|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Fatê were civatê
![]() Dibêjin hunermenda Kurd Fatê rojekê ji mirinê xelas bûye. Bûyerek wisa hatiye serê wê ku ne we dîtiye ne we bînaye. Ihsan merivê Elîcan e. Elîcan jî zilamê Fatê ye. Tu nabê rojekê Ihsan dixwaze Fatê bitirsîne. Hinek dibêjin:”Ihsan xwestiye Fatê bitirsîne, wê bikşîne kamerayê û vîdeoya wê bifroşe Hollywoodê”. Hinek jî dibêjin:”Na canim, heneka serê salê lê kiriye”. Werhasil, Ihsanê me radibe maskeyekê (rûdankekê) digre serûçavê xwe, kamerayê dixe destê xwe û “zirrrrrrrrr” li zingilê derîyê Fatê dixe. Fatê jî wê demê mirîşkan dixwe û destê wê di nava rûnê mirîşkê deye. Elîcan jî xilmaş bûye û xwe li ser yan dirêj kiriye, ha raza ha radizê. Fatê radibe dest û devê xwe ji rûnê mirîşkê paqij dike, diçe devê derî û di qulika derî re li derve dinere. Dinere lê çi binere! Yekî bi maske li devê derî wek celadekî sekinîye. Dilê rebena Fatê dike “gurme gurm” û ji tirsan re wextî bêhiş bikeve. Radibe bang Elîcan dike û diqîre:”Kuro rabe top lê keto, va yekî bi maske xwe daye devê derî!” Elîcanê me jî qet xwe aciz nake û dibê:”Naxwe derî veneke, wîî!” Werhasil,bar dikeve ser milê Fatê û hema radibe demançê ji bin doşekê derdixe,hêdî hêdî derî vedike, demançê raserî zilamê bi maske dike û dibê:”Xwe tev mede min te kujt!” Rebenê Ihsan gava çav li demançê dikeve, ziravê wî diqete û hema bêjin hindik dimîne ku derpî dagre. Radibe maskê ji serûçavê xwe derdixe û dibê:”Errrreeekkkkk, ev çibû lawooooooooooooooo” û Fatê dibîne ku Ihsan e. Werhasilî kelam, dibêjin piştî vê bûyerê, çi cara ku zingilê derî lêdikeve dilê rebena Fatê dike “gurme gurm” û bê demançe derî venake. Neyse, hay ji xwe hebin eman emannnn! Tembîya min li we be, berî ku hûn li zingilê derîyê Fatê bixin, fatîhe û yasîna xwe bixwînin!! |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Fate | ALiSeR | Kürtçe Lyrics | 28 | 10-04-2007 02:31 PM |
| Zimanê Ergatîv | heci | Çandi Gişti | 2 | 25-12-2006 04:00 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.