Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 31-08-2007, 12:52 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,336
Üye No: 494
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6143
Rep Puaný : 613947
Rep Derecesi
heci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond repute
Varsayýlan RomannivÎserÊn Kurd Çi Dikin?


ROMANNIVÎSERÊN KURD ÇI DIKIN?


Min di sernivîsa xwe ya ”Çil Romannivîserên Kurd” de beha pêwîstiya lêkolînên li ser jiyan û berhemên romannivîserên kurd û herweha amadekirina antolojiya romana kurdî kiribû.





Min gotibû çil romannivîserên kurd hene (wek hejmar ji çilî zêdetirin jî, lê ez ê behsa çil romannivîseran bikim.) lê min navê wan negotibû ku ew kî ne.



Ez ê di vê gotara xwe de navê wan çil romannivîserên kurd li du hev rêz bikim û diyar bikim ku niha ew çi dikin? Gelo ew romannivîseriya xwe didomînin? Gelo di sala îsalîn de (sala 2007) romanên wan yên nû hatine weþandin? Kî miriye, çûye ser heqiya xwe, kî sax e, zindî ye? Û hwd.



Romannivîserên kurd yê çilî û herweha yê dawî ku bi kurdî roman nivîsiye nivîskar Sabrî Akbel e. Ez ê ji wî dest pê bikim :



1 – Sabrî Akbel – Romannivîserekî kurd e. Ji bajarê Batmanê ye. Wî heta niha bi tirkî pirtûk dinivîsand û ew nivîskarekî kokkurd ê zimanê tirkî bû. Lêbelê wî bi nivîsîna romaneke bi kurdî bû nivîskarekî kurd. Sabrî Akbel berê bi tirkî deh (10) pirtûk nivîsîbû û weþandibû. Niha ew vegeriyaye zimanê xwe ê zikmakî û êdî bi kurdî dinivîse. Navê romana wî ya bi kurdî ”Evîna Pînhan” e. Ev roman di nav weþanên Nûbiharê de li Stenbolê derketiye. Sabrî Akbel romannivîseriya xwe ya bi kurdî didomîne.



2 – Ereb Þemo – Nivîskarê kurd ê Kafkasyayê (Sovyeta berê) ye. Romannivîserê kurd yê herî pêþîn e. Romana yekem a bi kurdî ji alî wî ve hatiye nivîsîn. Çar romanên wî bi alfabeya Latînî / Kurdî bi zaravayê Kurmancî li bajarê Stockholmê û Stenbolê hatine weþandin. Ew çûye ser heqiya xwe, anku wî wefat kiriye.



3 – Mehmet Uzun - Heta niha heft romanên kurdî nivîsiye. Ew ji ber nexweþiya xedar a penceþêrê geleke westiya. Lê niha baþ bûye. Nivîs nivîsîn û berhem afirandin bûye þêweya jiyana Mehmet Uzun. Wî bi romanên xwe yên kurdî, ziman û edebiyata kurdî dewlemend kiriye. Ew romannivîseriya xwe didomîne. Di sala îsalîn de pirtûka wî ya têbiniyên taybet ku di pêvajoya nivîsîna romana xwe ya “Hawara Dijle” de cûda nivîsîbû, weke pirtûk li Stenbolê hate weþandin. Niha ew li ser amadekirina romaneka dîrokî dixebite. Ew dixwaze jiyan, têkoþîn û berhemên nivîskarekî klasîk ê kurd bike roman.



4 – Heciyê Cindî – Nivîskarê kurd ê Kafkasyayê ye. Romaneke wî bi navê ”Hawarî” li Swêdê di nav weþanên ”Roja Nû” de derket. Ew mamosteyekî profesur û lêkolînvanekî folklora kurdî bû. Gelek pirtûkên wî hene. Hinek li Erîwanê û li Moskova hatine weþandin û hinek nehatine weþandin. Li gor agahdariya keça wî Frîda, bi dehan pirtûkên wî yên amadekirî ji bo çapê seknandîne. Bi hêviya ku weþanxaneyên kurdan dest biavêjin berhemên wî û çap bikin, bigiþînin destê xwendevanên kurd.





5 – Mahmûd Baksî – Wî jî çar roman nivîsîbû û weþandibû. Ji ber nexweþiya qanserê çû ser heqiya xwe. Mahmûd Baksî romana xwe ya bi nave “Hêlîn”ê berê bi Swêdî nivîsiye û paþê bi kurdî nivîsiye yan jî li kurdî wergerandiye.



6 – Birîndar – Hem romannivîser û hem jî dengbêjekî hunermend e. Çend qasetên wî yên stranan derketine. Heta niha du romanên wî di sala 1982 û 1983 –an de derketin. Lê, çi heyf ku Birîndar xebata xwe ya edebî nedomand û ji sala 1983-an û virve yek romaneke jî neweþand. Herdu romanên Birîndar weke destpêka romanên kurdî ya li bakurê Kurdistanê tê hesibandin. Romana wî ya bi navê ”Xanê” – 1982 – jî weke romana yekem a bakurê Kurdistanê tê qebûlkirin.

Birîndar digel dengbêjiya xwe, demeke li Swêdê bi karê bazirganiyê re mijûl bû. Paþê ji Swêdê çû Almanyayê û li wir di rojnameya ”Peyama Kurd” de rojnamevanî kir. Niha jî di malpera ”Lotikxanê” de carna nivîs – gotar- û helbestên wî têne weþandin.



7 – Firat Cewerî – Ji alî xwendevanên kurd ve weke çîroknivîs û weþanvan hatiye nasîn. Ji xwe wî çend pirtûkên kurteçîrokan weþandiye û weþanxaneyeke damezrandiye.

F. Cewerî bi þiêrê – helbestê – dest bi kar û xebata edebî ya nivîskariyê kiriye, piþtê helbestê kurteçîrok nivîsiye. Piþtê nivîsîna kurteçîrokan û weþandina çend pirtûkên kurteçîrokan demeke dirêj derbas bûye û wî vêca dest bi nivîsîna romanê kiriye.

Bi navê ”Payiza Direng” romaneke nivîsiye û weþandiye. Ev roman ne tam û netemam e. Diyare ku dê Firat Cewerî romannivîseriya xwe bidomîne û romaneke din jî pêþkêþê xwendevanên kurd bike.



8 – Mihemed Dehsiwar
– Wî bi romana xwe þêweya heyecan û macerayê anî nav edebiyata kurdî. Lê çi heyf ku wî romannivîseriya xwe nedomand. Di sala 1995 –an de romana wî ya bi navê ”Çirîskên Rizgarîyê” li Stockholmê derket. Ev bû duwanzdeh sal li ser weþana romanê re –demeke dirêj e- derbas bû, hêj jî romana wî ya duyem derneketiye.

Lê bi qasê ku min agahdarî girt, wî romana xwe ya duyem jî nivîsiye û ji bo çapê amade dike.

Helbet ji bo ku M. Dehsiwar romana duyem neweþand, neku wî baþqe pirtûk neweþandiye. Wî ji bo zarokan pirtûkek û çend pirtûkên wergera li kurdî weþand. Pirtûkên nivîskarê navdar ê Swêdî Hennîng Mankell ji alî M. Dehsiwar ve li kurdî hatin wergerandin û weþandin. Wî herî dawî pirtûka nivîskara jin a zimanê tirkî Kamiran Solmaz jî wergerand kurdî û li Stockholmê weþand.



9 - Laleþ Qaso – Wî weke rêzeroman sê rêzepirtûkên berdewama hevûdu nivîsî û weþand. Piþtê hersê rêzeromanan, wî du romanên din jî weþand. Mijara van herdu romanên dawîn heryek bi serê xwe mijareke cuda ye.

Laleþ Qaso heta niha 5 romanên Kurdî nivîsiye û weþandiye. Ew carna pirtûkên ji bo zarokan jî dinivîse. Hewesa wî ji edebiyatê pirtir li ser siyasetê ye. Ew di malpera ”Rizgarî” de nivîsên siyasî yên rexneyî dinivîse. Hedefa rexneyên wî yên siyasî jî **** PDK û YNK – ye.

Di stîl û uslûba þêweya nivîsên Laleþ Qaso de hêla mîzahî xurt e, lê haya wî ji vê hêla wî baþ tune û lewre ew giranî nade vê hêla mîzahî.

Laleþ Qaso romannivîseriya xwe didomîne.



10 – Eliyê Evdirehman – Nivîskarê kurd ê kafkasyayê ye. Wî bi tevahî çend roman nivîsiye, ez nizanim. Lêbelê ez zanim ku 4 romanên wî weke pirtûk hatine weþandin. Wî wefat kiriye. Romaneke wî ya bi nave “Xatê Xanima Dêrsimî” bi alfabeya Latînî / Kurdî û bi zaravayê kurmancî li Stenbolê derketiye.



11 – Îbrahîm Seydo Aydogan – Romannivîserekî kurd ê ciwan e. Di sala 1999 –an de romana wî ya yekem ”Reþ û Spî” û di sala 2003 –ê de romana wî ya duyem ”Leyla Fîgaro” derket.

Di derbarê romana kurdî de dîtinên wî yên balkêþ û ecêb hene. Herçiqas ez bi xwe dîtinên wî þaþ dibînim jî, hinek dîtinên wî yên rast jî hene.

Wek mînak, ev dîtinên wî ne ji bo hemû romannivîserên kurd, lê ji bo hinekan rast in :

” Kêmhejmarî an jî pirhejmariya romanên kurdî asta wan a hunerî diyar nake. Ji ber ku gelek romanên kurdî gelekî dûrî qaîdeyên romannivîsînê mane, hayê gelek romannivîsên kurdî ji tevna romanê, zimanê edebî, ferqa çîrok û romanan, vegotina bûyeran û kronolojiya wan, þayes, psîkolojiya lehengan û bikaranîna teknîkên romannivîsînê tune ye. Mirov dibêje qey gelekan ji wan qet roman ne xwendine û nû dest bi nivîsandinê kirine.”



12 – Hesenê Metê – Di esasê xwe de Hesenê Metê romannivîser nîn e. Ew novelvan e. Kurteçîrok û Novel (çîroka dirêj) dinivîse. Di gel ku ew berhema xwe ya bi navê ” Labîrenta Cinan – Sala weþanê 1994 ” weke roman nahisibîne jî, ji bo ku gelekan li ser vê pirtûkê nivîsîne û gotine ”ev roman e” loma jî ev berhema wî weke roman tê hesibandin.

Di gel vê berhemê, gelek berhemên wî yên kurteçîrokan weka pirtûk li Stockholmê û li Stenbolê hatine weþandin.

Hesenê Metê niha jî li ser Þeytan pirtûkeke novelê – çîroka dirêj – nivîsiye û ew dê di nêzîk de bê weþandin.



13 – Mistefa Aydogan – Di sala 1997 –an de bi navê ”Pêlên Bêrîkirinê” romaneke nivîsî û ev bû deh sal li ser derbas bû, wî romaneke din nenivîsî. M. Aydogan ji romannivîseriyê pirtir hêla wî ya gotar – meqale – û nivîsên ceribandinê – deneme – xurt e. Gelek nivîsên wî yên pexþan hene ku ji hêla naveroka xwe bilind in, gelek xurt in.

Ji xwe piþtê romana wî, pirtûka wî ya ceribandinê derket. Ew li ser ziman jî xebat dike û yek ji beþdarvanê civînên Kurmancî ye. Di amadekirina ferhengên kurdî de jî ked û xebata wî heye. Ew niha di malperên kurdî yên înternetê de nivîsên kurdî dinivîse.



14 – Bubê Eser – Di sala 1994 –an de bi navê ”Gardîyan” romaneke weþand. Ev romana wî paþê li Stenbolê jî hate weþandin. Bubê Eser piþtê weþandina vê romana xwe çend pirtûkên kurdî yên din jî weþand. Wî vê dawiyê þanoyeke û otobiyografîk romaneke jî weþand.

Bubê Eser li Swêdê diman, lê niha ji bo nivîsîna romaneke xwe li Kurdistana Azad dimîne.

Li gorê agahdariyên ku ez fêr bum, ew niha li ser komkujiya kurdên baþur û Enfala Barzaniyan þanoyeke û romaneke dinivîse.



15 - Zeynelabîdîn Zinar – Di nav nivîskarê kurd de yek ji ê berhemdar Zeynelabîdîn Zinar e. Ew kedkarê berhevkirin û amadekirina stran û çîrokên folklorîk yên di nav gel de ye. Wî bi sedan çîrokên gelêrî berhev kiriye û weþandiye.

Z. Zinar du çîrokên gelêrî bi stîleke nû û nûjen, bi forma romanê nivîsiye û pêþkêþê xwendevanên kurd kiriye. Navê herdu çîrokên gelêrî ku bi qalibeke nû û bi þêweya romanê hatiye nivîsin ev in : 1 – Hemdîn û Þemdîn – 2 – Siyabend û Xecê.

Dema navê Z. Zinar bê gotin, di cîde deh cild ”Xwençe” tê bîra mirov. Berhevkirin û amadekirina deh cild ”Xwençe” ji bo çand, edebiyat û zimanê kurdî dewlemendiyeke û herweha kilam –stran - , helbest, çîrok û çîrvanokên ku di Xwençe de bi cih bûne ji wendabûnê xilas bûne û ev bi xwe hêjayê pesnê ye.

Bi min heger Z. Zinar dîsa dest pê bike û weke Xwençe deh cildên din yên çîrokên gelêrî û hemû cure berhemên folklorîk yên di nav kurdan de biçivîne, berhev bike û ji bo weþanê amade bike, dê dîsa kar û xebateke hêja pêk bîne.

Z. Zinar nivîskarekî berhemkare û ew xebata xwe ya nivîsînê didomîne û hersal gelek pirtûkên kurdî dinivîse û diweþîne. Bi hêviya ku ew romaneke din jî li pirtûkxaneya kurdî zêde bike û edebiyata kurdî dewlemend bike.



16 - Helîm Yûsiv
– Nivîskarekî kurd ê binxetê ye. Wî herî pir kurteçîrok nivîsiye û çend pirtûkên wî yên kurteçîrokan hatine weþandin. Di sala 1999 –an de romana wî ya bi navê ”Subarto” li Stenbolê hate weþandin. Romaneke balkêþ û ji hêla erotîzm û pevþabûna seksê ve dewlemend e.

Nivîskar Helîm Yûsiv bi þêweyeke nûjen û bi cesaret di nav civakeke misilman û paþvemayî de berhema xwe bi nexþên erotîk xemilandiye. Wî daye nîþandan ku di berhemên edebî de jî pêwistiya rengên erotîk û ravekirina pevþabûnê heye.

Helîm Yûsiv li Almanya / Belçîka dijî û ji bo Roj Tv-ê programên çandî, edebî amade dike.



17 – Silêman Demir – Heta niha sê romanên wî derketine. Romana wî ya yekem û duyem li pey hev di salên 1997 û 1998 –an de derketin. Lê romana wî ya sêyem gelek direng ket û îsal (sala 2007 –an de) derket. Silêman Demir li Swêdê dijî. Bi karê bazirganiyê re mijûl dibe. Di malperên kurdî yên înternetê de carna nivîsên – gotar, meqale – wî derdikevin.

Ew romannivîseriya xwe didomîne.



18 – Lokman Polat – Heta niha þeþ romanên wî derketine. Di romnên wî de heyecan û macera, evîn û têkoþîn hene û herweha erotîzm, þadimanî û hunera pevþabûnê hene.



Wî bi navê ”Efendiyê Xeyalan” romaneke 520 rûpel nivîsiye, lê hêj çap nekiriye. Sê rêzeromanên wî ”Robîn” , ”Kodnav Viyan” û ”Parola Operasyonê” li ser hev ji 600 rûpelan zêdetirin.



Wî jî weke hinek nivîskarên kurd û gelek nivîskarên cîhanê nivîs nivîsîn û berhem afirandin kiriye þêweya jiyana xwe. Ew di gelek kovar, rojname û malperên kurdî yên înternetê de bi kurdî gotar – meqale – dinivîse û pirtûkên kurdî dinirxîne, ji bo xwendevanên kurd pirtûkên kurdî dide danasîn. Wî bi romanên xwe yên kurdî, ziman û edebiyata kurdî dewlemend kiriye. Ew romannivîseriya xwe didomîne.



19 – Nacî Kutlay – Ew romannivîser nîn e. Lê lêkolînvan e. Wî li ser dîroka kurdan a nêzîk û li ser pirs û pirsgirêkên sosyal civakî ya kurdan çend pirtûk nivîsiye. Pirtûkên wî hemû bi tirkî ne. Ev romana wî ya bi navê ”Zeviyên Soro” jî pêþî bi tirkî nivîsiye û paþê bi kurdî nivîsiye yan jî li kurdî wergerandiye. Wî ”Zeviyên Soro” bi nasnavê Nurî Þemdîn weþandibû.

Dr. Nacî Kutlay pirtûkeka Cengiz Aytmatov bi navê ”Evîna Cemîlê” li kurdî wergerand. Lê, piþtî ku ji Swêdê çû û li Tirkiyê bi giranî bi siyasetê re mijûl bû, êdî ne bi kurdî pirtûk nivîsî û nejî ji zimanekî din li kurdî pirtûk wernegerand.

Nacî Kutlay berê li Swêdê bû, niha li Tirkiyê ye û bi karê siyasî re mijûl dibe.



20 – Bavê Nazê – Çîroknivîs û romannivîserekî kurd ê binxetê ye. Berê li Swêdê diman, niha li Rusya – Moskova – dimîne. Romana wî ya yekem, navî ”Çiyayê Bi Xwînê Avdayî” ye û pêþî bi erebî hatiye nivîsîn. Paþê li rusî hatiye wergerandin û piþtê weþandina bi erebî û rusî, bi kurdî hatiye weþandin.

Romana wî ya duyem jî bi navê ”Stockholm te çi dîtiye bibêj” li Swêdê / Stockholmê hatiye weþandin. Di romanê de nexþên erotîk û seks hene.

Hinek pirtûkên wî yên kurteçîrokan jî li Swêdê û li Moskova’yê hatine weþandin. Lê ji zûveye ku romana wî ya sêyem derneketiye.



21 – Sidqî Hirorî – Nivîskarekî kurd ê baþurê Kurdistanê ye. Ew li Swêdê dimîne. Romannivîserê kurd Sidqî Hirorî bi alfabeya Latînî / Kurdî û bi zaravayê Kurmancî dinivîse. Di salên 1996 û 1998 –an de du romanên wî derketin. Lê diyare ku wî romannivîseriya xwe nedomand. Piþtî sala 1998 –an heta niha romana wî ya sêyem derneketiye.

Ew car caran diçe Kurdistana azad û tê, lê li Swêdê jiyana xwe didomîne.



22 – Seîdê Îbo – Nivîskarekî kurd ê Kafkasyayê ye. Di sala 1981 –an de bi navê ”Kurdên Rêwî” romaneke wî li Erîwanê derketiye. Piþtê vê romanê êdî romaneke din nivîsiye yan nenivîsiye, ez nizanim.



23 – Azad Bavê Þahîn – Kurdekî binxetê ye. Heta niha tenê bi navê ” Yên Perîþan -1991-Beyrûd) ” romaneke wî derketiye û êdî qet pirtûkek wî ya din derneketiye.



24 – Egîdê Xido – Nivîskarekî kurd ê Kafkasyayê ye. Bi navê ”Dê û Dêmarî” romaneke wî pêþî li Erîwanê û paþê li Stockholmê derketiye. Ji xeynê vê romanê romaneke wî ya din heye yan na, nediyare.



25 – Perwîz Cîhanî
– Romannivîserekî kurd ê rojhilatê Kurdistanê ye. Ew bi alfabeya Latînî / Kurdî û bi zaravayê Kurmancî dinivîse. Romana wî ya bi navê ”Bilîcan” di sala 2002-an de li Stenbolê derket. Ev roman di nav romanên kurdî yên ku heta niha hatine weþandin de romana herî qalind e. Roman 511 rûpel e.

Perwîz Cîhanî li Swîsre dimîne û romannivîseriya xwe didomîne.



26 – Medenî Ferho – Nivîskarekî berhemkar e. Gelek pirtûkên wî hatine weþandin. Wî heta niha 5 romanên kurdî nivîsiye û weþandiye. Gelek wergerên wî jî di kovar, rojname û Med / Roj Tv- ê de hatine weþandin. Di rojnameya kurdî ya rojane ”Azadiya Welat” de jî car caran gotar – meqale – dinivîse. Ew li Belçîka dimîne û romannivîseriya xwe û xebata xwe ya edebî didomîne.



27 – Îhsan Çolemergî – Nivîskarekî kurde ku li bakurê Kurdistanê dimîne. (Piraniya romannivîserên kurd li Swêdê, Swîsrê û Almanyayê anku li Ewropayê dimînin.)

Wî di sala 1995 –an de bi navê ”Cembelî Kurê Mîrê Hekarî” romaneke evînî nivîsî. Lê, ev bû duwanzdeh sal derbas bû, hêj romana wî ya duyem derneketiye.

Ew car caran di rojnama ”Azadiya Welat” de gotarên kurdî dinivîse.



28 – Þahînê Bekirê Soreklî – Bi navê ”Wendabûn” û ”Veger” du romanên wî derketine. Dibe ku li gor paþnavê xwe ji Sêwerekê be, lê nivîskarekî kurd ê binxetê ye. Niha ew li Awistirya dimîne û li wir di radyoya kurdî de dixebite. Gelek gotar, pexþan û kurteçîrokên wî di weþanên kurdan de derketine. Ew car caran di malperên kurdî yên înternetê de dinivîse û herweha xebata xwe ya edebî û nivîsîna romanê didomîne.



29 - Fêrgîn Melîk Aykoç
– Di sala 1999 –an de Bi navê ” Mamosteyê Zinaran ” romaneke weþand û êdî ewqas. Niha li Almanyayê mamostetî dike û carna di kovarên kurdî de gotar dinivîse.



30 – Newroz Saîdpour – Newroz nivîskarekî ji Kurdistana bakur e. Ji paþnavê wî mirov dibêje qey ew nivîskarê kurd ê rojhilatê Kurdistanê (Kurdistana Îranê) ye. Ew kurdê bakure, lêbelê li rojhilatê Kurdistanê gelek salan maye û li wir pêþmergetî kiriye. Ji xwe naveroka romana wî jî li ser kurdên rojhilate û bûyera romanê li rojhilatê Kurdistanê derbas dibe.

Romana wî di sala 2002 –an de bi navê ”Viyan” li Stenbolê derket. Lê, piþtê vê romanê êdî romaneke wî ya din derneket.

Ew bi kurdî di rojnameya hefteyî ”Dema Nû” de gotar – meqale – û nûçe diweþîne.

Niha li Almanyayê dimîne û di kar û xebata çandî, komelayetî de aktîf e.



31 – Xemgînê Temê – Kurdekî ji rojavayê baþurê Kurdistanê anku kurdê binxetê ye. Di sala 1983 –an kurteromaneke wî li Stockholmê derketiye û êdî tu romanek yan pirtûkek wî ê din derneketiye. X. Temê jî weke gelek nivîskaran pirtûkek nivîsîye û hew. Yanî êdî xebata xwe ya edebî anku karê nivîskariyê nedomandiye.



32 – Adîl Zozanî – Li Amedê – Diyarbekir – dimîne. Wî di sala 2001 – ê de bi navê ”Kejê” romaneke nivîsî û paþê qet romaneke yan jî pirtûkeke wî ya bi kurdî derneket.

Adîl Zozanî di rojnameya ”Azadiya Welat” de gotar – meqale – dinivîse û berpirsê televizyona mehelî ya li Diyarbekir anku yek ji birêvebirê ”Gun” Tv – ê ye.



33 – Mezher Bozan – Di sala 2002-an de bi navê ”Av Zelal Bû” beþa yekem a romana wî derket. Paþê beþa duyem jî nivîsî û weþand. Berê pirtûkek wî ya helbestan û pirtûkeka kurteçîrokan jî derketibû. Îsal romaneke wî ya din di nav weþanên ”Nûbihar”ê de derket.

M. Bozan li Swêdê dimîne û romannivîseriya xwe didomîne.



34 – Torî – Bi navê ”Mendik” di sala 2002-an de romaneke nivîsî. Torî ji edebiyatê pirtir bi dîrokê re û bi taybetî dîroka kurdan û sosyolojiya civaka kurdan re mijûl dibe. Ji xwe gelek pirtûkên wî yên derbarê dîroka kurdan û civaka kurdan hatine weþandin.

Diyare ku êdî ew ê romannivîseriya xwe nedomîne, dîroknivîsîna xwe bidomîne.



35 – Xurþîd Mîrzengî
– Romana wî ya yekem bi navê ”Sînor” di sala 1995-an de li Stockholmê derket. Paþê sê romanên wî yên din jî derketin. Di nav herçar romanên wî de, romana herî serketî û balkêþ romana wî ya li ser Ristemê Zal e.

X. Mîrzengî gladyatorekî leheng ê kurd kiriye mijara romana xwe û bi naverokeke bi heyecanî afirandiye. Ev romana wî dikare bibe fîlmeke baþ.

Ew geh li Swêdê û geh li Fransa’yê dimîne. Karê bazirganî dike û herweha kar û xebata xwe ya romannivîseriyê didomîne.



36 – Mela Beþîr – Di sala 1999-an de bi navê ”Sofî Remo” romaneke wî derket. Piþtê vê romanê êdî romaneke wî a din derneket, lêbelê pirtûkên wî yên kurteçîrokan û yên wergerê hatin weþandin.

M. Beþîr nivîskarekî zimanzan e. Ji hêla îlmî / zanistî ya zimên, rastnivîsîn û gramerê ve zana ye, þareza ye. Ew bi pênc zimanan û du zaravayên kurdî (kurmancî û soranî) zanê.

Wî gelek pirtûkên hêja li kurdî wergerandiye. Çîrokên folklorîk yên gelêrî berhev kiriye.

M. Beþîr ji hêla nivîs nivîsînê de gelek jîr e. Di weþan û malperên kurdî de gotar – meqale – û þîroveyên wî bi navê wî û nasnavekî wî ê din têne weþandinê.



37 – Betal Betê
– Di saleke nediyar de bi navê ”Bêbextî” romaneke weþandiye. Sala weþandina vê romanê nediyare û ji weþandina wê heta niha tu romaneke yan pirtûkeke Betal Betê derneketiye.

Car caran nivîsên wî yên kurdî – kurmancî – di malperên kurdan yên înternetê de derdikevin û hew.



38 – Kemal Ongun – Di sala 2002 –an de bi navê ”Li Qerexa Þevê Hîvron” romaneke wî derketiye. Li gor ku min bihîst, çend pirtûkên wî yên din jî bi kurdî hene. Ew nivîskariya xwe didomîne, pirtûkên kurdî dinivîse.

Ji bo ku di kovar, rojname û malperên kurdan de li ser berhemên nivîskarên kurd pir hindik nivîsên danasîn û nirxandinê derdikevin û li ser pirtûkên hinek nivîskarên kurd qet ti nivîs dernakevin, û herweha ji bo ku weþanxaneyên kurd jî belavkirina pirtûkên kurdî baþ pêk naynin, mirov pê nizane bê kîjan pirtûka kurdî ya kîjan nivîskar derketiye.

Gelek pirtûkên kurdî derdikevin, haya mirov jê çê nabe û ew pirtûk tê ji bîr kirin. Herweha hinek nivîskarên kurd yên nenas piþtî weþandina pirtûka wan, ji bo ku nayêne naskirin, ew jî têne jibîrkirin.



39 – Remezan Alan – Xwendevanên kurd wî bi nirxandin û analîza pirtûkên kurdî nas kirin. Wî bi nivîsên xwe yên derbarê romana kurdî di rexnegiriya edebî ya kurdî de xizmeteke baþ pêk anî. Wî rexne li hinek romanên kurdî girt. Xwezî wî xebata xwe ya rexnegiriyê bidomandana. Lê wî rexnegiriya edebî da aliyek û bi navê ”Saturn” romaneke nivîsî .

Romana R. Alan di sala 2002-an de derket. Lêbelê ji alî xwendevanan ve – bi qasê ku min bihîst – û ji alî min bi xwe nehate ecibandin.

Xwezî R. Alan vê romana neserketî nenivîsiya û wî xebata xwe ya rexnegiriya edebî bidomandana. Belkî ew jî bibana weke Belînskî yê Rusan yan jî weke Fethî Nacî û Semîh Gumuþ’ê tirkan, ew jî bibana rexnegirekî kurdan.



40 – Omer Dilsoz – Wî du romanên kurdî nivîsiye. Romana wî ya yekem di sala 2003 –ê de derketiye. Omer Dilsoz ji romannivîseriyê bêtir weke þaîr – helbestvan – tê nasîn. Gelek helbestên wî yên baþ hene ku hatine weþandin.

Ew birêvebirê giþtî ê rojnameya rojane ”Azadiya Welat” e. Wek tê zanîn ev rojname rojnameya rojane ya herî pêþîn a bi kurdî ye kul i bakurê Kurdistanê derketiye. O. Dilsoz hema her roj di vê rojnameyê de sernivîs, meqale – gotar – nirxandin û heta nûçeyên rojane dinivîse û lewre jî ew nivîskarekî jîr e û kedkarê çand, ziman û edebiyata kurdî ye.



----------------------------------



ÇEND GOTINÊN DAWÎ



Ji vê lîsteya çil navên romannivîserên kurd jî diyar dibe ku, yên ku bi giranî bi edebiyatê re mijûl dibin û romannivîseriya xwe didomînin hindik in. Ji navên vê lîsteyê hinek romannivîser mirine, çûne ser heqiya xwe. Hinekan tenê yek romaneke nivîsîne, weþandine û êdî romaneke duyem neweþandine. Hinek nivîskar jî meyla wan ne li ser edebiyatê ye, hewesa wan, întreseya wan li ser mijarên din e û lewre jî piþtê romaneke êdî romaneke din neweþandine lê li ser mijarên din pirtûk weþandine.



Di nav van çil romannivîserên kurd de, hinek hem roman û hem jî çîrok û helbest dinivîsin. Divê mirov çil helbestvanên kurd û herweha çil nivîskarên ku kurteçîrok dinivîsin jî hilbijêre û li ser xebatên wan weha kurtenivîseke nirxandinê binivîse.



Di nav romanên van çil romannivîseran de hinek jê bi rastî roman nînin, lê navê romanê lêkirine. Loma jî ev gotinên Îbrahîm Seydo Aydogan ji bo hinek romannivîseran û hinek romanan gelekî rast in. Loma jî ez van gotinên wî dubare li vir diweþînim.

” Kêmhejmarî an jî pirhejmariya romanên kurdî asta wan a hunerî diyar nake. Ji ber ku gelek romanên kurdî gelekî dûrî qaîdeyên romannivîsînê mane, hayê gelek romannivîsên kurdî ji tevna romanê, zimanê edebî, ferqa çîrok û romanan, vegotina bûyeran û kronolojiya wan, þayes, psîkolojiya lehengan û bikaranîna teknîkên romannivîsînê tune ye. Mirov dibêje qey gelekan ji wan qet roman ne xwendine û nû dest bi nivîsandinê kirine.”





Di nav van çil romannivîserên kurd de tiþtê ku bala mirov dikþîne tunebûna romannivîsereke jin a kurd e. Hinek nivîskarên jin yên kurd hene, wan pirtûkên helbest û çîrokan nivîsîne û weþandine. Di nav nivîskarên kurd yên jin de herî pir helbestvan hene û pirtûkên wan yên helbestan derketine.



Bi hêviya ku rojeke nivîskareka jin a kurd romaneke bi kurdî binivîse û biweþîne.

heci is offline  
Eski 31-08-2007, 01:04 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Dec 2006
Mesaj: 887
Üye No: 42176
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 14974
Rep Puaný : 1497265
Rep Derecesi
jannas has a reputation beyond reputejannas has a reputation beyond reputejannas has a reputation beyond reputejannas has a reputation beyond reputejannas has a reputation beyond reputejannas has a reputation beyond reputejannas has a reputation beyond reputejannas has a reputation beyond reputejannas has a reputation beyond reputejannas has a reputation beyond reputejannas has a reputation beyond repute
Varsayýlan


sıpas jı bo agahiyên u xebata te......
hêviya mın ji nivîskare jın ê kurd hina pırtır bıbın...

__________________
jannas is offline  
Eski 31-08-2007, 01:08 PM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Dec 2006
Konum: "Topraðýn Kalbinden"
Mesaj: 7,776
Üye No: 44844
Cinsiyeti : Bayan
Ýtibar Gücü: 25608
Rep Puaný : 2559912
Rep Derecesi
zîvûzêr has a reputation beyond reputezîvûzêr has a reputation beyond reputezîvûzêr has a reputation beyond reputezîvûzêr has a reputation beyond reputezîvûzêr has a reputation beyond reputezîvûzêr has a reputation beyond reputezîvûzêr has a reputation beyond reputezîvûzêr has a reputation beyond reputezîvûzêr has a reputation beyond reputezîvûzêr has a reputation beyond reputezîvûzêr has a reputation beyond repute
Varsayýlan


jı bo xêbatada pîr spas hêcî....

daxwâzyâmê gêllêmêyî kurd ê nûjî romannivisêrên bîbîn...inş pîrtîr bîbê nivisandın...

__________________
zîvûzêr is offline  
Eski 31-08-2007, 01:10 PM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,336
Üye No: 494
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6143
Rep Puaný : 613947
Rep Derecesi
heci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Alýntý:
jannas tafarýndan gönderildi Mesajý Görüntüle
sýpas jý bo agahiyên u xebata te......
hêviya mýn ji nivîskare jýn ê kurd hina pýrtýr býbýn...


Alýntý:
zîvûzêr tafarýndan gönderildi Mesajý Görüntüle
jý bo xêbatada pîr spas hêcî....

daxwâzyâmê gêllêmêyî kurd ê nûjî romannivisêrên bîbîn...inþ pîrtîr bîbê nivisandýn...
ez jî ji we re spas dikim heval...

heci is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Jina Kurd DivÊ Bi ZanebÛn Û Bi ZimanÊ Xwe ZarokÊn Xwe Mezin Bike heci Çandi Giþti 2 14-02-2008 09:13 AM
Dîroka Çîroka Kurdî(Kurmancîya jor) û rewþa wê ya niha PCkopat Çandi Giþti 1 12-02-2008 11:14 AM
BÎr AnÎna QazÎ Mihemed Û HevalÊn WÎ ! sezi Dirok 4 28-06-2007 02:36 PM
Generalê kurd: Em ne tehdîd û ne jî noxteya zeîf in newalaqesaba Çandi Giþti 1 23-06-2007 10:54 AM
Rêzgirtina cudatîyên me, dilsozîya gel û perspektîva îqtidarê berxwedan Çandi Giþti 5 10-02-2007 04:26 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 06:14 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.