Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Çandi Giþti

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 07-04-2007, 09:19 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2007
Konum: deyþta rewanê
Mesaj: 29,628
Üye No: 52150
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 105502
Rep Puaný : 10547108
Rep Derecesi
MÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond repute
Post pertuken kurdi


XALTÎKA ZEYNO

MEDENÎ FERHO

Sala 1947’an li gundê Mizîzexê, piþtî têkçûna serhildana Bagokê ku bi malbatî koçberî Baþûrê Biçûk dibin û car din vedigerine ser cih û warên têr gorî, hatiye cîhanê. Hemû qonaxên li heremên Kurdistanê qedandiye. Piþtî heft salên mamostahiya ku heþt caran sergomî û girtina sala 70’yî ‘12 Mart’ çû Stembolê karê rojanamegeriyê kir. Bi rojnamegeriyê kir. Bi rojnamevantiyê re Zanîngeha Aborî xwend û weþanxaneya ABecE damezrand. Hestên xwe yên nivîskarî di dema debistana mamostayî, li Diyarbekrê di rojnameyên heremî (Diyarbekir, Mardîn û Midyadê) de derbirî. Di dema mamostahiyê de di rojname û kovarên gelerî yên Tirkan de (Cumhuriyet, Varlýk, Demokrat û hwd.) de nivîsên wî hatin weþandin. Di pêvajoya þeþ sal û nîvan (sala 1980’yî bi hatina cunta eskerî ya ‘12 Eylûlê’) di girtîgehên Stembolê de hestên wî yên nivîskariyê bi awayekî riþtî hatin hunandin. Û Medenî Ferho bû þeydayê pênûsê. Bi mikurbûna hin rê hevalên wî yên girtîgehan, Medenî, destnivîsên xwe her êvar bi benik û tayên xafeloþkî yên hunandî, ji jor didehlandin jêr da ku bixwînin.

Êdî awaza Kurdî ala wî ye, da ku di medya Kurdî de (rojname û kovar) awazek têr qîren digihêne civakê û ji bo têkoþîna gelê Kurd bi hestên binbarî kar dike. Nûnerê Azadiya Welat yê Belçika ye û di MED TV de amadekariya bernameyan dike. Berhemên wî: Topraðýn Türküsü (Tirkî-helbest, bi zimanê Hollendî hatiye weþandin), Kaytan Osman (Tirkî-çîrok), Mapusluk Gerçeðim (Tirkî-helbest), Beranê Kozî (Kurdî-çîroka dirêj), Mîrza Meheme (Kurdî-roman) Berxwendan Jiyan e (Kurdî-roman), Hey Gerîla (Kurdî-helbest), Hades Ýþ Baþýnda (Tirkî-roman) û ev romana di destê we de Xaltîka Zeyno.

Xaltîka Zeyno, mîna ferhenga lêgeîna li pey peyva Kurdî ya resen e. Demjiyanên dîrokî yên Kurdistanê ji doh û îro, di nava hunandinek folklorîk de bi awazek destanî tîne beramberî hevûdin û di warhe pesindana siruþt û demedorên jiyana gelerî de, bi hunandina peyv û hevokan berhemeke nû ye.





BERÊ GOTIN HEBÛ / MUSTAFA AYDOÐAN : Darên zeytûnan di cîh de hiþ bûn, tu lib bi wan ve neman. Bû haho hahoya Tûrcelê, dengê qêrîna wê di felekan re derket. Kûrînî bi Xab û Kulêbeyê ket û bi ser Êrge Baba de giriyan. Qîza Qirêl porên xwe heram kir. Wê rojê, ne tu kes çû dehlê û ne j îli qehwexaneya Celalê Sor rûniþt. Aþxaneya Hutî venebû, þûþeyeke araqê li ser maseya qozîyê bi ser qedeha vala de ponijî. Hespikeke hesinî bê xwedî ma, xwe sipart dîreke cereyanê û li halê xwe û wan girîya. Ji Kanîya Gûzê heta Aþê Mala Xemo, kes li sûkê nema. Xeto û Remo þaþ man û ji jora Dêrikê heta Heramîyan, bi tepan çûn serên xwe. Wê gavê, bayekî þînê xwe li taxa Mahmûdan girt. Hinar perçivîn, libên wan giþ bûn hêsir û bi ser Dêrikê de hatin xwarê. Lehîyek rabû û Dêrika Çiyayê Mazî da ber xwe.




BIDE DÛ DILÊ XWE


Nivêskara Îtalî Susanna Tamaro, sala 1957-ê li Triesteyê hatiye dinê. Di 27 saliya xwe de dest bi karê nivîsandinê kir. Ji bilî vê romana bi navê Bide Dû Dilê Xwe gelek pirtûkên wê yên çîrokan ji hene. Bide dû dilê xwe dema sala 1994-ê li Îtalyayê hate weþandin, dengvedanek mezin çêkir û salekê sax ket serlîsteya pirtûkên herî tên firotin de. Wekî roman, piþtî romana Umberto Eco ya bi navê “Navê Gulê” li Îtalyayê romana herî serkeftî hate qebûl kirin. Her wekî deng vedana wê ya li welatên dî li Tirkiyeyê jî wergera wê ya bi tirkî di nava 3-4 salan 69 caran hate çapkirin. Di vê romanê de dapîrek ji bo neviya xwe ya ciwan nameyan dinivîse, tiþtên wê bi xwe, di nava dilê xwe de dewisandine û ne jiyayîne dixwaze neviya wê bêasteng û bêqedexe bijî. Lewra dixwaze neviya wê an ji hemî mirov li ber bayê dilê xwe bikevin û bidin ser rêya dil. Weþanxaneya DOZê bi dilxweþiyek mezin vê pirtûka giranbuha pêþkêþî xwendevanên kurd û pirtûkxaneya kurdî dike.



<H5 align=justify>





BINEFÞÊN TARIYÊ/ZEYNEL ABÎDÎN:

</H5>Her kalemek xwedî giyan û bedene. Lê Ehrîman mîna marek jihrî di rûyê erdê de diðere û giyana her hebûnê bi gemar dike, rastiyan ser û bin dike û ji wan re wiha dibêje? “Yê ku av, ax û dar afirandiye ez im!” Devê ku ji xeynî derewan tu tiþtî nizane, bi vî aweyî dest bi xapandina qewmê xwe kir û ji wê û pê de jî zulim hat...







ÇÎROKÊN ÞEVBIHURKAN/RUKÝYE ÖZMEN

Mît û destan ji kûrahî û kevnariya deh hezar salan û vir ve bi riya vegotinê jindar mane û ji kultura devkî derbasî ya nivîskî bûyîne. Bi vegotina mitolojiyê û destanan civat perwerde dibû û van mît û destanan þekil dida ruhê civatê, leheng û pêþîvanên civatê. Îro jî li ser rûhê her milletekê modern mohra mitolojiya wî heye.Di warê çîrokên mitolojik û efsaneyî de xezêneya miletê kurd bêhempa ye. Dema Minorsky digot: “Di dema me ya îro de tinê miletê ko dîroka wî hêjayî lêkolîn û hînbûnê ye kurd in”. Bi îhtîmalek mezin ji dewlemendiya destan, efsane û mitolojiya kurdan mitesîr bibû û wesa digot. Di vê pirtûkê de Rukiye Ozmen karekê gelek baþ kiriye. Ew çirokên þevên dirêj, di odeyan, di sarayan, di civatan de dihatin gotin, berhev kirine. Her çirokek ji van neynikeka pêþber rûyê her mirovekê kurd e, tevneke ji bo raçandina edebiyeta modern ya kurd; tîrêjên ji kevnariyê tên, dema niho û paþerojê ronî dikin... Derbasbûyin û dahatin li ber destê we ye, wextê we yê niho ye!





DARA GOZÊ – Serdar Roþan

Zimanekê rêkûpêk; tevneka delal, Vegotineke herakbar, Naverokeka dewlemend. Serdar Roþan Bi uslubê hikayeta modern Asoyê dahatûya bircên Welêt li ber xwendevanan vedike.

<H5 align=justify>




</H5>


NAVÊ MIN SOR E/

ORHAN PAMUK

“Fikira ko wergera pirtûka min dê ji aliyê xwendevanên Kurd ve bê xwendin min þad dike, ko ew jî eynî mîna neqaþên sadiqên adetên xwe bi zimanê xwe ve girêdayî ne.” Orhan Pamuk








ÇÎROKÊN HEJDEH SALAN – Þahînê Bekirê Soreklî

Þahîn, kurê Mihemed Elî Soreklî u Nayla Bozanê Ebrûþ, di sala 1946an de (kêmzêde) li gundê Mezrê, devera Kobanî ya binê xetê (Sûriye), ji dayik bû. Ew bit emenê 19 salin ji bo xwendinê gihîþt Viyena û li dû seê salên li Otrîþê (Austirya/Nemsa) û Almanya di dawiya meha 10em ya sala 1968an de gihîþt Australya. Saleke li Berlînê û Ewropa ne tê de, ji wê demê û pê ve ew li Sydney cîhwar e. Bi gihîþtina Sydney re wî dest bi kar kir lê di destpêka 1974an de li xwendina bilind vegeriya û li dû salan þehadeyên BA, Dip. Ed. Ji zanîngeha Macquarie bi dest xistin. Ji 1978an û vir de ew l inik wezareta perwerdekariyê ya wîlayeta NSW di kar de ye, berê wek mamosta û dû re wek mamûrekî serpereþt.

Di sala 1979an de Þahîn bû serokê yekem komaleya kurdî li Australya û dora 6 salan komele bi rê ve bir.

Di salên 1982 û 83 de wî bernameyeke hefteyê seatekê di Radio 2SER FM de bi înngilizî û kurdî pêþkêþ kir û ji 1985 an û vir de berpirsiyarrê Beþê Kurdî yê Radyoya Australî SBS e (Specila Broadcasting Service’. Kurteçîrok, gotar û helbestên wî di kovar û rojnameyên kurdî û hindekên înglizî, erebî û almanî de hatine weþandin. Ji berhemên wî evên li jêr bi pertûk hatine wezandin:

Azadbûna Mehmet Karataþ – çîrok – (Enstîtuya Kurdî: Bonn, 1985); >endabûn – roman – (Verlag fuer Kultur und Wissenschaft: Bonn, 1987); Mehkemekirina Selahiddînê Eyûbî – þano- (Haykurd: Stockholm, 1989); Jana Heft Salan – helbest – (Enstîtuya Kurdî ya li Brûksel: 1990); Namûsa Êmo – 10 çîrok – (Haykurd: Stockholm, 1994).




NÊRÎNEK LI DÎROKA KURDÝSTANÊ – Zekî Bozarslan

Dixtor li gora daxwaziyên bavê Dr. Fûad raporekê dinivîse dide wî. Dixtor di rapora xwe de dinivîse ku “Dr. Fûad di hêla piskolojîk de ne rihet e, ji ber wê yekê jî mehkemekirin û cezakirina wî ne rast e.” Bavê Dr. Fûad raporê tîne dide serokê Dadgeha Îstîqlalê, ew raporê dide ‘Elî Saîb. ‘Elî Saîb raporê di dadgehê de diwîne. Dr. Fûad li dijî wê raporê derdikeve; ew ji ‘Elî Saîb re wiha dibêje: “Dadger beg, eger tu jî dewlemend bûya, yek kurekî te tenê hebûya û di bin mercên pirr giran de, di dadgehên leþkerî de bihatana mehkemekirin, ji bo xilasiya kurê xwe re raporeka wiha bianiya! Ez bavê xwe fêm dikim. Lê bira ew min bibexþîne, ez tiþtekîwiha napejirînim! Ez merivekî xwedî hiþ im, hiþ êmin li serê min e, ez bi zanatî beþdarî van kar û barên sîyasî bûme!”




DEWRAN Seyit Alp – werger: Recep Dildar

Her tiþt xewn û xeyal bû. Her gotinek destan bû. Wext bi gure gur diherikî û hemî hûrayî ji bîr dibirin. Cih ji rastiyê re nema bû. Katiban dinivîsandin, neqaþan xet dikiþandin. Dinivîsandin û xet dikiþandin lê çawa wextî pif dikir temam bû! Xelk, bi fîtik û kilaman diaxivî, yê ko siwarê hepsî bû, ji riya diçûyê zêdetir li hawaya ku dê biavêje difikirî. Kurdistan bi ax û kivirên xwe ve ketibû ber sehna xewnên guhorînê…
















ÇÎROKÊN KURDAN Mehmet ÖNCÜ

Mesel, anekdot, fabil. Serhati û Çîrokên Kurdan







FÎL HEMDÎ / AZÎZ NESÎN <H5 align=justify>Qet bila gumana we jê tunebe ku ev werger di çêja kurdî de ye. Azîz Nesîn bi vê wergerê bûye kurd. Pêdiviya kurdî jî bi nivîskarekî weke wî hebû. Em hêvîdar in ku ev werger dê di dahatûyê de Azîz Nesîn’ên nû biafirîne. De ka em jî bi nivîskarê xwe re bibiþirin û biponijin.

</H5>








ÞEVBIHÊRKÊN ÞEVÊN XALî / ENWER KARAHAN

Hemû jiyana te wekî qutiyeka girtî ye... Te çima li me wiha kir? Hezar tiþt di serê min de diherin û tên... xunaviya baranê bi nermiya xwe ya êvarê devam dike... Avakirin rehet bû, lê ka ew cesareta ku bikaribe dest bi tevdayina his û ramanên xwe bike!









REÞ Û SPÎ / ÝBRAHÝM SEYDO AYDOÐAN


Çemek hebû. Dibêjin ku her sibe bi berbangê re xezalek dihat û li ser ava wî digiriya. Piþtî ku ew diçû jî dengbêjekî kal dihat û bi dengekî zîz kilam digotin. Lê tu kesî, ne ew xezal dîtiye û ne jî ew dengbêj, heta vê rojê...







JANYA / RENAS JÝYAN

berxikên berdûþ,

zû ji dergûþên xwe bi dûr ketin

di çardehsaliya xwe de

ji çekên çardederb çak hez kirin

di bîstûçarsaliya xwe de

- hê tayekî spî neketibû porê wan-

mal þûr,

talde cercûr,

milk þikeft

û gor þikart hilbijartin

birayên min wisa xweþik mirin,

wisa tahm stran mirin

hûn bibînin

hûn ê ji kêfa bimirin..



BAZÊN WELAT-Serdar Roþan

Selahedîn:

Ez im ji xaka kurdistan

Ez im serhedî ji bav û kalan

Hikumdarê qudsê ez im

Di nav cerga dîrokê de

Dadmend ez im

Qet fikar nakim bi xirabî

Mirovperwer ez im

Yê ji ba werbendên cuda re

Deriyê qudsê vekir ez im

Li rojava þovalyeyê bê qisûr

Li rojhilat mêrxas û comerd im

Xwedî soza xwe me

Bipirsin ji rîkardê diþlêr

Bipirsin ji metranê Îsevî

Bipirsin ji qiralê freng

Bipirsin ji mirovên hemî reng

Bipirsin ji hahamê cuhî

Difirandin jibo dîn serî hîn duhî

Min anî aþtî û wekhevî

Bila ew ji we re bibêjin neviyê xaka kurdistan

Sultanê imperatoriya eyûbiyan






STRANÊN ÇAVBIKEN-Cemal Özçelik

Kî çizane, belkî jî dûfrtir dibe…

Hertiþt bidawiy. Divê wenî be.

Roja tolhildanê jî heye,

Bi hêviya ku dad ciyê xwe bibîne

Û her tiþt ji nû de dest pê bike.

Her dem dawiyakê bi xwe re tîne.

Destpêkekê jî…

Ewên ku her çav nikarin bibînýn…

Ji ber vê ya, heya roja dawiya jiyanê

Li hêviya wan tên sekinandin…





















XEWNA SÝBÊ – Dilpêt Jêlî

Sala hezar nehsed û çil û nehê

Hatim dinê gundê Basna Dihê

Bi navê Þikrî çume medresê

Bum Dilpêt dil zer kir wek bihê

Sêzde sala mam ber xwendinê

Dil de dixwest evinek wek Zinê

Hêj nehbibû dînê ser evin bum

Min nivîsîn helbestên evînê

Min xwendina xwe hiþt nivîþkal

Bum kurçixek dimoqrat heval

Rojki min nedît tama xweþ jînê

Ber karê û bêrê bum pîr, kal

Min nivîsî, ew þîna Helebçe

Dewletê destê min kirin kelebçe

Daye min deh sal cezayê giran

Bi lêdam û zindan û kelebçe

Evîna Welat dilê min kir pêt

Hêstirên xwînê ji çavên min rêht

Helbesta min bi rengê evîn yarê

Her hat xewna min dilê min mêht

Ev helbesta were ciwanê

Ket xemla gulçiçeka jiyanê

Rû roj û çav stêr birh hîva çarê

Hat xwena min wekî Zînê















































































MÊVAN is offline  
Eski 07-04-2007, 09:20 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2007
Konum: deyþta rewanê
Mesaj: 29,628
Üye No: 52150
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 105502
Rep Puaný : 10547108
Rep Derecesi
MÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond repute
Varsayýlan




Hêviyên Birîndar - Omer DİLSOZ

162 sy., Wêje

"... dengê zarokên ku li berojê gund li hev kom dibin û ji xwe re dileyîzin gelek xweş tê bihîstin: Leyîzgeha wan jî ev tahtikin, ku qey tu dibê ji bo vê yekê hatine çêkirin; wisa ne. Asê nîn in, tebeq dû hev paldayîne, wekî şaneşîn in, hem jî du alî ne, di navbera wan de şîvikek biçuk heye, çend darên kezan û maziyan jî vê derê dixemilînin..."






Şujin - Murat Batgi 132 sy., Pêkenin


Ku kêfa we li vê pirtûkê re nehat zanibin ku ne sûcê min e. Lê heke we heta niha "Cola Turka" venexwaribe û hûn zêdetir "tirkleşmîş" nebûne ez bawer dikim wê kêfa we ji vê pirtûkê re were. Ji xwe min vê pirtûkê ne li gorî kefa xwe nivîsandiye lo... Bi kîjan hêviyan we ev pirtûk girtiye destê xwe ez nizanim lê heke bi hêviya kenînê ye ez dikarim ji we re bibêjim ku hûn pir egoîst in. Mirov bi hin kesan tenê bikene nizanim çi nav li wan tê kirin. Yanî xwe "zorlamişkin" ku hûn hinekî "duşinmîş" jî bibin. Lê pir na...


Me got we bi kîjan hêviyan ev pirtûk kiriye?Heke hûn difikirin pere bidine vê pirtûkê, ji xwe hûn bêguman pir tişt ji vê pirtûkê hêvî dikin.





Tartuffe - Sofiyê Sextekar - Moliere , 136 sy., Şano

Moliere ku vê yekê dike mijara piyesa xwe, ji bo ku wê bi derdorên serayê û dêrê bide qebûlkirin heta sala 1669’an têdikoşe, ji ber ku gava cara pêşîn li Versaillesê tê nîşandan, piyes li alî eynî derdoran ve weke piyeseke xeter tê dîtin û demeke dirêj tê qedexekirin. Ger Moliere bitenê durûtiyên sofîtiyê jî teswîr bikira, gelo dê dîsa şek û şibhe nehata ser sofîtiya rasteqîn? Jixwe fêda û qezenca vê piyesê ewende mezin e ku; durûtiya nava mirov a ku li gor demê reng diguhere û bi awayekî din xwe nîşan dide jî derdixe meydanê. Lê Tartuffe her wiha jî komediyeke xwiy û kesayetiyê ye, ku pêkeniya qebe hêdî hêdî ber bi diramê ve dibe û pê re pirr xweş harmonise dibe. Moliere li vir bi hostayî û hunerê xwe yê ku mirov heyran û hişmetkar dihêle nîşan dide û bînerê ku saf saf bi heyecaneke pirr xweş dikene, ji dil kêfxweş bûye ber bi fikr, hizir û ramanên pirr ciddî, yên kûr û dûr ve dibe.






Siya Bêdengiyê - Suzan Samanci


108 sy., Weje

"Dema ku tarîtiyê kuçe dadigirtin, heyv li çardehê bû. Pihîn li deriyan diketin. Lûleyên tifingan diçirusîn.
Xirexir, gef!.. Bavê min di quncikê xwe de bi tizbiya xwe selawat didan, wekî peyrukên şevê ji hev belav bû li hewşê. Diya min xwe diavêt ser me. Ew qîrînên ku olan didan... Bêhna benzînê, şemala agir ber bi asîman ve hildikşiya. Mejiyê min tevizî. Ez ketim nav tarîtiya bîreke kûr. Ew kîlera kufnikî. Merşikên hêwî. Bi rojan di valahiyê da çikiyan awirên min. Min serê xwe li dîwarên gewr xist. Tu kesî nebihîst qîrînên min..."







Helbestên Gerîla 1 – Hestên Bi Vejînê Hatine Hesandin - Dilnaz BERAZîI 144 sy., Helbest


De bila ez ava bûma heval!
Biherikîma li deşt û zozanan
Hatibûma xwar ji kevîyan
Dilop dilop ketibûma devê dilkovanan,
Û bibûma dermanê dilê wan
Biketima nav rist û helbestên hozanan
Tevli dengê min biba
Dengê bilûra şivanan
Dengê berxan û lorîna bêrîvanan
Tu jî kulîlkek bûyayî, li ber keviya çem
Her roj bi derketina tîrêjan re,


Te silav daba min...





Helbestên Gerîla 2 – Çîroka Du Ezîzan - Nizamettin AKKURT 72sy., Helbest

Ger dîrok têkberî her tiştî be

Û heke di nav her tiştî de tiştek be

Ez ê pal bidim derîyê wî melunî

Wek gerîlayekî/e destiving

Beriya dorpêçkirina baregehekê

Bê hedan û peroşmend

Da ku parçe bikim

Tevayê taqên şermê!

Tilîyên min finda helandîne

Qasî dîroka ewrên revok lerzandîne

Ez xaliyê bextê te me

Bigire ez nekevim

Kevîya din

Ya jîyana min nepayvandiye

Ere ba min...

<H5 class=MsoNormal style="MARGIN: 0cm 0cm 0pt">



Nameyên Nabersivin İrfan Amida

Çi ji nişka ve xwe vedizî ezîza’m

Ji mista min tîna te

Dilopek xwêdana te

Di qêrîna sênga min de...

Sêwî mam!

Sêpî ma

Şevesmer guliyên te

Di wêneyê de...

Dikim xwe daleqînim

Were!






</H5>
<H5 class=MsoNormal style="MARGIN: 0cm 0cm 0pt"><H5 class=MsoNormal style="MARGIN: 0cm 0cm 0pt"><H5 class=MsoNormal style="MARGIN: 0cm 0cm 0pt"><H5 class=MsoNormal style="MARGIN: 0cm 0cm 0pt"><H5 class=MsoNormal style="MARGIN: 0cm 0cm 0pt"><H5>
























































__________________
MÊVAN is offline  
Eski 07-04-2007, 09:21 PM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2007
Konum: deyþta rewanê
Mesaj: 29,628
Üye No: 52150
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 105502
Rep Puaný : 10547108
Rep Derecesi
MÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond repute
Varsayýlan





Şop: nivîskar Reşît Keskîn, di pirtûka 93 rûpelî de helbestên girtîgehê, bi hestên girtîgehê bi şêweyek serbest pêşkêş dike.








Zulfiyar: nivîskar Rehîm Qoserî, di pirtûka xwe ya 56 rûpelî de, bi mijarên evînî û rojane helbestên nûjen honandiye.

































Bang Û Bîranîn: M. Emîn Sonkur, di pirtûka xwe ya 80 rûpelî de, helbestên têkoşînê, berxwedan û evînê, bi qafiye honandiye.
















Çû: helbestvan Mûrat Yapiştiran, di Çûyê de ku 80 rûpelî ye, bi şêweyek hemdem helbestên jiyanê ango; mijara evînê, têkoşînê, berxwedanê bi tamek balkêş honandiye.











Evîna Dilê Min: nivîskar Mehmet Geçît, di pirtûka 142 rûpelî de bi şêweyek qlasîk helbestên evînê honandiye.









Jana Sîpan: nivîskar Sîpan Xizan, bi şêweyek qlasîk pirtûka xwe ya helbestê ya 356 rûpelî amade kiriye. Pirtûk ji mijarên rojane, hestên netewî bi helbestên bi qafiye honandiye.
















Asûs: Mehmet Dîcle, di kurteçîrokên Asûsê de mijarên cudareng ên civakî û têkoşînî, bi awayek balkêş honandiye nava100 rûpelî.















Ay Dayê: nivîskar Mehdî Zana, bi şêweyek cudareng mijara qirkirina fila hildaye dest. Di romana 100 rûpelî de, feraseta qirkirinê û feraseta îşkencekar a girtîgeha Amedê, dideber hev.



__________________
MÊVAN is offline  
Eski 07-04-2007, 09:22 PM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2007
Konum: deyþta rewanê
Mesaj: 29,628
Üye No: 52150
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 105502
Rep Puaný : 10547108
Rep Derecesi
MÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond repute
Varsayýlan



Bİ XATİRÊ ÇEKAN
Ernest Hemingway
Werger: Azad Avci


Ev pirtûka "Bi Xatirê Çekan– (A Farewell to Arms)" di sala 1929 de tê çapkirin. Ernest Hemingway bûyerên di nav şertên şerê yekemîn a dinê de ku li ser wî derbazbûne û rû bi rû jiyaye, di vê pirtûkê de pisporîtiya xwe di warê wêjeyê de bi hewlekî gelek hêja nivîsiye. Çîroka xweş ê vê serboriyê, bê guman peydabûna evîndariyek bê hempa ye, ku li pişt eniya şer di navbera hemşîrek û serbazek de qewimiye.

Ev roman di warê wêje yê de ji ber vebêj û vegotina pisporî di qata herî bilind a wêjeyê de wek hêjayê xelatê hatiye dîtin: Ev serborî ya ji eniya şer hevpeydakirina dilînên evîndariyek bê hempa ye, ji destpêkê heya dawiyê leyîskek nazenîn e






SÎNOR
XURŞÎD MÎRZENGÎ


Roj hatibû heta ji bihurîbû. Di nava ezman de wek biyokeke sebole bi dara ezmanîn ve aliqandî. Tirêjên zêrîn mîna xinceran didan çaraliyê beriyê. Bi tîna xwe,marên şeşmeh razayî ji xewa kûr şiyar dikir,giyan didan beriyê Kulîlk û nêrgiz radibûn ser piyan. Çayirê hûrik û qicik, nêrgiza yekta, nefela gulnedayî û gûrizê cejna biharê pîroz dikir.Wawikê devê çeman û kewên gozel li beriyê di tedvîr û tedarikên hêkkirinê de.


Ji dengê banga meleyan, perdeyên guhan diçiriyan. Meleyên Qamişlû û Nisêbînê azana nîvro didan. Ji kovikên minareyan tewir tewir sewt, celep celep deng derdiketin. Yekî hîn nû dest pê kiribû: ‘Ellahû Ekber’ yekî din: ‘Heyalel felaaa’ ên din teştekî din digot. Ew deng ji kovikên minareyan derdiketin û tevlêhev dibûn, guh kerr dikirin”






M. Emin Bozarslan

Mir Zoro

Fabıl

112 rûpel

Pırtûka M. Emin Bozarslan a bı navê Mir Zoro berhevoka meselokên folklora Kurdi yên ku lı ser lawıran hatıne gotın e. Çapa pêşin a pırtûkê dı sala 1981-ê de, lı Swêdê hatıye kırın. Pırtûk jı 12 meselokan pêk tê, meseloka Mir Zoro ji yek jı van 12 meselan e. Ev meselokên zargotına Kurdi bı salan jı cileki bo cilên dın hatıne guhaztın, lê ger iro ji neyên nıvisandın, dıkarın wenda bıbın û edebıyata Kurdi ji jı dewlemendıyeke wıha bêpar bımine. Jı bo wê ji dıvê her ronakbir û kesên ku destên wan qelem dıgrın çirok û meselokên folklara me ya dewlemend bıkın ser kaxez, kasetan û bıparêzın. Bozarslan xebateke hêja dı vi wari de kırıye û jı bo hın peyvên ku dıkarın baş neyên fêmkırın ji ferhengokek amade kırıye û dı dawıya pırtûkê de cih daye vê ferhengokê.



M. Emin Bozarslan

Keçıka Darin

Çirok

232 rûpel

Ev pırtûk jı çirokên geleri pêk hatıye. Dı pırtûkê de çar çirokên geleri cih dıgrın. Çiroka Keçıka Darin ku navê xwe daye pırtûkê ji yek jı van çar çirokan e. Ev çirok bêtır jı nava gel, bı taybeti ji jı Bakurê welat hatıne berhevkırın. Wek tê zanin ev çirok ên zargotına Kurdi ne û hete iro ji, jı nıvisandınê bêtır jı alıyê çirokbêjên xwedi huner weke monologên teatral hatıne vegotın. Dı vır de rola jest, mimik û dengan roleke pır gıring e û dıkare tesirê lı ser kesê guhdêr bıke. Lê gava ev çirok bıkeve ser kaxezê ew taybetmendıyên wan wenda dıbın. Jı bo ku ev xwısûsıyetên çirokan wenda nebın, gava ku dı cıvatekê de bên xwendın ji, dıvê jı alıyê kesên xwedi huner û marifet ve bên xwendın da ku tesireke baş lı ser kesên ku guhdarıyê dıkın



M. Emin Bozarslan

GURÊ BILÛRVAN

Fabıl

128 rûpel

Pirtûkeka meselokane û di rêza "Meselokên Lawiran" ên Kurdî da, piştî "Mîr Zoro" pirtûka 2-yan e. Pirtûka "Gurê Bilûrvan" ji meselokên lawiran pêkhatiye. Yek ji wan meselokan jî "Gurê Bilûrvan" e, ku navê xwe daye pirtûkê.
Meselokên "Gurê Bilûrvan", gişt meselokên gelî ne û li Kurdîstana jorîn ji nava gelê Kurd hatine berhevkirin.
Ev meselokên gelî, beşekî giring in ji folklora Kurdî, ku bi sedsalan ji aliyê dayikan ve ji zarûkan ra û ji aliyê dapîran ve ji nevîyan ra hatine gotin. Nivîskarê pirtûkê M. Emîn Bozarslan, jibo zelalkirina hin peyv û peyvikan, ferhengokek jî amade kiriye. Ew ferhengok, di dûwayîya pirtûkê da ye.





M. Emin Bozarslan

DÎTINHEZAR

Çirok

216 rûpel

Pirtûkeka çîrokan e û di rêza "Çîrokên Gelî" yên Kurdî da pirtûka 5-an e. Pirtûka "Dîtinhezar" ji du çîrokên gelî yên dirêj pêkhatiye; yek ji wan çîrokan "Dîtinhezar" e, ku navê xwe daye pirtûkê. Ev her du çîrok -ya mayîn "Keçika sêwî û kurikê perî" ye- jî çîrokên gelî ne û li Kurdistana jorîn ji nava gelê Kurd hatine berhevkirin. Ev Çîrokên gelî, beşekî giring in ji folklora Kurdî, ku bi sedsalan di civatên Kurdistanê da ji aliyê çîrokbêjên Kurd ve hatine gotin û xwe gîhandine me.





Munzur Çem

Hotay Serra Usivê Qurzkizî
Vîrameyîş

299 Rûpel

Na kitab, serra 1992 de hetê Weşanên Roja Nû Stockholm de amo çapkerdene. Çapa diyîne serra 2002 de hetê Weşanên Deng ra çap biyo.
Çapa diyîne de kitab, reyna amo wendene û hetê imla ra sererast bîyo. Seba rehet famkerdîşê tekstan tayê çîyê qiskekî amê vurrnayene. Besekeme vajîme ke; têyna hetê şêkîlî ra tayê çîyî kerde rast.
Nuştox, vatena verî de Alfabe, îmla û gramerê kurdkî sero ki ebe kilmekîye vindeno.
"Ez hêvî ken ke "Hotay Serra Usivê Qurzkizî" reseno miletê ma, milet ey waneno. Herkesî ra zêder kî ganî neslo newe biwano. Biwano ke parçeyêde Kurdîstanî de çi bîyo-çi nêbîyo, şarê ma se ciwîyo, hêyatê xo se derbaz kerdo, înan bivêno, bimiso.
Qismê juyîne de Ap Usiv, dest pê keno; heyatê xode çike diyo, çi amo ey sare, derga-derg qesey keno. Heyatê Usivê Qurzkizî, parçeyê welat de tarixê welatî ano verê çiman. Xoverdayîşê Şex Said , xoverdayîşê Dersimî û lezê aşiran sero ki vindeno.





M. Emin Bozarslan

Kêz Xatûn

Meselok

120 Rûpel

Ev pirtûka M. Emîn Bozarslan cara pêşîn di sala 1982an de li Swêdê hatîye çap kirin. Kêz Xatûn pirtûkeka meselokan e û di rêza "Meselokên Lawiran" ên Kurdî de pirtûka 3yan e.
Kêz Xatûn ji 5 meselokên lawiran Meşa Qijikê, Şerê di bîrê de, Kund çima li çîyan dijî?, Mîr Mûrî û Kêz Xatûn pêkhatîye. Ji van, meseloka Kêz Xatûnê navê xwe daye pirtûkê.
Meselokên ku di Kêz Xatûnê de cîh digrin, gişt meselokên gelî ne û li Kurdistana Jorîn ji nava gelê Kurd hatine berhevkirin.
Ev meselokên gelî, beşekî girîng in ji folklora Kurdî, ku bi sedsalan ji alîyê dayikan ve ji zarûkan ra û ji alîyê dapîran ve ji nevîyan re hatine gotin. Nivîskarê pirtûkê M. Emîn Bozarslan, ji bo zelalkirina hin peyv û peyvikan, ferhengokek jî amade kirîye. Bozarslan ji bo vê ferhengokê weha dibêje; "Di meselokên pirtûka "Kêz Xatûn"ê da hin peyv û peyvik hene ku, belkî têgîhîştina wan jibo hemî xwendevanan ne hêsan be. Jibo ku em têgîhîştina wan peyv û peyvikan hêsan bikin, me li ser wan ferhengokek amade kir. Jibo ku xwendevan bikarin maneyên wan di ferhengokê da bi hêsanî bibînin, me peyv û peyvikên ferhengokê li gora rêza tîpên alfabeya Kurdî rêz kirin..." Ev ferhengok, di dawîya pirtûkê de cîh digre.



Yılmaz Odabaşı

Ferîde
Helbest

81 Rûpel

Pirtûka helbestvan Yilmaz Odabaşi ya bi navê "Ferîde", bi wergera Çetîn Toprak ve di nav weşanên DENG de hat weşandin.
Ferîde, pirtûkeke wisane ku her kesek bi navê xwe hin tiştan têde dibîne, an jî wisa difikire. Ji ber ku, "Ferîdeyek her kesî heye qey ez nizanim" dibêje helbestvan. Êdî Ferîdeyek me Kurdan jî heye, wek keseke me û yek jî bê kestîya me.
Ferîde cara yekem bi Tirkî di sala 1990an de hetîye çapkirin. Heya niha deh çapê wê hatine kirin û sîh hezar hatîye firotinê. Pirtûka ku xwendevanên ciwan hemû helbestên wê jiber zanin.




Doç. Dr. Hüseyin Bektaş

"Anatomiya Bedena Mirovan"
Anatomî

64 Rûpel

Di meha Adarê di nav weşanên Deng da pirtûkek nû bi navê Anatomîya Bedena Mirovan derket. Ew pirtuka li ser ilmê bijijkî bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin. Gor zanina me, Anatomîya Bedena Mirovan pirtukek ewlîye ku di beşê ilmê xwezayê bi tîpên latînî hatîye nivîsandin. Xêrjî wê pirtûkê di sala 1978 li Bexdayê pirtûkekî din bi navê Giyanê Mirova /Human body ji alê Dr. Aziz Reşit Akrevî bi tipên erebi û bi du zimanan (Inglizî, Kurdî) hatibû nivîsandin. Xêrjî wan pirtûkan weşanên din li ser vê beşê em nasnakin..
Pirtûk bingehên ilma anatomî bi 51 şikil û şanan dide naskirin. Ev pirtûka ne ji bo zanîngehên li ser ilmê bijijkî ye. Lê ji ber ku bi zimanekî zelal hatîye nivîsandin zarokên dibistana navberî, zarokên dibistanên jorîn, beşdarên qursên kurdî li welat û derwayîyê welat û hemu kesen kû zimanê kurdî dixwazin hînbibin dikarin bi wê pirtûkê bixebitin.
Armanca ji bo çapkirina vê pirtûkê ew bu ku zimanê kurdî dewlemend li ser bêşa antomî da jî li jîyan bihêlin û pêşta bibin



Munzur Çem

Hewara Dêrsimî
Kilam

478 Rûpel

No kitab raya verene, 1993 de bi nameyê "Tayê Kilame Dersimî", Stockholm de amo çapkerdene.
Nuştox Munzur Çem, na kitab de teyna lawikî are nê kerde mesele inan sero ki vineto.
Lawikî; kulturê ma de cayêde zaf muhim cênê. Kurdan zê miletanê bînan lez û dezê xo, rindîye û xiravîya xo, sevda xo bi înan îfade kerda û kenê. Mordem naye eşkera vazo ke lawikê ma, zê hayne yê; ê rewşa komelî, hêyatê miletî anê verê çiman, kenê eşkera.
Nuştox Munzur Çem, derheqê kitabî de vano ke: "… Heto bîn ra lawikê ma bê bingeh û bê sebeb/semed nîye. Ê her lawikê sanikêda xo esta, yanê meseleyê ser ama vatene. Demo ke mi dest pêkerd (dest na pira) nê lawikî day arê û nuştî, mi nîyada ke têyna pêserardiş û nuştişê tekstê înan bes nîyo. Lazim o ke merdim (mordem) mesele û sanikanê înan kî binusnone. Ucayî ser o kî çiqas ke destê mira ame, meseleyê ke nê lawikî ser o vajîyê, yanê bingehê înan ê, mi ê kî day arê û nuştî. Ez hen bawer kena ke sayîya nê karî ra, wendoxî derheqa cûyê/heyatê şarê Dersimî de, heqa ûsil û toreyanê înan de benê wayîrê fikirî, nê parçeyê welatê ma tenêna baş/rind nas kenê."
Nuştoxî na kitab de, hetê rastnuştîşî ra kî karo de girs/gird amade kerdo. Lawikî çutir ke amê vatene hen nuşnê. Eslê înan ya kî feko otantîk nêvurrno. Ucay ser o kî wendoxî tekstan de mabênê taye ferq vênenê. Vajîme ke tayê lawikan da "aşîrû", tayîne de "aşîran" vajîno.
Mordem şikîno ke vazo; Armancêde na kitabî kî o yo ke nê kêmî û şaşîyan mîyan (werte) ra wedaro, çiqas ke îmkan esto, înan ebe formêde rast pêşnîyazê wendoxan bikêro



M. Emin Bozarslan

Melayê Meşhûr
Pêkenok

244 Rûpel

Melayê Meşhûr qehremanek mesela pêkenokan e. Ew mesele li Kurdistana Bakur di nava gelê Kurd da tên gotin û bûne beşek ji edebîyata Kurdî ya devkî. Li ser kesîtî û netewetîya Melayê Meşhûr zimanên cure cure da gelek tişt hatine gotin û gelek tişt jî li ser Melayê Meşhûr hatîye nivîsandin. Her weha li gelek welatan li ser Melayê Meşhûr pirr efsane hatine afirandin û ketine dev zaran.
Brêz M. Emin Bozarslan, li ser mesela Melayê Meşhûr lekolînek heja kirîye û li ser wî pirtûkek çap kirîye. Pirtûka M. Emin Bozarslan li ser navê Melayê Meşhûr çapa pêşîn 1986an da li Swêdê hatibû weşandin. Çapa wê ya 2yan ji nuha ji alîyê Weşanxana Deng ve hatîye weşandin.
Pirtûka Melayê Meşhûr 248 rûpel e û di nav pirtûkê de 150 meselên Melayê Meşhûr hene. Nivîskar M. Emin Bozarslan ji pirtûkê ra "Pêşkeşî"yeka dirêj nivîsîye û "Pêşkeşîyê" da pêkenokên Melayê Meşhûr ji hemî alîyan ve dane nasîn. Brêz Bozarslan jibo zelalkirina hin peyv û peyvikên pêşkeşîyê û pêkenokan, ferhengokek jî amade kirîye. Ew ferhengok di dûwayîya pirtûkê da ye

__________________
MÊVAN is offline  
Eski 07-04-2007, 09:25 PM   #5 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2007
Konum: deyþta rewanê
Mesaj: 29,628
Üye No: 52150
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 105502
Rep Puaný : 10547108
Rep Derecesi
MÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond repute
Varsayýlan



Kemal Burkay

Azadi û Jiyan

Şıêr

256 rûpel

Şıêrên Kemal Burkay ên ku beri bı Tırki hatıbûn nıvisandın, dı pırtûkên wi yên bınavê Prangalar (1967, Enqere) û Dêrsım (1975, Enqere) de hatıne weşandın, disa jı alıyê şair ve hatıne wergerandın ser zımanê Kurdi û lı gel Tırkıya wan bı sernavê Azadi û Jıyan jı alıyê weşanxana Dengê ve careke dın hatıne weşandın. Wek Burkay ji dı pêşgotına xwe ya jı bo çapa vê pırtûkê de tine zıman, karê wergerê û bı taybeti ji wergera Şıêran ger merıv bıxwe ji şair be û herdu zımanan; yê ku merıv jê werdıgerêne û yê ku merıv werdıgerênıyê baş zanıbe ji ne hêsan e. Jı ber ku wergera Şıêran ne tenê wergera naverokê ye, wergera wate, aheng û xweşık lıhevanina peyvan e ji. Lê çendi dıjwar be ji, ev yek jı gıringi û pêdıvıya karê wergerê tışteki kêm nake.





Cigerxwin

Kime Ez / Ronak

Şıêr

452 rûpel

Pırtûka şairê bınavûdeng, wek jı navê wê ji xwıya ye, jı du beşan pêk tê. Beşê yekem diwana sısêyan a bı navê Kime Ez ku navê xwe jı helbesteke şairi gırtıye û bı navê wi re bıbir tê. Beşê duduyan diwana çaran e, ku bı navê Ronak hatıye bınavkırın. Pêşgotına pırtûkê jı alıyê parlamenter û sıyasetmedarê Kurd lı Sûrıyê, Hemidê Hecî Derwêş ve hatıye nıvisin Şair dı vê pırtûka xwe de lı ser pırsa netewi, pırsên cıvati û cıvata sosyalizmê ji ray û ramamên xwe bı awayeki helbesti anıye zıman. Şıêra şairê mezın a bı navê “Kime Ez” ji, jı alıyê ozan Şıvan Perwer ve bı helwesteke şoreşgeri hatıye xwendın û jı navê wi bêtır derketıye pêş. Dı vi beşê pırtûkê de bı gırani tema welatperwerıyê derdıkeve pêş. Lê Şıêrên beşa Ronak jı sê bıran pêk tên; bıra welatperwerıyê, bıra cıvati û ya evini.





Baran

Dersên zımanê Kurdi

Pırtûka Dersê

168 rûpel

Lı Bakurê Kurdıstanê jı ber ku zımanê Kurdi bısalan hatıye qedexekırın, gelek Kurd bı taybeti ji nıvşên nû ango keç û xort nızanın bı zımanê xwe yê zıkmaki xeberdın. İro ji jı bo Kurdan derfeta perwerdeyıya bı zımanê Kurdi bı awayeki rêxısti tuneye. Jı bo wê ji gelek ronakbirên Kurd, bı imkanen xwe yên kêm û kurr handane ku jı bo Kurdên bı Kurdi nızanın û her wıha ji kesên bıyani yên ku bıxwazın Kurdi fêr bıbın pırtûkhen dersê amade kırıne. Pırtûka Baran ji pırtûkek jı van pırtûkan e, ku merıv dıkare pê xwebıxwe, bı alikarıya zımanê Tırki fêri Kurdi bıbe. Wek nıviskar bıxwe ji dıbêje kesên ku Kurdi hındıki dızanın dıkarın Kurdiya xwe bı vê pırtûkê bı pêş de bıbın û yên ku zanın ji dıkarın jê fêri zımanê xwendın û nıvisandınê û her weha ji şert û qeydeyên gramera zımanê Kurdi fêr bıbın.





Nesrin Aydın / Jir Rexnegır

Em Bınıvisın / Em Bıxwinın

Pırtûkên dersê

3 berg / 144 rûpel

Pırtûkên jı bo fêrkırına zımanê Kurdi û bı taybeti ji yên jı bo zarokan lı Bakur pır kêm ın. Rêzepırtûka Nesrin Aydın û Jir Rexnegır pêşi jı bo zarokên Kurdan ên lı sırgûnê û bı taybeti ji yên lı Swêde hatıye amadekırın û pêşi lı Kolnê hatıne çapkırın. Pırtûk bı metoda jı hevokê ber bı peyvê, jı peyvê ber bı kıteyê û jı kıteyê ji ber bı herfê hatıye amadekırın. Dı pırtûkê de teknikên ditbari ji hatıne bıkaranin, ango ew bı wêne û xêzıkan ji hatıye xemılandın. Metoda amadekırına pırtûkê jı ber ku nêziki metoda ku jı bo fêrkırına Tırki tê bıkaranin, jı bo zarokên Kurdên Bakur nexerib e. Ew ji dıkarın jı bo fêrbûna zımanê Kurdi jı van pırtûkan bı hêsani isitfade bıkın. Wek lı jor ji tê dıyarkırın pırtûk jı sê bergan pêk tê herdû bergên pêşin (Em bıxwinın/Em bınıvisın) dıvê pêk ve bên bıkaranin.



Ereb Şemo

Şıvanê Kurd

- Roman -

112 rûpel

Pırtuka bı navê “Şıvanê Kurd” a bavê romana Kurdi, Ereb Şemo sereboriyên nıviskari ya dewra zarokti û xortanıya wi û koçerên Kurd ên Qafqasê ye. Ereb Şemo lı dora biraninên dewra zaroti û xortanıya xwe, rewşa cıvati ya Kurdên Qafqasyayê ji bıhûrbıli û bıhosteyi dıhone û weke berr û mafêreke rengin a destkarıya keçeke Kurd a bengi radıxe ber çavên xwendevanan. Dı beşên dawin ên romana xwe de ji, Nıviskar bahsa bûyerên dema şoreşa mezın a '17-an, şerê lı dıji emperyalistan û şerê navxweyi ji dıke. Her wıha roman, zahmeti û dıjwarıyên paraztına destketıyên pışti şoreşê ji dıke û bı awayeki serketi wêneyê demê teswir dıke. Roman pêşi bı Kurdi hatıye nıvisin, lê paşê hatıye wergerandın ser zımanê Rûsi û lı Tıflisê çap bûye.



Ereb Şemo

Jıyana Bextewar

- Roman -

256 rûpel

Romannıvisê bınavûdeng Ereb Şemo romana xwe ya bı navê “Jıyana Bextewar” dı çarçova serpêhatıyên eşireke Kurd ya Serhedi de bûyerên lı Serhedê yên dema Şerê Cihanê yê yekê radıxe ber çavên xwendevanan .Roman, bahsa koça Kurdan a jı ber zılm û zora Romê ber bı Qafqasê ango desthılatdarıya Bolşevikan, Şoreşa Oktobırê û şerê navxweyi yê pışti şoreşê dıke. Kurd Yekitıya Sovyet a wê demê jı xwe re weke hêvıyekê dıbinın, xwe lê dıgrın û jı bo şoreş bıserkeve ji bı dıl û can, bêrawestan dıxebıtın. Her wıha roman lı ser têkılıyên cıvati, dan û stendına dı navbera serdest û bındestan de, peydebûna kategorıyeke hevkarê dıjmın û mıftexwer ango rantxwer û her wıha ji mêrxasên lı dıji kedxwarıyê yên jı nav wan derketıne ji radıweste.






Kemal Burkay

Berf fedi dıke

- Şıêr -

120 rûpel

Lı gel kar û xebata xwe ya sıyasi, Kemal Burkay xebata xwe ya edebi û huneri ji bêwestan bı rê ve dıbe. Pırtûka bınavê Berf Fedi Dıke, pırtûka 6-an a Şıêrên ronakbir û sıyasetmedarê Kurd, Kemal Burkay e. Dı vê pırtûkê de bı gırani Şıêrên şair yên dema salên 1990/94-an cih gırtıne. Pırtûkê navê xwe daye kaseta koma muzikê ya Koma Dengê Azadi ji, ku tê de gelek helbestên şair hatıne xwendın. Naveroka helbestên Burkay felsefeya jıyanê ya cihani ye, ku tê de lı gel motifên têkoşina çinayeti reng û dengên netewa Kurd bı hemi taybetmendıyên xwe roni û zelal cih dıgrın. Şair, lı gel rewşa abori, cıvati ya Kurdewari ya sext, dimenên nexşeya coxrafya û iqlıma Kurdıstanê ji bı hemi heybet û spehitıya xwe lı ber çavên mırov tên raxıstın





Ahmet Aras

Evdalê Zeynıkê

Lêkolin

220 rûpel

Jı ber ku fersenda nıvisin û xwendına bı zımanê Kurdi çı bıgre qet çênebûye; rola dengbêj, çirokbêj û şairên lirik dı jıyandına folklor û edebıyata Kurdi de cıyeki pır gıring û mezın dıgre. Navê Evdalê Zeynıkê ji wek şahê dengbêj û şairên lirik ên Kurd lı ser zar û zımanê gel û dengbêjan bûye efsane û jıyana wi weke destan dı zargotına Kurdi de cihgırtıye û hete roja iro hatıye. Lêkolina nıviskar Ahmet Aras a bı navê “Evdalê Zeynıkê”, wek jı navê wê ji tê fêmkırın lı ser jıyan û berhemên hozanê Kurd e. Ahmet Aras lı gund û bajarên Kurdıstanê, lı nas, dost û nevıyên Evdalê Zeynıkê gerıyaye, tevli hezar zor û zahmetıyan jıyan û berhemên wi jı devê van kesan kırıye ser kaxezê û kırıye belge da ku ew ji wek bı hezaran degnbêj, çirokbêj û rencberên folklor û edebıyata me jıbir nebın, wenda neçın



Kemal Burkay

Çarin

- Şıêr -

196 rûpel

Nıvisandına Şıêran jı ya pexşanan (nesir) zortır e û ya çarinan ji jı ya Şıêran. Jı ber ku dı pexşanê de merıv dıkare tışt û bûyeran bı awayeki dûr û dırêj taswir bıke, fıkr û ramanên xwe dı derheqa wi tışti yan ji wê bûyerê de bıteferuat, bıhûrbıli bınıvise. Ango jı bo pexşanê meydan fıre ye, heye tu kari hespê xwe lê bıbezêne û mınawre bıke. Lê şıir xeyal, felsefe û imaj e. Dıvê tu xeyal, imaj, bir û rayên xwe yên dı derheqa bûyer û tıştan de, bı awayeki Kurt û bı peyvên hındık; lê lı cıyê xwe rûnışti, lıhevhati û bı mane bêni zımên. Dıvê rıste û peyvên şıirê ewınde bıhêz bın, ku kesê bıxwine sermest û serwenda bıkın. Jı bo şıirê ev yek dıvê, ija sinorê çarinan hin teng û mahdûdtır e. Şıêr dıkare dırêj be, lê çarin navê wê lê ye; dıvê jı çar rıstan pêk bê. Wê gavê jı bo çarinan hostetıyeke mezın dıvê. Ev hosteti dı çarinên Burkay de pır zelal e.




Ahmet Cengiz Çamlıbel

İdyomên Kurdi

Lêkolin

208 rûpel

Jı ber ku edebıyata Kurdi ya nıviski zêde pêş neketıye, dı zargotına Kurdi de qimeteki mezın ê kurteçirok, helbest û idyoman heye. Çunki dı zımanê nıvisandınê de merıv nıkare jest û mimikan bıkar bine, dıvê merıv her tışti bıteferuat taswir bıke da ku xwendevan jı mesaja merıv karıbe bı hêsani tê bıghê. Lê dı zımanê devki de, insan heye ku kare mesaja xwe bı awayeki kurt û muxteser jı hevalê xwe re bêje. Ji bo wê ji, hevokên kurt û mana wan kûr û dûr divên. Qimet û rû**** metelok helbes û idyoman jı ber vê yekê tê. Lı Bakur, belbi xebata berhevkar Ahmed Cengiz Çamlıbel xebata yekemin a dı vi wari de ye. Ev xebat dıkare bıbe bıngeha xebatên hin frehtır. Çamlıbel, tenê bı berhevkırına idyoman nehatıye ser û her idyomek paşê dı nav hevokekê de ji bıkar anıye da ku bıhêsani bê fêmkırın.



Ahmedê Mırazi

Biraninêd Mın

Miranin

144 rûpel

Wek jı navê pırtûkê ji xwıya ye, pırtûk jı biraninên nıviskar bıxwe pêk hatıye. Lê Ahmedê Mırazi ki ye, lı nık Kurdên Bakur belki zêde neyê naskırın. Gıringıya biraninên wi dê jı bo me çı be, belbi em wê ji nızanıbın. Jı bo wê ji, ka em guh bıdın Hecıyê Cındi yê ku pêşgotıneke delal jı bo van biraninan nıvisıye, da ku em ji zanıbın Ahmedê Mırazi ki ye û mana biraninên wi çı ye: “Ahmedê Şewêşê Mırazi bı eslê xwe dengbêj bû, dengeki xweş lê bû. Gula dawet û şayıyan bû. Wi ne tenê sıtranên goti hıldıda û dıgot, lê belê wi wısa ji sıtran jı ber xwe ve derdıxıstın û dıgot. Merıv dıkare bêje ku ew hım dengbêj, hım ji efrandêr bû. Ew bı vê ji nedıhat ser, wi her wıha gellek beyt, serpêhati, metelok û qıse dızanıbûn. Bı vi teheri ew kaneke zargotına cımetê bû, bı rojan, bı heftan bêrawestan wi dıkarıbû bıstıranda û bıpeyıvıya."





Cemali

Şahinşahıya Goga Lıngan

Pêkeni

302 rûpel

Pırtûka Cemali ya bı navê Şahinşahıya Goga Lıngan berhevoka pêkenıyên wi yên dı kovar û rojnameyên wek; Ronahi (1970-78/Almanya), Roja Welat (salên ‘70-yi/Tırkıye), Dengê Komkar (Almanya) û Azadi (Salên ‘90-i/Stenbol) de hatıbûn weşandın pêk hatıye. Pıranıya van nıvisan çirok û qıseyên cıvati ne. Beşek jı wan ji fabl ın, ku qehremanên wan jı heywanan pêk tên û mebesta fabılê ew e, ku mırov jı van serpêhatıyan dersê bıstine. Pêkeni, hım merıv dıkenên hım dıfıkırênın. Bı vi awayi bêyi ku merıv acız bıbe, bıweste merıv dıkare gelek ders û aqıl jı van çirokan bıgre. Dı zargotına cıvati ya Kurdi de pêkeni roleki gıring dılize, lê jı ber ku fırseta nıvisandına van pêkenıyan nebûye pıranıya wan jıbir dıbın, wenda dıçın. Lewra nıvisandına wan gıring e.



Cigerxwin

Zend-Avısta- Diwana 5'an

Şefaq- Diwana 6'an

340 rûpel

Şıêrên şairê navdar ê hevdem Cigerxwin, demekê jı ber qedexebûn û zordestıya lı ser weşanên Kurdi û bı taybeti ji yên bı zımanê Kurdi, bı awayeki nehini dı bın destan re dıhatın belav kırın. Tevli qedexeyiya lı ser wan ji, Şıêrên wi jı devê têkoşerên Kurd nedıketın. Cigerxwin, dı Şıêrên xwe de lı ser tema netewi, çini û cıvati radıwestıya.. Dı vê pırtûka Cigerxwin de, Diwana 5-an a bı navê “Zend-Avısta” û ya 6-an a bı navê “Ş