|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
![]() Fîlmê ku senaryoya wî jî ji aliyê Huner Salem ve hatiye nivîsandin bi navê Piştî Ketinê ye û behsa pêvajoya ketina dîktator Saddam û geşedanên li dû wî dike. Bajarê Berlîna Almanya van rojan malovaniya bûyereke hunerî ya kurdî dike. Fîlmê bi navê Piştî Ketinê bi hevkariya Mîtos fîlm – Mehmet Aktaş û şîrketeke fransî ve tê kişandin. Derhêneriya wî ji ji aliyê Huner Salem ve tê kirin. Di fîlmê dawî yê Salem de Nazmî Kirik û Marîza (Hunermenda fransî) û stend upvana navdar a kurd Niştî Stêrk (Swêd) weke serlîstikvan dilîzin û li gel wan hunermendên wekî şanoger Selamo, Yildiz Gültekin, Silêmanê ji Koma Çar Newa, hunermendê hîp-hopê Roj Haco jî dilîzin. Di qadroya fîm de her wiha gelek kesên alman, fransî, japon û tirk jî wek lîstikvan û teknîker kar dikin. Di fîlmde ziman dê ji sedî 80 bi kurdî be û herwiha zimanên wekî almanî û îngilîzî jî bêne bikaranîn. Bi kurtî çîroka fîlmê Piştî Ketinê Li dû ketina dîktator Saddam kurdên li Berlînê dijîn, dixwazin vê bûyer û geşedanê bi şahiyekê ve pîroz bikin. Lê di heman demê de hindek kurd jî diçin balyozxaneya Iraqê dagir dikin. Li wir ji dokûmentên fermî hin rastiyan fêr dibin. Herwiha derdikeve holê ku hevalekî wan ji mêj ve hevrêyê Seddam bûye û bi salan ji pergala Baas re sîxuriyê kiriye; bûyer li ser vê bingehî pêşdikevin û li ser sedemên ketina kesayetiya mirovan kûr dibe. Fîlm bi tevahî çîroka şevekê ye û du saet berdewam dike. Dawiya salê amade ye Derbarê fîlm de xwediyê şîrketa Mîtosfîlm prodûktor Mehmet Aktaş ev agahî dan:“Ev pêşniyar ji aliyê derhênerê kurd Huner Salem ve hat. Di naveroka fîlmd de mijareke siyasî yê îronîk hebû û bala me kişnd. Yekemcar e ku li Berlînê bêyî ku ji tu deverî alîkarî bê standin fîlmekî ji sedî 80 bi kurdî tê kişandin. Gelek dostên me yên hêja alîkariya manewî û lojîstîk didin me. Lîstikvanên me û heta xwediyê malê hunermend Adnan Kalkanci bi xwe jî di film de dilîze û çîrok bi tevahî di vê malê de derbas dibe.“ Derhêner Huner Salem ku ji fîlmê xwe yê dawî pir bi hêvî ye jî da xuyakirin ku ew ê hewl bidin heta dawiya salê fîlmê biqedînin û ev fîlm dê beşdarî li pêşbirkên festîvalên navnetewî bike. Fîlmê ku li taxa Mîtte ya Berlînê seranser di malekê de tê kişandin, dê du hefte berdewam bike û heta dawiya salê ji bo salonên sînemayê û mîhrîcanên fîlman ên navnetewî bê amadekirin. YEKO ARDIL/ BERLÎN |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Şeref Han - Şerefname.. | Rojan | E-Book, E-Kitap | 21 | 21-01-2008 08:33 PM |
| Partiya Demokrata Gulîstana TirkiyÊ (pdkt) | newalaqesaba | Dirok | 7 | 19-07-2007 04:13 PM |
| Sûreta E'raf li Mekkê hatîye hînartinê û 206 berate ne. | berxwedan | Kur'an-ı Kerim | 1 | 03-04-2007 12:23 PM |
| Edebiyata KurdÎ | heci | Çandi Gişti | 17 | 19-01-2007 12:51 PM |
| FermanrewatÎya DunbulÎyan Lİ Der Û Dora TebrÎzÊ | rojekanu | Dirok | 2 | 13-12-2006 03:58 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.