|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Zilam bi trênê diçû bi welatê xwe ve bi zarokatiya xwe ve… Piþtî 11 sal ew diçû welatê xwe.Hin hêst bicîdibûn li mêjiyê wî , û koç dikirin ruyê wî , di navbera þaþmayîn xemgînî û kêfxweþiyê de diguherî rûyê wî.Diket nav xeyalên kûr û dûr.Diket nav rojên kevin rojên zarokatiya xwe.Piþtî 11 salan ew vedigeriya cihê ku lê hatiye dinê.Dixwest ku bîne bîra xwe welatê xwe .Difikirî difikirî… Rojekê li gundê xwe bû.Reþo jê re çûkekê girtibû. Çûkeke biçûk û gewr.Reþo mamê wî bû.Navê wî yê rastî ne reþo bû lê belê ji ber ku pir reþ bû li gundê herkes jê re digo reþo.Çûk birîndar bû. Zarok jî bi benikekê pêyeke çûkê girêdabû.Li pey xwe kaþkaþ dikir.Kêfxweþiyeke mezin bûbû ev çûk jê re.Radihiþt destê xwe mizdida perê birîndar perê kulbûyî û çûkê hembêz dikir dixist nav paþila xwe.Hêj saetek nebûbû ku çûk li destê wî bû .Pîrika wî diket nav axorê bal bizin û pezan .Kurik jî li pey pîrika xwe ket nav axorê bi destekê çûka xwe kaþkaþdikir.Pîrika wî hinekî þîr doþt ji bizinekê û derket derve kurik jî li pey wê.Li derve kurik dît ku çûka wî mirîye.Zor nebû ku kurik fêmbike sedema vê mirinê .Bi hêrsekê ket nav axorê bi destên biçûk dû sê kulm avêt pezekê westiya tirsiya û vegeriya.Stêrkên germ û þor cîh girtin li çavên wî .Paþê reþo hate bîra wî digo ezê çi bêjim jê re… Dengê trênê ji çepilê bîraninên wî digirt û wî þiyar dikir.Zarokeke bismilî têket odeya wan.Zarok diþibiya dînan.Li malbata mûsa dinêrî dikeniya û serê xwe dihejand weka dînan.Navê kurik Zeko bû.Mûsa hinekî bi tirkî peyivî bi vî zeko re fêm kir kû kurik tirkî nizane.Mûsa þaþ dibû nizanbû bikene ango bigirî.Zeko qet neçûbû dibistanê ji lewma tirkî nizanbû.Paþê hate bîra mûsa ew jî heta 7 salîya xwe qet tirkî nizanbû. Li gundê wan kêf û þahiya hemû zarokan þekirên boyaxkirî , çiqolatên ji germê helîyayî û benîþtên erzan bûn.Hero pîrika mûsa hêkekê dida mûsa û ew diþand dikana gundê.Mûsa jibo xwe þekirekê dikirî bi bûhayê hêkekê.Dikandar wan hêkan kom dikir û dema zêde dibûn bi erebekê diþand misircê jibo firotinê .Mûsa ji hevalê xwe re digo þekirên gundê me ji þekirên misircê hezar carî þêrîntir e.Difikirî gelo ji vê þêrîntir çi heye li dinê ? Zeko stranên herêmî disitirî û carina jî mîna zirneyê dengekê derdixist.Ji mûsa re digo min bikþîne telefona xwe.Mûsa jî vîdyoya wî dikiþand bi telefoneke beredayî.Dayika zeko þerm dikir jê.Carina digo kuro rûne þerm e.Lê belê kî guhê xwe didayê ? Zeko dîsa distrî û dengê zirneyê derdixist .Mûsa gelekî þaþ dibû digo mirovek çawa tirkî nizanbe ? Dema ku vê digo ne pîrika wî li bîra wî bû ne jî bapîrê rihmetî.Difikirî difikirî Mûsa li misircê bû.Zilamekê dît ji dûr ve.Bazdida bazdida dayika wî fêmkiribû sedema bazdanê bi dengeke girîn digo “bisekne neçe” lê belê ne guhê mûsa wê dibihîst ne jî pêyên wî… Bazdida bazdida nêzîkê zilam bû zilam jî þaþmabû jê pirsî “xêr e keko ?” mûsa devê xwe lebitand berî ku tiþtekê bêje qirika wî îxanetî lê kir ti tiþt ji nav lêvên ziwa derneket.Li piþta xwe zivirî û vegeriya mala xwe.Çavên wî xwe diþidand ji bo peþkên stêrk ên germ û þor hepis bike lê biserneket.Stêrkên þor barîya axa sor û bi agirê misircê .Nizanbû ku çavên þil ên dayika wî bi dizî lê dinêre.Qirika wî bi dengeke ecêb digo bavo … Trên li nêzê elezîzê bû.Ciwaneke tawî di nav qêrînan de li erdê dirêjkirî bû.Ji odeyên trênê çavê hin kesan derdiket bi nêrîneke meraqdar û dîsa vedigeriya odeyê.Pivaz anîn , qolenya anîn.Ciwanê tawî diricifî diricifî.Camêrekê bi alîkariya hin kesan ciwanê tawî bir odeya xwe. Birayê rihmetî yê dayîka mûsa dihat bîra dayika wî.Dîsa bêdeng çav þildibûn dîsa dil diþewitîn…Jinên torî yên mêrdînî dihatin odeya malbata mûsa.Bi Esirya re dipeyivîn.Esirya pîrika mûsa bû.Her tim pîjên stûr li destê esirya bûn û bi pîjan patîk , lûfik û her wekî din çêdikir.Mûsa ti tiþt ji van torîyan fêm nedikir.Bavê wî jî torî bû lê belê zarê wî ev qas ne hiþk bû.Belkî jî ev ziman li axamisircê li gundê bêlekê li çemê dîcleyê pêkhatîye.Kî dikare bizane? Mûsa û dayîka wî bi cîraneke xwe re diçûn Amedê.Belkî ev cara yekemîn e ku mûsa diçû bajarek mezin… Ji misircê rabû otebês.Tilîyeke mûsa li derîyê asê mabû lê belê þerm dikir ku ji dayika xwe re bêje.Nediêþî lê belê ji þermkirina xwe þermdikir û bi çavên tirsonek li xelkê dinêrîya dixebitî ku tîliya xwe ya asê veþêre.Heta rawestgeha yekemîn tilîya wî wisa ma.Li amedê ciranê wan ji mûsa re li nav qûtîyeke biçûk ava tirîyan anî.Mûsa bi kêfxweþiyekê dest bi vexwarinê kir.Çi tirþ bû çi xweþ bû. Difikirî gelo ji vê tirþtir çi heye li dinê ? Mûsa li jiyana xwe careke din ava tirîyan nedît û jê tirþtir jî tiþtekê venexwar.Bi xilasbûna rêyên dirêj ew gihaþtin girtîgeha amedê.Dema ku çavê mûsa li bavê xwe ket qêrînek hat bihîstin ji nav çar dîwaran.Bavê mûsa li piþt têlan girtî bû.Bi dayika mûsa re dipeyivî carina jî henekan bi mûsa re dikir.Weka berxikekê dihat mizdan pora mûsa , ji piþt têlan ji aliyê desteke bê zirav.Mûsa ji bavê xwe re bi dengeke sîtemkar got “ Careke din tu li piþt têlan bî ez nayêm ba te” Dû roj e trên li rêyan bû.Ji paytexta osmanîyan rabû ji paytexta tirkîyê borî gihaþt paytexta gulên bê gulîstan.Dema ku trên ket nav amedê kêfxweþiyek ketibû dilê mûsa.Dibê qey mûsa ne misircî bû amedî bû .Mûsa peya bû ji trênê dayika wî bi dengeke tirsonek got “zaf nemîne zû were” mûsa dest û rûyê xwe þûþt bi ava þîregerm a diyarê bekirê.Pêyê xwe li erda amedê dida.Dixwast vê axê maç bike ji þermkirinê nediwêrî.Dilê wî nikaribû kêfa wî bihewîne.Kêfa wî belavî her quncikê laþê wî dibû.Ji kêfa dicirifî ew jî sedema vê kêfê nizanbû.Dû zarok þer dikirin û dijûnan li hev dikirin.Zarok bi kurdî dijûnan dikirin mûsa dikeniya.Vegerîya û siwarî trênê bû.Trên dimeþîya mûsa difikirî ji xwe re digo zarok bi kurmancî cîmînan li hev dikin.Trên dimeþîya dimeþiya ji bajar û bajarokên kurdan diborîya.Li batmanê zarokan keviran diavêtin camên trênê.Hin zarokên firoþker bi dizî ketin nav trênê û xwe veþartin.Trên ji qûbînê diboriya rawestgeha qûbînê þewitîbû.Û misircê… Mûsa dixwest ku cihekî nas bike lê bisernediket.Li stenbolê digot ez dikarim mala xwe bibînim.Lê bisernediket.Bi alîkariya Esirya çûn mala mamê mûsa.Mala mamê wî 30 metreyek ji mala wî dûr bû.Mala wî dabûn kirê.Wî rojî mûsa hinekî geriya li sûka misircê heta ku biweste.Keçeke biçûk a parsek dît li ba parka bariþ manço.Keçika parsek jê re digo “xalo bila Xwedê limêjên te qebûl bike, bila Xwedê îmanê bide te , bila Xwedê ji te razî be” îmana wî ji parsekan diçû lê belê destên wî wê gavê xwe diavêjtin nav berîkan.Mûsa ji keçikê boriya û difikirî “parsekeke kurd çawa dibe”.Ey kurmancî tu ew qas þêrîn î ku diayên parsekan jî bi te xweþ dibe.Mûsa careke din parsekeke kurd nedît û careke din pere neda ti parsekî.Danê êvarê bi kotekî mala mamê xwe dit.Bû þev hemû derketin serbanê.Li nav dengen kermêþan mûsa derket ser textê xwe.Þev hênik bû.Destên mûsa li ser balgîvê bûn û serê wî jî li ser destên wî bû.Li stêrkan dinêrî , bayeke hênik silav dida wî.Ji dilê wî þabûn difûriya.Stêrkan çav diþikandin jê re heyv silav didayê.Difikirî gelo ji vê xweþtir çi heye li dinê ? Lê belê weka hemû xweþiyan ev xweþiyan ev xweþî jî zêde neseknî û koç kir li nav þeva tarî.Balafirek bêdengîya þevê çirand û kêfxweþiya dilan perçe perçe kir.Wê demê kena rûyê mûsa winda bû.Hat bîra wî ku ew li welateke bindest in.Balafir bi dengeke bilind bi tirkî dikeniya li bin guhê mûsa .Jê re digo hûn trên in em balafir in.Hûn parsek in em pereyan didin we.Pere bi ziman dibû ew jî tevlî kena balafirê dibû.Zarokên amedê hêj dijûnan li hev dikirin pere difiriya û digihîþt destê wan zarokan zarok jî êdî bi tirkî dipeyivîn.Keçika parsek hêstiran direþand pereyê xwe ji wan dixwest .Zarok jî jê re dijûnên bi tirkî dikirin û bi þeqam û kulman lê didan.Zeko jî straneke tirkî digot û dengê zirneyê derdixist.Zeko jî bi wan zarokan re li keçikê dida.Mûsa bêdeng û bêliv li wan dinêrîya.Keçik digo “xalo perê min ji wan bistîne , xalo Xwedê îmanê bide te , xalo , xaloooo” . Tîrêjên sibehê ji bin bijangên mûsa herikîn.Mûsa þiyar bû xwêdan dabû.Gelo ji vê tehltir xewn heye li dinê ? [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] OXIR HEVIK |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Em Ji Ku Hatin ? | PCkopat | Dirok | 23 | 05-12-2007 11:07 PM |
| Linux’un Dosya SÝstem Yapisi | PCkopat | Linux | 3 | 06-11-2007 10:45 AM |
| Edebiyata KurdÎ | heci | Çandi Giþti | 17 | 19-01-2007 12:51 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.