Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 29-08-2007, 01:04 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,336
Üye No: 494
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6143
Rep Puaný : 613947
Rep Derecesi
heci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond repute
Varsayýlan Bi hozan Comert re li Gulistanê hevpeyvîn


Bi hozan Comert re li Kurdistanê hevpeyvîn


Hevpeyvîn: H. Huseyîn Denîz


Hûn bi xêr hatin Kurdistanê. Gelo hûn dikarin di derbarê hatina xwe ya welêt de û armanca hatina xwe de hinek agahî bidin?


Hozan Comert: Ez beriya du salan dîsa hatibûm welêt. Niha jî ji bo pîrozkirina Pêngava 15ê Tebaxê hatim ku bi gelê me yê penaber ê li Mexmûrê dijîn re parve bikim. Ji wir jî ez derbasî Herêma Medya bûm û bi gelê me yê li vê herêmê dijî û yê ji gelek cih û warên Baþûr hatine re me pîrozbahî di 17ê mehê de li dar xist. Piþtî pîrozbahiyan min saziyên me yên li vê derê ziyaret kirin. Goristanên þehîdan li vê qadê hene. Ez çûm serdana wan. Min dixwest zêdetir li vê derê bimînim û tevlî jiyana gerîlan bibim, bi wan re hinek xebatên çandî û hunerî bimeþînim; lê ji sedema êrîþên li ser Qendîlê, topbarînên artêþa Îranê di van rojan de bê navber dike, ez ê derbasî Mexmûrê û bajarên Baþûrê Kurdistanê bibim û serdan û xebatên xwe li wan deran bidomînim.


Destpêkê Hûn hatin Mexmûrê; we li wê derê rewþa gel ji her alî ve çawa dît. Hûn dikarin dîmeneke gelê Mexmûrê ji me re raxînin ber çavan?


Hozan Comert: Belê. Min got ku ez beriya du salan jî hatibûm. Min îsal dît ku di navbera hatina min a yekemîn û îroj de guhertineke gelekî mezin di her alî de heye. Mirov dikare bêje ku gelê Mexmûrê pêngaveke mezin pêþ de avêtiye. Di warê siyasî, çandî, perwerdehî, civakî û her wiha aborî de pêþketinên berbiçav hene. Mînak di aliyê pêþwazîkirina hunermendekî de jî pêþketin heye. Bêtir bi sazûman, nîzam û rêz ez hatim pêþwazîkirin û gelekî kêfxweþ bûm.
Bi taybetî li Mexmûrê pêþketina bi ciwanan re çêbûye bala mirov dikiþîne. Tev dixwînin. Ji xwe li wargehê heta lîseyê heye. Yên lîseyê derbas dikin, li bajêr diçin unîversîteyê û li wê derê bi ciwanên me yên ji Bakur hatine re peywendiyên xweþ danîne û bi ciwanên Baþûr re jî germ in. Yekîtiyeke netewî ya navbera parçeyan saz kirine. Di girseya ku hatibû pîrozbahiyê de min ev yek dît. Gelek xwendevanên zanko yên ji Bakur hatibûn, yên ji Baþûr hatibûn û yên Mexmûrî mil bi mil rûniþtibûn, bi yek hest, raman û coþê, li awaza min guhdarî dikirin. Ez bi vê yekê serbilind bûm.


Ji bo Çand û Huner li Mexmûrê pêþ ve biçe, tu amadekarî an planên we hene?


Hozan Comert: Wekî li wir heye, pirsgirêkên me yên çandî-hunerî li her alî hene. Di van rojên borî de konferansa TEV-ÇANDê çêbû. Ez bawer im di wê konferansê de, di vî warî de, hin biryarên grîng hatine sitendin. Li ser çand û hunera kurdî û bi taybetî li ser nirxên þoreþê qedexekirin, astengkirin û dizîneke dijmin heye. Vê yekê him bi derfetên xwe dike, him bi destê hinek hunermendên li kurdayetiya xwe xwedî dernakevin dike. Ev yek xetereyeke mezin e û em ê hewil bidin ku pêþî li vê yekê bigrin; li çand û hunera xwe û li nirxên xwe yên þoreþa kurd ku li her çar aliyê welêt bi xwîna þehîdan hatiye afirandin xwedî derkevin. Ji vê konferansê þûn ve, em ê li her çar parçeyên Kurdistanê ku Mexmûr jî wekî nûnertiya parçeyekî dike, li vir jî xebatên çandî-hunerî pêþ ve bibin. Li vê derê ji bo vê xebatê bingeheke mezin heye. Bi taybetî di aliyê þanogerî, muzîk û dengbêjî de çavkaniyeke xwezayî ye.


Hûn ji Mexmûrê derbasî çiyê bûn. Dema we astenga Sîngesorê derbas kir û gav avêt xaka Medya we çi hîs kir? Ji me re dîmenekî hest, raman û hîsên xwe dikarin binexþînin?


Hozan Comert: Jiyaneke nû, warekî azad; wêr dide dilê mirov. Her çiqasî em di sitran û gotinên xwe de jiyana gerîlan tînin ser ziman jî, gotin û dîtin nabe yek. Dema mirov tê çiyê, mirov dikeve cîhaneke nû. Jiyan ji her alî ve cuda ye. Li vir ronesansek ji her alî ve hatiye çêkirin û di destpêkê de mirov giraniya vê hîs dike. Ji her parçeyê Kurdistanê û ji her alî bi keç û xortên Kurdistanê re mirov rû bi rû tê. Tev bi awirên azad li te dinêrin. Tu jiyana wan a felsefeyeke nû, ya bi hev re avakirina demokrasî û azadiyê dibînî. Çawa ku di destpêka dîrokê de þaristanî li ser xaka Medya hatiye afirandin, îroj jî mirov dibîne ku keç û xortên kurdan li navsera çiyê dest dane hev û jiyaneke nû ji bo kurdan, ji bo gelên Rojhilata Navîn û ji bo tevahiya mirovahiyê diafirînin.
Dema mirov ji der ve lê dinêre, çiqasî zahmet were jî, lê dema mirov tê û bi çavan dibîne di cih de dixwaze bibe parçeyek ji vê jiyanê û xwe tev lê bike, bi hev re parve bike. Di navbera keç û xortan de jî hezkirineke wiha heye ku tê de ne berjewendî, ne xerabî, ne tiþtekî din nîne; bi tevahî ji bo azadî, wekhevî û mirovbûnê hatine cem hev. Jiyana wan tevahî li ser fedekariyê ye. Ne ku muhatacê hinek tiþtan in û hatine, na; hinek ji wan xwendekarên zankoyê ne, hinek xwedî mal û milk in, hinek li bajaran-hinek li gundan mezin bûne. Lê tev ji bo armancekê dev ji van tiþtên xwe berdane û hatine gihiþtine hev. Ev vîneke mezin e. Tê de zanistî heye, berjewendiya giþtî ya gelan heye, pêþketin heye.
Ji bo xwezaya Kurdistanê jî bêjim ku bi salan e mirovahiyê dijminatî bi xwezayê re kir. Xweza tar û mar kir. Lê li warê gerîlan dostaniyek bi xwezayê re hatiye avakirin. Gundî dibêjin ku ‘Hevalan birîna daran û kuþtina ajalan li me qedexe kirine!’ Bê guman baþ kirine. Cihên gerîla lê dijîn dar jî, ajal jî azad dijîn. Li her aliyên din xweza li mirovahiyê hatiye xezebê, tola xwe hildide; lê li vê derê bi gerîlan re di nava dostaniyê de dijîn. Mirov peywendiya gerîlan bi sivoriyekî re, bi pisîkekê re dibîne û jê dilxweþ dibe. Dîsa li navsera van çiyan bistan danîne, dar çandine. Gundî jî ji wan fêr dibin. Bi salan gundî li van deran mane þitlek neçandine, lê dema dibînin ku gerîla diçînin, hezkirina wan jî ji þînahiyê re zêde dibe û ew jî dest bi çandiniyê dikin.


We bi giþtî Baþûr çawa dît. Piþtî ketina sazûmana Sadam hûn rewþa li Baþûr çawa dinirxînin?


Hozan Comert: Kurdistan bi her çar parçeyên xwe di destê cinawirekî de bû. Cinawirekî bi çar lingan! Bi destê Amerîkayê be jî ketina Sadam wekî þikandina lingekî wî cinawirî ye. Hê bandora dîktatoriyê bi tevahî ranebûye, lê di warê siyasî, çandî, civakî û aborî de îroj ji doh baþtir e. Bi þikandina lingê cinawir gelê me yê li Baþûr hilmek sitend, bêhna gel derket. Niha bi avakirina Kurdistanê wê ber bi azadiyê ve bimeþe. Ji xwe li Rojhilata Navîn her dem dewlet bi destê hêzên biyanî hatine avakirin. Berê Îngiliz bûn niha Amerîkî ne. Di dîroka Rojhilata Navîn de gelek rêber û pêxember derketine û gelek ji van, ji Kurdistanê bûn; lê di dîrokê de cara yekem e derfeteke wiha bi destê kurdan dikeve. Li Baþûr niha derfet heye û pêþketin berbiçav in; zanîngeh tên avakirin, teknîka pêþketî diherike vir, xwendin û xebat heye. Bê guman ev di hundirê xwe de xeteriyeke mezin jî dihewîne. Bi taybetî di warê çand, mûzîk û hunerê de, Tirk û dewletên din bi rêka televizyon, radyo û weþangeriyê dest diavêjin vê derê. Dixwazin çanda xwe li vir serdest bikin. Ev xetereyeke mezin e. Hinek hunermend jî ji van polîtîkayan re dibin navgîn û di hilandinê de rol dileyizin. Divê mirov pêþî li vê yekê bigire.
Di warê aborî de hê ew sazûmana dadmendî nehatiye rûniþtin. Hê tebeqeya dewlemend û ya feqîr heye. Divê di vî warî de jî gav bêne avêtin.
Di gelek aliyan de gavavêtin heye. Ev hêvî dide mirov. Bi taybetî di warê dostaniya di navbera kurdan de pêþketin heye. Êdî wekî berê bi kiþkirina hêzên biyanî bi ser hev de naçin û dijminatiya hev nakin. Ev yek, mirov ji dahatuyê hêvîdar dike. Kurdên Baþûr jî bi sedhezaran þehîd dane, heta hatine vê rojê. Her çiqasî dijmin li ser leyist û niha jî dixwaze bileyize, lê ji dema borî ders derxistine, êdî nayên lîstika dijmin û dijberiya hev nakin. Di navbera Baþûr û Bakur de jî, di gelek aliyan de min nêzîkatiyeke ji dil dît û ez pê kêfxweþ û serbilind bûm. Serokatiyê digot ku li Rojhilata Navîn her kes gur e, divê hûn vê bidin ber çav û wiha siyasetê bikin ku nekevin ser sifreya guran. Divê dîroka xiyanetê li Kurdistanê careke din qet dubare nebe, li cihê vê, yekîtiya parçeyan saz bibe, dostanî û hevkarî xurtir bibe. Þoreþa ku têkoþerên azadiyê çêkirine di hundirê xwe de sed þoreþên bi her awahî –civakî, çandî, hunerî, exlaqî, ramanî, hesteyarî, zîhnî û hwd.- didebirîne. Ev ji bo gelê kurd ronesansek e. Divê ji vê ronesansê tevahiya parçeyan sûd bigrin.


Ji bo tevahiya parçeyên Kurdistanê hûn dixwazin çi bêjin?


Hozan Comert: Niha pêþeroja gelê kurd bi vê felsefeyê ava dibe. Qasî þerê çekdarî divê þerê çandî, hunerî, wêjeyî were dayîn. Em li dîrokê binêrin, ji hatina îslamiyetê heta roja me li Kurdistanê xwîn dirije. Di navbera kurdan de nakokiyên hene, bi destê neyaran hatine çêkirin. Pêwîstî bi dostanî, hevkarî û yekîtiya kurdan heye. Ev jî, bi vê felsefeyê çêdibe. Heta yekîtiya çand û hunerê jî bi vê felsefê çêdibe. Huner teþeyê(þikil) dide civakê. Divê huner û çand li ser nirxên þoreþê bin, li ser felsefeya azadiyê bin. Ev ji bo Baþûr jî, ji bo Bakur jî, ji bo parçeyên din jî wiha ye.


Em hinekî jî qala we bikin. Hozan Comert kî ye? Zarokekî çawa bû, ji malbateke çawa derket û çawa bû hunermend?


Hozan Comert: Ez ji Dêrsimê, ji eþîra Bextiyaran im. Dayika min zaza ye. Malbata dayika min ji eþîra Abasiyan e.
Di qirkirina Dêrsimê ya bi destê tirkan de, dê û bavê dayika min û sê birayên wê jî di nava kesên hatibûn qirkirin de bûn. Leþkerên tirk qasî sê çar hezar kurdî kom dikin û dikujin. Wê demê dayika min hê zarokek heft salî ye. Ew û xwiþka wê ya sêzdeh salî di bin cendekan de dimînin û sax difilitin. Çend rojan wiha di nava cendekan de dimînin û piþt re jî newêrin biçin gund an bajarekî; xwe didin çiyê. Bi mirovên din ên filitîne re qasî sê salan li çiyê dimînin.
Dîsa di wê demê de ji eþîra bavê min jî çar sed mirov hatine qirkirin. Dayika min di hivdeh saliya xwe de tê gundê Bextiyaran. Bextiyarî bi kurmancî diaxivin. Di sala 1941ê de cara yekem ji gundê me bavê min diçe leþkeriyê. Wê demê bi dayika min re nû zewiciye. Ez di sala 1950 yî de têm dinyê. Malbata me li Qereqoçanê bi cih dibe û hinekî hal û wextê wana xweþ dibe. Li wê derê ji ber ku bavê min alewî ye, ji bo bikaribe ji aliyê civakê ve were pejirandin, dibe mûrîdê þêxekî. Dema dibe mûrîd, min jî rêdike medreseyê ku fêrî quranê bibim.
Li Çewlik-Kanîreþê di sala 58-59an de seydayek bi navê Husên Kamil Efendî hebû. Ez çûm ber destê wî, medreseyê. Li gundê Qayika Jêr ez çar salan fêrî nivîsandina kevin bûm.
Di xwendina li medreseyê de ez fêrî meqam, beyt û nimêjê bûm. Li wê derê me îlahî û mewlîd dixwendin. Awaza min ewqasî xweþ bû ku kesên guhdarî dikirin, digotin, ‘ger ev zarok mezin bibe wê bifire!’
Di bingehê sitranên îroj ez çê dikim de þopa wê demê heye; rengekî mewlewî tê de heye. Di vê navberê de, min dibistana tirkî jî dixwend. Piþt re em careke din vegeriyan Dêrsimê.


Baþ e, serboriya we ya hozanî çawa li pêþ ket? Di wê demê de li Tirkiyê gelek tevgerên þoreþgerî hebûn û karê hozanî kêm bû; we ev pêvajo çawa derbas kir?


Hozan Comert: Di sala 1968an de em vegeriyan Dêrsimê. Em li Mezra Sor bi cih bûn. Apekî min hebû di sazkirina TÎP (Partiya Karkerên Tirkiyê) ê de cih girtibû. Bi Kemal Bûrkay wan re kar dikir. Wê demê ez jî di Baskê Ciwanan ê vê partiyê de dixebitîm. Ji xwe Behîce Boran serokê wê bû. Piþtî 12ê adara sala 1971ê, ev partî qedexe kirin. Bi gelek kesan re ez jî hatim girtin. Wê demê kî bihata girtin ji madeya ‘propagandaya komunîzmê’ ya 141-142 ew didarezandin. -Hûn dizanin zagona Bingehîn a Tirkiyê ev made ji zagona bingehîn a Îtalya ya di dema Mûsolînî de hatibû çêkirin sitendibû-. Ez jî ji wê madeyê hatim darezandin. Lê ez li derve bûm, ne girtî bûm. Çar sal siza dan min. Di vê navberê de ez zewicî bûm, zarokekî min hebû û ez çûbûm leþkeriyê. Di 74an de dema efûya Ecewît derket, min jî jê sûd girt û neketim zîndanê.
Piþt re bi tevgera Dev Genç re peywendiyên min çêbûn. Wê demê tevgerên TIKKO, THKPC, DEV_SOL û wekî din hebûn. Serokên van hebûn. Sînan Cemgîl, Mahîr Çayan, Denîz Gezmîþ, Îbrahîm Kaypakkaya… Bandora wan li ser min hebû. Min navê kurekî xwe kir Sînan Cemgîl. Lê ji aliyekî ve bandora olê jî li ser min hebû û min navê kurekî xwe jî kir Bîlal ku ev jî ji navê Bîlalê Hebeþ dihat.
Dema ez bi van rêxistin û partiyan re bûm dîsa zêdetir min karê hunerî-hozanî dikir. Me sirûdên þoreþgerî, welatparêzî digotin. Me perçeyên Rûhî Sû dixwendin, helbestên Ehmed Arif digotin. Lê bê guman wê demê awaza me bi tirkî bû, me bi tirkî digot. Dîsa bandora felsefeya alevîtî li ser min hebû. Nesîmî, Fûzûlî, Pîr Sûltan li ser min bandor dikirin.
Bi hatina 12ê Îlonê re, di nava hefteyekê de bi lêdan, kuþtin û girtinê ev tevger tev hilandin. Her roj bi xwînê derbas dibû. Heq-hiqûqa 12ê îlonê tunebû. Gelek tevgerên kurdî hebûn. Piranî çûn derveyê welêt. Gelek ji wan neman. Di wê demê de jî ez hatim girtin lê ji ber ku karê min ne siyasî bû, tenê çandî û hunerî bû ez zû berdam. Qasî þeþ mehan di hundir de mam. Ha, di ber re min þoforî jî dikir. Ez rêkên dûr diçûm. Min TIR diajot.
Dema li welêt þerê çekdarî di sala 1984an de destpê kir, ez li Xarpêtê bûm. Li ser min bandor kir. Piþt re Hunerkom hat damezirandin; min li kasetên wan guhdarî kir. Pê re stranên gerîlan derketin û em nêzî xwe kirin.


Hûn çawa derketin derveyî welêt û we çawa di nava Hunerkomê de cih girt?


Hozan Comert: Ez bi rêya DEV-YOLê derketim derveyî welat. Nêzî du salan me bi hev re kar kir. Lê ne profesyonel bû. Cara yekem ez li Awûstûryayê derketim ser dikê pêþberî girseyeke mezin. Bi germahiya têkoþîna li welêt ez hatibûm coþê û xwîna min dikeliya. Sala 87an bû û navbera wan û PKKê ne baþ bû. Lê bi wê germahî û coþê derketim pêþberî gel û min got: ‘Min ji we re ji welêt, ji navsera çiyan, ji gerîlan silav anîne!’ Gel wiha coþiya ku salon hejiya. Piþtî wê ji min re gotin; ‘Mirov nizane tu ji kîjan alî yî!’ Min nêrî ku nabe. Min ji wan re got: ‘Xwedê rêka we ava bike, ez ê ji vê saetê þûn ve rêya xwe bi ya wan re bikim yek’ û ez ji wan veqetiyam, hatim cem hevalan.
Min di Hunerkomê de û di Akademiya Çand û Hunerê de cihê xwe girt û ew roj û ev roj e em bi hev re ne û îroj jî em li gel we ne, li qadên azad, li navsera çiyayên Kurdistanê vê hevpeyvînê bi hev re dikin. Ma ji vê xweþtir tiþtek heye?


Baþ e, ji bo pêþvebirina huner û çanda Kurdistanê hûn xwediyê çi amadekariyan in? Hêviya we di vî warî de heye?


Hozan Comert: Li ser çanda me taxrîbateke mezin a dijmin heye. Ez difikirim bê çawa vê yekê di rêka hunerê re bînim ser ziman. Bi rastî di vî warî de min rêyek nedidît û di nav neçariyekê de bûm. Lê bi hatina min a Kurdistanê, bi serdana li Mexmûr, li wargehê gerîlan, bi dîtina jiyana nû, felsefeya nû, hevaltî û nirxên bi rûmet, ronesansa di nava têkoþerên azadiyê de pêk hatiye, azadiya raman û jinê ya ji her çar parçeyî mirov dest dane hev û saz kirine û bi dîtina bêhna azadiyê ya li Baþûr, wêr û hêviyeke wiha mezin bi min re çêbûye, ez dibêjim, ez di gelek aliyan de gihiþtim zelalbûnekê, safîbûnekê ku ez ê di vî karî de bikaribim biserkevim. Projeyên xwenûkirinê di serê min de hene. Dibe ku ez demekê li Baþûr û van deran bimînim û bingeha van projeyên xwe xurtirîn rêve bibim. Ew îstîsmar, sekinandin û texrîbatên li ser çanda me çêdibin, bi derketineke nû bikaribim bi avêtina pêngaveke hûnerî bibersivînim û ez bi vê hatina xwe re, vê hêzê di xwe de dibînim.

heci is offline  
Eski 29-08-2007, 01:10 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jun 2006
Yaþ: 72
Mesaj: 5,899
Üye No: 7007
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 192000
Rep Puaný : 3765832
Rep Derecesi
Hozan Shan has a reputation beyond reputeHozan Shan has a reputation beyond reputeHozan Shan has a reputation beyond reputeHozan Shan has a reputation beyond reputeHozan Shan has a reputation beyond reputeHozan Shan has a reputation beyond reputeHozan Shan has a reputation beyond reputeHozan Shan has a reputation beyond reputeHozan Shan has a reputation beyond reputeHozan Shan has a reputation beyond reputeHozan Shan has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Zor spas Kekê heci..destê te sax be..
bi rastî Hozan Comert kêfa min pir jê re tê

stranên wî ê bi navê;
însan,car caran,ez şehîdim,de wer were,wey dinyayê ez bi kêf û eşqekê guhdar dikim..

ji bo hevpeyvînê gelek spas..

__________________
Hozan Shan is offline  
Eski 29-08-2007, 01:12 PM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,336
Üye No: 494
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6143
Rep Puaný : 613947
Rep Derecesi
heci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Alýntý:
Hozan Shan tafarýndan gönderildi Mesajý Görüntüle
Zor spas Kekê heci..destê te sax be..
bi rastî Hozan Comert kêfa min pir jê re tê

stranên wî ê bi navê;
însan,car caran,ez þehîdim,de wer were,wey dinyayê ez bi kêf û eþqekê guhdar dikim..

ji bo hevpeyvînê gelek spas..
spas xweþ û her hebî.... Hozan Comert, hunermendekî tê heskirin...

heci is offline  
Eski 29-08-2007, 01:14 PM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Mar 2007
Konum: xerzan
Mesaj: 3,658
Üye No: 87164
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 63050
Rep Puaný : 6304555
Rep Derecesi
kelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond repute
Varsayýlan


hecî gelek spas.. lê belê min ne xwend.. Kurtayî tine?

__________________
kelagerm is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Hozan Þiyar Farqini akilles Sanatçý Tanýtýmlarý 3 20-01-2008 02:20 PM
hozan þiyar Azad Kürtçe Albüm Tanýtým 8 29-12-2007 05:07 PM
HOZAN SHAN....."BydÝgÝ BenÝm ÝÇÝn GerÇek..sanal DeÐÝl" PCkopat Röportaj Bölümü 73 22-06-2007 09:22 AM
Hozan Cane (ropörtaj) Ersin Müzik Sohbet 0 10-03-2007 12:31 AM
Süleyman Alpdoðan (Hozan Serhat) rojekanu Sanatçý Tanýtýmlarý 7 03-02-2007 11:19 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 06:44 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.