Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 27-07-2007, 05:01 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: MogadiþU
Mesaj: 27,725
Üye No: 4306
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 62240
Rep Puaný : 6221009
Rep Derecesi
PCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond repute
Varsayýlan Kurtedîroka Çîroka Kurdî


Em zanin ko heta demeke nêzîk jî zimanê kurdî bi alfabeya erebî dihat nivîsandin û hema bêje hemû klasîkên me bi alfabeya erebî hatine nivîsandin. Lê piþtî avakirina komara Tirkiyê û bi derxistina kovara Hawarê (1932-1943) re, bi serkêþiya Celadet Alî Bedir-Xan, kurdên Kurdistana Tirkiyê û Sûriyê jî derbasî alfabeya latînî bûne. Digel wê jî, îro, piraniya kovar, rojname û weþanên ko derdikevin bi alfabeya erebî ne. Herçiqas em ji salên sihî û vir ve bi kurmanciya latînî dinivîsînin jî, dîsa piraniya berhemên kurdî bi alfabeyên erebî û kirîlî hatine nivîsandin. Piraniya çîrokên vê antolojiyê jî dîsa bi alfabeyên erebî û kirîlî hatibûn nivîsandin. Me ew hemû transkrîbeyî latînî kirin û me çîrokên soranî jî rasterast wergerandin kurmancî. Herçiqas ev »xwarina nan bi nan be« jî, lê ev rastiyek me ye. Niha, bi riya ko hemû çîrok bi kurmancî ne, qet nebe wê xwendevanên kurmanc di derheqê dîroka edebiyata kurdî de û di derheqê dîroka çîroka kurdî de bibin xwediyê fikrekê.

Fikra min jî ew bû ko ez bi vê riyê û bi vê antolojiyê sînorên asê yên di nava kurdan de rakim û pireke hevnasînê di navbera wan de ava bikim.

Rêzkirina çîrokan

Min pêþî çîrok li gora paþnavê çîroknivîsan bi rêz kiribûn, lê min paþê guhert û ew li gora pêþnavên nivîskaran bi rêz kirin. Min dû re dev ji wê fikrê jî berda. Min bi þêwrê anolojî li gora dîroka çîroknivîskariya çîroknivîs bi rêz kir. Yek jê, bi vî awayî hem mirov karê lêkolîneran hêsan dike, hem jî mirov dikare di derbarê proses, pêþketin an jî guhertinên ko di hunera kurteçîroka kurdî de bûye bibe xwediyê fikrekê. Lê ev metod jî ji bo min ne hêsan bû. Dîrokeke edebiyata kurdî ya nivîskî, an jî bîbliyografiyeke çîroknivîsên kurd bi kurmancî li ber destên min tunebû. Loma, ez ketim nêçîra çîroknivîsan û li dû dîroka weþandina çîroka wan a pêþî geriyam. Min çîrok ne li gora dîroka nivîskariya çîroknivîs, lê li gora dîroka weþana çîroka çîroknivîs ya pêþî girtiye. Bi vê riyê, bi vê metodê mirov ê bikaribe bi hêsanî kronolojiya çîroka kurdî derxe û ji prosesa çîroka kurdî têbigihîje. Bi gotineke din, mirov ê di derheqê çîroka kurdî ya doh û îro de bibe xwediyê fikrekê û guhertin û pêþketinên çîroka kurdî bibîne.

Avakirina komara Tirkiyê (1923) û rewþa ziman û edebiyat kurdî

Edebiyat bi zimên tê pê, ziman bingehê edebiyatê ye. Herçiqas di serdema Osmaniyan de rewþa zimanê kurdî ne mîna piþtî komarê be jî, dîsa ew bi awayekî giþtî ne zimanê perwerdê, ne zimanê ilm û zanînê, ne zimanê ticaret û birêvebirinê bû. Rast e ko di serdema osmanî de zimanê kurdî ne di hêsîriya îro de bû, ew mîna îro li qeyd û merbendan nehatibû xistin, cih bi cih bi vî zimanî perwerde hebû, di medreseyan de bi vî zimanî dihat xwendin. Wek encama medreseyan jî îro klasîkên kurdî di destên me de hene. Lê piþtî þerê cîhanê ê yekê û avakirina komara Tirkiyê, ne bi carekê be jî, desthilatdariya yekpartî ya Kemalîzmê, dixwaze mederseyan bigire û bi wê yekê dawiyê li bermayên osmaniyan bîne. Þoreþa kinc û alfabeyê jî wê demê li dar dikeve. Slogana yek netewe, yek al, yek ziman wê çaxê dibe bingehê komarê. Kemal Atatürk bi þoreþa kinc û alfabeyê dixwaze ji þerqê bi dûr bikeve û xwe nêzîkî Ewrûpayê bike. Ew dixwaze komara wî bi þikil û celebê jiyana ewrûpiyan be. Ew vê yekê ne li ser tiþtên kevin ava dike, lê tiþtên kevin, kultur û awayê kevin ji bin ve hildiweþîne û dixwaze li gora xwe tiþtekî nû ava bike. Li gora xwe sekularîzmê dide pêþ û dixwaze xwe nêzîkî medeniyeta Ewrûpayê bike.

Di îdeolojiyeke weha teng de cih ji fikrên cihê, ji netewe û zimanên cihê re nedima. Loma, zimanê tirkî bû bingehê komarê û yê kurdî jî hate qedexekirin. Ew klasîkên ko bi zimanê kurdî lê bi alfabeya erebî hatibûn nivîsandin, qedexe nebûbin jî, êdî xwendin û têgihîþtina wan ji bo nivþê nû zehmet bû û di dema nû de jî, yanî bi kurdiya latînî tiþtek nehat nivîsandin. Ji bo helandina kurdan qedexekirina zimanê wan nixteya herî girîng û heyatî bû. Ji aliyê din ve ji bo nûkirin û pêþdexistina zimanê tirkî desthilatdariya Kemalîzê gelekî dixebitî, bi xurtî dest bi wergerandina berhemên edebî kirin. Di wê demê de gelek berhemên fransiz û rûsan hatin wergerandin û bi riya wergerandina berhemên van zimanan êdî þêwe û awayên nû yên edebiyatê jî bi riya wergerê diketin zimanê tirkî. Ji xwe hunera çîroka tirkî jî wê demê dest pê dike. Piþtî komarê (1923) di zimanê tirkî de gelek çîroknivîs derdikevin û bêtir di vê demê de hunera çîrokê li ba tirkan dikemile. Yên mîna Ömer Seyfettin, Sabahattin Ali, Sait Faik ko hê jî cihekî wan ê taybetî di edebiyata tirkî de heye, piþtî komarê hunera kurteçîrokê li ba tirkan gihandine dereceyeke bilind. Di demeke ko jinûvevejînek di edebiyata tirkî de çêdibû, kaniya edebiyata kurdî jî dimiçiqî, dawî li klasîkan dihat û bi her awayî rê li ber avakirina edebiyateke kurdî ya nûjen hatibû girtin. Êdî derxistin û weþandina kovarên mîna Kurdistan (1898), Rojî Kurd (1913) û Jîn (1918-1919) ne mimkin bû. Herçiqas ev kovar û rojnameyên kurdan bi du zimanî, bi tirkî-kurdî bûn û giraniya wan siyasî bûn jî, dîsa li ser kultur û edebiyata kurdî, li ser rabûn û rûniþtina kurdan gelek nivîsên balkêþ diweþandin.

Heke ew bêdengî welê dewam bikira û bêbersiv bimaya, bi texmîniyeke mezin me ê îro nikarîba behsa çîroka kurdî ya nûjen bikira. Di warê kurmancî de ev bersiv ji du aliyan hat. Yek jê ji kurdên Sovyeta berê, bi riya radyo û weþanê hat, ya din jî ji aliyê ekola Hawarê ve hat.

Kovarên Hawar (1932-1943), Ronahî (1942-1945), Roja nû (1943-1946) û çîroka kurdî

Ez dikarim bi hêsanî bibêjim ko ji bo edebiyata tirkî, ji bo ji nû ve vejîna edebiyata tirkî û avêtina bingehê edebiyata tirkî ya modern rola komara Tirkiyê çi bû, ji bo edebiyata kurdî jî rola kovarên Hawar, Ronahî û Roja Nû her ew bû.

Ev kovarên kurdî yên ko ji aliyê herdu birayan Celadet û Kamran Alî Bedir-Xan li Þam û Bêrûdê derdiketin, hem ji bo edebiyata kurdî ya nûjen bûn bingeh û dibistanek, hem jî di navbera edebiyata kurdî ya klasîk û nûjen de rola pirekê lîstin. Cara pêþî bi riya van kovaran û bi taybetî jî bi riya Hawarê, bi alfabeya latînî nimûneyên ji edebiyata klasîk gihîþtin nivþê me. Ferqa di navbera komara Tirkiyê û ekola Hawarê de ew bû, ko tirkan dixwestin her tiþtî ji nû ve dest pê bikin, pehînekê li tiþtên kevin bixin, lê ekola Hawarê edebiyata kurdî ya klasîk dikir bingehek û dixwest li ser wî bingehê qewîn asasê edebiyata nûjen biavêje. Li gora hewcedarî û pêwîstiya edebiyata nûjen û pêþketina civakê, di serî de Celadet dest bi nûkirina zimanê kurdî kir, dest bi bikaranîna hin termên kurdî yên nû kir û termên gramerî bi kurdî bi kar anîn. Kovara Hawarê ya ko ne li ser erda xwe û piþtî hemû serîhildan û têkçûnên kurdan derdiket, rola dewletekê, di dewleteke demokratîk de rola wezareteke çandî, rola akademiyeke zanistî dilîst. Loma, karê wê pir bû û karekî pir zehmet bû. Diviya bû zimanê kurdî bi tenê di klasîkan de nemaya, tenê ne zimanê folklorê bûya; pê edebiyateke modern bihata nivîsandin, pê her beþên edebiyatê û her awayên nivîsê bihata ceribandin.

Bi rastî jî welê kirin. Gava mirov niha çavekî li Hawarê digerîne, mirov pêrgî her beþê edebiyatê tê. Lê ji nav beþên edebiyatê, hunera çîrokê jî pir derdikeve pêþ. Di kovarên Hawar, Ronahî û Roja Nû de bi dehan kesan çîrok nivîsandine. Hin kesan bi tenê çîrokek nivîsandine, hinan du çîrok û hinan jî çend çîrok nivîsandine. Lê belê hinan heta heft-heþt çîrokan jî nivîsandine. Digel wê jî dîsa navên wan wek çîroknivîs nayên bi bîranîn. Yên hinan ji ber piralîbûna xwe wek çîroknivîs derneketin pêþ û deng nedan. Ew ji þaxekî bêtir bi karên nivîsê daketine; helbest, nivîsên civakî û siyasî û li ser dîrokê nivîsandine, bi xwe endamên partiyên siyasî bûne, birêvebir bûne; yanî wan xwe tenê bi warekî ve girê nedabûn. Loma, navên wan di dîrokê de carina wek kesên siyasî derdikevin hemberî me, carina wek helbestvan, carina wek zimanzan, carinan wek dîrokvan, carina jî wek çîroknivîs derdikevin pêþberî me.

Li gora bendeke Ferhad Pîrbal ko di Nûdem, hejmar 11, 1994an de hatiye weþandin, Celadet Bedir-Xan di Hawarê de 12 çîrok, Osman Sebrî 7 çîrok, Mistefa Ehmed Botî 6 çîrok, Biþarê Segman 4 çîrok weþandine. Pîrbal di nivîsa xwe de hejmara çîrokên ko di Hawarê de hatine weþandin digihîne 69an. Herweha þeþ çîrok jî werger û adaptasiyon in.

Di kovara Ronahiyê de jî 41 çîrokên hunerî, 29 çîrokên kurmancî, 3 çîrçîrok û 10 çîrokên werger hatine weþandin. Di kovara Roja Nû ya ko di bin berpirsiyariya Kamran Bedir-Xan de derdiket, 19 çîrokên hunerî û 10 jî çîrokên kurmancî hatine weþandin.

Gava em çîrokên van hersê kovaran didin ser hev, em dibînin ko hejmara wan bi ser sedî dikeve. Ji van çîrokan hejmareke mezin çîrokên hunerî ne, ji aliyê navên cihê ve hatine nivîsandin, lê piraniya nivîskarên wan anonîm in, li ser wan û jiana wan tiþtek di destên me tuneye, em nizanin ew kî ne, ji ko ne, çi kirine. Loma, gava mirov ji van çîrokan dixwîne, ji bilî navên nas, mirov ji Celadet Bedir-Xan þikê dike. Wê welê be jî, gelek ji wan navên nenas wê naznavê Celadet Bedir-Xan bin.

Di van hersê kovarên herdu birayan de, ji bilî çîrokên hunerî, gelek çîrokên kurmancî, çîrçîrok û çîrokên wergerê hene. Çîrokênwerger piranî ji edebiyata fransî ne, çîrçîrok û çîrokên kurmancî jî bi giranî ji herêma Mêrdînê ne.

Lê digel vê hejmara mezin ya çîrokan, dîsa gava behsa dema Hawarê an jî behsa çîroknivîsên Hawarê dibe, tavilê du nav têne bîra mirov. Ew jî Qedrî Can û Nûredîn Zaza ye...

Qedrî Can ((1911-1972) û Nûredîn Zaza (1919-1988)

Qedrî Can û Nûredîn Zaza hem du çîroknivîsên Hawarê yên li pêþ bûn, hem jî du pêþengên çîroknivîskariya kurdî yên nûjen in. Digel ko ew jî piralî bûn, ew jî bi gelek tiþtan ve mijûl dibûn, lê dîsa di mijûliya wan ya sereke de çîrok li pêþ bûn. Ev herdu çîroknivîsên kurd jî ji ber sebebên siyasî ji bakurê welêt daketibûn Sûriyê. Qedrî Can ji Dêrika Çiyayê Mazî û Nûredîn Zaza jî Madenê bû.

Hejmara çîrokên Qedrî Can ji yên Nûredîn Zaza bêtir in û mijarên wan jî cihêtir in. Digel ko Qedrî Can di navenda siyasetê de bû û di piraniya helbestên xwe de jî mijara siyasî kiriye navend, û digel ko piraniya berhemên edebî yên Hawar, Ronahî û Roja Nû bi naverokeke siyasî dagirtî bûn û piranî li ser bûyerên rojane ên siyasî bûn, mijarên çîrokên Qedrî Can ne welê ne. Heta ji Qedrî Can hatiye wî xwestiye ew kirasekî edebî yê herheyî li çîrokên xwe bike, edebiyatê neke qurbana bûyerên rojane, lê di eynî demê de, motîvên bijarte yên civata kurdî hilbijêre û bi pîvanên edebiyatê yên gerdûnî bihûne. Qedrî Can ji bilî tibabek helbest û wergera kitêba Grigori Petrof ya bi navê »Di welatê zembeqê gewir de« ko beþ bi beþ di kovara Roja Nû (1943) de weþandibû, li ser hev di hersê kovarên navborî de ev her donzdeh çîrok weþandine; Hawar hebe gazî li dû ye, Gundê nûava, Besreka zêrîn, Hêva çardeþevî, Sond, Guneh, Sehên zozanan, Gulçîn, Nêçîra berazan, Serencam, Muhra Silêman û Roviyê xapînok.

Hin ji çîrokên destpêkê pir kurt bûn, digel ko zêde dirûvê çîrokan bi wan nediketin jî, dîsa ew bi zimanekî edebî û hunerî hatibûn nivîsandin. Lê piraniya çîrokên Qedrî Can çîrokên hunerî ne, bi zimanekî hunerî û edebî hatine hûnandin, ew serdestê mijarên xwe ye, bi bêhnfirehî pê de diçe, karakteran û bûyerên ko li der û dora karakteran diqewimin baþ salix dide, îro dijî, li doh difikire, doh bi sibehê ve girê dide. Ji ber ko Qedrî Can nivîskarê surgunê ye mirov tesîr û psîkolojiya surgunê di çîrokên wî de baþ dibîne. Ew metoda flash-back bi kar tîne, gelek caran ji dema niha diçe salên zaroktiyê, mijarê li ser bûyerekê an jî bîranînekê ava dike û dîsa ji niþka ve li xwe vedigere. Her çîrokek perçeyek ji jiyana Qedrî Can e, pelek ji kitêba jiyana wî ya qetyayî ne. Qedrî Canê perçebûyî dixwaze bi riya nivîsandina van perçeyên jiyana xwe, yekparetiya xwe bi dest bixe, rûpelên rengîn ko ji kitêba jiyana wî hatine qetandin bi ser hev de bîne. Ew di çîroka bi navê »Ser encam« (Roja Nû, 14-4-1943) de weha dest pê dike: »Gava mirov ji halê xwe ne razî, û ji pêþiya xwe bigûman be, dizîvire, li rojên xwe ên derbasbûyî dinere… mîna pîrên riziyayî ko ne ji dixwazin bimirin…tenê û tenê li rojên xwe yên çûyî bifikirin; xortaniya xwe, zarotiya xwe bînin bîra xwe û bi vî awayî bîna xwe biderxin…

Ez jî wisan bûme; ez jî bûme xortekî pîr. Li pêþiya xwe dinêrim: leylan û gûman… Li dora xwe mêze dikim: mij û dûman!...

Belê, ez jî mîna wan kal û pîrên xurde, rojên xwe ên derbas bûyî, nemaze rojên zarotiyê tînim bîra xwe, bi hezar û yek hesretî dilê xwe tije dikim û ji wan lezeteke derûnî distînim… Ew pelên ko ji kitêba jiyîna min hatine çirandin, îro perçên wan î rizyayî berev dikim, bi hev dizeliqînim… Dixwazim ji wan kitêba bextiyariyê çêbikim. Sond… Guneh… Rojên derbasbûyî… Serencam… her yek ji van, ji kitêba jiyana min a hezîn rûpelekî rengîn in. Lê rengîn dibin, zengîn dibin… dîsa pelinin çiriyayî û riziyayî ne… Serencam jî rûpelek ji wan pelan e…

Berî bîst û pênc salan bû…»

Qedrî Can di çîrokên bi navê «Sond«, »Guneh« û »Rojên derbasbûyî« de, mîna çîroka »Serencam« destpêkeke þiroveyê tîne û li doh, li salên zaroktiya xwe vedigere û tîne bi roja îro ve girê dide. Gava mirov van herçar çîrokan li dû hev dixwîne, mirov dibîne ko Qedrî Can mijarên xwe bi zanebûn hilbijartine, li ser wan hûr bûye, pevgirêdanek di navbera wan de ava kiriye û hewl daye ko yekparetiyê pêk bîne.

Nûredîn Zazayê ko ji aliyê Celadet Bedir-Xan ve wek Çexovê kurd dihat bi nav kirin, di warê nivîsandina çîrokê û hunera çîrokê de þareza bû. Hemû çîrokên Nûredîn Zaza yên ko li ber destên me hene û yên ko me di nav weþanên Nûdemê de bi navê »Keskesor« wek kitêb weþandiye, ev in: Xurþîd, Derketî, Gulê, Keskesor, Stêrk, Perîþanî, Hevîna Perîxanê û Þerê Mêþan.

Di mijarên çîrokên Nûredîn Zaza de þopên nostaljiyê, hisa dûrbûna ji welêt û agirê xerîbiyê serdest e. Heke em adaptasiyonên Nûredîn Zaza yên romantîk nehesibînin, hemû çîrokên wî bi rewþa welêt ya siyasî ve girêdayî ne, bi motîvên welatparêziyê ve miþt in, bi têkoþerî, þîret û perwerdeya kurdan ve dagirtî ne, lê zimanê wî xweþ û herihbar e, taswîrên wî xurt û zindî ne.

Kurdên Sovyeta berê

Kurdên Sovyeta berê, kurdên Qafqasyayê, an jî kurdên ko ji ber zilma, bi gotina wan »Roma reþ« baz dane û li kujekî Ermenistanê, li bin pala çiyayê Agiriyê bi cih bûne, piþtî þerê cîhanê ê yekem û piþtî þoreþa Bolþevîkan ew di nav tixûbên Sovyetê de man. Herçiqas kurdên misilman di nav wan de hebûn jî, piraniya wan kurdên êzîdî bûn, ew jî bi qirkirina ermeniyan re dihatin qirkirin. Lê, piþtî þoreþê, piþtî ko gelek komar û gelên Sovyetê gihîþtin mafên xwe yên gelî, ew imkan kete destên kurdên Sovyetê jî, wan dest bi weþandina rojnameya »Rya Teze« kirin, li Yerîvanê radyo avakirin û dest bi nivîsandina helbest, çîrok, roman û piyesan kirin. Digel ko ew ji Kurdistana mezin qutbûyî bûn û bi tu awayî têkilî di navbera wan û kurdên Kurdistanê de nemabû, dîsa wan di nav xwe de zimanekî standart ava kiribûn û gava li Tirkiyê kurd ketibûn ber pêla asîmîlasiyonê, wan bingehê jiyaneke edebî diavêtin.

Kurdên Sovyeta berê hema bêje hemû þaxên edebiyatê ceribandine. Berhevkirin û weþandina berhemên folklorî jî li ba kurdên Sovyetê cihekî girîng digirt. Lê wek þaxekî edebî kurteçîroka hunerî jî li Sovyeta berê hatiye nivîsandin. Wê ji bilî van nivîskar û çîroknivîsên ko me di vê antolojiyê de civandine jî çîroknivîs hebin, lê mixabin, me nikarîbû em xwe bigihînin berhemên wan, an jî li gora lîsteya ko me ji þarezayên edebiyata kurdên Sovyeta berê Tosinê Reþît, Têmûrê Xelîl û Wezîrê Eþo wergirtiye, çîroknivîs bi giþtî ev in. Lê heke ne bi tenê ev bin jî, ev resimekî çîroka kurdên Sovyeta berê bi giþtî didin.

Ji xwe gava behsa edebiyata kurdên Sovyeta berê dibe tavilê navê Erebê Þemo û roman wî »Þivanê kurd« tê bîra mirov. Ji bilî Erebê Þemo bi dehan kurdên Sovyeta berê xwe li nivîsandina edebiyatê, xwe li nivîsandina þaxên edebiyatê yên cihê ceribandine, di nav xwe de zimanekî kurdî ê standart ava kirine û bûne perçeyek ji edebiyata Sovyetê. Temayên ko nivîskarên kurdên Sovyeta berê di berhemên xwe de bi kar anîne, jiyana gundîtiyê, adetên kevin, jiyana bi xelkên din re û nostaljiya welatê bav û kalan e. Di çîrokên ko me ji bo vê antolojiyê jî hilbijartine kêm zêde ev tema serdest in. Bi alfabetîk ev çîroknivîs in: Babayê Keleþ (1947), Eliyê Ebdilrehman (1920), Emerîkê Serdar (1935), Erebê Þemo (1897-1978), Eskerê Boyîk (1941), Rizaliyê Reþîd (1929), Sîma Semend (1933), Têmûrê Xelîl (1949), Þemsî (1933-2002), Tosinê Reþît (1941), Wezîrê Eþo (1934) û Xelîlê Çaçan (1924).

Baþûrê Kurdistanê

Li gora Ferhad Shakely ko çavkaniya xwe ji Husên Arif girtiye, çîroka soranî ya pêþî di sala 1925an de hatiye weþandin. Ev çîroka bi navê »Le xewma« ji aliyê Cemîl Saîb (1887-1951) ve hatiye nivîsandin. Ev çîroka Cemîl Saîb mîna 23 beþan di kovarên bi navê Jiyanawa û Jiyan de hatiye weþandin.

Lê çîroka kurdî ya baþûrê welêt jî bi riya kovaran û bi taybetî jî bi derketina kovara Gelawêjê (1939-1949) ber bi dema xwe ya kemilandinê ve diçe. Di Gelawêjê de digel çîrokên nivîskarên kurd gelek çîrokên werger jî hatine weþandin.

Bi gotineke din rola kovarên Hawar, Ronahî û Roja Nû di pêþdexistina edebiyata kurdî û bi taybetî jî di pêþdexistina çîroka kurmancî de çi be, rola kovara Gelawêjê jî ji bo kurmanciya jêr (soranî) ew e. Kovara Gelawêjê di sala 1939an de dest bi weþanê kir û heta sala 1949an dewam kir. Ev kovara ko pêþî di bin berpirsiyariya Îbrahîm Ehmed de û dû re di bin berpirsiyariya Elaeddîn Secadî de derdiket, çîrokên Îbrahîm Ehmed û Elaeddîn Secadî jî tê de, li gora çavkaniya ko Ferhad Shakely di kitêba xwe ya bi navê »hunera çîroka kurdî ya nûjen« de daye û eynî çavkanî ji Husên Arif girtiye, di pêvajoya deh salên Gelawajê de 114 çîrok hatine weþandin. Ji van 114 çîrokan 82 werger in û 32 çîrok jî ji aliyê çîroknivîsên kurd ve hatine nivîsandin. Çawa ko gava navên çîroknivîsên Hawarê tê ser zimên tavilê Qedrî Can û Nûredîn Zaza tên bîra mirov, çîroknivîsên Gelawêjê jî di serî de Îbrahîm Ehmed, Elaeddîn Secadî ((1915-1948) û Þakir Fetah (1914-1988) tên bîra mirov.

Me ji ekola Gelawêjê wek nimûne bi tenê Elaeddîn Secadî hilbijart û çîroka wî »Bo xatirê jinê« ji kurmanciya jêr wergerand kurmanciya jor.

Lê ferqa Hawar û Gelawêjê ev e; gava Hawarê dawî li jiyana xwe anî, di warê ziman û edebiyata kurdî de jî qutbûn û bêdengiyek çêbû û hema bêje vê qutbûn û bêdengiyê heta salên 80yî dewam kir. Lê gava Gelawêjê di sala 1949an de dawî li jiyana xwe anî, dîsa di edebiyata kurdî de berdewamiyek hebû. Ji ber ko zimanê kurdî ne qedexe bû û ew zilma nedîtî ya ko li Tirkiyê li ser zimanê kurdî hebû, li Iraqê û Kurdistana Iraqê tunebû. Erê Sedam kurd qir dikirin, lê zimanê wan qedexe nekiribû û di bin desthilatdariya Sedam de li Bexdayê Akademiya kurdî hebû. Loma, piþtî rawestandina kovara Gelawêjê, demeke zêde neket navê ko hêdî hêdî di warê çîroknivîskariya kurdî de navên nû derketin. Ev navên ko derketin herçiqas bi stîl û awayên cihê derketibin jî, lê dîsa li ser mîraseke heyî edebiyata xwe ava kirin. Me ji bo vê antolojiyê jî nimûneyên berbiçav ji vî nivþî hilbijartin û çîrokên wan ji kurmanciya jêr wergerandin ya jor. Lê, ji ber ko ez bi xwe ne þarezayê vî zaravayê kurdî me û bi qasî ko haya min ji edebiyata kurmanciya jor û prosesa wê heye, ez ew çend ji edebiyata ko bi zaravê kurmanciya jêr tê nivîsandin ne haydar im, min ji bo hilbijartina çîrokên wan, ji hin hevalan daxwza alîkariyê kir. Min ji Ferhad Shakely, Enwer Qadir, Heme Seîd Hesen û Mahabad Qeredaxî ev daxwaz kir. Lê ji bilî çîrokek du çîrokên ko Heme Seîd Hesen ji min re þandin, piraniya çîrokên kurmanciya jêr, yên ko me xistine vê antolojiyê min ji ba Ferhad Shakely peyda kirine û bi hilbijartina wî bûne.

Piþtî ko min kurmanciya van çîrokan xwend, ez têgihîþtim ko bi rastî jî hunera kurteçîrokê di vî zaravî de bi pêþ ketiye, nivîskaran xwe li stîlên cihê rakiþandine û hewl dane ko pîvaneke çîroknivîsiya gerdûnî bi dest bixin. Ez bawer dikim, piþtî ko hûn jî van çîrokan bixwînin hûn ê hewldayîna wan baþ bibînin.

Bo nimûne, çîroka Husên Arif »Rêwîtiyeke efsûnî« li dû teknîkeke nû ye, di eynî çîrokê de demên cihê bi kar anîne, ew dem di hundirê hev de hûnane, carina serê xwendevên tevlihev dike, têgihîþtina mijarê an jî mesajê zehmettir dike, hewayeke Joycewarî ava dike. Ev awayê nivîsandinê li ba çend çîroknivîsên din jî hene.

Ji bilî Elaeddîn Secadî û Husên Arif me çîrokên van çîroknivîsan ji bo vê antolojiyê hilbijartine: Ehmed Mehemed Îsmaîl (1943), Ferhad Pîrbal (1961), Ferhad Shakely (1951), Mahabad Qeredaxî (1966), Mehemed Mewlûd ‘Mem’ (1927-1987), Necîbe Ehmed (1954), Raûf Bêgerd (1942), Þêrzad Hesen (1951), Mehemed Mukrî (1949?) û Mehemed Ferîq Hesen (1941).

Me ji bilî van navan çîrokên çend çîroknivîsên din jî amade kiribûn, lê mixabin pirsgirêka wergerê derket û loma ew çîrok negihîþtin ser vê antolojiyê.

Behdîna

Gava mirov edebiyata kurmancên Behdîna dide ber ya soranî, mirov dibîne ko ew bi qasî ya soranî bi pêþ neketiye. Ji xwe di salên ko edebiyata kurmanciya jêr (soranî) di dema xwe ya gulvedanê de bû, li ba kurdên Behdîna nesir an nedihat nivîsandin an jî pir kêm dihat nivîsandin. Ji ber ko di salên 1970-74an de li baþûrê Kurdistanê zaravayê soranî di dibistanan de dihat xwendin, behdîniyan jî di dibistanan de kurdiya soranî dixwendin. Zimanê kurdî yê fermî soranî bû û behdîniyan jî di dibistanan de soranî dixwendin. Faktoreke din jî ew bû ko hem ji aliyê nifûsê ve behdînî (kurmanc) kêm bûn, hem jî edebiyat bêtir li bajarên mezin mîna Kerkûk, Silêmanî û Hewlêrê geþ dibû. Lê dîsa jî, kurmancên baþûr di warê nivîsê de kêm nemane, gelek kesan helbest û çîrok nivîsandine. Tevgera edebî ya Behdînan, an jî ya kurmancên baþûr piþtî ya soranî tê, lê dû re wê temam dike.

Kurmancên baþûr, digel helbesê, di warê çîrokê de jî gelek berhem dane. »Antolojiya çîroka nû ya kurmancên baþûr« ko Xelîl Duhokî amade kiribû û me ew di sala 1995an de di nav weþanên Nûdemê de derxistibû, nimûneyeke berbiçav ya çîrokên wê herêma Kurdistanê ye. Di vê antolojiyê de Xelîl Duhokî 25 çîroknivîs civandine. Gelek ji van xwediyên kitêbên çîrokan in, hinan jî bi tenê çîrokên xwe di kovar û rojnameyan de weþandine. Li gora çavkaniya ko Xelîl Duhokî di pêþgotina antolojiya xwe de dide, çîroka pêþî li devera Behdînan ji aliyê Salih Riþdî de di sala 1960î de hatiye weþandin. Ev çîrok di kovara Ronahî de (Hafiz Qazî derdixist) hatiye weþandin. Li gora ko Xelîl Duhokî di pêþgotina antolojiya xwe de salix daye, kitêba kurteçîrokan ya pêþî ko li Behdîna derketiye, kitêba Elî Neqþenbendî ye ko di sala 1972an de derketiye. Di sala 1979an de jî kitêba Îbrahîm Selman hatiye weþandin.

Mixabin, me nikarîbû ko em hemû çîroknivîsên kurmancên baþûrê welêt têxin vê antolojiyê, lê me bi tenê çend nimûne hilbijartin. Ew nimûneyên ko me ji kurmancên baþûr hilbijartine û xistine antolojiyê, ev in: Enwer Mehemed Tahir (1949), Fazil Umer (1962), Hesenê Silêvanî (1957), Husein Muhammed (1980), Nizar Mehemed Seîd (1952), Serfiraz Neqþebendî (1952), Sidqiyê Hirorî (1956) û Xelîl Duhokî (1951).

Çîroknivîsên ko di vê antolojiyê cih negirtine, ne ji ber qelsiya çîrokên xwe cih negirtine; yek jê ji ber nebûna cih, ya din jî ji ber ko hema bêje hemû çîrokên Behdînan bi devoka behdînî hatine nivîsandin û ji bo xwendevanên zimanê kurdî bi giþtî têgihîþtina wan ne hêsan e. Herçiqas min xwest ez bi riya serastkirina zimanê wan, wan nêzîkî kurmanciya standart bikim jî, lê ji ber rîska xerabkirina form û teknîka çîrokê min cesaret nekir.

Kurdistana Îranê

Ji ber ko min navên zêde çîroknivîsên Kurdistana Îranê bi dest nexistin, loma ez ê nikaribim zêde tiþtekî li ser edebiyat an jî çîroka vî beþê welêt bibêjim. Lê em zanin ko di dema avakirina komara kurdî ya Mahamadê (1946) de gelek kovar û rojname derketin, lê mixabin ew jî mîna komarê temenkurt bûn. Lî vî beþê welêt, di warê prosayê de du navên naskirî; Hesenê Qizilcî (1914-...?) û Rehîmê Qazî (1925-1991) hene. Me di sala 1977an de romana Rehîmê Qazî ya bi navê »Pêþmerge« bi kurmanciya Elîþêr weþand û kitêba kurteçîrokan ya Hesenê Qizilcî jî bi navê »Kenê Parsek« bi kurmanciya Þikriya Salih û Firat Kelehkî di sala 2001ê de li Stenbolê di nav weþanên Avestayê de derket.

Ev herdu nivîskarên kurd di warê prosayê de zîrek bûn û ji bo nivþê li dû xwe jî bûne çavkaniya îlham û bixwebawerî yê. Hêmin Mukriyanî piþtî ko Hesenê Qizilcî hem wek insan û malbat, hem jî wek nivîskar dipesinîne, li ser çîrokên wî jî van gotinan dibêje: »Pêlewanên çîrokên Qizilcî, qet yek ji wan jî ji xwendevanên kurd re xerîb nayên. Hemû ji çîn û tebeqeyên civaka kurd hilbijartine, karesatên jiyana wan bi kurdiyeke sade (zelal, petî) û bi zimanekî wisa nivîsiye û þirove kiriye ko kurdekî ne xwendevan, cahil jî têbigihê.

Xwendeven bi ciwanî têdigihe, Mamoste Qizilcî heya bi çi radeyê þarezayî, zanistî, psîkolojî ye û çawa giyanê pêlewanan nas kiriye û çûye kûriya dil û hinavên wan.

...Xwendevan di van çîrokên kurt de nimûneya jiyana derebegekî zalim (çekmereq), kevnebegekî barkêþ î kewitî, þêxekî destbir, derwêþekî zergweþên, cotkarekî zilm lê hatî kirin, zirnokerekî zimandirêj, karbidestekî bertîlxwer û biyanî, bazirganekî sûtxwer (faîzxwer) û temakar, casûsekî niþtimanfiroþ, jineke tenê ya bedbext û bêbeþ a kurd...«

Romana Rehîmî Qazî »Pêþmerge« di warê romanê de li Kurdistana Îranê nimûneya pêþî ye. Ev romana ha cara pêþî di sala 1960î de li Êrîvanê, di sala 1962an de li Bexdayê û di sala 1977an de li Swêdê di nav weþanên Nûdemê de derket. Îzeddîn Mistefa Resûl bi kurtî li ser romana Pêþmerge weha dibêje: »Pêþmerge çîrokeke dirêj e, diçe dikeve nav wî baxê gulan yê bêhnxweþ yê ko di baxçeyê edebiyata kurdî de vedane, yan jî destaneke taze ye bi kincekî nû yê hunerî ve, awayekî nû yê romannivîsiya bi çend qehremanan a mêrxasî û dilêriya gelê kurd dide xuyakirin.«

Em zanin ko li Kurdistana Îranê ji bilî van herdu navan, di warê prosayê de navên din jî hene, lê ew êdî mijara lêkolîneke taybetî ye û di çarçoveya pêþgotina vê antolojiyê de hilnayê.

Em dibînin ko hem li Kurdistana Iraqê hem jî li ya Îranê nesra kurdî bêtir bi kurmanciya jêr dest pê bûye û hatiye nivîsandin, lê dû re bi kurmanciya jor dest bi nivîsandina nesrê hatiye kirin. Ji wan yek jê Perwîz Cîhanî ye ko em wî ji kovara Sîrwe nas dikin. Perwîz Cîhanî gelek nivîsên bi kurmancî di Sîrweyê de weþandin, lê piþtî ko derket Ewrûpayê, êdî bi çîrok û romanên xwe navê xwe da bihîstin.

Tevgera salên heftêyî û weþanên wan

Heke em kovar û rojnameyên Musa Anter, Canîp Yildirim, Edîp Karahan; yanî Þark Postasi, Ileri Yurt (1958) û Dicle-Firat (1962-63) nehesibînin, piþtî avakirina komarê bêdengiyeke mezin li Kurdistanê hukum dikir û zimanê kurdî li qeyd û merbendan ketibû. Herçiqas ev kovar jî bi armancên siyasî derdiketin û zimanê wan bi tirkî bû, dîsa carina di nav re cih didan kurdî û heta Edîp Karahan di kovara xwe (Dicle-Firat) de gelek çîrok jî nivîsandin. Çîrokên ko Karahan dinvîsandin bi tirkî bûn, lê wî her tim bi zanebûn an gotinên kurdî tevlî çîrokên xwe dikirin an jî di nav çîrokan de cih dida stranên kurdî. Karahan jî wek gelek kesên wê demê, ji ber nebûna nivîskaran navên cihê bi kar dianî û di bin navên cihê de dinivîsand. Di nav hemû çîrokan de wî bi tenê çîrokeke xwe (Heydo û Ferho) xwerû bi kurmancî nivîsandiye. Me ew çîroka wî ya bi kurdî û çîrokên wî yên tirkî jî dan hev û bi wergera Mustafa Aydogan weke kitêb di sala 2001ê weþand.

Ji ber sebebên siyasî, sînorên qewîn yên ko di navbera kurdan de hatibûn kiþandin û zarava û alfabyên cihê, ne haya tevgera kurdên bakurdê Kurdistanê yên pêncî û þêstî, ne jî haya tevgera kurdî ya salên heftêyan ji tevgera kurdî û entelektuelî ya kurdên Sovyeta berê, dema Hawarê û baþûr û rojhilatê welêt hebû.

Tevgera kurdî ya salên heftêyî ya bakurê welêt ji tevgereke kulturî û edebî wêdetir wek tevgereke siyasî derket. Ew li dijî sîstem û desthilatdariya Tirkiyê dengekî protestoyê bû û bi nêrîn û îdeolojiya çepîtiyê ve rapêçayî bû. Piþtî avakirina komara Tirkiyê, cara pêþî bû ko kurd dibûn xwediyê evqas kovar û rojname. Armanca hemû kovar û rojnameyên salên heftêyî, mîna yên salên pêncî û þêstî siyaset bû û ew siyaset jî bi tirkî dihat meþandin. Ji xwe imkanê kirina siyasetê ya bi kurdî qet tunebû û zimanê kurdî qaçax bû. Qaçax bû û cezayê wê qaçaxê jî giran bû. Kovar û rojnameyên ko bi tirkî dest bi weþana xwe kiribûn, gava nêzîkî li salên heþytêyî dikir, êdî cih didan nivîsên bi kurdî jî û piraniya tiþtên ko bi kurdî dihatin weþandin jî helbest bûn.

Gava di sala 1979an de kovara Tîrêjê dest bi weþana xwe kir, di kovarê de dîsa bi giranî helbest dihatin weþandin, lê kovarê cih dida þaxên edebiyatê yên din jî. Di kovarê de bi herdu zaravayên kurdî; kurmancî û zazakî nivîs hebûn û di nav van nivîsan de mirov êdî pêrgî çîrokan jî dihat. Çîrokên Rojen Barnas ko di bin naznavê Flît Totanî de diweþand çawa di warê helbestê de Rojen Barnas bêdengiyek diþikand, di warê çîrokê de jî ew bêdengî diþikand. Barnas dabû dû þopa Hawarê. Rojen Barnas bi zimanekî mîzahî rewþa welêt ya civakî, siyasî û psîkolojî radixist ber çavan. Ew bêtir çîroknivîsekî bajarî bû. Lê di eynî salê de kitêba Mehmed Emîn Bozarslan ya bi navê Meyro (1979) jî derket. Bozarslan bêtir motîvên xwe ji jiyana gundiyan distand, di siya jiyana gundiyan de hem rabûn û rûniþtina kurdan, urf û adetên wan, hem jî tirs û tesîra leþkerên tirkan dianî zimên.

Ji xwe hê kovara Tîrêjê û kitêba Bozarslan firsend nedîtibûn ko di nav xwendevanan de belav bibin, cûntaya leþkerî dest danî ser hukum û bi desthilatdariya leþkerî re ev berhem jî hatin qedexkirin û bi carekê ve ji navê rabûn.

Hatina cûntayê û derketina kurdan ya derveyî welêt

Dibe ko trajediyek be, lê min gelek caran gotiye ko hatine cûntaya leþkerî ji bo pêþdexistina zimanê kurdî û avakirina edebiyata kurdî ya modern bûye bingehek, bûye alîkariyek. Gava leþkeran dest danîn ser desthilatdariyê, hemû partiyên siyasê qedexe kirin, bi hezaran kurd û tirk girtin û ew di îþkenceyên nedîtî re derbas kirin. Yên hatin girtin, hatin girtin, lê yên ko xwe ji nav lepên leþkeran filitandin û firsenda derketina derveyî welêt dîtin, li derveyî welêt karên ko nêvcî hiþtibûn birin serî û di vî karê nû de jî ziman, çand û edebiyat cihekî mezin û taybetî digirt. Bi avakirina komele, federasyon û enstîtuyan û bi riya weþanên wan mîna Berbang, Hêvî, Kurdistan Press, Roja nû, Armanc, Rewþen û hin kovar û rojnameyên din êdî çîrokên kurdî di nav rûpelên wan de hatin xuyakirin. Digel ko çîrokên kurdî dihatin nivîsandin jî, dîsa mirov nikare bibêje ko çîroknivîsandin wek huner li ba kurdan rûniþtibû, an jî çîroknivîskarî wek karekî profesyonel di nav me de bi cih bûbû. Di wan salan de bi taybetî jî di kovar û rojnameyên ko me navên wan li jor hejmartin de gelek çîrok hatin weþandin. Bi weþandina çîrokan re hêdî hêdî hezkirên çîrokan jî peyda bûn û herçiqas heta salên 1985an hê kitêbên çîrokan nehatibûn weþandin jî, lê dîsa navin derketin ko li ser nivîsandina çîrokê konsantre bûn û di nivîsandina çîrokê de jî berdewam bûn. Gava ez navên hin çîroknivîsên wan salan bi bîr bînim divê ez behsa Þahînê Bekirê Soreklî, Hesenê Metê, M. Alî K, Lokman Polat, Fewaz Husên û Ridwanê Alî bikim. Lê heta sala 1985an jî ev çîroknivîsên me ne xwedîkitêb bûn. Di sala 1985an de kitêbeke Torî ya bi navê »Qolinc« li Stockholmê derket, di sala 1986an de kitêbeke min bi navê »Girtî« derket û piþtî avakirina weþanxaneya Welat (1988-1995) kitêbên Hesenê Metê, M. Alî K., Ridwanê Alî û Fawaz Husên derketin. Ji aliyê din ve kitêbên Þahînê Bekirê Soreklî û Lokman Polat jî derketin. Di dîroka edebiyata kurmancî de, an jî ya rastî di dîroka edebiyata kurmancî ya serxet û binxetê de êdî çîroknivîsên kurd berî mirina xwe kitêbên xwe yên çîrokan didîtin. Ev yek jî nîþana bingehekî qewîn yê çîroknivîskariya kurdî bû. Êdî ev nivîskarên me bi çîroknivîs dihatin bi nav kirin û wan jî xwe di hunera kurteçîrokê de kûr dikirin. Hin ji van navan hê jî berdewam in, hejmara kitêbên hinan ji yekê zêdetir bûne, lê hin jî di kitêbekê de mane.

Piþtî salên 1990î

Piþtî sala 1990î hem li Ewrûpayê, hem li Sûriyê û hem jî li Tirkiyeyê liv û tevgereke baþ di warê çapemenî û edebiyata kurdî de çêbû. Min di sala 1991ê de bingehê kovara Nûdemê avêt û di bihara 1992an de hejmara Nûdemê ya yekê derket. Di eynî salê de li Stenbolê kovara Nûbihar û rojnameya Welat jî dest bi weþanê kirin. Paþê jî Jiyana Rewþen derket. Ev hersê weþan jî xwerû bi kurmanciya jor bûn. Nûdem kovareke bi temamî çandî, edebî û hunerî bû, Nûbihar kovareke çandî, lê bi ser bawermendên musilman ve bû û rojnameya Welat jî rojnameyeke siyasî bû. Lê ji bilî Nûdemê di van weþanên din de jî tibabek nivîsên edebî, þiroveyên kulturî û çîrok hatin weþandin. Çîrokên herî pir di Nûdemê de hatin weþandin. Min bi zanebûn dixwest ez cih bidim hunera çîrokê, bikim ko bala xwendevan û nivîskarên kurd ji helbestê hebekî jî dagere ser çîrokê, loma min di her hejmareke Nûdemê de çîrokek, carina du çîrok, carina jî sê çîrok dihatin weþandin. Lê van kovarên piþtî salên 1990î hem bal dikiþandin ser zimanê kurdî hem jî di aktuelhiþtina edebiyatê de roleke berbiçav dilîstin. Gelek roman û kitêbên çîrokan yên ko piþtî 92an derketin, pêþî di Nûdemê de hatibûn weþandin. Di navbera salên 1992-2000î de Nûdemê gelek kitêbên çîrokan weþandin. Kitêbên çîrokan yên Nûredîn Zaza, Rojen Barnas, Hesenê Metê, F. Cewerî...

Di wan salan de weþanxaneya Dozê jî hat sazkirin, digel ko weþanxaneya Dozê kitêbên kurdî jî diweþandin, lê wê giraniya xwe dabû weþandina kitêbên bi tirkî.

Weþanxaneyên ko piþtî 1995an û ji salên 2000î û vir ve ava bûn, bêtir weþanxaneyên meyildarên kitêbên kurdî bûn. Deng, Avesta, Doz, Pêrî, Nûbihar, Weþanên Enstîtuya kurdî ya Stenbolê, Aram, Sî, Mîr... Hinan ji van weþanxaneyan bi tenê kitêbên kurdî weþandin, hinan jî hem yên kurdî hem jî yên tirkî weþandin. Weþanxaneyên herî pir kitêbên çîrokan weþandin, weþanxaneyên Avesta û Sîyê ne. Weþanxaneya Avesta bêtir nivîskarên berê; yên li Ewrûpa, Kurdistana Sûrî, Iraq û Îranê gihandin xwendevanên kurmanc. Kitêbên Avesta yên çîrokan ko di destên me de hene, ev in; Hesenê Qizilcî, Kenê Parsek; Ferhad Pîrbal, Çolistan; Helîm Yûsiv, Jinên Qatê Bilind, Mirî ranazin, Mêrê Avis, Memê bê Zîn; Hesenê Metê, Epîlog, Smîrnoff; Fawaz Husên, Amîdabad; M. Alî. K., Mehkûm; Kamîran Haco, Kelevajî... Di vê navê de weþanxaneya Avestayê kitêbin çîrokan jî ji tirkî wergerandin kurmancî. Kitêba Suzan Samanci, Bajarê Mirinê; ya Migirdîç Magrosyan, Li ba me li wan deran derxist.

Weþanxaneya Sîyê jî piranî meyla xwe berda ser nivîskarên ciwan an jî nivîskarên nû û wê jî di hundirê kurtedemekê de gelek kitêbên kurteçîrokan gihandin ber destên xwendevanên kurd. Çîroknivîsên ko Siyê kitêbên wan ên çîrokan derxistin ev in: Yaqob Tilermenî, Êþbazî, Bermeqlûb; Dilawer Zeraq, Kakil; Sedat Yurtdaþ, Xelat, Enwer Karahan, Þevbuhêrkên þevên xalî; Çiya Mazî, Mistek jiyan; Fewzî Bîlge, Jidilara; Roþan Lezgîn, li bin dara Bîþengê...


PCkopat is offline  
Eski 27-07-2007, 05:07 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: MogadiþU
Mesaj: 27,725
Üye No: 4306
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 62240
Rep Puaný : 6221009
Rep Derecesi
PCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Hin weşanxaneyên din jî yek libin kitêbên çîrokan weşandine.

Piştî salên 1980 li derveyî welêt û piştî 1990î jî li hundirê welêt (bakurê Kurdistanê), di warê hunera kurteçîrokê de gavên pir baş hatin avêtin û navên balkêş derketin qada edebiyatê.

Li gora rêza alfabê çîroknivîsên bakurê welêt yên ko di vê antolojiyê de cih girtine, ev in: Abidin Parilti (1977), Adar Jiyan (1962), Bûbê Eser (1955), Çiya Mazî (1960), Dilawer Zeraq (1965), Dr. Cuwan Batû, Edîp Karahan (1930), Edîb Polat, Enwer Karahan (1962), Felat Dilgeş (1965), Fewzî Bîlge (1962), Firat Cewerî (1959), Fûad Temo, Hasan Kaya (1964), Hesenê Metê (1957), Hêvîdar Zana (1976), Îbrahîm Seydo Aydogan (1976), Lokman Polat (1956), Mahmûd Baksî (1944), M. Alî K. (1964), Mehemed Dehsiwar (1959), Mehmet Sanri (1967), Mustafa Aydogan (1957), Rojan Hazim, Rojen Barnas, Roşan Lezgîn (1964), Sedat Yurtdaş (1961), Serdar Roşan (1958), Serkan Birûsk (1969, Silêman Demir (1956), Suut Kiliç (1967), Suzan Samanci (1962), Evdile Koçer (1977), Torî, û Yaqob Tilermenî (1972).

Çîroknivîsên ekola Hawarê; Celadet Alî Bedir-Xan (1893), Kamran Bedir-Xan (1895), Nûredîn Zaza (1919), Osman Sebrî (1905) û Qedrî Can (1911) herçiqas ji Tirkiyê û û bakurê Kurdistanê bin jî, lê wan çalakiyên xwe yên edebî li Şamê û biyanistanê dikirin. Loma, mirov dikare wan ne ji perçeyekî welêt, lê Kurdistanî bihesibîne. Ev yek ji bo Mele Mehmûdê Beyazîdî (1797–1858) jî derbas dibe.

Çîroka kurdî ya binxetê

Rewşa çîroka kurdî ya li Sûriyê jî çi bigire di rewşa çîroka kurdî ya Tirkiyê de ye. Piştî salên 1990î di çîroknivîskariya kurdên binxetê de jî livek çêbû. Ev liv û tevgera ha pêşî bi riya kovarên kurdî mîna Gurzek Gul (1989-1991), Zanîn (1991-1997), Aso (1992-...?) û hin kovarên din û dû re çîroknivîsan çîrokên xwe ji kovar û rojnameyên ko li Stenbolê û Ewrûpayê derdiketin re şandin. Ji ber ko kurdên binxetê jî alfabeya latînî bi kar tînin, di bin tesîra Hawarê de û nêzîkî zimanê Hawarê dinivîsînin, di navbera wan û weşanên din ên ko bi kurmanciya latînî derdikevin de tu pirsgirêk dernakevin. Lê kurdên binxetê ji bilî ko wan çîrokên xwe di kovaran de didan weşandin, dest pê kirin çîrokên xwe gihandin hev û mîna kitêb weşandin. Hinan ji wan kitêbên xwe bi xwe derxistin, hinan jî kitêbên xwe di nav weşanên kurdî ên din derxistin.

Mîna nivîskarên kurd yên beşên din, gelek nivîskarên kurdên binxetê jî ji welatê xwe derketibûn û li derveyî welêt dijiyan. Çîroknivîsên ko ji refê pêşîn yên ko li derveyî welêt dijiyan mirov dikare navên Şahînê Bekirê Soreklî, Bavê Nazê, Fawaz Husên û Ridwanê Alî bide. Lê vê dawiyê hejmara wan zêdetir bû. Hejmara çîroknivîsên kurd ên binxetê jî zêdetir bûne. Çîroknivîsên vê antolojiyê bi alfabetîk, ev in; Cankurd (1948), Ebdilbaqî Huseynî (1961), Fawaz Husên (1953), Fewaz Ebdê (1961), Helîm Yûsiv (1967), Jan Dost (1965), Kamîran Haco (1959), Pîr Rustem (1963), Qado Şêrîn (1967), Ridwanê Alî (1959), Silêman Alî (1963) û Şahîn Bekirê Soreklî.

Çîroknivîskariya kurdî ya ko berê tenê di çarçoveya rûpelên kovar û rojnameyan de bi sînorkirî bû, di hundirê bîst salên dawî de hêdî hêdî gihîşt karaktereke xwe ya taybetî. Îro ne bi sedan be jî, bi dehan kitêbên kurdî yên çîrokan li ber destên me hene. Ji aliyekî ve gava ji edebiyata dinyayê çîrok werdigerin kurdî, êdî deriyê çîroka kurdî jî li zimanên dinyayê vebûye û çi bi celebê yek û yek çîrokan be, çi bi wergera kitêban sihê be, çi jî bi celebê antolojiyan be êdî çîroka kurdî werdigere zimanên biyanî û rexneyên baş jî werdigirin. Ev beşa hunerî, ya ko hê berî zêdeyî sed û pêncî salî di zimanê kurdî de dest pê bûye, lê pir hêdî meşiyaye, gelek caran hilkimiye û ketiya, ez karim bê dudilî bibêjim ko êdî bi ser xwe ve tê û hêviyeke baş jî dide mirov..

Çîrok

Me navê vê antolojiyê kir »Antolojiya çîrokên kurdî«. Tê wê manê ko ez niha, di dema îro de, ji bo vî şêweyê hunerê gotina »çîrok" an jî mîna kurmancên jêr dibêjin »kurteçîrok« dipejirînim û loma min ev nav bi kar aniye. Di kovar û rojnameyên mîna Hawar (1932-1943), Ronahî (1942-1945), Roja Nû (1943-1946), Hêviya Welêt (1963-1965), Çiya (1965-1970), Hêvî (1983-1992) û gelek kovarên kevin û nû de navê »çîrokê« hatiye bikaranîn. Heta di kovara Rojî Kurd (1913) de çîroka Fûad Temo ko heta niha mîna çîroka kurdî ya pêşî dihat qebûlkirin, di bin sernava »çîrok« de hatibû weşandin. Herçî kurdên Sovyeta berê ne, wan ji »çîrokê« wêdetir, gotina »serhatî« bi kar anîne. Gotina serhatî, çîrok, kurteçîrok, serpêhatî, serbûrî her maneya »story« an jî »short story«a îngilîzî dide ko tê maneya çîroka me.

Digel vê jî, bi taybetî piştî salên 1990î, li ser hin kitêbên çîrokan, an jî di hin kovar û rojnameyan de ji berdêla »çîrok« gotina »novel« hat bi kar anîn û li ser vê gotinê carina devjengî çêdibin, ji bo vî şêweyê hunerê, an jî ji bo zimanê kurdî rastî û nerastiyê wê tê minaqeşekirin.

Hunera çîrokê, bi qasî navê xwe, di warê naveroka xwe de jî her tim cih ji minaqeşeyê re hiştiye. Di gelek zimanan de ji bo navê vî şêweyê nivîsê ne zelalî çêbûye, lê paşê, bi riya akademî û lingivîstan ev problem hatiye çareserkirin. Tirk berî komarê, demekê piştî komarê û heta niha jî gotina »hikaye« bi kar tînin. Lê piştî kampanyaya pakkirina zimanê tirkî, bi giştî meyildarên Kemalîzmê, ji berdêla gotina »hikaye«, gotina »öykü« bi kar anîn. Ev gotina dawî, ji bilî konservatîvên Tirkiyê îro ji aliyê piraniya tirkan ve tê bikaranîn.

Di zimanê swêdî de jî ev serêşî û gengaşî heta demekê hebû. Di swêdî de ji çîrokê re »novell« tê gotin. Nêzîkî naveroka »novell«ê »berättelse« û »historia« tê bi kar anîn. Lê »novel« bi îngilîzî »roman« e. Novela îngilîzî, yanî ya ko roman e bi 'l'yekê û ya swêdî ko »çîrok« e bi du 'll'eyan e. Li gora zimanên swêdî û îngilîzî bi lêvkirina wan jî cihê ye. Lê kurd bêtir bi celebê îngilîzî bi kar tînin, bi vî awayî çîrok ji maneya xwe derdikeve û maneya romanê werdigire. Ya din, ev gotin, ji bilî kesên ko li Swêdê dijîn, bi awayekî giştî ji aliyê xwendevanên kurd ve nayê zanîn. Loma, min maqûltir dît ko ez ji berdêla navê »Antolojiya novelên kurdî« navê »Antolojiya çîrokên kurdî« li vê antolojiyê bikim û hêvîdar im hûn ê jî vê kirina min maqûl bibînin.

Lê ev jî rastiyek e ko gotina »çîrok« ji aliyê gelek kesan mîna »masal«a tirkî, an jî »saga«ya swêdî tê fêhmkirin. Li gelek deverên Kurdistanê kurd ji »masal«ê re jî dibêjin »çîrok«. Lê, li hin deveran jî gotina »çîrçîrok« heye ko ev gotin di kovara Hawarê de jî hatiye bi kar anîn. Herçiqas »çîrok« û »çîrçîrok« li hin deveran werin eynî maneyê, an jî mirov tu ferqê nexe navbera van herdu terman, lê di jiyana rastî de ev bi awayekî zelal ji hev vediqetin. Di jiyana rojane de, di danûstandinên civakî de gotina »çîrok« di zimanê gel de pir tê bi kar anîn. Gava yek ji yekî re behsa jiyana xwe an jî behsa jiyana hinin din bike û yê ko jê re tê behs kirin hê jî bipirse, yê ko behs dike dibêje »çîroka wan dûr û dirêj e«, an jî »ev çîrok dirêj e«, an jî »ev çîrokeke dûdirêj e«.

Di vir de em dibînin ko gotina çîrok dibe serpêhatî, dibe serpêhatiya kesekî, du kesan, evînekê, xayîntiyekê, diziyekê, mêrxasiyekê, bûyerekê...

Ji xwe çîrok jî ev e; li ser van e, van tîne zimên. Lê van çawa tîne zimên, bi çi awayî bi lêv dike, çawa şirove û taswîr dike, kurtî û dirêjiya wê çawa ye, ev jî kêm zêde bi qasî navê wê li ser hatiye peyivandin. Çîrokên nîv rûpel jî hene, yên heta dused rûpelî jî hene. Hin zanayên edebiyatê gotine, çîrok divê li dor deh rûpelan bin, hinan jî guh nedane kurtî û dirêjiya çîrokê. Ji xwe, me bi xwe jî di amadekirina vê antolojiyê de guh neda kurtî û dirêjiya çîrokan. Hin ji çîrokên vê antolojiyê zehf dirêj in, hin jî kurt in.

Edgar Allan Poeyê emerîkî (1809-1849) kurtbûn û dirêjbûna çîrokê bi dirêjiya dema xwendina wê ve girê dide. Li gora pîvana Poe divê dema xwendina çîrokekê ji nîvsaetê, heta saetekê an du saetan be. Lê ew di çîrokê de gotinên zêde red dike, konsentrasyonê dixwaze, gotineke ko di çîrokê de hatibe bi kar anîn lê dîrek an jî îndîrek têkiliya wê bi temaya çîrokê re tunebe, wê ji bo çîrokê qelsiyeke mezin dibîne.

Bi vê tarîfa Poe ve girêdayî Çexovê (1860-1904) ko li dor 600 çîrokî nivîsandine û bi taswîreke psîkolojiyeke realîst mirovên ji sinif û kategoriyên cihê salix dide, weha dibêje: »Heke di çîrokekê de tivingek bi dardekirî be, berî ko çîrok xelas bibe divê ew tiving biteqe.«

Li ser naveroka çîrokê, li ser forma wê, li ser konsentrasyon û kompozisyona wê gelek tişt hatine gotin û nivîsandin.

Lê di derheqê hunera çîrokê de tarîfeke Çexov ya meşhûr heye, dibêje: »Çîrok nivîsek e, tu hinekî ji serî hinekî jî ji dawiya jê bikî wê bibe çîrok.« Di eslê xwe de Çexov dixwaze bi vê kurtetarîfa xwe ya di derheqê çîrokê de cih ji fantaziya xwendevanan re jî bihêle. Bi gotineke kurmancî, ew naxwaze ko nivîskar xwendevanê xwe ehmaq bihesibîne û jê re ta bi derziyê vebike

Yek ji bavên çîrokê, yê ko li gora gotina Gorkî edebiyata Rûsyayê ji bin »palto«yê wî derketiye, Gogol, li ser çîrokê welê dibêje: »Te divê bila dewlemed an feqîr be, bîrfireh an bîrteng be, çê an xerab e, alavê sereke yê ko divê nivîskar li ser hûr bibe, jiyana mirovên ji rêzê ne».

Çîrok mîna şaxekî edebiyatê pir ciwan e, ji romanê ciwantir e. Lê li gora hin fikiran jî, çîroka nenivîsandî xwediyê dîrokeke pir kevin e, dîroka çîroka devkî digihîje hezar salan. Gelek çîrokên kurdan ên devkî, çîrokên orientê, çîrokên hezar û şevekê nimûneyên destpêkê yên çîroka hunerî ne. Lê cara pêşî, florensiyekî nenas di salên 1300î de, berhevokek bi navê «Conto novelle», yanî «Sed çîrok», an jî «Sed nûçe» ko ji çîrok û serpêhatiyan pêk hatibû weşand. Paşê Boccaccio derket û bi «Decameron» terma çîrokê bêtir bi cih kir. Herçiqas di sedsala 17an de jî nivîsên bi forma çîrokê ji pênûsa fîlozofê fransiz Voltaire derketibin û li Îngîltereyê çîrokên tirsê û pîrebokan hatibin nivîsandin jî, dîsa mirov dikare bi hêsanî bibêje, ko temenê vê forma nivîsê kêmî 200 salî ye û ji nav şaxên edebiyatê şaxa herî ciwan e.

Di pêvajoya dîrokê de gelek nivîskarên mîna Balzac, Tolstoy, Hugo û Hemingway çîrok nivîsandine, lê mîna çîroknivîs heta niha kesî cihên E. Allan Poe, A. Çexov û Guy de Maupassant negirtine.

Çîroka kurdî ya pêşî

Gava mirov dîroka hunera çîrokê li ber çavan digire û çîroka vê antolojiyê ya pêşî digihîne sala 1856an, rehetî û aramiyek bi mirov re çêdibe. Lê ez nikarim bibêjim ko hemû çîrokên vê antolojiyê li gora pîvanên çîroka hunerî ne. Di vê antolojiyê de çîrokên pir xurt, yên kêm xurt û yên lawaz hene. Ev antolojî ne antolojiyeke çîrokên bijarte, lê antolojiya çîrokên kurdî bi giştî ye.

Li gora rêza kurteçîrokên vê antolojiyê dîroka çîroka kurdî zêdeyî sed û şêst salî ye. Berî bi sed û şêst salî çîroka kurdî ya hunerî hatiye nivîsandin. Heta niha dîroka çîroka kurdî di sala 1913an de û di çîroka Fûad Temo de asê dima. Li gora lêkolîneke Ferhad Pîrbal (Xelîl Duhokî gihand kurmanciya jor) dîroka çîroka kurdî ji ya Fûad Temo kevintir e û digihîje nîveka sedsala hijdehan. Ev çîrok jî ji aliyê Mele Mehmûdê Beyazîdî (1799-1867) ve hatiye nivîsandin. Mele Mehmûdê Beyazîdî di warê nesrê de gelek berhem li dû xwe hiştine. Hin ji berhemên Mele Mehmûdê Beyazîdî bi alîkariya A. Jaba ji windabûnê xelas bûne û gihîştine roja me. Yek ji berhemên M. M. Beyazîdî ko îro di destên me de ye, bi navê «Adetên kurdan« e. Ji bilî wê jî Beyazîdî Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî wergerandiye kurmancî û gelek çîrokên devkî derbasî nivîsê kirine.

Wek Beyazîdî bi xwe jî diyar dike, ew çîroka xwe li ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî dihûne. Ehmedê Xanî jî şahesera xwe li ser bingehê çîroka folklorî »Memê Alan« ava kiribû. Belê, ew bûyera Mem û Zînê ji xwe re bingeh digire, lê bi uslûb û awayê xwe, bi wesf, pesin û taswîrên xwe çîroka xwe dihûne, bajarê Cizîrî, evîna Stî û Tacdîn û evîna Mem û Zînê salix dide. Herçiqas hin kêmasiyên hûnandina çîroka hunerî di çîroka «Çîroka Mem û Zîn«a Mele Mehmûdê Beyazîdî de diyar bibe jî, gava mirov dîroka nivîsandina çîrokê, rewşa zimanê kurdî û wek beşekî hunerî bi nêrîneke dîrokî lê dinere, mirov dikare bi hêsanî çîroka Beyazîdî wek destpêka çîroka kurdî ya hunerî bihesibîne, heftê salên din li temenê çîroka kurdî zêde bike û xwe bi vê yekî jî serbilind bihesibîne.

Lê her çiqas çîroka Mele Mehmûdê Beyazîdî »Çîroka Mem û Zînê« û ya Fûad Temo »Çîrok« an jî wek ko Mahmûd Lewendî navê »Şewêş« lê kiriye, wek çîrokên destpêkê werin hesibandin û dîroka çîroka miletekî bi çîrokên wan dest pê bibe jî, em dibînin ne Beyazîdî, ne jî Temo ji bilî her yekî çîrokekê, tu çîrokên wan di destên me de nînin. Ez bi xwe bawer dikim hem wê Mele Mehmûdê Beyazîdî hem jî Fûad Temo ji çîrokekê bêtir çîrok nivîsanibin. Ji ber ko di kovara Rojî Kurd de li dû çîroka Fûad Temo, dûmahika vê çîrokê heye, hatiye nivîsandin. Lê em dûmahika çîrokê nabînin, Mele Mehmûdê Beyazîdî û Fûad Temo her yekê bi çîrokekê xwe digihînin dema me û bi vê yekê navê xwe di dîroka edebiyata kurdî de nemir dikin.

Dawî

Ez zanim ko ez bi amadekirina vê antolojiyê bi karekî cidî û karekî ko berpirsiyariyeke mezin jê re divê rabûme. Ez pê re pir westiyam jî; min xwest ev antolojî hem bibe temsîlkara çîroka kurdî, hem jî tu çîroknûsên kurd neyên jibîrkirin. Hêvîdar im min tu çîroknûsên kurd ji bîr nekirine û wê ev antolojî jî bibe temsîlkara çîroka kurdî.

Min nexwest ez li ser her çîrokeke di antolojiyê de rawestim, behsa naveroka wan bikim û têkevim şiroveya stîl û temayên wan. Ez wê ji we re dihêlim. Piştî ko hûn bixwînin, hûn ê ji hinan hez bikin, wê kêfa we jî ji hinan re neyê. Edebiyata bedew welê ye, xwendina wê hilbijartinek e; hezkirina wê jî karekî îndîvîduel e. Bêguman, nivîsandin û afirandina edebiyata bedew jî karekî îndîvîduel e.

Heke min bixwesta ez bi tena serê xwe vî karî bikim û vê antolojiyê bi vî awayê berfireh amade bikim, min ê nikarîba û ez ê bi ser jî neketama. Loma, ez dixwazim spasiyên xwe ji wan kesan re bikim ko di amadekirina vê antolojiyê de ji min re bûn piştgir û alîkar.

Ez ji bo hilbijartin û peydakirina çîrokên bi kurmanciya jêr spasî Ferhad Shakely dikim; ji bo wergerandina çîrokên soranî bo kurmancî spasî Husein Muhhamed, Elîşêr, Mûrad Ciwan, Emîn Narozî, Elend Darvîn, Şikriya Salih û Firat Kelehkî dikim; ji bo nivîsandin û tîpguhêziya çîrokên kurdên Sovyeta berê spasî Têmûrê Xelîl dikim; ji bo tîpguhêziya ji alfabeya erebî jî spasî Xelîl Duhokî, Mahmûd Lewendî û Emîn Narozî dikim.



FIRAT CÊWHERÎ

__________________
PCkopat is offline  
Eski 03-09-2007, 07:47 PM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Aug 2007
Konum: istanbul...
Yaþ: 19
Mesaj: 586
Üye No: 129781
Cinsiyeti : Bayan
Ýtibar Gücü: 1363
Rep Puaný : 136139
Rep Derecesi
darya has a reputation beyond reputedarya has a reputation beyond reputedarya has a reputation beyond reputedarya has a reputation beyond reputedarya has a reputation beyond reputedarya has a reputation beyond reputedarya has a reputation beyond reputedarya has a reputation beyond reputedarya has a reputation beyond reputedarya has a reputation beyond reputedarya has a reputation beyond repute
Varsayýlan


saol pckopat..dirok çirok değil ya bilinmeli..emeğine sağlık..

__________________
darya is offline  
Eski 03-09-2007, 10:22 PM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: MogadiþU
Mesaj: 27,725
Üye No: 4306
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 62240
Rep Puaný : 6221009
Rep Derecesi
PCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond repute
Varsayýlan


spasi heval..........

__________________
PCkopat is offline  
Eski 03-09-2007, 10:26 PM   #5 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jul 2007
Konum: Herhangi ßir Yer..
Mesaj: 3,543
Üye No: 125717
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 34606
Rep Puaný : 3460108
Rep Derecesi
angora_21 has a reputation beyond reputeangora_21 has a reputation beyond reputeangora_21 has a reputation beyond reputeangora_21 has a reputation beyond reputeangora_21 has a reputation beyond reputeangora_21 has a reputation beyond reputeangora_21 has a reputation beyond reputeangora_21 has a reputation beyond reputeangora_21 has a reputation beyond reputeangora_21 has a reputation beyond reputeangora_21 has a reputation beyond repute
Varsayýlan


sağol PCko abe deste te sağ bı...

__________________
angora_21 is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Dîroka Zimanê Kurdî rojekanu Dirok 7 02-07-2007 08:05 AM
kurdi kelagerm Çandi Giþti 0 30-06-2007 04:29 PM
Edebiyata kurdî ya Nûdem Numberone Çandi Giþti 5 30-06-2007 10:41 AM
Bi GiÞtÎ DÎroka Kurd Û KurdistanÊ...... nisan Dirok 8 18-05-2007 08:53 PM
Di sedsala dawîn de, rewþa ziman û weþanên bi zimanê kurdî di nav Kurdên Binxetê de Kajîn Jîr Çandi Giþti 1 20-01-2007 09:33 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: