|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
KNK’ê 14’ê gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî îlan kiribû. Ji bo vê yekê pêr li gelek cihan Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin.
14’ê Gulanê ku ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve wekî ‘Cejna Zimanê Kurdî’ hate îlankirin. KNK’ê 14ê Gulanê, “Cejna Zimanê Kurdî” bi resepsîyonekê li merkeza KNKyê li Brukselê hate pîroz kirin. Li Wan û Enqereyê ji bi şahiyan hate pîrozkirin. Her wisa, şaredariya Pirsûsê ji şahiyek li dar xist. Ji aliyhi din ji, li Navçeya Elkê ya şirnexê bi munasebeta 14 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, banga xwedî derketina li zimanê kurdî hate kirin. Resepsîyon a KNK’ê bi axivtina Endamê Konseya Rêvebir ya KNKyê her wisa Serokê Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê Rojan Hazim dest pêkir. Resepsîyona merkeza KNKyê ya li Brukselê hati lidar xistin gelek kes beştar bûn. Hazim di axivtina xwe de roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got: “14yê Gulana 2007ê ye û di dîroka Kurdistanê da ewil car e ku rojek wekî “Cejna Zimanê Kurdî” tête pîroz kirin. Zimanê Kurdî yêk ji wan zimanan e ku cejnek heq kirîye. Heta îro gelek ziman bi ber asîmîlasyonên xelk û dewletên serdest ketine û hindek ji wan jî mixabin ku helîyane û ketine nav rûperên dîrokê. Belêm, zimanê Kurdî ji vê kadastrofa mezin, bi ket û rabê jî be, xwe rizgar kirîye û jîyana xwe garantî kirîye. Ev berxwedana zimanê Kurdî di kêm zimanan da tête dîtin. Kêm ziman hene ku li ber asîmîlekirin û birandina herî dijwar karîne xwe li ser pêya jînde bihêlin. Gerçî ew êrişkarîya asîmîlasyonîst hêj jî dom dike li ser Kurdî û bi taybetî jî li parçeyê bakur, li Tirkîyeyê, Tirkîzasyon di dereceya herî birandêr da tête domandin. Belêm heke bi giştî li rewşê bête nêrîn, herçend jar û lawazkirina Kurdî bête dîtin jî, lê mirandina Kurdî ji teref asîmîlatorên Tirk ve êdî ne mumkun e, ji ber ku bizava neteweyî ya xelkê Kurd, wekî pêla ava biharê fûrya ye û ev pêşkevtine tesîra pozîtîv li ser ziman jî dike û bi kar înana Kurdî her diçe pêşdikeve. Vêca ji ber vê berxwedana pîroz ya zimanê Kurdî ya beramberî asîmîlasyona Tirkî û zimanên dî yên dewletên serdest yên Kurdistanê, “cejna ziman” êdî heqê zimanê Kurdî ye jî.” Hazim bibirxist ku, KNKyê jî sala 2006ê, bi pêşnîyara “Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê” 14yê Gulanê wekî roja”Cejna Zimanê Kurdî”qebûl û îlan kirine û “14yê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî” li neteweyê xwe, li neteweyê Kurd pîroz kir. Piştî axivtina Hazim, jî endamê komisyona ziman Nîzamedîn Togûç jî axivtinek kir. Her wisa Hozan Dilovan bi cumbuşa xwe û kurê wî Reşo jî bi meya xwe, sazbend Hekîm jî bi bilûra xwe muzîkeke xweş pêşkêşî mêhvanan kirin. Ji bîyanîya nivîskar Dogan Ozguden û xanima xwe, serokê Institute for International Assistance and Solidarity, Gerd Greune, ji Belçîk û çend kesên dî yên Belçîkî beşdarî resepsîyonê bûn. Ji organîzasyonên Kurdan jî, serokê Kongreya Gel Zubeyir Aydar, serokê PYDyê Fuad Barzan, serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê Derwêş Ferho, serokê Civata Îslamî ya Kurdistanê Mela şafiî, serokê Yêkitîya Mamostayên Kurdistanê Muharrem ( ş) ji Yek-Komê Bahaddin Dogan, temsîlkarê PDK-Iran, Kawa, ji nivîskaran Haydar Işik, Medenî Ferho û ji Roj TV û Radyoya Dengê Mezopotamyayê û herweha gelek mêhvanên dî jî beşdarî resepsîyonê bûn. Di resepsîyonê da xwarinên edetî ji mêhvanan ra hatin pêşkêş kirin. ‘Xwedî li ziman xwe derkevîn’ Her wisa ‘14 Gulan Cejna Zimanê Kurdî’ li Wan bi şahiyan hate pîrozkirin. Di şahiyan de bang li hemû kesî hate kirin ku li dijî asîmîlasyon û pêkutîyên li ser ziman, her wiha otoasîmîlasyonê têbikoşin û xwedî li ziman derkevin. Şahiya ji aliyê şaxa KURDÎ-DER’ê ya Wanê ve hatiye organîzekirin, li Salona Navenda Çand û Hunerê ya Serhedê (SKSM) hate lidarxistin. Rêveberê şaxa KURDÎ-DER’ê Selîm Ozkan ku axaftinek kir, anî ziman ku ew ê ji bo rakirina asîmîlasyona li ser ziman, têbikoşin. Ozkan, bang li hemû kurdan jî kir ku li dijî çews, asîmîle û otoasîmîlasyona li ser zimanê kurdî têbikoşin û xwedî li zimanê xwe derkevin. Piştî axaftinê, şahî bi şanoyek ku bi yek kesî tê lîstin û mijara wê asîmîle û oto-asîmîlasyona zimanê kurdî bû, dom kir. Bername bi stranên dengbêjên Mala Dengbêjan bidawî bû. Li Enqereyê eleqeya ciwanan zêde bû Li Enqereyê jî, bi heman munasebetê, ji aliyê Meclîsa Tevgera Ziman û Perwerdahiya Kurdî (TZPKurdî) ya Enqereyê ve, li avahiya Kurd-Der’ê şahiyek hade lidarxistin. şahiya ku gelek kesên piraniya wan ciwan bûn beşdar bûn, bi rêzgirtina rumetê destpê kir. Di şahiyê de endamê Meclîsa TZPKurdî ya Enqereyê Îhsan Kandemîr, li ser wateya rojê axaftinek kir û li ser girîngiya cejnan a di jiyana kesan û civakê de rawestiya. Kandemîr wiha got: “Cejn di jiyana kesan û civakê de di heman demê de şahî ne.” Piştî axaftinan, kifteya xav hate çêkirin, şano û lîstokên kurdî hatin pêşandan û çîrokên kurdî hatin vegotin. şahiya ku dengbêjên kurd bi dengên xwe rengîn kir, bi dîlanê bi dawî bû. Cejna Zimanê Kurdî li Pirsûsê hate pîrozkirin Şaredariya Pirsûsê, bi munasebeta ‘14 Gulan Cejna Zimanê Kurdî’ li Salona şanoyê ya Navenda Çandê ya Prz. Îmam Şahîn şahiyek li dar xist. Di şahiyê de Serokê Rêxistina DTP’ê ya Rihayê Îbrahîm Bînîcî, şaredarê Pirsûmê Ethem Şahîn, Serokê Rêxistina DEHAP’ê ku xwe fesh kir ya Rihayê Ahmet Dagtekîn, nûnerên KESK’ê, dayikên kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane û nêzî 100 kes amade bûn. Di şahiyê de Endamê Kurdî Der’ê Cûdî Îmrek, anî ziman ku ziman nasname, rûmet û hebûna miletekî ye. Îmrek, daxuyand ku ji bo zimanê kurdî pêş bikeve û dewlemend bibe, lazim e hemû civak di hemû warên jiyanê de bi kurdî bi axive û wiha got: “Divê êdî em dest ji zimanê serdest û biyaniyan berdin. Pêwiste zimanê civakê, zimanê bazirganiyê û zimanê siyasetê bibe kurdî. Heta ku di hemû qadên jiyanê de kurdî neyê bikaranîn, pêşve naçe. Mirov bi zimanê xwe mirov e. Dîsa netewek bi zimanê xwe heye.” CÎK: Înkara kurdî ne li gor misilmantî ye Dîsa Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ji bo 14’ê gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku înkara zimanê kurdî ne li gor îslamiyetê ye. Serokê CÎK’ê Mele şafîî bal kişand ser xebata Ehmedê Xanî û got; “Em îro ji mamosteyên kurd dixwazin ku wekî mamosteyê mezin ji kurdî hez bikin û xwedî li kurdî derkevin.” Mele şafîî da zanîn ku kurdî zimanekî bi qîmet e û xwest xwedî li zimanê kurdî bê derketin. |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Dîroka Zimanê Kurdî | rojekanu | Dirok | 7 | 02-07-2007 08:05 AM |
| Kurdî Hem Hunere Hem Jî Şekire… | Kajîn Jîr | Çandi Gişti | 6 | 09-05-2007 09:09 PM |
| 14yê Gulanê roja”Cejna Zimanê Kurdî” ye | berxwedan | Çandi Gişti | 2 | 01-05-2007 06:19 PM |
| Şemaya Pêşveçûnê ya Danûstandinê | MÊVAN | Çandi Gişti | 0 | 23-04-2007 08:01 PM |
| Teblîxnameya Remezan Pertew bo sempozyûma Kurt- Kav'ê | berxwedan | Çandi Gişti | 2 | 10-02-2007 03:09 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.