|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Hogirê me Seîdê Sîsî di gotara xwe de bûyerekê bi bîr tîne, çawan li ‘bazara rûsa’, li Îdirê (navê rast bi kurdî Îdir e, lê ne Îxdir, çawan hinek kes dinvîsin) kesekî ji Yekîtîya Sovêta berê gava jê pirsîne ‘tu kurdî’, gotiye ‘ez êzdî me’.
Ez dixwazim hinekî wê pirsê zelal bikim, ka ji bo çi negotiye ez kurd im, lê gotiye ez êzdî me. Salên zarotiya min di gundê me de ku niştecîh, rûniştvanên wî gişk êzdî bûn, tu kesî ji xwe re ne digot kurd. Eger te ji yekî re bigota ‘tu kurd î’, wê dilê wî/ê ji te bima. Digotin, em êzdî ne, kurmanc in, kurê kurmanca ne, lê tu caran ne digotin em kurd in. Bade nîn e, wekî berevoka zargotina kurdî ku ji aliyê Heciyê Cindî û Emînê Evdal ve hatiye amade kirin û sala 1936an li Yêrêvanê çap bûye, “Folklora kurmanca” hatiye navkirin, lê ne ‘Folklora kurda’. Pirtûkên wan salan çap bûyî yên ‘zimanê kurmancî’ bûn. Gava ji radyoya Yêrêvanê dest bi programên zimanê kurdî kirin, digotin ‘xeberdanê zimanê kurmancî’. Êzdiyên alê me ji peyva “kurd” hez nedikirin û heta niha jî gelek kes hez nakin. Nizanim ji ku hatiye, lê seva piraniya êzdiyên aliyê me peyva “kurd” xwebêja kurdên misilman dide. Sala 1963an me yekemîn komela kurdan li Yêrêvanê ava kir û dest bi propoganda kurdayetiyê kir. Gelek caran, gava me ji êzdiyan re digot; “Em kurd in”, digotin: “Na, em ne misilman in!” Ji ber ku me digot em kurd in, pirê caran em tawanbar dikirin, digotin, wekî kal û bavên me bi hezarsalan ewqas xwîn rêtine, ewqas zilm û zor dîtine, ola xwe parastine, lê hûn ola xwe difroşin. Sebebekî mayîn jî hebû. Carekê kalemêrekî ji min re got: “Erê, tu dibêjî em kurd in, lê ji bo çi me gundên xwe, wer û wergên xwe, goristanên kal û bavên xwe hiştin û hatin, derketin vir. Ne em ji destê wan kurdan revîn.” Min xwest ji kalê re bêjim ka sebeb çi bûye, lê ew bawarî ji bo wî ewqas bê guman bû, wekî qet guh jî neda gotinên min. Bê guman, gava mirov bi dîroka êzdiyan re dibe nas, dibîne, wekî ne naskirina ola êzdiyan û dijminahiya li hemberî wê olê ji alîyê kurdên misilman ve ku bûne sebebên bi sedan fermanên biçûk û mezin, zilm û zora ku bi sedsalan domandiye û heta îro jî li hinek cîhan maye, pejirandina kurdbûnê ne hêsan e. Lê dîsan jî bandor, tesîra şoreşên Kurdistanê, kar û xebata rewşenbîrên kurdên Yekîtîya Sovêtê, berê xwe dan. Êdî salên 70-80yan, yên sedsala buhurî, piraniya êzdiyan li kurdbûna xwe xwedî derdiketin. Tiştekî balkêş e, wekî êzdiyên di wan gundan de diman ku niştecî, rûniştvanên wan an xwerû êzdî bûn, an jî piraniya wan êzdî bûn, digotin em kurd in, lê pareke êzdiyên di gundên ermeniyan de diman, hê jî digotin ‘em êzdî ne’, ‘em ne kurd in’. Piştî ‘pêrêstroyka’ û ‘glasnost’ ê li Yekîtiya Sovêt pêla nasîyonalîzmê hema bêje li ba gelên wî welatî gişkan, bilind bû. Pirsgirêka ‘Nagornî Karabax’ ê dijminahiya ku berê jî di navbera ermeniyan û azariyan de hebû, hê kûr kir, gîhande şêr. Çiqas jî di destpêkê de ermenî ne li dijî kurdên misilman bûn, lê çi bi zor, çi bi dilê xwe piraniya kurdên misilman jî, ji Ermenistanê derketin. Vê bûyarê êdî tirs kire dilê êzdiyan. Ji alîkî mayîn ve, çapemeniya fermî li Ermenistanê bi tûndî dest bi propoganda li dijî kurdan kir, bi taybetî qira ermeniyan, a salên Cenga Cihanê yê Yekemîn dikirine stuyê kurdan. Wisa jî dinivîsîn, wekî ku kurdan bi ermenîyan re êzdî jî qir kirine. Bi piştgiriya hukûmata Ermenistanê, rojhilatnasên ermenî, rêxistinên êzdiyan ên civakî û sîyasî ava kirin. Ji êzdîyan hate xwestin ku bêjin em ne kurd in. Xelkê nezan û tirsiyayî li dijî rewşenbîrên kurd ên ku digotin em kurd in (ên ser ola êzdîyan) derxistin. Vê sîyaseta gemar civaka kurdên Ermenistanê pîre-pîreyî kir, bêhêz kir. Piraniya rewşenbîrên kurd neçar bûn ji Ermenistanê derkevin. Metel nemînin, lê îro li radyoya hukûmata Ermenistanê beşa ‘êzdîkî’ heye, li Ermenistanê pirtûkên zimanê ‘êzdîkî’ çap dibin. Ew ku ev gişk ji berê de plan kirî bû, zanyar û sîyasetmedarên ermenîyan venaşêrin. Rojnama “Golos Armenîî”, ku li Yêrêvanê bi zimanê rûsî çap dibe, di hejmara 139an, a 26ê çileya pêşin a sala 2007an de (Online version), gotûbêja çend zanyarên ermenî li ser pirsên pêwendiyên lêkolînên zanyarî û sîyaseta hukumatê belav kir. Di wê gotûbêjê de hinek xalên bi pirsa me ve têkel jî hene. Doktora dîroknasiyê ji Zanîngeha Yêrêvanê ya Dewletê, Vîktoriya Arakêlova di wê gotûbêjê de dibêje: “Hema bi serî berhemên rojhilatnasên ermenî êzdî çawan komeke êtno-olî yê cihê hatin pejirandin. Dûarojê ev bawerî ser rada navnetewî jî hate nas kirinê. Ev yek ji bo asayîşa netewî faktoreke giring bû, wê xetera welatê bi ‘faktora kurdan’ ji me dûr xist.” Bi bawariya me amanca vê sîyasetê tenê xetera ‘faktora kurdan’ nîne, bi vê sîyasetê ew wisa jî dixwazin êzdiyên Ermenistanê ji dîrok, çand û welatê kal û bavan dûr bixin, ji koka wan bibirin, ji bo bişkavtin û asîmîlekirina wan hêsa bikin. Lê bira xwe nexapînin, êzdîyên ku bi hezaran sal li ber zilm û zorê, li ber fermanên biçûk û mezin li ber xwe dane, ol, dîrok, ziman û çanda xwe parastine, wisan zû bi zû nayên rayê. Hêvîdar im xwendevanên me zimanê min tê bigihîjin, ji ber ku li gor rojhilatnas û sîyasetmederên ermenî, min ev gotar bi zimanê ‘êzdîkî’ nivîsîye. Tosinê Reşîd Dîrok: 8 Tebax 2007 Çarşem |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Jina Kurd DivÊ Bi ZanebÛn Û Bi ZimanÊ Xwe ZarokÊn Xwe Mezin Bike | heci | Çandi Gişti | 2 | 14-02-2008 09:13 AM |
| RomannivÎserÊn Kurd Çi Dikin? | heci | Çandi Gişti | 3 | 31-08-2007 01:10 PM |
| BÎr AnÎna QazÎ Mihemed Û HevalÊn WÎ ! | sezi | Dirok | 4 | 28-06-2007 02:36 PM |
| Generalê kurd: Em ne tehdîd û ne jî noxteya zeîf in | newalaqesaba | Çandi Gişti | 1 | 23-06-2007 10:54 AM |
| Şoreşa Qoçgîriyê | heci | Dirok | 3 | 30-11-2006 10:19 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.