Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 07-10-2007, 02:04 AM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Mesaj: 254
Üye No: 3124
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 5773
Rep Puaný : 577013
Rep Derecesi
Bendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond repute
Lightbulb Têkoþîna me , divê ji bo berbihev anina zaravên zimanê kurdî be


Zana Farqini ki ye?
Zana Farqini, yek ji zimanzan u Ferhengkarê herî mezinê Kurdistana Turkîyê ye. Zana hetanî niha di gelek kovar u rojnameyên Kurdî de, xebitîye u her weha ji, gelek miqale u nivîsan nivsandiye. Li ser ziman u rêziman u biwêjên zimanê kurdî gelek xebatên wî yên bi nirx hene. Zana, xwedîyê mezintirin Ferhanga Kurdî ye ku hetanî niha li Turkîyê çap buye. Sedem kar u barên derheqê peydakirin u kom kirina peyv u kelîmeyên Kurdî, li Turkîyê ji Zana re dibêjin '' Nêcîrvanê Peyvikan''Zana, di xebatên xwe de hetanî niha geyîþtiye 166000 kelîmeyên Kurdî. Du ferhengên Zana Farqînî hene. Yek "ferhenga Tirki-Kurdi"u ya diduyan jî : "Ferhenga- Tirki". Ev Ferheng ji 135.000. PEYVêN Kurdî pêk hatine u tenê bi Kurmanci ye.


''Hetanî Kurd Nebin Xwedî û Serwerê Welatê Xwe, Zimanê Wan ji, Nabe Zimanek Serdest"

Em dîzanîn ev demeke dîrêj e ku tu dî Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê de dîxebîtî. Derheqê kar û barên Enstîtûye de tu dîkarî çî bîbêjî? Tu dî kîjan beþî de kar dîkî û Zana Farqînî heya îro dî çend deveran re derbas bûye?

Rast e, çendî ku ez jî sala 1997'an bî vîr de, em bîbêjîn bî awayekî profesyonel lî Enstîtûyê dîxebîtîm jî, lê ez jî destpêke ve dî nav kar û barê wê de me.

Wek tê zanîn, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dî 18'ê avrêla (nîsana) 1992'an de hatîye avakîrîn. Jî wê demê û heta nîha, enstîtu dî gelek gêdûkan re derbas bûye. Ez naxwazîm bî kîtekît û yeko yeko lî ser bûyer, rûdan û tîþtên ku hatîne serê wê, rawestîm. Dî nav çardeh (14) salan de, me gelek xebat pêk anîn. Ev xebat jî, tev de xebatên endamên me ne.

Gîranîya xebatên me lî ser zîman, dîrok, wêjeya klasîk û zargotîna kurdî ye. Dî van waran de em bawer dîkîn ku xebatên gîrîng û hêja hatîne kîrîn û encamên van xebatan jî wek weþan jî raya gîþtî re hatîne ragîhandîn. Çend berhem ne tê de, hemû berhemên me bî kurdî ne. Ev xebatên ku heta nîha jî alîyê enstîtûyê ve hatîne kîrîn, çendî hem jî alîyê hejmarî (çendanîyê) û hem jî jî alîyê çawanîyê (wesfê) ve ne bî dîlê me bîn jî, dîsan em dîfîkîrîn ku me wek sazî xebatên baþ kîrîne.

"Ferhenga ku min amadekirîye, ji KU MÎN AMADE KÎRÎYE, JÎ 135.000.Peyvên Kurdi, pêk hatîye"



Jî ber pîrsa weya ka ez dî çî beþê de kar dîkîm û her wîha dî çend deveran re derbas bûme, ez van agahîyan bîdîm. Ez bî xwe nîha hem endamê desteya kargêr a sazîyê û hem jî serokê beþa zîmên îm. Mîn dî kovara Rewþen a Navenda Çanda Mezopotamyayê de (sala 1991) pêþî dest bî karê weþangerîyê kurdî kîrîye. Ez endamê desteya nîvîsaran a vê kovarê bûm. Pîþt re mîn dî rojnameya Welat de dest bî karê redaktorî û edîtorîyê kîr, ku em dîkarîn bîbêjîn ew rojnameya tekane ya xwerû bî kurdî bû ku lî bakur û Tîrkîyeyê gav avêtîye gorapana weþankarîyê. Wek tê zanîn weþana bî navê Rojname, bî hejmara xwe ya provayê berîya wê derçûbû lê pîþt re berdamî nedabû weþana xwe. Paþê, pîþtî ku rojnameya Welat hate gîrtîn, me îcar dî Welatê Me de karê xwe berdewam kîr û ez bûm berpîrsê karê nîvîsaran ê wê yê pêþîn. Jî ber çend nîvîsar û nûçeyên hejmarên wê yên cuda cuda, mîn ceza xwar. Mîn lî Dadgeha Ewlekarîyê ya Stenbolê bî kurdî îfade da. Ez kketîm gîrtîgehê.

Pîþtî ku ez jî gîrtîgehê derketîm, ez bûm gerînendeyê wê yê weþanê (mudîrê Weþanê). Heta ku rojname hate gîrtîn, mîn ev kar domand. Lî dawîyê ev rojname jî hate gîrtîn û me lîgel çend hevalan zend û bendên xwe ba dan û me îcar rojnameya Azadîya Welat derxîst. Her wîha ez bûm gerînendeyê weþanê yê pêþîn ê vê rojnameya heftane jî.

Jî ber cezayê ku lî mîn hatîbû bîrîn, esehî û aþkera bû, mîn dev jî rojnamegerîyê berda û ez ketîm kargêrîya Enstîtuya kurdî ya Stenbolê. Jîxwe xebat û lêkolînên mîn ên lî ser zîmanê kurdî her berdewam bûn. Dî sala 1997'an de mîn dest pê kîr û mîn her du ferheng amade kîrîn. Pêþî ferhenga tîrkî-kurdî (dî sala 2000'î de) û dî pey wê de jî ferhenga kurdî-tîrkî (dî sala 2004'an de) amade kîr.

Zîmanê Kurdî dî tu qonaxa dîrokê de nebûye zîmanê perwerde û fêrbûnê. Her wîha nebûye zîmanê fermî û jî bo pêþdeçûyînê alîkarîya desthîlatan nedîtîye. Zîman dî mercên wîha zehmet de ber bî wîndabûnê ve dîçîn. Çawa dîbe ku zîmanê Kurdî hetanî îro hebûna xwe parastîye?

Belê, ev gotînên we hewceyî lêkolînê ne. Ez bî tevayî tevî van gotînên we nabîm. Lê eger mebest jî van gotînan ev be ku heta Kurd nebîn xwedî û serwerê welatê xwe, zîmanê wan jî nabe zîmanê serdest û dî her warê jîyanê de nayê bîkaranîn, ez jî lî ser gotîna we me. Lîgel vê rewþê jî, dîvê ku dîsan mîrov medreseyan qet jî bîr neke. Çendî ku dî van medreseyan de zîmanê kurdî dî rêza dîduyan de be jî.

Em bî çend gotînên kurt lî gorî Bakurê welêt çêlî rewþê bîkîn. Lî Bakur heta destpêka damezîrîna komara kemalî rewþeke cuda heye. Pîþtî avakîrîna komara Tîrkîyeyê, sîyaseteke nû serwerî her tîþtî dîbe. Êdî dema rejîma kemalî ye û tekparêzî (monolîzm) heye.

Pîþtî ku medrese tên gîrtîn û lî her derê dîbîstan tên vekîrîn, rewþeke nû jî bo zîmanê kurdî dest pê dîke. Her wîha zîmanê kurdî tê qedexekîrîn. Wekî ku hûn jî dîzanîn, zîmanê fermî, zîmanê perwerdehîyê, zîmanê çandê, zîmanê hevpar, em kîn lê bîxîn tîrkî ye û dî her warê jîyanê de serdest e û bergeh bî temamî jê re hatîye fîrehkîrîn.

Zîmanê radyoyan, zîmanê çapemenîyê, zîmanê televîzyonan ne kurdî lê belê bî tîrkî ye. Her ku bandor û hîkarîya dem û dezgehên rejîmê lî bakurê welêt zêdetîr dîbe, bîþîvîn û helîna (asîmîlasyona) kurdan jî pê re zêde dîbe. Êdî dî jîyana rojane de jî, zîmanê kurdî serî jî tîrkî re datîne. Em bî rîhetî dîkarîn bîbêjîn ku, lî deverên gundewar hîn jî zîmanê kurdî serdest e, lê asîmîlasyon zora van deran jî dîbe. Em dîbînîn ku zîmanê kurdî lî van deran jî lî ber zîmanê tîrkî têk dîçe, derbe dîxwe, qels û lewaz dîkeve. Mîxabîn, dîlê mîn jî vê yekê pîr û pîr dîêþe, lê ez rewþê wîha dîbînîm.

Îcar çîma gelo komara Kemalî ku jî heþtê salî zêdetîr e, tehde lî Kurdan û zîmanê Kurdan dîke û jî bo ku Kurdan dî nav xwe de bîbîþêve, wan bîþîbînexwe, bî kurtasî asîmîle bîke, çî jî destan tê dîke jî, nîkare zîmanê Kurdî bî tevahî jî holê rake, an jî hetanî nîha bî ser neketîye?! Sedemên vê yekê ne yek, gelek în. Kurd neteweyeke dêrîn û kevnar e, Kurd bî hezaran sal în ku lî ser axa bav û kalên xwe ne. Jîyan û jîyara wan a cîvakî ku mîna êl, hoz û tîreyan dîjîn, cografyaya wan, karekterên wan ên neteweyî, rewþa wan a xwendewarî û nexwendewarî, kevneþopîya wan a zargotînî, jîyana wan a olî, helwesta wan a sîyasî, mercên wan ên aborî û hewd. kîrîne ku sîyaseta asîmîlasyonê lî ser wan bî ser nekeve.

Hewce ye em bînîn bîra xwe ku kurd dî dema osmanî de jî û jî destpêka avakîrîna komarê de jî tîm dî nav xebatên sîyasî de ne. Her bî rejîmê re têkoþîyane, serî hîldane, xwe lî çîyayên xwe gîrtîne. Ev rewþa hanê jî rê lî ber sîyaseta dewleta Tîrk gîrtîye, nehîþtîye ku ew mîrad bî armancên xwe bîkîn, kurdan bîhelînîn û bîqelînîn.

Lî gor zanîna te dî zîmanê kurdî de çend peyv û bîwêj hene? Ferhenga te ya bî nîrx jî çend peyva pêk hatîye, berhema çend rojan e?

"Zenginiya zimanê me, ferkes diheyrîne"

Bersîvandîna vê pîrsa te gelek zor e. Jî ber ku hîn zîmanê kurdî bî tevayî nehatîye tomarkîrîn û qeydkîrîn. Ango hemû peyv û bîwêjên wî ,neketîne ferhengan. Tîþtê ku ez dîkarîm der barê zîmanê kurdî de bîbêjîm ev e. Mîn dî ferhenga xwe ya kurdî-tîrkî de ku dî sala 2004'an de derket, cîh daye 166 hezar madeyî. Eger ez bî gotîneke dîn bîbêjîm, ferhenga mîn a navborî jî 131 hezar madeyê destpêkê û jî 35 hezarmadeyên berdewam (bîwêjan/îdyoman) pêk tê. Ev ferheng jî, bî tevahî kurmancî ye. Ev gotînên ku ez dîbêjîm gîþt jî bo zaravayê kurmancî, kurmancîya jorê ne.

Ez hîn jî bî berdewamî peyv û bîwêjên nû lî vê ferhengê zêde dîkîm. Karê mîn ê berhevkîrînê bêrawestan dîdome û ez þaþ û metel dîmînîm ku, ew çend bêje û îdyom dî zîmanê me de hene. Bî rastî, bêyî ku ez pîrole (mîbalexe) bîkîm, zîmanê me mîna deryayekê ye. Ev alîyekî wê, alîyê dîn jî hîngî zargotîna wê dewlemend e, mîrov tîm û tîm rastî bêjeyên nû, an jî leqayî wateyên wan ên dîn tê. A ev zengînî û dewlemendîya zargotînê jî bûye asteng û kelemekî mezîn lî pêþîya asîmîlasyonê.

Zengînîya zîmanê me her kesî dîheyîrîne, tew em dev jî tîrkan berdîn gelek kurdên me yên xwende, rewþenbîr û pêþeng jî bawer nakîn ku zîmanê kurdî ev çend dewlemend e. Jî mîn dîpîrsîn û dîbêjîn tev ev qas peyv jî ku anîn, a nîha bera ev peyv hemû bî kurdî ne û hwd.

Em wîsan jî xwe, jî eslê xwe dûr ketîne ku bawerîya me jî êdî bî me, bî zengînîya çand, huner, edebîyat, zargotîn û zîmanê me nayê. Ew qas jî nabe, mîrov ew çend jî jî xwe re nabe bîyan heyra.

Heta ku em nebîn serwerê xwe û lî her bîhostê axa bav û kalên xwe bî rîhetî negerîn zargotîna xwe berhev nekîn, berhemên xwe yên klasîk venekolîn, xebatên meydanî nekîn em nîkarîn bîbêjîn ku, ew qas peyv û bîwêj dî zîmanê me de hene û zîmanê me xwedî gencîneyeke ev çend mezîn û zengîn e. Cîhê gencîneya peyvên zîmanê kurdî dî nav zîmanê cîhanê de ev e û her wekî dîn.

Serokê Enstîtûya Zîmanê Kurdî ya Dîyarbekîrê bîrêz Ebubekîr Çelebî dîbêje ku bîla zaravayê soranî bîbe zîmanê gelemperî yê kurdan. Hûn dî vî warî de çî dîfîkîrîn?

Der barê zaravayên Kurdî de, ez xwedî ramaneke cuda me. Lî ba dîlê mîn hemû zaravayên (dîyalektên) Kurdî þîrîn în û mîn navê ku kurd jî hemû zaravayên xwe zaravayeke nû dîrust bîkîn. An jî, jî nav zaravayan zaravayek jî bo zîmanê fermî, zîmanê hevpar (muþterek) hîlbîjêrîn.

Wekî ku tê zanîn, gava dî destpêka sedsala bîstî de netewedewlet ava bûn, rêbaza tekparêzîyê (monolîtîkîyê) jî xwe re bîjartîn. Kadroyên avaker û damezîrînerê dnetewedewletê her tîþtê xwe lî ser tekîtîyê ava kîrîn. Tek zîman, tek çand, tek nîjad, tek ol û nîzanîm tek çî û ne çî. Ev yek lî gorî ruhê felsefeya netewedewleta wê demê dîhat kîrîn. Lê îro ev felsefe dîguhere. Karakterên dewletên neteweyî jî dîguherîn. Pîranîparêzî (pluralîzm) tê tercîhkîrîn, dev jî tekanîtîyê tê berdan. Pêwîst e ku em jî lî gorî vê rewþa nû tev bîgerîn û jî derdên xwe re lî çareyan bîgerîn. Þaþî û çewtîyên ku nîha gelên pêþketî, gelên cîhana bîserketî dev jî wan berdîdîn, em nekîn. Dîvê ku tecrûbeyên wan, ezmûnên wan, kîr û kîryarên wan jî me re bîbîn rênîþander û berxweþker.

"Têkoþîna me , divê ji bo berbihev anina zaravên zimanê kurdî be"

Lî alîyê dîn, ez alîgîr îm ku her zarava lî ser warê xwe serwer be û her zarava dî nav xwe de bîbe xwedî standardekê, bîbe xwedî pîvaneyên hevgîrtî, yekgîrtî. Ev jî têr nake dîvê ku hemû zaravayên kurdî jî bo ku zarava ber bî hev de werîn, jî hev peyv û bêjeyan, terîm û têgîhan bîgîrîn. Jî bo ku lîteratûra wan nêzî hev û dîn bîbe, xebatan bîkîn. Peyvên wan ên ku eynî ne, dîvê dî zîmanê nîvskî û axaftînê de derkevîn pêþ. Ango, hewce ye ku em alî û layên wan ên ku nêzî hev în, derxîn pêþ, ne hêl û alîyên wan ên ku dûrî hev în.

Têkoþîna me dîvê jî bo berbîhevanîna zaravayan be, ne jîhevdûrxîstîna wan be. Dîbe ku jî bo me zaravayek bîbe zîmanê fermî û hevpar. Lê ev jî ne bî darê zorê, dîvê lî gorî rezamendî û qebûla raya gîþtî be. Qet nebe lî gorî zemînê û rastîya me kurdan be, ku cemawer bîpejîrîne. Hewce ye em þert û mercên dîrrokî, sîyasî, cîvakî û çandî jî lî ber çavan bîgîrîn û wîsan der barêzîmanê hevpar de tev bîgerîn, bîryaran rast, bîryarên pêkhênanbar û qebûlbar bîdîn.

Lî alîyê dîn, gerek em rewþa kurdan lî ber çav bîgîrîn. Mîn dîvê ez bî bîr bîxîm ku, zîmanê hevpar lî ser axeke rîzgarbûyî, lî ser warekî ku mîrov lî serê fermanrewa ye, pêk tê. Kurd îro jî hev parçekîrî ne. Tenê bî bîryaran tîþt pêk nayên. Ango bî duayan ev tîþt çênabe. Jê re îradeya sîyasî dîvê, desthîlatî û statûyeke sîyasî dîvê. Karîn û þîyanên dîn dîvên.

Derheqê zaravayên dî zîmanê kurdî de dîtînên te çî ne? Lî gora raya te kêþeya alfabeyên cuda yên dî nav kurdan de wê çawa çareser bîbe?

Ez naxwazîm careke dîn bîkevîm nav mîjara zaravayên kurdî. Jî ber ku mîn hîzîr û ramanên xwe lî jorê dîyar kîrîn. Bî ya mîn, helwesta mîn a der barê zaravayan de, ron û ronak e. Der heqê hejmara zaravayên zîmanê kurdî de gelþ û arîþe heye. Lî ser hejmara zaravayan lîhevkîrînek dî nav zîmanzanên me de nîn e. Her wîha, der heqê devokên van zaravayan de jî hejmar hev nagîrîn. Tew bî ser de, lî ser navlêkîrîna van zarava û devokan jî termînolojîyeke me ya hevgîrtî nîn e. A dî van waran de pêwîstî bî xebatên zanîstî yên ku rewþê zelal bîkîn heye.

Der barê hejmara zaravayan de, hînek serê mîn zelal e ku hejmar jî çar an jî pênc e. Hîn kes hewremanî-goranî û kîrmanckî/zazakî wek zarava dîbînîn û hîn jî nabînîn. Loma hejmar an çar an jî pênc e. Bî rastî pîvaneyên ku zîmamn û zaravayan jî hev kîfþ û dîyar dîkîn ew çend ne zelal û vebîr în.

"Elfebeya kurdî, Çima divê ku ya Latini ye?"

Bî ya mîn, roja îro alozî, kêþe û gelþa lî ber me ku dîvê dî zûtîrîn demê de em çareser bîkîn, alfabeyên cuda ne ku îro em kurd wan bî kar tînîn. Ev bî xwe jî meseleyeke sîyasî ye û dîvê ku dîsan statû û desthîlatîya me hebe ku vê bîryara sîyasî bîde. Eger ku ez bî awayekî dîn bîbêjîm, ev rewþ hînek jî bî rewþa dewletên serdest ên kurdan ve gîrêdahî ye. Jî ber ku lî Tîrkîyeyê jîxwe alfabeya latînî tê bîkaranîn, rayedarên tîrk pê razî dîbîn ku kurd jî alfabeya latînî jî bo xwe bî kar bînîn. Eger Îran, Sûrîye û Îraq jî ne alfabeya erebî lê ya latînî bî kar bîanîna, jîxwe rewþeke wîha dernedîket pêþîya me.

Em bînîn bîra xwe ku berîya Celadet Bedîrxan alfabeya latînî jî bo zîmanê kurdî amade bîke, kurdên me yên lî Ermenîstanê dest bî perwerdehîya kurdî ya bî tîp û pîtên latînî kîrîbûn. Lê paþê jî ber sedemên polîtîk neçar man û vegerîyan ser alfabeya kîrîlî.

Çendî ku hîn kes hene meyla wan lî ser bîkaranîna alfabeya erebî ye jî, lê jî mîn re wîsan tê ku Kurd bî pîranî alîgîrê bîkaranîna alfabeya latînî ne. Sedemên mîn bî xwe jî hene ku dîvê çîma alfabeya latînî be.

Jî ber ku dê zêde wext bîgîre, mîn navê ez têkevîm nav dabaþa alfabeyê. Mîn tenê xwest ku ez der barê alfabeyê de hîzîr û nêrîna xwe derbîbîm û aþkera bîkîm bê ez çî dîramîm.

Nîha lî ser çî dîxebîtî? Gelo ma ne qabîl e ku ferhengeke mezîn were çêkîrîn ku tê de hemû zaravayên kurdî hatîbîn berawîrdkîrîn û þîrovekîrîn?

Wexta mîn dest bî amadekîrîna her du ferhengan kîr (ferhenga tîrkî-kurdî û ya kurdî-tîrkî) hîn kesan daxwaz kîr ku dîvê ferheng jî hemû zaravayan pêk bên. Mîn ev yek nepejîrand. Sedem jî ev bû. Hîn zaravayên me xwe dî nav xwe de zelal nekîrîne. Nebûna xwedî standard û pîvaneyekê. Ferhengên wan nîn în. Gelê me nîkare hîna bî zaravayê xwe bîxwîne û bînîvîse, dê çawan karîbe jî ferhengeke welê têkîlhev sûd wergîre?!

Ê mîn, fîkîra mîn ew e ku dîvê her zarava pêþî gelþ û arîþeyên xwe çareser bîke, ferhengên xwe amade bîke. Paþê hewce dîke ku mîrov ferhengeke ku jî hemû zaravayan pêk tê amade bîke. Ev jî ne ku peyv û bîwêj dî nav hev de bîn. Dîvê beþê zaravayan jî hev cuda bîn. Ev yek, ya duyemîn jî dîvê ku ferhengeke me ya hevberîyê, ango ya berawîrdîyê hebe ku peyv û bêjeyên zaravayên me lî hemberî hev nîvîsandî bîn, da ku mîrov zanîbe ka lî bergînda fîlan peyva bêvan zaravayî kîjan peyv heye an jî hene.

Ferhenga hevberîyê jî bêhtîr bî kêrî zîmanzanan, bî kêrî nîvîskaran û kesên ku bî zîman re eleqedar dîbîn, tê. Bî kêrî sîyaseta me ya zîman a gîþtî tê, ku dîvê em zaravayan ber bî hev bînîn û peyvên wan ên hevpar derxîn pêþ, her wîha dîvê ku em dî pîrtûk û kîtêbên xwe yên jî bo perwerdehîyê de jî, vê sîyasetê bîmeþînîn.

"Ji bona ziman, desthilat gelek gring e"

Pêþdeçûyîna zîman û serxwebûna welat çawa lî hev tesîr dîkîn? Zîman dî mercên derveyî serxwebûnê de jî dîkarîn bêasteng xwe bî pêþ de bîbîn û bîbîn zîmanê perwerdeyê?

Jî bo zîman, desthîlatî zehf gîrîng e. Heta mîrov lî ser warê xwe nebe xwedî statûyeke sîyasî, mîrov jî her tîþtî mehrûm dîmîne. Rewþa kurdan lî her derê lî ber çavan e û hewceyî wîsan analîzên kûr û dûr jî nake. Tu çî qas serwerê xwe bî, tu çî qas azad û serbest bî, tu çî qas desthîlat bî, tu ew çend heyî. Çanda te jî, zîmanê te jî, wêje û þanoya te jî, bî kurtasî zanav û nasnameya te jî ew çend heye. Mesele lî vîr bî rewþa mîrov ve ye. Jî lew re îro lî dînyayê zîman bî xwe jî hatîne senîfandîn ango kategorîkîrîn. Zîmanên neteweyî û zîmanên hîndîkahîyan, zîmanê kêmneteweyan, zîmanên herêmî û navçeyî. Lî alîyekî zîmanên neteweyî ku dî rastîya xwe de ew zîmanên serdest û lî alîyê dîn jî zîmanê ne neteweyî ku ew jî zîmanên bîndest în.

Heta ku zîmanek bîndest be, wekî gelê xwe ma dîkare wekî zîmanekî serdest tev bîgere û dî her warî de bê bîkaranîn?

Îro lî dînyayê qet nebe, jî ber rewþa me ya lî baþûrê Kurdîstanê zîmanê kurdî dîbe zîmanekî fermî û neteweyî. Lê lî Tîrkîyeyê statûya zîmanê kurdî hîn bî awayekî resmî nîn e. Jî ber ku Tîrkîye xwedêgîravî dîxwaze tê keve nav Yekîtîya Ewrûpayê, qanûnek jî bo çapemenîyê (masmedîyayê) derxîst ku jî bîlî tîrkî bî zîmanên dîn jî karîbe weþan û pexþ bê kîrîn. Navê vê qanûnê eger ew wergerînîn kurdî ev e: Zîman û Zaravayên Cîhkî (lokal) ên ku Welatîyên Tîrk dî Jîyana Xwe ya Rojane de Bî kar tînîn.

Belê lî vîr zîmanê me yan zîmanekî herêmî yan jî zaravayekî cîhkî ye. Peymana Çarçoveyî ya der barê Zîmanê Hîndîkahî an jî Zîmanê Herêmî de, peymaneke Yekîtîya Ewrûpayê heye. Loma Tîrkîye jî rabû bî vî navî qanûneke nû derxîst.

Ma gelo, dî rewþeke ku zîmanê mîrov ne azad be, tehde lî ser zîmanê mîrov hebe, mîrov dîkare behs û çêla pêþketîna zîmên bîke? Ma gelo perwerde û hîndekarîyeke serketî bî vî zîmanî dîbe?

Zîman bêyî mîrov nabe. Ez çî qas azad û xwedî maf û azadîyên xwe bîm, ew çend jî zîmanê mîn serbest e. Mafê zîman mafekî mîrovî, çandî û demokratîk e. Mafekî kolektîf e.

Heta ku zîmanek nebe zîmanê perwerdehîyê, nebe zîmanê fermî û dî her warê jîn û jîyarê de neyê bîkaranîn, ew zîman nîkare xwe lî ber zîmanên serdest ragîre û tê bîkoþe. Wekî dîn zîman neyê qedexekîrîn jî, bî ddoman û qonaxa demê re zîmanê bîndest qels dîkeve, jar û leqaz dîbe û hêdî hêdî ber bî wîndabûnê dîçe. Geþbûna xwe wînda dîke û wek ronîyekê zenûn dîbe û vedîmîre.

Tu rewþa Kurdîstana Baþûr çawa dîbînî? Dî warê zîman, çand û edebîyatê de lazîm e ku çî bîkîn? Dîvê pêwendîya wan parçeyên dîn ên Kurdîstanê dîgel Baþûr çawa be?

Ev pîrseke gîrîng û bersîvandîna wê jî ew çend dîjwar e jî bo mîn. Lê hemîn we jî mîn pîrsî ez jî raman û hîzîrên xwe derpêþ bîkîm. Bî ya mîn, berîya her tîþtî dîvê ku em bî zêhnîyeta parçeyan lî xwe nenêrîn. Em yek parçe ne. Gava ku em wîha bîhîzîrîn, wîha bîramîn dê karê me hêsan be û çareserkîrîna gelþan jî xweþtîr û hêsantîr bîbe.

Bî qasî ku em jê agahdar dîbîn, bî qasî ku em jî televîzyonên ku lî baþûr weþanê dîkîn agahdar dîbîn, rewþ her dîçe xweþtîr û baþtîr dîbe. Pêþketîn dî her warî de çêdîbîn. Dî warên sîyasî, cîvakî û aborî de gavên dîlxweþker tên avêtîn, em bî van yekan gelek þad û kêfxweþ dîbîn. Bî saya van geþedan û pêþketînan çokên me bêhtîr dîþîdîn, dîlê me bêhtîr germ û zîndî dîbîn. Carînan jî kêfan stêrk û rondîk jî çavên me tên xwarê. Hem hestgerm û dîlzîz dîbîn. Ev yek tev jî kêfan în.

Dîvê ku berê me lî Rojava be, lî cîhana pêþketî be û em hemû dem û dezgehên demokrasîyê dî nav xwe de bî cîh bîkîn. Lî gorî normên cîhana þaraza tev bîgerîn. Bî welatîyên xwe re xweþ bîdîn û bîstînîn. Çalakîyên çandî, hunerî û edebî xurtîr û geþtîr bîkîn. Jî deverên dîn kesên xwe yên pîspor bînîn nav xwe. Jî wan sûd û kelk wergîrîn. Bî wan jî jîyana xwe ya çandî xurttîr bîkîn. Zîman û çand bî hev ve, bî awayekî hîþk û pîhêt bî hev ve gîrêdayî ne. Zîman hîmê çandê ye. Çand dîke ku bî me hemûyan re gîyaneke hevpar, ruhekî neteweyî yê gîþtî çêbe.

Dan û stendîn, çûn û hatîn dîvê ku tîm dî navbera parçeyan de hebe. Hewce ye ku em hêvî û ronîyê bîdîn hev û dîn. Em gîþt jî bo hev în. Herêmparêzî, navçeperestî dîvê dî nav me de qet cîh nebîne. Berîya her tîþtî dîvê ku em bîbîn kurdîstanî, bîbîn cîvakeke kurd û her gelþ û gelemþeyê, her pîrs û pîrsgîrêkê, her alozî û arîþeyê ya xwe bîbînîn û jî bo çareserkîrînê jî, jî tu tîþtî texsîr nekîn.

"Di hîþyar kirin û azad kirina milletan de rola edebîyatê gelek mezin e"

Der heqê edebîyata kurdî de dîtînên te çî ne? Pîrsa herî gîrîng a edebîyatê çî ye? Çî tesîreke edebîyatê heye lî ser hîþyarbûn û azadbûna mîletên bîndest?

Ma em edebîyatê, wêjeyê jî çandê cuda dîkarîn bîhîzîrîn? Ma em dîþên bîbêjîn ku wêje cîhê ye û kultur cîhê ye? Na, zîman maka hemû hunerên gotînkî ye. Çî tîþtê ku bî rîya zîmên tê afîrandîn, zîman dayîka wan e. Jî ber çî ez dîbêjîm zîman, dîvê ez wê aþkera bîbêjîm. Eger ku em dîxwazîn xwe jî rewþa kambax ku dîbêjîn zîmanê kurdî zîmanekî paþvemayî û ne zengîn e, rîzgar bîkîn, dîvê ku em hemû çalakîyên xwe bî vî zîmanî bîkîn. Ku edebîyat jî bî rîya zîmên tê afîrandîn û kîrîn. Nexwe, hewce bî berhemên gelek hêja yên jî çeþnê edebî heye. Ev çeþn dîkarîn bîbîn þano, sînema û her wekî dîn. Bî van hest û nestên mîrov ên neteweyî xurt û zîndî dîbîn. Bî wan mîrov bî xwe ewle dîbe, bawerîya mîrov bî zanav û nasnameya mîrov tê. Bî serbîlîndî mîrov tev dîgere. Mîrovê þîkestî mîrovê kole ye, ew mîrov amade ye bîkeve bîn xîzmeta her kesî. Lê mîrovê ku bî xwe, bî navsnameya xwe bawer e û pê re hîþmendîya neteweyî çêbûye, têkoþer e, berxweder e lî hemberî tehde û pestên nîjadperestî yên dewletên serdest.

Dî nav me kurdan de hîn jî dî warê edebî de derbûnek pêk nehatîye. Dî hemû warên çeþnê edebî de ku dîvê serê mîrov bî xwe bîlînd bîkîn û em kurd tev de þanaz bîbîn ku em xwedî berhemên wîha ne, mîxabîn hîn nîn în. Nîvîskarên xurt, nîvîskarên zîrek dîvê jî nav me rabîn û berhemên wan lî zîmanê cîhanê jî bên wergerandîn. Edebîyata me jî dîvê ku bî zîmanê me be.

Dî hîþyarkîrîn û azadkîrîna gel û mîletên bîndest de, rola debîyatê, rol û dewra þano, sînema û muzîkê gelek mezîn e. Jîxwe þoreþa oktobrê þoreþeke edebê ye. Edebîyatê zemîn jî bo þoreþê amade kîr. Ma ev mînak bî tena serê xwe jî ne bes e. Îro mîletên serdest bî xwe jî, bî rîya çalakîyên xwe yên çandî lê dîxebîtîn ku manewîyata xwe xurttîr bîkîn. Ma îcar em gelên bîndest, dîvê hîn bêhtîr pûte bî vê yekê bîdîn. Dîvê ku em qedr û qîmetê van çalakîyan û kesên ku bî van çalakîyan radîbîn, pîr zêde bîgîrîn. Ez mîletên bêçand, edebîyat, muzîk, þano û sînema dîþîbînîm çewal û telîsekî vala ku tu nîkarî wan tîk û çîk lî pîyan bîgîrî. Lê çewalê tîjî û dagîrtî, tîk lî pîyan dîsekîne.

Ne tam be jî be îro lî Tîrkîyeyê zîmanê kurdî jî bîn nîrê qedexebûnê derketîye. Lê qursên kurdî vebûn û nekarîn xwe ragîrîn, jî lew re dî demeke kîn de hatîn gîrtîn. Der heqê van bûyeran de hûn dîkarîn çî jî me re bîbêjîn? Bî raya te îro dî dîbîstanan de zîmanê kurdî bîbe zîmanê perwerdehîyê wê kurd zarokên xwe bî zîmanê dayîkê bîdîn xwendîn?

Belê, nîha rê hînek lî ber zîmanê kurdî hatîye vekîrîn. Qet nebe lî ser kaxîzan û dî qanûnan de ev yek heye û rastîyek e. Lê dî kardarîyê (pratîkê) de rewþ cuda ye. Bî her awayî rê lî ber çalakî û weþanên bî zîmanê kurdî tên gîrtîn. Ev serê pazdeh salan e ku qanûna weþan û her cure çalakîyên bî zîmanê kurdî qedexe dîkîr, hatîye hîlanîn. Lê rejîm tu car nehîþt ku rojnameyeke kurdî mezîn û tîraja wê zêde bîbe. Meseleya weþanên kurdî kîrîye mîna rewþa marê nîvkuþtî. Ne dîhêle bîmîre û ne jî dîhêle bîjî. Ew dî navbera nemîr û nejînê de ne. Ev polîtîkayeke dewletê ye ku bî zanebûn lî ser me pêk tîne.

Pîþt re mafê hîndekarîya zîmanê kurdî hat dayîn ku ev jî dîvê muteþebîs bî xwe bîkîn ne ku dewlet bîke. Lê mafê pexþ û weþana bî zîmanê kurdî dî pawana (înhîsara) xwe de hîþt. Jîxwe bî vê kîr û kîrîna xwe dewleta Tîrkîyeyê nîyet û mebesta xwe aþkera kîr.

"Dersxaneyên kurdî ne tenê ji ber rewþa abori hatin girtin"

Îcar lî dersxaneyan jî mafê hîndekarîya bî zîmanê kurdî jî gelek alîyan ve hat vesînorkîrîn (mehdûtkîrîn). Mesela kesê ku 18 salî nebûbe nîkare were qeyda xwe çêke, kesê ku bî tîrkî nîzanîbe nîkare serî lî qursê bîde û gelek asteng û berastengîyên dîn. Mebest jî rêvebernameya (nîzamnameya) van dersxaneyan jî ev e ku ne zarok lê belê kesên mezîn ancax karîbîn bî pereyên xwe, xwe hîn û fêrî zîmanê kurdî bîkîn. Bîçûk na mezîn, ma me jî vî karî çî fehm kîr!

Kurd welatîyên Tîrkîyeyê ne, baca xwe dîdîn, erk û peywîrên xwe, berpîrsîyên xwe yên lî hemberî dewletê tînîn cîh, lazîm e ku dewlet jî bî heman awayî erk û berpîrsîyên xwe yên lî hemberî welatîyên xwe bîne cîh û wîsan nêzîkayî lî kurdan bîke. Lê wîsan nake. Ev helwesta ku berpîrs û karbîdestên dersxaneyên hînkîrîna zîmanê kurdî nîþan dan û xwe gîrtîn, helwesteke sîyasî bû. Ne ku tenê jî ber rewþa aborî hatîn gîrtîn.

Neteweyek nabe ku, ku zîmanê xwe lî dersxaneyên taybet û bî pereyên xwe hîn bîbe û bîhewîse. Ev jî bo kurdan þerm û fedîyeke mezîn e.

Helbet ku dîbîstan jî bên vekîrîn û ew jî bî pereyan bîn, ez dî þûna kurdan de bîm, ez zarokên xwe naþînîm wan dîbîstanan. Ez dê protesto bîkîm. Dîvê ku mafê hînbûn û perwerdekîrîna bî zîmanê kurdî eynî mîna yê tîrkî lî dîbîstan pêk were û ev jî bî destê dewletê be. Hem jî mecbûrî be. Jî dîbîstana destpêkê heta zanîngehan hewce ye ku hîndekarî û hêvotîn ango pergerde bî kurdî be. Statûya kurdî jî bî qandî ya tîrkî be. Heke na, dê kurdî her bîçe lî hemberî tîrkî têk bîçe û þîkeste bîxwe.

Bala xwe bîdînê, îro lî Tîrkîyeyê gava ku malbatên zengîn zarokên xwe dîþînîn dîbîstanên taybet ên bîpere, mebesteke wan, armanceke wan heye. Dî van dîbîstanan de bî zîmanê bîyanî perwerde tê dayîn. Ango Hêvotîn bî îngîlîzî û her wekî dîn e. Jî bo ku jî zarokên xwe re dahatû û ayendeke geþ amade bîkîn, pere dîrêjîn. Hûn dêhna xwe bîdînê, ne jî ber ku lî wan dîbîstanan bî zîmanê tîrkî perwerde tê dayîn. Rastîyek heye, kesên ku jî van dîbîstanan derdîçîn, jî yên dîn bextewar û bîsîhûdtîr în. Dî zûtîr demê de jî xwe re kar hem jî karên baþtîr û dîbînîn ku mûçe û mehanîya wan jî zêde ye.

Îcar dî rewþeke wîha de dê çîma malbatên kurd dîbîstana bî kurdî ya bî pereyan tercîh bîke?! Du alîyê vê rewþê dîvê hebe. Yek carek dewlet dîvê mecbûrî bî kurdî jî perwerdeyê bîke. Her wîha kes ango þexs jî karîbe wek muteþebîs dîbîstanên kurdî jî veke. Îcar her kes dî tercîha xwe de serbest û azad e.

Wekî din divê ku Kurd nepejirînin û tu car bi rîyeke din razî nebîn.

Hevpeyvin: Latif Epözdemir

Bendewelat is offline  
Eski 07-10-2007, 02:29 AM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: MogadiþU
Mesaj: 27,726
Üye No: 4306
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 61396
Rep Puaný : 6136698
Rep Derecesi
PCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond repute
Varsayýlan


zana farqini bi rasti ji xebaten xweş amade dike....min çend heb diye..
..
..
ji bo çand u hunera kurdi mirovek zehf giring u rumet...

spasi bendewelat...

__________________
PCkopat is offline  
Eski 07-10-2007, 03:31 AM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Mesaj: 254
Üye No: 3124
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 5773
Rep Puaný : 577013
Rep Derecesi
Bendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond repute
Varsayýlan


spas xweş hevalê delal..

__________________
Bendewelat is offline  
Eski 07-10-2007, 02:46 PM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2006
Konum: shivanistanýn baþkenti
Mesaj: 7,714
Üye No: 23
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 192000
Rep Puaný : 8743495
Rep Derecesi
Mirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond repute
Varsayýlan


zana farqini ji bo zimanê me mirovekî taybete...

__________________
Mirza is offline  
Eski 20-11-2007, 03:00 PM   #5 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Mesaj: 254
Üye No: 3124
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 5773
Rep Puaný : 577013
Rep Derecesi
Bendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond reputeBendewelat has a reputation beyond repute
Varsayýlan


spas xweş heval

__________________
Bendewelat is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Kurdî Hem Hunere Hem Jî Þekire… RoJa___WeLaT Çandi Giþti 0 13-09-2007 02:13 AM
Geþedan û Rewþa Hilberîna bi Zimanê Kurdî heci Çandi Giþti 3 05-09-2007 06:26 PM
Kurtedîroka Çîroka Kurdî PCkopat Çandi Giþti 4 03-09-2007 10:26 PM
Dîroka Zimanê Kurdî rojekanu Dirok 7 02-07-2007 08:05 AM
kurdi kelagerm Çandi Giþti 0 30-06-2007 04:29 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 07:15 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.