|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
- Ava bûzê ava termûsê! Ji ‘Gok Taksî’ heta ber ‘Sînema Mehtabê’ şûşeyek av jî nefirotibû. Pê hesiya ku milekî wî qerimiye, termûsa spîboz da destê din. Kevnika xwe ya ku qirêja heft rojan li ser e, ji berîka xwe ya paşê derxist, xwêdana eniya xwe paqij kir. Deh-panzdeh metro meşiya, li ber ‘Çayxana Xerziyan’ sekinî. Deriyê darîn hêdîka vekir, li ocaxa çayxanê mêze kir. Zekî Hoste di destan de çaydana çimbilşikestî, serê xwe ji pişt ocaxê rakir: - Çi ye kuro, li çi dinêrî? - Remzîko li vê derê ye xalo? - Kîjan Remzîko? - Remzîkoyê Ehmed Zoqo, qey êdî li vir naşixule? - Ha tu behsa Remziyê neviyê Mihemed dikî. Na Xwarzê! Ev 15 roj in ku dev ji kar berdaye. Te got ‘Remzîko’ min şaş kir. Bes me jê re ‘Remzî’ digot... Xatir xwest û derkete devê derê çayxanê. Li bin kela-kela germa havînê berê xwe da ‘Îstasyona Trênê’, qîr da xwe: - Ava bûzê, ava heyatê! Av bidim xalo? Metê ava min qerisî ye ha! Sîraco, 16’ê xwe xilas kiribû, ketibû sala 17’an. Sala ku dest bi dibistana seretayî kiribû ji ber bêkariyê mala xwe anîbûn Batmanê. Gelek caran dema ji mektebê dihat, çentezenda xwe diavêt qûncikeke xanî, pariyek nan ligel xiyar an jî bacanekî sor dida destê xwe û berê xwe dida ‘Garaca Midyadê’ Bavê wî li ser tebleyeke sê teker fêkî û sebzebe difirot, dabara zarokên xwe pê dikir. Ev şeş sal in êdî riya xwe bi cihê ku bavê wî fêkî difirot, naxe. Ji ber ku di sala xwe ya 10’an de bêbav ma! Di êvareke ku ji mektebê ligel çend hevalên xwe vedigeriya malê, li ber ‘Aşê Zekî’ rastî cendekê bavê xwe hat. Bi du guleyên ‘xayîn’ ku ji pişta xwe ve xwaribû hatibû kuştin ‘Evdilhelîmê Xerzî’. Roja ku bavê wî hatibû kuştin, dayika wî ev gotin l3e kiribû: ‘Êdî rîspî û sermiyandarê malê tu yî Sîracê min!’ Piştî xwendina 5 salan Sîraco êdî nema mekteb xwend. Sermiyandariya 5 kesan ne hêsan bû. Du xwişk û birayekî wî hebû. Pakîze 12, Fatîme 10 û Mûrad 8 salî bû. Her sê jî mekteb dixwendin. Birayê wan nexwendibû lê soz dabû ku heta xwendin hebe, xwişk û birayên xwe bide xwendin. Dayîka wan jî di 38 saliya xwe de bi makîneya xwe ya dirûnê karê terzîtî û dirûtinê dikir. Kuştina bavê wî her ji bo wî bibû kûl û birîn. Gelo ji bo çi nehiştin ku tevî xwişk, bira û dayîka xwe bi bavê xwe şa bibin? Her gava ku ji dayîka xwe sedema vê yekê dipirsî, çav li dayîka qirik sor dibûn, girîn dikete qirikê, gotin demên dirêj jê çênedibûn. Paşê jî digot; - Bavê we ji ber şerefa xwe hate kuştin! ‘Ji ber şerefa xwe hate kuştin!’ gelek caran bi saetan diponijî û ji xwe dipirsî; ‘Ji ber şerefa xwe mirov çawa tê kuştin?’ Paşê hîn bû ku mirov ji bo şerefa xwe biparêze tê kuştin jî. Kemalê Dermanfiroş ku cînarê wan bû, rojekê gazî wî û Remzîkoyê hevalê wî kiribû û behsa bavê wî jê re kiribû. Gelek caran kitêb û nivîsarên bi kurmancî di berkêşka tabla xwe ya fêkîfirotinê de, vedişart û gava kirêdar (mişterî) kêm dibûn, xwe dida qûncekî tablê û dixwend. Cend caran ji ber vê yekê dihatin ew tehdît dikirin û ‘başebaş’ jê re digotin. Gelek caran jî ‘başebaş’ên wan bi kurmancî ya ‘gewr’ bû. Bi kurmancî jê re digotin; ‘van qezeteyên kurdçî û komûnîstan nekire û nexwîne!’ Sîraco, ji Kemalê Dermanfiroş hîn bibû ku bavê wî ji bo çi hatiye kuştin. Jixwe ji bilî Remzîko herî zêde ji Apê Kemal hez dikir. Her gava ku av, dendik, şerbeta xwe difirot, beriya ku biçe malê, seriyek li dermanxaneya Apê Kemal dixist, qasek ji xwe re sohbet dikirin, paşê xatir dixwest û diçû malê. Her jê dixwest ku behsa bavê wî jê re bike, wî jî dikir. Va ye dîsa sohbeteke bi vî rengî qediya. Rabû ser xwe, xatir jê xwest. Beriya ku derkeve derve, Apê Kemal kitêbeke kurmancî li kaxezek pêça û xiste binçengê wî. Bişirîneke zirav li rûyê Sîraco peyda bû. Bavê wî hate bîra wî. Lingekî wî li derve, xatir jê xwest. Çend gavên destpêkê hêdî hêdî avêt, paşê lezand. Çawa ku hê ava wî ya firotinê di termûsê de heye, gazî kir: Ava bûzê, memikê qîzêêê! Sermawez 2004 Stenbol [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| S. S. DILPOLO LI KU YE?! // Salihê Kevirbirî | newalaqesaba | Çandi Gişti | 3 | 19-07-2007 03:50 PM |
| Hevpeyivîn bi Salihê Kevirbirî re | newalaqesaba | Çandi Gişti | 0 | 04-05-2007 09:41 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.