|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Ezê bibêjim; ‘S. S. Dilpolo li ku ye?
Hûnê bibêjin; ‘Heyran S. S. Dilpolo kî ye?’.. Mafê we ye! Di naveroka vê nivîsarê de S. S. Dilpolo sembolek e... Digel ku hebûye jî, -em nizanin niha heye an na- di şexsiyeta tevahiya navên di vê nivîsarê de, nîşaneya banga jinûvenivîsandinê ye S. S. Dilpolo!.. De bifermin merema xwe ji we re rave bikim... *** S. S. Dilpolo, piştî salên 90-î di çapemeniya bi zimanê kurdî de dinivîsand. Ne şaş bim kedkar û nûçegihanekî Rojnameya ‘Welat’ bû. Dibe ku ji navê wî be, nivîsarên wî ji bo min balkêş bûn. Rojek ji rojan min ji hevpîşe û hevalê xwe yê rêzdar Samî Tan pirsî; ‘S. S Dilpolo, yanî çi?’. Mexseda min ji vê pirsê, wateya dirêjahiya ‘S. S’ bixwe bû. Samî bersiva min wiha dabû: ‘Navê wî Siyabendo Sebastiyano Dilpolo ye!’. Ev çend sal in ku difikirim nivîsarekê binivîsim ku tenê li ser wî ye. Ya rast min meraq dikir, ev ciwanmêrê hanê li ku ye? Çend roj berê, dema min arşîva xwe hinek tasnîf dikir, çavên min çûn ser cilda Rojnameya ‘Welatê Me’. Min yekser dev ji karê li ser arşîvê berda, cilda rojnameyê danî ber xwe û hêdî hêdî min rûpelên wê wergerand ser hev. Cilda navborî, ji 46 hejmarên rojnameyê pêk tê. Jixwe rojname jî piştî hejmara 46-an weşana xwe rawestandibû. Hejmara yekem 20-ê Sermaweza 1994-an derketibû û hejmara dawî ango hejmara 46-an jî, 1-ê Kewçêra 1995-an ronahiyê dîtibû. Werin li vê sosret û ecêba giran binêrin; ketibûm pey rêça S. S. Dilpolo lê rastî bi dehan navên din hatibûm ku êdî yan nema dinivîsin an ji devereke wisa re dinivîsin ku ez/em nizanin. Min kesereke kûr kişand, dema min nivîsarên wan ciwanmêr û canejinan xwendin. Her wiha piştî xwendina nivîsarên wan, min careke din kesereke kûr kişand ji ber ku ew êdî nema dinivîsin. Nivîsandina wan deynin aliyekî, em nema dizanin ew îro hene an tunene. Gelo çendên ji wan ‘xatirê xwe ji vê jiyanê xwestine?’. Ev navên xwediyên wan peyvên pîroz li ku ne? Hûn li ku ne? Deng bidin û xebera S. S. Dilpolo ji me re bînin. Tika ye careke din binivîsin... Di nav lêgerîna rûpelên rojnameyên 12-13 sal berê de, rastî çend navan hatim. Tevî sernivîsên nivîsarên wan pêşkêşî dêhn û bala we dikim: Suut Kiliç: ‘Ferman: Bigire, bikuje; Sebeb: Bila bitirsin!’ Welate me, sal 1 hejmar 1, 20-24 Sermawez 1994 Aynur Bozkurt: ‘Yek bê kuştin wê çar rabin; çar bên kuştin wê deh rabin’ Welate me, sal 1 hejmar 15, 26 Reşemî 1995 İsmetê Ûsiv: ‘Wezareta Çandê dijminatiya çanda kurdî dike’ Welate me, sal 1 hejmar 20 Sermawez 1994 Metîn Aksoy: ‘Destana Gilgamêş wergera yekemîn e’ Welatê Me, sal 1, hejmar 39, 19 Gelawêj 1995 Esnas Maya, ‘Ev çiroka me hemuyan e’ Welate me, sal 1 hejmar 2, 27 sermawez 1994 Jehat Gimgim ‘Birîn êdi ne reş e!’ Welate me, sal 1 hejmar 2, 27 sermawez 1994 Cemal Pîranij ‘Yilmaz Guney kam o?’ Welate me, sal 1 hejmar 1, 20-24 sermawez 1994 Rahmi Batur ‘Ez şîv im tu jî firavîn!’ Welate me, sal 1 hejmar 2, 27 sermawez 1994 Cewdet Qûşman ‘Çetetî û Wanspor’ Welate me, sal 1 hejmar 2, 27 sermawez 1994 Şayanê gotinê ye ku Aynur ******** heta rojname hatiye girtin jî Xwedîtiya Îmtiyazê ya Rojnameyê kiriye. Metin Aksoy Berpirsiyariya Nivîsaran, Suut Kiliç, Berpirsiyariya nûçeyan, Îsmetê Ûsiv jî ligel nivîsandinê, karê îdarî jî meşandiye di rojnameyê de. *** Suut Kiliç, Aynur ******** Îsmetê Ûsiv, Metîn Aksoy, Esnas Maya, Jehat Gimgim, Cemal Pîranij, Rahmi Batur, Cewdet Qûşman, ji kurdiyên xwe yên pak em bêpar hiştine... Bi heft xwezî û hêviya ku dengek bidin û bibêjin; ‘Em hene, dinivîsin!’. Lewre mafê wan tuneye ku me ji kurdiya xwe ya şêrîn bêpar bihêlin. Min bala xwe da nivîsarên wan ên 12 sal berê, jê haydar bûm ku ji gelek kesên wekî me baştir nivîsandine. Ne kêmî gelek kesan nivîsandine. Helbet, wekî gelek diyardeyên me, nivîsandina me jî, nivîskarên me jî, rojnamegerên me jî dê ne wekî kesên din bin. Lewre em qedir nadin hev, emê çawa qedir bidin nivîsar û berhemên hev? Dema em ji nivîsar-berhemên xwe nanê xwe nexwin, dema di serdema 21-an de jî em nikarin zimanê xwe bikin ‘zimanê bazarê’, em mecbûr in ku li kuçe û kolanên Mêrsîn-Diyarbekir û Stenbolê simîtan bifiroşin, li restaurantên Berlin-Paris-Stockholmê zorê bidin çêkirina pîzza û donerê. Rastiyek bibêjim ku hûn bixwe jî dizanin; li seranserê cîhanê, herî zêde nivîskar û rojnamegerên kurd li aşxane û restaurantan kar dikin. Ev cihê daxê ye!.. Heger ne wiha bûya, îro em li pey şopa kesên wekî S. S. Dilpolo nediketin û ev mijar nedibû sedema nivîsareke bi vî rengî... Vêca mesele ne tenê ew çend navên ku me li jorê da bixwe ne. Fermo ji we re gelek navên din ku di bes di 46 hejmarên ‘Welatê Me’ de çendîn nivîs nivîsandine lê îro –ez bixwe- bendewarê nivîsandina wan im: M. Xarpêtî, Sirwan Reşîd, Sirwan Nanereq (bi sorani dinivisand), İskanê Henê, Rojhat Azadi, Pismam, Mamoste Bedran Bênav, Ahmet Baraçkiliç, Dara Azadî (Ji Washingtonê dinivîsand), Maruf Yilmaz, Nofa Zimanperwer, Dr. Gundî Dilberz, Dr. Huseyin Nantu, Mahmut Gergerli, Dilgerm Nemird, Azad Şêrîn, Dildar Şeko, Saman Palanî (bi sorani dinivisand), Fener Rojbiyanî, Siraç Aksoy, Fereç Çobanoglu, Abbas Alkan, A. Yezdan, Dilêr, H. Anavar, Fewaz Evdî, Bêrîvana Dêrsimî, Edla Denîz, Hemedok Dilovan, Kanî Xulam, Zekî Bazîdî, Seyfettin Ozcan, Remezanê Hûrî, Salih Gunbat... Ev nav jî dotira roja ku min ev nav nivîsandin, bi yarmetiya hêja Hasan Kaya hatin bîra min: Raif Yaman, Îbrahim Xort, Şevîn Civaknas, H. Kovan Baqî, Zahir Kayan, Cemîl Denlî. Wî digot; Sabah Kara jî heye’. Min got; kêm caran be jî dinivîse. Ji xwe çend navên din jî hene ku gelek kêm em rastî navên wan tên. Ew jî ev in: Memo Darrêz, Robîn Rewşen, Şoreş Reşî, Selîm Ferat, Huseyîn Kartal, Abdullah Uzun (Dirêj), Xalid Ezîzoglu, Mîrhem Yîğît, N. Zaxuranî, S. Unus, Remezan Alan, Serkan Brûsk. Em hinek biponijin, emê rastî gelek navên din jî werin helbet. Her wekî ‘filan’ nivîskar li her derî, -lê li her derî binivîse-, qelîteya zimanê kurdî dadixe; –bo nimûne li Ugandayê kovarek derkeve, nivîsa xwe ya ku ji her derî re şandiye, hewl dide bişîne wir jî- nenivîsandina piraniya van navên hêja jî, şikestekek li wêje û zimanê kurdî naxe gelo? Helbet dixe û me lukseke bi vî rengî tuneye. Bi heft xwezî û hêviya ku nivîskarên me yên binavkirî, dengek bidin û bibêjin; ‘Em hene, dinivîsin!’. Heqet, Siyabendo Sebastiyano Dilpolo ango S. S. Dilpolo li ku ye? S. S. Dilpolo, li ku yî deng bide li ser navê tevahiya van navan!.. [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Kêlî - Salihê Kevirbirî | newalaqesaba | Helbesten Kurdi | 2 | 14-05-2007 10:08 AM |
| Hevpeyivîn bi Salihê Kevirbirî re | newalaqesaba | Çandi Gişti | 0 | 04-05-2007 09:41 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.