|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
"Malxirabno! ma we ew çend wext nîne, hûn ku ji bo hînbûna zimanê bîyanî bi salan ve xebitîne û îro jî dixebitin, ji bo ku bikaribin "fînfînoke" derewîn bi lêv bikin.
Kuro eyb e, serm e, fehît e. An hînî zimanê xwe bibin an nebêjin em Kurd in. Bê zimantî ji we re ne tu rûmet e. Ji me re rûresîyeke giran e. Pesn, sabas û hezar pîroz ji wan re ku hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bûne û bi vî awayî mîta heyîna xwe xistine bêrîka xwe û ji bin bandora neteweyên bîyanî derketine....." Belê, xwendevanên hêje, ev gotinên jorîn yên afrandêrên alfabe û gramera kurdî ya latînî Celadet Bedirxan e. Ew ji ronakbîr, xwendekar û zaneyên Kurd re van gotinên giran dibêje, ji kurdan gilî û gazinan dike ku çima hînê zimanê xwe nabin. Celadet Bedirxan kengê van gotin û gazinên giran û kezebsotî gotiye, hûn dizanin? Di 15ê Nîsana 1941ê de yanî 63 sal berî niha gotiye. Li welatê me 63 sal tam temenek yanî emrek e. Îro jî dîsa rewsa ronakbîr, xwendekar û welatparêzên kurdan eynî ye, heta mirov dikare bi hêsanî bêje xeratir e. 59 sal berî ronakbîrên me dikaribûn bi kurdî bipeyîvin lê nikaribîn binivîsin, îro ew him nikarin bipeyîvin û him jî nikarin binivîsin. Asîmîlasyon û helandin bêtir û xurtir bûye. Nifsên me yên nû kurdî ji bîr kirine û dikin. Yanî em li ber qelandin û qedandinê ne. Belê, xwediyê van gotinên zêrîn Celadet Bedirxan kî ye, çi kiriye û çi pirêze, sop û berhem li pas xwe histiye? Ka, em bi hev re temase bikin: Celadet Alî Bedirxan afrandêr û sazkarê alfabe û rastnivîsa kurdî ya latînî ye. Bêguman berî Celadet Bedirxan jî heta di sala 1787 an de rojhilatnasê Îtalî Maurizio Garzonî bi navê Grametîkae Vocabolarîa della Lîngua Kurd alfabe û gramera kurdî berhemeke nivîsîye. Ji derî vê dîsa berî Celadet bi fransî, îngilîzî, almanî, rûsî, ermenî û bi gelek zimanên din brosûr û pirtûkên biçûk li zer alfabe, rastnivîsa û ferhenga kurmancî hatine divîsîn. Lê Celadet Bedirxan ji wan hemû berhemên pês xwe kelk û tecrûbe girtine û wî li van zanîn û çavkaniyan bingehê alfabe û gramera xwe ya kurmanî ya têkuz avêtiye. Celadet Alî Bedirxan, ji malbata Bedirxaniyan e. Bedirxanî mîrê Cizîra Botan in. Celadet Alî Bedirxan, lawê Emîn Alî Bedirxan bi xe ye. Ew, di sala 1897'an de, li Stanbûlê ji dayîk bûye û ji dibistana destpêkê heta zanîngehê li Stanbûlê xwendiye. Celadet dema mezin dibe, li dij padîsahê Osmanî Abdulhemîd têdikose. Abdulhemîd, Celadet bi malbata wî ve koçbarê Yemenê dike. Di sala 1908'an de Abdulhemîd têkdiçe û ew ji Yemenê vegere Stanbûlê. Di serê Cîhanê yê Yekem de, dewleta Osmanî têk diçe, axa ku di bin destê Osmanî de bû, ji aliyê dewletên Serketî ve tê dagîr kirin. Di bin serokatiya Mustafa Kemal de, li dij dagîrkeran têkosînê dest pê dike. Celadet jî, di wî serî de, wek sereskerekî bi Tirkan re, li dij dagîrkeran ser kir. Pistre ku Tirk bi ser dikevin, carek din vedigerîn ser Kurdan. Bi taybetî êrîs dibin ser Bedirxaniyan û Bedirxaniyan carek din koçber kirin. Celadet bi birayê xwe Kamoran ve, vê carê direvîn Almanyayê û li wir dest bi xwendina bilind kirin. Çend sal pistre Celadet li zanîngeha Almanyayê ji besa huqûqê mezûn dibe. Celadet Bedirxan, di sala 1930'an de diçe Lubnan û pistre li samê bi cîh dibe. Li wir dest bi karûbarê polîtîk û kulturî dike. Celadet di rêxistina Hoybûn de cîhê xwe digire, alîkarî û pistgiriya serê Agiriyê dike. Pistî têkçûna serê Agiriyê, Celadet giraniya xebata xwe dide ser ziman û wêjeya kurdî. Li samê dest bi derxistina kovarên Hawar û Ronahî dike. Caladet Bedirxan cara yekem alfabeya kurdî ya latînî nivîsand. Bi metodên modern gramera kurdî amade dinivîse. Di kovara Hawarê de alfabe û gramera xwe dide nasandin. Wî, bê hejmar nivîsar û helbest dinivîse. Ew di sala 1951'ê de, li Suriyê diçe ser dilovaniya xwe. Celadet di derheqê kovara Hawar, alfabe û ronakbîrên kurd de weha dibêje: "Belê, alfabeya ku ji sala 1919'an ve ez lê xebitîm, min ew di wê rojê de, di rûpelên Hawarê de belav kir. Kurmancên ku pê hesîyan û hînî wê bûne îro zimanê xwe bi alfabeya xwe ya netewî û bê dijwariyê dinivîsîn. Kovar û pirtûkên ku ketine çapê bi kêfxwesî dixwînin. Lê Hawarê gelek dom nekir.Hejmara wê ya yekem di 15ê Gulana 1932an de derketibû û di 15'ê Tebaxa 1943'an de bi hejmara xwe ya 57an dawî wesana wê hat. Lê hîmê xwendin û nivîsandinê, alfabe belav bûbû û pistî razandina Hawarê jî gelek û her gav nebin jî carcaran hin pirtûk derdikevin. Digihin destê Kurmancan. Di wan salan de jî Kurdên ku bîrewerê heyîna xwe ne û di dilê wan de rûmeta netewe û welat heye, bi hînbûna xwendin û nivîsandinê zimanê xwe xebitîn û zanîna xwe pês ve birin. Ew ne bi tenê xebitîn û elimîn, lê xebitandin û elimandin jî. Belê ew ji vî neteweyê bê dibistan re bûne dibistan. Dersa welatiyên xwe gotin û ew gîhandin. Ji wan mirovên nezan, mirovên xwenda anîn pê. Lê yên ku xwe, bi gotinê Kurdên qenc û welatparêz dihesibînin, wextên xwe bi kurtepistên pûç û vala derbas kirin û ji lew re hêj (e) û (ê) ji hev ferq nakin. Lê ew bi zimanê bîyanî û hineke wan bi çendekan dizanin û hîn hene ku di wan zimanan de xwenda û zanyarên xurt in jî. Lê bi zimanê xwe yê mader, bi vî zimanê sêrîn û delal, bi zimanê da û dapîr, bi zarê kal û kalikên xwe nizanin. Mirov dibêje qey ew ji bin hikmê bandêra bîyaniyan naxwazin derkevin û hêsîrî bi wan sêrîn e. Pistre Celadet û Roger Lescot bi sirova fransî û berhevdaniya kurdî û fransî bi navê Gramera Kurmancî gramera herî berfireh amadekirin. Wek ku tê zanîn di van çend salên dawî de ev gramera Celadet û Lescot wergerandin zimanê almanî û tirkî jî. Wek me di bernameyên xwe yên din de jî da xuyakirin û nasandin ku heta îro gelek alfabe û gramerên kurdmancî hatine nivîsîn, lê hinek ji wan di nav refên pirtûkxanan de mane û ji derî çend Kurdên meraqdar piraniya Kurdan navê wan berheman nebihîstin. Ji wan hineke din jî alfabe û gramera Celadet Bedirxan ji xwe re wek bingeh girtine û hinek mijar û termînolojî lê zêde kirine. Piraniya berhemên weha jî di nav jîyana çapemeniya kurdî de bingeh nedîtin û di nav refên pirtûkxanan de man. Alfabe û gramera Celadet Bedirxan bi guhartinên biçûk îro di nav Kurdên de bingehê standartî û yekîtiya zimanê kurdî girtiye. Îro masmediya kurdî ya nivîskî, ya deng û ya wêne vê alfabe û gramera Celadet Bedirxan bi kar tînin. Kurdan li ser wê bi hevkirine. Celadet Bedirxan û Lescot rêzimana kurdî li gor rêzimana fransî ya pêsketî amade kirine. Herdu grameran muqayese kirine û herweha bi awayekî detay û berfireh li ser gramera kurdî rawestane, prensîb û qanûnên rêzimanî jê re danîne. Xala herî girîn jê yek jî ev e ku Celadet li gor gramera fransî ya pêsketî termînolojiya gramera kurdî afirandî ye. Ev tistekî gelek mezin û heja ye. Ev di ziman de sores e. Lê hezar mixabin ku niha hinek nivîskarên me vê termînolojiya zanist xerab dikin û ji ber xwe ve gotinên nû dibînin an jî dixwazin termînolojiyeke nû çêbikin. Qaso ew kêmasiyên Celadet dibînin. Bi vê yekê serê gelek kesî tevlihev dikin. Ji derî wan ew gramernivîsên kurd û bîyaniyên ku heta niha li ser termînîlojiya gramera kurdî xebitîne jî, heta niha gotin û termînolojiyan wan di nav kurdan de ji derî çend gotinan cîh negirtîne. Celadet Bedirxan di vê berhema xwe ya hêja de ku ji destpêka jîyana xwe heta dawiya jîyana xwe li ser xebitiye, cîh daye devokên herêmî jî. Gramera kurdî, bi gramera fransî re muqasyekirin ji aliyek ve bas û ji aliyê din ve jî ne bas e. Du zimanên ji hev cuda û ji aliyê din ve mirov nikare bi zorê zimanekî qedexekirî ku nehistine bi pês bikeve û fransî ya ku di dinyayê de zimanê herî pêsketiye bi hev re muqayese bike. Di vî warî de helbet hinek kêmasî û sasî Celadet derketine holê. Wek tê zanîn zordayîna ziman bi xwe re sergêjiyan derdixe holê. Bi zorakî nêzîkkirina kurdî û fransî ne rast e. Ev meyîl îro jî di nav nivîskar û ronakbîrên kurdê de heye. Yên ku li welatên Ewropayên cîyê cîyê dijîn dixwazin kurdî li gor ew zimanê bîyanî yê ku ew dizanin deforme bikin. Yên ku li Almanyayê wek almanî yên li Swêdê wek swêdî û yê li welatên ku bi îngilîzî dipeyîn, ew kurdiya xwe bi wî zimanê re muqasyese dikin, ku ev tistekî ne rast û û zanyarî. Belê mirov dikare ji wan zimanan fêde bibîne, lê ne ku îla kurdî jî bixe formê wan zimanên bîyaniyên ku em kurd pê dizanin û dipeyîvin. Ji ber ku Celadet Bedirxan mirovekî zimanzan bû ji her aliyê vê li ser zimanê kurdî rawestaye. Awantajên Mîr Celadet Bedirxan ew bû ku ew ji derî kurdî çend zimanên din yên ewropî û yên cîranên kurdan dizanibû. Celadet bi zimanên kurdî, tirkî, erebî, farisî, fransî, îngilîzî û almanî dizanibû. Dema mirov bala xwe dide Bingehên Gramera Kurmancî ku di salên 1943 an de, di kovara Hawar de nivîsiye û heta ya dawiya ku Celadet û Roger Lescot bi hev re nivîsîne, gelek guhartin hene. Celadet di dema Hawarê de jî hertim xwe nû kiriye û gramera xwe di pratîkê de ceribandiye û nûjentir û duristir kiriye. |
|||||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
ellerine sağlık arkadasım çok mükemmel bir konu secmişsin.
kürtcemizin bir anlamda mimarı. kürtce gramerinde çok emeği olan büyük bir isim. tesekkür ederiz ![]()
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Dîroka Zimanê Kurdî | rojekanu | Dirok | 7 | 02-07-2007 07:05 AM |
| Celadet Bedirxan | MÊVAN | Çandi Giþti | 0 | 04-04-2007 02:08 AM |
| Malbata Bedirxaniyan | ESVET | Dirok | 11 | 17-02-2007 06:17 PM |
| Di sedsala dawîn de, rewþa ziman û weþanên bi zimanê kurdî di nav Kurdên Binxetê de | Kajîn Jîr | Çandi Giþti | 1 | 20-01-2007 08:33 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.