|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Serokê Tevgera Sadrê Muqteda Sadr topbaranên arteşa tirk ya li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir û karekî xirap û xeter diyar kir.Ragihand ku ew erkê ser mile wan e ku berevaniya gelê kurd bikin û weha got:"Em ji topbarankirinên hêzên arteşa tirk li ser axa Iraq 'Herêma Kurdistan'ê re bêdeng nabin." Sadr gefên operasyoneke leşkerî yê arteşa Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê ragihand ku ew dijî wê hewlêne û got. :"Em ji topbarankirinên hêzên arteşa Tirkiyê li ser axa Iraq 'Herêma Kurdistan'ê re bêdeng nabin." Sadr ragihand ku ew piştgiriya gelê kurd dikin û weha berdewam kir:"Gelê kurd beşeke li Iraqê û erkê ser mile me ye ku berevaniya wan bikin.Gelê tirk jî hevalên me ne û rêz li serkirdeyên wan digirin.Em amadene ku ew pirsgirêkan bi riyên diyalog û aşitiyane ve çareser bikin." 30 kursiyên Tevgera Sadr di Parlementoya Iraqê de heye.Tevgera Sadr li ser lîsteya Îtîlaf(Hevpeyman)a Iraq ya Yekgirti ye. Wek tê zanîn di ew rojên dawî de arteşa tirk navçeyên sînor yên Herêma Kurdistanê bo bahaneya hebûna çekdarên PKK-ê bombebaran dike.Ew bombebarana arteşa tirk gelek zerer û ziyan gihand xelkê wê navçeyê.Arteşa tirk hêzên xwe bi çekên giran ve li ser sînorê Herêma Kurdistanê zêde dike û gefan li Herêma Kurdistanê dixwe. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.