|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
![]() Tevî ku nerazîbûna (îtiraz) parêzgariya Kerkûkê û civata bajêr, aşîrên ereb yên dorûbêrên Kerkûkê bo çekdarbûnê ketin nav tevgerê. Tevî ku nerazîbûna (îtiraz) parêzgariya Kerkûkê û civata bajêr, aşîrên ereb yên dorûbêrên Kerkûkê bo çekdarbûnê ketin nav tevgerê. Tê endîşekirin ku aşîrên ereb yên ku bo parastina xwe ji bal Amerîkayê ve tên çekdarkirin, hêzeka milîs ya neyasayî pêk tînin. Berpirsê Polîsê qeza û nehiyeyên Kerkûkê Serhad Qadir hişyarî da, ku aşîrên ereb bi agir ve dilîzin û ew teşebus dê encamên xirap biafrîne.Hate ragihandin ku li gelek qeza û nahiyeyên girêdayî Kerkûkê serokên aşîrên ereb, ciwanên aşîran biçek dikin. Ciwanên ereb navên xwe ji bingehên arteşa Amerîkayê re dane nivîsandin û çekdayîna bo ciwanên ereb dest pê kiriye. Di demên borî de çend caran aşîrên ereb bo çek wergirtinê, daxwaz ji Amerîkayê kiribûn, lê ew yek hatibû redkirin. Di derbarê vê mijarê de berpirsê polîsê qeze û nahiyeyên Kerkûkê Serhad Qadir bo PUKmedia piştrast kir ku nûçeya çekdarbûna eşîrên ereben rast e.Serhad ragihand ku duhî di navçeyên Mela Ebdulla, Yayçî, Zap, Riyaz û Sergeren yên Kerkûkê de endamên eşîrên ereb navên xwe dane nivîsandin û ji amerîkiyan çek werdigirin. Serhad Qadir ew çek wergirtin teşebuseke xeter dît û wiha axaft:"Çek wergirtina eşîrên ereb teşebuseke pir xeter e. Em endîşe dikin ku çekdarbûna eşîran, hezeka milîs ya neyasayî biafrîne." Serhad Qadir got ku pêk anîna hêzên milîs, dê li ser pevajoya siyasî ya Iraqê bondoreke neyînî bike û axaftina xwe wiha domand:"Ji ewlehiya navçeyê hêzên ewlekarî, hêzên polîs û hêzên arteşê berpirsin. Lê niha hêzên milîs jî tên pêkanîn.Ji bilî vê jî, bêyî ku jiyana aborî yên ku dixwazin di hêzên milîs de bi cih bigirin, di dema rejîma Baasê de çi erkê wan hebû, bê lekolînkirin, navên wan tê nivîsandin û çek tên dayîn." |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Dê valahiya li Kerkûkê tijî bikin | newalaqesaba | Çandi Gişti | 1 | 09-07-2007 09:25 AM |
| Jiyana Ahmet Kaya | hmpoo | Çandi Gişti | 9 | 17-06-2007 01:49 PM |
| TelevÎzyonvanÎya KurdÎ | PCkopat | Çandi Gişti | 3 | 10-06-2007 09:10 PM |
| çiroka teyre simır | MÊVAN | Çiroken Kurdi | 0 | 05-05-2007 12:31 AM |
| CHE GUEVERA ve Gerilla Savaşı | Şoreşger | Tarih | 15 | 05-12-2006 11:34 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.