pline (plîn) jî behsa miletekî Alûnî dike ku li wan deran rûdiniþt. Lê her wekî tarîxa Kurdistanê û nemaze ya rûniþtimanên wê baþ ne hatiye derskirin, di vê babetê de jî zanîna me bi tenê texmînî dimîne. Heçî Mîr Ezîn, gelo þexsê wî dîrokî ye, an di devê çîrokbêjên de þûna yekî din girtiye? Di guhertoya Miþo de navê Mîrê Botan Ezîn kurê mîr Tacdîn e. Li ba hin dengbêjên din û di Memû Zînê de dibe Mîr Zeynedîn, kurê mîr Evdal. Þerefname di babetê Mîrên Botan de navê du Mîr Evdalan dide nasîn. Yek ji wan neviyê Xalid Bin Elwelîd bû û ji bavê xwe miqateaya Finikê stendibû (2) Bi vî awayî, wî tu caran hikim li Cizîra Botan ne kiriye. Ne xwe, îmkan nîn e ku Mîr Ezdîn kurê wî be. Li ser Mîr Evdalê din. Þerefname tiþtekî din î dirêj nanivîse. Bi tenê dide zanîn ku bi navê Mîr Ezzedîn, an Mîr Ezedîn kurekî wî hebû. Di sala 1393an de Mîr Ezedîn dice Mêrdînê û li ber Tîmurleng xwe xwar dike û vedigere Cizîra Botan, emareta xwe. Hingê kurmancekî ku xerabiyek bi Tîmurleng kiribû, xwe diavêje bextê wî, Tîmurleng wî peyayê ji Mîr Ezedîn dixwaze, lê Mîr bi gotina wî nake. Îcar Mongol diavêjin ser Cizîrê û wê talan û xapûr dikin. Mîr Ezedîn nakeve destê wan, direve û xwe digihîne Erohê. Li wê bi sofîtî, bi nimêj û diayan emrê xwe temam dike. Du sed sal bi þûn de, Mîr Ezedînekî din, kurê Xan Evdal, bi hevaltiya bajariyan birayê xwe, þeref, dide kuþtin û emareta Cizîrê dixe destê xwe. Þerfname dibêje ku heya sala 1596an, sala nivîsandina Þerefnamê û sed sal berî Mem û Zîna Xanî, Mîr Ezedîn hîn sax bû. Lê tu dîroka kurdî navê Mîrekî Botan, wek Zeynedîn (Zeydîn, Zengîn) nayine. Navê Ezîn ku Miþo li Mîrê Botan dike, ji hemûyan bêhtir nêzîktirî rastiya dîrokî xuya dike. Hingê, ji giþan maqûltir, Ezdînê dijminê Tîmûrleng tête bîra me. Lê her wekî Lêsko dibêje, di destê me de tu isbatên tarîxî nîn in ku em karibin vî tiþtî iddia bikin. Bi xwe, bi gotina Miþo jî, Mîr Ezîn ne kurê Mîr Evdal, lê kurê Mîr Tacîn e. Her wekî me got mewzûyê çîrokê gelekî kevn e û wisan ev tiþt qewimiye? Çima çîrok li bajarê Mixribê dest pê dike û piþtre bi temamî li Cizîrê derbas dibe û tê de Mîrê Botan ne çîrîn tête nîþan dan? Dibe ku, her wekî Bazîl Nîkîtîn, kurdnasekî Rûsî, dibêje ev çîrok, ji aliyê dijminên Mîrên Botan hatiye guhertin û ketiye vî rengê ha ev gumanek e. Em bi xwe, gumaneke din mimkun dibînin. Niha hatiye zanîn ku piþtî babelîska 9an virde, heya ketina tirkan a Kurdistanê, li welatê me senate, bazirganî, þaristanî û dewlemndî pir pêþve diçin û îqtîsadiyen her derên Kurdistanê bi hev re girê didin, siyasiyen zerûreta yekbûna welêt di nivîsandinên þairên kurd de dikeve ber çavan. Melayê Cizîrî, di þiîreke xwe de, xwe ne bi tenê þairê Botan lê yê hemû Kurdistanê hesab dike û dibêje : (Gulê baxê Îremê Botan im Þebçiraxê þevê Kurdistan im) Em dibînin ku Ehmedê Xanî vê zerûreta ha dike bingehê xwestina raman û hebûna xwe. Lê yekbûna Kurdistanê bi cih nayê, ji aliyekî ji ber dijminatiya hundir û ji aliyê din jî, ji dijminatiya derve, nemaze ji ya romî û eceman. Di destanê de padîþahek û mîrekî kurdan hene. Padîþahê kurdan destê xwe dide mîrekî wan û bi ixlas, dixwaze pê re girêdanên xurt bîne meydanê. Lê Mîr merivatiya wî naxwaze, ditirse ku bi vê girêdanê, emareta wî ji destê wî here û bikeve destê padîþahê kurdan. Gelo em nikarin bêjin ku miletê xwe? Ma edebiyeta milet, ya gelêr bi xwe, her gav rewþ, raman, hiþ û hêviyên vî gelî naxe çavan? Ji aliyê dîrokê, Zîn me hîn bêhtir di tariyê de dihêle çima jê re Zîna Zîdan dibêjin, em vê jî nizanin. Em hêvîdar in ku di mandê de edebiyatnasên me van niqteyan hîn ronaktir bikin… C- REWÞA EDEBÎ: Ji aliyê edebiyatê ve, her wekî berê jî me gotibû, mixabin ku zimanê Miþo xwar û sist e! Ê Sebrî ji yê wî çêtir e, lê ew jî ne pir dirust û bilind e. Di destanê de perçeyek heye, Lîstika setrencê, ji aliyê ziman, awa û salixdan tiþtekî tekane ye. Xanimeke serhedî ew ji rehmetî Mîr Celadet re gotiye. Lê rebenê, her wekî ji zû de ji welêt derketiye, ji Memê Alan, di bîra wê de bi awakî xweþ bi tenê ev maye. Weznên beytên ne pir lihev in, lê digel vê yekê þahesereke folklorî ye. Heçî qafiyên çîrokê yên gelemper bi xwe ne zengîn û xurt û klasîkî ne, (guh nade rêzên erebî û farisî). Bi piranî bi çemîkirina pirsan tête pê. Malik bi xwe ne mewzûn in. Beytên pir dirêj û beytên pir kurt hene. Di hemû stranên þer û çîrokên mewzûn ên kurd de isûl ev e. Ev tiþt li gora bêhna dengbêj tête sazkirin. Li gora rêzê þiîrê yên kevn ev awayê ha bêqîmet tête jimartin. Lê li gora edebiyata îro, li gora þiîrên serbest (le vers libre), dibin eserên pir hêja. Eger þaiîr û edîbên me isûlên erebî û farisî berdin û di folklore xwe de li çêre ya xwe bigerin û îlhama xwe jê bistînin, ne bi tenê ew ê tiþtên bijarte bînin mêydanê, lê ji cihanê re serweta xwe ya milî ya mezin bidin zanîn û wan heyran bihêlin. Digel zarê ku Memê Alan pê hatiye nivîsîn ne pirî bilind e, tê de wesfên wisan spehî hene ku bi tenê di roman û trajediyên (eserên edebî, nemaze yên teatro yên dilêþand), pir hêja de têne dîtin. Li wesfa Zînê ya raketî binêrin: (Eniya gewr e, madena zîran e, Biskên bi rewa xwe berdane ser hinarikên rûyan, Bisk û qeter berdane ser guliyan e, Xwe berdane ser textê piþtê û qolincan e. Taximekî hûr jê re wûnan e, Berdane ser pêsîr û sepet û derziyan e.) Û wesfa giyanî ya Zînê, gava dibihîse ku Mem hatiye Cizîrê: (Ji nuh ve, dilê wê rabû mina behran e, Pêlan xwe davêtin ji serî heya lingan e, Dîsa derd û kulan serî hildane, Lê ne mina berê, bêhêvî ye ji hatina Memê, Padîþahê kurdan e,) Çeko bi xwe, piþtî ku dizane Mem ji bo Zînê hatiye, li ber du birayên din rewþa xwe ya nefsî çi xweþ derpêþ dike û dibêje: (Ez Çeko me, ez ne î dîn im! Mina gurê çile, zik birçî û dev xwîn im Eger niha sed mêr bi ser min de werin, ez yekî di Yê din nagihînim. Ku bajarê Cizîrê giþt li piþt wan dîsa ez xema giþtikan nakþînim.) Wek sehneyên tiyatro ji van salixdanan çêtir, di alemê giçî de kêm pêyda dibin. Hûn li hale Hesen binêrin gava Çeko li ser gotina xwe vedigere: (Hesen çav di serî de sor bûne mina çavên ejderha ne, Sîng radibe û datê mina pêlên behran e. Por lê gij bûye, mina striyan e.) Gava di lîstika strencê de Mem zora Mîr dibe dengbêj lîstika Memê bi awayekî wisan salix dide ku em xwe li ber meydaneke þer dibînin. Temaþa kin: (Temaþageran zanî xurt e Memê Alan, Mîr Ezîn nikare hilîne bar û berbarî, Bi rim û gurz û þeþperî, Mem kete nav eskerên Mîr. Sefê pêþîn xera kir, di baskan ve kete hundir. Siwar ji hespa daxistin, peyar dan ber lingên fîlan. Bera birc û barû da pêþî, dijmin stend, Li þah hate wer, rex û ferzîn kirin hêsîr.) Dengbêj westa tabietê jî ji bîr nakin û tê de zîrekî nîþan didin. Çemê Dîcle di biharê de bînin ber çave xwe: (Çem sor bûye, mina xwîna mêran e, Pêl davêne serê pêlan e Delxe davêne serê delxan e Lê dixînin li kuntarên çiyan e.) Em dirêj nekin. Eger em bigerin hîn pir tiþtên hêjatir dikarin peyde kin û bêxine ber çavên xwendewaran. Qiyameteke din di Memê Alan û di hemû stran, destan û çîrokên kurdî de hene, ew jî ev e: Di zimên de "bêjeyên dengîn" hene ku bi dengê ku didin mana wan xuya dike. Bi firansizî ji wan re dibên "homonothopêes" pirsên wisan di edebiyatê de, eger xweþ bêne istimal kirin, pir bi biha ne. Rancine (Rasîn), yek ji "trajedînivîsên" firansiz ên mezintir, di mesrehiyeta xwe ya "Andromak" de ev malik nivîsandiye: (Qules sont ces serpents qui siffent sur nos têtes?) (Kêl son sê serpan kî sîfl sûr no têt ?) Bi kurdî: (Ev marên ha ku li ser sere me difîkînin çi ne?) Li vir, bi kurdî ji dengê pirsan tu tiþt dernakeve. Lê bêjeyên firansizî dengekî wisan derdixînin ku jê bi xwe, fîkandina maran xweþ tête guhê me û pê hebûn û tev, dana maran li ser sere me, me bêhtir tînin heyecanê. Ev beyt di edebiyata firansizî de pir bi nav û deng e. Di dibistanan de, gava dixwazin bilindahiya nivîsanên Racine bêxine ber çavan vê beyta ha mîsaleke tekane didin zanîn û bi satean û bi rojan minaqeþê li ser dikin. Lê, ê me di folklore me de tiþtên wisan bi zehfî tên dîtin her wekî: (Bû þîngîna þûran… çîrkerçka þirîtan… Jê tê fiþîna maran û çelpîna masiyan…) Eger yek li wan bigere, mîsalên wisan pir dikevin ber çavan. Mixabin e ku gelek pirsên hemdeng li pêy hev nayên. Lê teqez di perçeyên edebiyên me yên gelêrên din de peyde dibin. Divê bi tenê yek bala xwe bidiyê û li wan bigire… Lê di Memê alan de, ji aliyê edebî bihayên destanê û xurtiya çîrokê ya dramatîkî (5) Memê alan digihînin dereceya eserên nivîsarên cîhanþûmûl, wek Homarê yewnanî, Shakespeareyê îngilîzî, Rasînê fransizî û Gotê û Þillrên elemanî. Ji nivîsarên van hunerbazên mezin, ya nêziktirê destana me Romeo û Julieta Þekspîr e. Qehremanên wê jî wek qehremanên ya me dilketiyên bextreþ in: her du rebenên Romeo û Juliet, wek Mem û Zînê nagihîjin evîna xwe ya pak û bi agir û dibin qurbanên wê. Qehremanên Shakespeareyê, ji bo yek û din xwe dikujin. Bi rastî em dikirin bêjin ku Mem bi xwe, bi awayekî adetên dizanin, bi têkilkirina xewn, qeder û hêzên mezin û ne xuya, çîrokvan Mem û Zînê dikin þehîd û wan diþînin bihuþtê. Bi vî awayî evêna wan muqeddes û herhey dibe. Di Memê Alan de ne bi tenê baweriyên ola islamî lê baweriyên pir kevn jî dorên mezin dileyzin: Mem û Zîn bi destê periyan hev dibînin û hej hev dikin. Ehmedê Xanî bi xwe, di wexta xwe de, vî tiþtî êdî napijêre û ji bo hevdîtina Mem û Zînê Roja Newroz û karnavalekê minasibtir dibîne. Li cem Shakespeare jî Romeo û Juliet di karnavalekê de rastî hev tên û dibin dilketiyên hev. Lê berê, bêperî, tiþtên mezin, xweþ û spehî pêk nedihat û çîrok û destan bê wan tarî, bêaheng û sar diman. Em bêne ser rûçikên aþxasên destanê: Mem çi meriv e? Berî her tiþtî evîndar e û evîna wî dijwar û dilsoj e, bi dereceyeke wisan ku hiþ di sere wî de nahêle. Digel vê yekê eger di wî de cewherin mezin ên bingehîn hebûna wê dîsa xuya bikirana. Lê, bi rastî, di pir cihan de em wî ji vala dibînin. Mem peyayekî dilhiþk e: ji feqîr û berdevkê xwe re zalim e. Hezjixwekirî û xwe dibîne. Xweþ dizane ku Zîn dergistiya Çeko ye, digel vê yekê alîkariya celaliyan dixwaze û bi ser de jî xwe û pê pozbilind dike û ji Zînê re xwe bi hevaltiya wan fortin xwe dide. Bi dil ketiya xwe re tu nazikiyê nîþan nade li ser kaniya estelê, çi bi hiþkî pê re xwe tev dide! Piþtre xwe di tevgerên xwe de pir caran riya sistiyê digire. Gava bi leþker re diçin þerê eceman, di fen û hîleyan xwe ji hevalin xwe dide alî û vedigere cem Zînê. Sistiya wî, nemaze di zindanê de xuya dike. Li ber qederê yekcar qels û bêzar dibe. Di Mem û Zîna Xanî de Mem bi rengekî din e, xwediyê sinciyekî bilind, mêr, comerd û bi her awayî bi rûmet e. Evîna wî jî hîn safîtir û berztir e. Di dawiya dîwanê de yekcar dibe. Tesewifî û hezkirina wî ji Zînê re bi hezkirina Xwedê re dibe yek. Di zindanê de gava Zn jê re fermana azadiyê tîne, Mem guh nade vê fermanê û bi dia û dîndarî terka dine didê. Di hin guhertoyên Meme Alan de Mem bi bêbextî tête kuþtin, bêyî ku mirina wî di paþ wî de, tiþtekî musbet bihêle. Nagihê evîna xwe û bi tevger û kirên xwe jî bi tu awayî bi kêrî însaniyetê nayê. Lê, di destane de ku Miþo distirê wisan dixuye ku dengbêj di bin tesîra Þêxê Xanî de maye. Ji bo þîrînkirina Mem li ber çavên me, çîrokbêj wî dike pîþkarê çend tevdanên bi rûmet. Mem hej zanînê dike û bi zorbetî zaro û xortan dide xwendin. Hesen ji bo wî mala xwe þewitandiye û kurê xwe avêtiye nav agir, Mem, piþtî ku j i destê Mîr xelas dibe, xwe diavêje nav þewatê û kurê Hesen jê derdixîne û sax dike. Di zindanê de bi xwe bi mirina xwe razi dibe û bêdeng dimire. Heçî þexsê Mîr Ezîn, tiþtê em jê dizanin peyayekî ne dûrbîn, ji xwe nebawer, sist û ceberût û di destê Bekoyê Ewan de lîstok e. Di dîwana xwe de Ehmedê Xanî lewma ji emîrên wisan dike ku hefsarên xwe dane destê peyayên gelac û wêranker. Xanî þîretan dide wan ku xwe ji van celeb merivan bi dûr xînin û karên emareta xwe saztir û duristir bikin. Lê dijmin û nîr nehiþt ku þîretên þaiîrê me di sere mîrekan de cih bigire. Heçî Zîn, di Meme Alan û di Memû Zînê de naguhêre: Di her duyan de dilketiyeka fehîtok, lê xwenas, jixwebawer û dûrîn e: xêrxwaz, dilovan û þîrîn e, bi rûmet û dîndar e. Di destana Meme Alan de, da ku ji bo wan tu xwîn neyêt rijandin, li ser kaniya Qestelê Zîn ji Memê dixwaze ku wê birevîne û rat bi rast wê bibe bajarê Mexribiyan. Dîsa di Meme Alan de, qebûl nake ku Hesen piþti mirina Memê, Mîr bikuje û heyfa Padiþahê Kurdan jî hilîne. Di Memû Zînê de jî Beko efû dike, ji ber ku bê wî ne wê û ne jî Memê ne dikarîn li wê dinyayê herin bihuþtê. Di Meme Alan de Sitî kebaniyeke mîranî ye. Belê, bêdeng li ber emrên Hesen xwe xwar dike lê gava Hesen û birayên wî ji mal dûr in ew bi xwe qirarên giran dide û piþtî mirina Memê lewman li her sê birayan dike û ji wan bi cihanîna wezîfeyên wan dixwaze: Hilanîna tola Memê. Lê, li ba Xanî bi xwe, Sitî doreke pir e biçûk dileyîze. Di despêka romanê de behsa wê dibe, lê piþtre êdî tu karî nake. Beko bi xwe, di Meme Alan de û di Memû Zînê de, bi temamî ne yek in. Di bin qelema Ehmedê Xanî de, Beko bi tevgerên xwe, bi dîndarî û bi bawerî, armancên Xwedê bi xwe tîne cih. Xwedê ew bijartiye ku bibe sebeba windabûna her du dildaran li vê dinê û ya xweþiya wan li axretê. Lê wê dinyayê ew bi xwe ne ceza, lê mikafat dibe. Di dawiya Memû Zînê de Beko di buhiþtê de dibînin: Bekoyê Þeytan dibe bekoyê buhiþtîn. Ehmedê Xanî felsefiya xwe ya tasawifî, di dîwana xwe de bi laþ û gewd dike. Ew tasawifa ku Þeytan ne wek periyekî saqit, lê wek tevkarê Xwedê û yekitî perestê wî yê tekane nîþan dide. Bi destê Þeytan Xwedê insane ji rê derdixîne, wan diþîne, pîs û nizm dike, da ku paþê wan bigihîne xweþî, delalî, azadî û bilindahiyê. Piþtî kuþtina Beko, Zîna Ehmedê Xanî, der heqê wî de, van gotinan derpêþ dike: Ji ewil ve eger çi wî wefa kir Axir bi me re ewî wefa kir Zahir wî eger mixalefet kir Batin bi me re mûwafeqet kir Xwe winda kirin, perîþan û ji her tiþtî mehrûm bûn û piþtre ji nû ve, bi awayekî ronak, jixweagah, azad, bextiya, serbilind bûn (Aliênation-dêsaliênation) ramaneke felsefî ye pir kûr û berz e. Ev raman bingehê felsefiya du peyayên elmaniyên bi nav û deng pêk tine: Hegel û Marks. Hêgil mîsalî ye: li gora wî pêþî û paþiya her tiþt raman, fakir, giyan e. Di pêþiyê de raman û madde –tabiet- yek bûn, yekbûneke peihêt û xurt. Di vê yekîtiyê de pêþî û serdestî ji ramanê re bûn. Ev yekitî midetekê dom dike, lê piþtre raman, ji ber ku her tiþt di destê wê de ye, xwe ji maddeyê xwe dikiþîne aliyekî û maddeyê jî dehf dide aliyê din. Demekê wisan dimîne. Lê paþê raman, her wekî madde cewherê wê bû, ji bitenêbûnê xwe kêm dibîne, bêhnteng û bêzar dibe û êdî xwe nas nake. Da ku bigihe rewþa xwe ya ewil, li maddeyê digere û dide pê wê. Gava digihiyê pê re hevjîn /eke (tihêse) nû pêk tine. Di vê hevjînê de raman û madde di reþeke /diyalektîkî/lihevdanî de ne, yekitî ya wan yekitiyeke demdar û bi xir û cir e. Piþtî midetekê di vê hevjînê de raman xwe ne tekûz dibîne. Ji heyîna xwe dîsa bêzar dibe û li maddeyê radibe. Hinge raman/anti–thês / lêrabûnek / ê saz dike. Hinekî ji xwe dide maddeyê û hin tiþtên bi kêr, tiþtên misbet jê distîne û diçe bi van tecrûbeyên xwe û yên bi maddeyê re / syntêe/lihevgihan/ekê pêk tine. Piþtre dîsa ev lihevgihanjî xerab dibe û raman ji nû ve hevjîneke zengîntir û firehtir datîne. Ev hevjîn lêrabûn û lihevgihan tim dom dikin bêyî ku raman û madde bikarin wek di pêþiyê de yekitiyeke xurt û sabit bînin meydanê. Lê di her lihevgihaneke nû de raman dewlemendtir, bilindtir û bextyartir e. Ev fikrên ku me derpêþ kirin di kitêba mentiqa Hêgel a mezin -Gross logik- de hatine nivîsandin. Di felsefeya xwe ya tarîxê de -Philosophie der Weltges cheti- Hêgel ji esmanê ramanê tête xwar û dikeve nav mirovan û dibêje ev hevjîn, lêrabûn û û hevgihan dîroka insaniyetê durist dikin û wê tînin meydanê. Di pêkhatina dîrokê de raman di destê peyan an jî miletên hêja xwe digihîne maddeyê, jê cewherên xwe distîne û zîrekî û rûhaniyeta wê bi pêþ ve dibe. Û ev tevger tu caran nasekine û her bi rê ve diçe. Hêgel ji aliyekî wisan difikirî û ji aliyê din jî pêþveçûna tarîxa insaniyetê di hikûmeta Prûsyayê de dida rawestandin. Bi ya wî bi hebûna dewleta Prûssiyayê mirovatî êdî gihabû kombeta xwe û sekinîbû. Heçî Marks bi xwe maddî ye. Ango, bi ya wî pêþî û paþiya her tiþtî, heta hiþ, raman, giyan bi xwe, madde ne. Hiþ û raman bi tena xwe tu caran peyde nebûne û nabin. Hiþ û raman netîceya pêþveçûna mirov û tabiî ne. Bêsaziya mêjiyê insane yê xas. Hiþ û raman qet nedihatin wicûdê. Hiþ bi xwe, bi celebekî din ji maddeyê pê ve ne tu tiþt e. Lê, piþtî ku insan e bi laþê xwe gihaye dereceyeke ku jê hiþ peyde bibe, insan e ji afirandiyên din bi dûr dikeve û þûna ku wek wan ku ber tabiyetê reben, bêdeng û destgirêdayî dimîne û xwarina xwe tê de hazir bibîne, li tabîet (xweza) radibe, wî li gora hewcebûnên xwe diguhêrîne û her diçe ser destiya xwe li ser wê firehtir û xurtir dike. Bi guherandina tabîtê ku tê de dijî, mirov tabîetê xwe jî, her ku diçe, diguherîne. Di navbera mirov û tabîet de xirûcireke diyalektîkî, lihevdanî heye, wek riya pêþveçûna ramanê ya li ba Hegel, an ku ya hevjîn, lêrabûn û lihevgihanê, mirov dîroka xwe pêk tine û her bilindtir û azadtir dibe. Li cem Marks insan e cihê ramana nependî digire û ew bi xwe mirovatiya xwe bi destê xwe bi cih tîne. Lê bi ya Marks, insan e afirandiyekî bi tena xwe lê civakî ye. Di despêkê de girêdanên wî bi mirovên din re girêdanên pir tabiî, xurt lê teng û hindik in, ji ber ku hîn detspêka pîþk û xebatên wî bi tabîetê re ye. Hin despêka alet û hacetan ne. Lê, her wekî insan e êdî her û her xwe bi tabîetê re tev dide û zor dide xwe ku her di vê wî ku di destê xwe de çêtir bigire û hikmê xwe li ser wî zêdetir bike, hacet û alavên xwe pêþve dibe, bi vê pêþveçûnê, dan û stendinên wî ne bi tenê bi tabiyet re lê bi însanên din re jî bêhtir, firehtir, kûrtir û pihêttir dibe. Bi vî wayî di civatan de /beþa karan/ xwe nîþan dide. Bi belavbûna bêþa karan, hêdî hêdî milk û ku civakî bû, dibe ferdî, dewlemendî, xizanî û koletî dikevin nav civatê. Danûstendina tiþtan jî ji nav eþîrê der dikeve û dibe nav nijadî. Bi peydebûna bazirganiyê pere derdikeve meydanê û her diçe di civatê de þûna her tiþtî digire û dibe armanca hemû tevgerên însane: Ji bo peydekirina pere û milk ne ji bo civatê bi temamî lê bi tenê ji bo xwe insan e xwe diavêje her texlîd pîsîtiyê. Milk û pere ku endamên civatê kirine dijminên hev û ji wan hisên însaniyên tebiî birine, xwe xistine þûna cewherên wî. Mirov ku însaniyeta xwe êdî wenda kiriye dide dû wan di baweriya ku wî bigihînin tiþtên însanî yên ji wî winda bûye. Lê bi vê tevgerê xwe hîn bêhtir winda dike û nizmtir dikeve. Di civateke wisan de milk, pere, beþa karan û dewlet dibin sebebên windakirina insên û derketina wî ji rûçikên rastîn ên insanê /Causes delAiênation de l home/bi vî awayî þûna ku mirov bi destê însanên din, bi awayekî agahdar, hêzên tabîet bixe destê xwe hember tabîetê zêdetir bike, dikeve paþ xuliyan û ji cewherên insaneî yên bingehîn bi dûr dikeve. Marks dibêje ku heya niha beþa karan a civakî, pere, milk ê xas û dewlet, bi awayekî diyalektîkî, lihevdanî, /bûn sebebên pêþveçûna însaniyetê. Va dixuye ku diviyabû insan pir nizm bikeve da bikaribe xwe rake û serbilind bibe. Di vê babetê de Marks bi xwe wiha dibêje/diviyabû ku afirandina însane bikeve vê perîþaniya mezin ku bikaribe hemû dewlemendiya xwe ya li hundir bide zayîn/ Ev ramana bi temamî li cem Ehmedê xanî bi xwe heye. Li van malikan binêrin: heta nekevit ji ewcê izzet heta negihête xakê zillet ew nabite salikê terîqê ew nabite maesera heqîqê Li ser vê niqteyê: xwewindakirin, nizmketin, madiyan û însanyên perîþanbûn û piþtre xwe ji nû ve nasîn, bilind û bextiyarbûn. Hegel û Marks xwe digihînin seydayê me yê gewr Ehmedê xanî. Divê bizanin ku çiraya kurdîtiyê 100 salî berî Hegel û 150 sal berî Marks hatiye dinê. Di dîtina wan de, bêþik hin ferq hene: Xanî bextiyariya însane dihêle ji bo bihuþtê, Hegel insên dike /giyanekî nependî/û Marks mezinahiya însên li vê dinê dixwaze û wê mimkun dibîne. Lê riya ramana diyalektîkî li cem her sêyan jî yek e û ev ji bo me pir pir hêja ye. Me behsa Bekoyê Xanî kir, lê di Memê Alan de Beko þer bi xwe ye û naguhere. Li wê dinyayê jî þerxwaz dimîne. Piþtî mirinê bi xwe Mem û Zîn ji xerabiyên wî xelas nabin. Heçî Bengîn, derstbirakê Memê ye û bi dil û can pê ve girêdayî ye. Bi ser de jî mêrxas û þervanekî fêris e. Li gora hin dengbêjan Bengîn bi Mem re tê heya bi Cizîrê û tu caran terka wî nade. Tacdînê Xanî cihê Bengîn û yê Hesen ê me tevde digire û di riya hevaltî û desbirakî de alîkariya Memê dike û ji bo wî fedekariyên mezin nîþan dide. Lê Tacdînê Mem û Zînê bi temamî hemberî Hesen nayê. Mêr û comerd e, mixlis û canbêzar e, lê berberî Hesen sist û nerm e. Gava hevalê wî tê girtin û dikeve zindanê, Tacdîn hazir e, lê xwe têkil nake. Piþtî girtina Memê, azadkirina wî li ser xwe digire, berê ku vî tiþtî bi zorê bibe serî, kalekî diþîne cem Mîr û efûya wî jê hêvî dide kirin. Di Meme Alan de Hesen û her du birayên wî xwediyên rûçikên xweþ cih girtine. Hesen,bi tenê comerdî, mêvandarî, mêranî, dostanî, rastî û þehamet bi xwe ye. Di wî de rûçikên miletê kurd ên bilindtir baþ bi cih bûne. Û va ye bi awayekî wisan yek dibêje qey çîroka Memê Alan tevde ji bo afirîna þexsê Hesen, kirin û mihaweriyên wî bi birayên wî re hatiye sazkirin. Hebûna Hesen û birayên Memê Alan ji çîrokeke xeyalî derdixîne û dike /dirameke teatroyî /drama thêatra/Ango Memê Alan dibe þahesereke exlaqî û namir. Wekên /sophocle/sofokl/ê yewnanî, an /Shakespeareyê inglîzî û yên din. Bi nivîsanên welê însan ji mezinahiya xwe agahdar dibe, ew kesê ku vê destanê dixwîne, wê dibihîse, an jî, wek li welatên din, temsîla wê dibîne, dibe Hesenekî din, xwe dixe postê wî û bêyî ku pê bihese qenctir û bilindtir dibe; her wekî, di dîwana Xanî de, bi tasawufî Zîn dibêje, mirov ji heywaniyata xwe dûr dikeve û ber bi însaniyeteke bilindtir ve hil dibe. Hebûna Hesen di vê çîrokê de ramaneke felsefî û kêr e! Di navbera wî û Mem de çi ferqên mezin hene! Mem mehkûmê qeder, mehkûmê cin û perî, mehkûmê hêzên ne xuya ye. Mem girêdayî û esîr e. Di dawiya destane de, bi bextê xwe razî dibe û li ber qewetên nependî sere xwe datîne. Çi gava kirekê dibe serî, yan bi zora sihrê, yan jî bi alîkariya perî, Xoceyê Xidir an jî bi ya Þêxan e. Mem hîn ew insan e ku ji însaniyeta xwe, ji zanîn û qudreta xwe ne agahdar e. Ew hîn mirovê demên sihêrbazî, demên tarî û yên nezaniyê ye. Hesen bi zimanê mirovên demên pêþveçûyî xeber dide. Ew ji qudreta însan e. Ji qewetên vîna insanê xweþ agahdar bûye. Koletî û pîsîtiyê qebûl nake. Mirovekî azad û serbilind e. Ji bo parastina welêt alîkariya Mîre xwe dike û bêperwa diajo ser dijmin, lê gava bêrûmetî ji Mîr derdikeve Hesen li kuþtina wî digere û tim wî ditirsîne. Em dikarin bêjin ku Hesen jî kole ye; lê ew koleyê tiþtên welê ye ku, însaniyetê ew di pêþveçûna xwe de kar kirine û ew ji xwe re bihayên girantir danîn. Ma hezkirina rastî, li gotinên xwe re xwedîbûn, fedakirina her tiþtên xwe yên þexsî yên giran ji bo yek din an ji bo civatê ne bihayên sincî yên her heyînê ne? Ji bo parastin û bicihanîna van bihayên havîna Hesen tu caran nayê hejandin. Li ber xelkê, her du birayên dinjî wek wî hatine naskirin. Di babetê mêvandariyê de tu carê Xaniyê mezin ji Mem re bi vî awayî salixa wan dide: /Gava yek peya dibe li mala wan, cane xwe feda dikin di riya wan. Bi her awayî derman dikin kula dilê mêvanan e/ Hesen li ber xizmeta mêvanê xwe sekiniye, ku çawa ew ê alîkariya Memê bike: /Ne ez ji te re dibêm bi kêfa xwe be, Ez ê hîmê bajarê Cizîrê bihejînim, Ji derdê te re derman çare bikim, bînim./ Piþtî ku Hesen Memê dike birayê xwe, vê biratiyê jê re bi vî awayî dide nasîn: / Biratiya min ne biratiya þivanan e. Gotinên min ne gotinên zarokan e. Ez naxwazim kesî bixapînim bi þoran e. Ne jî adeta min e ku bikim lehf û guran e. Biratiya min qewîn e, mîna capê merbendan e/ Bihayê ku didine gotinên xwe wisan bi nav û deng bû ku gava ereban dixwest bidin zanîn ku tiþtê dibêjin nayê guhertin, yeke, nabe dudu, digotin: // Gotina kurdî ye//, binêrin niha ev adetên bilind ên kurdan di Hesen de çawa bi gewde bûne: / Ma mirov nan dixwin, ne mîna dewran e Mêr têne girêdan bi gotinan e, Ne wek heywan bi hefsar û merbendan e./ Gava Çeko li ser gotina xwe vedigere, ji bo Hesen êdî her tiþt winda bûye, mane bêrûmet ji Çeko re dibêje: /Te him xerab kir navê mêran e, Him jî xerab kir navê kurdan e, Êdî nema serê me tu caran ranabe li pêþberî kesan e. Wey sed xwezî bi mirina me her sê biran e û nebi van kirinan e!./ Li mêranî û fedekariya wî binêrin, mezinê biran e, Lê barê girantir ji bo xwe dihêle. Ji birayên xwe re dibêje: /Bîst û pênc taxên bajêr li me her sê biran par kin, Taxên ku çekên wan xurt in û peyayên wan mêrxas in bi para min tenê xînin. Ku eger hûn hêsabê hikûmeta Cizîrê dikin, wê jî wek weqîkê bi ser barê birayê xwe de daçikînin./ Çeko jî mêr û mêrxas e. Bi tiþtên sincî wek Hesen pihêt nehatiye girêdan. Lê, ji aliyekî din, livînên wî gelek însani û tabiî ne. Gava dizane ku dilketiya Mem, Zîn e, dergistiya wî ya sê salan e, Çeko nikare xeyda xwe veþêre û serî li ber birayê mezin xwar ke. Bi dijwarî lê tenê bi qencî û bi þîret, tête ser wada xwe. Lê piþtî ku sergermiya wî diçe, êdî heya dawiyê ji rast dernakeve û tim bi ya Hesen dike. Heçî Qeretacdîn, biçûkê biran, bi dil û can girêdayî yê kekê xwe ye. Tu caran nayê bîra wî ku gotinên Hesen biþikîne. Bi îþaretekê, di cih de þûrê xwe dikiþîne û ji ber þerê Çeko xwe pêk tine. Ma ji bo birayekê wek Hesen kî dikare jê lomeyan bike? Hesen çi qas ku hiþk e, lê mezinahî bi xwe ye. D - PIRSÊN CIVAKÎ: Ji aliyê civakî Memê Alan me fêrî pir tiþtan dike û li pêþ hin pirsan jî me þaþ dihêle. Berî her tiþtî ji me re bajarê Cizîrê yê kevin dide naskirin: Em dibînin ku bajarekî gelek mezin û bazirganî bû: 25 tax, qesr û qonax û bazirganên gelek dewlemend tê de hebûn. Mîr, an þêxê tacirên wan mal li her derên /dine û memleketan /digerand. Tiþtê hêja, bazirganên Cizîrê bi xwe xwediyê sinciyekî bilind bûn dewlementirê wan bi Mem re wisan xeber dide: /...Îþev li apê xwe bibe mêvan, Ez ji te re vekim dikanan û mixazan e. Ku bi van neb û vekim genc û defînan e. Rake heya dilê te dixwaze peran e: Tu bi tenê raberî apê xwe bike wî cihî bi tiliyan e Ez ê wê mehelê xerq kim bi mêl û zêran e: Ji te re biqedînim vê meraqa dilan e. Heya niha karê vê mala me ev e: em ê mêl berhev kin paþê bidin di reya dilê camêran e / Lê wek hemû bazirganên cîhanê xurtiya /apo/ jî di mal û pereyê wî de ye. Gava dizane ku îþê Mem tenê bi kuþtina mêran wê safî bibe, zû xwe ji meydanê dikiþîne û xwe dide alî. Lê, ji bo tiþtên însanî, ji aliyê mal û pere xwe di cih de diavêje pêþ. Piþtre, di Memê Alan de behsa ebebozan pir tête kirin. li Cizîrê taxeke wan hebû û bajar bi wan dagirtî bû. Wisan dixuye ku di wextekî de bajarên Kurdistanê tije ebeboz bûn. Li hin cihên din ji wan re /ebesor/, an /pêxwas/ digotin. Pêxwasên Diyarbekirê bi mêrxasiya xwe bi nav û deng bûn. Heta ji xwe re /folkloreke/ xas pêk anîbûn. Ji stranên wan / bêmale/ bi nav û deng bû. Lê em dibînin ku ebebozên Cizîrê parsek, sextekar û tirsonek in. Dibe ku ev jî ji dijminatiya çîrokbêj bi Cizîra Botan re wisan hatine salixdan. Peydebûna tebeqeke civakî wek a ebebozan di bajaran de koçeke dîrokî ye û tê re pir welatên ewrûpayî derbas bûne. Di babelîskên 13-14-15-û 16 an de bajarên Fransa û Îngilîstanê bi van kesên bêkar, serserî û þerxwaz tije bûbûn. Sebeb çi ye? Bi pêþveçûna bazirganî, sinaet û bajaran û bi xurtbûna hikûmetên merkezî, îqtaî sist dibûn û nema dikarîn þerê hev bikin. Ji lew re, peyayên ku berê ji b o vî tiþtî xwedî dikirin, ji cem xwe bi dûr dixistin. Wan jî berê xwe dida bajaran û tê de li karekî digeriyan. Hinek diketin ordiyên welatê xwe, hinek diçûn xizmeta padiþahên din dikirin û hinekan jî welatê xwe berdidan û diçûn welatên din û li wê ji xwe re kolî çêdikirin./ Îspanyol, Îngilîz, Firansiz û hinekên din /û hinekên wan jî midetekê bêkar û serserî geriyane heya roja ku senaet pêþ ve çûye, hingê bi karkerî ketine. Di Memê Alan de xuya ye ku Kurdistan jî di vê koça han re derbas bûye û her wekî me got, dijminên me nehiþtine ku welatê me pêþde here ji aliyê senaetê, febrîqe û karxane, bigihin dereceya Ewrûpa û Emerika û heta ji wan çêtir jî bibe. Çima na? Kabiliyetên miletê me û imkaniyatên welatê me ji yên wan ne kêmtir in. Li ser rewþa siyasî ya bajarê Cizîrê jî destana Memê Alan me ji hin tiþtan agahdar dike. Me dît ku paytextê emareta Botan merkezeke bazirganî û bajarekî boþ bû. Wê Mîr, hikûmet û qanûn hebûn. Di gel vê yekê hikmê mîr ne pir xurt bû: Di navbera wî û her sê celaliyan de berberiyeke mezin hebû. Hikûmetê hîn bi temamî zora eþîrtiyê nebiribû. Dîsa dijminên me yên derve nehiþtin ku emartên me ji vê koçê derkevin, yekitiya Kurdistanê û hikûmeteke merkeziyeke xurt pêk bînin. Li ser vê niqteyê di çîrokê de tezadek xuya dike: ji alikî Mem padiþahê Kurdan e û dixwaze emaretên kurd bigihîne hev, ji aliyê din jî Hesen û birayên wî dijminên hikmê merkezî hatine nîþandan. Lê eger yek baþ lê hûr bibe wê bibîne ku ev tezad ne kûr e, lê bi tenê li ser rûye bi rastî Hesen ne dijminê Mîr e, lê bi tenê ji ber sistiya wî bi leztir doz û dawên xelkê safî dike. Delîl ew e ku gava welat dikeve tengahiyê Hesen xwe dide pêþiya leþker û di cih de diajo ser dijmin. Gava xeber tête wan ku Ecem wê bavêjin ser Botan, Hesen, bêdudilî, þuxilê Mem berdide û di vê babetê de jê re van gotinan dike: /…Bira, ferzan li sinetan stû badane. Êdî ha tu û ha mal, min carê gotiye em bi hev re biran e / Li ser vê pirsê yek dikare tiþtekî din jî bibêje: dengbêj Kurdistaneke yekane hêvî dike, lê ji bo vê Kurdistanê ziamên bi rûçikên Hesen, Çeko û Qeretacdîn dixwaze. Bi vî awayî, dibe ku, bêagahiya xwe çîrokbêjê ramanên fêlsefiya / diyalektîk / ya Hegel bi rengekî edebî bi cih anîne: pêkanîna / lihevgihaneke/ nû ku ji ya kevn çêtir û bilindtir be. Di Memê Alan de tazadeke din di pirsa þêxîtiyê de jî xuya dike: Mem bi mucîze hatiye dine û xwediyê keramet û mucîzeyan e û bi qeder û qiyamet e. Lê ev mezinahiyên ha ji aliyê bavê bêhtir ji yê xalanên wî, ji aliyê þêxên Qureyþiyan jê re bexþ bûne. Em dibînin ku xalê wî, Emer beg û ew bi xwe mucîzeyên mezin nîþan didin. Lê gava evîndarê Zînê dibe û bêhal dikeve û þêxan tînin ku ji derdê wî re çare û dermanan bibîne, Mem wan diqewitîne û der heqê wan de bi hiþkî gotinên xerab dibêje. bi xalê xwe re wisan xeber dide: Ez di dil de birîn bûme, hûn tînin ser min þêx û melan e. Ez çavên xwe digirim ku bibînim xiyala Zîna Zêdan e, We ji min re aniye qeflê sewtariyan e. Çima þêx ku di hin derên çîrokê de tiþtên ecêb tînin meydanê û gelek bi hurmet in, li vir wisan ji qiymet dikevin û têne pîskirin? Gelo ne ji ber ku þêx û mela xwe têkîlî her tiþtî dikin û dixwazin her tiþtî bi yek awayî derman bikin. Millet qederê wan digire û hej wan dike gava tiþtên hêja tînin meydanê, lê gava bi niviþtan û bi berbejnan / bi xwendina navên cin û periyan / dixwazin nexweþiyên mezin derman bikin û xelkê bixapînin, millet ji wan aciz dibe û henekê xwe bi wan dike. Ji çîrokbêjên me ev niqte ne hatiye veþartin… Me pêþgotin gelek dirêj kir, ji ber ku gava yek Memê Alan çi qas dikole jê pirsên hêja derdikevin. her wekî, em tê de hin adetên kurdî dibînin ku niha li pir cihan winda bûne, an li ber windabûnê ne. Çîrok dibêje ku gava Sitiyê mirina Mem bihîst, rabû jê re / dareþînê xemiland /da ser piþta Bozê rewan û heyanî sibê ew li dora qonaxê gerand. Ma ne heyf e ku adetên wisan çeleng ji nav me rabin, herin…! Tiþtekî din jî dikeve ber çavan: Kurdan berê ji îro bêhtir rûmeta jinan digirt. Civatzanî fêrî me dike ku berê di civatê de pêþî ji jinan re bû. Ji vê saziyê re / Matriarcat/ - hikmê jinan – digotin. Di wê wextê de, zarok ku dihatin ne ji bavê lê ji dê re bûn, tu heqê bavê li wan nebû. Di male de bi xwe, heta di nav eþîrê de jî û piþtre di dewletan de bi xwe, serdestî ya jinan bû. Li vir cih musaede nake ku em li ser vê pirsê dûr û dirêj binivîsin. Lê bi kurtî dikarin bêjin ku piþtî pêþveçûna civatê, serdestî ji destê jinan derket kete destê mêran. Ji vêsaziyê re /patriarcat /- hikmê bavan- hate gotin. Di vê guhertinê de, hêdî hêdî jin bû koleya mêr û kete bin destê wî. Li cem hin miletan, wek yewnanan, cihuyan, ereban, hindiyan û çiniyan meseleyên, rewþa jinan yekcar pîs bûbû. Jin ji civata mêran hatibûn qewitandin û di malan de cihekî xisûsî ji wan re hatibû duristkirin. Piþtî ku kurd bûn misilman gelek adetên ereban qebûl kirin û hin ji adetên xwe yên kevin avêtin. Yek jê bi çarîk û pêçekirina jinan û dûrxistina wan ji karên civakî bû.Vê adetê di gundan de bi xwe û di nav eþîran de cih negirt. Di strana Memê Alan de em dibînin ku keç û xilamên Cizîrê bi çarîk û hêzar in. Gava li ser kaniya Qestelê, Mem li ber xwe dibînin, wan ji serê xwe diavêjin erdê û rû û porê xwe aþkera dikin. Dengbêj dibêje ku hinge / bû kurmanciya gewr / û biskên qîzan ketin ser rûyê wan. Bi xeyra gund û eþîran, adetên me yên kevin û hêja, ne bi temamî be jî, bi piranî hatine parastin. Ji aliyê jinan de kurdan wekî miletên din nekir, rûmeta jinan girt û tefrîqeke mezin ne xist navbera jin û mêr. Metelokeke kurdî dibêje: Þêr þêre, çi jine, çi mêr e. Di Memê Alan de jî em vê rûmetê ji jinan re dibînin: gava her du periyên xwîþk, tavbanû û heyvbanû ji xwîþka biçûk, stêrbanû re wad didin ku Mem û Zîn þanî wê dikin, wada xwe bi vê gotinê li ser xwe digirin: /Þeva li mixriban be, qerara tev bi gotina jinan e, Em ê ji te re Zînê deynin di qonaxa Memê Alan, peytextê Mixribiyan e/ Her du perî bi gotina jinan sond dixwin û wada xwe bi cih tînin. Ma ne gerek e ku jin û mêrên me adetên xwe yên kevin û hêja vejînin û ji dinê re nîþan bidin ku kurd ne li paþ miletên din in?!. Pirseke din jî heye ku dive li ser wê jî em çend gotinên binivîsin: pirsa tesîra tekmeriv û ya komel li ser meþa dîrokê. Çîroka me dewra qehremanan, dewra zilamên bijarte û ya mucîzeyan e, êl û komel ne di hesêb de ne. Bi xwe, di destanê de ji aliyê êlê, em ne gundî ne cotkar ne jî karkeran dibînin. Bi tenê ji me re behsa feqîran û ya ebebozan pir têtekiri. Û ev ebeboz bi xwe bi awayekî çi qas pîs û kirêt hatine salixandin! Gava hemû ebebozên Cizîrê berê xwe didin kaniya Qestelê ji bo kuþtina Memê û Zînê, du peya bi tenê, Çeko û Qeretacdîn, wan ditirsînin û wan vedigerînin Cizîrê. Xweþ xuya dike ku hingê komel hîn ji xwe bêagah, bêarmanc û bêtaqet bû. Li hin ciyan, çîrokbêj, bi devê ebebozekî, dixwaze hin cewherên xizanan derpêþ bike û dibêje: /Di roja teng de namûs bi der tê ji feqîran pirtirî ji began û axan e./ Lê Mem dizane ku ji destê wî tu tiþt dernakeve û xwe dilezîne ku xwe bispêre gernasên wek Hesen, Qeretacdîn û Çeko. Hingê demê wisan dixwest. Lê demên îro bi hêzên nû re raman û stranên nû jî anîne. Îro qeweta komel peyayên wek Hesen ji ortê raneke. Lê ev qewet dibe Xoceyê Xidir periyên wan. Bi vê pêþgotina xwe ya dirêj me xwest em dewlemendiya çîrokeke kurdî bixin ber çavan. Di Memê Alan de hîn pir tiþt hene ku dive bêne derskirin. Me bi tenê di vî warî de riyeke biçûk vekiriye. Em hêvîdar in ku xwendewarên me vê riya hanê firehtir bikin û ji bo çêtir naskirina dîrok û giyanê miletê kurd kinc/ folklora/ wî ya veþartî derînin derve û pê çanda cîhanê zengîntir bikin û pêþ ve bibin! Çîroknivîs Nûreddîn Zaza 1- Xanî di dawiya dîwana xwe de, di nav kaniyên çîroka xwe de çêla efsaneyên Botan jî dike, lê navê çîroka Memê Alan nayîne. 2- Afrodît, di Efsaneya Yewnanan de Xwedeya spehîtî û ya evînê bû. Heçî Adonîs di Efsaneya Fenîqiyan de Xwedeyê lewendiyê bû. Afrodîtê hez jê kiriye û daye dû wî. Li Libnanê, li çiyayên Byblos (niha Cubeyl), Adonîs çûbû nêçîrê. Li wê li ber qiraxên çemekî, rastî hev tên. Navê vî çemî piþtre dibe Adonîs. Piþtî midetekê, di nêçîrê de, Adonîs ji aliyê berazekî kûvî tête kuþtin. Piþtî mirina wî, di wextê Fenêqiyan de, her sal li Bîblos (Cubeyl) gelek bi fexfexe Cejna Adînos çêdibû û ji dorhêlên Behra Spî pir xelk dihatinê. Îro, di muzexaneyên mezin de pir texlît timsalên Adonîs û Afrodî tê hene. 3- Di çîrokên yewnanî de paytûngerên qehremanê çîrokê, di yên kurdî de, ciyê destbirak, an ê birayê axiretê digire. 4- Dîroka ereban dibêje ku çil û yek zarokên Xalid Binî Welîd hebû. Tenê ji wan Evdirehman mezin bûye, ew jî kordûnde miriye. Heçî ên mayî tev biçûkî mirine. Jê re dibêjin ku mîrekên Botan ne Xalidî, lê Xaltî ne, ango eslê wan Êzdî bû. 5- Liberhevsekinandina du hêzên miakis: Hesen û Çeko, Mîr û Mem û Zîn û Beko, qeder û vîna insan…. Nîþe: Em ji bo tevkarî û alîkariya wan a ji bo peydekirina vê pêþgotinê, malavayî li Konê Reþ û Rezoyê Osê dikin. (Kovara W) |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| baŞkentler..:: | cakmakmy | Genel Kültür | 11 | 22-04-2008 12:52 AM |
| Baþarýlý Emzirme Kýlavuzu | MaVi_TüRKü | Çocuk | 1 | 25-10-2007 03:23 PM |
| DNS Anlatýmý [Ayrýntýlý] | Serhad | Bilgisyar Donaným Desteði | 4 | 13-10-2007 06:06 PM |
| DNS AnLatým (AyrýntýLý) | ReaL_02 | Bilgisayar Yazýlým ve Ýþletim Sistemleri | 3 | 23-06-2007 11:33 PM |
| KendÝ KendÝne Meme MuayenesÝ Nasil Yapilir?, <<<Her kadýnýn bilmesi gerekir>>> | death | Genel Saðlýk | 5 | 19-09-2006 02:26 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.