Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 14-05-2007, 11:08 AM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2007
Konum: Nizanim
Mesaj: 4,096
Üye No: 73562
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 21312
Rep Puaný : 2130610
Rep Derecesi
newalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond repute
Exclamation Nivîskarê bêwelat Firat Cewerî



Hevpeyvîn: Ferzende Kaya



Hejmara dawî ya Kovara Esmerê bi giranî li ser xebat û jiyana nivîskarê kurd Firat Cewerî radiweste. Ji dema biçûkbûna wî hetanî mezinbûnê, xeyalên wî yên xortaniyê, xebatên wî yên polîtîk, derketina derveyî welêt, destpêka nivîsînê, derxistina kovara Nûdemê û gelek bendên din ku mirov li ser Cewerî nizane, derdixîne holê.
Di vê hejmara taybetî de þaîr û nivîskarên kurd yên navdar yên mîna Celîlê Celîl, Tosinê Reþîd, Têmûrê Xelîl, Abdulla Peþêw, Ferhad Pîrbal, Mervanê Keleþ, Medenî Ferho, Rojîn, Muhsin Kizilkaya, Gulistan Perwer, Abidîn Parilti, Þîrvan Nuray, Arjen Arî, Muharrem Erbay û Xelîl Duhokî bi awayên cihê Firat Cewerî wek mirov û nivîskar dinirxînin.

Ev wêne îro faworîtê Firat Cewerî û malbatê ye



Kovara Esmerê di vê hejmara taybetî ya li ser Firat Cewerî de, bi Cewerî re hevpeyvînek jî pêk aniye. Bi niyeta ku wê ev hevpeyvîn bi kêrî xwendevanên Netkurdê were, em kurdiya hevpeyvînê pêþkêþ dikin.
Ferzende Kaya: Ji kerema xwe re hinekî qala dê û bavê xwe bike. Kî ne? Çawa hevûdu nas kirine? Zewaca wan bi çi þêweyî pêk hatiye?

Firat Cewerî: Bavê min li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyê. Bavê wî ji Þemrexê, ji gundê Tarînê ye; Elîkî ne. Tê gotin ku di dema bapîrê min de, di navbera wan û hêza dewletê de þer derketiye. Di þer de hejmarek leþker û serleþker hatine kuþtin. Paþê hêzên dewletê dora gundê wan bi çekên giran pêçaye. Hêzên dewletê çend kes ji wan kuþtine, malên wan dane ber êgir, ew ji cî û warê wan rakirine û eþîr mîna nokên ku li tehtê bikeve, belav bûye. Her malbatekê koçî cihekî kiriye. Beþek jê li Dêrikê û gundên dora wê, beþên din jî li aliyê Rihayê, Omeriya û Cizîra Botan bi cî bûne. Îro jî li aliyê Cizîrê û Omeriya bermayên qesrên pêþiyên me hene.


(Diya Cewerî, Cewerî û bavê wî li ser mêrgeke Qamiþloyê, 1987)

Bapîrê min li navenda Dêrikê bi cî bû. Li wir bi Siltan Xanima Ebasî re zewicî. Bavê min li Dêrikê çêbû. Malbata diya min li aliyê Dêrikê ji kesên rêzdar pêk tê. Di navbera wan û bapîrê min de dostaniyeke xurt ava bû. Þevekê bapîrê min bi tivinga xwe nêzî mala kalikê min (bavê diya min) tê dîtin. Di tariya þevê de nayê nasîn. Þika neyara jê dikin û ew bi destê kalikê min tê kuþtin. Guleya ku li dostekî dikeve, li dostaniya wan nakeve; ji bo ku ew dostaniya xwe xurttir bikin, diya min didin bavê min. Bavê min ji diya min hez dikir. Tu caran bi çavê qîza neyaran lê nedinêrî. Li gorî ku diya min digot, apekî min, di destpêka zewaca wan de bi awira dijminantiyê li diya min dinêrî, li hemberî wê hiþk bû, tade û neheqî lê dikir.

– Hûn çend xwiþk û bira ne? Hinekî qala wan bike...
Di destpêkê de çar xwiþkên min hatin dinyê. Yek ji wan çû rehmetê. Wê demê jinên ku tenê keç dianîn, di nava civatê de bêqîmet dibûn. Ji bo kurê wan çêbibe, berê mêran didane zewaceke nû. Lê bavê min çi caran pêþniyazên wisan nepejirand. Paþê ez pê hisiyam ku diya min bi xwe jî ji bo zewacek nû dixwest alîkariya bavê min bike. Lê berî ku zewaca duwê pêk were, diya min hemîle bû, paþê li pey hev pênc law anîn. Piþtî xwiþka min Fatmayê, birayê min yê mezin Remezan, paþê ez, di dû min re M. Elî, M. Seîd û M. Emîn çêbû. Bavê min êdî bavê pênc lawan bû, kêf kêfa wî bû, þûr simêlê wî nedibirî.



Firat Cewerî di zaroktiya xwe de li ser mêrga dervayî Nisêbînê. Salên 1970-yî

Dema ku ez li Swêdê bûm, xwiþka min Helîmê û birayê min M. Elî çûn rehmetê. Þêweyê mirina wan pir trajîk bû. Xwiþka min wek berbû bi hejmarek erebe re, ji ser rêya Mêrdînê re diçûn Farqînê. Di navbera Mêrdîn û Amedê de, li cihê Siltan Þêxmûs bêhnvedanekê didin. Keça wê a biçûk diçe ser rê. Otobusek pir xurt ji jor de tê. Xwiþka min baz dide ser rê da keçika xwe xelas bike, lê otobus li herduyan jî diqelibîne û herdu jî li wir can didin. Di sala 1994an de jî birayê min ê li piþta min M. Elî ku gelek helbestên klasîk yên kurdî jiber dizanîbû, bi destên hêzên tarî li ber deriyê dikana xwe hat kuþtin. Mixabin, ez nikarîbûm biçûma þûna herduyan jî.

– Tu kengî û li ku çêbûyî?
Ez bawer im xwiþka min ya mezin Zînê li gundê Kela Wêranþehirê çêbû. Em yên din jî li Dêrikê, li gundê Bavsê hatine dinyê. Mixabin, ez sala ji dayikbûna xwe baþ nizanim. Ez bawer im wê di navbera salên 1959-1961ê de be.

– Kê navê we li we dikir?
Bêhtir bavê min nav li zarokên xwe dikir.

Xeyalên xortaniyê
– Zaroktiya te li ku derbas bû?
Salên zaroktiya min, destpêkê li gund derbas bû. Paþê me bar kir Wêranþehirê. Em du-sê salan li wir man. Ji dema barkirinê tiþtek zêde nayê bîra min. Ji ber kadastrokirina (reform) erdên li gund em vegeriyan Bavsê. Piþtî çend salan me bar kir Nisêbînê û em li wir bi cî bûn.

Ji dema zaroktiya te çi tê bîra te?

Di dema zaroktiyê de endamên malbatê û xizmên me gelekî ji min hez dikirin. Wan qala jîrekbûn û jêhatîbûna min ya kar û xebatê dikir. Ez kesekî bi terbiye, bi exlaq û xortekî lihevhatî dihatim dîtin. Ez wêrek û têra xwe çalak bûm. Bi navê, anku bi gulaþê kesî nikarîbû piþta min bida erdê. Ez ji xwe razî bûm û vê yekê karaktêrê lîdertiyê bi min re çêkir. Di dema zaroktiyê de, di nava hevalan de, bi giranî peyva min derbas dibû. Mîna her lîder û dîktatorî, min jî digot karê herî baþ ez dikarim bikim. Lê zerara lîdertiya min nedigihîþt kesî, min nikarîbû gêrikek biêþanda. Tê bîra min, rehmetiyê bavê min dikir nedikir, min nikarîbû dîkek serjê bikira. Perpitandina dîkê serjêkirî agir bi dilê min dixist.





– Tu li maleke çawa mezin bûyî? Li malê peyva kê derbas dibû?
Ez di maleke bê pevçûn û bihizûr de mezin bûm. Ez gelek caran bûm þahidê pevçûna malbatan û lêxistina jinan. Nayê bîra min ku bavê min bi diya min re pev çûbe, peyvek nexweþ jê re gotibe. Ji ber cûtina benîþt, bavê min erza xwiþkên min diþikand, lê qet li wan nedixist. Gava carina min pê re eksî dikir û ez diketim girê wî, ew hêrs dibû, mîna ku wê hesteyê (çaqmaqê) xwe bavêje min, destê xwe bilind dikir, lê zû poþman dibû, di ber xwe de ”Naletula nalet Þeytan” digot û bêdeng dima.

Gava mirov ji derve lê dinêrî, mirov digot qey peyva bavê min derbas dibe. Lê ne wilo bû, gotina dawî li ba diya min diqediya. Herçî diya min bû, ev qet nedida der, li hemberî bavê min bi hurmet bû, ew biçûk nedixist, pê diþêwirî, û bi kirin û gotinên xwe dikir ku xelk bawer bikin ku peyva bavê min derbas dibe. Lê di dawiyê de ez têgihîþtim ku peyva wê bêtir derbas dibû.

Çanda mêvandariyê li cem we çawa bû?
Beþek ji malbatên dewlemend hene ku nanê wan nayê xwarin. Lê nanê me dihat xwarin, deriyê me hertim ji mêvanan re vekirî bû. Em malbatek mêvanhez bûn. Me bi germî bixêrhatina wan dikir. Mêvanên me ji ber vê helwestê xwe li cem me mîna xerîban nedidîtin. Piþtî em li bajêr bi cî bûn, mêvan ji mala me kêm nedibûn. Ji dostên bavê min yên oldar bigire, hetanî kirîvên wî yên êzîdî, ji hevalên min yên ermenî bigire, hetanî yên polîtîk, tev diçûn û dihatin. Piþtî cunta leþkerî li Tirkiyê, gelek mirov ji bo derbasî aliyê Binxetê bibin, bi hefteyan bûne mêvanê me. Îro gelek ji wan li Ewropayê ne. Mûsa Anter jî yek ji wan kesan bû ku bûye mêvanê mala me.

– Li çi þêwe mûzîk dihate guhdarîkirin?
– Bavê min di vegotina edebiyata devkî de pir xurt bû. Awayê bihevgirêdana bûyeran, berfirehîgirtina mijarê û nermîbilêvkirina berhemê em bi xwe re dibirin cîhana klasîkên kurdî. Vê yekê þenseke wilo da min ku ez bi klasîkên kurdî re bi rengekî zindî bijîm. Siyamendê Silîvî, Hemê Gozê û Mîrzo bi hemû xweþikbûna xwe bi min re ne, ji bîra min naçin. Ji xwe Radyoya Dengê Êrîvanê di mala me de wezîfeya kaniya muzîka klasîk didît. Carina gava problemên teknîkî di radyoyê de derdiket û radyoyê parazît dikir, dengên spîker û stiranbêjan baþ dernediket. Hingî diya min bi awayekî pir cidî digot, dijmin girtiye ser radyoyê û ji bo ku ew bi kurdî distirên, destên xwe dixin qirika wan û dixwazin wan bixeniqînin. Me zarokan jî bi hemû safîtiya xwe ji gotinên diya xwe bawer dikir.

– Ma li mala we pirtûk dihatin xwendin? Pirtûkên çawa li ba we hebûn?
– Di dema zaroktiya min de ji bilî Qurana pîroz tu pirtûk li mala me tune bû. Bavê min bi erebî nizanî bû. Lê saeta wî ya xwendina Quranê hebû. Di wan deman de bi rêzdarî qewlikê Quranê ji dîwêr dikir, pif dikir ser toza qewlik, li ser mînderekê rûdiniþt, çarmêrkî vedida, Qurana xwe ji qewlik derdixist, datanî ser xwe, carina bideng carina jî bêdeng dixwend. Piþtî her xwendinê nûrekê xwe davêt ser rûyê wî û dilþa dixuya.

– Li cem we çanda xwarinê çawa bû? Xwarinên ku di bîra te de çi ne?
– Xwarin tenê ji bo têrkirina zik bû. Dema mirov zêde dida pey nefsa xwe û xwarinê, helwestek çewt dihate dîtin. Peyva li ser xwarinê hem guneh dihat dîtin, hem jî mekroh bû. Xwarina ku bi saetan dihate amadekirin, di bêhnekê de dihate xwarin û sifre ji erdê radibû. Min hez ji kutilkan dikir. Carina pelikekî zêr di nav kutilkekê de dihate veþartin. Kesê ew bidîta xwedî þens dihate hesibandin. Ji bo bidestxistina wî pelikî, me gelek kutilk dixwar. Divê ez mikur werim ku ez û xwiþka xwe Helîmê, hema bêje em vegeteryan bûn, zêde kêfa me ji goþt re nedihat. Carina gava min goþt dixwar, mehdê min dixeliya û ez diçûm bi dizîka vedirþiyam.




Ev 27 sal in ku ez li Swêdê me û li vir fêrî pirçandîbûnê bûme. Vê yekê þensek mezin da min ku ez ji gelek deverên cîhanê, xwarinên cewaz nas bikim. Naskirina xwarinên cewaz û yên kurdî rê nade ku mirov bêriya xwarinên din bike. Lê berî niha bi demekê ez li mala dostê xwe Muhsin Kýzýlkaya bûm mêvan. Wî ji me re tirþikeke Hekariyayê çêkiribû. Bawer bike, heta niha jî tehma wê di bin zimanê min de ye.

– Tu bi kultureke çawa mezin bûyî? Ji me re qala bajar û taxên ku tu lê mezin bûyî bike...
– Di zaroktiya min de me çend cî guhert, ez û çandên kozmopolît hatin beramberî hevûdu. Min, li Dêrikê ermenî, li aliyê Wêranþehirê jî êzîdî nas kirin. Di deh saliya de xwe em li Nisêbînê bi cih bûn. Nisêbînê ji wan deveran cewaziya xwe hebû, bajarekî biçûk û xweþ bû. Toleransa li hemberî hevûdu firehtir, helwesta li hemberî jinan nermtir bû. Li bajêr bi kurdî û erebî dihate axaftin. Paþê hejmara kesên bi kurdî qise dikir, zêdetir bû. Qamiþlokê pir nêzîk bû. Kasetên Mihemed Þêxo û Seîd Yusif, pirtûkên helbestan yên Cegerxwîn dikete destê me. Wan tesîreke mezin li me kir.

– Tu dikarî hinekî qala dibistana xwe ya destpêkê bikî...
– Min li gund dest bi dibistana ewil kir. Emrê min biçûk bû, lê ez bi birayê xwe yê mezin re çûm dibistanê. Ji ber ku li Wêranþehirê ez hinekî fêrî tirkî bibûm, rewþa min ji ya zarokên din baþtir bû. Wan qet bi tirkî nizanî bû. Lê ez çend gavan li pêþiya wan bûm. Di xelasoka dibistanê de, gava mamoste qarneyên hemû zarokan da wan û ya min neda min; ez pir li ber xwe ketim, pir xemgîn bûm û min kira xwe ji girî bikuþta. Ji ber ku ez li dibistanê nenivîsandîbûm, loma ez bê qarne mabûm. Di sala dudan de, navê min hat nivîsîn. Piþtî çendakî ez ji sinifa yekê derbasî ya dudan bûm. Mamosteyê min tirk bû, pir ji min hez dikir. Lê wî gelek caran þkence li zarokên din dikir.
Min di ber dibistanê re, li ba melê gund dest bi xwendina Quranê jî kiribû. Min Quran jî zû xitim kir.

– Dibistana navîn û yên din çawa derbas bûn?
– Berî dibistana destpêkê bi dawî were, me bar kir û em li Nisêbînê bi cî bûn. Min sinifa 4 û 5ê li Nisêbînê xwend. Piþtî navbirekê min li lîseya Nisêbînê dewam kir. Wê demê bizava þoreþvaniyê pir xurt û çalak bû. Me giranî dida xwendina pirtûkên felsefê û polîtîk. Pirtûkên ku me dixwendin û me li ser minaqeþe dikir, pirtûkên giran bûn. Di siya naveroka wan pirtûkan de em li hundir û derveyî dibistanê diketin minaqeþeyên germ.


newalaqesaba is offline  
Eski 14-05-2007, 11:09 AM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2007
Konum: Nizanim
Mesaj: 4,096
Üye No: 73562
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 21312
Rep Puaný : 2130610
Rep Derecesi
newalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond reputenewalaqesaba has a reputation beyond repute
Varsayýlan



Salên destpêkê li Swêdê, salên 1980-yî
Her tişt bi lez dibuhurî û hew min dît berê min li sirgûnê ye. Ez pêşî daketim Binxetê, min ji wir xwe gihand Almanyayê; di ser Almanyayê re jî ez çûm Norvecê û ji Norvecê min xwe gihand Swêdê. Lê ji destpêkê ve armanca min hatina Swêdê bû. Min bihîstibû ku Swêd welatekî demokratîk e, zimanê kurdî li Swêdê ne qedexe ye, û di ser re jî mirov dikare zimanê xwe yê kurdî bi pêş bixe û pê kitêban binivîsîne. Ez jî bi nexweşiya nivîsandinê ketibûm û min dixwest ez li Swêdê xewna xwe bi cih bînim.



Li Swêdê ez li bajarê Uppsalayê bi cih bûm. Bajarê Uppsalayê bajarekî delal yê unîversîteyê bû. Min tavilê dest bi kursên zimanê Swêdî kir û ji bo amadehiya unîversîteyê min dersên taybetî xwendin. Ez di demeke kin de fêrî swêdî bûm. Welatê ku ez ji bo nivîsandinê hatibûmê, bala min bir ser sînemavanî û karê rejîsoriyê. Min dixwest ez rejîsoriyê bixwînim û dest bi çêkirina fîlmên sînemayê bikim. Mixabin, ew xewna min bi ser neket.
Di wê demê mijara çîrokên min zarok bûn. Min dixwest ku li ser psîkolojiya zarokan biwxînim. Ez çûm xwendina pedagojiya zarokan. Lê ez nebûm psîkologê gedan. Piştî demekê li Unîversiteya Stockholmê ez çûm kursên çanda antîk û edebiyata rûsî. Armanca xwendina min ne ji bo bidestxistina dîplome û karekî baş bû. Min dixwest ku di karê nivîsînê de ez kûr û xurt bibim.

– Tu çawa fêrî tirkî bû?
– Ez li dibistanê fêrî tirkî bûm. Paşê ez demekê li Îzmîr û Manisayê jî man. Li wir zimanê min xurtir bû. Qisekirina min ji şêweya aliyê me dûr bû, tirkiya min bê qisûr bû. Li gorî hevalên min yên tirk ne fizîka min ne jî qisekirina min ne mîna kurdan bû. Bi vê yekê kurd biçûk dixistin. Lê min jî nîv bi henek û hinekî jî bi rastî digot ku, di nava kurdan de kesê herî kirêt û nezan ez im.

– Nivîskarên ku bandora xwe li zaroktî û xortaniya te kirine kî ne?
– Di dema xortaniya min de, bêtir helbestê bala min dikişand. Berî ku ez Mayakovskî, Nazim Hikmet, Ahmed Arif, Neruda û Lorca nas bikim, di 10-12 saliya xwe de, min mewlûda Melayê Batêyî bi alfabeya erebî xwendibû û ew jiber kiribû. Îro jî beşekî mezin ji vê mewlûdê dî bîra min de ye. Lê di xortaniya xwe de, di nava wan helbestvanan de ez bi Mayakovski ve hatim girêdan. Şêweyê nivîsîna wî û helwêsta wî balkêş bû. Min jî dixwest mîna wî li Kurdistanê bi şêweyeke din tûrneyên helbestxwendinê li dar bixim û festîwalên helbestan organîze bikim. Min di salên 70an de mîna gelek kesan `Dayika`a Gorkî xwend. `Ince Memed`a Yaşar Kemal tesîreke xwe li min kiribû. Romana Gonçarov, `Oblomov` jî hêja bû. Di wan deman de ne tenê nivîskarek, lê gelek nivîskar ketin cîhana min. Hetanî 80î nivîskarên ku min dixwend bêtir nivîskarên çep bûn. Lê piştî salên heyştêyî ku li Swêdê bi cih bûm, ez bi awayekî din nêzîkî edebiyatê bûm û min dest bi xwendina edebiyata cidî kir.

– Te kengî biryara nivîskariyê da?
– Min biryara nivîskariyê neda, lê min xwe ji nişkê ve di nav çalakiya nivîsandinê de dît. Di destpêkê de bala min pir li ser resim bû. Min bi boyaxê çend portre jî çêkiribûn. Heta me potreyek ji yê min li komeleya me jî bi dar de kiribû. Paşê karê sînemayî pir bala min dikişand. Min dixwest ez bibim aktor. Ez ji bo fîlmekî hatim hilbijartin, min ê li Stenbolê di fîlmekî de bilîsta, lê diya min û birayê min ê biçûk M. Seîd pêşiya min birîn, xwe avêtin min, giriyan û nehiştin ez herim Stenbolê. Wan digot ez herim Stenbolê û têkevim cîhana sînemayê, ez ê ji destên wan bifilitim û nema vegerim. Ez neçûm Stenbolê û nebûm aktorê sînemayê. Lê ez ketim cîhana nivîskariyê. Her ku min nivîsand, min ewçend ji nivîskariyê hez kir. Ji bo ku ez ji tiştên ku min nivîsandine baştir binivîsînim, min her nivîsand.

– Naveroka nivîsa te ya pêşî çi bû? Te kengî ew nivîsand?
– Min cara ewil di sala 1977an de helbestek bi kurdî nivîsand. Paşê gotareke min ya polîtîk bi tirkî di rojnameya Politika de hate weşandin. Rojname nêzî xeta TKPê bû.




Firat Cewerî bi biraziyê xwe Abîdîn re. Abîdîn Parilti niha nivîskarekî naskirî ye. Bi kurdî û tirkî dinivîse.

– Te çawa biryara nivîsandina bi kurdî? Te çi nivîsî?
– Nivîsandina min ya bi kurdî hinekî Donkîşotvanî bû. Tesîra enternasyonalîzmê xurtir bû. Qisekirin, xwendin û nivîsîna bi kurdî wek nijadperestî dihat dîtin. Şoreşa sosyalîst, li pêşiya pirsa ziman û çanda kurdî cî digirt. Di demek wisan ku qedexe li ser zimanê kurdî hebû, min biryar da ku bi kurdî binîvisînim. Min dikarîbû mîna gelek kesan xwe ji ber xetera qedexekirinê bida alî. Lê min li hember qedexeyan, zordariya li ser zimanê kurdî rêya dijwar hilbijart, min tenêbûn û sûcdarîkirina nijadperestiyê hilbijart û bi kurdî nivîsand. Nivîsên min yên destpêkê ji helbestên kurdî pêk dihat.

– Pirtûka te ya bi kurdî kengî û li ku derket?
– Pirtûka min ya pêşî li Swêdê di sala 1980ê de, bi navê `Êrîş dikin`, derket. Min ew helbest li welêt di 17-18 saliya xwe de nivîsî bû. Min ew bi dizî bi xwe re derxistin derveyî welêt. Wê demê nivîsên kurdî qedexe û bi xeter bûn.
Piştî ku ez derbasî Almanyayê bûm, min ew derbasî ser rûpelan kir. Li Swêdê jî kete ber çapê. Dema ku ez bi êşa hevalên xwe yên di zindana Amedê de diêşiyam, li aliyê din min îmzeyek diavêt ser pirtûka xwe ya ewil.



Salên destpêkê, dema Nûdemê li Swêdê, bi Mahmûd Baksî re

– Qala pirtûkên xwe yên din bike...
– Divê ez qal bikim ku dema îmkan û mecalên bi kurdî nivîsînê li Tirkiyê hebûna, min ê jiyana li sirgonê û nivîsîna bi kurdî li derveyî welêt ji xwe re nekiriba hilbijartina sereke. Sedema derketina min ya derveyî welêt ji bo nivîsîna bi kurdî bû. Derketina min ji wan re mesajek bû. Bi nivîsîna kurdî min dît ku zimanê me ji bo afirandinên edebî kûr e û têra xwe bi hêz e. Vê yekê li cem min kînek, û eksek pêk anî. Min xwest ez nîşan bidim ku ev ziman malê çandek kevnare ye, bi esil e, ne sembola paşdemayînê û nezaniyê ye. Lewmaye min nivîsî û bê westan li ser nivîsînê kûr bûm. Di sala 1981ê de pirtûka min ya helbesta `Mezin dibim` ji çapê derket. Hetanî niha tevlî wergeran 30 pirtûkên min derketine, belav bûne.

– Di xortaniya xwe de tu di bin bandora çi hêza polîtîk de bû?
– Di salên naşîtiya xwe de, di 15-16 saliya xwe de min kurdîtî û sosyalîzm, her wisan DDKD nas kir. Bi çend hevalan re me buroya Demokratên Şoreşger vekir. Min di komîteya kargêr de cî girt, hejmarek analîzên polîtîk kir. Ji xwe me wisan zanîbû ku em ê şoreşê di çend salan de bikin û pirs tev dê bên çareserkirin. Lê di 19 saliya xwe de min dît ku kirina şoreşek wisan ne hêsan e. Piştre mîna Tirkiyê, di nav hêzên kurdan de jî pevçûnên polîtîk dest pê kir. Li hemberî hevûdu hişkî bikar dihanîn. Ez li dijî hişkiyê derketim. Ji awira îdeolojîk jî dîktatoriya proleterya balkêşiya xwe li cem min kêmtir dibû, aliyê wê yê demokratîk û mirovantî bersiva pirsên min nedida. Dijberiya min ya îdeolojîk bû sedem ku ez nêzî komên din bibim, bi wan re bidim û bistînim. Bi wan re dostaniya min bi pêş ket. Ev yek li hesabê hevalên min nedihat. Lê ji ber ku nivîskarî derket pêşiya gelek tiştên din, bi derketina derveyî welêt min destê xwe ji karê polîtîk kişand. Heta niha ez nebûme endamê çi hêzan. Min çi cewazî nexist nava hêz û kesên kurd. Bi şêweyekî erênî ez nêzîkî wan û weşanê kurdî bûm.



(Sala 1992, Swêd: Mehmet Uzun, Mahmûd Lewendî, Firat Cewerî, Xelîl Duhokî)

– Te di dema xortaniya xwe de te çi şêwe kovar dixwend?
– Piştî ez hatim Swêdê, cûntayê dest danî ser hikim û tevayê kovaran hatin qedexekirin. Piştre Sendîkeya Tirkiyê ya Nivîskaran bi navê `Yazko` kovarek derxist. Paşê `Yazko Edebiyat`, `Yazko nivîsên Felsefî` û `Somut` derket. Ez bûm aboneyê wan. Di dema êşa sirgonê de min dema xwe hinekî bi wan re derbas kir.

– Ji bo ku tu li Swêdê bi cî bibe, tu derket derveyî welêt? Planên te û vegerê hebûn na na?
– Tu niyeteke min û mayînê tunebû. Ji bo mayînê min qala çend salan dikir. Lê cûnta û berdewama wan li ser hikim dirêj ajot. Vê yekê bandora xwe li mayîna me kir. Gelek kes hene 20-30 sal in qet neçûne welêt. Di dema sohbeta xwe de qala vegera xwe dikin. Nexweşiya nostaljiyê bi gelek kesan re peyde bûye. Hejmarek jê bi nexweşiyên kujar ji nav me koç kirin, lê hetanî roja dawî jî hêviyên wan û vegerê xurt bû. Min bi xwe jî para xwe ji wê nostaljiyê girtiye.

– Di salên destpêkê de te çi dikir? Tu li çi deverê bi cî bû, çi kar kir?
– Ez li bajarê unîversîte, li Uppsalayê bi cî bûm. Min dest bi kursên zimên kir. Mecalên telefon, televizyon, rojname û internetê tune bû. Em li wî aliyê cîhanê bûn û welatê me li aliyê din. Min pir bêriya bajarê xwe, malbata xwe û hevalên xwe dikir. Ez di agirê bêrîkirinê de dişewitîm. Gava ji serî de hayê min ji vê êşê habûya, min ê her tişt bida ber çavan û min ê gava xwe neavêta derveyî welêt.




(Destpêka salên 1990î li Swêdê: Ciwan Haco û Firat Cewerî)

– Li welat û li derveyî welêt ji bilî karê nivîsînê di karên din de xebata te çêbû?
– Ji bilî nivîsînê tu kar ji min re nebû armanca xwexwedîkirin û îdarekirinê. Lê min gelek kar ceribandin. Wek tercumaniya kurdî-tirkî-swêdî, lektoriya pirtûkxaneya giştî, di Konseya Çandê ya Swêdê de xebatên edebî, û birêvebirina karên restorant û markêtan...

– Li derveyî welêt te çi demê biryara tenê nivîsînê da?
– Dema ez nû li Swêdê bi cî bûm tenê armanca min ew bû ku ez bi kurdî binîvisînim. Bi swêdî nivîsîn derî û mecalên nû ji min re vedikir. Çend ceribandinên min yê swêdî hatinek ji min re peyde kir. Lê min berê xwe da zimanê xwe. Di nav kurdan de ez yek ji endamên Yekitiya Nivîskarên Swêdê yê pêşî me. Pirtûka min ya bi kurdî berî niha bi 27 salan derket. 30 sal in ku ez bi kurdî dinivîsînim. Lê hetanî niha çi fêdeya wê ji awira aborî ji aliyê kurdan ve li min nebûye.

– Hinekî qala çêbûn û sedema derxistina Nûdemê bike...
– Ji salên 80ê hetanî 90î ez aboneyê hejmarek kovarên edebî yê bi swêdî û tirkî bûm. Hayê min ji kovarên edebî yê nasdar li cîhanê hebû. Min ew li pirtûkxanê dixwend. Her wisan di kovarên kurdî de nivîsên min dihatin weşandinê. Di salên 80an de di redakisyona kovara Enstituya kurdî ya Parîsê, `Hêvî` de ez xebitîm. Lê kovar û weşanên kurdî tev ya bi hêzan ve, anjî bi dezgehan ve girêdayî bûn. Weke naverok û estetîk ji awira edebî ve heyecan nedidane min, ji cîhana edebiyatê dûr bûn. Paşê ez li xwe vegeriyam, xwestina derxistina kovarek edebî li cem min çêbû. Em fêrî biryarên kolektîf bûbûn. Civata polîtîk jî xwedî rengek wisan bû. Karê min ne hêsan bû. Sala 1990 î sala biryara derxistina kovarê bû. Ez bi hinek kesan şêwirîm. Lê tu kesî nêrînek erênî neanî zimên. Lê veger tunebû. Ez bi nivîskarên kurdan re ketim têkiliyê. Min hejmara yekê derxist. Min da diyarkirin ku bi hindikayî 5 salan ez ê vê kovarê bidim domandinê...



Salên Nûdemê: Firat Cewerî hevpeyivînekê bi Mûsa Anter re dike.

– Te pirsên teknîkî yê Nûdemê çawa çareser dikir? Çend kesan kar dikir? Çawa hate belavkirin? Reklamên we hebûn? Sponsorê we kî bû?
– Min tenê kar dikir. Çi mehaneya min tune bû. Hemû karên wê li ser milê min bû. Kar ji serê sibehê hetanî berê sibê saet 4an didomiya. Piştî xwendina rojnameya sibê `Dagens Nyheter` ez radizam. Konseya Çandê ya Swêdê ji bo çend hejmara alîkarî da min. Hercar 1000 lib dihate çapkirin. Hejmara abonetiyê hilkişiya hetanî 700 î. Ev jî ne hindik bû. Di nava weşanên kurdî de pir mezin bû. Tu hêz, dezgeh an jî karbidestên kurdan alîkariya min nekir. Ne min xwest ne jî ew li min geriyan. Ji xwe sponsortî qet nebû.



(Li Şamê, sala 1987an. F. Cewerî, Osman Sebrî û Ezîz Akreyî)


– Gelo bi saya Nûdemê nivîskarên nû gihan an na? Çi tesîra Nûdemê li ser nivîskarên wê demê bû?
– Nivîsên pêşî yê gelek nivîskarên îro, di Nûdemê cî girt, hatin weşandin. Gelek hene dibêjin ku wan bi Nûdemê dest bi nivîsîna kurdî kirine. Gelek kitêbên ku di salên 90 û 2000î de li Swêdê û Tirkiyê hatin belavkirin, pêşî di Nûdemê de hatibûn weşandinê. Li Tirkiyê, Sûriyê û derveyî welêt gelek keç û xort bi saya Nûdemê ketin nava cîhana nivîsînê. Nivîsên wan yê destpêkê di arşîva min de parastî ne.



(Li Sûriyeyê; li Banîysê li mala Rewşen Bedirxana xanima Mîr Celadet Bedirxan. Sala 1987an)

– Çima te biryara sekinandina Nûdemê da?
– Di destpêkê de min qal kiribû ku dê Nûdem 5 salan bêyî westan derbikeve. Bi rastî jî Nûdem di 5 salan de sîstematîk derket û hat belavkirin. Bi minasebeta 5 saliya wê li Stockholmê şahiyek mezin çêbû. Li wir 300 entelektuel civîyabûn. Biryara min wisan bû ku di şahiyê de ez dawiyê li jiyana Nûdêmê bînim. Lê min wisan nekir. Min biryara 5 salên din jî da. Min piştî deh salan biryar da ku wê li welêt derxînim. Projeya min bi ser neket. Ez jî westiya bûm. Weke kesekî ku zaroka xwe bîne dinyê, navekî lê bike, birêveçûna wê bibîne û bi destên xwe qetil bike, min jî di nava rondikên çavan de biryara sekinandina Nûdemê da. Jiyana wê bi dawî anî.


Firat Cewerî: Di dewra kemilîna nivîskariya xwe de, Swêd li gerreka nav daristanê

– Qala zewaca xwe bike. We çawa hevûdu nas kir? Çîroka zewaca we çawa pêk hat?
– Xanima min ji bo serdanê hatibû Swêdê, mala birayên xwe Şerefxan û Mistafa Cizîrî. Ew li Stockholmê, ez jî li Karlstadê dimam. Min û birayên wê, me hevûdu nas dikir, em dost bûn. Lê çend sal bûn ku me hevûdu nedîtibû. Hevalekî min bûbû mêvanê min. Wî telefona Şerefxan Cizîrî ji min xwest. Min jî rabû ji mala hevalê xwe Mistefa re telefon kir. Min bihîstibû ku Mistafa zewicî ye. Lê min xanima wî nedîtibû. Gava min ji mala wî re telefon kir û xanimekê bersiv da, min got belkî xanima wî ye. Dengê di xetê de got, na, ne xanima wî ye, lê xwişka wî ye. Min li navê wê pirsî, got, Şaneşîn. Kêfa min ji navê wê re hat. Min hatina wê ya Swêdê meraq kir û çend pirs li ser welêt jê pirsîn. Piştî ku min destikê telefonê danî, ez li mêvanê xwe zîvirîm û min got heke ez vê keçikê biecibînim ez ê pê re bizewicim. Min malbata wê nas dikir, haya min ji kultura wan hebû, ev ji bo min firsendeke baş bû.



(Firat Cewerî di 1990-ê de bi Şaneşînê re zewicî. Roja dawetê. Li milê wan ê rastê Gulîstan Perwer, li yê Çepê Şivan Perwer.)



Gava me hevûdu dît kêfa min jê re hat. Nêzîkbûna wê ya huner û edebiyatê jî tesîr li min kir. Gelek kesan ew xwestibû, lê wê qîma xwe bi wan neanî bû. Dema em bi tenê man, min dîtina xwe ya zewacê jê re vekir û bi quretî jê re got ku ez ne her kes im. Neket serê wê, got belkî ez henekan dikim. Di wê navê de bihîstibû ku ez bi keçikeke swêdî re dimînim. Neket serê wê û vegeriya welêt. Piştî salekê bi telefonê li min geriya û meraq kir bê ka ez hê li ser soza xwe me an na. Belê, ez li ser soza xwe bûm. Em zewicîn. Çend mehên din, em ê huvdehsaliya zewaca xwe pîroz bikim.

– Qala îdarekirina malê bike. Li malê peyva kê derbas dibe? Karê li malê di nav we de çawa tê parvekirin?
– Xanima min bi pedagojiya zarokan dadikeve. Di civînê wan yê dibistanê de ew aktîf e. Lê ji bo demên wan yê futbol û çalakiyên mûzîkê ez bi wan re me. Ez bêhtir li derve me, ew li mal e. Dema li mal be, peyva wê derbas dibe. Li gorî dîtina wê, bi giştî peyva min derbas dibe.

– Çend zarokên te hene? Navê wan çi ye, çend salî ne?
– Du zarokên min hene; Yezdan û Mîran. Yezdan di sala 1992an de, Mîran jî di sala 1998an de hat dinyê. Me bi hevûdu re nav li wan kiriye.



Firat Cewerî û Şaneşîn di tûreka jiyana hevjîniyê de

– Tu xwe weke nivîskarekî li sirgonê dibînî. Dema dîtina te wisan be, tesîra vê ya erênî û neyênî li ser berhemên te yê edebî çiqas dike?
– Ez çiqasî ji vê awirê li xwe nenêrim jî, xelk wek nivîskarekî li sirgonê li min dinêrin, min wilo nas dikin. Ev jî normal e. Ev 27 sal in ez li Swêdê dijîm. Lê jiyana li derveyî welêt nebû sedem ku ez ji kurdî bi dûr bikevim. Ez bi kurdî dinîvisînim û hewil didim ku nivîsên min li gorî yê cîhanê bin. Jiyana li sirgonê gelek tişt ji min stand û pir tiştên erênî da min. Bi saya wê ez li xwe vegeriyam, min nasnemaya xwe û azadiya xwe bi dest xist, li ser ziman xebatên giranbuha pêk anî.
Belê, şopa jiyana li sirgonê di nivîsên min de derdikeve der. Ev erênî ye. Gelek nivîskar hene ku li sirgonê zimanê xwe diguhêrin û hinek jî berhemên xurt yê edebî diafirênin. Wîtold Gombrowicz, demeke dirêj li Arjantînê ma. Lê plonî bû beşek ji jiyana wî. Milan Kundera ji Çekoslovakyayê çû Fransayê. Dibe ku ji ber nefreta wî ya li hemberî sîstema komînîzmê be, nema bi çekî nivîsî, derbasî zimanê fransî bû. Lê herdu jî nivîskarên hêja û gerdûnî ne.
Min jî ji ber nefreta xwe ya li hemberî înkarkirinê berxwe da û bi kurdî nîvîsî. Ez sirgonî bim jî, ez tu carî bi çavê nivîskarekî penaber li xwe nanêrim.




(Mehmet Uzun, Firat Cewerî, Mehmut Baksî, 1992, Swêd)

– Di berhemên te de, weke Kevoka spî û Payiza Dereng de bêhtir qala kesan, kesên ku ji civata xwe re xerîb, li çi cihan kêfxweş nabe tê kirin. Li ser pirsê cîhanê yê mezin nayê rawestandin. Li ser pirsgirêkên kesan, jiyana wan yê rojane tê rawestandin. Mirov dikare bêje ku edebiyata te qala kesan, anku şexsan dike, wan ji xwe re dike mijar?
– Rast e, ji bedela nêrîna kolektîf, ez li ser kesan radiwestim, nirx didim kesan, li ser pirsên wan kûr dibim. Civatên bi sihet, ji kesên bi sihet pêk tê. Li cem me nirxdayîna kesan bi egoîzmê tê gunehkarkirin. Egozîm wek nexweşiyeke kapîtalîzmê tê dîtin. Lê rastiyek heye: Kesên ku ji xwe ne razî bin, hez ji xwe nekin, nikarin ji kesên din razî bibin û hez ji wan bikin. Navgînên min yê edebî mirov in. Ez bi wan re derdikevim rê, qala aliyên wan yên xurt dikim, yê qels jî raçav dikim. Ez hewil didim ku aliyê wan yê însanî bikim malê mirovahiyê. Edebiyata min ev e. Pêwîst e û li nik min pir bi nirx e ku berhemên min ji aliyê rexnegirên edebî bên nirxandin. Ew dikarin baştir berhemên min yên edebî binav bikin...

– Zimanê ku tu bi kar dihêne, ji bo têgihiştinê têra xwe hêsan e. Ji aliyê teknîkî ve modern e. Tu ji ceribandinên nû re vekirî xuyanî dikî. Ev yek di çîrok û romana te de xuyanî dike. Dîtina te li ser vê pirsê çi ye?
– Belê, rast e, ez hewil didim ku zimanê min xweş bê xwendin. Ev xweşbûn, rengê xwe dide berhemê. Xweşbûn nayê wateya zimanekî sivik. Ez qala zimanekî zelal û kêşar dikim. Zimanekî wisan rengê edebiyata romantîk û realîst xweşiktir dike. Bi şeweyên edebiyata absurd, postmodern û surealîst jî dikeve.
Ez teknîka nû diceribînim. Niha û pêşerojê jî ez ê gavên nû bavêjim, hewil bidim ku teknîka nû di berhemên xwe de bi cî bikim.

– Tu bi nivîsîna helbestê derketî rê, bi îdarekirina kovarê gavên hêja avêt. Niha jî bi romanê tu derketî pêşberî xwendevanan. Bi qasî ez zanim tu li ser nivîsîna romeke nû jî dixebitî. Di nav şaxê edebiyatê de tu xwe nêzî çi deverê dibînî?
– Ez hez ji şaxên edebiyatê tevan dikim. Hinek ji ceribandinên min, ne ji xwestina min lê ji mecbûrî çêbû. Paşê min xwest ku ez temayên xwe bi rêya çîrokan bînime zimên. Lê dewlemenbûn û firehbûna temayan di forma çîrokê de ne dihate zimên. Ez derbasî nivîsîna romanê bûm. Ez bawer im ku ji niha û pê ve bêhtir dê giraniya xwe bidim romanê. Ji ber ku li ber dilê min cihê romanê bilind e û bi çend peyvan nikare bê ziman.

Wergera ji tirkî: Gabar Çiyan



Mehmet Uzun û Firat Cewerî bi hev re di şeveka xweş de qedehan ji bo jiyanê radikin
Amadekar:Hevpeyvîn: Ferzende Kaya

__________________
newalaqesaba is offline  
Eski 14-05-2007, 11:21 AM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2007
Konum: ji bircên amedê
Mesaj: 692
Üye No: 103932
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 66
Rep Puaný : 6435
Rep Derecesi
mamoste_mem has a reputation beyond reputemamoste_mem has a reputation beyond reputemamoste_mem has a reputation beyond reputemamoste_mem has a reputation beyond reputemamoste_mem has a reputation beyond reputemamoste_mem has a reputation beyond reputemamoste_mem has a reputation beyond reputemamoste_mem has a reputation beyond reputemamoste_mem has a reputation beyond reputemamoste_mem has a reputation beyond reputemamoste_mem has a reputation beyond repute
Varsayýlan


güzel paylaşım için teşekür.ama şimdi okuyamayacağım.sonra bakacağım.bu arada bu kadar kapsamlı çalışma için artı rep

__________________
mamoste_mem is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Firat NehrÝnÝn Altin HazÝnelerÝnÝn Ortaya Çikmasi: berca06 Ýslami Sohbet 0 11-04-2007 03:21 PM
Dîcle û firat MÊVAN Helbesten Kurdi 6 06-04-2007 08:49 PM
kürtçe öykü yazmak çýlgýnlýktý Heval Sýnýrsýz Muhabbet Burada 4 16-02-2007 09:09 AM
Dîcle û Firat ...... sezi Þiirler 2 19-09-2006 01:14 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 04:13 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.