Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 23-06-2007, 11:27 AM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jun 2006
Yaþ: 72
Mesaj: 5,899
Üye No: 7007
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 192000
Rep Puaný : 3765832
Rep Derecesi
Hozan Shan has a reputation beyond reputeHozan Shan has a reputation beyond reputeHozan Shan has a reputation beyond reputeHozan Shan has a reputation beyond reputeHozan Shan has a reputation beyond reputeHozan Shan has a reputation beyond reputeHozan Shan has a reputation beyond reputeHozan Shan has a reputation beyond reputeHozan Shan has a reputation beyond reputeHozan Shan has a reputation beyond reputeHozan Shan has a reputation beyond repute
Varsayýlan Heypeyvîn Bi Xelil XEMGÎN




Em ji pirsa hunermend dest pê bikin. Gelo hunermend kî ye, cihê hunermendê kurd di nava ên cîhanê de li ku ye?
Wekû çawa pirsa we ji du beþan diyar e, ez ê jî hewl bidim ku bersiva min ji du beþan be. Beþa yekem, da ku bikaribim baweriya xwe bi zelalî diyar bikim, pêwîste berê bêjim ku meger rewþa netew û gelê kurd, di nava cîhanê de, rewþeke ne normal e, bê þik û guman kirîter û þertên hunermendiya netewên û ya hunermendên vî gelî jî, wê ji hev cuda bin! Gelo ma gava ez xwe li gora Mc. Jakson û Pavarotî binirxînim û bipîvim û wisa jî nêzîkahiya hunermendiya xwe bibim, di navbera min û gelê min ê ku hîn ji bo azadî û nasnameya xwe ditêkoþe, wê çiqas mesafe hebe? Gelo heger azadiya civakê ji dest hatibe standin, ma hunermend jî ne ewladê vî gelî ye?... ango meger wisa ye, wê demê hemû pîvanên ku ji bo gelekî di vê rewþê de dijîne dê derbaz dibin, her wisa ji bo hunermendên wî gelî jî derbaz dibin!
Di warê gerdonî de jî, her wisa ye, heger merev bixweze bizanibe, wê ji merev re bêjin; gelo hunermediya kîjan fikir, felsefe, nêrîn û çîn ê?
Rast e, îroj di nava pêlên globalîzmê de, her çîn û beþê civakan ser û bin bûne! Lê belê dîroka kesayeta hunermend, beranberî dîroka mirovahiyê kevnare ye... Di roja me îroj de, ev ser û bin a ku tête tê jiyîn, ji bo hunermendiyê encex di kare reng û bengeke nuh ( negatîf an pozîtîf ) bide teybetiya hunermendiyê, lê bi eslê xwe, seranserî dîroka civakan, ev pirsa ku “ hunermend kî ye ” di mêjûyê mirovan de her tim zindî ma ye!”
Lê belê di herikandina jiyana mirovan de, qet bê bersiv nema ye. Yanê dixwazim bêjim ku; mîna hin der û dor û hin kesayetan, mafê min tune ye ku xwe bixim þûna hakîm û serdozgeran, an jî xwe wekû merciya gel bibînim û di derbarê kesan de biryara “ îþte, filan kes hunermend e û bêvan kes ne hunermend e..” bidim! Ji xwe nîzîkahiyek wisa, ez bi xwe jî, wekû bê rêz bûnî li hemberî însana, gel û seranserî civakê dinirxînim û dibînim!

Lê belê, ev nayê wateya ku ji pirsa we direvim, ya rastî, ez hewl didim ku rastiya felsefî û zanyarî a ku pêde bawerim, ji we re diyar bikim!
Di baweriya min de, biryara “ hunermend kî ye ” a gel e!
Îca ji bo ber endametiya vê sifeta hunermendiyê, ( ji bo hunermendiya gelê xwe dibêjim ) rê û rêbazên vê yekê hene.
Li gorî baweriya min, sir û telesma vê yekê jî, girêdayî çend xalên bingehînin!
heger mirov bixweze bi vî karê hanê rabe û bide ser þopa çand û hunerê, bi du xalên bingehîn merev dikare wisa formile bike;

1- li nik teybetmendiya xazayî, pêwîste mirov evîndar û rêwiyê zanist û kevneþopiya civaka xwe a sedê salan be, þagirt û meraqdarê kevneþopiya gelan û zanyariyê be! Mîna oldaran, qibleya xwe dîrok e, ayetên xwe nirxên civakê ne...

2-Ji teyebetiya hunermendiyê, ew seranserî jiyana xwe tim þagirt e! Di
hînbûna xwe de bê sînor û tixûp afirendêr e, ji pêþketina civakê re mînakê nifþa û pêþenge, di dîtinên xwe de remildar e, di pirsgirêkên civakê de çareservan e, di qedrê nirxên civakê de parêzvan e, di pîskolojiya mirovan de moral e, di afirandêriyê de nuhkar e. Di raman û felsefê de hevkar û helwesger e, di evînê de weku Cizîrî, Xanî, Feqiyê Teyra û Cegerxwîn dîn û har e....
Heger mirov bikaribe, van teybetmendiyan di kesayeta xwe de xwedî bike, herweha nûnertiya nirxên civakê, ên dîroka sedsala û ên heyîn bike, bi dîtina min, sedemekî ku civak va sifeta hunermendiyê ne de mirov tune ye!...
Beþê duyemîn; bê guman, di qada navnetewî de, ji bo doza gelê kurd, her babet û hewildan gelekî pêwîstin, lê belê, mîna gelek babetên din, di warê çand û hunerê de jî, ji ber pirsgirêka nasname ya netewî, valabûnek mezin heye!

Raste, tevî bê derfetiyan jî, hewildanên xebata sînemavan û þêwekaran di qada navnetewî de hene, ez wekû xebatkarekî çand û hunera gelê kurd, xebatên wan heval û hogiran pîroz û bi wate dibînim . Lê belê di beþên hunerê ên din de, xebatên mayînde gelekî lewaz û kêmin...

Bi teybetî di xebata hunera muzîkê de, bandora pêlên biyantiyê di van salên dawiyê de, xwe zêde nîþan didin!

Bi kurtî bêjim, bi tevayî, meger gelê kurd di qada navnetewî de, girtiyê statîko ê înkar û bê nasname yê de be, mijara gotina cihekî huner û hunermendiyê, di nava refa huner û hunermendiya cîhanê de, wê ne di cihê xwe de be û ne jî hisane!

Gava ku bi kurdî behsa hunermend tê kirin, stranbêj, muzîkvan tên bîra gelek kesan, þêwekara, nivîskar mîna hunermendan nayên dîtin... tu dibêje ev ji ku tê, gelo girêdana vê peyvê bi muzîkê ve ye?
Kekê min, va ye nêzî sed sal bû ku perwerdeya {milî} a civaka me, di serî de ziman û hemu beþên perwerdeyê ên din, ne tenê lewaz maye, lê belê hatiye qedexe kirin! Gelê ku perwerdeya wî jê bête standin, ne ziman dimîne, ne aso û meterolojî ya xwe dimîne, ne jî hîs û hestên xwe ên netewbûnê dimînin! Ma qey li dinyayê kesî dîtî ku neteweyek 50 milyon bi dîroka xwe a hewqas kevnare, bi keda xwe a ji bo dergoþvaniya mirovahiyê a herî yekemîn... bi ev qas trajedî pergende û bindestê dinyayê bimîne? Di baweriya min de, heger merev vê yekê bi kur û hûr nebîne û bi ilmî û zanistî þirove neke, merev texrîbatên mêtingeriyê li ser kurdan jî nikare þirove bike!...

Ez ji birayê xwe re bi hisanî dikarim bêjim, ku navê hunermendiyê va ye bû çend salin êdî kurd hîn dibin, ez bi mebesta ku kurdan biçûk bikim nabêjim! Ev rastiya me a civakiye! Ji ber xew û razana bindestiyê, heya duh jî û belkî tu îroj jî, here ji bavê min bipirse, wê bêje “ hunermendî çiye heyran, heman bêje mirtib û hew! ”
yanê dixwezim bêjim ku hîn hewqas tiþtan em tevlu hev dikin kî, navê stranbêjan, kirine “ ozan” navê hozanê li hunermendan kirine, navê helbestê li hozanê kirine û whd.
Bi dîtina min, herbabetekî hunerê ( ica li dinya yê hemu babetên hunerê zelal bûne. ) ji þêwekariyê de, ta akturên sînemayê, ji hozanvaniyê de, ta neqþ û nîgariyê, ji þanogeriyê de, ta pêkeri û wênekêþiyê de, qada hunermediyê ye!
Lê girînge bêjim jî, hin babetên hunerê ji bu civaka me, hin û hin ji nuh ve têtin naskirin, di cîhanê de þêwekarî, xwedî cihekî bi bandor e, di nava þêwekarên cîhanê de, þêwkarên kurd jî, xwedî cihekî teybetin ( ên mîna malva, A. Dîno, û hwd ) belkî gelekan jî, ji ber sedemên curbecur, nikaribûne xwe bi nasnameya xwe a netewî bidin naskirin, lê bi xêz û þopa xwe a hunerî xwe înkar nekirine! Ez bê þik û guman dizanim, qasî ku þêwekarên kurd li dinyaye têne nasin, her wisa ji aliyê kurdan ve hewqas nayên nasin...
Ango mirov bi hisanî dikare bêje ku teybetmendiya civaka kurd de, zeifiya me di babetê þewekariyê de heye. Her weha hinekî jî, gelê kurd xwedî teybetiyek folklorîk e, xuya ye ku ji nirxên xwe ên parastî û herî zindî mayî jî, hunera muzîk û stranê ye... ez wisa guman dikim ku ji bo kurdan, hunera herî hisan a muzîk û stranê ye...


Dema biyanî li Muzîka kurdî guhdarî dikin, xemgîniyekê têde dibînin. Weku rexneyekê jî derdikeve pêþ berî mirov, hin caran jî dibêjin ku kurd ne amedene destên xwe bavêjin melodiyên bi liv û lezandî...gelo ev yeka ji rewþa kurdan tê, an jî hunermendên kurd nikarin biafirînin?

Bêgumane, di qada hunerê de bi tevayî û di qada muzîkê de bi teybetî, pêþketin û afirandinên hemdem, bi destxistina ast û standartên navnetewî, armance, lê girînge em ji bîr nekin ku pêþketin û vejîna çand û hunerê, beranberî bi pêþketin û vejîna wê civakê re xwe diyar dike!
Heger ji berî bîst salên berê ba, belkî jî pirsek wisa qet nedihat bîra we, daku hun ji min bipirsin, her weha ev tête wateya ku pêþketin û vejînek di nêzî standertên dinyayê de xwe nîþan dide, ev xalek gelekî balkêþ e!
Di baweriya min de, di cewher û liba muzîka kurdî de, dewlemendiya hemû hoyên hemdemîtiyê hene. Ez îdîa dikim ku di rojhelata navînde, di bingeha mûzîka kurdan de dewlemend ya herî kevnare û xwedî kevneþopiya herî giranbuha ye, ne tenê wiha...dîsa îdîa dikim ku muzîka kurdan di vê herêmê de, bi bingeha xwe, bi rengên xwe ên cur be cur, bi þêwazên xwe, bi cihê ku di hemû beþên jiyana mirov de cih digre de... tevî hemu tirajêdiyên gelê kurd, tevî hemû qedexebûn, talan û înkaran, ji muzîka hemû netewên din ên herêmê zexim û bi bingehetir e... ez bi mebesta muzîka tirk, ereb, fersan û netewên din bi cûk û basît nîþan bidim, nabêjim!
Em behsa rastiyek zanyarî dikin, mîna ku netewperestên tirk, fars û ereban! Bi nirxên civaka xwe þovîntî û nijad perestiyê dikin, em kurd nizanin tiþtên wisa bi kirêt û þermekar bikin, ez bi xwe jî li dijî fikrên wisa me... lê rastiyek ilmî wisa heye û mîna birqandina rojê ye...

Lê ev naye wateya ku mirov dîrok û rastiya nirxên civaka xwe jî bi çûk bibîne ye! Bê gumane, em nirxên wan netewan jî bi çûk nabînin, lê ka em li hemu aliyan meyîze bikin, ji kilasîkên dîrokî û destanên mîtolojîk, ji payîzok û muzîka olî de, ta xweþ xweþ û heyranoka, ji muzîka diwanê de, ta lawik û stranên govenda, ji stranên xebatê de, ta stranên baran û xazayê û hevalok û metelokên þevbihurka...hwd, ka li cem van netewên cînar ku xwedî pergal û dewletin, çend þêweyên wan ên ji dîraka wan mane, wiha hene?

Niha bêjim, raste di muzîka kurdan de xemgîniyek li ber çav derdikeve pêþ, mina we jî gotî, bê gumane ev yeka ji diroka serpêhatiya gelê kurd tê û bi sedsala ye hîn jî dawiya va tirajêdiya bê oxir nehatî ye!
Rastiyek rewa ye ku muzîka gelekî, îfade û eyîne ya serpêhatiyên wê civakê be! Îca rexneyên di vê derbarê de ji aliyê biyaniyên we behs kirî ve hebin jî, ez ji ber du sedeman van rexneyan þirove dikim. Yekemîn, divê ku ji ber ametoriya îcrakirina muzîka kurdî be. Ji ber rewþa ewarte a civakê û pirsgirêka mafê çarenusiyê, her weha gelek sedemên ku bi tunebûna perwerde yê ve girêdayî...hwd. bê derfetî û lewaztiya piyase ya muzîka kurdî û rewþa aboriya kurdan, di qada muzîka kurdan de, mixabe, ametorî hîn jî serdest û xwidî bandorek negatîfe...
Duyemîn, divê ku ji ber kompleksa netewên rojava a xwe her tim serdest dibînin be jî! Li her halekî, di gel ne naskirina hemu cureyên hunera muzîkê a kurdan jî dive di ku rexne yên wiha derdikevin holê!
Lê dixwazim di vê derbarê de, balê bikþînim ser xalek din jî. Ji ber texrîbatên asîmîlasyon û guhertina bi darê zorê... di qada muzîkê de, zext û zorbaziyên dijwar dijîn, herweha bi xwe re tehlûke û xeterên giran jî peyde dike...

Ez hemen bi kurtî bêjim: di van salên dawiyê de ku hinekî qelsbûna qedexeyan li ser muzîka me sist bû ye de, ji bilî nifþên ciwan û cihêl, hin derdoran “ ji nuh ve qiteya amerîka yê kifþ kiri bûn! ” û li muzîka kurdî vegeriya ne, vegeriyan lê hemu nirxên heyîn, bi aso ( mantik ) a pergalên dagirker nêzî çand û hunera gelê kurd dibin. Di bin navê moderîntiyê de, teqlîd û kopiya komarê dikin... bi kurtî bêjim, min berê di gotebêj û nivîsên xwe de, di rojname ya Azadiya Welat de, gelekî dorfireh bal kiþandî ser vê xetera hanê! Îroj ev pêla ku ez weku “ derdorên ji çand û hunera gelê xwe biyanî bûne, bi nav dikim” bi þêwaza herî oportonîst dixwazin xwe di bin siha pergalê de, bi tevgêr û dezgeh û sazî bikin, bi teybeti li bakurê Kurdistanê, ev pêla hanê sûd ji ber kêmasiyên di qada hunerê de dijîn digrin, bi gumana min, ev yeka mîna zordariyekê ji aliyê pergalê ve, li ser çand û hunera me tête bi rêve birin!
Ango di nava zemînên civakê de, bingeh û bandorek va derdorê tune ye. Piraniya wan qurban û mexdûrên komkujiya asîmlesiyonê ne, ziman û çanda xwe bîle nizanin, û ne tenê wisa, her weha ji jiyana wan a rojane de bigir, ta fikir û aso ya wan, her tiþtên wan li gora pîvana pergalê ye...


Hun xwe û muzika xwe di nava kurdan de, di çi rayê de dibînin? Gelo tu bi rihetî dikarî bêjî “ tiþtên min dixwestin, min hemu çêkirin” ? ji ber keda ku te bi salan daye, yanê tu ji keda xwe memnûn î?

Birayê hêja û berkeftî: bi qasî ku tê digihêjim, huner û hunermendî, ast û rayek gelekî bilind û berz e, min berî bistekê li ser pirsa we a ji bo { hunermend kî ye?} hewil dabû ku nasandina hunermend û kûraniya wate a hunerê bikim!

Birayê ezîz, bê ku hesabên mutewezîtiyê û xweþgotinê bikim, min di jiyana xwe de, bi sedan, belkî jî bi hezaran keç û xortên ku canê xwe ji bo azadiyê fedakirin naskirin û bi gelekan re salên têgihêþtin û ciwanî bihurandin, her wisa bi hezaran jî, ên ku hîn ji bo vê armanca pîroz, di bargehên azadiyê de ditekoþin û li berxwe didin... bi sedan jî, gaziyên ku bistek ji canê xwe diyarî doza gelê xwe kirine, an çevên xwe wenda kirine, an jî lingên xwe...hwd. ji bilî fedekarî û dilsoziya gel li çar aliyê welatê me!

Beranberî vê tabloya rengane, ev bû ye 22 salan, ez jî di koçberiya bê însaf de dijîm, lê beranberî jiyana welat û ya auropayê, di warê azadî, fikir û ramanê de, di warê hesanî û zehmetiyê de, cudahbûnek mezin heye... ne tenê rêz girtin, her weha di warê însaf kirin û wîcdanê mirovahiyê de, ezê çawa bikaribim behsa ked û hewildanên xwe bikim? Belkî jî koraleke, ku mirov nikare biguhêze, lê ez baþ dizanim ku xort û ciwanên li ber deng û stranên min çûne þihadeta xwe hene, ên ku ji ber bandora hunera me bi salan heps û zîndan û cefa kiþandine hene... merev ji bo xwe û rûmeta xwe hinekî serwext bifikire, li hembera vî tabloyê hanê nikare behsa ked û hewildanên xwe bike! Ez minetdarê wan ked û nirxên giranbuha me.... ev naye wateya ku merev xwe bi çûk bike, an jî bi cureyek din wan nirxan ji kesayeta xwe re weku propagande bikar bîne ye!
Di jiyana min de, hesasiyet a min ya herî zêde ku li ser radiwestim ew ku, di gotinin xwe de çawa me, hertim hewildidim ku di jiyan û pêkanînê de jî wisa bim...
Ez berê vê yekê bi zelalî û ji nîvê dilê xwe de bêjim, “ ez xwe mîna ewladekî ku di nava þertên feqîrtî û xizantiyê de, bi ked û xwedan a eniya canik û camêran hatî xwedî kirin, dibînim, îroj gihîþtime temena ku êdî dikarim nirxandina wê ked û cefaya pîroz bikim... heger ewladekî bi kêr û xêr be, pêwîste ku rêwî û evîndarê paþerojê be, ji bo vê rêwitiyê afirandêrê hêviyên pîroz ên mirovahiyê be...”
Îca xwe mîna xebatkar û xizmetkarekî çand û hunera gelê xwe dibînim,! Navê hunermendiyê ditirsim li xwe bikim! Bêgumane di va xizmetê de, derece û sewye çî ye, ne çî ye, ew ne ji mafê mine ku ji xwe re bêjim ( sewye û dereca min ev ...) ji xwe xemek min wisa jî nîne, em di meþa xwe de, li gurî baweriya xwe dikarin popilîzma cur be cur jî binirxînin! Bi kurtî di van teybetmendiyan de, merca ku dikare xwedî biryar û pîvan be, Gel e!
Helbet, gava mirovek rabe bêje “ bi rastî tiþtên min dixwest çêbikim, êdî min çêkirin...” di baweriya min de, ew tête wate ya ku êdî tiþtê din çêbike nemane!
Dîsa bi baweriya min, di hunerê de, memnûnîtî jî tête wate ya zuhabûnê!
Dikarim dubare bêjim ku kesên bi hunerê re mijûl dibin, di fikra min de ew seranserî jiyana xwe de, her tim þagirtin.

Me hinek pirs ji xwendevanên xwe jî girtibûn, yek ji van pirsan jî ew bû ku digotin “ te berê bi þêwayê qesîde jî stran gotine” gelo merev dikare bêje ku di muzîka te de bandora medreseyê jî heye?

Keko, mîna piraniya kesayetên ku bi muzîka kurdan re mijûl in, di ilm û zanista muzîkê de, ez jî yek ji wan im, min jî sûd ji perwerdeyek akedemîk negirtî. Dibîstana min a yekemîn, jiyana civaka min û bandora stranbêjên nifþên ji beri me bûn, dibîstana min a duyemîn jî Koma Berxwedan bû.

Lê bele di meþa min de, bê guman gelek qonaxên cur be cur hebûn, min jî li gorî têgihêþtina xwe hewl dida ku wan qonaxan di karê hunera muzîkê de binirxînim... weku mînak, min bi salan û bi awayekî peryodîk cur be cur muzîkên gelên din jî guhdar dikirin. Ji bilî kilasik û rengane a muzîka kurdî, muzîka ( farsî, erebî, hindî, ermenî, tirkî, yonanî...hwd) bi salan û bi rengekî sîstematîk min guhdar kirin, piþtî salên dirêj, ew lêgerîn û lêguhêzîn ji bo guhê min ê hunerî, dibûn dewlemendiyek da ku êdî cudabûna reng û bengan ji hev nasbikim...
Niha bêjim, keko min di her babetek muzîkê de, li gorî hestên xwe hîs û bandor dîtî ye, mina ku min berê jî ji we re aþkere kiri bû, min medreseya dînî (olî) ne xwendiye, ne jî bandorek xwe wisa li ser min he ye, esil bandora medrese yan di berhemên seyda yê Cegerxwîn de ne, her wisa seyda ji bo min jî, navenda îlhama hunera kurdî a resene.

Te helbestên seydayê Cegerxwîn jî kirine stran û gotine, weka stiranên “Di tarîka þeva hicran!!” û ” ji bona her kesek yarek heye ê me welat yare”...gelo derfetên te çêbûn ku tû Cegerxwîn bibîne?


Mîna ku min daye xuya kirin, têkiliya min û oldariyê hemen hemen qet ne bû ye. Lê kilasîkên wêje ya me, mîna M. Cizîrî, Ê. Xanî, Feqiyê Teyra, Elî Herîrî, Baba Tahîr, Xalid begê, Þerefxanê Betlîsî, Mewlewî, Goran, Bêkes, Hejar, Cegerxwîn... ên ku tên bîra min, min gelekî xwendine û bûme evîndarê wan, her weha, ji wêjevan û dîroknasên rojhelatê, ji dîroka misilmantiyê de, ta ên mîna Omer el Xeyam, Fîrdewsî û heya Cibran Xelîl Cibran jî, ji cavkaniyên ku merev bixwîne û nikari be jî bîr bike ne!

Hîn ku di bîra min de ye, weku li her munesebet û fersendê de tînim ziman, strana { di tarîka þeva hicran de} helbesta seydayê Cegerxwîn e, lê awaza wê a mamoste yê hêja Husênê Tofê ye, min tenê li gora hestên xwe þirove kirî û ji mamoste yê xwe re bi nav û deng kirî, lê strana ji bona her kesek yarek, awaza wê a mine!
Raste, bi temena bi çûk min tenê seyda carekê dîtiye, ji wî gorbihuþtî re helbestên wî, ji ezbere xwendin, gelekî kêfa xwe xweþ bû û aferîna xwe jî, bi awirek kûr li nîvê çavên min, bi qasî nîv deqîqê meyîzekir, heya bijîm jî wate û bandora wan tîrên awirên wî ji bîr nakim!.


Hun yek ji endamên Koma Berxwedan in, gelek kes koma we nas dike, gelo Koma Berxwedan çi ye, kengî hatiye damezirandin?

Koma berxwedan di sala 1983 an de, di bin þemsiya Hunerkom de û di bin rêberiya du ewladen gelê me ên pakrewan, Þehîd Sefkan (Celal Ercan ) û Þehîd Mizgîn ( gurbet Aydin ) ve hati ye damezirandin
Koma berxwedan, di pêvajoyek wisa de hate damezirandin, mîna ku tête zanîn wê demê li tevayî welatê me, ewirên tarî mîna ewrên mirin û talanê, li her aliyê welat, komkujî û zîndan kirin serdestê her babetê jiyanê bûn!
Bi teybetî li bakurê welêt, piþtî 12 îlonê 1980, dewlata tirk û generalên xwe dîsa dixwestin ku hêviyên gelê me têk bibin... di pêvajoyek wisa de damezirandina hunerkom û Koma Berxwedan, di eniya çand û hunerê de, xwedî wateyek dîrokiye...

Em weku komek xebatkarên çand û hunerê, di dirêjiya salan, êdî bûn civat û saziyek bi temamî ji bo berjewendî û xizmeta çand û hunera gelê xwe...
Ev 25 salên buhirî, me weka Koma Berxwedan, dûrî berjewendiyên kesane, bi gelê xwe re di eniya çandê de, me ji gel girt, û strand, dîlan, wêje, þano hwd pijan û bi reng û beng, li gurî derfetên xwe ji nuh ve da xizmeta gel, em bi gel re rabûn, bi gel re daniþîn, êþ û azarên gel bûn ên me, me bi gel re rahiþte tekoþînê, bi gelê xwe re jî em bûn koma berxwedan... iþte sir û telesma vê civata me a hunerê hewqas bi hisane!

Pêwendiya Koma Berxwedan bi siyasetê re, hê rastî bi rêxistinên siyasî re çawa ye? Ev pêwendî çi bandorê li ser muzîka we dike? Muzîka we çiqasî siyasîye û daxwezên muzîka siyasî ji we tête kirin an ne? Awantaj û dezawantajên polîtîkbûna ji bo muzîka kurdî çi ne?

Keko pêwendiya me jî ev e, rastiya me jî eve, ica ka kesek ê bêje “ ez kurdim” piþt re jî bêje “ ez siyasetê nakim” ? mîna meleyê ku ji xelkê re weiz didan û digotin “ tiþtên ez bêjim bikin, lê ên ez bikim hun nekin ”... bi dîtina min navê gotina kurd, nîvê kehnya siyasetê bi xwe ye! Dîsa heger miletek xwe ji siyaset û ramanê bi dûrxîne, êdî tête wateya ku pêdiviya xwe bi azadî û doza mafê xwe re nîne! wê demê qedir û qêmeta strana min wê ci be? A nivîskarî û rojnamevaniya we ê çi be? Ez di bêjim û pê bawerim ku çawa hemu tiþtên netewên din ji bo netewbûnê hene, û çawa xetên wan ên sor hene, çawa ku berjewendiya netewan di ser her berjewandiyên din re heye, em jî girînge wisa bin! Heya azadiya welat û gelê me, ger em bêjin her tiþt ji bo xizmeta azadiya gelê me, gelo ev duruþma wê pir giran be?...

Nirxandina her babetekê bi pîvanên gerdunî, gelekî pêwîst û objektîf in!
Li min biborînin, lê xwe mecbûr dibînim bêjim ku “yaho ji hemu dinyayê re va malnexeraba siyasetê ne qusûr û her adet e, ji va bextreþên kurdan re çima ewqas qebehet e?” hêvîdarim ku þaþ neye fêmkirin, dema ku dibêjim siyaset, di her tiþtekî de siyaseta wî babetî heye, ez behsa siyaseta tevgêrî û rêxistinî a partiyên me kurdan nakim. Dixwazim balê bikiþênim ser nêzîkahiyek kurdan bi tevayî, ew jî wisa ye “ meger xwe rewþenbîr hunermend, nivîskar û serwext..hwd dibîne an jî xwe diyar dike, devê kê vebike, dibêje siyaset... aman aman.. me ger siyaseta xwe hunerî heye, aman, aman... ya weþan, çapemenî û ragihandinê heye, aman aman... xwe bi dûrxin, jê cuda bisekinin...tu îþê me bi siyasetê tune ye... ango merev lêkolîn bike, di nava cîhanê de, ji bilî (hin rewþenbîr, hunermend, ronakbîr û zanyarên kurdan). Gelo teybetmendiyek wisa merev dikare bibîne?!
Lê di baweriya min de, dil sarkirina mirovan ji raman û siyasetê, ji bo qedera miletekî mîna gelê kurd, girînge merev bide fikirandin û ponejandin!, heger çiqas kêmasî û qebihetên rêxistinên kurdan di vê yekê de hebin jî, hewqas jî a hin rewþenbîr, hunermend, ronakbîr, û zanyarên kurdan ku bi nezantî û bê berpirsar, di vê mijarê de tev digerin de jî, heye!

Birayê Mehdî, li ser pirsa te, belkî jî min hinekî fireh nirxand, divê mebesta te ji vê pirsa hanê, ne di çorçefe ya ku min bersifandî de be jî, lê belê ev mijara hanê, di rojeva hin derdoran de, bi navê rewþenbîrî, hunermendî, ronakbîrî... mîna “ merîfetekê” her tim tête dobare kirin...
Îca di meþa K. Berxwedan a 24 salan de, cihê siyaseta gel û helwesta netewî, mîna tirêja rojê eþkere ye! Di berhem û reng û bengên K. Berxwedan de, îfade ya vê yekê gelekî zelal e .! mîna li jorê me gotî, koma berxwedan weku mînaka dibîstanek hunera netewî ye, mînaka gelê kurd a yekemîn e, bi êþ û azarên gel re jiyan kirî û ji gel hîn bû ye, ji nuh ve jî, ji gel re stranên xwe gotine.... aliyekî vê meþê veþartî jî nemûmkîn e! Di reng û bengên xwe de, Koma Berxwedan, ji çar beþên welêt û bi hemu þêwe ên Kurdistanî, endam û þêwazên xwe diyarî gelê Kurdistanê kirine. Bê guman ji ber vê helwestê ye ku Koma Berxwedan di çar beþên welatê me de, di dilê cemawerê xwede cih sitandî û bandora xwe li ser bi sedan hunermend û evîndarên hunerê kirî ye!
Bi kurtî bêjim, heger muzîka koma berxwedan bandora xwe li ser nifþên ciwanan çêkirî û bi hezaran qible û berê wan daye qadên tekoþîna azadiyê, ji bo me û li gorî baweriya me, ev bandora huner û çanda gel a resen e! Êdî kî çi navî lêdike bila lê bike! Hunera ku ne di xizmeta azadî û rizgariya civakê de be, ne ji bo mirovahî û xazayiyê be, ezê jê çibikim? Eþq û evîna di bin nîrê koledariyê de kengî bûye destan gelo?
Ya rastî dezawantaja ji bo hunera me, encex dema ku siyaset ( tevayî siyaseta kurdan ) bête xetimandinê ye!
Di vê derbarê de û li ser pêwendiya jî, dixwezim bi kurtî bînim ziman, mîna hemû beþên civakê, em bawerin ku heger pêwendiyên rêkxistinên me ên netewî baþ bin, bê guman, têkliyên sazî, dezgehî û hemû derdoran jî, bi awayekî otomatîk bi pêþ dikevin, ev realiteyek xazayî ye, li hemu dinya yê jî her wisa ye....

Gelo tu bi xwe wek hunermend dikarî bi awayekî azad hunera xwe pêk bînî? Ji ber ku hemu derfetên ku hene ( tv U hwd.) di destê rêxistinên siyasî de ne?


Bê guman e, azadî utopiyek ji bo ramandin û ponijandina mirov e, di karê hunermendiyê de, di warê felsefî û sosyolojîk de tîmarkirin û xudîkirina vê itopiya yê zor pêwîste!, heger mirovek xwe di reml û xêza xwe de, di helwest û baweriya xwe de, xwe azad û zîrek nebîne û hewil nede, di serkeftina karê hunerî de divê ku gumanên merev li ser hebin! Raste, weku me aniye ziman, kirîzê pêwendiyên rêxistinên netewî, bandorek negatîf li kar û xebatên hunerî û hunermendan dike, di serî de jî, bandora ne zelaltiya siyasetek çand û hunerî a netewî ye...! ez weku mirovekî welatparêz, weku kedkarekî çand û hunera gelê xwe, ji bilî rêxistin û li baþûrê welêt hikumeta federal û saziyên me ên netewî, hemu rêxistin,hikumet, zagon... bi kurtî dewlet û pergalên wan, weku ên xwe nabînim û ji bilî xwasparî û koletiya min, tiþtekî min temsîl nakin kî! Bi hemu hêviyên xwe ên mirovatî, dixwezim her tiþt û derfetên hikumet, rêxistin, partî û saziyên ên me hebin û her tim mezin û bilind bibin! ma rumeta gel ne eve?

Kekê min, di vê derbarê de, esil zîrektî û serwextiya hunermend û zexma afirandêriyê gelekî pêwîste, heger bi rastî kesekî hunermend be û li hemberî civaka xwe, xwe berpirsiyar hîs bike, “ qet tucaran qesel û þîn-çawîr di bin lat û zinaran de namîne, kengî roj helat, ewê xwe nîþanî rû yê rojê a pîroz bide!


Ji bilî hunermendiyê, bi qasî ku dizanim karê we ê studyoyê jî heye, ev studiyo a we ye? Karê studiyo yê çawa dimeþe? Hun karekî çawa dikin, tenê ji bo hunermendên kurd e an hûn jib o biyanîyan jî kar dikin?

Keko karê studiyoyê, mîna pêdiviyekê, ji bo xebata muzîkê zor pêwîst bû, belê studiyo a min e. Em tevî hevalên xwe ên hunermend, ji dêvla ku biçên deriyên xelkê, bi derfetek azad û hesanî xebatên xwe li vir dimeþînin, her weha, ji bo ciwanên kurd ku dixwazin gavê bavêjin nav qada hunerê, bi qasî ku ji destê me tê, em alîkarî û rê nîþandinê hewil didin... bê gumane, ji ber ku studiyo ya me li gorî standart ên îro ne, gelek kom û hunermendên biyanî jî, kar û xebatên xwe li gel vê dezgeha me amede kirine û dikin, te pirsî bû û min jî bersivand, em bi her cureyê aragnje û tomarkirin nujenkirina stran û amore ve mijûl dibin... ez bi xwe jî, hemu berhemên xwe di studiyo a xwe de amede dikim...

Niha Xelîl Xemgîn ji bilî hunermendiyê rojên xwe çawa derbas dike? Tu bi çi ve mijûlî?

Birayê delal, ez jî mîna her koçberekî, ev bû ye 22 sale nikarim biçim ax, av û bayê ku ez xwedî kirim û mezin kirim e! Jiyana koçberiyê wisa ye! Di rojên min de, nîvê rojê ji mal û zarokên min re ye, nîvê din jî, ji kar û xebata min a hunerî û xwendin û nivîsandinê re ye. Ji bilî xebata hunerî, ev bêtirî du sal e, her 15 rojan carekê, di derbarê çand û hunerê de, di rojname ya Azadiya Welat de, bi xwendevanên xwe re, fikir û ramanên xwe par vedikim.

Albuma nuh kengî tê?

Kekê Mehdî, sipas bo te û hewldanên te, qet nebe, di rê ya te û vê pirsa te re, ezê bikaribim gel û guhdarên xwe agehdar bikim.
Ji berî du/ sê salan min soz dabû gelê xwe ku ezê hewl bidim her salê berhem an xebatek hunerî, bidim xizmeta gelê xwe, bi rastî jî di 2004 an de, berhema min a bi navê Zend hate belav kirin, 2005 an de, li gel hevalê xwe Diyar, xebatek bi navê Kehniya Stirana hate belav kirin...
Li gora peyama min û þîrketa produksiyonê di 2006 an, heyva tebaxê de, girînge me dest bi berhema nuh bikira! Lê gelekî mixabe, li ser pirsa gelek hevalên mîna te rojnamevan, me ji bo vê yekê agahî jî dabûn, îca wan camêrên þîrketa produksiyonê, ji ber rewþa bi aloze a piyase û bazara muzîka kurdî ku îroj tê re derbaz dibe de, her weha hinekî jî xemsarî û bê cidiyet û ne prefesiyonaltiya di poduktorên muzîka kurdî de dijîne de, bû ye sedema ku me nekarî bû bigihnin sala bihurî, ez ji niha de, li ser vê xebata nuh bi hemu hêza xwe rawestiya me, heger dîsa tiþtê ewarte der nekevin, di dawiya havîna îsal de, ez bi hêvîme ku berhema nuh, emê bigêjînin destê guhdarên muzîka kurdî.

Têkliyên te bi hunermendên din re çawa ne?

Min dikarî ji birayê xwe re bi hesanî bersiva vê pirsê bigota ( baþe! ) lê belê, min nexwestî ku ji ezbere biaxivim!
Li gorî gelek lêkolînvanan, di dîroka civaka me de, têkliyên hunermendên kurda, xuya ye ne cihê pesin û navdanê ye! Ji xwe gava merev bikaribe rewþa îroj a pergende û ji hev belav û lewaz þirove bike, wê merev bikaribe hin mînakên berê jî bawer bike!

Di baweriya min de, her pêwendî û danustan a di navbera çi însanî de be, li ser bingeh û hin pîvanan pêk têt. Hele ji bo hunermend û rewþenbîran, pêwîste ku pîvan û bingehên pêwendiya, di berjewendiya civakê de bête pîvandin... bê þik û gumane, bi armanca zexim û bilind kirina kesayeta hunermendê kurd, hevdu temam kirin û serwextkirina hevdu...
pêwendiya nav bera hunermenda, di helwest û meþa me de, pêwîstiya yekemîn e, ji ber gelek sedemên olî, kevinperestî û dagirkeriyê, di civaka me de, kesayet û kerekterê hunermend hatibû teþhîr û riswa kirin... heya niha jî, êþ û azarên vê yekê li ser milê hunermend hene, lê gelekî mixabe ku para hunermend jî di vê yekê de heye! Îþte pîvan û bingehên têkiyên hunermenda di vê xelekê de gelekî watedare! An jî, mirovekî ji bo berjewendiya xwe a þexsî,derketî di holê de. Bi çi temenê dibe bila bibe, tenê dixweze navê xwe belav bike, nexemên xwe ên gel û civakê hene, ne xemên xwe ên resena hunera kurda heye, ne qedir û qêmeta gel, civak, netew, kurdewarî û berpisiyartî heye... ketî nava pêlên popilîzmê, dibêje hemen ( bavê vê dinayê ezim, ez di ser her hêz û raya vê gelî re me, piþtî min bila dinya tune be, girînge ez hebim û daku hebim, ji xeynî min jî kesekî din girînge tunebe...) gelo ezê ji pêwendiyek wisa bê prênsîb çibikim? Bi baweriya min, pêwendiya herî bi wate, ewe ku merev di pêwendiyê de nirxên paþerojê biafirînê ye! Birastî bêjim kekê Mehdî, tengasiyek min a pêwendiya nîne, ji çi fikir û ramanê dibe, bila bibe, li ser bingeha van pirênsîbên ku me li jorê dane xuya kirin, em çi bi kesane, çi bi sazî, ji bo hemu hunermendên kurd, kurdistanî, navnetewî, xwe vekirî û hemdemî dibînin....

Gelo hun difikirin rojekê serdana Kurdistana federal bikin. Li wir konsera bidin... fikrên we ên li ser Kurdistana azad çi ne? Bi teybetî hûn xebatên hunerî a li wê derê çawa dinirxînin?

Fikrên min li ser kurdistana azad, mîna ên her kurdekî ku bi hîs û hestên xwe ên netewî xwe weku însan û mirov hîs dike ye. Destkeftiyên li vî beþê welatê me, weku destkeftiyên gelê kurd dibînim û pê evîna xwe a netewî avdidim...
Di vê pêvajo ya dîrokî de, li ser qeder û paþeroja gelê kurd, hem fersendên gelekî mezin hene, hem jî xeter û tehluke yên dijwar hene! Wekû xizmetkarekî çand û hunera gelê kurd, mîna her welatparêzekî, Hêviyên min ji rêvebiriya Kurdistana federal hene.
Neyarên gelê me mîna her carê, ji bo pelçiqandina hêviyên kurda, di nava hewildanên bê rawestan de ne, hemu derfet û hêzên xwe xistine nava rewþa ewarte, mîna ku sed sale dagir kirina welatê me têra wan nekirî!, îroj di pirênsiba siyaset û dîplomasiya navnetewî de, çevsorî û heqaretên mezin li gelê me dikin, di serî de dewleta tirk, îrana eceman û sûriyê, ji bo pêncî milyon kurd, nefesek azadiya gelê me li baþûrê Kurdistanê, ji xwe re xeter dibînin!....

Dîrokê bi însanitiyê daye hînkirin ku merev li hespê xelkê siwar be, merev her tim weku peya ye! Bav û kalên me, bi dirêjiya sed salan þaþiyek wilo kiribûn!
Ji bo dost, raste dost be, ji bo dijmin jî eþkere hoþt be, merceyek netewî gelekî pêwîst e, em kurd çi dikin, bikin, êdî çareya me di yekîtiya gotin, hêz û merîfetek netewî de ye, heger em dixwezin dostên me bi me re dost bimînin, heger em dixwezin neyarên gelê xwe bidin rawestandin, heger em dixwezin destkeftiyên xwe biparêzin.... rêveberiya kurdistana azad, di vê mijarê de girînge va rola xwe a dîrokî bileyîze!.... di baweriya min de, þert û mercên avakirina merce yek wisa jî, heya dawiyê heye û xwe ferz kirî....iþte hêvîyên min jî ev bûn!...

Kekê Mehdî: ji bo çûna Kurdistana azad û dayîna konseran, dikarim çend tiþtan bi kurtî bêjim. Belê gelek caran dexwazî di vê derbarê de hatine û hîn jî berdewam in, hin caran demên ku dexwaz dihatin, ez ne vala bûm, gelek caran jî, orgrnîzeyên bi rêk û pêk ne diyar bûn! Weku mînak dibêjim niha
“ camêran wê telefon ê vebikin û bêjin, ka tu çima nayê konsera çênake? Tu dibêje heyran kanî orgenîze, tevgêr kirin? Hevalên min ên muzîsiyen hene, girînge pilansaziyek hebe...? karekî prefesiyonal pêwîst e? Ew dibêje hema tenê tu were û her tiþt li vir heye...”
Ev aliyek, aliyê din jî, hin kesayetên xwe li europa yê berpirsiyar dibînin, hin caran hewildan kirin, hêþtin ku baweriya mirov lewaz bi be!
Yanê dixwezim bêjim, heyran hemu gelê kurd nasnameya min dizane, îca pêdiviya xwe bi awayekî din nîþan bidim heye gelo? Ji xwe, ne ji pirênsîba min e, weku xebatkarekî çand û hunera gelê xwe, min di jiyana xwe de, ji bo bernameyekê, þahiyekê, konserekê... rica û mineta xwe nekirî û nakim, bila þaþ ne ye fêmkirin, yanê tucaran li ber kesan nagerim û feryad jî nakim! hele hele, gava di meselê de, ji aliyê hin kesayet, an derdora ve hesabên siyasî hebin! Hele gav ku hin “ kesayet dibêjim” ji bo polîtîkayên rojane bixwezin hunermendan bi kar bînin de! { X. Xemgîn, li yaqî tu kesî nabîne ku bi karên wisa rabin, û li yaqî xwe jî nabîne ku ji bo berjewendiyên kesane, wisa bi çûk tev bigere...}
Bi rastî ji bilî wan pirênsîbên li jorê min dane xuya kirin, dexwazên min bê gumanin, helbet mîna her hunermendekî, li wê derê guhdarên me jî hene, ji bo berdewama xebata xwe, ji bo min, guhdarên min qedir û qêmeta herî pîrozin!
Ji bo nirxandina xebatên çand û hunerê li baþûrê kurdistan, bi çend hevokan dikarim bînim ziman.
Bêgumane, di warê dîrokî û rewþenbîrî de, tore û wêje ya li vî beþê welêt, xezîneyek dewlemend û di tevayî çand û hunera kurdan de xwidî rola bingehîne... îroj jî, li vî beþê welatê me gelek pispor û hunerjen ên me hene.. reste temena azadiyê hîn teze ye, lê zexma mêrasê ku heye, hîn xwe diyar nekirî. Ez di baweriya hewildanên perwede yê dame, hunera ku îroj li wê derê tête îcra kirin, piranî, xwe ji bandora teqlîd û kopiya piyase ya tirkan û fersan azad nekirî, mantik û aso ya ku tête diyarkirin, bandora derdorê, ji ya mêrasa gel bêhtire! Ez vê rewþê wekû biyantî û modeyek bê bingeh û kurte demî dibînim, esil pêwîste di perwerdeyê de, vegera ser resena çand û hunera gel bibe û li gora wê bête moderînize kirin!....

Tevî derfetên hêja jî, di van çend salên dawiyê de, li vî beþê welêt, pêþketina erebêska tirkan, û menemkolîktiya muzîka fersan, îcirakirina hunera bê pirênsîb û aso ya afirandina wan kilîp ên heroj di ekranan de têne weþandin...
Bê gumane pejirandina vê yekê ne mumkîne!

Gava hin berheman temaþe an guhdar dikim, ji xwe re dibêjim “ heger gorbihuþtê Hesen Zîrek, Tahar Tewfîq, Elî Merdan, Hesenê Cizîrî, Meyrem Xan, M. Arif û îsa Berwarî þiyar bibana û ev rewþa hanê bidîtana, gelo wê çiqas xemgîn bibana?”...
Lê dixwezim balê bikþînim ser xalek din jî, ku gelek dengxweþ û hunermendên hêja û bi hêvî jî, hene û hewil didin ku vê rewþê biguhêzin....

Hozan Shan is offline  
Eski 23-06-2007, 11:38 AM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jun 2006
Mesaj: 191
Üye No: 4787
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 773
Rep Puaný : 77004
Rep Derecesi
Eziz has a reputation beyond reputeEziz has a reputation beyond reputeEziz has a reputation beyond reputeEziz has a reputation beyond reputeEziz has a reputation beyond reputeEziz has a reputation beyond reputeEziz has a reputation beyond reputeEziz has a reputation beyond reputeEziz has a reputation beyond reputeEziz has a reputation beyond reputeEziz has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Sipas Heval.

Eziz is offline  
Eski 23-06-2007, 11:46 AM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Dec 2006
Konum: Malamýn(47)
Mesaj: 965
Üye No: 49342
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6135
Rep Puaný : 613313
Rep Derecesi
akresi47 has a reputation beyond reputeakresi47 has a reputation beyond reputeakresi47 has a reputation beyond reputeakresi47 has a reputation beyond reputeakresi47 has a reputation beyond reputeakresi47 has a reputation beyond reputeakresi47 has a reputation beyond reputeakresi47 has a reputation beyond reputeakresi47 has a reputation beyond reputeakresi47 has a reputation beyond reputeakresi47 has a reputation beyond repute
Varsayýlan


zor spas heval...

__________________
akresi47 is offline  
Eski 23-06-2007, 11:57 AM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2007
Yaþ: 26
Mesaj: 5,054
Üye No: 78744
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 26414
Rep Puaný : 2640754
Rep Derecesi
stranki_be has a reputation beyond reputestranki_be has a reputation beyond reputestranki_be has a reputation beyond reputestranki_be has a reputation beyond reputestranki_be has a reputation beyond reputestranki_be has a reputation beyond reputestranki_be has a reputation beyond reputestranki_be has a reputation beyond reputestranki_be has a reputation beyond reputestranki_be has a reputation beyond reputestranki_be has a reputation beyond repute
Varsayýlan


zor spas paylaşım için

__________________
stranki_be is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Rengîn û xemgîn 1-2-3-4-5 mezopotamyalim-47 Çiroken Kurdi 5 29-09-2007 02:31 PM
Xelil Xemgin Ersin Sanatçý Tanýtýmlarý 3 05-06-2007 06:01 PM
Xelil Xemgîn Dengê sazamin rojhýlat73 Kürtçe Lyrics 4 23-02-2007 08:25 PM
Diljarê Xemgîn mezopotamyalim-47 Helbesten Kurdi 8 14-01-2007 04:07 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 03:59 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.