Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 03-08-2007, 01:06 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,336
Üye No: 494
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6143
Rep Puaný : 613947
Rep Derecesi
heci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond repute
Varsayýlan HevpeyvÎnek Bi Yilmaz GÜney Re


Hevpeyvîn: HEVPEYVÎNEK BI YILMAZ GÜNEY RE


Sal 1970. Fîlma Yilmaz Güney HÊVÎ (Umut) hatiye qedexe kirin. Di van rojan de sê rojnamevan bi Yilmaz re hevpeyvînek çêdikin. Di hevpeyvînê de Yilmaz dîtinên xwe pir zelal tîne ziman. Me jî xwest van dîtinên wî yên hêja bigîhînin nivþa nû.


Onat Kutlar: Navê te?
Yilmaz Güney: Yilmaz Pütün.


Onat Kutlar: Navê te yê sînemayê çiye?
Yilmaz Güney: Yilmaz Güney e.



Onat Kutlar: Li ku û kengê tu ji diya xwe bûyî?
Yilmaz Güney: Di sala 1937an de li bajarê Adanê li gundê Yenice yê. Di xaniyek ku berê axur bû paþê bûbû dibistan, piþtre dîsa bû axur, niha mal e, ez hatime dinê.


Onat Kutlar: Gundê we nêzî Adanê ye?
Yilmaz Güney: 27 km ji Adanê dûr e.


Onat Kutlar: Tu heta çend saliya xwe li gund mayî?
Yilmaz Güney: Heta yazdeh saliya xwe ez li gund jiyam. Dibistana ku sê pol bûn min li gund teva kir û piþtre ez hatim Adanê. Li wir min dibistana bingehîn, ya navîn û lîseyê xwend. Paþî ez çûm Stenbolê li wir min dest bi Fakulteya Îktisadê kir.


Hüseyin Baþ:
Gelo tu dikarî behsa zarokatiya xwe bikî?
Yilmaz Güney: Li gund em paleyî dikin. Li gund em cinanî, nobedariya rezan û pembû berhev dikin... hwd.


Onat Kutlar:
Pêwendiya te û hunerê çawan çê bû?
Yilmaz Güney: Li gundê me mirovekî ku navê wî Yakup bû hebû. Helbest dinivîsî û dixwend. Ez heyranê wî bûm. Li ser min bandorek mezin kir. Pir jî pît baz dida. Lê çi mixabin ku ez ne wek wî dikaribûm bibezim ne jî dikaribûm helbestan binivîsim. Cara yekem li bajêr rastî sînemayê hatim. Fîlîmên kovboyî, fîlîmên dokumenter..



Atilla Dorsay: Yanî di zarokatiya xwe de tu neçûyî sînemayê?
Yilmaz Güney: Na, Di sêzdeh saliya xwe de ez leqî sînemayê hatim. Em diçûn sînemayên feqîran me fîlmên þer, pevçûn û hingan seyr dikir. Di van sînemeyan de me xwe rehet hîs dikir. Wek mînak; sînemayek hebû navê wî Galatasaray bû. Pir xweþik bû. Dema em di ber de derbas dibûn me lê dinêrî. Pir luks bû, em ditirsiyan ku herin wê sînemayê. Ku me bixwestana em dikaribûn pereyên xwe bidin û têkevin hundir. Lê me ew ne layîqê kincê xwe didî, ne jî layîqê þexsiyeta xwe.


Onat Kutlar:
Baþ e Yilmaz, ê gelo têkiliyên te bi wêjeyê re kengê çê bûn?
Yilmaz Güney: Di dibistana Lîseyê pola duduyan de, ji bo rojnameya dîwar a dibistanê bi meraqdariya çîrok nivîsînê. Dibe ku ev meraqdarî ji daxwaziya min a îspatkirina þexsiyetê jî were. Hîkayeya min a yekem di rojnamê de nehate weþandin. Hîkaye li ser bûyera gundiyek bû ku jina wî nexweþ ketibû. Gundî jina xwe ya nexweþ tîne bajêr dibe cem diktor. Pereyên wî tunene. Di dewsa peran de ji bo heqê muayena diktor dixwaze mirîþk bide. Wê demê ez nizanibûm sosyalîstî çiye, cepheya cep çiye, çepîtî çiye.

Atilla Dorsay: Lê te rastiya Tirkiyê û têkiliyên dijayetiya çînî hîs kiriye. Ya herî girîng jî ev e.
Yilmaz Güney: Ez di nava wê rewþê de jiya me. Min li Adanê dest bi nivîsîna çîrokan kir. Me di nava xwe de pere berhev dikir û kovara, Varlik, Yeni Ufuklar û Pazar Postasî diþopand. Berê, min xwe mirovek vala hîs dikir. Lê belê min êdî di bin milê xwe de kovara Yenî Ufuklarê hildigirt, bi wî serbilind bûm û ji ber vê rewþa xwe jî pozbilind dibûm. Ez bûbûm mirovek weha. Paþî çîrokên min di kovaran de hatin weþandin. Ev cara yekem bû ku min ji xwe bawer dikir. Ez bûbûm Yilmazê nivîskar ê çîrokan.



Onat Kutlar: Tu di fîlîmên xwe de kîjan karakteran lîstî?
Yilmaz Güney: Di fîlîma min a destpêkê de karakterê ku min afirandiye kêm zêde mirovek stembar e. Ew tim û tim direve û di derdê nanê xwe de ye. Bi karê xwe mijûl dibe. Hin bûyer diqewimin. Ew naxwaze têkiliyê van bûyeran bibe. Lê tim wî mecbûr dikin. Ev mirovê ku ji bûyeran direve dem tê serhildide, diteqe, derdikeve qadê, lê dixe, diþkêne. Lê her tim di dawiyê de têk diçe.
Min di hemû listîkên xwe de karakteran ji civaka xwe hilbijartin. Mirovê ku bi çavên nebaþ li jin û keçên xelkê nanêre, mirovên durist. Ez tim kesayetiyeke durust lîstim. Ev karakter jî, yekser serpêhatiyên min bûn. Bi rastî jî ev wesfên gelê min ên girîng ên bingehîn in. Di jiyana xwe ya þexsî de jî min li tu xoþewîsta hevalêkî xwe bi çavên nebaþ nenêriye.


Atilla Dorsay: Wek tê qebûl kirin, ji bo hîndekarî û hiþyarkirina gelan sînema rolek çalek dilîze. Li welatên ku tê de þoreþ çêbûne, sînemayên þoreþger jî afirîne. Ez bawerim tu nikarî bêjî sînemaya Tirkiyê jî rolek weha dilîze? Belê, em dikarin bibêjin, heta merheleyek fîlmên te bi qalîte ne. Di vê babetê de gelo fîlîmên te tesîrêkî pozîtîv li ser geþkirina zanyariya þoreþgeriyê kirine an na?
Yilmaz Güney: Em nikarin bi piranî behsa þoreþgeriya fîlmên min bikin. Bi kurtahî em dikarin bibêjin, bi fîlmên xwe yên destpêkê bive neve min berxwedan û sernetewandinê anî ber çavên temaþevanan. Bi wan fîlman min pêwîstiya têkoþîna serhildan û berxwedanê danî ber wan. Lê ev tiþt ji bo sînemayeka þorþger ne bes in.



Hüseyin Baþ: Tu dibêjî, bi fîlmçêkirinê pê gihaþtim ku ez çiqas deyndarê xelkê xwe me û bi vê rêyê ez deynê xwe didim. Ev çawan çê bû?
Yilmaz Güney: Belê, piþtî ku ez hatim merheleyekê, min kirin an jî bûm lîstoka nava þertên sîstema aboriya demê. Ez ketim wî halî. Lîstokvanek ku pere bîne. Lîstokvanê serkaniya pere qezenc kirinê. Ji bo ticaretê, ji bo pere qezenckirinê, li gor daxwazên temaþevanan honandin û çêkirina fîlman! Hunermendê ku ji bo daxwazên temaþevanan tê xebitandin. Ev ji bo min û gelê min rewþek xeter bû. Ez bûbûm alavek ji bo kara mirovên tîcaretê û min tiþtên ne baþ digîhandin gelê xwe. Ez bûbûm wek alavêk ku her tim heman tiþtî dikir. Ez pê gîham ku ez xwe bi xwe dirizînim, diqedînim. Min pêwîstî dît ku ez rêya xwe biguhurînim û li hêlek din binêrim, berê xwe bidim serkaniyên nû.

Onat Kutlar: Gelo mirov dikare bibêje sînemaya Tirkiyê bi vê rewþa xwe organek sazûmana kedxwariyê ye, alavek mêtîna kedê ye?
Yilmaz Güney: Diyar e ku li Tirkiyê sîstemek, saziyek aborî heye. Em dikarin bibêjin sînemaya Tirkiyê jî birqandina rewþa aborî ye.



Hüseyin Baþ: Car caran di rojnaman de di derheqê te de nûçeyên sansansyonel têne weþendin. Hin skandalan davêjin ser stûyê te. Rast an jî þaþ. Gelo ev tiþt mîtoya Yilmaz Guney didin xwedî kirin, didin mezin kirin? An jî tiþtan pir dinepixînin?
Yilmaz Güney: Bi rastî þerê min li cîhek din e. Di sînemayê de û bi gelemperî. Lê çi mixabin ku pir kes jî vî tiþtî nabîne, an jî wisa xwiya dibe. Niha dibînin. Dema li cîhekî neheqiyek li min tê kirin, ez wê demê þer dikim. Dema dibînim sê çar kes li hevalêkî min dixin, ez wê demê þer dikim. Lê ez di ber xwe de, bê sebeb þer dernaxim. Sedema ku ez bi çek digerim jî ev e. Mirovek wisa me ku heya niha min gelek dijmin qezenc kirine. Her roj, bê rawestan gelek bûyer çêdibin.


Onat Kutlar: Dixwazî em werin ser mijara Umut (Hêvî) ê ... Demêk berê te got ku; ez helqeya dawî ya zencîrê me ya ku hevalên di sînemayê de þer dikin. Temam, ê gelo cudahiya Hêviyê ji fîlmên sînemaya Tirkiyê yên ku heta niha hatine çêkirin heye? Ez bawer dikim cudahiyek wî yê sereke heye. Bi taybetî bi binyatiya xwe ya belgewarî
Yilmaz Güney: Bi ya min divê mirov wisa nebêje. Dibe ku mirov dikare bibêje ji bo mirov û derûdor ew nihêrtinek nû tîne. Ji xwe ya ku hunermendan ji hev cuda dike jî dîtînên wan ên li ser cîhanê û ferqa dirûvên wan in. Dirûvên wan ên hilbijartî ne. Hilbijartin û dirûvên min dibe ku pirtir nêzî jiyanê bin. Dibe ku ev jî ji vê rewþa min were ku dema ez fîlm çêdikim ez nahizirim ku fîlmên sînemayê çêdikim.


Hüseyin Baþ: Gelo dema tu fîlm çêdikî tu hîç dikevî nav gumanên rasteqînî?
Yilmaz Güney: Di Hêviyê de tiþtên ku mirov bikare li ser bisekine, binê wan xêz bike hebûn. Bi taybetî min xwe ji van tiþtan dûr xist. Min xwest jiyan bi xwe be. Pirên caran di hin kolanan de em pir pît derbas dibin. Li derûdora me çi heye em hîç ferq nakin. Em wan tiþtan nabînîn. Ez sekinîm. Min li derûdora xwe nihêrî û min ew tiþt vegotin.


Hüseyin Baþ: Tu di Hêviyê de jiyanek wisa xêz dikî ku naye tehemûl kirin. Paþê jî wê jiyana tûj, bi bêhêvîtiyek diqedînî. Ê gelo navê fîlmê çima Hêvî ye?
Yilmaz Güney: Tiþtê ku dê were xelk nizane, ji wî wêdetir jî, nizane ku hêvî jî çiye. Gelê me tim li benda hêviyê ye, lê nizane hêvî çiye. Di eslê xwe de çîroka vegotina min an jî daxwaza min a vegotina vê çîrokê li ser babeta wê hêviyê ye. Min xwest çîroka hêviyeke pûç bînim zimên. Hêvî perçeyek ji jiyana me ye. Mirovê zana, mirovê ku lingên wî erde digrin, ji xiyalên pûç hêvî nake. Dema civat digihe merheleyek bilind hêviyên wî yên xiyalî ji holê radibin. Hêvî sembola sîstema xerabe ye.


Onat Kutlar: Di nava panorama piþtî 1960î de gelek fîlmên rastbîn hatine çêkirin. Demek piþtî 60î jî ev meyldarî hat domandin. Ji derî derhênerên wek Akad li rêyên din jî hat gerandin. Niha tu vê fîlma xwe datînî kîjan dera vê panoramayê?
Yilmaz Güney: Ez li sûkê dinêrim û tiþtên ku bixwazim bibînim dibînim. Wek mînak ; kê dibînim? Dergevan, þofor, kuftefiroþ, di demek kurt de mirovê bi nexþ û mexþ yê ku tê û diçe ew ji bo min tenê rengek e.


Onat Kutlar: Dibe ku mirov weha bibêje? Tu li Tirkiyê, li nava jiyanê ne wek derhênerekî yî ku li mirovên bi nexþ û nimûþ digere, tu li derê vana li jiyana rojane ya gelê tirk digerî, dibêjî. Tu bawer dikî bi vê rêyê sînemaya tirk dê di hêla baþiyê de xwe bigîhîne pêngavek baþ?
Yilmaz Güney: Tiþtê ku em dikin jî ew e.


Onat Kutlar: Hêvî fîlmêkî wisa ye... lê te bi fîlma Hêviyê hêlê kî nîþan kir. Ewqas dê bes be an ev metoda te ji bo te meylêk mina gelenperî ye?
Yilmaz Güney: Ev meylek min a gelenperî ye. Ev meyla sînemayê ye. Wek mînak carna ez li hin sehneyên “Navê Min Kerîm” e dinêrim ên ku min kiþandine wek beþên cuda ne. Wek mînak, min mirovên bêmal, qereçiyan kiþandibûn. Mal û xaniyên wan tunin. Tu tiþtek wan tune. Di erebokan de dijîn. Min di fîlmê de beþa wan kiþandibû.


Atilla Dorsay: Baþ e Yilmaz; te beriya vê du fîlmên bi vegotinen destanî kiþandibûn. Di wan de vegotinek te yê destanî hebû. Him di Seyîd Xan de, him jî di Qiralê Neçê de... Lê di Hêviyê de ev tiþt tune?
Yilmaz Güney: Di Hêvî yê de jî heye. Lê Hêvî destana rastî ye. Di fîlmên din ên ku min kiþandibûn de ev vegotin guhartî ne. Ji bo ku hunermend nekeve nava çewtiya dubarekirinê li rêyên weha digere. Û dawî li tu fîlmên ku hatine çêkirin nehatiye. Hîç tu fîlmêk min jî dawî lê nehatiye, temam nebû ye. Fîlma ku ez dixwazim çêkim jî ev e. Ez nabêjim jî min ev çêkiriye. Tucar ez nabêjim...


Atilla Dorsay: Hin hevalên me yên ku li fîlmê temaþe kirine, gihaþtine vê encamê ku fîlm tu mesajêk, rêderek nû nade, mirov nikare wê di nava xêz an jî di nava hêlek þoreþgerî de bihesibîne, tu çi dihizirî?
Yilmaz Güney: Ku ev fîlm rêderek bidana dê nebûna fîlîm û ji fîlmbûniyê derketana. Dê biketana rewþeke rênîþandanê. Jê pê ve ez sînemaya þoreþgerî jî wisa nabînim, ne jî wek wan fam dikim. Sînemaya þoreþgerî rê nîþan nade, ew mirovan dihizirîne. Fîlmên ku mirovan dide hizirandin. Bê guman dê di pêþerojê de fîlmên ku ji serî heta binî hin tiþt bêne vegotin jî çê bibin. Ev, wek min got xalên sînemaya þoreþger ên yekemîn in. Bê hizirkirin ne mimkun e ku mirov tiþtek bikaribe bike. Ez dixwazim mirovan bidim hizirandin.


Atilla Dorsay: Di warê aborî de þensê Hêviyê çiye?
Yilmaz Güney: Rewþa wê ya Stanbolê dê tesîra xwe li ser cîhên din jî bike, rewþa Stenbolê dê þensê wê yê aborî derxe holê.


Onat Kutlar: Piçek berê me behsa huner û têkiliyên wê yên þoreþê kir. Mirov dikare di fîlm, gotubêj û nivîsên te de kêm zêde dîtinên te yên siyasî bibîne. Gelo tu dikarî wek hunermendek siyasî dîtinên xwe pêþkeþ bikî?
Yilmaz Güney: Îro hunermendê herî nebaþ jî li dijî vê sîstemê ye. Ku em bidin ber hev, ez hunermendek im ku xwe di nava hêla çepan de dibînim. Ez hunermendek þoreþger im.


Atilla Dorsay: Baþ e Yilmaz Guney, hunermendên þoreþger têkildarê rewþa siyasî û aborî ya welatên xwe dibin. Gelo tu jî eleqedarê rewþa siyasî û aborî ya welatê xwe dibî an na?
Yilmaz Güney: Hunermendên rastî yên þoreþger pir nêz de têkildarê rewþa siyasî û aborî ya welatê xwe ne. Dema xwe ji wê rewþê dûr bike, rengê xwe yê hunermendiyê wenda dike.


Hüseyin Baþ: Baþ e, gelo dîtin û fêrbûna rewþê ji bo hunermendek þoreþger bes e? An divê di nav çalakiyên þoreþgerî yên piratik de jî bin?
Yilmaz Güney: Dema hunermend ji derê çalakiyan be, ew dibe hunermendê berê, yê dema kevn, rûdine, tenê dinivîse, diavêje...


Atilla Dorsay: Tu dibêjî ev tiþt tev bi hev ve girêdayî ne.
Yilmaz Güney: Belê, giþt tiþt bi hev ve girêdayî ne. Mirov nikare têkiliyên wan ji hev qut bike.


Onat Kutlar: Tu li ser çalekiyên xortên þoreþger dikarî çi bêjî?
Yilmaz Güney: Xortên þoreþger îro çalekiyên herî baþ dikin. Belê hin gurubên cuda hene. Bi ya min belavbûna eniyê çewt e. Di warê taktîk û stratejiyan de hin cudabûn hene. Bi ya min dem ne dema cudabûnê ye. Divê em tovên tevgera þoreþger bi destên xwe nepelçiqînin. Ev bihevketin di destê hêla din de li dij me dibe çek. Hêla ku ji niha ve bi hev bikeve, bi hev neke di çavên xelkê de lawaz dibe. Hesapkirina vî tiþtî pir zor e.



Hüseyin Baþ: Di eslê xwe de îmkana te hebe tu dixwazî bibî rejîsor ne wisa?
Yilmaz Güney: Min û xanima xwe me hesabek çêkir. Gelo ez dikarim çend sal paþê dev ji sînemayê berdim? Ez mecbûrim ku ji bo xwe aboriyek baþ çêkim. Û bi vî aboriyê demek çiqas dirêj ez dê bikaribim îdareya xwe bikim wek rejîsorek? Ji niha ve ji bo fîlmên ku ez çêbikim dê productor ji bo çêkirina fîlmê pere bide? Ne! Ne mimkun e, ew dê pere nedin. Wek hunermendek ez pê digihêm. Lê wek rejîsor naxwazim tawîz bidim.


Hüseyin Baþ: Tiþtê ku li pêþ te dibe asteng çiye?
Yilmaz Güney: Ez dixwazim fîlmên ku feyda wan bigihêje gelê min çêkim. Ez jî li gorî xwe têkoþîna þerê çînayetiyê didim. Çawan dikarim vî þerî bidomînim? Wek sînemagerek, wek fîlmçêkerek an jî rûnim roman an çîrokan binivîsim. Di nava van beþan de sînema rêya herî baþ e ji bo mirov bikaribe xwe zûtir bigihîne gel. Û li ser xelkê tesîrek wê yê pir mezin heye. Ji ber vê yekê, wek mirovek dixwazim ji bo çîna ku ez jê hatime bibime çirûskek û alozî û tengasiyên wê bidime nîþandan ka, kî ew dixapîne, birçî dihêle. Wek derhênerek, dixwazim van tiþtan bikim. Dibe ku di demên pêþ de wek artîst nehêlin ez di fîlman de bilîzim.
Mumkun e ku fîlmên min bêne qedexe kirin. Ev tiþt ji bo min ne girîng e, ji bo min rûmeta van tiþtan nîne. Dibe ku wê demê ez xwe hin jî rehet hîs bikim.

heci is offline  
Eski 03-08-2007, 01:18 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Sep 2006
Konum: XuRuÇTaN__aMeDe
Mesaj: 6,120
Üye No: 26632
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 23330
Rep Puaný : 2332150
Rep Derecesi
JuSTiN__TiMM has a reputation beyond reputeJuSTiN__TiMM has a reputation beyond reputeJuSTiN__TiMM has a reputation beyond reputeJuSTiN__TiMM has a reputation beyond reputeJuSTiN__TiMM has a reputation beyond reputeJuSTiN__TiMM has a reputation beyond reputeJuSTiN__TiMM has a reputation beyond reputeJuSTiN__TiMM has a reputation beyond reputeJuSTiN__TiMM has a reputation beyond reputeJuSTiN__TiMM has a reputation beyond reputeJuSTiN__TiMM has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Heci abe aldım ... çevirip okuyacam... Spas abe

__________________
JuSTiN__TiMM is offline  
Eski 03-08-2007, 01:19 PM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Konum: Rýha
Yaþ: 24
Mesaj: 7,465
Üye No: 158
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 24239
Rep Puaný : 2422913
Rep Derecesi
Heval has a reputation beyond reputeHeval has a reputation beyond reputeHeval has a reputation beyond reputeHeval has a reputation beyond reputeHeval has a reputation beyond reputeHeval has a reputation beyond reputeHeval has a reputation beyond reputeHeval has a reputation beyond reputeHeval has a reputation beyond reputeHeval has a reputation beyond reputeHeval has a reputation beyond repute
Varsayýlan


hevpeyvÎnek gellek germ u xweş biye spas keke heci

__________________
Heval is offline  
Eski 03-08-2007, 01:20 PM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,336
Üye No: 494
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6143
Rep Puaný : 613947
Rep Derecesi
heci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Alýntý:
JuSTiN__TiMM tafarýndan gönderildi Mesajý Görüntüle
Heci abe aldým ... çevirip okuyacam... Spas abe
bende sana teþekür ederim, yýlmazýn efsaneliðinden sonra bir roportajýndan da kendisini tanýmak daha güzel bence....

heci is offline  
Eski 03-08-2007, 01:21 PM   #5 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,336
Üye No: 494
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6143
Rep Puaný : 613947
Rep Derecesi
heci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Alýntý:
heval18 tafarýndan gönderildi Mesajý Görüntüle
hevpeyvÎnek gellek germ u xweþ biye spas keke heci
spas xweþ heval.....

heci is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Vietnam Savaþý Roj73 Genel Kültür 8 05-09-2007 09:29 PM
Yýlmaz GÜNEY ile yapýlan son röportaj.. kelagerm Genel Kültür 0 26-07-2007 05:57 AM
YýlmaZ Güney'le YapýlmýÞ SoN RöportaJ..!! cewlig Sanatçý Tanýtýmlarý 1 12-03-2007 06:53 PM
Yýlmaz Güney'le yapýlmýþ son röportaj RoJa___WeLaT Genel Kültür 2 06-03-2007 06:59 PM
Yilmaz Güney'in son röportaji ahmedo Genel Kültür 1 09-12-2006 10:27 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 09:29 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.