|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Êdî li ber destê Mîdhed Bedîrxan derfetên malbata Bedirxan tunin û ew li sirgûnê ye. Ji ber vê yekê ji bo derxistina Kurdistanê şert û merc pir zehmetên.
--------------- Miqdad Mîdhad Bedîrxan di sala 1898’an de li sirgûnê armanca yekemîn rojnemaya kurdî Kurdistanê bi gotina, “Di dinyayê de çiqas misilman hebin di gund û bajarên hemiyan de dibistan û rojname hene, bûyerên ku li dinyayê diqewimin di wan rojnameyan de têne nivîsîn, lê mixabin ku kurd ji rojnameyan bêpar in û nizanin di dinyayê de çi diqewime gelek tiştan winda dikin” bilêv dike. Rojnamegeriya kurdî di çarêka dawî ya sedsala 19’an de di dema ku neteweperestiyê û dewletên neteweyî zîl (nuve) didan bi vê mebestê dest bi weşanê kir. Piştî Cemiyeta Tealî ya Kurdan belav bû û pêşengên wê ji hêla Dewleta Osmaniyan ve hatin sirgûnkirin û cardin ewrên reş li ser gelê kurd digeriyan de rojnameya Kurdistan biçûk be jî wekî roniyekê li Qahîreyê tîroj da. Lê heyf û xabînet ku welatên kurdan ê bi sedsalan bêstatû bû cardin ji hêla hêzên emperyalîst ve dihat dagirkirin û pêşengên doza kurdan li gorî berjewendiyên van hêzan dihatin daliqadin, kuştin û sirgûn kirin. Van hêzan li gorî berjewendiyên xwe bernameyek dewletên neteweyî amade kiribû, lê di nav vê bernameyê çarenûsa gelê kurd cardin wekî sirgûn, bindestî, girtin û kuştin dihat nivîsandin. Têkoşîn perçeyekî gelê kurd e Di nav rewşek wiha de gelê kurdan dest ji têkoşîna xwe berneda û li gorî demê her çiqas kêm be jî di gelek qadan de hewldan ku di warê nivîsandina çarenûsa xwe de xwedî raye be. Sal çaryeka sedsalan 19’an bû, rêxistinên kurdan hem ji ber bêhêznebûna wan xwe hem jî ji ber berjewendiyên hêzên serdest hatibûn belavkirin. Bi vê yekê re wekî polîtîkayek bi sedan salan ji hêla Dewleta Osmanî ve hatî meşandin, çanteyê pêşengên kurdan di dest de û derdiketin ser riya sirgûnê. Ji xwe xerîbên van riyan nebûn. Ji ber ku di her serhildana gelê kurd de hêzên serdest, kurdên ji ber kuştinê mayîn dişandin sirgûnê. Di van sirgûnan de berê mala Bedirxan jî ketibû welatên Ewropayê û di nav bêderfetiyên mezin de derketibûn riya xerîbiyê. Bes çiqas aliyek çarenûsa kurdan zilm û zordariya hêzên serdest be jî aliyê din jî têkoşîn e. Ligel hemû neyîniyên li dijî gelê kurd cardin jî diviya tiştek bihata kirin û ji ber vê yekê Miqdad Mîdhed Bedirxan bi hêviyek mezin ji bo agahdarkirina gelê kurd û pêşveçûnên di cîhanê de biryar dide ku rojnameyekê derxe. Bedîrxan ji bo derxistina rojnameyê jî hem ji ber nêzîktirbûna welat û hem jî têkiliyan cihê derxistina rojnameyê wekî Qahîreya Misirê hildibijêre. Lê li pêşiya Bedîrxan astengiyên mezin hene. Ji ber ku rojnameya derdixe li ser navê welatek bêstatûye û hatiye dagirkirin. Êdî li ber destê Mîdhed Bedîrxan derfetên malbata Berîdxan tunin û ew li sirgûnê ye. Ji ber vê yekê ji bo derxistina Kurdistanê şert û merc pir zehmetên. Bes Bedîrxan bi alîkariya têkiliyên xwe û derdora xwe bi biryarî hewl dide û di dawiyê de di warê rojnamegeriya kurdî de yekem tîrêj bi navê ‘Kurdistan’ hil dide. ‘Kurdistan’ li xerîbiyê Kurdistan li ser axa xwe nehatibû derxistin û ji ber vê yekê her tim di nav gerekê de bû. Di vê serpêhatiyê de rojnameya Kurdistanê heta hejmara 6’an di bin berpirsiya Mîqdad Mîdhed Bedirxan de li Qahîreya Misirê derketiye lê ji ber nexweşiya wî hejmarên din ji hêla Evdirehman Bedirxan ve heta hejmara 20’an li Cenewreya Swîsreyê derketiye. Ji hejmara 20’an û pê ve dîsa rojname vegeriyaye Misrê. Hejmara 24’an a rojnameyê li Londona Îngilîstanê, hejmara 25’an heta hejmara 29’an li Folkstona Îngilîstanê hatine weşandin û herdu hejmarên dawîn (hejmara 30 û 31’an) dîsa li Cenewreyê hatine weşandin. Rêwîtiya rojnamegeriyê dom kir Lê ligel hemû dijwariyan bi Kurdistanê rêwîtiyek dest pê kiribû û wê rêwîtiyê bêwest û rawest dom dikir. Her çiqas car car bêtaqet diket jî li şûna wê an jî bi awayek din ev têkoşîn der diçû. Piştî rojnameya Kurdistan di 07. 11. 1918’an de li Stenbolê kovara Jîn di pêşengiya Hemzeyê Mûksî de dest bi weşanê kir. Ev kovar wekî organa nefermî ya Komeleya Pêşketina Kurdistanê bû. Yek ji kovarên ku şanenava xwe li dîroka rojnamegeriya kurdî daye û navê xwe di nava vê dîrokê de nivîsandiye jî kovara Hawarê ye. Hejmara yekem a kovara Hawarê di 15’ê gulana 1932’yan de, ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve li Şama Sûriyeyê bi armanca “Hewar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn ji me re felat û xweşiyê vedike” dest bi weşanê dike. Hewar di 15’ê gelavêja 1943’yan de bi hejmara 57’an alê dewir dike. Taybetiya Hawarê ya yekem ev e ku yekem car weşanek kurdî bi tîpên latînî hatiye weşandin û piştî derketina vê kovarê tîpên latînî ku kurd hêjî bi kar tînin ketine jiyana kurdan. Kovarek din a di warê rojnamegeriya kurdî de bandor kiriye jî Ronahiye ku ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve di 1’ê avrêla 1942’yan de li Şamê hatiye weşandin û hejmara wê ya dawîn a hejmara 28’an di adara 1945’an de hatiye çapkirin. Bi MED TV rewş guherî Rojnamegeriya kurdî niha li di salên dawî bi taybetî piştî salên 1990’î şêwaz guhert. Li her derê ligel têkoşîna gelê kurd bû xwedî derfetên ku bi berê re nayên hevrûkirin bi dest xistin. Bi peşveçûna teknolojiyê re jî êdî niha dikare xwe bigihîne bi milyonan kurdî. Rojnamegeriya kurdî piştî salên 1990’î kete merhaleyek din. Yekem car televîzyonek kurdî bi navê Med Tv’yê dest bi weşanê kir û daxwazek kurdan a bi salan bi cih hat. Asîmîlasyona li ser gelê kurd bi van weşana hatin beredayî kirin û dest keftinên mezin hatin bi dest xisitn. Piştî Med Tv’yê, Kurdistan Tv, Kurd Sat, Medya Tv, Mezoponatma Tv, herî dawî jî Zagros Tv, Rojhilat Tv, MMC Tv û gelek TV’yên din îro wekî dêvekî çapemeniyê ne. Çember bi têkoşînê fireh bû Wekî tê zanîn li Tirkiyeyê heta salên 90’î axaftina kurdî jî qedexe bû û demekê ji bo cezakirina kesên kurdî diaxivin zagon hatibûn derxistin. Ji ber vê yekê têkoşîna li Tirkiyeyê di warê rojnamegeriya kurdî hatî dayîn bi xwe re gelek destxistin anîn. Têkoşîna bi dehan şehadetên wekî Huseyîn Denîz, Musa Anter, Medet Serhat ve hatî dayîn dîroka çarenûsa kurdan bi sirgûnê dinivîsand guherand. Vê têkoşîna bi rûmet ji demek mirov bi boneya nivîsek kurdî li cem xwe hêlayîne dihatin îşkencekirin, em ber bi demek bi dehan weşanên kurdî tên weşandin ve anîn. Zimanê kurdî yê TRT’ê ye Lê xalek din a herî girîng di warê rojnamegeriya kurdî de pêk hatî weşana TRT’ê bû. TRT’a Dewletê ku li gorî îdolojiya fermî weşanê dike û ji roja hatî avakirin heta 9’e pûşpera 2004’an peyva “Kurd û kurdi” bikar neanî, di encama têkoşîna gelê kurd de di 9’e pûşpera 2004’an hefteyekê carek be jî 30 seatê dest bi weşana kurdî kir. Ev weşan ji hêla kurdan û rayagiştî ya cihanê ve wekî îflaskirina polîtîkaya înkar û îmhayê ya dewleta tirk hate nirxandin. Pêşveçûn bênavber didome Rojnamegeriya kurdî niha hem di warê dîtbarî, guhdarî û nivîskî de pêşveçûna xwe didomîne. Bes astengiyên li pêşiya weşana kurdî bilî Federasyona Kurdistanê li hemû deverên din bi girtinêre û xebatkarên wan jî ji binçavkirin, girtin bigire heta kuştinê bi gelek zextû zoriyê re rû bi rû ne. Di bin van zext û zoriyê de heta niha bi dehan xebatkar gihiştin şehadetê, bi sedan îşkence dîtin, hatin girtin û revandin. Bi taybetî li Tirkiyeyê weşanên kurdan ji ber weşana kurdî bi pereyên mezin hatin cezakirin, hatin bombekirin, belavkirina rojnameyên kurdî hate qedexekirin. DÎHA bû gaveke girîng Rojnamegeriya kurdî di salên dawî de bi armanca xwedîkirina tevahiya van weşanan û ragihandina dengê kurda a cîhanê gava yekemîn bi DÎHA’yê avêt û di 4’ê Avrêla 2002’yan de dest bi waşana kurdî kir. Girîngiya DÎHA’yê ew bû ku yekem car ajansekê bi kurdî dest bi weşanê dikir. Wekî encam, medya kurdî îro li ser hîmê ku Mîqdad Mîthad Bedirxan daniye ji her demê xurtir û mezintir bûye û dengê gelê kurd radigihîne çar hêlên cîhanê. Wisa gelê kurd jî bûyer û pêşketinên li cîhanê bi zimanê xwe, ji medya xwe hîn dibe. Niha jî sansura li ser weşanan tê ferzkirin di rojevê de ye. WELAT bû hêviyek mezin Rojnameya Welat ku di 22’ê reşemiya 1992’yan de, li Stenbolê dest bi weşana xwe kir, li Tirkiyeyê di dîroka rojnamegeriya kurdî de deriyekî nû vekir. Lê ji ber zextan rojnameya Welat vegeriya rojnameya Welatê Me, vê rojnameyê jî di sala 1996’an de wekî Azadiya Welat dest bi weşana xwe kir û hêjî didome. Bes girîngiya Azadiya Welat ew e ku ji rojnameyên herî temen dirêj e û cardin yekem care li ser axa welatê xwe weşana xwe domandiye. Azadiya Welat di sala 2003’yan de hêviya rojnameya Kurdistanê ya 109 berî niha bi cih anî û navenda xwe bir Amedê û di 15’ê Tebaxa 2006’an de jî dest bi weşana rojane kir. Rojnameya Azadiya Welat ku 22’yê adarê de 20 roj cezaya rawestandina weşanê lêhatibû birîn û weşana wê hatibû rawestandin, careke din derdikete pêşberî xwendevanên xwe. R. Azadiya Welat di 15’ê gelawêja 2006’an de li Tirkiyeyê wekî tekane rojnameya rojane dest bi weşana xwe kir. Di vê demê de hin doz lê hatin vekirin û di 22’yê adara 2007’an de cezaya 20 roj ya rawestandina weşanê lê birîn. Rojname ku ji wê rojê de girtiye di 22’yê mehê de careke din dest bi weşanan xwe ya rojane kir. A. Welat ku bi diruşma “Roj ji welat hitlê” dest bi weşana xwe kiribû. WELAT bû hêviyek mezin Rojnameya Welat ku di 22’ê reşemiya 1992’yan de, li Stenbolê dest bi weşana xwe kir, li Tirkiyeyê di dîroka rojnamegeriya kurdî de deriyekî nû vekir. Lê ji ber zextan rojnameya Welat vegeriya rojnameya Welatê Me, vê rojnameyê jî di sala 1996’an de wekî Azadiya Welat dest bi weşana xwe kir û hêjî didome. Bes girîngiya Azadiya Welat ew e ku ji rojnameyên herî temen dirêj e û cardin yekem care li ser axa welatê xwe weşana xwe domandiye. Azadiya Welat di sala 2003’yan de hêviya rojnameya Kurdistanê ya 109 berî niha bi cih anî û navenda xwe bir Amedê û di 15’ê Tebaxa 2006’an de jî dest bi weşana rojane kir. Rojnameya Azadiya Welat ku 22’yê adarê de 20 roj cezaya rawestandina weşanê lêhatibû birîn û weşana wê hatibû rawestandin, careke din derdikete pêşberî xwendevanên xwe. R. Azadiya Welat di 15’ê gelawêja 2006’an de li Tirkiyeyê wekî tekane rojnameya rojane dest bi weşana xwe kir. Di vê demê de hin doz lê hatin vekirin û di 22’yê adara 2007’an de cezaya 20 roj ya rawestandina weşanê lê birîn. Rojname ku ji wê rojê de girtiye di 22’yê mehê de careke din dest bi weşanan xwe ya rojane kir. A. Welat ku bi diruşma “Roj ji welat hitlê” dest bi weşana xwe kiribû. WELAT bû hêviyek mezin Rojnameya Welat ku di 22’ê reşemiya 1992’yan de, li Stenbolê dest bi weşana xwe kir, li Tirkiyeyê di dîroka rojnamegeriya kurdî de deriyekî nû vekir. Lê ji ber zextan rojnameya Welat vegeriya rojnameya Welatê Me, vê rojnameyê jî di sala 1996’an de wekî Azadiya Welat dest bi weşana xwe kir û hêjî didome. Bes girîngiya Azadiya Welat ew e ku ji rojnameyên herî temen dirêj e û cardin yekem care li ser axa welatê xwe weşana xwe domandiye. Azadiya Welat di sala 2003’yan de hêviya rojnameya Kurdistanê ya 109 berî niha bi cih anî û navenda xwe bir Amedê û di 15’ê Tebaxa 2006’an de jî dest bi weşana rojane kir. Rojnameya Azadiya Welat ku 22’yê adarê de 20 roj cezaya rawestandina weşanê lêhatibû birîn û weşana wê hatibû rawestandin, careke din derdikete pêşberî xwendevanên xwe. R. Azadiya Welat di 15’ê gelawêja 2006’an de li Tirkiyeyê wekî tekane rojnameya rojane dest bi weşana xwe kir. Di vê demê de hin doz lê hatin vekirin û di 22’yê adara 2007’an de cezaya 20 roj ya rawestandina weşanê lê birîn. Rojname ku ji wê rojê de girtiye di 22’yê mehê de careke din dest bi weşanan xwe ya rojane kir. A. Welat ku bi diruşma “Roj ji welat hitlê” dest bi weşana xwe kiribû. WELAT bû hêviyek mezin Rojnameya Welat ku di 22’ê reşemiya 1992’yan de, li Stenbolê dest bi weşana xwe kir, li Tirkiyeyê di dîroka rojnamegeriya kurdî de deriyekî nû vekir. Lê ji ber zextan rojnameya Welat vegeriya rojnameya Welatê Me, vê rojnameyê jî di sala 1996’an de wekî Azadiya Welat dest bi weşana xwe kir û hêjî didome. Bes girîngiya Azadiya Welat ew e ku ji rojnameyên herî temen dirêj e û cardin yekem care li ser axa welatê xwe weşana xwe domandiye. Azadiya Welat di sala 2003’yan de hêviya rojnameya Kurdistanê ya 109 berî niha bi cih anî û navenda xwe bir Amedê û di 15’ê Tebaxa 2006’an de jî dest bi weşana rojane kir. Rojnameya Azadiya Welat ku 22’yê adarê de 20 roj cezaya rawestandina weşanê lêhatibû birîn û weşana wê hatibû rawestandin, careke din derdikete pêşberî xwendevanên xwe. R. Azadiya Welat di 15’ê gelawêja 2006’an de li Tirkiyeyê wekî tekane rojnameya rojane dest bi weşana xwe kir. Di vê demê de hin doz lê hatin vekirin û di 22’yê adara 2007’an de cezaya 20 roj ya rawestandina weşanê lê birîn. Rojname ku ji wê rojê de girtiye di 22’yê mehê de careke din dest bi weşanan xwe ya rojane kir. A. Welat ku bi diruşma “Roj ji welat hitlê” dest bi weşana xwe kiribû. RÊDÛR XELÎL / ERTUŞ BOZKURT DÎHA/HEWLÊR |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Türkiyeli aydının Kürtlere ve Kürt kültürüne bakışı | MÊVAN | Genel Kültür | 26 | 04-05-2008 08:38 PM |
| Avrupa Kürtleri | MÊVAN | İlginç Konular | 5 | 06-03-2008 01:40 PM |
| Aram Dîkran - kürt müziğinin duayeni hakkındaki yorumlar | Mirza | Müzik Sohbet | 15 | 09-10-2007 10:24 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.