|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
![]() Kurdên hêja û delal, kurdên zimanas, dîroknas û cîhanas! Dixwazim ku xewna xwe bibêjim ji we re. Ango min xewnek dît. Kurdno, hişyar bin û ji min re bêjin wateya wê çiye? Min dît ku rojeke taybet bû û hemû gelên cîhanê, li gel nivîskar û fîlozofên xwe li qadeke mezin civiyabûn. Mesela Îtalyanî li dora Makyavellî civiyabûn û bi pênoşî û zanînekê behsa pirtûka wî ya bi navê “Fermandar” dikirin. Makyavellî gelek dilşah bûbû û careke din didît ku pirtûka wî, bûye çira û di dilê hemû hemwelatiyên wî de (û cîhaniyan de jî) vêketiye. Pê ewle dibû ku wê pirtûka wî qet nehata jibîrkirin, lewre bûbû zanîn û çand di hebûna hemwelatiyên wî de… Îspanyolî, li dora Cervantes civiyabûn û bi eşq û zanîn behsa Don Kîşot û serboriyên wî, her wiha behsa Don Kîşotbûyîna xwe dikirin… Cervantes jî pênoş û şanaz dibû, serê xwe bilindtir dikir û li hemwelatiyên xwe û li cîhanê mêze dikir. Û Înglizan bi ravekirinên berfireh behsa lehengên Şekspir jê re dikirin. Şekspir dikeniya, pirs dipirsî û bi bersivan pirtir dilgeş û şanaz dibû… Her wiha lehengên xwe didîtin di hebûna hemwelatiyên xwe de. Û gelî kurdnasên kurdînezan, gelî zimanas, siyasetmedar û kurdîneaxêvên ku bi salan e dibêjin “çat-pat biliyorum”! Guhê xwe vekin ku ez dewama xewna xwe bibêjim, lewre qet mizgîniyên xêrê tê de tune ne û min ditirsîne ev xewn! Belê, dor hat ser me û Ehmedê Xanî, bi bîranîna Melayê Cizîrî û Elî Herîrî çavên xwe li rûyê me, li rewşa me gerand. Li pişta wî bayê çiyan hebû, di destê wî de jî Mem û Zîn… Çawa ku ber bi me ve hat û got: “Kanê Mem, kanê Zîn?” me ew nas kir û em jî çûn pêşiya wî. Sekinî û li me guhdarî kir. Me ew bi tiliyan şanî hev dida û her yek ji me tiştek digot ji bo wî, bi şanazî. Û gelekan ji me jî bi kurdî nizanibûn û digotin “Ahmedî Hanî dir bu! Mem û Zînî bize armağan eden…” Seyda piştî ku ev dengên biyanî bihîstin rûgeş bû û ji me pirsî: “Qey heval û dostên we yên biyanî jî hatine? Van ên ku biyanîkî diaxivin ew in, ne wisa?” Di heman demê de hinekan ji me digotin “ne diyor, bize tercüme edin lütfen, anlamıyoruz” Her wiha Seyda li benda bersiva me bû. Me bi awayekî şermok jê re got: “Na Seyda. Evana jî kurd in, ne biyan in…” Seyda li rûyê me mêze kir û bawer nekir ji gotinên me got: “Na na. Ma çawa kurd in? Biyan in, lewma bi kurdî nizanin? Ma kurdên ku kurdî nizanibin hene?” Hinan ji me pirsî, ji bo ku mijarê bjguherîne: “Seyda, em dixwazin Mem û Zînê guhdarî bikin ji te…” Seyda bişirî û got: “Belê, em ê vegerin ser Mem û Zînê. Lê beriya wê dixwazim ku hûn li ser pirtûka “Fermandar” (Makyavellî) û “Hamlet” hin tiştan bibêjin, lewre ez û nivîskarên wan hevalên hev in…” Çawa gotina xwe qedand, me dest pê kir. Û gelek nirxandin û şîroveyên xwe pêşkêş kirin. Seyda rûgeş û şanaz bû bi me. Dûre gotinên me xilas bûn û Seyda fam kir ku dor hat ser Mem û Zînê… Got “Hevalno, ciwano, delalno! De va ye ez şagirtekî we me, fermo, ji min re behsa felsefe, naverok û zimanê Mem û Zînê bikin.” çawa ku gotina xwe qedand, em pênoş bûn û ramiyan ka, ku bi kîjan hevokan “felsefe, naverok û zimanê” Mem û Zînê bînin ziman. Hinekan ji me got: “Gelek girîng e, berfireh e, di kesbûna evînekê de behsa trajediya me dike.” Hinan ji me got “jixwe “Beko” jî tê de heye û ew kelem e li hember tevayê evîn û delaliyan… û jixwe Beko hîn jî hene. Hinekan ji me got: “Zînê Kurdistan e û ew rewş hê jî didome…” Lê bersivên me gelekî kurt û serveyî diman û hevokên me me jî têr nedikirin. Em li gotinên kûr û têrwate digeriyan, lê nedibû, tiştên xweş nedihatin ser zimanê me. Lewre, me tu caran li ser wêjeya kurdewarî, li ser Mem û Zînê gotûbêjên kurdî û kûrwate nekiribûn, loma jî berîkên me vala bûn. Jixwe gelekan ji me jî kurdî nizanibû û digotin: “Mem û Zîn denince aklımıza aşk, ölüm ve yurt temaları geliyor, bu çok önemli bir eserdir…” “Bu eserin hem felsefik hem de edebi yönü çok gelişkin, imgelemi de çok zengin. Kürtçeyi bilmeyenler olarak bizler bile fark edebiliyoruz…” Şîroveyên tirkî dûr û dirêj dibûn. Lê rûyê Seydayê Ronahî jî xemgîn dibû… Jixwe şîroveyên kurdî hema hema qediyabûn. Seyda li rûyê me hemûyan yeko yeko mêze kir. Destê xwe da ser dilê xwe û bendek ji Mem û Zînê xwend jiber: (Jixwe pirtûk girtibû û li ber dilê wî bû.) “Mem hat û teferuca gulan kir / seyrek li rihan simbilan kir…” Çavên xwe girt û kete deryaya xemgîniyekê. Lewre ew Mem bû ew dem û belkî xwestibû ku em jî bi zanîna Mem û Zînê bûbûna “rihan û simbil…” Lê nebûbû! Mem hatibû, li me mêze kiribû, lê me wî dilgeş nekiribû, me tenêtiya wî mezintir kiribû. Me pirtûka wî jî tenê hiştibû di gel wî… Mem, hê jî Mem bû, lê em ne rihan ne jî simbil bûn! Lê em di biyanîbûna ziman û raman de strî û kelem bûn. Me tirkî ji tirkan bêtir dizanibû, lê me zimanê xwe rengê xwe nizanibû û tew ji me re xem jî nîn bû… Belê Seyda hatibû, li cihê xwe bû, Mem û Zîn hatibû li wate û zimanê xwe bû. Lê em ne li cihê xwe bûn, em lal bûn û em hêj jî bermayiya binbandora asîmîlasyonan bûn. Loma jî Seyda Xeyîdî ji me û çû! Û ez veciniqîm ji xewê… Mizgîn AYDIN |
|||||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | ||||||||||||
|
Alıntı:
rasté.... ![]() spas heval....
__________________ |
||||||||||||
|
|
|
|
#4 (permalink) | |||||||||||
|
Spas hevalen hêja .....
Rasté,me ji xwe xeyidandiye ...... Em ji xwe xeyidina ....... Ma em wisa bê mêjîne ku em fêm nakin ,Kesên ku ji xwe bi xeyide di nav agirê tune bûnedeya ?
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Xwendekaren Kurd û Ehmede Xanî | ronahi_hive | Dirok | 3 | 13-04-2007 02:54 PM |
| Lİ Ser Jİyana ŞÊx EhmedÊ Xanî | beyazöfke | Helbesten Kurdi | 0 | 25-02-2007 05:27 PM |
| Ehmedê Xanî | Roj73 | Çandi Gişti | 3 | 19-01-2007 05:45 PM |
| Li Ser Jîyana Şêx Ehmedê Xanî | hmpoo | Çandi Gişti | 0 | 24-12-2006 08:14 PM |
| Ehmedê Xanî ve eseri Mem û Zîn | Şoreşger | Çandi Gişti | 4 | 02-07-2006 07:39 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.