|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Wek her milletî, Kurd jî xwedîyê alekê ne. Ala Kurdan a ku îro tê bikaranîn sor, sipî, kesk e û di navîna wê de jî rojek zer heye. Ev al di 1920-an de ji alî Te?kîlatî ?ctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve hatiye tesbîtkirin.
Mistefa Pa?a Yamûlkî yek ji muessisên Te?kîlatî ?ctîmaîye Cemîyetî ye ku ?iklê ala Kurdî tesbît kirîye û di hukmata ?êx Mehmûd de jî bûye wezîr, û berpisîyarê rojnama nîv resmî ya vê hukmatê; Bangî Kurdistan, ne dûr e ku ala Kurdî ya ?êx Mehmûd ku di 10.10.1922-an de hatiye tesbîtkirin jî bi pê?niyara wî hatibe qebûlkirin. Her millet, netewe, xelk û dewlet aleke wan heye. Al nî?ana huwîyeta wan e, sembola hebûna wan e. Ala her milletî bi ?iklekî ye, reng û sembolên wê bi awayekî ye. Wek her milletî, Kurd jî xwedîyê alekê ne. Ala Kurdan a ku îro tê bikaranîn sor, sipî, kesk e û di navîna wê de rojek zer heye. Di tarîxê de Kurdan kengî al, an jî sembolek ku ?ûna alê bigre bikaranîne, em ba? nizanin. Lê ew Kurdên ku ev serê 6-7 hezar salane ku li Kurdistanê, yanê li cihê xwe yê nuha dijîn, bêguman wan jî gelek dewlet û îmaret avakirine. ? wekî her dewlet û îmaretên qedîm, wan jî miheqqeq alek, an jî li ?ûna alê sembolek bikaranîne. Yanê ew dewletên wek Mittanî, Hurrî, Subarî, Xaldî, Kardox, Kasî, Med û hîn gelekên din ku di tarîxê de rolek mezin lîstine, le?ker çêkirine, bajar û medeniyet avakirine û li gor tarîxzanan jî bav û kalên Kurdan in, divê ku xwedî al bin. Dîsa ew îmaretên Kurdan, wek ?edadî, Merwanî, Botan, Soran, Erdelan, Bahdînan û hîn gelekên din, her çendî nîv serbixwe bûn jî, lê li mizgeftan bi navê mîrên wan xutbe dihatin xwendin, xwedî le?ker û qesr û avahîyên mezin bûn. Ev îmaretên ku çendsed salan li Kurdistanê hukum kirin, gerek alek an semboleke wan a ku li ?ûna alê bi kar dianîn hebûya. Mîr Bedirxan (1802-1868) ku seranserî Kurdistanê di bin hukmê wî de bû, xwedî pere û top û tifing bû. Li ser navê dewleta xwe pere derxistibû. Hê wê wextê têkilî bi Ewrûpayê re danîbû, ji bo birêvebirina dewleta xwe xwendevan ?andibû Ewrûpayê. Li ser Gola Wanê ji bo parastin û tîcareta dewleta xwe kê?tîyên þer û tîcaretê dabû çêkirinê. Gelo meriv dikare bibêje ku Mîr Bedirxanê ku hewqas ti?t kirîye, bê al be. Bêguman na! Lê ji ber ku tu belgeyek ji dewra berê di destê me de tuneye, em nizanin alên wan çawa bûn. Wex efsane her Kurd bi çîroka Kawa dizane. Kawa hesinger e. Pê?timalek wî heye. Pi?tî ku li hember Dehaq bi ser dikeve, dibe hukumdarê welêt û pê?timala xwe jî wek al bi kar tîne. Her çendî efsane ye, lê têde al hatiye bi kar anîn. Dîsa di klasîkên Kurdî de jî gelek ?aîr û nivîskarên Kurdan wek gotin al bi kar anîne. ?end mînak: Zalimê kuþtim ?epalê, Nazikê, qencê delalê, Bûn hîcaba zilf û xalê, ?dek û ala û tox. (Ji Dîwana Melayê Cizîrî, 1407-1481) Bejn û bala tox û ala Min kirin vêkra mitala ?îçeka terhînî wala Dil ji min bir, dil ji min. (Ji Dîwana Melayê Cizîrî) Lê me hêvî wasiq e ez feqîr Jêrî alaya te bim roja -esîr. (Ji Mewluda Melayê Batê, 1417-1491) Ya Reb îmanê dixwazin em midam Jêrî alaya Muhemmed wesselam. (Ji Mewluda Melayê Batê) ?þaret wehy-û telwîh û îradet vîn û qudret ?în, Ceman qels û betel merd û lîwa ala, alem nî?an. (Ji Nûbara Ehmedê Xanî, 1651-1706) Ala Kurdî ya îro Ala Kurdî ya ku îro ji alî herkesî ve tê qebûlkirin kengî, çawa û ji alî kê hatîye çêkirin bi ba?î ne diyar e. Lê bi qasî ku ji belgeyên heyî tê fêm kirin di destpêka salên 1920-î de ji alî rêxistinên Kurdan ên wê demê hatiye çêkirin û tesbîtkirin. Mesela wê wextê Kurdistan Teali Cemiyetî li ser qerta huwiyetê a komelê "zemîna wê kesk û li ortê jî rojek" alek Kurdî çapkirine ku ev al jî "Katibê Umûmî yê komelê Zeynelabidîn çêkirîye" (1). Li gor Zinnar Sîlopî (Qedrî Cemîl Pa?a) ala Kurdî ya îroyîn ji alî Te?kîlati ?ctîmaîye Cemiyetîyê hatîye tesbîtkirin ku ?iklê wê weha ye; li jor rengê sor, di navînê de sipî, li ser sipî roj û li binî rengê kesk wek ala millî ya Kurdan tesbîtkirine û îlan kirine. Her çendî di destê me de tu belgeyek din an jî rismek alê ya wê wextê tuneye, lê dîsa jî li gor gotina Zinar Sîlopî em dikarin bibêjin ku Ala Kurdî ya ku îro ji alî herkesî ve tê qebûlkirin di 1920-î de ji alî Te?kîlatî ?ctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan hatîye çêkirin (2). Di 1921-an de Mistefa Pa?a Yamûlkî li gel hin ji muessisên Te?kîlatî ?ctîmaiye Cemiyetî; Xelîl Rami Bedirxan, Kemal Fewzi, Mewlanzade Rifat dixwazin biçin Kurdistana Ba?ûr, lê ?ngiliz nahêlin ew derbas bin, tenê Mistefa Pa?a Yamulkî ji ber ku ji Silêmanîyê ye, derbas dibe. Mistefa Pa?a diçe Silêmaniyeyê û di hukumeta Kurdî ya ku di 10.10.1922-an de di bin hukumdarîya ?êx Mahmûdê Berzencî de tê avakirin, dibe wezîrê perwerdekarîyê (2). Her wê demê ji alî ?êx Mehmûd ve alek Kurdî hatibû qebûlkirin û pûl jî çapkiribûn (3). Di destê me de ev al jî tuneye ku em bibêjin ?iklê wê çawa bû. Lê ji ber ku Mistefa Pa?a Yamûlkî yek ji muessisên Te?kîlatî ?ctîmaîye Cemîyetî ye ku ?iklê ala Kurdî tesbît kirîye û di hukmata ?êx Mehmûd de jî bûye wezîr, û berpisîyarê rojnama nîv resmî ya vê hukmatê; Bangî Kurdistan, ne dûr e ku ala Kurdî ya dewra ?êx Mehmûd jî bi pê?niyara wî hatibe qebûlkirin. Rismê Ala Kurdî-1928 Ronakbîr û siyasetvanên Kurdan yên ku di salên 1900-1928-an li Kurdistanê û li ?stenbolê di nav komele û cemiyetên Kurdan de karkirine an damezrandine, piraniya wan pi?tî salên 1925 û 1930-yî hatine li Sûriye bi cih bûne. Her wê wextê jî bi navê Xoybûnê rêxitinek avakirine. Ji we?an û kitêbên ku wê demê li ser navê Xoybûnê derketine tê fêm kirin ku her ew ala ku di 1920-de hatiye tesbîtkirin, ji alî Xoybûnê ve jî hatiye qebûl kirin. Dîsa tê gotin ku di serîhildana Agrîyê de ?hsan Nûrî her ev ala Kurdî bi karanîye. Hetta rismek ku ji wê wextê meye, di gelek kovar û kitêban de hatiye belavkirin. Mesela li ser qapaxa kitêba Sureyya Bedirxan -ku ew jî yek ji xebatkarên Xoybûnê bûye- ala Kurdî bi rengîn hatiye çapkirin û li binê alê jî bi îngilîzî "Flag of Kurdistan" (Ala Kurdistanê) hatiye nivîsîn. (binêre; Sureyya Bedirxan, The Case of Kurdistan Against Turkey, By authority of Hoyboon, Philadelphila, 1928) Di Gulana 1993-an de ez û ji redaksiyona Armancê, Mîrze Bextiyar em çûbûn Kurdistana Sûrîyê. Li Qami?lîyê li malekê, Kurdekî alek Kurdî nîþanî me da û got ku "Ev al ya Xoybûnê ye, li mala Celadet Bedirxan bû, min anî". Her çendî em ne pisporê qûma? in, lê ji qûma?ê wê welê dixuya ku gelek kevn bû. Her weha me bawerî bi wî hevalî anî çimkî têkilîyên wî û Rew?en Bedirxan yên nêzîk bi hev re hebûn. Me rismê wê alê jî ki?and. Kovara Hawarê û Ala Kurdî, 1932 Di Hawarê de li ser alê gelek nivîs û helbest hatine belavkirin. Celadet Alî Bedirxan di vê gotarek xwe de (gotar hem bi herfên Latînî û hem jî bi herfên Erebî hatîye çapkirin) di qismê behsa alê de ala me ya îroyîn tarîf dike û weha dibêje: ".....Ala Kurdan, ji jor ber bi jêr ve, ser hev, sor, sipî û kesk e, di nava wê de roj diçirise. ("Welat, Welatînî û Al", Hawar, No: 9 (30 ?lon 1932), r. 1-2) Ala Kurdî di 1932 -an de li ser herdû bergên Hawar, no: 11 (10 ?iriya Pa?în 1932) bi rengîn hatîye çapkirin. Rengên wê jî sor li jor, li navendê sipî û li binî jî kesk, di ortêde jî tavek 18 tîrêjî (an jî stêrkek 18 niçikî) heye. Celadet Bedirxan her di vê hejmarê de li ser mirina ?êx Evdirrehmanê Garisî nivîsek nivîsîye û têde weha dibêje: "...Belê ?êxê min, min ji te re kefenekî welê bijart ko hêj tu kela? pê nehatîye pêçandin, min ji te re tirbeke welê koland ko hîn tu mirî neketinê. Min kefenê te kir: Sor, sipî û kesk û zer, ala te, û min tu ve?artî nav rûpelên Hawarê û li serê wê kêla te daçikand. Kefenê te kefenek welê ye, rûjkê bêt, ji te vebit li ser qelat û bajarên te re li pêl bibit. Tirba te tirbeke welê ye ko ne kêla wê bi birûskên ezmanî di?ike, ne cax û dîwarên wî bi ba û bagerê hildiwe?e, ne axa wê bi baran û lehîyê qul dibe û ji hev dikeve. Tirba te kitêbek e, ko nif?ên milletê me deste-desta bikin û her nif? ji nif?ê din re heta pa?îyê, hinda rûja qiyametê, ji hevdû re dê bispêrin. Ev tirba te a abadîn e. Min eva ha ji bona te bijart û koland....." ("?êx Evdirrehmanê Garisî çû rehmetê", Hawar, No: 11(10.11.1932), r. 2-3) Dîsa di Hawar, no: 5 (20 Tîrmeh 1932), r.4-an de Herekol Azîzan (Celadet Bedirxan) helbestek li ser ala Kurdî nivîsîye ku çend malik jê ev in: Alê Kurdan Ala Kurdan di nav rok ?i bedew û bi heybet Bi çar reng î, rengên te ?i delal û çi xwe?kok Xêzek kesk û xêzek sor Nav sipî û nîvek zer keskesor e, bi roj e Ev li jêr û ew li jor Herekol Azîzan b. Hawar, no: 5 (20 Tîrmeh 1932), r.4 Di Hawar, no: 8 (12 ?lon 1932), r. 7 de Dr. Kamûran Bedirxan jî li ser alê helbestek nivîsîye û di malikên pê?în ên vê helbestê de ala Kurdan weha tarîf dike: Ala Kurdan Ronahiya dil û çav, Diyarîya dê û bav Pêsîra wê roj û tav Spehitiya ax û av Ala Kurdan ser be ser Sor û gewr e kesk û zer. Dr. Kamûran Alî Bedirxan b. Dilê Kurên Min , Kitêbxana Hawarê, hejmar. 3, ?am, ?apxana Tereqqî, 1932, r. 25 û Hawar, no: 8 (12 ?lon 1932), r. 7 Di çîrokeke Nureddîn Zaza de Ala Kurdî Nûredîn ?sif (Nûreddîn Zaza) di Hawar, no:30 (1/7/1941), r.4-5 de bi navê Keskesor çîrokek nivîsîye. Di çîroka xwe de behsa dewra ?êx Seîdê Pîran dike û qala dibistana xwe dike, pa?ê ku Kurd bi ser dikevin û ala Tirka ji dîregê dadixînin û ala Kurdan hildidin jor ew jî li gel bavê xwe li ber derîyê serayê ye û pa?ê çîrok weha dom dike: "...Xelk li dora serayê kom dibûn. Em zaro jî çûn; ew ti?tê rengîn di ser serê me re sekinî bû. Lê ew ne keskesora ezmên bû. Ez bêsebir bûm... li bavê xwe geriyam. Le?ker rêz girtibûn, sitranek digotin, çavên wan ên tûj têrken bûn. Min ew li ser hespê dît, ez çûm cem; wî ez danîm ber xwe. Min jê pirsî: -Bavo ev çi keskesor e li ser serayê? -Ev ala me ye kurê min! Ev ?an û ?erefa milletê Kurd e! -Berê yeke sor hebû, ew çi bû bavo? -Ew ya neyaran bû. Neyar bi zor ketibûn welatê me. Em Kurd îro wan ji erdê xwe derdixînin û dibin xwediyê wî. Ha ji te re aleke piçûk! Wê deyne ser dilê xwe! Heji wê bike û ji bo serfirazîya wê bixebite. Ez bi gotinên bavê xwe bûbûm sermest. Dilê min hildiavêt. Bavê min ez maç kirim û ez danîm erdê.........." Pi?t re li gor çîrokê, Kurd ji ber hin sebebên e?îrtî, neliserhevbûnê, serketina wan pir dom nake. Dijmin dîsa dikeve welatê wan ala Kurdan ji dîregê datînin û çîrok weha dom dike: "...Ala rengîn, ?an û rûmeta me, çirandin avêtin ber lingên xwe, pêlê kirin û li ?ûna wê ya xwe, ya xwînxwaran danîn........" (Hawar, no:30 (1/7/1941), r.4-5) Li Mehabadê Ala Kurdî, 1946 Zinar Sîlopî (Qedrî Cemîl Pa?a) derheqê Ala Kurdî ya Cumhurîyeta Mehabadê de weha dibêje: "Hukumeta Cumhurîyeta Mehabadê Ala Kurdîstanê ya ku di 1919-an de ji alî Te?kîlatî ?ctîmaîye Cemîyetîyê ve hatibû tesbîtkirin girtin, lê li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pi?t wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê Dewletî Cumhurîyetî Kurdistan nivîsîn û ew wek ala Cumhurîyeta Mehabadê qebûl kirin"(4). Dîsa di hejmara 9. a rojnama Kurdistan a Cumhurîyeta Mehabadê de axaftina keçeke Kurd, ??ret Azmî ya li ser ala Kurdî hatiye belavkirin. Ji bo tarîfa ala Kurdî em çen rêzan ji wê axaftinê li jêrê dinivîsin: "...Ey Ala Kurdistanê sê rengîn, ey nî?ana bilindîya Kurdistanê!...Rengê te yê sor ?ahid e ku tu bi xwîna Kurdan hetiye hilgirtin, rengê te yê sipî nî?ana dilpakîya Kurda ye, rengê te yê kesk jî delîla ciwanîya axa Kurdistanê ye......"(4) William Aegleton jî derheqê Ala Kurdî ya Mehabadê de weha nivîsîye: "Di Gulana 1944-an de rêxistina Komel, bi alîkarî û hevkarîya hevalbendên xwe yên li Iraqê, ala Kurdî ya milî hazir kirin. Ev al ku ji sê xetan pêkhatî bû, her xetek wê rengek bû. Li jorê sor, li ortê sipî, li jêr jî rengê kesk cih digirt. Bi vî awayî bi ters qulubandineke rengên ala ?ranê, ala Kurdî hatibû çêkirin. Li ser alê roj -ku sembola Kurda ye- û li kêleka rojê du simbilên genim, li piþt wan jî çiyayek û qelemek hebû"(5) "...Serê sibeha meha ?ileya Pa?în a 1946-an bû. Tav diçirisî, rojeke xwe? bû....Ji gundên dorê gundî û serok e?îr hemî hatibûn Mehabadê. Meydana ?warçirayê tijî bûbû. Caddeya ku ji herdû serîyên bajêr digihî?t Meydana ?arçirayê bi alên Kurdî û bi flamayên sor û sipî û kesk hatibûn xemilandin..."(6) Musa Anter di bîranînên xwe de qala rêxistineke îllegal ku di salên 1948-an de li gel Yusif Azizo?lu û çend Kurdên din danîne, dike. Di rêxistinê de sondek jî dixwarin. Ji bo sondê destê xwe datianîn ser Ala Kurdî û çekekê û sonda xwe dixwarin. Musa Anter ji bo vê alê weha dibêje: "Wezîfa çêkirina alê li ser min bû. Ez çûm Kapal?çar??yê min her yek nîv mîtro, min çar reng qûma? kirîn. Al îro jî tê zanîn. Sor, sipî û kesk, li ortê jî rojek zer. Sembola reng û roja li ser alê jî weha ye; Sipî, a?îtî ye, sor, xwîn û ?ore? r, kesk bereketa Kurdistanê û Mezopotamyayê ye. Roj jî sembola dînê millî yê Kurdan Zerdû?tî ye...."(7) Bulletin Du Centre D-Etudes Kurdes, 1948 Di bin berpirsîyarîya Dr. Kamûran Alî Bedirxan de li Parîsê di navbera salên 1948-1950"yî de li ser hev 13 hejmarên wê derketine. Nivîsên wê bi Fransî ne, carna cih daye hin nivîsên ?ngilîzî jî. Li ser bergê her hejmara wê ala Kurdî heye ku bi rengîn e. Sor li jor, sipî li ortê, kesk li jêr û li ortê jî roj zer (8). NOT: (1)-Malmîsanij, Bitlisli Kemal Fevzi ve Kurt orgutleri içindeki Yeri, Stokholm, 1993, r. 127, 129, 148 -Doç. Dr. ErgŸn Aybars, Istiklal Mahkemeleri 1923-1927, Ankara, 1982, r. 152 -Akis (Haftal?k aktualite dergisi), no:11 (25 Aralik 1967), r. 24 -Behçet Cemal, ?eyh Sait ?syan?, Sel Yayinlari, 1955, ?st., r. 89 (2)-Zinnar Sîlopî, Doza Kurdistan, Beyrût, 1969, r. 60 (3)William Aegleton, Mehabad Kurt Cumhuriyeti 1946, Turkçesî: M. Emin Bozarslan, 2. Basku Komkar Yayunlaru, Koln, 1989, r. 94-95, 152 (4)-Sîlopî, r.200, 203, 204 (5)-Aegleton, r.94-95 (6)-Aegleton, r.152 (7)-Musa Anter; Hatiralarim, Doz Yayinlari, ?stenbol, 1990, r. 61-62 (8)-Bulletin Du Centre De Etudes Kurdes, No:1(1948)-no:13(1950), Parîs. -Sureyya Bedirxan, The Case of Kurdistan Against Turkey, By authority of Hoyboon, Philadelphila, 1928. Ev nivîs ji Armancê hejmara 141-ê hatiye vergirtin |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Geþedan û Rewþa Hilberîna bi Zimanê Kurdî | heci | Çandi Giþti | 3 | 05-09-2007 06:26 PM |
| Kurtedîroka Çîroka Kurdî | PCkopat | Çandi Giþti | 4 | 03-09-2007 10:26 PM |
| RomannivÎserÊn Kurd Çi Dikin? | heci | Çandi Giþti | 3 | 31-08-2007 01:10 PM |
| kurdi | kelagerm | Çandi Giþti | 0 | 30-06-2007 04:29 PM |
| Di sedsala dawîn de, rewþa ziman û weþanên bi zimanê kurdî di nav Kurdên Binxetê de | Kajîn Jîr | Çandi Giþti | 1 | 20-01-2007 09:33 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.