Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Gişti

Kayıt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 20-07-2007, 10:52 PM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: May 2006
Konum: MogadişU
Mesaj: 27,725
Üye No: 4306
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 62240
Rep Puanı : 6221009
Rep Derecesi
PCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond repute
Varsayılan Wedat Aydin -mirina Bextewar


Min navê xwe ji axa welatî, ji destên qelişî, ji enî û serçavên bi xwîdan, ji axîn û nalîn û stranên dayikan, ji çemên mîna Diclê û Feradê dinalin, seri radikin diqêrin û diherikin, ji karker û gundiyên xwe, ji dîroka xelkekî bindest û hejar, ji xwîna mirovên wek egîdan, ji gelekî tî, tiyê azadiyê wergirtiyê min navê xwe.




Min paşnavê xwe ji tîrêjên tavê ku di berbanga sibehê de tariyê ronî dikin, ji şewqa heyvê, ji stêrkên ku li asîman di tarîtiya şevê de diçirisin, ji şewqa zanînê, ji çavên ku rastî û ronahiyê dibînin, ji zimanên ku nayên qeyd û bendkirin wergirtiyê min paşnavê xwe.
Werin em tevde û wekhev biqîrin. Nîşan bide egîdiyê, ev meydan a şêran, hilîne heyfa bav û kalan, jêke zimanê rovî û çeqelan, ava bike warê şêr û mêran. Bi eynî hest û hesretê, bi eynî sewdayê diperpite dilê me. Em yekdilê axekê ne. Dest bidin hev, hîs û daxwaziyên xwe bikin tev. Ev çi rik û nefret e, ev çi axatî û begitî ye, cudebûn û dawayê xwînê ye? Ev ne dûr e, aha li kêleka me ye evîna welatê min. Ala kesk û sor û zer, dîlan û strana min. Ez niha bextewar im bi mirina xwe û bi navê welatê xwe şehîd ketime. Eger rojekê mirina te bibe, bila di riya wê de be. Riya azadiyê ya birûmet....

Ev diyar diyarê me ye, diyarê Bekiran û ronakbîran. Ez jî parçeyek ji nava dilê Diyarbekirê diçirisîm wek agirê azadiyê. Di navbera heft deriyên Kelê de, ber bi ronahiyê ve.... Ev mij û dûmanê ewrên reş ku xwe dagirtiyê ser bajarê Diyarbekirê dê bidire, biqelişe û tune bibe bi saya şewqa ronahiya Aydinan, zana û ronakbîran.
Eger tu gulleya xwe a yekemîn berdî û biteqînî di serê dijmin de, ez ê bibhîzim hevalo di nava gora xwe de. Ev gulleyên bi xiyanetî di mêjiyê min de hatibûn berdan dê bînin bîra min.

Eger tu bi çoyê şivan û gavanan, wekî sîwarê hespê bajoyî ser dijmin, qirr û talan bikî ez ê bibhîzim hevalo di nava tirba xwe de. Ev şaxên darên ku li hêla gora min ber bi çaraliyan ve xwe dihejînin dê bînin bîra min.

Eger tu bi kevirê destê xwe serê dijmin bişkênî û biqelişînî, ez ê bibhîzim di nava tirba xwe de. Ev kevirê nemir ku li ser gora min hatiyê danîn dê bîne bîra min. Ez ê dîsa şa û dilşad bibim hevalo bi mirina xwe.

Eger tu digel gelê min, bihev re wekî çiya û zinaran bi yekdil û yekmil, bi yekdest û yekmist li hember dijmin rawestî, ez ê bibhîzim hevalo di nava gora xwe de. Ev dilên şervanên azadiyê yên qehreman û nemir ku di navbera çiyan de raketine û hatine binaxkirin dê bînin bîra min.

Eger tu rojekê li ser ev axa azad, bi serbestî dest bi reşandin û çandina zeviya xwe bikî, ez ê bibhîzim di nava gora xwe de. Ev bîhna gulên kesk û sor û zer ku li ser axa gora min dibişkivîn û rehê xwe ber bi dilê min ve berdide dê bînin bîra min. Ez ê dîsa bextewar bibim hevalno bi mirina xwe.
Min li ber çirûskên şewqa ilmê got ev rastiya. Min pêşkeş kir ramanên xwe yên ronakbîrî û ji bo azadiya welatê xwe bexşandibû canê xwe. Agirê dilê min dê dîsa gurr bibe û biperpite di bin axa min de.


Eger tu ala xwe bihejînî li ser axa şaristaniya Kurdistanê, ez ê bibhîzim di gora xwe de. Ev şaxên daran ku li hêla min xwe dihejînin dê bînin bîra min. Ez hê dijîm di dilên we de, li ser ev axa delal. Çawa ku jiyaneke bextewar hêvî dikim, mirineke bextewar jî hêvî dikim heval û hogirên min.




Xizan Şîlan




Bu mesaj en son " 20-07-2007 " tarihinde saat 10:54 PM itibariyle PCkopat tarafından düzenlenmiştir....
PCkopat is offline  
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konuları
Sizin İçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin İçin Seçtiklerimiz-2:

Şeftali Yetiştiriciliği
Ekolojik Tarım ve Hayvancılık
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salımı yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakır) Tarihi
İç Anadolu Hakkında Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlığı müfettiş yardımcılığı
2008 yılı icra müdür ve yardımcılığı sınav ilanı

Sizin İçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doğum gününüze göre hangi hayvansınız?
Doğum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çıkarma
Virüs taşıyan keneler dehşet saçıyor
Şiddetin genlerle ilişkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapıyor
Panasonic Sony'yi tahtından etti!
Mehmet Atlı - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Başlatan Forum Yanıt Son Mesaj
Hozan Aydın Ersin Sanatçı Tanıtımları 1 10-01-2008 06:01 AM
Mirina kalkê min Sumaye Helbesten Kurdi 18 08-06-2007 12:43 PM
Hayat Güzeldir-İclal AYDIN Global Kitap Özetleri 9 29-05-2007 05:40 PM
Mirina masûlkeyên dil PCkopat Tenduristi 0 02-05-2007 09:43 PM
Yaz Bitmesin- İclal AYDIN Global Kitap Özetleri 1 29-04-2007 11:25 AM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 09:29 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.