|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Do, doza welatekî dikirin, li ser navê wî welatê pîroz fetwayên xayintî û welatperweriyê didan. Bi gotinekê hinek dikirin wezîr û derdixistin ezmanan. Dotira rojê yê ku kirine wezîr, cardin dikirin rezîl, divirvirandin binê zîndanan.
Xwedê heye! Her tişt li se navê kurd û Kurdistanê dikirin. Çimkî li qada şer, di şer de bûn. Derbek li kurdan, derbek li dijmin dixistin. Derba ku li kurdan dixistin di bin siya derba ku avêtine dijmin de dima. Xwedênegiravî li dijmin dixistin. Bi saya serê wan talan û wêran bû Kurdistan. Bi hezaran gund hilweşîn, kurd revarevî bazdan bajarên tirkan. Îro yek bi yek hemû dibin tirk, çimkî ji dest çû ziman. Şer dikirin, welatekî azad, serbixwe û yekbûyî dixwestin. Yên ku qala otonomî û federasyonê dikirin, di deftera wan de xayîn û paşverû bûn. Xwedênegiravî wan, doza welatek yekbûyî dikirin. Belê îro, yên ku qala kurd û Kurdistanê dikin, yên ku doza dewletbûnê dikin, yên ku azadî û rizgariyê dixwazin di kitêba wan de xayîn in. Do doza welatekî azad dikirin, îro kumareke demokratîk a tirk dixwzin. Bi du rojnameyên xwe yên rojane, bi kuvarên xwe, bi kitêbên xwe, bi weşanên xwe xizmeta zimanê tirkî dikin, dixwazin me jî bikin tirk. Do herkes dikirin xayinên Kurdistanê, îro kurdan dikin xayînên kumara demokratîk a tirk. Êrîşî Şivan Perwer kirine, lê xistine, tembûra wî şikandine. Rast e, ewê êrîş bikinê. Ewê bixwazin ku dengê wî bibirin, sewta wî bibirînin, awaza wî biqetînin. Çimkî, Şivan Perwer bi kurdiya şêrîn dibêje. Şivan Perwer kula dîlîtî û bindestiyê bi zarê xwe yê şekirîn dirêje. Şivan Perwer dengê azadiya gelê kurd e, ji azadiyê dibêje. Şivan Perwer mêjiyên dîl û kule, ruhên bende û girêdayî li bin guhê erdê dixe û davêje. Şivan Perwer, strana azadiyê dibêje. Şivan Perwer, çavê dijmin dirêje. Şivan Perwer bi awaza xwe ya azadiyê mezin e, can e, viyan e, giyan e, serhildan e, berxwedan e. Şivan Perwer Mahabat e, Qamişlo ye, Soran e, Serhed e, Behdînan e, Botan e. Şivan Perwer Kurdistan e. Dest nedin Kurdistanê! Şivan Perwer dostê dostan, kelemê nav çavê dijmin e. Şivan Perwer strana welatê min e. Şivan Perwer ji bavistaniya Kawayê Nemir, peywirek Celadet Bedirxan, kulîkek aza ya baxçê Barzan e, hozanê Kurdistan e. Şivan Perwer adar e, bihar e, Şivan Perwer Newroz e, Şivan Pewer ji bo tevahiya Kurdistanê pîroz e. Şivan Perwer ji tarîstaniya welatê min ê bindest re tîrêj e, roj e, agirê azadiyê yê nav dilan e, strana azadiyê ya li ser ziman e, nîşana rûmetê ye, jiyan e. Şivan Perwer Kurdistan e. Belengazno! Dest nedin Kurdistanê! Dr. Felat Dilgeş |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Albümleriyle Şivan Perwer | rojekanu | Sanatçı Tanıtımları | 22 | 09-07-2007 01:38 AM |
| Mehabad(1946) | Mirza | Dirok | 10 | 01-06-2007 09:52 AM |
| AlbÜmlerİ İle Şİvan Perwer | Ersin | Müzik Sohbet | 3 | 13-05-2007 02:11 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.