|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 14’ê Gulanê wekî “Cejna Zimanê Kurdî” îlan kir. Her wisa ji aliyê Kurdî-Der’ê ve bi mebesta Roja Dayîkan penelek bi mijara ‘Ziman û Dayîk’ hate lidarxistin. Îro bi merasimekê li KNKê, Cejna Zimanê Kurdî fermî tê îlan kirin. Komisyona Ziman û Hûner ya Kongreya Neteweyî a Kurdistanê, berî niha diyar kiribû ku 14ê Gulanê, weke roja Cejna Zimanê Kurdî erê kirine. Rayedarên KNKê destnîşan kirin ku 14ê Gulanê, ji nû de, re-organîze kirina KNKê ye û bi armanca ku rê li ber oto-sansura zimanê Kurdî bigirin ev roj kifş kirine. Herwiha tê xwestin ku gelê Kurd û pirranî malbatên Kurd ku li mala xwe bi zimanê dayikê bi-axivin, zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin û desturê nedin êrîşkerî û siyasetên dijmin yên têkbirina zimanê Kurdî. Îro, li avaniya KNKê ya Brukselê, saet di 18.00an de kokteyleke dest pê kirina Cejna Zimanê Kurdî tê dayin. Hat destnîşan kirin ku ewê her sal di vê rojê de, bi awayekî fermî roja zimanê Kurdî bi çalakiyên hunerî û zanistî pîroz bikin. Li Amedê panela ‘Ziman û Dayîk’ Kurdî-Der li avahiya xwe bi mebesta Roja Dayîkan panelek bi mijara ‘Ziman û Dayîk’ lidar xist. Di panela ku moderator M. Mezhar Aktaş bû de, Edîtora Kovara W Enîse Çagri, Nivîskar Îrfan Babaoglu, Akedemisyen Kadrî Yildirim û Serokê Kurdî-Derê Kemal Taşkin jî di nav de gelek kes amede bûn. Axaftina destpêke ya panelê ji aliyê Serokê Kurdî-Derê Kemal Taşkin ve hate kirin. Piştî axaftina Taşkin, nivîskar Îrfan Babaoglu jî axaftinek bi zaravaya zazakî kir. Babaogul, destnîşan kir ku zarok piştî ku ji dayîk dibin, berî herkesî bi dayika xwe re dikevin tekiliyê. Babaoglu, diyar kir ku zarok ziman ji dayîka xwe hîn dikin û wiha axivî: “Zarok heta 7 saliyê, temelê jiyana xwe ji dayîka xwe digrin. Heke zarok li welateki azad bên dinê, tu pirsgirêk dernakevin. Heke li welatên bintest bên dinê, di psîkolojiya zarokan de pirsgirêk derdikevin. Heke zarok bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehî nebînin, bi ser nakevin. ANADER Roja Dayikan pîroz kir Ji aliyê din ji, ANADER bi boneya Roja Dayikan, li avahiya komeleyê şahiyek lidar xist. Dayik bi zarokên xwe tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de Cigîra Seroka ANADER’ê Nejla Ergun axaftinek kir. Ergun bi zimanê tirkî anî ziman ku di roja dayikan de diyariya herî xweş û bi wate ya ji bo dayikan ew e ku em bi zimanê dayika xwe biaxivin. Ergun di axaftina xwe de Roja Dayikan li hemû dayikan pîroz kir. |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
spas heval bu gün bizim günümüz...ama üzüntülüyüm çünkü ben dahil kürtlerin büyük çoğunluğu kürtçeyi tam olarak bilmiyor...
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Dîroka Zimanê Kurdî | rojekanu | Dirok | 7 | 02-07-2007 08:05 AM |
| Bi GiŞtÎ DÎroka Kurd Û KurdistanÊ...... | nisan | Dirok | 8 | 18-05-2007 08:53 PM |
| Kurdî Hem Hunere Hem Jî Şekire… | Kajîn Jîr | Çandi Gişti | 6 | 09-05-2007 09:09 PM |
| 14yê Gulanê roja”Cejna Zimanê Kurdî” ye | berxwedan | Çandi Gişti | 2 | 01-05-2007 06:19 PM |
| Di sedsala dawîn de, rewşa ziman û weşanên bi zimanê kurdî di nav Kurdên Binxetê de | Kajîn Jîr | Çandi Gişti | 1 | 20-01-2007 09:33 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.