|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
![]() Weþandin:27/6/2007 saet 10:49 Nîlufer Akbal: “SIYASET BÛYE BELA SERÊ HUNERA KURDΔ Hevpeyivîn: Dara Natiq Hunermenda dengzelal Nîlufer Akbal ji bo çêkirina kilîpekê seredana Baþûrê Kurdistanê kiriye. Em bi hevpeyivînekê li gel wê, rewþa muzîk û strana kurdî, nemaze rol û beþdariya jinên kurd di qada huner û muzîka kurdî û astê pêþdeçûna vê hunera zengîn de biþopînin. Hunermend Nîlufer kî ye? Nîlufer Akbal ji malbateka welatparêz, li bajarê Wartoyê ya ser bi parêzgeha Dersimê, hatiye dinê. Nîluferê 5 xûþk û 2 bira hene. Wê xwendina xwe ya destpêkî û navendî heta lîseyê li bajarê Wartoyê kuta kiriye. Piþtre sala 1986’an ew diçe Stenbolê û sê salan li mekteba “Arîksa” di warê muzîkê de baglama, note û repertuar dixwîne. Sala 1988’an, yekem albuma xwe bi navê “Biten Aleviler”ê çêdike. Wê tevî zaf hunermend û muzîkjenên binavû eng yên kurdan weke: Ahmed Kaya, Ferhad Baþqal, Yusuf Kayaoglu û hed re konsert û programên hunerî pêþkeþî gel kirine. Nîlufer piþtî çend salên kar û têkoþîna hunerî yên li Stenbolê, berê xwe dide Fransayê û li wê derê tevî muzîkvanê navdar yê fransî, Dr. Jan Mîþêr Kenêr nasyar dide û albûma bi navê Rêvîng çêdike. Ew piþtre diçe Almanyayê û çar salan di warê muzîkê de dixwîne. Nîlufer Akbal heya niha di zaf festîval û konsertên cîhanî de piþikdarî kiriye û serkevtinên gellek mezin bi dest anîne. - Çawa û kengê bû ku tu tevlî cîhana hunerê bûyî? - Ez 8 salî bûm dema ku min xwe fam kir û biryar da ku ez bibim hunermend. Ji ber ku muzîk hertim di xeyalên min de dilivlivîn. Ji wê demê were heya niha, her tiþtê min li ser hunerê bûye. Min cuda ji hunerê çi karek din ji xwe re nekiriye. Ez heya ku li bajarê Wartoyê bûm, min hertim li ser sehnan stiran digotin. ![]() - Ew kesên ku piþtgirîya hunera te dikirin û bi her awayekê bandor li ser hunera te hebûn, kê bûn? - Sûsena dayîka min, Elî Ekberê birayê min, gelê me yê Wartoyê, hunermend Ahmed Kaya, Ferhad Baþqal, Hesret Purtekîn, Radyoya Erîvanê, Meryemxan, Eyþeþan, Mehmûd Tûncer, Belqîsa Kaler, Þivan Perwer, Civan Haco, Cigerxwîn, Ehmedê Xanî, Tehsîn Taha, Mihemed Arif Cizravî, hemû ewane li ser hunera min xwedî bandor bûn ![]() - Malbat û kultura kurdî yek ji astengên herî mezin li hember tevlîbûna jinan di warê huner û muzîkê de bûne. Gelo tu heya çi qasekê di warê hunerê de ji aliyê malbata xwe ve serbest bûyî? - Malbata min ji bo min pir harîkar bûn. Ez 18 salî bûm dema ku babê min çû ber dilovaniya Xwedê, wê demê ez pir perîþan bûm. Dayîka min wê demê gote min Nîlufer baweriya min bi te heye, baweriya min bi dengê te heye, here Stenbolê mekteba xwe bixwîne û rêya xwe peyda bike. Eger dayika min îzna min nedabuya, min nedikarî ez bibim hunermend. Lê ez dibêjim ku malbat çiqas baweriyê bi ewladê xwe bîne, ewlad jî ewqas harîkiriya malbata xwe dike û dikare baþtir rêya xwe peyda bike. - Nîlufer, bi baweriya te çima jinên kurd nekarîne bi awayekî hewce beþdarî huner û muzîka kurdî bibin? - Sipas ji te re, bi rastî pirsek balkêþ bû. Lê bi baweriya min xala herî girîng eva ye ku huner û muzîka kurdî hertim bindest bûye, anku huner hertim di bin rikêfa partî û siyasetvanên kurd de bûye, zulm û zorî, bindestî, kultura kurdî û.... herwiha hertim ji jinan bo karê seksê û zarok çêkirinê û karê nava malê mifah hatiye wergirtin. Ewane û gellek sedemên din ên berçav bûne astengên mezin li hember pêþveçûna jinan di her warekê de. - Dibêjin Nîlufer xanim ne zewiciye û naxwaze di pêþerojê de jî bizewice, Çima? - Belê rast e. Ez bi muzîkê re zewicî me, muzîk jiyan, ruh û dilê min e. Eger muzîk nebe, ez jî mirî me. Ez bi muzîkê re rihet im, muzîkê guhdarî dikim, sazê lê didim, lê dema ku mirov mêr kir, nikare bi keyfa xwe be, zarok mirov girê didin, wê demê divê ku tu di xizmeta mala xwe de bî. Salên min jî derbas bûne, niha îdî ez dixwazim kar bikim, dixwazim harîkariya hunera kurdî bikim, xizmeta gelê xwe bikim. - Weke tê xuyakirin, te piraniya jiyana xwe ya hunerî li Stenbolê derbas kiriye, tu li wê derê fêrî çi bûyî? - Dema ku ez çûme Stenbolê û tevlî huner û muzîkê bûm, min xwe nas kir, û min zanî ku ez kurd im. Ez fêr bûm jin çi ye, piroblemên jinan çi ne; û yanî dibêjin cinsiyeta xwe nas kirin,.. Ez fêr bûm ku siyaset çi ye, kurdayetî çi ye? Ez her tiþtekî li metropolên Stenbolê fêr bûm. - Gelê me yê bakurê Kurdistanê, heya çiqasî di warê huner û muzîka xwe de serbest in? - Dewleta tirkan hertim siyaseta asîmîlekirina kurdan weke yek ji stiratêjiyên nemirovane yên xwe piraktîze kiriye. Muzîk û hunera kurdan hertim bindest bûye. Tirkên faþîst hertim cehda dizîna çand û muzîka kurdî kirine. Lê esasa me di wir de ye ku dema gelê me yê kurd bi hev re teba bin û harîkariya hunermendên xwe bikin, vê demê me hewceyî bi radyo û televîzyon ûhevkariyên tirkan nine. Lê em bi xwe dujminê hev in, eger partî û siyasetvanên me alîkariya meriv nekin, mirov bi ser nakeve. Ez dixwazim hunermenda çar parçên Kurdistanê bim. Naxwazim yek hunermend û yek siyaset û yek partî bim. Di bingeh de, huner bi ser siyasetê ve ye. Lê li bakur jî bindestî berdewam dike, qedexeyî berdewam dike, kompaniyên tirkî harîkariya hunermendên kurdan nakin. Dibêjin ku kilîpên Kurdî di televîzyonan de nahên nîþandan û ji me re ne qazanc e. - Nîlufer, dema ku mirov guhdarî muzîk û stranên kurdî dike, tevlîhevbûnek di navbera muzîk û strana kurdî û biyaniyan û bi teybetî muzîka tirkî de tê xuyakirin, hûn vê çendê çawan dinirxînin? - Muzîk bê ziman e, zimanê muzîkê tuneye. Muzîka cîhanî jî dikare bandorê li hev bike, bona pêþveçûna muzîka xwe. Lê dema ku te dewleta xwe hebe, edebiyat û zimanê te hatibe naskirin, edebiyata te cihê xwe girtibe, muzîka te cihê xwe girtibe, rengê xwe hebe, piþtre, tu dikarî vê tevlîhevbûnê bikî, lê ez niha vê tevlîhevbûnê bi hewce nizanim, ji ber ku ev ne karê me ye, ne karê genca ye, eva karê karnas û pisporan e. - Bi baweriya te huner û muzîka kurdî heya çiqasî bi pêþ ketiye? - Baweriya min bi hunera kurdî gellek e. Lê mixabin me heya niha nekariye bi awayekî hewce û îroyî em vê hunera zengîn pêþ bêxin û bigehînin asteka navneteweyî. Mixabin siyaset bûye belaya serê hunera kurdî. Esasa hunera kurdî ne li ser sehnê ye. Kêmasiya þîrketên berhemanîna muzîka kurdî heye. Li nav cîhanê huner û muzîka kurdî ne diyar e, nehatiye naskirin, ji kerema xwe re bila hukumeta kurdî harîkariya hunermendan bike. Bila Wezîrê Çandê hunermend be, ji ber ku ew baþtir ji hunerê fam dikin. Bila bê farq û cudayî ji tev hunermendan re reklam bihê kirin. Divêt siyaseta kurdî hertim piþtevaniyê li hunermendan bike .... - Nêrîn û baweriya te derheq roj bi roj zêdetirbûna hunermend û stranbêjên kurd çi ye? - Gellek sipas dikim, bi rastî eva pirseka hewce bû. Tu dizanî ez demokrat im, her tiþtekê dibînim û dibêjim, yanî fam dikim ku Kurdistan ji nû ve çêbûye. Her tiþtê ji nû ve dest pê kiriye, yanî her tiþt niha tevlî hev e, problem pir in, pirsgirêkên muzîkê jî pir in. Gava mirov televîzyonê temaþa dike, her roj gencek stiran gotiye. Muzîk çêkiriye, kilîp çêkiriye. Dema ez rê diçim, hin kes min dibînin, dibêjin Nîlufer tu bixêrhatî Kurdistana azad, tu dizanî ez jî hunermend im! Dibêjim hala hala... , bo? Nizanin huner çi ye, ez bi xwe nikarim bêjim ku ez hunermend im, ji ber ku ez ketim ser rêya hunerê û dixwazim bibim hunermend. Hunermendî ne tenê dengxweþî ye, ne tenê muzîk lêdan e. Dema mirov dest bi hunerê kir, gerek mirov bizane huner çi ye, baþ hunerê fam bike. Bixwîne, akademîk fêr bibe. Daxwaza min ji gencên ku taze dixwazin têkevin nav hunerê eva ye ku eger dixwazin harîkariya hunerê bikin, divê di pêþ de bizanin ku huner çi ye, fêr bibin. Gava mirov albûmekê çêdike, ew album di dinyayê de tê belavkirin, bila albûm baþ be, bizane ku çi stranekê dibêje, bo çi dibêje, armanca wî/ê çi ye, bizanibe ku mesela kurdan çi ye. Muzîka me hertim bindest bûye, hunermendên me perîþan û bindest mirine, muzîka me winda bûye, hunera me winda bûye, yanî gava ku ew kesane hemû ewane bizanin, wê demê ji xwe þerm dikin ku vê yekê bikin. Çawan bû ku tu hatî Kurdistana azad? - Ez hatim ku Kurdistana azad nas bikim. Bizanim ku gelo kêmasiyê wê çi ne, welatê xwe nas bikim, xwe bidim naskirin, ez dixwazim vê carê bi arîkariya Korek Telecomê, ji bo albuma xwe ya dawiyê bi navê “þeva” kilîbekê çêbikim. ![]() - Hez dikim bizanim ku we heya niha çend berhem pêþkêþî gelê xwe kirine? - Min heya niha 2 albûm bi tirkî, albûma Newroz 1-2, albûma bi navê Ez û Hunermendên din, Dortêlwan, Mîro, Revîngî, Rayê û Þava yanî li serhev min 10 album pêþkêþî gelê xwe kirine. - Armanc û planên we ji bo pêþerojê çi ne? - Min dest bi albumek nû kiriye, di albûma nû de, ez û Ayhan Evcem em bi hev re kar dikin. Albuma min kurmancî, soranî û zazakî tevlî hev e, hêvîdar im ku bi dilê gel be. - Hunermend Nîlufer, gellek sipas ku we dema xwe ji bo me veqetand. Gotina we ya dawiyê ji bo gelê me çi ye? - Ez jî gellek sipasê rojnama Agirî dikim. Sipas ji tev emegdarên Agirî û kargêrên Agirî re. Di dawiyê de, ji gelê xwe daxwazkar im ku xwedî li axa xwe derkevin, li huner, muzîk û kultura xwe xwedî derkevin, ji radyo û televîzyon, wêjeya xwe xwedî derkevin, bi hev re teba bin û harîkarê hunermendên xwe bin. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Nilufer Akbal | ALiSeR | Kürtçe Lyrics | 5 | 08-03-2007 05:47 PM |
| Ferhat Tunç, Aynur Doðan, Nilüfer Akbal | Kajîn Jîr | Sýnýrsýz Muhabbet Burada | 1 | 02-02-2007 12:26 PM |
| Nilüfer Akbal | Mirza | Sanatçý Tanýtýmlarý | 9 | 20-11-2006 10:13 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.