Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Gişti

Kayıt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 22-07-2007, 09:53 AM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Feb 2007
Konum: Nizanim
Mesaj: 4,096
Üye No: 73562
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 21312
Rep Puanı : 2130610
Rep Derecesi
newalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond repute
Varsayılan Dewleta tirk li Jeanne d´arca kurdan hat xezebê


Çima ku şêra kurdan, Jeanne d’arca sedsala 21-ê Leyla Zana di axaftina xwe ya duh de a li Ixdirê daxwaz kir, got ”îdî dem hatiye ku Tirkiye ser bi eyaletan (herêmên xudmuxtar) bê dabeşkirin, Anqere, Tirkiyeyê dabeşî ser bi eyaletan bike û Eyaleta Kurdistanê deyne” dewleta tirk bi serokwezîr, wezîrê derva, polîs, dozgêr û medyaya xwe lê hatiye xezebê. Dewleta tirk rabuye piyan û berê êrîşên xwe daye Leyla Zanayê.

Duh serokwezîrê tirk Receb Tayyib Erdogan di axaftina xwe ya dawîn a kampanyaya hilbijartinan de a di kanaleka televîzyonê de bi hêrs bersiva Leyla Zana da û got ”ev pirseka hiqûqî derdixe holê, ev nêrîneka hednezan e. Miheqeq dadgeh ê taqîbata vê nerînê bi layiqî bike”.

Erdogan wiha got: ”Ji bo ku ew xwînê wenda dikin (di hilbijartinê de dengan wenda dikin) loma ev daxwiyanî hat. Em dibînin ku cih li wan teng buye. Metodê van hêzên tundrew her ew e , gelo em ê bi tehrîk û pîjkirinê çawa dengan bigirin. Ya tehdîd dikin, ya rasterast diçin li ser sindoqan rûdinên, wek ku di hilbijartinên berê de jî bû, dengan xesb dikin.

Daxwiyaniyên ku hatine dayin gelek bêtalih in, ji bêtalihiyê jî wêdetir divê dozgêr bi berpirsiyariya xwe rabin. Ez ne dozgêr im, li meydanê tiştekî dizî jî tuneye, her tişt eşkere hatiye gotin. Hûn nikarin rabin nêrîneka ku vî welatî ber bi perçebûnê ve bibe, avabûneka ku vî welatî perçe bike daxin meydanê. Di arefeya hilbijartinê de hûn nikarin tahrîkeka wiha bikin. Ev ê pirsgirêkeka hiqûqî derxe, dîtineka hednezan e. Miheqeq dadwerî ê bi layiqî taqîba vê dîtinê bike”


Wezîrê derve Abdullah Gul jî li ser axaftina Leyla Zana a duh gelek hêrs bû û wiha got: ”Ev axaftineka gelek bêberpirsiyarî ye, çimkî ez bawer nakim ku ev axaftin bi nezanî hatiye kirin. Li meydanê metodeka provakatîf heye.” Gul got ”Zana û hevalên wê berê jî gava ew parlamenter bûn wan tiştên bi vî awayî kir. Ev gelek şaş e. Ev bi tevayî daxwiyaniyeka tehrîkkar û di arefeya hilbijartinê de provakatîf e.”

Abdullah Gul got dema DTP-yî bên parlamentoyê, gava herî pêşin ku divê bavêjin ew e ku hemû kesên peywendiya wan bi terorê re heye rûreş bikin û di vî warî de hesasiyeteka mezin nîşan bidin.”

Birêvebiriya Ewleyiya Ixdirê bi nameyekê serdana serdozgerîyê kir ku pirs û lêkolîn di heqê Leyla Zana de destpêbike.

Leyla Zana di axaftina xwe ya Ixdirê de wiha gotibû:

”Yên ku bi salan e tu pirsgirêka me çareser nekirine dixwazin îradeya me teslîm bigirin. Ji me dixwazin ku em ji ber kirinên xwe poşman bibin, doza lêborînê bikin. Min di sala 1991-ê de li parlamentoyê bi kurdî sond xwar, qiyamet rabû. Me çi di vê de heye ? Min ew sond ji bo gelê xwe xwend. Yên ku ez dibejim ne hema peyvên vala ne, ji nîveka dilê min tên. Ez ne poşman im. »


Leyla Zana diyar kir gelek caran ji wan tê pirsîn ku kurd çi dixwazin û wiha berdewam kir :
« Kurd zanin çi dixwazin. Baş e gelo Anqere jî zane ku kurd çi dixwazin? Ez vê yekê bi eşkereyî dibêjim: Kurdan çend caran destê aştiyê dirêj kir. Kurd ne mecbûrê kesî ne. Di prosesa Îmraliyê de çi ji destê kurdan hat wan kir. Lê tirkan hîç gavek jî neavêt. Ji bo çareseriya pirsa kurdî berî her tiştî divê efuyeka giştî bê derxistin, em derbasî sîstema eyaletan bibin û eyaleta Kurdistanê bê danîn. Em vê dixwazin. Ez zanim ev ji bo wan tabû ye, lê take çareserî ev e.

Eyaleta Kurdistanê Tirkiyeyê perçe nake. Kurdistan ji bo kurdan bêminaqeşe ye, ew dev jê bernadin. Sîstema eyaletî ê yekpareyiyê xwirtir bike. Van tiştan bikin û pêşeroja gelê me tarî mekin.”

newalaqesaba is offline  
Eski 22-07-2007, 11:41 AM   #2 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,369
Üye No: 258
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 22732
Rep Puanı : 2272808
Rep Derecesi
rojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond repute
Varsayılan


Biştaxila Gula Kurdistan.......

Tu Biştaxila denge te ji denge te ji Denge Tugluk xweştire........

__________________
rojdi_440 is offline  
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konuları
Sizin İçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin İçin Seçtiklerimiz-2:

Şeftali Yetiştiriciliği
Ekolojik Tarım ve Hayvancılık
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salımı yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakır) Tarihi
İç Anadolu Hakkında Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlığı müfettiş yardımcılığı
2008 yılı icra müdür ve yardımcılığı sınav ilanı

Sizin İçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doğum gününüze göre hangi hayvansınız?
Doğum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çıkarma
Virüs taşıyan keneler dehşet saçıyor
Şiddetin genlerle ilişkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapıyor
Panasonic Sony'yi tahtından etti!
Mehmet Atlı - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Başlatan Forum Yanıt Son Mesaj
Partiya Demokrata Gulîstana TirkiyÊ (pdkt) newalaqesaba Dirok 7 19-07-2007 04:13 PM
Generalê kurd: Em ne tehdîd û ne jî noxteya zeîf in newalaqesaba Çandi Gişti 1 23-06-2007 10:54 AM
Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsine nisan Dirok 0 25-05-2007 12:49 AM
72 saliya şehîdbûna lîderê Kurd, Simkioyê Şikak Numberone Dirok 7 04-04-2007 05:11 AM
Rêzgirtina cudatîyên me, dilsozîya gel û perspektîva îqtidarê berxwedan Çandi Gişti 5 10-02-2007 04:26 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 03:46 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.