|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Wezîrê çavkaniyên sûriştî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê D. Aştî Hewramî ragihand ku hefteyê bê bi amadebûna serokê hikûmeta herêmê, li ser xalên ku di qanûna petrolê de mayîne, gotûbêj tê kirin. Li gor Rojnameya Xebatê, Hewramî da zanîn ku nakokiyekê bi wateyê, nakokiya di navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêmê de li ser xalên ku mayîne nîne lê hin mijar hene heta niha rêkeftin li ser nehatiye kirin wekî mijara beşdariya hikûmeta Kurdistanê li dahatên petrola Iraqê û mekanîzmeya wê. D. Aştî got:" Daxwaza me ew e ku hîsaba dahata petrolê hemû biçe yek sendûqê û piştre hîsaba Kurdistanê bibe hîsabekî taybet û li jêr desthilata hikûmeta Herêma Kurdistanê de be da ku gerantî bide me di warê beşa Kurdistanê de. D. Aştî aşkere kir ku Bexda daxwaz dike ku %93ê dahata petrolê ser bi şîrketên taybet be ku rasterast peywendiya wê bi serokwezîr ve hebe. Herweha Aştî got" Em digel wê yekê de nînin ku peywendiya wan şîrketan rasterast bi serokwezîr ve hebe û nabe %93ê dahata petrolê li jêr kontrola hikûmeta federal be. Dibe ku %50 rêjeyeke maqûl be û bila nîviya din kerta taybet bi rê ve bibe çimkî bi awayekî temam şareza û karîna hikûmet di vî warî de tuneye. Wezîrê çavkaniyên sûriştî dûpat kir ku hemû endamên lijneya gotûbêja qanûna petrolê li Kurdistanê hemraman in û wiha difikirin ku pêwîst e beşa herêma Kurdistanê li dahata petrola Iraqê, li jêr destê hikûmeta Kurdistanê be. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Bîranînên Yevgenî Prîmakov bi Mustefa Barzanî re | berxwedan | Çandi Gişti | 2 | 10-02-2007 03:17 PM |
| Mesut Barzani!! | Numberone | Biyografi | 1 | 31-01-2007 09:08 PM |
| Barzanî li Yekîtiya Sovyetê | berxwedan | Dirok | 3 | 25-12-2006 09:44 PM |
| Jiyan û bi serhata General Mistefa Barzanî / Tevgera Mistefa Barzanî | berxwedan | Dirok | 2 | 13-12-2006 03:34 PM |
| Barzanî parlamenterên kurd ên li Bexdayê civand... | PCkopat | İlginç Konular | 2 | 21-09-2006 02:13 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.