|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Amed, em di te de hîn bûn ku çinareke du hezar salî ne dibe sêv an jî dibe hirmî. Amed, te zimanek û çandek wekî razekê di dilê xwe de veşart û dema ku te serî dida lê raz nedida li hemberî talankeran, tu nebûyî evîndarê celadê xwe û te ev yek li hember dinyayê selmand. Ma tu neketî destê kê, te kîjan talankerên gureboz, ereban, farisan, rûman û tirkan nedît. Belê, te li pey hev dîtin hemû zalim. Ew winda bûn, lê tu heta roja me û pêşeroja me bi qasî bircên xwe zexm mayî. Tu ji me re qîriyayî ku bi te gav nayê avêtin. Amed, rûmeta me tu yî! Dibe ku zimanê me mîna her kesî hêsan ji vegotinê hez nake, yek jî em zarokên te vedişêrin di hundirê xwe û te û hezkirina xwe, lê dilê me mîna agir dişewite. Helbet xwîn nabe av û sozên ku ji te re hatine dayîn nayên jibîrkirin. Merdî sozê xwe girtine. Helbet zarokên te jî bi qasî te merd in! Helbet guleyên ku berdane te ji bîr nakin. Em ê ji bîr nekin ew zarokên general ên ku li patika wan sator dihejiyan û ew zarokên ku êşa wan a ku axê bi xwînê av dide. Em ê ji bîr nekin sonda şikandina wan destên faşîst ku porên dayîkên me girtine. Tu dayika me yî Amed! Em bi şîrê te mezin bûn, em bi lorînên te bûn mêr û jin. Her çiqas bi ser te de biqîrin jî, tu bizanibe ji ber ku me tu ji destê zaliman xelas nekirî û ev ji me re ye. Niha êşa me jî, rûmeta me jî tu yî Amed! Kî dizane, dibe ku tu xeyîdî bî jî Amed. Dibe ku tu bêjî çima zarokên min li min napirsin mîna dayîkên din, lê dîsa jî tu baştir dizanî, yên ku namûsa wan di bin lingan de be, mafê wan ê axaftinê nîn e. Mîna ku wan zarokên te yên herî pîroz ku li ser gorên xwe “deyndar in” nivîsandine, em jî tenê ji bo ku deynê xwe bidin dijîn Amed! Her çiqas dîtina te nebe nisîbê me jî, tu bizanibe ku li çiyayên Kurdistanê, wê hestiyên me li ber bayên te, azadiya te biqirîn. Li dinyaya din jî, wê destê me di hembêza zaliman de be. Tenê tu xem neke Amed! Mahir AYDIN |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#5 (permalink) | |||||||||||
|
kekê arzen ez ne ji amedê me lê tu ji zanê go ji bo hemu kurdanra amed peytexta,evina dilaye, peşk ava cemîdîya.... spas kekê ji bo mijarate....
|
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Sizce Turkiyenin En güzel Sehri Hangisi | Asur-Banipal | Sınırsız Muhabbet Burada | 47 | 01-09-2008 12:48 PM |
| Amed | berxwedan | Dirok | 7 | 19-11-2007 09:16 PM |
| Mezopotamya’nın Çiçeği Amed | ezel | Hikayeler, Denemeler | 2 | 07-06-2007 02:17 PM |
| TARİHİ ŞEHiR AMED***(DİYARBAKIR) | rebuwarr | Güneydoğu Anadolu Bölgesi | 17 | 11-04-2007 06:39 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.