|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
GOTINÊN ZAROKAN LI SER HEZKIRIN Û EVÎNÊ Min demek berê pirtûkek li ser nerînên zarokan ên li ser evînê xwend. Navê pirtûkê; ”Gotinên zarokan li ser evînê ”. Niviskara jin a Danimarkî Grethe Dirckinck gelek pirtûk ên lêkolînî nivîsandine. Yek jê jî ev pirtûk e. Wê li seranserê Danimarka li dibistanan bi zarokên 6-10 salî re hevpeyvîn kiriye û nêrînên wan li ser jiyanê û bi taybetî li ser evînê standiye. Hezkirin û evîndariya di navbêna zarokan de tiştekî pir paqij û xweş e. Gelo em mezin tu carî wateya gotinên zarokan fam dikin? Ka em bi hevdû re li nêrînên van zarokan ên li ser der û dora hezkirin û evînê mêze kin. Bersivên zarokan li ser pirsa; nîşanên evîndariyê çin e? - Dema mirov evîndar dibe , hundirê mirov dişewite. - Dema mirov evîndar dibe, mirov dilgeş e û mirov bêriya dibistanê dike. - Dema mirov evîndar dibe, zahmet e ku mirov bi mejiyê xwe li tiştekî din bifikire. - Mirov dizane ku dil girtiye ji ber ku hema rûdinê û “lê” dinhêre û qet nabihîse bê mezin çi dibêjin. - Mirov yekser dikare bibîne ku yek dil girtiye , ji ber ku çavên wan sor dibin. - Dema mirov evîndar be, wek ku girêkek dikeve qirika mirov û nikare daqurtîne. - Dema mirov evîndar dibe, bedena mirov hemû şerm dike û guhê mirov sor dibe. - Dema mirov evîndar dibe, wek ku dilek di serê mirov de hebe. - Dema mirov evîndar dibe, mirov nikare heya pênc rojan şîr vexwe. - Min bihîst ku mezin dibêjin, evîn ji tenduristiya mirovan re baş e. - Ji tevgera mirov xuya dike ku hez dike, lewra mirov şermok dibe. - Dema mirov bi gogê dileyze dilê mirov pir zû davêje lê dema mirov dil digre mirov top davêje! - Ji rengê mirov xuya ye ku mirov evîndar bûye, ji ber ku mirov şerm dike û sor dibe. - Dema mirov difikire, mêjî ji mirov re li hevalekî digere, lê dil hîs dike. - Dema du kes evîndar bin, pir li hevdû dinhêrin, tevlî dema ku bi lîstikan jî dilîzin. Bersîvên zarokan li ser pirsa; Gelo mirov dikare evîndarê gelek kesan be, an gelek ”hevalên” mirov hebin ? - Belê, her cara ku mirov dizewice gustilkekê dixe tiliya xwe. Yanî mirov dikare deh caran bizewice. - Belê , mirov dikare ji gelek kesan hez bike, lê dive têkevin dorê! - Vê gave tenê hevalek min heye lê ez hewl didim ku çend hebên din jî bibînim. - Belê mirov dikare bi gelekan re be , lê wê ew bi xwe ji hevdû aciz bibin. - Na, nabe ku mirov bi du kesan re be. Ji ber ku mirov dikare dilê wan bişkêne û evîn di dilê wan de nemîne û nema karibin evînê hîs bikin . Û mirov li gor incîlê tiştekî qedexe dike! - Mirov tenê dikare bi du kesan re be, zêdetir nayê veşartin. - Ne baş e ku mirov bi gelek keçikan re be, lewra divê têra yên din jî bimîne. - Mirov nikare bi du kesan re bizewice , lewra dive du gustîlkan bikire û ew jî pir biha ne. Lê ez difikirm ji niha ve peran kom bikim. - Ez nikarim bifikirim ku gelek jinên min hebin. Ew tenê li welatên germ ku mêr fistan li xwe dikin û mirov pir xwêdan dide heye. - Dema gelek jinên mirov hebin, divê mirov bi wan re şer neke, lewra ew pir in û ez yek im, dê ew bi ser bikevin. - Ger gelek jinên mirov hebin wê gelek zarok jî hebin û wê rehetiya mirov tunebe. - Mirov tenê dikare bi yekê re be. Lewra dema ramûsanek bidim, tenê devek min heye. Mirov çawan yekê/î dibîne? - Mirov nikare yekê bibîne heya ku ereba mirov çênebe. Bê erebe nayê dîtin. - Mirov dikare herdem yekê ji dibistana xwe bibîne, lewra listeya telefonên hemiyan li ba mirov heye. - Ji keçikê re nameyekê bişîne û bêje; ”Tu dixwazî bi min re bibî heval?” û sê alternativ deyne ; ”Erê”, ”Na”, ”Belkî” û bila yekê îşaret bike. - Divê mirov bisekine heya dê û bavê mirov bimre. Ji ber ku wê demê mirov dikare li ser xwe biryarê bide. - Ger ez yekê ji xwe re bibînim, divê ji min bi gelekî mezintir be, karê wê hebe û zanibe xwarinê çêke, lewra ez hîn biçûk im û nikarim van tiştan bikim. - Dema kêfa mirov ji yekê re were, ji ciyê xwe radibe û dihere ba wê, jê dipirse; ”tu dixwazî bibî hevala min?” Ger bersîv na be, mirov dîsa bi şûnde vedigere û li ciyê xwe rûdinê. - Ger gelek “hevalên “ mirov hebin, mirov dikare wan biceribîne, da kî ji wan dikare here tiştan bikire û kî dikare her tiştên ku ez dixwazim bikire. - Ez jê geriyam, nema li yekî digerim, lewra pir dem digire.. - Min “hevalê” xwe li dibistana xwe dît. Dema me bi listikekê dilîst. - Bi rastî nema tê bîra min bê ez û hevala xwe kengî bûn ”heval” ji ber ku ji zûûûû ve ye. - Ku mirov here dikanê ji bo gerdaniyekê bikire û xebatkara dikanê pir bedew be, wê demê mirov du gerdaniyan dikire ... - Li dêrê, papaz ji wan dipirse; “Heya mirin we cuda bike hûn dê cuda bibin?” - Ger mirov pîr be û jina mirov jî pîr be. Wê demê mirov ji xwe re li yeka din û ciwan digere. - Ku mirov evîndar bibe, dikare jê re nameyekê bişîne. - Lê mirov nizane nave wê çi ye ku!.. |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | ||||||||||||
|
Alıntı:
spas xweş heval... bi evîndariyeke zarokatî bijî... |
||||||||||||
|
|
|
|
#5 (permalink) | |||||||||||
|
Dema mirov evîndar be, wek ku girêkek dikeve qirika mirov û nikare daqurtîne
hehe a va xweş bu ema mın zarokati xa da tev ewindar nebum ![]()
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Wî... min xwiska xwe ji bîr kir!.... | sezi | Çiroken Kurdi | 5 | 24-09-2007 02:45 AM |
| Rêwîtiyeke Zanistî, Gotinên Zanayên Antîk Yewnanê | dine | Çandi Gişti | 0 | 15-07-2007 10:47 PM |
| jan axin - Evînên Şikestî (hemû gotinên Evînên Şikestî) | Mirza | Kürtçe Lyrics | 5 | 06-06-2007 03:55 PM |
| Kûla Evînê | rebuwarr | Helbesten Kurdi | 10 | 24-02-2007 10:32 PM |
| Peymana Mafên Zarokan | Numberone | Çiroken Kurdi | 0 | 12-12-2006 10:59 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.