Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS





 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 27-05-2007, 12:51 AM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2007
Konum: Nizanim
Yaþ: 100
Mesaj: 4,098
Üye No: 73562
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 21312
Rep Puaný : 2130610
Rep Derecesi
newalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond repute
Post Newala Qesaba

Bajara Sêrtê, berî 40-50 salan bajarek piçûk bû. Di xilazya rasta bine bajêr da, girekê gelek ne bilind belê berwarî dest pêdikir. Bajar di palê vî girî da cî girti bû. Ji serê vî girî, mirov dikarîya bajar bi temamî kontrol bikira. Li serê gir meqerê esker cî girti bû. Ev meqer bi temamî hakimê bajêr bû û bajêr kiri bû bin qontrola xwe.Di rasta binê xilazîya gir da, çend xanî hebûn. Yek ji wan xanîyan jî mala walî bû. Xanîyê walî li hindava Þêx Wefa, li serê qoqikekî (pozikekî) bû. Rîya ku ji Dîyarbekir, Wan, Batman û Bedlîsê dihat û diket nav bajêr, di binê qoqik(girik) da parîkî pozê girik qet dikir û derbaz dibû. Di binê rê, di nava rastê da jî darekê pir mezin ku bi sedsalan kevnar bû, bi heybetî cih girti bû. Gumbeta yanî qebra Þêx Wefa li bin vê darê bû. Roja înê pir Sêrtî dihatin ser gumbeta Þêx Wefa û dûa dikirin. Bihar û havînan jî Þêx Wefa bibû cîyê seyrangehê. Pirr kes dihatin ser Þêx Wefa, li bin sîya darê bi zarok û zêçên xwe va rûdiniþtin, xwarinan dixwarin, roja xwe bi kêf û sefa derbaz dikirin. Ji darê wêdatir dîsa 4-5 xanî hebûn. Di xilazîya xanîyan da kanîyek hebû. Jê ra digotin "Kanîya Þêx Wefa". Ji kanîya Þêx Wefa heta xanîyê hikûmatê di binê cadê da tu xanî nebûn. Heta serê berjêrê ku diçe ser çemê Botan deþtek vala bû. Xaniyê hikûmatê di xilazîya rastê da li piþta cadê bû. Yanî li milê rastê bû. Hawîdorê xanîyê hikûmatê vala bû, xanî nebûn. Jê wêdatir hin xani û dikan hebûn. Bi qasi 200 mîtro ji xanîyê hikûmatê wêdatir, hevrazê girê ku bajar di palê wî da bû sûk û dikanan bi teybetî dest pêdikir. Tam di xilazîya rastê da, ciyê ku niha Özgen Palas Otelî û dikan û liqunte tê da ne qiþleyek esker hebû. Belê ev qiþle biçûk bû. Qiþla mezin li xilazîya Sêrtê serê milê bû û jê wêdatir bajar ne bû.
Niha xanîyê walî di nîvê bajêr da maye. Ji xanîyê walî virdatir tu xanî ne bûn û ew erd û ax dihat cot kirin. Genimek zaf delal diket wê rasta bê ser û ber ku li ber Sêrtê bû. Rast heta Serê Qesrikê û binê gundê Ciwanika û ber gundê Eyberan dom dikir. Ji serê Qesrikê virda newal û girik çêdi bûn. Serê Qesrikê navê girikê hafa Sêrtê bû. Piþtî salan, li Serê Qesrikê hê ku mirov dernediket hafa Sêrtê, xanîyek hat avakirin. Ev xanî xistibûn benzînxane. Di wê demê da motor tinebûn ku mirov wek îro benzînê bikþîne, bixe depoya ereban. Bîdon ango fiçîyên pirr sitûr û mezin hebûn. Benzîn, mazot û qazyax di wan fiçîyan da bûn. Ji wan bîdonan, bi tenekeyên dev vekîrî mazot û benzînê dixistin depoyê kamyonan. Wê demê teksî û dolmîþ ne bûn. Kamyonên Auston, Þawrolet, Doc û ên din hebûn. Paþî ji bo kiþandina benzînê motorên bi qeweta dest û milan dihatin zivirandin derketin. Dema depoyê qamyonan tijî menzîn an jî mazot bikirin, mecbûr qulpê(milê) van motoran badidan, dizivirandin.
Niha serê Qesrikê jî mayê di nava bajêr da. Niha Sêrt hatîye heta ber Çemê Kezer. Barnês û Sêrt bû ye yek. Barnês ji Sêrtê 10 km dûr bû û berî 30 salan li wê ji bo mêjî þûþtina -asimilasiyona- zarokên Kurd dibistana mecanîya heremê -Yatili Bölge Okulu - hate ava kirin. Çemê Kezer di binê Barnês da derbaz dibe û erd û axa Barnês pirr dewlemend û bi bereket dike.
Meydana balafirê li deþta Kezer û Erbinê, li hêla gundê Hacîhoz hatîye çêkirin. Qereqola Barnês jî, ji serê girikê piþta ceda Sêrt-Bilîs-Dîyarbekir û Batmanê, ji cîyê xweyê kevin rabû ye, hatîyê nava rastê cem meydana balafirê, cîyê herî xweþik û giranbiha girtî ye. Li her bajarî eskerîye cîyê her tim qenc û giranbiha girtin e. Li Sêrtê jî wisa ye. Li Sêrtê berî salan eskerîye li xilazîya bajêr, li serê milê bû. Dema bajar dest bi mezinbûnê kir, eskerîye jî hat deþta navbera xanîyê walî û Serêqesrikê. Dema esker hate cîyê niha, ev ciyê qenc, ji bajêr parîkî dûr bû û bajêr qontrol dikir. Berpirsîyarên eskerîyê û dewletê bawer dikirin ku eskerî parîkî ji bajêr dûr bimîne tê ew ji dervayê bajêr, bikaribin bi hêsanî bajêr kontrol bikin û di teklîhevîyek da xwe qenctir piparêzin. Belê niha ew jî mane di nava bajêr da.
Berî sala 1950`yan ava Sêrtê nebû. Di bajêr da sê-çar kanî hebûn. Kanîya Þêx Wefa, li taxa Babilderbê kanîya Mizgefta Babilderbê, li Taxa Cembê kanîya Sorê û li nêzîkî serê milê, bindestî eskerîyê jî kanîyek din hebû. Belê ev kanî pirr hindik av jê dihat. Esker ava xwe ji kanîya Þêx Wefa dibir. Dema mirov diço ser kanîyê erebeyên hespan ên esker li ser kanîyê bûn û eskeran her tim fiçîyên xwe ên avê tijî dikirin. Dora kanîyê tijî hesp û erebe bûn. Cuwarê hespan di serê wan da êma (ka û ce) xwe dixwarin. Rê nebû ku mirov cengek av vexwe. Ji vî qasî sivîl kêm diçûn vê kanîyê avê. Kanîya ku sivîl diçûn ser, kanîya Babilderbê û kanîya Sorê bûn. Ava van kanîyan jî tim Þorik bû. Hin bîrên din li malan hebûn, ava van jî Þor bû, nedihat vexwarîn. Bîrek li hewþa mizgefta mezin jî hebû. Belê ava vê bîrê jî Þor bû. Dema mirov li mizgeftê destmêj digirt û dest û rûyên xwe diþûþt, ger peþkek an dilopek av biket çavên meriv, çav pir diþewitîn. Niha Mizgefta mezin jî peliþandine. Cîyê mizgeftê dibe çî, bi rastî ez nizanim.
Me gundîyan fêkîyên xwe bi ker û hêstiran dibirin Sêrtê. Zoqeydî, Cemzerqî û Babosî dexil û fêkîyên xwe bi extan(1) tanin Sêrtê. Wê demê ez zarok bûm. Zarokên Sêrtîyan ji me zarokên Kurdan ra digotin: "Helew Þîrîn e, Kurmanc dîn e." Li Sêrtê sûka helewçîyan hêbû. Li vê sûkê pirr dikanên helewçîyan hebûn û helev çêdikirin. Helewa dimsê û helewa þekir çêdikirn. Me pirr ji helewê hezdikir. Dema em diçûn Sêrtê, miheqeq em diçûn dikana Hemedê Helewçî û me bi 5 an ji bi 10 quruþ nan û helewê dikirî, dixwar. Kîloya helewê bi mecîdîyek(2) bû. Bi rastî kêfa Kurdên gundîyên Sêrtê zaf ji helewê ra dihat. Di dikanên helewçîyan da penîr, jajî û sîrik jî dihatin firotin. Sîrik, penîrê hûrê sîrik kirî bû. Sîrik û penîr nîvî li nîvî bûn. Dema zarokên Sêrtîyan ji me zarokên gundan ra digotin "Helew Þîrîn e, Kurmanc dîn e." Me jî ji wan ra digot: "Sîrik Þor e Sêrtî Kor e." Zarûkên Sertîyan ji vê gotinê pirr diqehirîn. Ji bo ew bajarî bûn û em gundî bûn, ew Ereb, em Kurd bûn, kêfa me ji hev ra nedihat. Bi rastî ne ku kêfa me ji wan ra nedihat, kêfa wan ji me ra nedihat. Ji bo çi wan ji me an jî me ji wan heznedikir, bi rastî ez nizanim. Pêwist bû me ji hev hezbikira. Em jî, ew jî kêmketî bûn. Ew her çiqas jî bajarî bûn û xwe ji me mezintir dihesibandin, dîsa jî em her dû alî jî wek hev kemketî bûn. Me û wanan carnan jî li hev dixist. Ger em zarokên gundî zaf bûna, wana belayê xwe li me ne didan. Belê em yek an dû zarûk bûna û kesên mezin bi me ra nebûya, li me dixistin. Dema me li hev dixist, adetê Sêrtîyan bû, mezin û biçûk kî dihat li me dixist. Bi dehan zarûk li ser û guhên me dicivîyan û herkes derba xwe davêt me. Ji hev ra digotin: "Viribû, viribû, evî Kirdî!.. - Lêxe, lêxe, ev Kurde!.. " Zarûk an jî hin zilamanên gelaþ, dema vî dengî his dikirin, bazdidan, dihatin cîyê þerr, "tep û rep" li ser û guhên me dixistin. Kesên mezin dihatin alîkarîya zarûkên Sêrtiyan dikirin. Carnan hin kesên mezinê bi wicdan û xêrxwaz hebûn, dihatin me ji hev vedikirin. Bi pirrani ewan me perîþan dikir. Bi rastî em parîkî jî ji zarûkên Sêrtîyan ditirsîyan, ji bo ku tim û tim em diçûn bajêr û ew ne dihatin gund, rîya me bi ser wan va bû. Anî ew xancî û em jî yolcî (rêwengî) bûn. Me ji wan kêm dikiþand. Dema firsend biket destên me, me jî evd û gerewa xwe ji wan qenc hiltanî.
Bi rastî di wê demê da li Sêrtê pirr kesên kor hebûn. Hêja jî pirr kesên korê kal hene. Anî ji kesên wê demê ku niha kal bûne û hê li Sêrtê dijîn, di nav wan da hê kor pirrin. Wê demê li Sêrtê nexweþîya çavan hebû. Trahom pirr bû. Ava þîrîn jî li bajêr ne bû. Ava þor nexweþanîya çavan xirabtir dikir. Pirr zarok, dema çavên wan bi êþê diket û mecbûr bûn ava þor biemilînin û dest û rûyên xwe bi ava þor biþon, ava þor diket çavên wanê êþayî û êdî çavên wan qenc ne dibû û kor dibûn. Me ji zarokên Sêrtîyan ra digot "Sîrik þore, Sêrtî kor e." belê Sêrtî ne ji sîrikê kor bûn, ji tirahom û ava þor kor dibûn. Iro ev nexweþanî rabû ye û ava Sêrtê jî pirre. Ji sala 1952`an vir
da þor nîne. Di sala 1952`an da ji Çemê Botan av anîn Sêrtê.
Ewil di her zaboqî da kanîyên av mijandin û kiþandinê çêkirin. Wek borîyên zaf sitûr danîbûn û qulpekî ku radibû û rûdiniþt di nava borîyê da bû. Mirov bi destek vî qulpî hiltanî û datanî yanî bi jor va hildida û bi jêr va berjêr dikir. Evê borîyê jî avê jidîyayî dikiþand. Av ji kanîyê dihat û miiov bi destê din firaqê xwe li ber avê digirt, tijî dikir. Ev kanî, kanîyên pimpan bûn. Paþî ew kani rabûn û kanîyên din ên bi çirikê, dîk kirî (çirav-qurne) hatin çêkirin.
Wê demê heykelê Mistefa Kemal li Sêrtê nebû. Ez bawerim heykelê Mistefa Kemal piþtî sala 1960`àn hat çê kirin. Heykel li binê gir, di xilazîya rastê da, li cîyêk ku kesê here nava bajêr mecbûre di ber da derbaz bibe, hatîye danin.
Dema heykel hat çêkirin min dixwend û ez ji bajara Sêrtê dûr bûm. Belê piþtî heykel hat danîn, pirranîya kesên wê hêlê tiþtek wiha nedîtibûn, mabûn ecêb û matmayî. Pirr mesele û metelok li ser vî heykelî tê gotin. Ez dixwazim çend ji wan meselan li vir binivisînim.
Li gundê me mirovek pirr xweþik hebû. Xwedê wî birehma xwe þabike, navê wî Resûl bû. Merivek kal bû. Hevalê babê min bû. Piþitî 70 salîya wan, wî û bavê min xwestin esker. Ji bo di dema Osmanîyê da bi salan eskerîya eþîretan û Alayîyên Hemîdîye kiribûn, dewleta nû a cumûrîyetê eskerîya wan qebûl ne dikir û digot bila car din herin eskerî bikin, perwerdîya eskerîya Kemalîstî fêr bibin. Bavê min qise dikir ku ewi 15 sal zêdetir eskerî kiri bû, ketibû Þerrê Cîhanê ê Yekem, wî biribûn Þerrê Balkan, belê ew ji hêla Anedolê revîya bû. Çend car ji esker revîya bû, ewî jî nizanîya. Di Alayên Hemîdîyê da eskerîya eþîrtîyê kiri bû. Digot ku kumandanên wan Simeîlê Mamê û Cemîlê Çeto bûn. Carnan dibû eskerê Simaîlê Mamê Elê û carnan dibû eskerê Cemîlê Çeto..
Min ji Resul ra digot Kirîvê Resûl. Min nizanî bû malbata min û wanan kengê kirîvatî danî bûn, belê me bi kirîvatî mêze hev dikir. Belkî kirîvatîyek pirr kevin be di navbera malbatên me da. Pirr navên Kirîvê Resul hebûn. Navê dîya wî Dirrê bû. Ji vî qasî gundîyan jê re digotin "Resulê Dirrê." Hin kesan digot "Resulê Ehmed". Kesên ji gundên Hingêz, Gundo û Kikan jê ra digotin "Resûlê Gobel." Guhên Kirîvê Resûl bel nebûn. Ez nizanim çima jê ra wiha digotin.
Dema gundîyên me diçûn Sêrtê, xwe wisa eyar dikirin ku sehûra serê sibê, kazibê digihîþtan bajêr. Irase(3) sibê zû vedibû. Piþtî nimêja sibê tim dikandarî dihatin irasê. Li ber irasê mizgefta mezin hebû. Pirranîya dikandarîyan dihatin mizgeftê, nimêj dikirin û ji mizkeftê derdiketin, dihatin irasê. Gundîyan jî fêkîyên xweyên terr û hiþk, dexil, rûn, qelî û tiþtên din ji bo firotinê zû tanîn iraseyê, cîyek qenc ji xwe ra digirtin. Mêmil(4) hebûn, malê gundîyan difrotin. Di irasê da cîyê her mêmilek kifþ bû. Mêmilê gundîyên me Hiseyno, Sedîqo û Cemîl Xayîno bûn. Mêmilê min jî ewil Cemîl Xayîno di dû da Sedîqo û di salên paþî da jî Hiseyno û kurê Hiseyno Kendo bûn. Fêkîyê kî heta tavdanê nehata firotin ji rûmetê diket û çend quruþ erzan diçû. Dikandarîyên keysteng bi zanebûn heta tavdanê tiþtek ne dikirîn. Dema irase nêzîkî valabûne dibû, dihatin û fêkîyê me erzan dikirîn.
Kirîvê Resul rojek diçe bajêr. Dixwaze di demê da bigihîje irasê û fêkîyê xwe parîkî biha bifroþe. Dema digihîje bajêr mecbûr di ber heykelê Mistefa Kemal da derbaz dibe, dibîne mirovek wek mêrê þevê li wê sekinî ye. Silav lê dike. Belê mirov silava wî lê nazivirîne û di mine bê deng. Çend car silav lê dide, deng ji mirov dernakeve. Gundî ji paþ va tên, digêhîjin Kirîvê Resûl. Kirîvê Resûl berê xwe dide gundîyan û dibêje :
- Ez çend care silav li vî sebabê kurê sebaban dikim, belê ev kûçik bav silava min nagir e û deng nake. Ev ne Misilmane, kafire, çî ye?..
Gundî wezîyetê ji Kirîvê Resûl ra qise dikin û wî bi xwe re dibin.
Rojek gundîyek dema wî heykelî dibîne pirr di qehire û kevirek ji erdê hiltînê hicûmî dike.
Dibêje:
- Hey Sebabê kurê sebaba! Te kokê me ji binî rakir. Me dizani bû ku tû mirî. Kuro em nikarin ji te xilaz bibin. Tu dîsa hatî welatê me, çi ji me dixwazî?..
Kevir davêje qafê wî. Polos, gundî digirin, dibin dadgehê. Gundî derdikeve mehkemê. Hakim dibêje:
- Te ji bo çî heqaret li Mistefa Kemal kir?.. Te hicûm dayê û kevir li qafê heykelê wi xistî ye...
Gundî dibêje:
- Haþa hakim Beg!.. Ez çewa dikarim hekaret li Mistefa Kemal bikim?. Ji min zêde ye...

Hakim dibêje:
- Te bi kevir hicûmê wî kirî ye.
Kevir li serê wî xistî ye. Ma ev derewe?..

Gundî wiha bersiv dide:
- Hakim Beg, ne derewe, belê ji te ra ne rast qise kirine! Min xwest ez qencî pê ra bikim. Ma vî zemanî qencî dibe xirabî?.. Ez dibînim ku vî zemanî qencî jî nema ye... Min hicûmê Mistefe Kemal nekir. Çivîkek li ser serê wî danî bû. Tê pê va çîrt bikira. Min kevir li çivîkê da ku bi serê Mistefa Kemal va çîrt ne ke, serê Mistefa Kemal nebe bi çîrt, pîs nebe. Baþe çivîkê bi serê Mistefa Kemal va çîrt bikira, tê polosa çivîkê banîna mehkemê, an jî tê polosa wê çîrtê biþûþtan, paqij bikiran?.. Polos qencîyê jî dikin xirabî!...
Hakim jî gundî serbest berdide.
Li Sêrtê cejna Cigûrê(5) pirr bi rûmet tê pîroz kirin. Sêrtî xwarinên bi tam û lizet çêdikin. Xwarinên þêrîn, celeb celeb tên amade kirin. Baqlewe, qedayîf, esîd, hewdel, helewoka dimsê û ên din. Belê xwarinekê pirr bi nav û deng heye ku di her malî da tê amade kirin. Navê vê xwarinê Zimbiloq e. Zimbiloq, ji sicûqan anî ji rîvîyên (rodî-rovî) pez ên helal tê çêkirin. Nava rîvîyan tijî birinc, filfil û qerenfîl dikin û dipêjin. Dema em zarok bûn, roja cigûrê diçûn Sêrtê, li nav malan digerîyan û me xwarina dicivand. Ji xwarina tev, me ji zimbiloqan hesdikir.
Roja cigûrê yekê Sêrtî mêze dike herkes li mala xwe xwarinên xweþ dixwe, belê heykelê Mistefa Kemal li nîvê meydanê sekinî ye. Ji xwe ra fikir dike ku ev mirov birçî ma ye. Diçe mala xwe, zimbiloqek dirêj tînê, dike sitûyê heykelê Mistefa Kemal. Sibê hin kes dibînin, xeber didin polos. Polos silmek tînin datînin ber heykel, derdikevin ser silmê û zimbiloq ji sitûyê Mistefa Kemal derdixin.
Dema cejnên netewîyên Tirka, karbidestên bajêr, esker û kesên din li pêþîya heykel kom dibin û cejna xwe pîroz dikin. Çîçek û kulîlkan datînin ber Heykelê Mistefa Kemal, axaftin dikin, pesnên xwe û ên Mistefa Kemal didin, heta ji wanan tê wî bilind dikin, pê kubarî dikin û her wek serketinek pirr mezin kirine dest bi ser û poz bilindî diçin malên xwe. Di cejnekî Tirkan da yekê gundî diçe Sêrtê û dibîne ku gelek kes li dor mirovekî li jor sekinîye kom bûne û qirika xwe di çiritînin axaftinan dikin. Ew jî diçê ji dûr va temaþe dike, belê ji bo bi Tirki nizane ji axaftinên wan tiþtek fam nake. Piþtî demek her kes bela dibe, diçe mala xwe. Mamosteyek Tirk bi navê Bînalî Seferowlu ku li dibistana mamostan li Sêrtê Mamosteyî dike, tê cem û ji gundî di pirse:
- Te demekî dirêj guhdarîya insanan kir. Gelo te çî fam kir?
Kesê gundî heykelê Mistefa Kemal nîþan dide û wiha dibêje:
- Ma ezê belengaz çi fam bikim. Tu dibînî, ev mirovê ha derketî ye ser cîyek bilind sekinîye û xwe qed nalebitîne. Insan li dorê kom bûn. Hin gîya û çilo anîn danîn ber. Pirr kesan berê xwe dan vî mirovî û mijûl bûn. Hin xeberan ji vî mirovî ra gotin. Belê min fam nekir çî gotin. Dengê wan bilind bû û xwe di qehirandin, aciz dikirin. Belkî xeberên ne qenc jî ji vî mirovî reben ra digotin. Belê evî mirovî belengaz qet dengê xwe dernexist. Gelo ev mirov lale an kerre?.. Ew kesên kom bibûn, dîsa çûn malên xwe. Ew mirov ma li vir bi tenê...
Mamosteyê Tirk jî, vê serbihorîya xwe di civînek da qisedike. Gilîya wî dikin. Momeste davêjin girtîxanê. Di mehkema diduwan da hakim ji mamoste ra dibêj e:
- Heker tu inkar bikî û bêjî "Min tiþtek wiha negotîye." Ezê te berdim.

Mamoste jî ji hakim ra dibêj e:
- Wele ez înkar nakim. Ma min gotîye gîya û çilo danîne ber Mustafa Kemal. Mêrikê gundî got. Eker sûcek hebe, herin gundîyê ku gotîye bibînin, ceza bikin.

Mecbûr hakim wî di vê mehkemê da jî bernade. Piþtî demek ku mamosteyê Tirk ji girtîxanê derdikeve wî ji Sêrtê sirgunê qezayê Mûþe Bilanixê dikin...
Bajara Sêrtê niha pirr mezin bûye. Ji alîyê rîya Bedlîs, Dîyarbekir û Batmanê va gihîþtî ye ber çemê Kezer. Berî 50 salan ji xanîyê walî û virda qet xanî nebûn û ew erd û ax tim genim, ceh, nîsk û kizin bûn. Di dû da li serê Qesrikê xanîyek ji bo istasyona benzîn, mazot û qazyaxê hat avakirin. Ji serê qesrikê ba istasyona benzînê newalokek dest pêdikir. Li wê newalokê niha cîsekna otobosa heye. Otobosên ku di navbera bajaran da kar dikin, li wê disekinin û ji wê radibin. Newalok berjêr diço û kûr dibû ya. Rîya Bedlîs, Batman û Dîyarbekirê di newalokê da derbaz dibû. Newalok fetlek çêdikir. Fetil li serê berjêrê newala Sarincê xilaz dibû. Di xilazîya berjêrê newala Sarincê da fetlêkê din dest pêdikir. Di nîvê fetlê da newalek kûr hebû û pirikek li ser newalê hatibû çêkirin. Newalokek jî, ji serê Gorîjoka derdiket û diket ser vê newala kûr. Ev nawalok tev diketin ser hev û dibûn þaxek ji Newala Qesaba. Bi rastî newala Qesaba ji girên navbera Sêrt û Tilo derdiket û bi alê çemê Kezer va fetlo fîlo dibû, di binê gundê Fiskin û Degala da diçû, li navbera Gundênû û gundê Serpirê diket ser çemê Kezer. Newalên ku ji serê Qesrikê, ji fetla Sarincê û serê Gorîjoka derdiketin û diketin serhev, þaxêk ji newala Qesaba tanîn meydanê. Belê kesên ku gundê wan li hêla Kurtalan, Baykan, Qubîn, Xerzan û Qabilcevz bûn û ji hêla serê Qesrikê va diçon Sêrtê, vî Þaxê Newala Qesaba, heqîqî Newala Qesaba di hesibandin. Bêlê þaxê mezin ji navbera Sêrt û Tilo derdiket. Newala Qesaba newalek kûr, bi tirs û saw bû.
Dema ez zarok bûm me fêkîyê xwe bi ker û hêstiran dibir Sêrte.
Zivistanan jî, me dara dibir li Sêrtê difrot. Havînan em sibê zû digihîþtin irasa Sêrtê û zivistanan jî piþtî nîvro digihîþtin bajêr. Me zivistanan barê dara li nava bajêr û li nava mihelan digerand, darên xwe difrot û tembîhên ku li me hatibûn kirin tanîn cî, tiþtên ku lazim bûn dikirî. Ew þev diman li Sêrtê. Dora rojê zû em diketin rê, diçûn gund.
Em li Sêrtê li xanan diman. Gundîyên me li xana Xelîl Hindo diman. Me 10 kuruþ heqê xanê dida. Heywanên me li menzela binî diman. Li ser cîyê heywanan textan pismar kiribûn. Mirov jî li ser wan textan radizan. Hin texte þikestî bûn. Carnan em di cîyên þikestî da diketin nav heywanan. Hin kes birîndar jî dibûn. Çend car ez jî ketim. þansê min hebû, tiþtek bi min nehat. Em zarok nerihet bûn, dileyistin û dikenîyan. Kesên mezin xwe ji me dixeyîdandin.
Þevek, kenek me zarokan girt û me da û ne da nikaribûn kena xwe bidin sekinandin û bigrin. Kesên mezin xwe pirr ji me xeyîdandin. Rabûn ku li mexin. Nîvê þevê bû. Me got werin em herin gund. Em rabûn me heywanên xwe hazir kir û ji bajêr derketin. Em gihîþtin Newala Qesaba. Þev tarî, zelemat bû. Mirov tilîyan bixist çavên hev, nikarîbû hev bibîne. Demsal zivistan, mehan Çileyê paþî bû. Li Newala Qesaba tirsek me girt. Em çar zarok bûn. Me ji hev ra digot:
- Çile ne û gur birane ne.
Niha gur bên me emê çî bikin?..
Em li çareserkirina paraztina xwe digerîyan. Her wek dengê me hiskiribe, li jêrê Newala Qesaba, ji niþka va bû zûrêna gurekî!.. Bi zûrêna wî gurî va, li çar alîyên me, bû zûrêna guran. Me heywanên xwe rakir ser çar lingan rehwanî û heta ji me hat, wan bi bazdan ajot. Gur her tim nêzîkî me dibûyan... Em direvîn û dengê gura li dû me dihat. Di jîyana xwe da ez tucar hewqasî ne tirsîya bûm û bi rastî heta îro jî belkî ez tucar hewçend ne tirsîya bim. Min wê tirsê qet jibîr nekir û ez heta mirinê jî, jibîr nakim. Heta serê hevrazê Kertirê dengê guran ji dû me hat.
Li binê hevrazê Kertirê li Barnês ser benda ceda erebe û qamyonan havînan qehwekî dixebitî û zivistanan girtî bû. Em gihîþtin ber wê qehwa bê kes. Camek þikestî bû. Me heywanên xwe li derva bi pencerê va girêda û di camê da ketin hindir, heta sibê di qehwe da man. Ji tirsan em nikarîbûn razên û xew bi çavên me neket.
Gurên hov li Newala Qesaba dan dû me û bi zor em ji wan xilaz bûn, neketin ber diranên wanê wehþ. Belê nexapin, ji guran hovtir û wehþtir jî hin kesên du ling hene, ku ji wan ra insan tê gotin, di þiklê insanan da bi rê va diçin û ji wan ra insan dibêjin, belê ji heywanan wehþtirin... Bi rastî ji wehþan wehþtirin, belê ji wan ra insan tê gotin û ew insan tên hesibandin. Ev kesên ji guran hovtir û wehþtir îþkencecî ne, cinawirin, katilin, çete ne... Belê em dirêj nekin. Ev hov û wehþên ku di nav insanan da, bi navê insanan digerin û gelek car ji rûmeta wan li cem insanên, yanî wehþên wek wanan gelek e, bi salan piþtî vê serbihatîya me ketin dû Kurdan... Gûrên ku li Newala }esaba berî 50 salan dan dû me û me ne xwarin piþtî 50 salan gurên du ling ku ji gurên çar ling hovtir ji vê bûyêrê wehþ û zalimtir dubare kirin û ketin nav Kurdan, zarok, keç, xort, mêr, jin, pîr û cuwanên Kurd perçe perçe, parî parî kirin, avêtin sergoyê newala Qesaba...
Newala Qesaba, di nav Sêrtî û gundîyên Sêrtîyan da newalek bi nav û deng e. Berî 50 salan li Sêrtê sergo yanî çoplik nebû. Makînên qirþ û qal paqijkirinê, makînên çopê jî ne bûn. Kesên ku qirþûqal, pîsîtayîya nava bajêr paqij dikirin ango çopçî hebûn. Sandoqa datanîn ser kerên xwe û bi meknesan-gezikan- qirþ û qalê nava Sêrtê, sergîn û rêxa li ser rê û dirban, bi meknesên xwe yên dûv dirêj baqij dikirin û bi bêrikên xwe yên ji bo vî karî xisûsî hazirkirî, dixistin wan sandoqên ser piþta keran û ji xanîyê walî wêdatir ku niha jê ra Evren Mahallesî tê gotin, li cîyêk parîkî kûr bû û bihara ava baranê diketê, dibû gol, vala dikirin. Bi dehan ker, wezîfa makîneyên çopê didîtîn. Dema sandoqên ser piþta keran tijî qirþ û qal, qirêjî û rêx dibû, keran dixistin dû hev û dajotin sergo.
Di sitûyê keran da zengil hebûn. wek orkestrayek dibû þirq û terqa zengilên di sitûyê keran da û bi ahenga rêveçûna keran va her zengilî dengek derdixist, mûzîqek wek taxima bandoya ku rojên þemîyan ji bo merþa netewiya Tirkan "Netirse, natefe..(korkma, sönmez..)" tê gotin dihat çêkirin, guhên mirov ji dûr va aciz dikirin. Dema di cem mirov da derbaz dibûn, êdî kesî nikaribû dengê ê din bibihîsta, mirov mecbûr dima, bikeve rawestina ihtiramê, çewan dema merþa netewîya Tirkan tê gotin û her Tirk dev ji kar û xebata xwe berdide, dikeve rawstina ihtîramê, dema kerên sitû zengilkirî di ber insanan da derbaz dibûn ew jî wisa diketin rawestinê. Eh ev jî tiþtek xirab ne bû(!).. Madem bando derbaz dibû û mûzîka merþa netewî lêdixist, rawestina ihtiramê jî pêwist bû.. Ji alîkî va dengê zengilên mezin û zengilên biçûk, ji alîyê din va dengê nalên kera li ser erda hiþk, eynî wek dengê potînên leþkerên taxima bandoyê "terp-terp", "rip-rip" dikirin, hin ker bi ser bilindî û hin ker jî bi serên nizim, wek leþkerên di ber kumandar da derbaz dibin, ker jî di ber mirov da usa derbaz dibûn, diçûn... Bîhnekî xirab, genî û gemar li dû xwe dihiþtin... Piþtî derbaz bûna wanan, mirov ji rawestina ihtîramê derdiket, dîsa dixwest dest bi axaftina xwe bike, belê ew bîhna gemar ji pozê mirov dernediket, bîhna mirov dima çikandî, nikari bû berdewama axaftinê bike. Cûda bûna di nav dengên lingên kera û ên eskeran da jî, cûdabûna dengê dû ling û çar ling bû... Belê meriv dikare bêje ku feyda van çar lingan ji ya du lingan qenctir bû. Çar lingan pîsîtîya insanan dibirin sergo û dû lingan îþkence bi insanan dikirin, potînên wan erda welatê van insanan pîs dikirin, van insanan û erda welatê wan bihev ra di bin potînên xwe da diperçiqandin...
Du sergoyên çopê hebûn.
Yek ji xanîyê walî wêdatir, li dervayê bajêr bû, ê din jî, ji xilazîya taxa Babilderbê wêda, li ser rîya Dihê(5) bû. Ji sergoyê ser rîya Dihê wêdatir, çîyayên asê dest pêdikirin û heta ber çemê Botan teht û zinar bûn.
Piþtî salan Sêrtê fire û mezin bû. Ker teqewit bûn, makîne ketin cîyê wanan. Ji alîyê paqij kirinê va cîyê xwe dan makînan û ji alîyê mûzîqê û terp û repê va jî cîyê xwe dan taxima bandoyê... Bi ferqekî, kera ji xeynî roja þemî û yekþemê, heroj bi zengil û dengên nalên lingên xwe vî karî dikirin, taxima bandoyê jî, di rojên þemî nîvro û yekþeman hêvarê bi dengê aletên mûzîqê û tepa-repa potînên xwe vî karî dikin.
Cîyê sergoyê Sêrtê têra bajêr nekir. Newala Qesaba newalek kûr û fire bû. Bi salan dikari bû tim pîsîtayî û çepelîya Sêrtê di nav xwe da bi veþêre, winda bike. Kesên ku dixwestin pîsîtayî û çepelîya xwe, qirêjî û mirdarîya xwe biveþêrin, xwe bi ava zemzemê þûþtî û paqij nîþanî gel û kesên din bidin, Newala Qesaba ji bo sergoyê Sêrtê hilbijartin. Ewan bawer dikir ku êdî bi awakî hêsa dikarin neqencî, zilm û xirabî, qirêjî û pîsîtîya xwe di nav qirþûqal, ango çopa Newala Qesaba da veþêrin. Belê ew xapîyan. Wanan nizani bûn ku xirabîya kesî nikare ji dîrokê bê veþartin û hela Newala Qesaba pîsîtîya kesî naveþêre, na temirîne. Newala Qesaba kûr û fire bû, belê têra veþartina pîsîtîya wan nedikir. Ne newala Qesaba bi tenê, behra Wanê, çîyayê Sîpan û
Araratê jî nikaribûn, pîsîtîya bê dîn û îmanan biveþartan...
Namdar û Newal ji gundêkî Dihê bûn. Ji gundê Kîwerê bûn. Dewletê navê gundên Kurda tev guharti bûn. Navê Kîwerê jî kiribûn Cintepe. Cintepe bi Kurdî Girê Ecinîya ye. Ger navê gund, Girê Ecinîya be, pêwiste li vî gundî bi vî navî pirr ecinî jî hebin...
Namdar hê 19 salî bû û Newal jî 17 salî. Dema Namdar ji dîya xwe ra bû, bavê wî hêvî dikir ku ew di mezinîya xwe da navekî bi deng bide. Bi vê hêvîya xwe navê wî danî "Namdar." Newal, pismamê Namdar bû û bavê her dû ciwanan kurmam(6) bûn. Dê û bavê Newal ji bo zivistana heywanên xwe li hêla binê gund, li newala Kûr, gîya didrûtin dema Newal hat dinya yê. Dîya Newal bi zaro, li ser rojan bû. Sancûrek dîya Newal Besê girt û Besêya belengaz nikari bû here gund. Xwedê keçikek da Besê. Navika wê birîn, di nava qumatokê da pêçan û Besê, keçika xwe di nav qumatokê da, da bersingê xwe û berê xwe da gund, hat mal. Ji bo ku Xwedê li newala Kûr vê keçikê da, navê wê danîn Newal...
Namdar û Newal bi hev ra çûn dibistanê. Li gundê wan dibistan ne bû. Li Dihê dibistana mecanî ku bi Tirkî jê ra yatili bölge okulu dibêjin, hebû. Dewletê li her bajarê Kurdistanê dibistanên mecanî ava kiri bû û dixwest zarokên Kurda mejîpiþaftinî -mêjûþûþtî- anî asîmîle bikin. Dibistan li Dihê bû. Gundê wan jî nêzîkî Dihê, di çiyan da, li serê girikek wek piþta masîyê, kes nizane ji alîyê kê va hatibû ava kirin. Namdar û Newal jî çûn vê dibistana mejîpiþaftinê. Dîsa jî mêjûþûþtî nebûn û Kurdîtîya xwe jibîr nekirin û qenctir fam kirin.
Van her dû ciwanan ji hev hezdikirin. Bavê wan roja cejna Newrozê, wan nîþan kirin. Hazirîya xwe dikirin kû payîzê dîlana xwe bikin. Ji alîkî va Newal cihazê xwe û ji alî din va jî Namdar mesrefê dîlana xwe hazir dikirin.
Bihara ku were tê Namdar biçû eskerîyê. Belê bi rastî ewî ne dixwest eskerî ji dewletek zalim ra bike û hazirîya xwe dikir, bi Newal ra derkeve çîyê, bigîhêje gerîllayên þervan. Namdar pêwendî bi "hevalan" va danî û alîkarîya wan dikir. Di nav "hevalan" da xayîn û MIT hebûn. Dewlet bi vê pêvendîyê hisîya û li hicetan digerîya ku wan bigre, ceza bike.
Havîn bû. Germekî xedar hebû. Leþkerên Dihê disa hatin gundê Kîwerê. Lîstekî di destê wanan da hebû û nava xwendin. Vê carê navê Namdar û Newal jî di lîsteyê da bû. 11 kesan ji gund birin Dihê. Ji Dihê jî birin bajara Sêrtê...
Bavên wan li dû wan çûn Sêrtê. Ebûqat girtin. Belê Ebûqat nikaribû wan bibîne. Roj derbaz bûn, meh derbaz bûn, tu dengek ji Namdar û Newal derneket. Dewletê inkar dikir, digot: "Haya me ji wanan nîne." Navê gundê wan kiribûn Cintepe. Girê Ecnîyan. Ma navê gund Girê Ecnîyan be, ev gund dikare bê ecinî bimîne?.. Pêwiste di vî girî da gelek ecinî jî hebin, paþayê ecinîyan jî hebe... Pêwiste leþkerê ecinîyan, kumandarê ecinîyan, diz, bê namûs, teklîhev, fesat, bê bext, bê ol, bê wicdan û merhemet, sêpelikkar, xapandkar, rezîl û çeteyên ecinîyan ji hebin. Van ecinîyan
Namdar û Newal winda kiribûn...
Polos û cendirman digotin:
- Me Namdar û Newal nebirî ye.
Halkî eskerê Dihê hatibûn gund û li ber çavên tim gundîyan wan bi 9 kesên din ra biribûn. Bi sedan gundîyên Kîverê bibûn þahidê birina wanan..
Dewletê digot:
- Haya min ji wanan nîne. Belki terorîstan wan biribe. Belkî ewan kumikê ecinîyan dabin serên xwe û ji me winda bûne...

Navê gund Girê Ecinîya (Cintepe) bû û ecinîyan Namdar û Newal ji nedî va biri bûn. Dê û bavên wan digotin:
- Eskerên Dihê hatin gundê me û bi Namdar û Newal va 9 kesên din jî, ji gund birin.
Temama bihev ra birin Dihê û ji wê jî birine Sêrtê. Birine qiþla eskerîyê. Sê kesên bi wan ra biribûn, berdan. Ew kes hatin gund. Ew kes þahidin ku heta qiþla eskerîyê bihev ra çûne. Gelo ecinîyê gundê me çûne ketine qiþla eskerîyê jî!..
Ew kesên hatibûn berdan, digotin ku heta qiþla eskerîya Sêrtê bihev ra bûn... Belê kesek ji berpirsîyarên dewletê guhdarîya wan jî ne dikir...
Dê û bavê Namdar û Newal hevar kirin, gazî kirin, girîn kirin, þîn kirin, belê çareserî nedîtin...
Ecinîya wanan biribûn. Erd û ezman qelîþî bû û ev her dû ciwan di nav da winda bibûn... Kesî gumana wanan ne girt. Car din ne zivirîn, nehatin gundê Girê Ecinîya, Cintepe!..
Payîzê dîlana wan tê bihata çêkirin.
Payîz derbaz bû, zivistan hat. Zivistan pirr xedar bû. Berfek ecêp hat. Berf heta biharê, meha Newrozê ma li erdê. Di meha Newrozê da berf helîya.
Li Sêrtê pir kûçik hene. Kûçikên du ling û kûçikên çar ling hene. Kûçikên dû ling, ji kûçikên çar ling dijwartir û hartirin. Dema kûçikên çar ling zikê xwe têr dikin, xwe didin cîyek tenha û ji kesî ra deng nakin. Belê kûçikên du ling tucar têr nabin, tim birçîne û harin... Insanan perçe dikin, goþtê insanan dixwin, dîsa jî têr nabin... Gotinek pêþîyan heye, dibêjin "Kûçik Goþtê Kûçik Naxwe!." Belê ev rast e. Kûçik bi rastî goþtê kûçik naxwe. Kûçik insanan digre, gez dike, perçê goþt ji leþê wan radike, belê kûçik goþtê insanan jî naxwe...Ema dema em binihêrin insanan ku çewan goþtê hev dixwin, çewan insanê wehþ û hov henê, mirov þaþ û matmayî dimîne...
Kûçikên bê xwedî li nava bajara Sêrtê pirrin.
Li nava sûkê ji xwe ra li hestî û xwarinê digerin. Pirranîya kûçikan li newala Qesaba ser sergo zikên xwe têr dikin. Iro jî wek heroj kûçik li newala Qesaba, dor alîyê sergoyê Sêrtê ji xwe ra li hestîyan an jî xwarina bermayîyê insanan digerîyan. Kûçikek hestîyek dîtibû, bi eþk û madekî xweþ dixwar. Kûçikêk ji hevalên wî di teniþt da, di binê qirþ û qalê sergo da solêk dît. Dev avêt solê ji bin sergo kiþand. Lingek di nav solê da bû. Kiþand dît ku ranek insana ye. Kûçikên din jî hatin balê. Sergo vedan. Gewda insanek din dîtin... Wêdatir nihêrîn, destê mirovek dîtin. Baqek por ket ber devê kûçikek. Kiþand. Serê keçek derket. Kûçikek din, serê xortek derxist ji bin sergo... Kûçik mabûn þaþ!.. Nizanibûn çibikin. Çend gez avêtin perçe û pariyên leþên insanan. Pê hisîyan ku goþtê insana ye. Tama goþtê ku heta niha xwaribûn ne dida... Tamek din ji vî goþtî dihat. Nikaribûn bixwin... Kûçikek xwe ji ser serê keçikê da paþ û li ên din mêze kir... Kûçikên din jî yek bi yek xwe dan paþ û tûtîk dan erdê. Kûçikê ku bi kêf û eþk hestîyê xwe dixwar, bê kêf bû, madê wî nema. Nikarîbû xwarina xwe bi domîne... Dev ji xwarina hestî berda, hat cem kûçikên din, tind da erdê. Bi aqilê xweyê kûçiktî fikir kirin. Ji xwe ra gotin:
- Gelo ev insan çî mehlûke?.. Di insanan da çiqasî zilm û wehþayî heye?.. Em kûçikin û nikarin goþtê hev bixwin. Tucar kûçikek goþtê kûçikêk din nexwarî ye. Insan bixwe dibêjin ku kuçik goþtê kuçikan naxwe... Dev ji goþtê kûçikan berde, em nikarin goþtê insanan jî bixwin. Ew kesên ku dibêjin "Kûçik goþtê kûçikan naxwe" çewa dikarin goþtê hev bixwin?.. Çewa insan dikarin hev bi vî awayî piçik-piçik, parî-parî, nîçik-nîçik bikin û bavêjin sergoyan?.. Ev mehlûk çî wehþin gelo?.. Çî cinawir û hovin? Çi zalim û zordestin?.. Ya Rebîþikir ku em ne insan in. Em li ber hovîtîya van insan gelek ji wan bi rehmettir û wijdantirin. Kûçiktîya me gelek xweþtir û qenctire.
Kûçik li perçeyê insanan mêze kirin, li hev mêze kirin. Gotin :
- Xwedaho ji te ra hezar car þikir ku em ne insanin û kûçik in. Kûçiktîya me, ji vê wehþetê û hovîtîyê pirr qenctir e!..
Þofêrê makîna qirþûqal bi makîna xwe hat sergo ku makîna xwe li sergo vala bike. Kûçikan dît kû insanek bi makîna xwe va hat sergo.. Kûçik ji her carî zaftir ji vî insanî tirsîyan û ecele xwe ji sergo dûr kirin, her wek xwe diparêzin xwe qenc dan ber hev, kom bûn.. Þofêrê makinê dît ku kûçik ji sergo derketin revîyan û li dûrî sergo kom bûn.. Þofêr tim dihata sergo û tûcar ne didît ku tev kûçik bi hev ra direvîyan. Dema ew dihat kûçik diman di nava sergo da. Vê carê çima revîya bûn û ji sergo dûr bibûn.. Cîyê ku kûçik revîyan, hin tiþtan bala wî kiþand... Peya bû, bi alîyê wan tiþtan va çû. Ew tiþt di navbera þofêr û kûçikan da bûn. Kûçik li binê sergo, bindestî parçeyên leþên insanan, bi qasî 10 metro li hev civîya bûn... Kûçikan dit ku ev insan bi aliyê wan va diçe. Ji hov û wehþîtîya insanan zaftir tirsîyan... Tev bi hev ra dîsa reviyan, dûrtir bûn û sekinîn, li þofêr mêze kirin... Þofêr parçeyên leþên insanan dît.. Serê keçek dît.. Serê xortek dît.. Destek, gewdeyek, ling û ranek dît... Þaþ bû, matmayî ma!... Cemidî, nikari bû gav bavêje!.. Çok da erdê, aqilê wî ji serê wi çû. Nizani bû çî bike, wekî dîna û gêja bû... Demekî wisa ma... Hêdi hêdî rabû, li makîna xwe suwar bû, makinê vala nekir, paþkî zivirî, makînê ajot, ecele çû Sêrtê...
Di demekî kin da li bajara Sêrtê bû deng ku parî û parçeyên leþê insanan di nav sergo da hene. Serê sergo bû wek heþir. Parçeyên leþên insanan yek li dû yekî ji sergo derketin. Dest, ling, ser, gewde... Destê ciwanan, ser û singên keç û jinan, ling û ranê xort u mêran!.. Milê bebekek hat dîtin... Zaf gerîyan parçê leþê bebek nat dîtin... Milek bi tenê bû.. Parçe û parîyên din gelo li kubûn, kesî nizani bû?... Dema milê bebek dîtin dilê herkesî jan da. Hin polosên Tirk jî li serê sergo bûn û li parçê insanan digerîyan. Dilê hinan ji wan jî jan da. Yekê xort ji polosan nikari bû li ser lingên xwe bisekine. Rûniþt, bû hîqêna wî girîya... Polosêkê navsere nêzî 50 salî di nav polosên Tirk da hebû. Ev polos jî xwedî zarok bû.. Nevîyê wî hebûn. Ji niþk va nevîyê wîyê delal û xweþik Bariþ ket bîra wî... Bariþ jî bebek bû. Wî milê bebek, xiste cîyê milê nevîyê xwe Bariþ... Serê keçê, xiste cîyê serê keça xwe Özlem ku hê 18 salî, xwame bû û li dibistana bilind dixwend. Nikari bû vî dert û kulê giran ragire... Ji dil çû, teyîþî, kete erdê!.. Wî xistin ereba polosan, birin nexweþxanê...
Kes dernexist kî van parçê insanan avêtîya sergo... Kes nizani bû ev parçeyên leþ û bedena kîne?... Belê herkes dizani bû kîja qewet, kîja zilimdar van insanên be guneh xistî ye vî halî û qebrek jî ji wan ra layik nedîtî ye...
Keçika Kîwerî Newal, li newalek hat dinyayê... Li newala Kûr ji dîya xwe ra bû. Li newalek jî parîyên leþê wê hatin dîtin!... Li Newala Kûr hat cîhanê û parîyên leþê wê, li newala Qesaba hatin dîtin... Qedera wê li newalek hat nivisandin û li newalek din ev qeder bi cî bû, dawî lê hat...
Namdar dixwest payîzê dîlana xwe û Newalê çêke. Ji hev hesdikirin û dixwestin bigihîjin miradê xwe... Zaliman, wehþan û kûçikan nehiþtin dîlana xwe çêkin... Wanan parçe û parî kirin avêtin sergoyê newala Qesaba... Di meha Newrozê da dîya wan û bavê wan parîyên wan dan hev, Þîna wan kirin... Qebra wan li gundê Kîverê, li cem hev çêkirin...
Bavê Namdar dixwest dema Namdar mezin bibe, di nav insanên xwe da tiþtên pirr qenc bike ku nav û dengê wî derkeve, wek navê xwe bibe navdar.. Namdar, di newala Qesaba da bi perçeyên leþ û cesedê xwe deng deranî ku tucar nikaribe bê jibîr kirin... Perçeyên leþên insanan li newala Qesaba, ji nav sergoyê bajara Sêrtê wisa dengek dan, ku ev deng ji hidûdên Tirkiyayê derket û bi Tirkiyayê va tim dewletên dinyayê þermezar kir!...
Newala Qesaba nikari bû parî û parçeyên van keç, xort, mêr û jinên Kurd biveþê re. Ger Newala Qesaba leþê wan biveþarta, dîrokê vê newalê ne di bexiþand û tucar efû ne dikir.
Gura berî 50 salan, li newala Qesaba dan dû me û dixwestin me parçe bikin. Gurên hov dîtin kû em insan in û em zarok in, gunehîya wan bi me hat û ji dû me qetîyan, me parçe nekirin... Belê gurên wehþ ku bi rastî ji guran, hirçan wehþtir, ji berazan beraztir, ji cinawiran cinawirtir in; Namdar, Newal û 6 kesên dî bi zilmî û zelaletî, bi hovîtî û wehþîtî, bi bê bextî û xayîntî, bî bê wijdanî û bê merhemetî, bi bê ol û bê îmanî parî-parî, parçe-parçe kirin, avêtin sergoyê newala Qesaba... Bi vî awayî newala Qesaba kete tarîxa Kurdan!.. Nawala Qesaba, ku ji alîyê Sêrtî û gundîyên Sêrtê va dihat nas kirin, bi vî awayî di Kurdistanê da, di Tirkîyê da û di Cihanê da jî hat nas kirin, bi nav û deng bû... Kesê insan be newala Qesaba tim jibîr nake... Pêwiste tu Kurd, tu insan newala Qesaba jibîr neke!...

(1). Exte ; Hespê nêr ê xesandi ye. Dema hespek xesandî be dibe exte.
(2). Mecidi ; ji 20 qurûþan ra dibêjin mecidiyek. Ji pereyê ziv ra ê ku ji aliyê Sultan Evdilmecît va derketi bû digotin Mecîdî. Îro jî Kurdên hêla Sêrtê ji 20 qurûþan ra dibêjin mecîdîyek.
(3). Irase ; ji cîyê ku jê ra pazar dibêjin, li hêla Sêrtê dibêjin irase. Gundi li wê fêkiyên xwe difroþin.
(4). Mêmil ; kesên ku qebzimalîya firotana fêkîyên gundîyan dikin û ji gundîyan ra fêkîyên wan difroþin, simsarî dikin.
(5). Cigûr, li hêla Sêrtê cejnêke ku di meha Adarê da tê çêkirin. Li her malî xwarinên celeb celeb tên çêkirin. Zarok diçin dervayê gund û xwarinan dipêjin, dixwin.
(6). Dihê, navê Eruha kevne.
(7). Kurmam; kurap, kuram


KAZIM ÖZDEMÝR
newalaqesaba is offline  
Eski 20-06-2007, 12:44 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jun 2006
Konum: Yer: Zaman:
Mesaj: 2,326
Üye No: 11319
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 1655
Rep Puaný : 165082
Rep Derecesi
Rojan has a reputation beyond reputeRojan has a reputation beyond reputeRojan has a reputation beyond reputeRojan has a reputation beyond reputeRojan has a reputation beyond reputeRojan has a reputation beyond reputeRojan has a reputation beyond reputeRojan has a reputation beyond reputeRojan has a reputation beyond reputeRojan has a reputation beyond reputeRojan has a reputation beyond repute
Varsayýlan

Spas Hewal...
__________________
Rojan is offline  
Eski 30-06-2007, 01:03 PM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Mar 2007
Konum: xerzan
Mesaj: 3,591
Üye No: 87164
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 52690
Rep Puaný : 5268538
Rep Derecesi
kelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond reputekelagerm has a reputation beyond repute
Varsayýlan

Nivise ka pırr dirêja. lê belê pırr bi qimeta. WERiN EV TEVİ BİXWEYNİN.
kelagerm is offline  
Eski 03-02-2008, 09:44 PM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2007
Mesaj: 29,112
Üye No: 52150
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 70935
Rep Puaný : 7090470
Rep Derecesi
MÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond repute
Varsayýlan

jı bo mıjarê spas heval
__________________
MÊVAN is online now  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Ağıt ( Newala Qeseba ) resko Türkçe Lyrics 11 05-06-2008 05:37 AM
ÖNEMLÝ: Yürek yoldaþým NEWAL'a Mektup; Dur neçe Newal... PromeT Ýlginç Konular 18 26-01-2007 12:52 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 09:18 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.