|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
WELATÊBÊSÎNOR Bajarê bereketê QOSER
Li bin asîmanê þîn deþteke têrjîn û bi bereket!.. Deþteke ku ji dûr ve li çiyayan dinêre û li binê asîmanê þîn gazî mirovan dike. Û xwediyê vê deþta fireh û pan, bajarekî devken û rûgeþ: QOSER Qoser!.. Navçeya herî mezin a bajarê Mêrdînê û Welatê Bêsînor. Ev bajêrgehê mezin her çiqas li ser bajarê Mêrdînê be jî ji Mêrdînê mezintir e. Li bakurê Kurdistanê cih digire. Dikeve baþûrê rojavayê Mêrdînê. Li bakurê rojavaya wê navçeya Dêrikê, li baþûrê wê jî bajarê Rojavayê Kurdistanê Amûdê ku sînorên Sûriye û Kurdistanê bi hev re girê dide cih digire. Li ser deþteke fireh hatiye avakirin. Bi avahiyên xwe yên mezin, bi riyên xwe yên dirêj, bi deþta xwe ye fireh, bi nifûsa xwe ya zêde, bi pêþeketina xwe ya ji her alî ve ne wek navçeyê li ber çavên mirovan weke bajarekî mezin e. Navên Qoserê yên ku herî pêþîn tên zanîn Dunaysir û Tilêrmen e. Nayê zanîn ku navê Dunaysirê ji ku tê. Tilêrmen jî navekî ermenkî ye ku ev nav ji aliyê ermeniyan hatiye danîn. Qoser navê xwe jî navê girê Qoserê digire. Tê gotin ku Qoser peyveke bi zazakî ye û tê wateya girê serî. QADA ÞER Û CENGAN Ev navçeya mezin di dîrokê de li ser riya hevriþimê ya bazirganiyê ye. Ji ber vê girîngiya xwe jî di gelek serdeman de di navbera gelek miletan de bûye qada þerên mezin û hatiye talankirin û xerabkirin. Li gorî lêkolînên dîroknasan Qoser bi hezar salan berî zayina Îsa hatiye avakirin. Lê der barê dîroka wê ya gelekî kevn de zêde agahî nehatine bidestxistin. Ji ber ku di herêma xwe de þûnewarekî navendî bû piþtî her xerabûnê careke din dîsa hatiye avakirin. Ev bajêrgeh di dema artûkiyan de bûye navendeke girîng. Selçukî, îlhanî, eyûbiyan, memlûkiyan, karakoyuniyan, akkoyuniyan, tîmûriyan li vê derê desthilatdarî kiriye. Paþî jî Qoser ketiye bin hukmê osmaniyan. Lê Qoser di her dema dîrokê de dîsa reng û nasnameya xwe ya kurdewar parastiye. Vê yekê xwe di van salên dawî de nîþan daye ku ev der jî weke gelek cih û warên Welatê Bêsînor bûye qada têkoþîna xweparastinê. HEJMAREKE ZÊDE Qoser di fermiyatê de di sala 1937’an de bûye navçe û bi ser Mêrdînê ve hatiye girêdan. Her çiqas hejmara navenda bajêrgeha Qoserê niha di fermiyatê de 113 hezar hatiye diyarkirin jî di rastiya xwe de, ligel gundên xwe ji 200 hezaran gelek derbas bûye. Çar bajarok, 147 gund û 10 tax li ser Qoserê ne. Piþtî þerê sih sal in li herêmê diqewime hin gundên Qoserê hatin valakirin û þewitandin. Ji ber vê yekê jî gelek gundiyan weke koçberên welatê xwe bar kirin û berê xwe dan navenda Qoserê. Vê yekê jî bi xwe re zêdebûna nifûsa Qoserê anî. Piraniya gundiyên koç kirine surgûçî, xursî, baqustaniyî ne. Piraniya niþtecihên Qoserê kurd in û bi zaravayê kurmancî diaxivin. Ji xeynî kurdan kêm ereb jî hene. Her çiqas berê ermenî jî hebûne niha mirov dikare bibêje ku li vê derê ermenî nemane. DUNAYSIR AN JÎ TILÊRMEN Berhem û beremayiyên dîrokî yên ku îro bûne kavil nîþaneyeke bingehîn e ku jiyana niþtecih a li Qoserê hezaran salan heta berî Îsa diçe. Bi taybetî girikên li Qoserê weke bermayiyên kevn þahidiya dîrokeke kevn dikin. Bajarê Qoserê her çiqas di nava deþteke pahn û fireh de be jî gelek gundên wê li ser girikan hatine avakirin. Girikê Qoserê di nava van girikan de girikên herî mezin e. Ku weke Dunaysir jî tê nasîn. Di dîrokê de jê re Tel Ermen an jî Tilêrmen jî hatiye gotin. Di dema xwe de bi piranî ermenî li vê derê jiyane. Li Tilêrmenê rasatxaneyeke hevn hebûye. Dêra Surp Kevork jî cihekî girîng digirt li ser vî girikê mezin. Lê mixabin îro weke gelek cihên dîrokî ev cih jî weke wargeha leþkerî tê bikaranîn. WARGEHÊ LI SER GIRIKAN Ji xeynî girê Qoserê gelek girikên din jî hene. Û li ser van girikan gund hatine avakirin. Hema hema li her gundekî jî girikek heye. Gundên Qoserê ji dîrokê heta niha di heman cihan de hatine avakirin. Ev gund hemû dîrokî ne û diþibin hev. Bi taybetî ji bo xweparastinê li ser girikan hatine avakirin. Her wisa derdora wan tev zeviyên fireh in ku bi kêrî çandiniyê tên. Ev gund li gorî lêkolîn û vekolînan ji cihên herî kevn ên mirovahiyê ne. Dema mirov kûr û hûr li van gundan dinêre mirov xwe di nava rûpelên dîrokê de dibîne. Gundê Qoserê yê herî mezin û ku bi vî rengî hatiye avakirin gundê Dêîm an jî Girik e. Yek ji van gundan jî gundê Xerabhedad e ku þûnewarê niþtecihiyê yê Qoserê yê herî kevn e. Dema ku mirov li dîmena gund dinêre mirov pê dihese ku ev gund bi hezaran salan berî niha hatiye îro. AVAHIYÊN DÎROKÎ Ligel ewqas talan û þeran dîsa li Qoserê hin berhem û avahiyên dîrokî heta îro jî li ser piyan in. Gelek xaniyên kevn, dêr, mizgeft, turbe û gelek bermayiyên dîrokî heta îro hatine. Xaniyên ku bi kerpîçan hatine avakirin bala me dikiþîne. Bi piranî yek tebeqe ne. 2 an jî 3 pencereyên wan hene. Li Qoserê hin kolan tevahî bi xaniyên kerpîçan pêk hatine. Pira Dunaysir a kevir, li ser çemê Zirganê hatiye çêkirin. Tê texmînkirin ku ev pir di sedsala XII’an de hatiye lêkirin. Li Qoserê gelek dêrên ku ji tarîxên berê de mane jî hene. Lê mixabin gelek ji van dêran hilweþiyane. Ji van dêran dêra ku li navenda Dêra Qoserê ya ku navê xwe daye taxa Dêrê jî va ye çend sal e bi armanca parastinê weke xanî tê bikaranîn. Mizgefta mezin mizgefta herî kevn a li Qoserê ye. Di navbera salên 1184-1204’an de hatiye çêkirin. Turbeya Þahkulî jî yek ji bermayiyên kevn e. Li kêleka turbeyê jî goristaneke gelekî kevn heye. ZINETÊN BALKÊÞ Li Qoserê xweparastina zinetên berê ango destkariya kevin gelekî balkêþ e. Yek ji van zinetan Nalbendî ye. Nalbendî zinetek e ku ji dîrokê maye. Nalbend Mihemed Aydin jî yek ji van zineetkaran e. Ji ber ku gelek erebeyên hespan li Qoserê hene nalbend Mihemed jî hema hema her roj nalan li binê lingê hespan dide û debara xwe bi vê yekê dike. Ew dibêje ku wî ev kar ji bavê xwe girtiye û heta dawiya umrê xwe jî dê bidomîne. Zineteke din a li Qoserê solbendî ye ku zineteke gelekî kevn e. Dîsa kar û zineteke ku herî zêde li Qoserê tê kirin sobecîtî ye. Ev kar jî ji bav û kalan maye. Kolana sobeciyan li Qoserê kolaneke xweser e. Ew ne tenê sobeyan difiroþin her wisa çêdikin. Mirov dikare bi dehan sobeyên cuda cuda yên mezin û biçûk li vê kolanê bibîne. JIYANEKE RENGORENG Di jiyana rojane de sûka Qoserê gelekî zindî ye. Gelê Qoserê her tim di nava dan û standinê de ye. Dîmenên rengoreng bala mirovan dikiþînin. Ligel sûka xwe jiyaneke rengorenk û zindî dide ber çavên mirovan Qoser!.. Di jiyana rojane de; weke her bajarokê Welatê Bêsînor li Qoserê jî dayik ligel zarokên xwe derdikevin sûkê û dan û standinê dikin. Bi taybetî dayikên Qoserî yên bi deqên li ser eniya xwe bala me dikiþîne. LI DEÞTA QOSERÊ Bereketê dibarîne ev axa paqij bajarê têrjîn Qoserê. Ligel hemû axînên bêderman, li deþta bereketê, ligel dengê lingên hepsên erebeyan, jiyan diherike dîsa mîna rûbarekî. Mirov û xweza di nava hev de ne li deþta Qoserê. Çiyayên weke parêzgehekê bajêr diparêzin her tim silavê didin riyên dûr û dirêj. Esmanê bêaso, xweþikbûna xwezayî kêm nabe dîsa li Welatê Bêsînor. Dayik wek hêlîna zarokan e her çawa Qoser hêlîna þaristaniyan be. Pîremêr sebra mirovan e li vî þûnewarê qedîm. Û her çiqas di nava rengekî sorgevez de roj hêdî hêdî diçe ava jî jiyan dîsa berdewam dike bi hemû xweþikbûna xwe li deþta bereketê Qoserê û li her buhiþta Welatê Bêsînor. Cihê çandiniyê Qoserî abora xwe bi çandinî, bi bazirganî, xwedîkirina sewalan, karê pîþezazî ango sanayî û kar û barên cur bi cur dikin. Li Qoserê bi dehan febrîqe hene û gelek kes li van deran dixebitin. Axa Qoserê ji sedî 94 bi kêrî çandiniyê tê. Ligel nîsk, nok, pembo, titûn, genim-ceh û garis gelek tiþtên din jî tên çandin. Bi taybetî ceh, genim û germok cihekî girîng digirin li Qoserê û dikarin xwe li ber serma û seqemê bigirin. Qoser li ser riya hevriþimê ango bazirganiyê ye. Ji ber vê yekê jî rojê bi sedan, bi hezaran ford, tir û wesayîtên din ji nava Qoserê ji Silopiyê derbasî deriyê Sînorê bakurê Kurdistanê dibin. Qoserî jî bi hatin û çûna van tir û fordan ji gelek hêlan ve feydê digirin. Kesên ku di kêleka rê de bi xêra mazotê debara xwe dikin jî hene. Kamyon û tirên ku li vê derê derbas dibin û diçin baþûrê Kurdistanê van varîlan dikirin. Li Qoserê xwedîkirina sewalan kêm e. Lê ligel vê yekê bi taybetî pez tê xwedîkirin. Titûna Xursê ku li Welatê Bêsînor gelek bi nav û deng e debara gelek kesan dibîne. Li gundê Gundê Xursê tê çandin qasî 15 km bakurê Qoserê ye. Tiþtekî ku li vê derê bala me dikiþîne jî erebeyên hespan in, ku gelek kes debara xwe bi van ereban dikin. Ciwan û zarok jî van erebeyan didin xebitandin. Mala Kurmancî Li Welatê Bêsînor cihekî herî entellektuel û kurdîparêz jî Qoser e. Helbestvanên kurd ên bi nav û deng ên weke Rênas Jiyan, Lal Laleþ, Îrfan Amîda, Þevger Amedî û romanûs û çîroknûs Yaqûp Tilermenî ava vî bajarê bi bereket vexwarine û di hembêza vî bajêr de mezin bûne. Dîsa Eledînê Dîn û Qomançero dînên Qoserê yên bi nav û deng in. Li Qosera ku xwedî çand û hunereke kevn û qedîm; ji bo parastina ziman, çand û hunera kurdî Navenda Çanda Mêrdînê xebatên cur bi cur dimeþîne… Çanda dengbêjiyê weke gelek bajar û cihên Welatê Bêsînor li Qoserê jî pêþ ketiye û Heta îro hatiye. Dengbêj Fadilê Kufragî, ku hêj di zarokatiya xwe de ji bînahiya çavên xwe bûye, Þukriyê Baxustanî ku bi temenê xwe yê borî dîsa hê distrê û Ezîzê Hejar ê bi coþ û heyecan ji çend dengbêjên deþta bereketê bajarê Qoserê yên bi nav û deng in. Amadekar:Hemîd DILBAHAR Wêne: Ubeydullah HAKAN (DÎHA) |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.