Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 03-05-2007, 05:35 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2006
Konum: shivanistanýn baþkenti
Mesaj: 7,752
Üye No: 23
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 192000
Rep Puaný : 9256508
Rep Derecesi
Mirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond repute
Exclamation Hz.Omer (r.a.)


Bûyina Hz. Omer (r.a.)

Hz. Omer sêzde (13) sal di pey cenga "Fîl", li Mekkê hatiye dinyayê. Bi angorî gotina wî, ew çar sal di pey cenga Fîcar a mezin ji dayîka xwe bûye. (1)

Bavê wî Xettabê kurê Nufeyl e, neseba wî di Ke'b de digihîje Pêxember( a.s.), ji qebîla Qureyþ, ji mala Edî ye. Diya wî qîza birayê Ebû Cehl (an jî qîza apê wî) Henteme ye. (2)

Dîrok ji dema beriya muslimantiya wî pirr behsê nakin. Lê di piçûktiya xwe de ji keriyê bavê xwe re þivanî kiriye, dû re jî dest bi tîcaretê kiriye. Bi piranî bi tev karwanên ku diçûn Suriyê re hevaltî dikir. (3)
Di dewra cahiliyê de yek ji eþrefên Mekkê bû û sefareta dewleta Mekkê jî di dest wî de bû. Dema cengekî di navbera wan û hinekên din de çêba, Omer balyozê di navbera her du terefa bû; Omer çi raporê bida Mekkiyan bi angorî wê raporê hereket dikirin. Ger pirsgirêkekî di navbera du heb qebîleyên Mekkê de derketa, Omer di vê pirsgirêkê de rolekî mezin dilîst û gotin û biryara wî, di vê pirsgirêkê de dihat qebûlkirin. (4)
Omer, xwedî mîzacekî sert û girêdayê bi baweriyên kevn va bû. Di destpêka Îslamê de, wî jî li hember muslimanan cephe girtibû. Wisan li urf û edetên xwe xwedî derdiket ku ji herkesî pirtir wî dixwest ji Îslamê re astengiyê derxe. Heta rojekî þûrê xwe girt û çu ku Hz. Muhemmed bikuje. Lewra bi angorî wî; Hz. Muhemmed dînê bav û kalê wan înkar dikir û tu hurmetekî Wî ji putên wan re tunebû. Di civînekî de Mekkiya biryara kuþtina Hz. Muhemmed dan, Omer jî di nava wê biryarê da bû. Ji hemiyan Omer þûrê xwe girt û bi rê ket ku biçe ji boy kuþtina Hz. Muhemmed. Lê çuyîna wi, bû sedemê muslimantiya wî.
Muslimantiya Hz. Omer:
Bi angorî neqilkirina dîrokzanên Îslamî, muslimantiya Omer wiha çêbûye:
Piþtî ku muþrikên Mekkê nikaribûn muhacîrên çûbûn Hebeþîstanê þûn ve bînin, kîna wan zêde bibû û li muslimanan heqaretê dikirin. Bi vî dilê wan rehet nedibû û bi teklîfa Ebu Cehl xwestin Pêxember bikujin. Û Ebu Cehl got: "Kî Muhemmed bikuje, emê wî bi xelat bikin." Omer got; ''ez talîbê vî karî me! Kesê ku kefaleta xelatê bike heye?" Ebû Cehl got; "belê ez!" Omer bi wan re peymanekî erêkir. Lê di nav muþrîkan de hinek musliman hebûn û muslimantiya xwe vediþartin, wekî Fatîma xwuþka Omer û mêrê wê Saîd b. Zeyd, b. Amr. Muslimanê ku xwe vediþartin, ev xeber sehkirin û xwestin bighînin Pêxember.
Piþtî biryara civînê, Omer þûrê xwe digire û bi alî cîhê ku Pêxember (a.s) lê ye diçe. Di rê de rastî Nuaymê kurê Ebdullah tê. Nuaym jê dipirse:
-"Ya Omer tu wiha bihêrs bihêrs ku ve diçî?" Omer dibêje;
-"Ez diçim Muhemmed dikujim. Ew, dînê bav û kalên me rakir, ziman dirêjî pûtên me dike, terka dînê xwe kiriye û dînekî nû derxistiye."
Nuaym got:
-"Ey Omer wellahî nefsa te, te xapandiye! Ku tu Muhemmed bikujî gelo wê qebîla Ebdî Menav te li dara dinyayê sax bihêle? Hem jî yên bûne musliman pirr in, li dora Pêxember civiyane, tu nikarî Pêxember bikujî. Tu li malbata xwe bizvire, malbata te jî hemî bûye musliman, haya te jê tune ye.”
Omer pirsî:
-"Tu ji malbata min kê qesd dikî?
Nuym b. Abdullah:
-“Zavê te yê pismam Seîd b. Zeyd, b. Amr û xwuþka te ya Fatîme.”
Dema Omer ev gotina seh dike, bi wê hêrsa xwe, berê xwe dide mala zavê xwe. Dema tê ber derî, gohê xwe didê ku way di mal de Qur'an tê xwendin. (Sûreyê Taha) Omer li derî dixe, wana dibînin ku yê tê Omer e, rûpelên Qur'anê vediþêrin û Hebbabê Mamosta jî xwe vediþêre. Omer dikeve hundir û dipirse:
-Ew çi bû min seh kir we dixwend?
Vana înkar dikin, dibêjin "me tiþt nexwend ta ku tu sehbikî!".
Omer:
-"Nexwa tiþta min seh kirî rast e, hûn her du jî bûne musliman" dibêje û dest dirêjî zavê xwe dike û lê dixe. Xwuþka wî dikeve navberê, Omer li xwuþka xwe jî dixe, serê wê diþkêne û pozê wê xwîn dibe. Xwuþk û zavê wî dibêjin; "Ey Omer! Belê em bûne musliman, laîlahe îllallah Muhemedun Resûlullah! Tu çawa jî bikî, em terka dînê xwe nakin!..."
Omer ji vê gotina xwuþka xwe pirr muteessîr dimîne û dixwaze ewan rûpelên Qur'anê ku li cem wan e bixwîne. Xwuþka wî ditirse ku Omer rûpelên Qur'anê biqelêþe, naxwaze bidê. Omer ji wan re bi pûtên xwe sond dixwe. Fatîmê dibêje;
- “Tu neþuþtî yî, tu puta diparêzî, heya ku tu xusla xwe nekî (xwe neþoyî) em nikarin Qur'anê bidin destên te.”
Omer xwe diþo û dest bi xwendina rûpelên Qur'anê dike, hinek dixwîne û dibêje:
-"Ev gotinana çiqas qenc in, çiqas giranbiha ne!"
Wê demê Hebbab ji cîhê xwe dertê, tê cem Omer û dibêje:
- “Ey Omer wellahî ez omidê dikim ku duayê Pêxember nesîbê te be! Ez duh li bal Pêxember bûm wiha dua dikir: ‘Ey Xwedayê min! Tu Îslamê bi Omerê kurê Xetab an jî bi Amrê kurê Hîþam (Ebu Cehl) bi quwwet bikî (bilind bikî)’ Ey Omer! Êdî ji Xwedê bitirse ji Xwedê!”
Qelbê Omer nerm bibû, wan zanî ku Omer dibe musliman, Omer pirsî;
-"Ey Hebbab tu cîhê Pêxember ji min re bêje." Hebbab cîhê Pêxember jê re got.
Wê demê Pêxember, Hemze, Ebû Bekr, Elî û bi tev hinek hevalên din li mala Erqam (li ber girê Sefayê) ders dixwendin û îbadet dikirin. Omer berê xwe da mala Erqam, dema li derî da, hinek sehabiyan endîþe kirin, lewra Omer bi tev þûrê xwe li ber derî sekinîbû. Hemze got:
-"Eva Omer e, ger bi niyetekî baþ hatibe qenc e, ger bi niyeta xirab hatibe kuþtina wî ji me re hêsan e." Pêxember destûra Omer da û got "bila were hundir." Dema Omer ket hundir, Hz. Pêxember bi pêsîra wî girt û got; "ya kurê Xetab bibe musliman! Ey Xwedayê min hîdayetê bide wî!" Li pey gotina Pêxember, Omer got:
- “Ey Resûlê Xwedê, ez hatim ku baweriyê bi Xwedê, bi Te û bi dînê Xwedê bînim. Dû re kelîmeyê þehadet anî û bû musliman. Pêxember û sehabiyan bi hev re tekbîr xwendin, dengê tekbîra ket nava sûkên Mekkê.” (5)
Bi angorî hinek rîwayetan; Pêxember wiha dua kir: "Ey Xwedayê min! Tu Îslamê bi Omerê kurê Xetab an jî bi Amrê kurê Hîþam (Ebu Cehl) bi quwwet bikî (bilind bikî)". Xwedê duayê Wî qebûl kir û Omer bû musliman (6)
Omer dibêje: "Min nedît ku yek bê cefa û bê lihevxistin an jî bê kutan bû musliman, lê ez bê eziyet bûbûm musliman. Min xwest ku ez jî, ji vê eziyetê para xwe bigirim. Þeva ku ez bûm musliman ez bixwe fikirîm, min got; "Dijminê herî bêter kî ye, ezê biçim mizgîna muslimantiya xwe bidimê, çi ji bo dînê Xwedê tê serê min ser seran û ser çavan. Sibehê ez çûm min li derê Ebû Cehl xist. Ebu Cehl derket ber derî û got:
-"Tu bi xêr hatî kurê xwuþka min, te çi xeberek baþ ji min re anî?
Omer got:
-Min xwest ku ez ji te re bêjim: "Min bawerî bi Xwedê, bi Resûlê Wî Hz. Muhemmed û bi tiþtên ku ew teblîx dike anî, ez jî wan tesdîq dikim" min ji te re ev anî.
Ebu Cehl dema ev xeber seh kir, derî li Omer girt û got: "Xwedê bela te jî û ya tiþtên te aniye jî bide.
Piþtî muslimantiya Omer, gellek ji Qureyþiyên ku dilxwazê Îslamê bûn, bûn musliman. Di pey muslimantiya Omer de, muslimanan di Ke'bê de bi eþkerayî îbadetê xwe kirin.
Omer di þeþ saliya rîsaletê de bûbû musliman, dema ku ew bû musliman hejmara muslimanan bi qasî heftê-heyþtê kesî hebû. (7)
Ji ber zilm û zora muþrikan, muslimanan nikaribûn ku biçin Ke'bê û îbadetên xwe bikin. Dema Omer bû musliman tev bi hev re çûn Beytullahê, Omer bi dengekî bilind muslimantiya xwe eþkere kir. Bi muslimanên din ve li Ke'bê nimêja xwe kirin. Ketina Omer li nava sefa muslimanan, moralekî mezin dabû wan. Gotina Ebdullah Îbnî Mesûd ku dibêje; "Muslimantiya Omer fethekî bû ji muslimanan re", evê rastiyê derdixe holê. (8)
Bi angorî ku Teberî ji Îbnî Ebbas riwayet dike; yê yekemînê ku muslimantiya xwe bi eþke-rayî ji her kesî re îlan kiriye, Omer e. (9)
Omer bê tirs li hember muþrîkan ji bo Îslamê mucadele dikir. Muþrîkên Mekkê wî baþ nas dikirin, ji ber vê yekê kes newêribû ku derkeve hember Omer û wek berê li muslimanan zilmê bikin.
Piþtî muslimantiya xwe, qet terka Pêxember nedikir; ji boy parastina Pêxember çi ji desta bihata texsîr nedikir û bi her awahî ji emrê Pêxember re amade bû. Piþtî îzna hîcretê, gellek musliman bidizî ji Mekkê çûn Medînê. Lê Omer þûrê xwe da piþta xwe, tîrên xwe dan destên xwe, kevana xwe da ser milê xwe û çû Ke'bê. Serokên Qureyþiyan di hewþa Ke'bê de rûniþtibûn. Omer heft caran Ke'bê tewaf kir, di meqamê Îbrahîm Xelîl de du rekat nimêj kir, di nava wan de geriya û got: "Kî dixwaze ku diya wî bê zarok bimîne, zarokên wan sêwî bimînin, jina wan bî bimîne, bila di vê newalê de bide pey min." Lê tu kesî dengê xwe nekir. (10)
Omer bi tevî bîst heb hevalên xwe ve orta nîvrojê hîcretê Mekkê kirin. Ji bo vî ye ku Îbnî Mes'ûd dibêje; "Hîcreta Omer, ji muslimanan re serkeftin e" (11)
Omer di Medînê de, di hemî bûyeran de cîh digire û di biryarên girîng de Pêxember tim bi wî diþêwire. Fikrên Omer pirr bi îsabet bûn, carnan di derbarê hinek bûyeran de ayet nazîl dibû û gotina Omer te'yîd dikir. Ji bo vî Pêxember wiha got: "Xwedê heqiyê daye ser ziman û qelbê Omer." (12)
Omer hima di hemî cenga de (wekî Bedir, Uhûd, Xendek, Xeyber) bi Pêxember ra bû. Di hinekan de jî serleþkerî kiriye. Yek ji vana jî cenga wan bi Xewazinan ra ye, di sala heftê hicretê da.
Omer di hemî meselan de, bê tawîz bû û fikra wî pirr vekirî bû. Didît ku muþrîk dixwazin Îslamê ji holê rakin, lê wî ev hezm nedikir û pirr hessa bû. Ji boy vê carnan li hember hinek tiþtan derdiket. Wekî cara ku Pêxember û muþrîkan li Hudeybiyê peymanekî erê dikirin. Muþrîkan nedixwestin di peymanê de "Muhemmed Resûlullah" were nivîsandin, wan digot "Muhemmed b. Ebdullah" bê nivîsandin. Pêxember qebûl kir lê Omer li hember derket û got; "pewîst e ku 'Resûlullah' were nivîsandin". Li ser îxtara Pêxember, wî fêm kir ku tiþta Resûlullah bike, tê de hîkmetekî heye; ji gotina xwe poþman bû û soza Pêxember qebûl kir. Herçiqas di peymana Hudeybîyê de kelîma "Resûlullah" nehatibe nivîsandin jî, lê muslimanan hebûna xwe bi muþrîkan dan qebûlkirin. Ya girîng jî, jixwe ev bû.
Di pey wefata Pêxember re, di navbera muslimanan de hinek tevlihevî çêbû. Bi hilbijartina Ebû Bekr ku bû xelîfe, Omer roleka pirr mezin lîst û di dema xelîfetiya Ebû Bekr de jî, jê re pirr alîkarî dikir.
Dema Ebû Bekr wê wefat bike, xwest ku Omer di þûna xwe de xelîfe te'yîn bike. Vê fikra xwe ji hinek sehabiyan re jî got û bi wan þêwirî. Hinek sehabiyan qebûl nekirin, gotin "Omer mirovekî xûhiþk e," Telhe û hinekên din gotin; "Ey Ebû Bekr! Omer mirovekî pirr sert e, ger Xwedê ji bo xelîfetiya wî te bikiþîne hesabê tuyê çi bersiv bidî?" Ebû Bekr got: "Ezê bêjîm ya Rebbî, min mirovê herî qenc ji wan re kir xelîfe."
Dû re jî gazî Osman kir û te'yînkirana Omer ji boy xelîfetiyê di kaxezekî de da nivîsandin. Dû re jî Osman derxist derve û xwest ku sehabî ji Omer re bey'etê bikin. Ew sehabiyên li wir, hemiyan ji Omer re bey'et kirin. Bi vî awahî Omer bû xelîfeyê Rêþîd ê duwemîn di alema Îslamê de. (13)...


Mirza is offline  
Eski 03-05-2007, 05:36 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2006
Konum: shivanistanýn baþkenti
Mesaj: 7,752
Üye No: 23
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 192000
Rep Puaný : 9256508
Rep Derecesi
Mirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond reputeMirza has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Xelîfetiya Hz. Omer
Dema Ebû Bekr wê wefat bike, xwest ku Omer di þûna xwe de xelîfe te'yîn bike. Vê fikra xwe ji hinek sehabiyan re jî got û bi wan þêwirî. Hinek sehabiyan qebûl nekirin, gotin "Omer mirovek hiþk e." Telhe û hinekên din gotin; "Ey Ebû Bekir! Omer mirovek pirr sert e, ger Xwedê ji bo xelîfetiya wî te bikiþîne hesabê tuyê çi bersiv bidî?" Ebû Bekir got: "Ezê bejîm ya Rebbî, min mirovê herî qenc ji wan re kir xelîfe."

Dû re jî gazî Osman kir û te'yînkirana Omer ji bo xelîfetiyê di kaxezekî de da nivîsandin. Dû re jî Osman derxist derve û xwest ku sehabî ji Omer re bey'etê bikin. Ew sehabiyên li wir hemiyan ji Omer re bey'et kirin. Bi vî awayê Omer bû xelîfeyê Rêþîd yê duwemîn di alema Îslamê de. (1)

Þexsiyeta Hz. Omer:
Hz. Omer him di dema cahiliyê de û him di dema Mislimantiya xwe de bi hiþkî dihat naskirin. Mirovek sert bû û di hemî deman de reqîbê wî jê ditirsiyan. Dema hêj nebûbû Misliman li hember Mislimanan jî gelek sert bû. Piþtê nûra Îslamê ji sertiyê zêdetir girêdayê biqanûn û dustûrên Îslamê ve bû. Bi çi bawer ba, dê ew baniya cîh. Dema ku bû xelîfe, hemî bûyeran bixwe teqîb dikir. Dema tiþtek emir bikira an jî qedexe bikira, pêþî ji xwe û malbata xwe dest pêdikir. Ji luksê hez nedikir, wek normal mirovek bajarî tevdigeriya. Kincên wî pirr caran yên kevn bûn. Dema karek dewletê heba, mînak wek înþaatêkê, Hz. Omer jî wek karkeran bi wan re dixebitî.

Hz. Omer xwediyê xîtabetek qenc bû, nameyên ku ji waliyan re diþand di warê edebî de wek nimûne bûn. Hz. Omer her wiha ji helbestên edebî jî hez dikir û gelek helbestên hunermendên ereban jî ezber kiribû. Her wiha carînan bixwe jî dinvîsî.

Hz. Omer pirr girîngiyê dida ser îbadetê jî. Dema bibû xelîfe bi roj bi karên dewletê re mijûl bû, lê bi þev jî tim ibadet dikir. Dema dibû sibê, bi ayeta "we'mur ehleke bîs-selatî" (emrê malbata xwe binimêjê bike; Taha/132) malbata xwe hîþyar dikir bo nimêja sibê. Hz. Omer her sal diçû heccê jî.

Hz. Omer di xelîfetiya xwe de wek mînak bû ji bo hemî xelîfên di pey xwe re û hemî sultan û emîran. Sade dixwar, sade li xwe dikir, wek hemwelatiyek tevdigeriya, wek karkerek di xizmeta ummetê de bû. Hz. Omer bi ticaretê re mijûl dibû. Her çiqas Pêxember li Medînê hinek erazî dabûnê jî, ew wî eraziyê hemî kiribû weqif li ser mûslimanan, heya weqifnameyek jî nivîsîbû. Di weqifnamê de wiha dinivîsî "ev eraziya nayên firotin, nayên hibe kirin, bi awayê mîrasî jî kes nikare lê xwedî derkeve. Hatiniyen van eraziyan li bêçaran, li eqreban, li bendan, di riya Xwedê de, li rêwiyan û li misafiran tê serf kirin. Kesên ku vê weqfê îdare dikin bi þertên ku ji pîvanê dernekevin dikarin jê bixwin." (2) Mirov dikarê bêje ev bûyera weqfê ya yekemîn e di dîroka dewleta Îslamê de.

Mijûlbûna bi karên dewletê re dibû sedemê têkçûna tîcareta Omer. Ji bo vê jî wek ku ji hinek sehabiyan re meaþ hatibû girêdan, ji malbata Hz. Omer jî meaþek normal hatibû teqdîr kirin. Meaþê wî jî, wek yê hinek sihabiyan 5 hezar dîrhem bû.

Hz. Omer di warê dîn de bê tawîz bû. Wek mînak dihat gotin ku "þeytan jî newêre derkeve miqabilê Omer."

Dibên ku rojekî Omer çû hizûra Pêxember. Beriya wî de, hinek jinên Medînê li cem Pêxember bûn û jê alîkariyê dixwestin. Dema jinan dengê Omer sehkirin, reviyan xwe avêtin piþt perdê. Dema Omer ket hundir bala xwe dayê ku Pêxember dikene, sedemê wê pirsî Pêxember got ku "Ez þaþ dimînim ji bo vanên cem xwe. Dema dengê te seh kirin revîn piþt perdê." Omer got "Ya Resûlullah! Layiqtir ew e ku ji te newêribin." Paþê jî berê xwe da wan jinan û bi acizî got: "Hey dijminên nefsa xwe! Hûn ji Pêxember diwêrin û ji min ditirsin?" Jinan gotin: "Belê, Tu ji Pêxember serttir û hiþktir î."

Pêxember got ku: "Ez bi Wî Xwedayê ku nefsa min di dest Qudreta Wî de ye sond dixum ku, þeytan di rê de rastî te bata, dê wê riya xwe biguherta." (3).

Pêxember di derbarê dîtin û tetbîqkirina heqiyê de wiha pesnê qenciya Hz. Omer dide. "Di ummetên di beriya we derbasbûyi de hinek kesên xwedî îlham hebûne, ger di ummeta min de jî hinek ji wan hebin, dê Omer b. Xettab yek ji wan be." (4).

"Xweda rastiyê daniye ser ziman û dilê Omer." (5)

Dibên carek jî Pêxember, Omer daye nîþan û gotiye: "Heya ev di nava we de bijî, di navbera we û fitnê de deriyek girtî yê qewî heye." (6)

Di derbarê qenciya Omer b. Xettab de gelek hedîs û rîwayet hene, lê ji ber dirêjaya nivîsê ez naxwazim hemiyan di vir de binvîsînim

Ilmê Hz. Omer:
Piþtê ku bû Misliman qet terka Pêxember nedikir. Bi vî awayê ji îlmê Pêxember gellek îstîfade kiribû. Di ilmê fiqhê de cîhek Omer ê xweser heye. Di dema xelîfetiyê de jî aliyek li ser karên teþkîlat kirina dewletê dixebitî, ji aliyek din jî girîngiyê dida ser pêþketin û firehiya îlmê. Mirov dikarê bêje ku bingeha usûla ilma fiqhê ji Hz. Omer dest pê dike. Îctîhadên Hz. Omer jî pirr girîng in. Di hel kirina pirsgirêkên Dewleta Îslamê de, di çareserkirina meselên îdarî de û di teqîb kirina usûlan de bi senedên rast bi hezaran hukmên fiqhî ji Hz. Omer hatine riwayet kirin.

Mirov dikare bêje ku, di pey hedîsên Pêxember re, îctihadên herî sehîh yên Hz. Omer in. (7)
Omer, di derbarê rîwayeta hedîsan de jî pirr bi diqet e. Ji bo vê jî çi dema yekê hedîsek rîwayet bikira, Omer wan mecbûr dikir ku þahîdek jî ji bo xwe bîne. Heya dibên ku Omer, carekê Ebû Hureyre kiriye hepsê, ji ber ku wî pirr hedîs riwayet dikiribû. Bi gor rîwayeta pîrtûkan dibên ku Hz. Omer bixwe pêncsed û sî û neh (539) hedîs riwayet kiriye.(8)
Her wiha zanyarên Îslamê dibên ku Hz. Omer, di te'wîl û tefsîra Qur'anê de jî xwedî ilmek mezin e. Ji Îbnî Omer dipirsin "gelo di dema jiyana Pêxember de wek din kê dikaribû fetwa bida?" Îbnî Omer dibê ku "ji bilî Ebû Bekir û Omer kesên din nizanim."

Herêmên di dewra Hz. Omer de hatine fetih kirin:
Di saxiya Resûlullah de jixwe gellek herêm hatibûn hidayetê. Lê Împaratoriya Bîzans wek sûrekê li hember dînê Îslamê disekinî. Di wê demê de þer di navbera Bîzans û dewleta Îslamê de dest pê kiribû jî. Piþtê wefata Pêxember s.X.l.), Hz. Ebû Bekir demek li hember wan kes û herêmên ku li pey wefata Pêxember bibûn murted sekinî. Mirov dikare bêje hinek navber dabû þerê Bîzans. Lê piþtê mesela murtedan qediya, Hz. Ebû Bekir ji aliyek li hember Bîzans û ji aliyê din jî li hember dewleta Îranê ya agirperest þer domand. Ev herdu dewletanan jî dixwestin ku pêþî li Îslamê bigrin û astengiyê bo bawermendan derdixistin. Piþtê xelîfetiya Hz. Omer, wî jî siyaseta Hz. Ebû Bekir bi kar anî. Li aliyek ji bo temam kirina fetha Sûriyê ku di dest Bîzansa da bû, artêþan diþiyand ser Þamê, ji aliyek din jî leþkerên þiyandibû ser Îranê di cenga Qadisiyê de bi ser ketibûn. Þahê Îranê Kisra text û payê xwe hîþtibû û reviya bû rojhilatê Îranê. Bi vî awayê hinek herêmên Îranê bi awayê cengê û hinek jî bi awayê aþitiyê Îslamê qebûl kiribûn. Li alî din Azerbeycan û Ermenîstan jî hatibûn fetih kirin. Di vê demê de li baþûr û rojhilatê Kurdistanê jî hin herêm bi cengê û hinek jî bi sulhê derbasî Îslamê bûne.
Piþtê fetha Sûriyê, arteþa Îslamê berê xwe da Qudsê. Piþtê fetha hinek qeseba û gundên dora Qudsê, hinek þerr di navbera Misliman û Xiristiyanan de dom kir. Lê di dawî de serleþkerên Xiristiyanan bi þertê ku Omer bixwe were, wê teslîmê Mislimanan bikin kirin. Bi hatina Omer Qudus jî kete destê Mislimanan. (H.16-M. 637).

Ger bigor xerîta cîhanê ya îroyîn mirov herêmên di dewra Omer de hatine fetih kirin bijmêre; ji sedî nod Kurdistan, Ermenistan, Azerbeyjan, Îran, Iraq, Suûdî Erebistan, Yemen, dewletên biçûk yên ereban wek Qeter, Urdun, Îsraîl, Misir, Lubnan, Suriye hemî di dest Mislumanan da bûn. Di Tirkiya îroyîn de tirk tunebûn û dewlet ya Bîzansa bû.

Hinek nûzayiyên di dewra Hz. Omer de
* Teþkîlata Dîwanî hate saz kirin û qeydê leþkeran û meaþ û hatiniyên wan ên cengê hatin nivîsandin.

* Heya Hz. Omer wezîfa qazîtiyê di dest waliyan da bû. Lê Hz. Omer teþkîlatek Edliya serbixwe saz kir û ji serê teþkîlatê re qazî te'yîn kir. Hz. Omer te'lîmat dida qaziyan da ku di biryarên xwe de ji qanûna Îslamê dernekevin. Edliye dîrekt giredayê bi xîlafetê ve bû. Bi vê teþkîlatê, wekheviya hemî hemwelatiyan zêdetir kete rewacê.

* Di alîkariya bêçaran da ferqa navbera musliman û ne muslimanan rakir, hemwelatiyên bêçar ji kîjan dînî ba jî, ji dewleta Îslamê alîkariyê distendin.

* Girîngiyek pirr mezin da ser perwerdê. Di hemî herêmên fetihkirî de mizgeft û pê ve girêdayî medrese ava kir. Ji bo medresan alim te'yîn kir û meaþek zêde da wan, da ku xelkê perwerde bikin, kesek cahîl nemîne. Wek tê gotin ku di dema Hz. Omer de çar hezar mizgeft hatine ava kirin (9)

* Teqwîm di dema Hz. Omer de hate pêkanîn. Hz. Omer hicreta Pêxember esas girt û di karên dewletê de teqwîm bikar anî.

* Ta dewra Hz. Omer de, perên biyaniyan di tedawulê da bûn, li alî Iraq û Îranê dîrhemên Farisan, li alî Suriyê û Misrê jî dînarên Bîzansa dihat bikaranîn. Her çiqas Xalid B. Welîd di sala 15 Hicrî de, li herêma Taberiyeyê dînarê Îslamî çêkiribin jî ewqas di rewacê de nebû. Hz.

Omer di sala 17 hicrî de perê Îslamê kir tedawulê. (10)
* Hinek bajarên nû hatin ava kirin wek Fûstat, Kufe û Besra.

* Hz. Omer tebdîla qiyafet dikir û di nava gel de digeriya. Her wiha halên gel baþtir fêm dikir û pirsgirêkên wan çareser dikir.

* Ji memûrên xwe re gellek bi disîplîn bû. Lewra wî digot: "Ger li kêleka Firatê devekî helak bibe, ditirsim ku Xwedê hesabê wê ji Omer pirs bike.”

Rexneyên li ser Hz. Omer
Hinek Ecem û Kurdên ne Misliman dibên ku dema cenga Mislimanan û Îranê de arteþa Hz. Omer li xelkê zilim kiriye. Þerê olî (baweriya) ya wê demê wek þerên niha yên netewî dihesibînin. Her wiha li Selaheddînê Eyyûbî jî rexne dikin daku çima wî Kurdistanek serbixwe ava nekiriye. Ev þaþîtiyek mezin e. Lewra di wê demê de þer, sirf þerê baweriyê bû, netew ewqas di bîra gelan de tunebû. Dibe ku di cengê de ji hemî hêlan ve li hember hevdû ji sedî sed bi edaletî tevnegeriyabin, lê ku ji leþkerek an serleþkerek bêrêtiyek çêbûbe jî ev ne sucê Îslamê ye. Di hemî þeran de carnan bê hiqûqî çêdibin.

Lê ecem ji edaleta þer bêtir, di bin siya dostiya Hz. Elî de dijminiya Hz. Omer dikin. Ez bawer im armanca wan di vir de dijminiya fetihkirina Îranê ye, tu eleqek bi olê tune.

Rexna Dudiya: Dibên ku dema Pêxember nexweþ bû, rojekê got ku kaxiz û qelem bînin ez ji we re tiþtek bidim nivîsandin daku hun li pey min nekevin îxtilafê. Lê Omer gotiye Pêxember nexweþ e, gerek nake, jixwe Kitêba Xweda heye li cem me û bese. Di nava sehabiyan de qerebalix çêbûye, Pêxember gotiye hemî derkevin û êdî tiþtek negotiye. Hin dibên belku tiþtek girîng bigota Hz. Omer nehiþtiye, hin jî dibên ku girîng ba Hz. Omer îtiraz nedikir.
Hz. Omer mirovek di edaleta xwe de bê hemta bû, mirov zen nake ku li hember heqiyê derketa, belku wî zanibûye ka Pêxember wê çi bigota.

Di warî qenciya Hz. Omer de gelek rîwayet hene lê ji ber dirêjiya nivîsê ezê yekê binvîsînim.
Dibên þevek Hz. Omer bi tev Eslem ve li dervayê Medinê digeriyan, ronahiyek dîtin. Dema çûn wir bala xwe danê ku malbatek agir pêxistiye, dîzek dane ser agir dikele. Jinek û du zarokên wê hene zarok jî digrîn. Hz. Omer pirsa girîna zarokan dike. Jinik dibê: "Birçîne. Min av daye ser agir, pê wan dixapînim ta rakevin." Û dom kir "Xwedê helbet wê ji Omer vê pirs bike." Hz. Omer got: "Ka Omer wê çawa halê we bizanibe?" Jinikê got: "Madem nizanibû û me ji bîr dikir çima bû xelîfe?" Hz. Omer veciniqî û bi tev Eslem ve çûn enbara erzaqê. Çiwalek tijî tiþtên xwarinê kirin. Hz. Omer da piþta xwe dîsa çûn cem jinikê. Hz. Omer bixwe ji wan re xwarin amade kir. Zarokan zikê xwe têr kirin û razan. Dema ji jinikê destûr xwestin û biçin, jinikê wiha got : "Tu ji vî karî re (xelîfetiyê re) ji Omer layiqtir î." Hz. Omer got: "Ji Omer re dua bike. Rojekê ku tu biçî serlêdana wî, tu yê min li wir bibînî"

Belê kîjan serok û serleþkerên îroyin tenezzul dikin bi hemwelatiyek re biaxivin. Ma kî ji wan re xizmet û xulamiyê bikin!

Hz. Omer deh (10) salan xelîfetî kir. Ji aliyê yekê bi navê Ebû Lu'lu hate þehîd kirin. Hezar û hezar rehma Xwedê lê be.

__________________
Mirza is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008



Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 04:05 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.