Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS
Eski 22-08-2007, 08:16 AM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,333
Üye No: 494
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6801
Rep Puaný : 679644
Rep Derecesi
heci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond repute


Varsayýlan Geþedan û Rewþa Hilberîna bi Zimanê Kurdî


Nêrînek Giþtî Li Zimanê Kurdî
Zimanê Kurdî di roja me de li Rojhilata Navîn û Asyaya Nêzik de zimanê 4’emîn ku herî zêde tê axaftin û Cihanê de di nav 30 zimanên sereke de cih digre li gor pîvanên wekî; rêjeya axaftinê,bikaranînê di amûrên medyayê de,mejûya danîna berhemên pêþîn yên nivîskî. Weku hemû zimanên dewlemend û þareza zimanê kurdî jî ji kurahîya mejûyê peyda bûye û bi bingeh û basûtê xwe ya bihêz xwe gihandîye roja me ya îroyîn.Ji serdema Hurrîyan li serdema Medan ve wek Zimanê Avesta(Zimanê Med-Medya) hatiye û gelek gonaxan derbas buye û gihiþtiyê serdema me.


Zimanê Kurdî di nav Malbata Zimanên Hîndû-Ewrûpî de cih digre.Di nav vê malbatê de di þaxe Îranê de ye.Lê em dikarin zimanên Kurdî,Farsî,Afganî,Peþtunî wek gruba zimanê Kurdî bi nav bikin.Pêywendiya Zimanê Kurdî û Farsî ku ji yek rehê hatine,heman tekîlî û manendî di zimanên ji Zimanê Latinî hatine wek Spanyolî,Îtalyanî,Frensî de jî heye.Her wiha hin dane hene ku nîþana kevnbûna zimanê Kurdî ji Farsî nîþan didin.

Zimanê Kurdî ji du zaravayên sereke pêk tê.

1-Gruba Kurmancî(Kurmancîya Jor û Jêr)(Hin caran binavkirin tê guhertin û bikaranînên li Baþur bahdinanî,li bakur… jî tê dîtin.)

2-Gruba Zazakî-Goranî

▪Zaravayên Zimanê Kurdî û Ayînde

Di rastî de Soranî ku -bi xeletî ev nav lê hatiye dayîn eslê xwe de Kurmancîya Jêr e- þaxeke Kurmancîye û gelekî nêzî Kurmancîya Jore.Ji ber vê yekê jî xistina cûdahîyek di navbera Kurmancîya jor û jêr de ne rast e û ne di cîh de ye.Ayînde de ev 2 þax di banê yek rêzimanê de yekbin û dê vê bibe zimanê standart û netewî ya Kurdistana di dahatû de.Her çiqas ji ber sedemên sosyolojîk û erdnîgarî gruba Zazakî cûdahîyên kûr vehewandin jî zaravayên di vê komê de gelek taybetîyên hevbeþ heye.Ger em rewþa giþtî yê Kurdistanê binêrin;edî nezî ji %90î gelê Kurd, Kurmancî(Kurmancîya Jor û Jêr) bikartîne.Kesê ku zaravaya xwe baþ bizanibe ev kes dikare zaravayên din jî bi hêsanî têbigîhêje.Hebûna zaravayan di zimanan de tiþtekî gelek normale.Berovajî vê yekê rewþekî ecêbe.Wekî mînak îro hê jî li 9 herêmên cûda yên Elmanyayê de zaravayên cûda ku tên axaftin hene.Di Cîhanê de gelek zimanên sereke dikarin mînakê vê yekê bibin hene.

Di Dewleta Federal a Kurdistana Baþur de piþtî ezmûna 13 salîyê perwerdeya bi Kurdî,riya bi hêsanî û bêkêþe ji hev têgihiþtina Kurdên vê derê û hilberîna bi zimanê Kurdî jî vekirîye.Pêþarojê de ger bername û amûrên hevbeþ a perwedehîye li hemû Kurdistanê were pêkanîn ev pêþketin vê hemû Kurdistanê çêbibe.Çêkirina konferansek mezin û giþtî di vê mijarê de di çareser kirina vê kêþeye de ewê rolekî girîng bileyze.Kêþe di vî warî de bi qasê berê nemaye.Lê dîsa jî ji %100 çareserkirina vê yekê girêdayê hebûna dewletekî serbixwe ya Kurdî re girêdayîye.Beramberî vê yekê jî li þuna sekinînê gelê Kurd divê Hikûmeta Kurdistan û Parlemena Kurdistan bangê ketina tevgerê bike û pelamarek(kempanya) dorfireh bidin destpêkirin.Piþtre jî konferasek ser Zimanê Kurdî bal akademîsyenên li Kurdistana Azad û Dewleta Federal a Kurdistanê bê çêkirin, bi beþdarîya ji hemû perçeyên Kurdistanî û hemû kes û dezgehên têkîldar divê biryara pejirandina rêziman û elfebeyek hevbeþ were girtin.Bo zaravayên Kurdî çareserîya herî baþ,nêritandina rêzimana pêþketiya Kurmancîya Jor li Kurmanciya Jêr û vergirtina peyvên kêmji lehçeyên din e.Bi vî avahî him zaravayek navendî çebibe û ji rabirdû û erþîva kevn jî qut bûnek pêk neye.Bi xebatekî baþ û girseyî wê konaxa derbasbûnê jî hêsantir be.

▪Serdema Kevn,Navîn û Nêzik de

Bêþik Neteweya Kurd di Cihanê di nav gelên herî kevn û mezin de cih digre.Her wiha Zimanê Kurdî ji gelek zimanan pêþtir bûye zimanê nivîskî û xwedî edebiyata devkîyê bihêz e.Serdemên tarî yê Zimanê Kurdî mixabin di serdemên wek Siltanê Kurd Selahhaddînê Eyyûbî û Rêveberîyên Kurdî ên bihêz de pêkhatiye.Rêveberiyên han wekî Zimanê Fermî Erebî bikaranîne.Taybetî piþtî dagirkerîya Ereban Zimanên wek Kurdî,Tirkî û Farsî ku zimanên serdest a Rojhilata Navîn ketibûn serdemekî dêdeng,kêm hatibûn dîtin û hatibûn ixmal kirin.Zimanê Kurdî vê serdemê de hin caran serî hilda bû.Bi bidestxisitna serxwebûnên xwe yên siyasî a Tirk û Farsan zimanê wan ji nû ve ketibûn konaxa vêjînê.Lê ev rewþ bo Kurdî ne wisa bû.Di salên 1200î de de yekemîn serhildana çandî,nivîskîya Kurdî dijî desthilatîya Erebî MUHAMMED IBN ADEM pêk anî be jî Kurdî ji ketina konaxa pengivîye rizgar nebûye.

Disa jî Kurdî her tim li Kurdistanê wekî zimanê serdest maye.Heta pêvajoya perçe kirina xakê Kurdistan ango heta salên 1920an Zimanê Kurdî di nav gel de,di medreseyan de desthilatiya xwe domandîye.Piþtî perçe kirina Kurdistan armanca sereke ya di serî de Dewleta Tirk û Iraq,Êran û Sûriye ji holê rakirina Zimanê Kurdî ango Neteweya Kurd bûye.

▪Piþtî Perçe Bûna Kurdistan (Ji salên 1920an heta salên 2000î)

Tirk piþtî ku di sala 1923an de Komarên xwe avakirin peyvên “Kurd” û Kurdistan qedexe kirin.Li þuna wan destpê bikaranîna navên “Tirkên Çiyayî” û “Þark-Rojhilat” kirin.Ev dîrok teza fermîde milata inkarkirina Kurd û Zimanê Kurdî bûye.Dewleta Tirk di serîde dibistanan,dezgehên fermî û li hemû cihan Kurdî qedexe kir.Di bazarên bajarande gundiyên ku ji xeynî Kurdî zimaneke din nizanîbûn seza dihat dayîn.Ji aliyekî qedexeya ser Zimanê Kurdî berdewam dikir ji layê din de jî sala “Teoriya Roj-Ziman” ku 1935’an de hat pejirandin û di vê teoride angaþta “Asyaya Navîn ku wekî “welatê Tirkan” tê binavkirin wekî dergûþa þaristanîya mirovayetî” û “Zimanê Tirkî jî dayika hemû zimanan e” dihat kirin.Li gorî vê tezê Gelê Kurd eþirekî Turanî ye, ji ber tecrida çiyayên ku Kurd lê diman û ji ber bandora Farisan zimanê xwe ji bîr kirine.Li Tirkîyeye Kurdî ne tanê di dezgehên fermî, bikaranîna wî di nav malan de jî qedexe bû û tenê “zimanek” hebû û e jî Tirkî bû.

Di salên 1920an de Celaled Elî Bedirxan û pêþengîya malbata Bedirxanîyan de her çiqas Zimanê Kurdî hin reforman hatibûn pêkanîn jî bondara wan hewlan ser Kurdistana Bakûr kêm bû.Zimanê Kurdî de elfebeya latini yekem car pirtûka bi navê Elîfba Kurdî ku aliyê Mîr Celadet Elî Bedirxan(1893-1951) ve hatibû nivîsandin de hat bikaranîn.Piþtre jî elfebeya latini di kovara ku ji aliye Celaled Elî Bedirxan ve hat derxisin ku ev kovar kovara HAWAR(1932-1944) bû de jî hat bikaranîn û kovara HAWAR(1932-1944) di dîroka wêje û çapamenîye Kurdî de werçerxanek pêkanî

Di maweya 80 salê de Zimanê Kurdî beramberî hemû hewlên zordarî û çewsandinê re rûbirû ma bû ji ber pêkerên wek lêz zêdebûna rêjeya serjimerîya Kurdî û neþiyandina malbatan Kurd keçên xwe li dibistanê Kurdî hin jî heyîna xwe diparêze.Kurd bi salên dûr û dirêj bi taybetî li Kurdistana Bakur de ketin nav bêdengiyek kûr.Lê Dewleta Trik dîtûbû ku zimanê Gelê Kurd hin jî dijî vê yekê dewleta Tirk politikaya dûrxisitina zorakan ji malbatên xwe þopand û dibistanên bi þevborîn hat vekirin.

Ji layêkî pêþketinên han diqewimî û di layê din de jî Rewþebîrên Kurd di salên 1965’an de elfebeya Kurdî,salên 1970an de dû ferhenga Kurdî-Tirkî,pirtûka rêzimanê Kurdî û berhema Ehmedê Xanî ya "Mem û Zîn" ê bi avayekî otosansûrî weþandin.Lê weþanên bi vî rengî bêderengî hat qedexe kirin,nivîskar û weþangera wan hat girtin.

Di gel rewþa Bakûr li Baþûrê Kurdistanê de di çerçoveya azadîyên teng de zimanê Kurdî li dibistanan dihat bikaranîn.Kovarên çandî edebî ,rojnameyên hefteyî û carnan jî rojane derdiketin.Reftara zimanê Kurdî li gor rewþa Tevgera Rizgariya Kurdistanê ku pêþengiya Mistefa Barzanî de dihat meþandin diguherî.Politikayeke inkarê nîne bû ji ber vê Kurd heyîna xwe diparast heta di qada akademîk de jî cihê xwe digirt.

Kurdî derbeya leþkerîya 12 Îlon 1980an de jî parê xwe girt û qedexeyên nû bi yasayan hat garantî kirin.Di salên Turgut Ozalî ku 1983an destpêkir hat dîtin ku bi inkarê çareserî pêknaye bo Zimanê Kurdî bisînor be jî “serbestîyek” hat dayîn.Yekem kasetên dengê û rojname bi avayekî fermî di vê demê de derketin.

Dûv re qadên mûzik,wêje,þano,weþangerî,medya û sînemayê de pêþketinên girîn çêbû.Yekem televizyona neteweyî jî dervey Kurdistan hat damezirandin.Pêkhatinên li Îran û Sûrîye jî ji Tirkîye zêde cûdatir nebû.

▪Rewþa Niha

Îro Zimanê Kurdî Iraqa Federal de duyemîn zimanê fermî û Kurdistana Azad(baþûr) de jî yekemîn zimanê fermîye.Li Kurdistana Azad de ji dibistana seretayî heta zaningehê,li dezgehên fermî,di ji hev nivîsînên fermî de,hemû sazîyên Dewleta Federal a Kurdistanê de zimanê Kurdî tê bikaranîn.Bi sedan kovar,bi dehan rojname,bi sedan pirtûk,albûm û hwd. bi Kurdî derdikeve.Di alavên ragihandinê pêþketi û qadên fermî,dadî hwd. de Kurdî li Dewleta Federal a Kurdistanê giranîya xwe roj bi roj zêdetir dike.

Li Îranê Zimanê Kurdî bi avayekî fermî tê nasîn jî di pêvajoya pêkanînê de astengî tê derxistin.Li Sûrîyê hemû pêþketin bi saya hewlên xalkê Kurdistana Rojava pêk tê tiþte ku dewleta Sûrîye daye nîne.Li Tirkîyebi têkoþîna Gelê Kurd kêm be jî zimanê Kurdî di riya “naskirinê” de ye.

Ev xal jî heye ku divê neyê ji bîrkirin bo ku zimanê Kurdî di Cihanê de bigêhêje niqteya herî bilind û bo berdewamî û pêþketina xwe biparêze divê Kurdî bi taybetî di qada zanist û teknolojîyê de divê were bikaranîn.Di çerçoveyê de di Kurdî de nivîsandina zanistê,bikaranîna Kurdî di qada akademîk de,bi kurtasî qadên wek wêje,sînema,mûzik,þano,hûner ango bingeha bûyîngên zimanekê pêk tîne bêhêncet û bêmerc divê zimanê Kurdî were bikaranîn.Ger zimanê Kurdî,aska ku wek zimanên Frensî,Elmanî,Italyanî,Japonî a gihîþtine,negihêje em nikarin bibêjin ku xetera ser Zimanê Kurdî edî nîne.

BI GIÞTÎ HILBERÎNA BI ZIMANÊ KURDÎ

▪Bi avayekî giþtî Rewþa Zimanê Kurdî Binêrin da ku kêmasî û tiþtên divê were kirin de fikrekî giþtî bidest bixin.Di hêla Medya,muzîk,sînema,wêje,çand, hûner û hwd. Rewþ û hilberîna bi Zimanê Kurdî çi astê de ye bibînin.

Wêje û Weþangerîya Kurdî

Milletekî wekî Milleta Kurd ku wêjeya wî ya nivîskî bi sedan sal berê destpêdike,xebatên ku di her warê hunerê de hatine kirin zêde gotin nahêle.Sedsalên berê de kesên wek Mani(Derdora 250 P.Z ) û Anu Þîrvan (Derdora 400 P.Z) jî berhemên nivîskî bi zimanê Kurdî hatibe dayîn jî kesê ku ji herî zêde nasnakirin û wekî destpêk tê pejirandin Baba Tahirê Hamadanî(938-1010) ye.

Hin navên ku di navbera salên 800 û 1800an de Edebiyata Klasik a Kurdî de berhem dane wiha dikarin rêz bikin;
Bassamî Kurdî(800),Behlûlê Mahî(800?..),Pîr Þarîar(900?..),Gilanî(900?..),,Baba Qeyserê Hewramî,Baba Sirincê Kelatî,Baba Gecekê Hewramî(942-1006), Dayê Tewrêza Hewramî(950?) ,Fatme Xanim,,Þaxweþîn(923-1055) ,Alî Teremokî(1000-1056) ,Ibn Wehþiye(1000),Elî Herirî(1010-1077),Þêx Adî (1073-1162?),Nizamî Ganjewî(1176),Þêx Îsa Berzencî(1353),Melaya Cizirî (Sedsala 12an An jî 1407-1481?),Feqîye Teyran(1302-1375? An jî 1564-1562),Melayê Batê1414-1490?),Ehmedê Xanî(1651-1707),Îsamîlê Beyazidî(Xamil) (1660),Siyah Pûþ,Þêxê Babeþîr, (1737-1785), Wedayî(1790-1850) ,Evdirrehmanê Axtepî(Derdora 1800), Nalî(1800-1856)

Ji vana belkî ser Kurdan herî zêde bibandor bûye Ehmedê Xanî (1651-1707) ku berhema wî yê bi navûndeng û giranbuha Mem û Zîn ve tê nasîn.Ehmedê Xanî 350 sal berê xwedî hiþmendiye neteweyî bûye hin Kurdên ku îro jî nikarin vê hêstiyarî nîþan bidin.Li gel Ehmedê Xanî navên wek Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî,Pirêmerd,Nizamî,Melayê Batê û hin navên din jî morên xwe li Edebiyata klasik a Kurdî xistine.

Edebiyata Modern a Kurdî li Kurdistana Baþur her çiqas ji salên 1900an de berhem dida jî pêþketin û zêde bûna berheman piþtî 1970an pêk tê.Piþtî 1991ê azad bûna Kurdistana Baþûr û di perçeyên din de jî bilindbûna hiþa neteweyî bi xwe re zêdebûna lêzahîya pêþketina Wêjeya Kurdî jî anî.

Di rojame de hin navên helbestan û nivîskarên ji Kurdistana Azad,perçeyên din ên Kurdistan û Ewrûpa wiha dikarin rêz bikin.

Mehmed Uzun,HelîmYusiv,Þêko Bêkes, Ereb Þamilov,Hesenê Metê ,Mahmut Baksi,Cegerxwin,Mahmud Lewendî,Xelil Duhokî,Elî Mahmûd,Xebat Arêf,Murad Ciwan,Sîrwa Ezîz,Hecî Cefer,Mamo Jemo,Zinarê Xemo,Zekî Seyda,Musa Anter,Rojen Barnas,Dilawer Zeraq,Firat Cewerî,Arjen Arî,Siraç Bilgin,Dîary Qeredaxî,Sebrî Silê,Hesen Qizilci,Mem Bawer,vanî,Abdullah Nureddîn,Celalî,Salah Hussin Hama,Qedrîcan,Nureddîn Zaza,CanKurd,Aram Raþid,Xalid Faraj,Kakþar Oremar,Mehmet Bayrak,Osman Sebrî,Qenatê Kurdo,Cemþid Bender,Torî,Evdila Pêþew,Celilê Celîl,Perwîz Cihanî…Navên ku li vir de hatine rêz kirin tenê hin mînakin gelek nivîkar,lêkolînvan û helbestavên giranbûha hene ku navê wan nehatiya nivîsandin.

Li Kurdistana Azad û perçeyên din de bi dehan weþanxaneyên Kurdî heye.Rêjeya çapkirina pirtûkên Kurdî li gor zimanên Cihanî re muqayese bikin hêjmar gelek kêm e.

Bi giþti di 4 perçeyêde –ji %60-70 li Kurdistana Azad de ye- her sal derdora 1500 pirtûk tê çapkirin.Ger ev hejmar ser 30.000an derkeve encax dikarin bibêjin ku xeter rabûye.Kêmasîyek girîng jî kêmbûna an jî nebûna wergerên berhemên zanistî,teknolojî,akademîk,perwerdehî ye.

Li Kurdistana Bakûr heta salên 1980î kêm pirtûk hatine çap kirin.Piþtî salên 1990î hilberîn û xerîdarî ya pirtûkên Kurdî de zêdebûneke giþtî pêk hatiye.

Weþangerîya li Kurdistana Bakûr ji ber sedemên wek;

-Rewþa Siyasiya Kurdistana Bakûr

-Nebûna perwedeya bi zimanê Kurdî

-Xwedî derneketina Zimanê Kurdî ji bal Kurdan ve

-Nebûn û neafirandina Hiþmendîya Neteweyî

çapkirin û kirîna pirtûkên Kurdî pirr hindek e.Her wiha gelemperî Weþanxaneyên Kurdî xwedî stratejîya frotinê nînin.Bo pêkanîna bazarêk neteweyî rêveberîya navendî pêwstê ev yek li Kurdan de astengeg din e.

Ji Çar Perçeya Kurdistanê Navên Hin Weþanxaneyên Kurdî

Avesta, Belge, Pêri, Fýrat, Doz, Çýma, Koral, Beybûn, Melsa, Bajar,Çarçýra,Weþanên Welat, Weþanên Jiyana Rewþen, Deng, Scala, Weþanên Enstitüya Kurdi, Komal, Nûbihar, Berfin-Kora, Pelê Sor,Metis-Akyüz,Bajar, Belge,Sara,Dengê Kurdýstan, Mem,Weþanên M,Weþanên Apec

Elfebeya Kurdî

Di mejûyê de zimanê Kurdî elfebeyên cûda hatiye nûsîn.

Elfebeyên sereke ku di zimanê Kurdî de de hatine bikaranîn û hê jî tê bikaranîn.

-Elfebeya Dewra Medan(Nivîsa bizmar): Ji aliyê Medan ve hatiye bikaranîn.

-Elfebeya Aramî: Hin belgeyên ku bi vê elfebeyê di sala 88 B.Z de hatinê nivîsandin.

-Elfebeya Avesta: Pirtûka pîroz ya ola Zerduþî de vê elfebe jatiye bikaranîn.

-Elfebeya Pelewîya Kevn: Bi vê elfebeyê pirtûka Sorani Dinkard hatiye nivîsandin.

-Elfebeya Masi: Li agahîka ku Ibn Wehþiye di pirtûka xwe ya sala 855 de nivîsandiye diyar dike ku bi vê elfebeye 3 pirtûkê Kurdî dîtiye.

-Elfebeya Kurdên Êzidî: Pirtûkên piroz yên Ezidîyan Kitêbê Cilwe,Misfeha Reþ bi vê elfebeye hatiye nivîsandin.

-Elfebeya Kurdî ku ji tîpên Kîrîlî pêk hatiyê: Kurdên ku li xakên Sovyeta berê de dijîn bikartînin(Salên dawîn de êdî wekî berê nayê bikaranîn).

-Elfebeya Kurdî ku ji tîpên Erebî pêk hatiyê: Kurdên Kurdistana Azad û Kurdistana Rojhilat bikartînin.

-Elfebeya Kurdî ya Latinî: Elfebeya ku Kurdên Kurdistana Bakur,Kurdistana Rojava,Ewrûpa û Rûsaya bikartînin û elfebeya hevbeþ a pêþarojê ye.

Bo nimûne elefebeya ku di çapekî pirtûkê pîroz yê Ezîdîyan Kitêbê Cilwe de hatiye bikaranîn wekî elfebeya Ereb nivîsandina wî ji rast ber bi çep lê cûda û cihêreng bû.

Disa hin gelên cûda wekî Sûryanî û Ermaniyan di rabirdû de bi elfebeyên xwe yên neteweyî gelek pirtûkên Kurdî nivîsandin e.Piþtî ku ola Îsalam bi darê zorê Kurdan re hat pejirandin,wek civakên din yê Misiliman Kurd jî elfebeya Erebî bi bi mecbûrî derbasî elfebeya Erebî bûn.Ev rewþ ku egera bêsiûdî û dabeþbûna ziman bû heta salên 1930’î berdewam kir.

Xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî ji ber helwestên zorbarî û bi yasayên ji mirovahîyê der hatibû qedexe kirin ketibû asta herî kêm.Tenê "feqî" û "mela" yên ku di medreseyan de perwerdeya olî bi zimanê Kurdî girtibûn istisnaya vê yekê bûn.Berhemên Kurdî yên kevn ku bi vê elfebeyê hatibû nivîsandin feqî û melayan ve ji ber ku elfebeya Erebî dizanî bûn hat parastin.Lê ji ber perçe bûna Kurdistanê,nebûna elfebeyekî standart û nabûna delfeta perwerdeya Kurdî û ji ber ku Komara Tirk xwendin û nivîsandina Kurdî qedexe kiribû nifþên Kurd ji delfeta xwendina qezenca bi sedal salan; berhemên nivîskî yên Kurdî bêpar man.Di vê çerçoveyê de pira di navbera nifþên û nifþên berê de hat rûxandin. Ji nifþên nû lêkolînvanên wêrek jî ji ber ku elfebeya Erebî nizanîbûn berhemên Melayê Cizirî,Ehmedê Xanî,Elî Heriri,Feqiya Teyran ku hemû dewlemendiya zimanê Kurdî diparêzin nikarîbûn bixwînin.

Zimanzanên Kurd bo ji holê rakirina kêþeya elfebe cara yekem 1918’an de dest bi xebatê kirin ku hin vê demêde Komara Tirk ne hatibû damezirandin û Tirk derbasî elfebeya latinî ne bûbûn.Lê temam kirin û bikaranîna elfebeya latinîya Kurdî sala 1932’ê de pêk tê.Cara yekem di sala 1918’de ji aliyê elfebeya latini pirtûka bi navê Elîfba Kurdî ku aliyê Mîr Celadet Elî Bedirxan(1893-1951) ve hatibû nivîsandin de hat bikaranîn.Di wan salan de li Baþurê Kurdistanê hewldanên Xelîl Xeyalî û Tewfiq Wehbi hêvîyên Bedirxan mezin kiribû.Kovara Jîn ku di vê demê de li Kurdistana Bakur dihat weþandin ji yekem hejmara xwe û pêve li beramberî rexneyên tund dihat.Çinkî gelek tîp ji dervey wateya xwe ya rastîn dihat bikaranîn û ji derdorên zimên û xwendevanan rexneyên tund dihat.Rêveberên kovarê jî wiha bersiv dida ”Ka em çi bikin,zimanekî arî encax bi elfebeyekê samî wiha tê nûsîn”(*). Piþtre jî elfebeya latini di kovara ku ji aliye Celaled Elî Bedirxan ve hat derxisin de-ev kovar kovara Hawar(1932-1944) bû- jî hat bikaranîn.Bi vê avahî zimanê Kurdî bi taybetî Kurmancî derbasî elfebeya latinî kiribû.Kurdistana Baþur û Rojhilat ji ber ku dewletên ku wan perçeyên Kurdistanê dagirkirine elfebeya wan a fermî elfebeya Erebîye,elfebeya latinî re entegre nebûn.

Di dema me de di Kurdistana Bakur,Kurdistana Baþur-Rojava,Ewrûpa û Rûsya(li gel elfebeya Kirîlî) elefebeya Latinî,li Kurdistana Baþur û Kurdistana Rojhilat de elfebeya Erebî tê bikaranîn.Kurdistana Baþur de televizyonan û hin kovarên Kurdî,hin malperên înternetê û hin pirtûkên Kurdî ku tên çap kirin de elfebeya Latinî tê bikaranîn û xebatên bi vî rengî jî zêde dibin.Lê zimanê ku,zimanê 40-45 mîlyon mirovan be elfebeyek yekgirtî yê vî zimanê nebe.Ev jî malkambaxîya me ya Kurdane.

Bo pêkhatina yêkîtîyê dizimanê Kurdî de hewceye ku Kurdistana Azad bi temamî derbasî elfebeya latinî be.Bo vê yekê jî divê Hikumeta Kurdistanê,Parlemena Kurdistanê û hemû dezgehên têkîldar dest bi xebatê bikin.Di Konferanseke mezin û girseyî a zimanê Kurdî ku ji layê Dewleta Federal a Kurdistan û akademîyên li Kurdistana Azad were çêkirinde biryara derbas bûna elfebeya latinî were girtin.Divê ev konferans bi tevlîbûna ji her perçeyên Kurdistanê hemû kes û sazîyên pêwen were li dar xistin.Her wiha bo zaravayên Kurdî jî çareserîya herî baþ yekxistina rêzimana pêþketiya Kurmancîya Jor û Kurmancîya Jêr di gelek waran de standatize bûye ye.Bi vî avahî him zimanekê standart pêk were him jî ji qezenc û rabirdûya xwe qut nebe.

Medyaya Kurdî û Teknolojî

Wekî tê zanîn rojnamevaniya kurdî bi Rojnameya Kurdistan ku di sala 1898 an de derdiketîye destpêdike.Ev rojname 22 Nîsanê de dest bi weþanê kirîye.22 ya Nîsanê lewma wekî salvegera rojnamegerîya Kurdî tê pîroz kirin û li Kurdistana Baþûr jî ev roj bi awayekî fermî wekî roja “Rojnamegerîya Kurdî” tê qebûl kirin.Ev rojname di sirgunê de derket holê ango mejûya rojnamegerîya Kurdî di sirgunê de derdikeve holê.Rojnameya Kurdistan ji alîye Miqdad Mîdhet Bedirxan ve li Qahîreyê hatîye derxistin. .Piþtî Miqdad Mîdhet Bedirxan birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi weþandina wê kir.Rojnameya Kurdistan piþtî Qahîre li Swîsre û Londonê jî hatîye derxistin.Hejmarê dawîya Rojname Kurdistan (no: 30-31) 14 adar di sala 1902 yê derket.Destpêbûna rojnamegerîya Kurdî li gorî ciranên me -wek Tirkan- pirr dereng nîne.Belam Medyaya Kurdî ji ber astengî û berbestîyên bêdawî bi qasê cîranên me bilêz pêþneketîye.

Ji vê demê pêve bi sedan kovar û rojname li grî delfetan rolên xwe belavkirina bîrûbawerîyên peþketinxwaz û çandî û neteweyî de lîstin.Kovarên wek Gelawêj û Hawar jî mînakên herî ya vê yekê bû.Di sala 1932'an de li þamê kovara bi navûdeng Hawar dest bi weþanê kir.Xwedîye wê kovarê Celaled Elî Bedîrxan bû dîsa Bedîrxanek di dîroka Kurdan de guhertin û erxekek mezin pêk anî.Hawar bi tîpên latinî dest bi weþanê kiribû.Cara yekem bu ku elfebeya latinî bo kurdî dihat cêbecekirin.Kovara Gêlawêj jî di demê xwe de bi rastî jî stêra geþa rojnamegerîya kurdî bû.

Bi dûv dehan sal XEBAT TV ku li Duhokê di sala 1992an de hate damezirandin û hin jî bi navê K.TV-DUHOK weþan dike, televîzyona yekemîn a bi Kurdî di nava Kurdistan da bû.MED TV ku li derwey Kurdistanê hatibû damezirandin yekemîn televîzyona Kurdî bû ku netewî,satalaytî-navneteweyî weþan dikir

Rewþa mediyaya Kurdîya îroyîn astekî baþde ye.Lê hin jî pirsgirîkên wekî dezgeh bun,profesyonelî,kêm buyîna reklam û rewþa aborîya dijwar,meseleya elfeba,ji xeynî Kurdistana baþur astengên dewletên dagirkerên Kurdistanê,keþeya partîvanî û ne serbixwe buyîna medyaya Kurdî û hwd... berdewamin.Keþêyek din jî meselaya sîyasîye.organên mediyaya Kurdî girêdayê partîyane.Li cîhanê jî %100 media ne sebixweye.Helbet ev tiþteke xwezayîye.Lê dive rojnamegerîya Kurdî xwe nêzî serxwebunê re bikþîne.Divê çapamenîya Kurdî Kurdperwerî,niþtimanperwerî,demokratîk,modern,prof esyonel bûn,rast bûn,sirûþthezî,rizgarî û pêþketina Kurdistan û berjewendîya gelê Kurd wekî esas bipejirîne.

Îro piranîya wan li Kurdistana Azad,nêzî 500 kovar,50 rojname weþanê dikin.Ji vana 3 rojname ku li Kurdistana Azad weþan dikin rojnameyên rojana ne.Li Kurdistana Bakur û Rojhilat rojnameyên hefteyî,panzdehrojî jî heye.Li Kurdistana Azad ji 20ê zêdetir televizyonên Kurdî heye ji vana 3 televizyon bi navê Kurdistan TV,ZagrosTV û Kurdsat TV bi avayekî satalaytî weþanên xwe didomînin yên din jî bi þêweyekî cigayî-hêremî weþan dikin.Biqasî wan jî radyo li Kurdistana Azad weþanên xwe berdewam dikin.Her wiha li Kurdistana Azad bi navê Pêyamnêr Ajansa Dengûbasên Kurdî sala 2005an de bi avayekî fermî dest bi weþanê xwe kir.Her wiha li Ewrûpayê jî 3 televizyonê satalaytî heye.Her wiha ser înternetê ji her perçeyên Kurdistan û Ewrûpa bi sedan malper heye ku di medyaya Kurdî ya Înteraktif-Online de cih digrin.Ji ber ku înternet cihêkî azade,erzane û sînoran nasnake gelê Kurd jî bi hêsanî xwe înternetê de gihandin astekê baþ.Em rewþa Cihanê jî bidin ber çavan ku edî medyaya elektronîk her roj girîngîya xwe zêdetir dike pêwistîya pêþketina medyaya Kurdî ya elektronîk derdikeve holê.Ger înternet hin zêdetir berdarî were bikaranîn him sêra medyaya Kurdî cûdatir be him jî têkarîya înternetî di jiyana civakîya Kurd de û pêþetina rewþa politik a Kurdistanê jî zêdetirîn be.

Zimanê Kurdî li gor delfetan cihê xwe hêdî hêdî di teknolojî de digre.Ji xeynî sedan(heta hezaran) malperên Kurdî, îro ÝÞLETÝM SÝSTEMÝ jî bo zimanê Kurdî tên wegerandin. Eksplorera(explorer) bi navê OPERA ku li cîhanê de pir tê bikaranîn jî bi kurdî hate amade kirin û malpera fermî ya Operayê de hat weþandin.Ji xeynî opera bernameyên malpersazî,eksplorerê,sohbetê(wek skype),ferhengên elektronîk,girafik-wênesazî û bernameyên ofîsê tên wergerandin.

heci is offline  
Eski 22-08-2007, 08:17 AM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,333
Üye No: 494
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6801
Rep Puaný : 679644
Rep Derecesi
heci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Televizyonên Kurdî ku ser Satalayt û Internetê weşan dikin.

Kurdistan TV [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] - [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

KURDsat TV [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

ZAGROS TV [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

ROJAVA TV [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

Seher TV [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

Me TV [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

Roj TV [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

Kürt İnternet Televizyonları

KNN TV [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

ÊZÎDÎ TV [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

Televizyonên Kurdî ku ser dayendeyên bejayî wean dikin.
GULAN TV,XAK TV,PERWERDE TV,TELEVİZYONÎ GELÎ KURDİSTAN,PUK TV,S TV,U TV,KCP TV,KTV,KTV-DUHOK...

Hin Radyoyên Kurdî ku Ser Satalayt, weşan dikin.
Dengi Geli Kurdistan,Kurdistan Radio,Dengi Kurdistan 2,Newa Kurd Radio,Dengê Mezopotamya,Radyo Kurdistana Rojava

Hin Radyoyên Kurdî ser Internet û bi şêweya bejayî weşan dikin.
Radyo Dengê Aşitî,Radio VOA[Beşa Kurdî],Radyo Gulan,Xak FM,Radyo Azadî,Radyo Aşitî,Radyo Nûjen,Radyo ERF[Beşa Kurdî],Hawar Radyo,Dengî Kurdistanî Rojhilat,Radyo Komaleh,Radyo Zeyale,Radyo SBS[Beşa Kurdî],Radyoya ÎRAN[Beşa Kurdî],Radyo MULTÎ-KULTÎ [Beşa Kurdî],Radyo Rêbir,Kurd Hits Radio

Hin Rojnameyên Kurdî.
Xebat(Kurdistana Azad) [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

Kurdistanî Nwê(Kurdistana Azad) [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

Peyama Kurd(Ewropa) [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

Hawlatî(Kurdistana Azad) [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

Evro(Kurdistana Azad) [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

Mîdya(Kurdistana Azad) [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

Emro(Kurdistana Azad) [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

Aso(Kurdistana Azad) [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

Alay Azadî(Kurdistana Azad) [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

Dema Nû(Kurdistana Bakur) [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

A.Welat(Kurdistana Bakur) [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

Agirî (Kurdistana Rojhilat) [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

Kurdistan(Kurdistana Rojhilat) [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

Rojhilat(Kurdistana Rojhilat)

Deng (Kurdistana Rojava [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

Hin Kovararên Kurdî
Kurdistana Azad
Nûbûn ,Xewn,Gulan,Raman, Sîxurme ,Vejîn, Şîrove, Lalêş , Zanko , Hengaw ,Têkist, R.Kurdistanî,Wire,Rewan, Kolare, ZengûBeng ,Sibaî , Ranîya ,Yasa,Haşteûheşt,P.Mirovayatî,Kenarî,Kurdistanî Î. Vajeh,Pêşeng,Baneroj, Gulan, J.Nwê,Karwan,Xak,Peyv, Duhok,Metîn,Serweran,Zianawa,Nuserî Kurd,Peyam,Medeniyat,Rebaz,Zeng,Pişkko,Ronahî, Hetwan,Serdem,Silêmanî,Rayan,Kange,Rojî Gel Mehabad,Basere,Papûle……….
Li Kurdistana Azad nêzî 400 kovar derdikeve.

Kurdistana Bakur
Deng ,KeWar ,Serbestî-Tr,Kovara W,Nubîn ,Kürt Solu ,Gula Tamara ,Dem ,Kulîlka Ciwan ,Dergûş,Çirusk, Tûrik(Qerfî),Zembîlfiroş, Zend,Tîroj,Tîgrîs ,Esmer ,Vate ,Nûbihar ,Mizgîn,Kevan

Kurdistana Rojhilat
Şoreş,Aso,Tişk,Awêna,K. Lawan ,K. Jinan ,Mehabad ,Zebar ,Ruwange

Li Ewopa û ser înternetê
Birnebûn, Roja Nû ,K. Veger ,Dugir ,D.Ezîdîyan,Jiyanewe ,Kurdistan H.,Pênus ,Qendîl ,Roş Baş,Zevî,Gazing,Rabûn,Zanîn,Dengê Bakur,Armanc ,D.Mezluma,Arşiva Nudem, Mehname,Nirxandin,Şujin ,Êvar Baş,Helbestvan,Arşiva Nivîs

Hin portalên Nûçe-Dengûbasî Kurdî
PEYAMNÊR-Kd-Eng-Te-Erb [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
HAWAR DENGÛBAS-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KERKUK KURDISTANe-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
NEFEL-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
GELAWÊJ-Kd-Tr [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
RIZGARÎ ONLINE-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
AVESTAKURD-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
NASNAME ONLINE-Tr-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
NETKURD [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
ROJNAME.COM-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
WELATPARÊZ-Kd-Tr [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
AMUDE-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURD MEDIA-Eng-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDISTAN OBSERVER-Eng [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
DENGÊ KURDISTAN-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
NEWROZ.COM - JIYANA NÛ-Kd-Tr [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
XOYBUN-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
NIVÎSKAR-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
DENGÊ KURDISTAN(VOK)-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDINFO-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
TEFŞO.COM-Kd(Qerfî) [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
TIRBÊSIPÎ [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
EFRÎN.NET-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KOBANÎ.NET-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDISTAN MEDIA-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KDN-KURDISTAN DAILY NEWS-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
DENGÊ KURD-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDISTAN-POST-Tr-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDISTAN MEDYA-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
HABERKURD-Kd-Tr [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
MALAME-Tr-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
REWŞEN-NUÇEYÊN ÇANDÎ,HUNERÎ,REWŞENBIRÎ-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
GERDÛN-NUÇEYÊN ÇANDÎ,HUNERÎ,REWŞENBIRÎ-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
ROJAME-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KERKUK-INFORMATION-KURDNEWS-Eng- [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDISTAN NEWSLINE-Eng [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
NIVÎSKAR-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
ROJEV-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
ÛRMÎYE.COM-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDISTAN FORUM NUÇE-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDMCSE,NUÇEYÊN KOMPÎTER Û TEKNOLOJÎ-Kd [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDISTANNET.COM-Kd (Bi tîpên erebî) [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDISTAN POST-Kd (Bi tîpên erebî) [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURD TIMES-Kd (Bi tîpên erebî) [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDISTAN NEWS-Kd (Bi tîpên erebî) [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDISTAN SITE-Kd (Bi tîpên erebî) [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDISTAN MONÎTOR-Kd (Bi tîp. erebî) [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDAWAY-Kd (Bi tîpên erebî) [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

Hin Portalên Kurdî
GOOGLE-KURDISH [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
DMOZ-KURDÎ-Kurdish World Web Directory [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDISHPOINT.COM
E-KURD [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDISTAN-NET [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDISTANNET.NET [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDISTAN [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
ROJNAME [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURD-LAND [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDISH PORTAL [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
DUHOK.NET [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
WEB-KURD [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
4 KURDISTAN [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
BAXAWAN PORTAL [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
E-KURDISTAN [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDISTAN MONITOR [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURD.COM [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
ZAXO.NET [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
TÎREJ [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDAYETÎ [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDISH-WEB [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDISTAN LIFE [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KNN [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURD CITY [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
VIVA KURDISTAN [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDISTANICOM [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURD ONLINE [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
aka-KURDISTAN [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDISTAN WEB RESOURCES [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURD Û KURDISTAN [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

Hin bernameyên kompîterê bi Zimanê Kurdî-Bernamesazîya Kurdî

WÎNDOWSA KURDÎ [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
KURDISH LINUX [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
OPERA EXPLORER Ji [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] dikarî peyda bikî.
SKYP KURDISH Ji [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] dikarî peyda bikî.

Mûzîka Kurdî

Çavkanîya gelêrî-dîrokîya Mûzika Kurdî Dengbêjin.Hêmanên bingehîn a Muzîka Kurdî Dengbêj,Stranbêj,Lawikbêj ve Çîrokbêjan e.Dengbêj xwedî hiş û dengekî bihêzin.

Her wiha ji ber ku li erdnîgarîya Kurdistanê her tim digerin pêkanîna hişmendîya netweyî de rolekî girîng leystine.Ji Kurdistanê bi hezaran dengbêj derketîye. Evdalê Zeynikê ku di sedsala 17an jiyaye,Selim Slêman,Kawis Axa,Meyremxan,Hesen Cizrevî,Qerebetê Xaco,Îsa Berwarî jî hin dengbejên ku cara pêşî tê hişa mirov.

Rewşa Muzika Kurdî ku di serdemên navîn,nû mijareke lêkolîneke.Niha tenê nêrinek giştî ser Muzika Kurdî kirin.

Di Muzika Kurdî de keşêya herî girîng nebûna pêşesazîya Mûzika Kurdî ye.Arîşeyek din jî ku vê arîşe hemû mijaren diyar dibe ji nebûyîna dewleekî navendî û serbixwe ya Kurdistanê ye.Ji ber wan pisgirêkan riheke hevbaş a Mûzika Kurdî pêk naye.Meselyek din ku zirarê dide Mûzika Kurdî ,wergerandin û talankirina bir sedan klam û stanên Kurdî ye.Çi heyfe ku, gelek caran ev talan bi destê Kurdan tê çêkirin.

Radyoyên Bexda,Tehran û Êrîvan pêşketina Mûzika Kurdî de rolekî girîng leystine. Mihemed Arif Cizrevî,Meyrêmxan,Hesen Cizrewî,Hesen Zîrek Aram Tigran,Şakiro,Qerebetê Xaco,Eyşê Şan û gelek navên din bi wan radyoyan dengên xwe gihandine guhdarvanên Kurd.

Di Muzika Kurdi de herî zêde di şêweyên mûzika gelêrî a Kurdî,mûzaka gelerî aKurdî yê modernizekirî, modern(pop-rock-cazz-pop folk,etno-rock…) û şêweya Dengbejî deberheman tê hilberandin.Kurd hilberîna xwe ya muzikal bi hûnermendên Şakiro, Mehemed Şêxo, Tehsin Taha, Qarabete Xaço, Seid Yusuf ,Seid Hesen,Hesen Zîrek hatiye roja îro edî karine ku perisînin binesazîyake modern.Îro Mûzika Kurdî xwedî hunermendên wek Ciwan Haco û Şivan Perwer ku di qada navneteweyîde bi navûdengin.

Di demên dawî Muzika Kurdî bi hevrastê Mûzika Cihanî xebatên modernize kirî tên kirin -ku divê wisa be-.

Ceribandinên pêşîn yê mûzika modern a Kurdî ji hin dordorên kevneperest ve bi tûndî hat rexne kirin jî pêwistîya vê yekê hêdî hêdî hat têgihîştin.

Xebat û hilberîna di dengbejî û Mûzika Gelêrîya Kurdî de divê were piştgirî kirin heta,xebatên bi vê şêweyî ne bi dengekî xirab li gorî standartên(yekgirtîyên) sounda Cihanî divê bêne pêkanîn.Divê cûdahîya Mûzika Kurdî jî ji mûzikên din li Cihanê bûne “hît” ev be.Divê hilberîna mûzika Kurdî ji rehê xwe qut nebe.Tenê bi vê avahî mayîndeyî tê pêk anîn û rê li ber bêesilkirinê tê girtin.Her weha asêyîya ku mûzika Tirkî û hin mûzikên milletên din ketine ewê mûzika Kurdî rizgar be.Ger mûzik ji çavkanîya xwe sûdmend be û geş be bi vî rengî dikare hêmanên mayîndeyî û biwespî bixûnife.

Lê belê wateya bêesiLirinê ne dijî derketina mûzika modern e.Hemû awa û şêweyên ku di mûzikên Cihanê de tê bikaranîn di mûzika Kurdî de jî beyî ku dejenere bikin divê were bikaranîn.Her Kurdekî ne divêtbare ku mûzika gelêrî a Kurdî hez bike.Divê mûzika gelêrî a Kurdî were çêkirin,were parastin,were pêşxistin,were teşvîq kirin,were dorfirehkirin lê raste ku herkesî re were ferz kirin.Ger ciwanekî Kurd biwaze mûzika rock guhdarî bike divê ev bikaribe ku bi zimanê xwe vê şawayî guhdarî bike.Di mûzika Kurdî de divê rock jî, cazz jî,ragge jî,blues jî,hip-hop jî,punk jî,disco jî ango hemû şêweyan were pêşxisitin.Li vir de xala girîng qeliteya mûzika ku tê îcra kirin e. Li şûna zalveyê divê pêşxistin were esas girtin.Ando di mûzika Kurdî de rock çêkirin ev rock li gor pîvanên mûzika Kurdî be.

Di mûzika modern a Kurdî de rola Ciwan Haco dîrokîye.Têr neke jî îro bi saya riya ku Ciwan Haco vekirîye,gelek albûmên bi awayên rock,pop-folk,pop,ent-cazz û hwd. ketiye nav arşiva mûzika Kurdî.Ger derbarê yekem pêşengên mûzika Kurdî behs bikin.Divê navê Koma Wetan,Abbas Ahmed,Koma Dengê Azadî,Koma Aşitî jî ji bîr nekin.Di salên dawî bi şêweya hip-hopê jî hin berhemên Kurdî derketin(Kesên ku dixwazin ji vê malperê hin mînak guhdarî bikin [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ])

Rewşa hilberîna mûzika Kurdî ya îroyîn ne ewqas geş e.Di mûzika gelêrîya Kurdî xwedî zerengîya(kapasîte) çêkirin û kirînê hebe jî bi giştî di gelek awayan de xebatênbê qelîte ber guhdarvanên Kurd tê danîn.Mixabin Kurdistana Azad ku di gelek waran de erka xwe ya peşengîyê pêk tîne di warê mûzika Kurdî de nikarîye bike.Em dibînin ku li Kurdistana Bakur xebatên biwesp heye lê li gel vê yekê bazara mûzika Kurdî ku bere derdora %20an bû niha ketiyê derdora %5an.Li gel vê xebatên bêqelite û bêpûte jî zêde bikin qambaxîya rewşê derdikeve holê. Her wiha gûhdarvanên Kurd ne tenê ji ber bêhişmendi û bêhîsîyên xwe berê xwe didin mûzikên bi zimanên din,li gel vê yekê dernexistina alternafên baş ji aliyê mûzisyen û mûzikçêkerên Kurd dibe egera vê yekê.

Li Kurdistana Azad li gorî Kurdistana Bakûr û perçeyên din hilberîna mûzika Kurdî gelek zêdeye lê piranîya wan berheman sed mixabin ne hêjayî guhdarkirinê ne.Heman bêwespî di klibên ku Kurdistan Azad de tê kişandin de jî heye.Tiştê ku mirov pirr eciz dike ewe him bi taybetî li Kurdistana Azad,him jî li Kurdistan Bakûr û li Ewrûpa mercên afirandinê hemû imkanan heye lê gelek hûnermend diçin li Stenbolê albûmên xwe tomar dikin.Ev yek bo Kurdan cihê şermezarîek mezin e.Ev rewş nîşanî dûrbûna ji nirxên sincî û netewî a hin hûnermên û produktorên Kurd nîşan dide.Îro ev navend diviya bû ne Stenbol Hewlêr û Amed bûya.Mûzika Kurdî ku çerxa berjewendî û dêkûdolaban a Unkapanî de were afirandin bila tu kes pêşketin ji mûzika Kurdî hêvî neke.

Li gel hemû nêyînîyan her sal bi sedan albumên Kurdî cihên xwe di arşiva mûzika Kurdî de digrin.Xebatên biqelite û biwesf ji aliyê guhdarvanan tê xwedî derketin mînakên wekî Ciwan Haco,Şivan Perwer,Koma Dengê Azadi ,Koma Çar Newa, Zekerya, Leyla Feriqî,Niüfer Akbal nîşana vê yekê ne.

Hin Malperên Girêdayî Mûzika Kurdî
[Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
[Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
[Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

Ji Çar Perçeyê Kurdistanê Hin Şirketên Muzika Kurdî

Çar-Çira Mûzîk(Kurdistana Azad), Şevîn Co.(Kurdistana Azad),Kom Mûzik(Kurdistana Bakûr),Ses Plak(Kurdistana Bakûr),Aydin Plak(Kurdistana Bakûr),Çagdaş Mûzik(Kurdistana Bakûr),Ciwan Produsiyon(Kurdistana Bakûr), Aşanlar Mûzik(Kurdistana Bakûr),Mazlum Mûzik(Kurdistana Bakûr)

Sînema û Şanoya Kurdî

Bingehên Sînemaya Kurdî bi filmên Zerê û Kurd-Êzdî di salên 1920’î de (li gor agahdarîya ku Rohat Alakom daye) li Ermenîstanê hatibû kişandin û filmên ku bi derhênerîya Emil Ludwing di salên 1930’î disa li Ermenîstanê kişandibû navê filman "Selahaddin", "Mem û Zîn", "Xanî Dimdim" û "Siyabendê Selîwan" destanên Kurdî re hatiye avêtin .Ji ber nebûna bazarakê netewî-azad û ji ber astengîyên aborî û sîyasî Kurd di qada sînemayê de gelek paş de man.Di vê navbera dirêj de di qada sînemayê de hin xebat pêk hatibin jî bi awayekî ciddî û profesynel di sala 1992’an de bi filma Nizamettin Ariç bi navê "Kilamek Ji Bo Beko" Sînemaya Kurdî çavên xwe li Dinyayê vekir.Bi filmên ku piştre hat kişandin jî sînemaya Kurdî dest bi çaplûkî çûnê kir.Di salên dawî de bi rastî ji pêşketinên erênî pêkhat.Bi taybetî azadîya li Başurê Kurdistanê û mercên ku hat guherandin,pêşketina Medyaya Kurdî,li dar xistina festivalên filmên Kurdî,derketina derhênerên Kurd ku xwedî perspektîf,serkeftina filmên Kurdî ku di festivalên navneteweyî de bidestxistin,bi hezaran çîrokên ku dîrok û coxrafyaya Kurdistan dihewîne ku bo sinemaya Kurdî pêşerojeke ronal pêşkeş dike û xalên din bo rabûna ser pêyan a Sinemaya Kurdî faktorên girîngin.

Filmên metraja dirêj ku di salên dawîn de hatine kişandin –li Kurdistana Azad,Kurdistana Rojhilat,Kurdistana Bakur û Ewrûpa- wek

RÊ(YOL) -Yilmaz Güney, MEM Û ZÎN (1991) Umit Elçi, SÎYABEND U XECÊ (1993) Sahin Gok,REWÎTÎYA BÊ DENG (1994) Ibrahim Selman, RÊWÎTÎYA BER BI ROJÊ (GÜNEŞE YOLCULUK) (1997) Yeşim Ustaoğlu, BIJÎ BUK U RIZGARÎYA KURDISTANÊ (1997) Hiner Saleem, ZAROKÊ NEDIPÊYVÎ (1996), EM HER TIM KOÇBERIN (1998), Kazim Öz, BA DÊ LI SER ME BIGIRÎ (1999) Abbas Kiarostami, TEXTÊ REŞ (Kurdistana Rojhilat) (2000) Samira Maxalbaf, DENGÊ ERDÎ, DÊMA HÊSPAN SERXWÊŞ (Kurdistana Rojhilat) (2001) Behmen Qubadî, JÎYAN (2001) (Kurdistana Azad) Jano Rojbeyani, FOTOGRAF (2001) (Kurdistana Bakûr) Kazım Oz, AWAZA DAYIKA NIŞTIMAN (2002) (Kurdistana Azad) Behmen Qubadî, QEWDEK GIYA (2003) (Kurdistana Azad) Roland Suso Richter,Kursî Jî Dikarin Bifirin (Kurdistana Azad) (2005) Behmen Qubadî

Filmên metraja kurt ku di salên dawîn de hatine kişandin

HENASEYEK BO TO Mele Resûlî (Kurdistana Azad) (2004), RONAKÎ BO ÊME (Kurdistana Azad), ROJNAME (Kurdistana Azad), SATALAYT (Kurdistana Rojhilat) , TELEFON Hüseyin Ahmed Mihamed (Kurdistana Azad-Kerkûk), ZIRAN,AX (Kurdistana Bakûr) (1999),LEŞKERÊN ŞIKESTÎ Batin Qubadî (Kurdistana Rojhilat),CENG (Kurdistana Rojhilat), XWARINA ÇIYAYÊ SOR

Û bi sedan filmên metraja dirêj û metraja kin(hejmara filmên metraja kin hin zêdetir e) dikarin mînak bên dayîn.

Li Kurdistana Rojhilat û Bakur hejmara filmên ku tê weşandin roj bi roj zêdertir dibe.Bi taybetî li Kurdistana Rojhilat her sal bi dehan filmên metraja kurt tên kişandin.Pêşketina sinemaya Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê de bandora perspektîfa sinemayê ku di sinemaya Îranê de pêk hatiye heye.Li başurê Kurdistanê festival û xebatên ku bi pişgirîya ku Hikumeta Kurdistanê tên kirin hejmara filmên ku tên kişandin jî zêde kir.Piraniya wan filman ne di asta Cihanî de be jî ji nav van derhênerên wek

Bahman Qubadî,Hinêr Salim ispat kirin ku sinemaya Kurdî dikare ciranên Kurdan ku dîroka sinemaya wan 70 saliye jî derbas bike.

Li Bakurê Kurdistanê ser navê têgihîştina “zimanê sinemayê nîne” ramaneke bi xeter e.Hûner her çiqas gerdûnî be jî huner nasnameya xwe bi ziman û çanda vê milletê bi dest dixe.

Gelek caran niqaşeke bêwate ku “Sinemaya Kurdî heye an na” tê kirin.Ger ewqas film hatine kişandin ,ewqas derhêner xwe wekî derhênerê Kurd û filmên xwe jî wek filmên Kurdî bi nav dikin û gele serkeftinên mezin jî bidest dixin bêwateyîya niqaşa sinemaya Kurdî heye an na jî derdikeve holê.Filmekê zimanê ku tê bikaranîn Kurdî be,derhênerê vê filmê Kurd be an jî zimanê filmê Kurdî be ev film bi avayekî giştî filmekê Kurdî ye.

Her ji çi be nav Kurdan de kesên xwe pir jîr û "welatparêz" dibînin û her tiştî de xwe wekî navend û pispor nîşan didin heye û ger mirovek ji wan re bipirse;Gelo tu derbarê weşangerîya Kurdî de çi difikirî?Bersiva wan amadeye;Çi! Ma weşangerîya Kurdî tuneye divê em xwe nexepînin.Yan jî di derbarê Weşangerîya Kurdî,Wêjeya Kurdî,Sinemaya Kurdî,Muzîka Kurdî,zimanê Kurdî de jî heman tişt dibêjin"Em xwe nexepînin rewşa me gelek xirabe, tiştên han hin ne pêk hatine"...Bi bersivên xwe kesayatîyên xwe yê eciz jî nişan didin ku her wiha ewqas korin ku pêşketina behît ku di van 13 salan de pêkhatiye nabînin.Şiroveyên wisa bêşit têvkariyek nade pêşketina ziman,weşangerî,sînema,medya û hwd. ên Kurdî.

Geşedana şanoya Kurdî ji sînemaya Kurdî cûdatir bûye.Ji ber ku afirandina delfetên maddî li gor sînemayê hin hêsantir û cewaztir e.Bingehên şanoya Kurdîya îroyîna di destpêka salên 1900î de hatiye danan.Yekem berhemên şanoya Kurdî li stanbolê û rojhilatê Kurdistanê derketine holê.1930î bi taybetî li rojhilatê Kurdistanê ji aliyê wek kesên Mîr Seyfedîn, Teqîxanê Raber, Simayîl Şakirî şanoyên Kurdî hatine avakirin û listikên Kurdî hatine nîşandan. Li Kurdistanê gelek lîstikên Kurdî hatine lîstin û gelek şano hatine avakirin.Li Kurdistanê zemînek baş bo pêşketina şanoyê heye û pêşketinên demên dawî bi taybetî li Kurdistana Azad nîşana vê yekê ye.Her wiha li bakurê Kurdistanê Şanoya Jiyana Nû ji 1992ê pêve gelek şanoyên girîng bi avayekî profesyonel lîstine. Şanoya Jiyana Nû li bakurê Kurdistanê di pêşketina şanoya Kurdî de gelek bi bandor r.

Perwerdehîya Kurdî û Rewşa Akademîk

Wekî min berê jî dest nîşan kiribûm, li Kurdistana Azad de ji dibistana seretayî heta zaningehê,li dezgehên fermî,di ji hev nivîsînên fermî de,hemû sazîyên Dewleta Federal a Kurdistanê de zimanê Kurdî tê bikaranîn

Li Kurdistana Azad
Zankoya Selahhaddîn-Hewlêr [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
Zankoya Silêmanî [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
Zankoya Duhok [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
Zankoya Koyê û
Zankoya Kerkûk

Bi giştî 5 zaningeh(zanko) heye ku bi giranî zimanî Kurdî perdewerde tê dayîn.Li Kurditana Rojhilat jî Zankoya Kermanşah( [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]) û Zankoya Kurdistan de zimanê Kurdî bi fermî tê bikaranîn.Hewlên Hikumeta Kurdistan her roj bo pêşketina perwerdeyê ser hîmên neteweyî û nûjen zêdetir dibe û dezgeh û rexistinên di vê qadê de zêdetir dibin.

Li Kurdistana Azad dezgeheke girîng bi navê Korî Zanyarî Kurdistan ku bo pêşketina zanist,ziman,çanda kurdî hatiye damezirandin û wek akademîyên AKADEMÎYA KURDÎ YA KAWA ( [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]) û gelek rexistin,yêkîtî û dezgeheên akademîk hene û gav bi gav zêdetir jî dibin.

Mixabin xalkê Kurdistana Bakur ji vê mafê herî rewa bêparin.Lêbelê Deweleta Tirk bi du-sê qursên bi pere dixwaze Gelê Kurd bixapîne.

Li Ewrûpa û Kurdistana Bakûr bo fêrbûna zimanê Kurdî pirtûkên wek;
Pirtûkê ABC bi Wêneyan 1,Pirtûkê ABC bi Wêneyan 2,Pirtûkê ABC bi Wêneyan 3,Xwendin Ronahî ye 1,Binêre, Binivîsîne, Birengîne, Gencîneya Peyvan 1 : Tebayên Kedî, Tebayên Kovî, Tebayên Dirinde ,Gencîneya Peyvan 2 : Tebayên Avî, ebayên Binavî, Kurm û Kêz, Çûçik û BalindeGencîneya Peyvan 3 : Mêwe û Sebze, Gencîneya Peyvan 4 : Endamên Bedenê,Xewna Shîlanê (Kurteçîrok), Kurmê Çavbirçî (Kurteçîrok), Beqokê Dilawêr Zoto 1 (Kurteçîrok) (resh/spî),Beqokê Dilawêr Zoto 2 (Kurteçîrok) (rengîn) ,Zimanê mine taybetî 1 û Kasetek,Zimanê minê taybetî 2 û Kasetek,Pirtûka Hîndarîyan (Zimanê minê taybetî 2), Zimanê minê taybetî 3,şêr, mih û gur,Ker û heft gur,Rovîyê terîqut,Şêr û rovî,Çûk û pîre,Rovî û zembîl,Çîroka Bizê,Pirtûkê Wênan bi ABC 1, Pirtûkê Wênan bi ABC 2 Wendene Roştî yaiyade, Binivisne, Şanika beqê ceresunî BOZO 1 (bê rengin), Şanika beqê ceresunî BOZO 2 (rengin), Hewnê Shîlane,Xezneya Çekûyan 1, Xezneya Çekûyan 2,Xezneya Çekûyan 3,Xezneya Çekûyan 4,Şanika Bize Kole,Kurdiya Nujên,Modern Kürtçe,Gremera Zimanê Kurdî û hwd. gelek pirtûk,pirtûkên çîrokÊ,rêzimanê û gelek cd,vcd û materyal hatine weşandin

Li ser înternetê di serî de
[Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
[Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
[Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] û gelek malper din ku ser vê mijarê hatine avakirin heye.

Di qada akademîk de jî di tevahîya Cihanê de yek li Kurdistana Azad yek jî li Kurdistana Bakur bi giştî 8 Enstituya Kurdî heye.
Enstîtuya Kurdî ya Amedê
Enstîtuya Kurdî ya Stanbolê
[Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
Enstîtuya Kurdî ya Brukselê
[Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
Enstîtuya Kurdî ya Parisê
[Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê
[Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
Enstîtuya Kurdî ya Berlînê
[Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
Enstîtuya Kurdistan ya Tehranê
[Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
Enstîtuya Kurdî ya Swedê
[Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]

Hin Çavkanîyên Ku Xwendenan Dikarin Sûd Jê Bigrin
Derbarê Medyaya Kurdî de-Diroka Rojnamgerîya Kurdî û Rewşa Niha ya Medyaya Kurdî-Serhad B.RÊNAS( [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ])
Derbarê Muzika Kurdî de-Muzîk,Stran û Dansên Kurdî-Mehmet BAYRAK Cild I-II-III (Weşanên OZ-GE)
Derbarê Wêjeya Kurdî de-Diroka Wêjeya Kurdî-Feqi Huseyin SAGNIÇ(Weşanên Enstituya Kurdî)
Derbarê Diroka Zimanê Kurdî de-Kürt Dilinin Tarihçesi-Faik BULUT(Weşanên Berfin)

heci is offline  
Eski 05-09-2007, 05:14 PM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Sep 2006
Mesaj: 587
Üye No: 26458
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 1198
Rep Puaný : 119534
Rep Derecesi
kiremit has a reputation beyond reputekiremit has a reputation beyond reputekiremit has a reputation beyond reputekiremit has a reputation beyond reputekiremit has a reputation beyond reputekiremit has a reputation beyond reputekiremit has a reputation beyond reputekiremit has a reputation beyond reputekiremit has a reputation beyond reputekiremit has a reputation beyond reputekiremit has a reputation beyond repute
Varsayýlan


bu güzel emeğe sipas u + rep

__________________
kiremit is offline  
Eski 05-09-2007, 05:26 PM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Aug 2007
Konum: istanbul...
Yaþ: 20
Mesaj: 578
Üye No: 129781
Cinsiyeti : Bayan
Ýtibar Gücü: 1363
Rep Puaný : 136139
Rep Derecesi
darya has a reputation beyond reputedarya has a reputation beyond reputedarya has a reputation beyond reputedarya has a reputation beyond reputedarya has a reputation beyond reputedarya has a reputation beyond reputedarya has a reputation beyond reputedarya has a reputation beyond reputedarya has a reputation beyond reputedarya has a reputation beyond reputedarya has a reputation beyond repute
Varsayýlan


gelki spas heval..

__________________
darya is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Kurtedîroka Çîroka Kurdî PCkopat Çandi Giþti 4 03-09-2007 09:26 PM
Dîroka Zimanê Kurdî rojekanu Dirok 7 02-07-2007 07:05 AM
kurdi kelagerm Çandi Giþti 0 30-06-2007 03:29 PM
Di sedsala dawîn de, rewþa ziman û weþanên bi zimanê kurdî di nav Kurdên Binxetê de Kajîn Jîr Çandi Giþti 1 20-01-2007 08:33 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 01:44 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2009, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.3.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.