|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Rewþen Bedirxan (11.07.1909-1986) nivîskara kurd e.
Rewþen Bedirxan di sala 1909an de li Kayseriyê ji dayikbû û malbata wê di sala 1913'an de jiber xebatên siyasî sûrgûnî Rojhilatanavîn bûn. Bavê wê Salih Bedirxan e. Rewþen Bedirxan, hîdekariya xwe li Þam û Ûrdûnû berdewam kir û li Ûrdûnê bû yek ji mamosteyên jin ên destpêkê. Rewþen, di sala 1935an de bi Celadet Bedirxan re dizewice. Rewþen Bedirxan, dibe yek nivîskara Kovara Hawarê. Di sala 1957'an de li Yewnanîstanê kongreya dijberî-mêtingeriyê tê lidarxistin û di nava 6 delegeyên Kurd ku lazime beþdarî kongreyê bibin. Tenê Rewþen Bedirxan beþdar dibe. Di 1971ê de li ser daxwaza Mustafa Berzanî, diçe Baþûrê Kurdistanê û li bajarê Hecî-Ûmranê Yekîtiya Jinên Kurd saz dike. Nivîskara jin a Kurd Bedirxan, bi çalaktiya xwe ya di warên civakî, siyasî û hîndekariyê de tê naskirin. Di nava berhemên Rewþen Bedirxan de gelek pirtûk û werger hene. Di sala 1986an de nivîskara jin a Kurd Rewþen Bedirxan jiyana xwe ji dest da. // Jiyan Piþtî têkçûna Sultan Ebdulhemîd û di sala 1908,an de hatina Sultan Reþîd, hîn bêtir rewþa azadiyê pêþ ve çû û efû ji girtiyan re derket. Di wê demê de Salih Bedirxan deh salên xwe di girtîgehê de buhurandibû. Bi wê efûyê re ew ji zindan û girtina timî (muebed) xelas bû û ew þandin bajarê Qeyseriyê. Di roja 11ê meha Tîrmeha sala 1909an de Sultan Reþad hat ser hukum. Di wê rojê de Xwedê keçek da Salih Bedirxan. Ew keç bixwe Rewþen Bedirxan bû. Piþtî ko du salên Rewþenê li Qeyseriyê qediyan, malbata wan hatin Stenbolê; li wir gelek ji malbata Bedirxaniyan hebûn. Salih Bedirxan ji Stenbolê jî berê xwe da riya Þamê. Bavê Rewþenê tucar nedisekinî û bi hêz û bi hunera xwe ji bo miletê Kurd dixebitî, li xweþî û kêfa jiyanê nedipirsî. Ew li mal û li nav û deng jî nedigeriya. Salih Bedirxan gelek nivîs di kovar û rojnameyan de çapdikir. Daxwaza wî ya yekemîn, di jiyanê de hiþyakirin û bi pêþxistina miletê wî bû. Ew bê westan, þev û roj li kar bû. Salih Bedirxan piþtî hatina xwe ya Þamê çendekî bê kar ma. Di vê navê de þerê Cîhanê yê Yekemîn derket; mercên jiyanê pirr dijwar bûn. Ji bêçarî berê xwe da kar û li zindana Keleha Þamê kar kir. Lê mexabin bi êþa tîfoyê ket;pirr dirêj najot, di 30yê Adara 1915,an de mir. Di wê demê de temenê Rewþenê negihiþtibû þeþ salan. Piþtî mirina Salih Bedirxan diya Rewþenê ew þand dibistanê. Rewþenê piþtî ko dibistana seretayî xelas kir çû dibistana mamostetiyê (Dar el-Muelîmat) û ew jî xelas kir. Rewþen bû mamoste û ji nifþên sêyemînên ko li Sûriyê dibistana mamostetî qedandibû tê hejmartin. Rewþen Bedirxan di sala 1925an de diçe bajarê Kerehê (li Urdun) û li wir dibe berpirsiyara dibistanê. Di sala 1928an de vedigere Þamê, dibe mamoste û berpirsiyariya (kargîra) gelek dibistanan dike. Di sala 1934an de dibe endama komela Yekîtiya Jinan li Sûriyê. Di roja 22.2.1935an de bi Mîr Celadet Bedirxan re dizewice. Bi navên Sînem û Cemþîd keç û lawek ji wan re çêdibin. Di sala 1944an de li ser navê jinên Sûriyê, li Misrê beþdarî Kongra Jinên Cîhanê bû. Jiyana Rewþen Xanimê a niþtimanî pir berfireh û kûr e; ew bi hemû hêz û ramana xwe li dijî Qolonyalîzma Fransa sekinî û piþtgiriya doza Erebî kir. Bi taybetî jî wê doza gelê Filîstîn parast û wê di dibistanên Ereban de mamostetî kir û gelek nivîs û gotar di kovarên Erebî de weþand. Rewþen Xanim bi qasî ko li dibistanê mamoste bû, ewqas jî di xwedîkirina zarokan de mamoste bû. Jiyana wê ya niþtimanî gelek giranbuha ye; cihê serbilindî û mezinahiyê ye. Di gel ko Rewþen Xanim mamoste bû, xebata wê di behsa zindanan de, ji bo rastkirina tenduristiya keç, jin û pîrekên bê sinçî yê di hebsan de jî hebû. Bi aramî û bîhinfirehiya xwe dest davête hemû aloziyên jiyanê. Lewra quretî û serþorî di ferhenga jiyana wê de nebû. Jîna Rewþen Bedirxan neynika jîn û danûstandina Mîrê gewre (Mezin) Celadet Bedirxan û malbata Bedirxaniyan bû. Ew xeleka gihandina dîroka miletê xwe ya kevn û nû ye. Ew dîroka lehengiyê ya dûr û dirêj a ko bav û bapîrên wê bi sedan salan ji bo Kurdistanê kiri ne. Jiyana wê ne kêmî jiyana bav û kalên wê bû. Nemaze di warê dijwarî û zehmetiyan de piþtî mirina mêrê wê Celadet Bedirxan. Dibêjin li piþt her mêrê gewre(mezin) jinek gewre heye. Belê Rewþen piþtevana mezinahiya mîrê ronakbîran Celadet Bedirxan bû. Piþtevana amadekirina kovar, pirtûk û hemû afirandinên mîr bû. Digel xebatên hêja ewê bixwe jî di kovara Hawarê de dinivîsand. Rewþen Xanim di kovara Hawarê hejmar 27,an de, di nivîsek xwe ya bi navê Kebanî û Mamoste de ewha dinivîse: (Mêrên ko qedera miletan di destên xwe de dibin, li ber destên jinan xwedî dibin. Terbiya xwe dielimin, heta axa gorinan ji bîr nakin û ew tim û tim li wan hukum dikin. Ji lewre methelokê gotiye: ‘Kurmê þîrî heta pîrî’). Rewþen Bedirxan karê jina Kurd netenê kebanî û xwedîkirina zarûkan dibîne, li ba wê karê jinan ê giring li dijî nezaniyê þerkirin û perwerdekirina zarokan e. Bêguman di vê xebata perwerdeyî de rolê welatperweriyê jî ji bîr nake. Rewþen Bedirxan bi dengekî bilind û zelal ewha bang dike: (Xwehên min ên delal, herwekî hûn jî dizanin derdê miletê me yê mezin û xedar nezanî ye. Nezanî nexweþiyek e, û dermanê wê zanîn e. Nik miletên xwedan hukumat û teþkîlat vê nexweþiyê di xestahaneyên xusûsî de derman dikin û ji wan xestahanan re dibêjin dibistan. Mamoste bijîþkên wan xestaxanan e). Em dikarin bibêjin ko Rewþen Bedirxan, bi xebat û nivîsên xwe di pirsa jinan de çalakiyên hêja daye. Rewþen Bedirxan di gotarek xwe ya di hejmara 28an a Kovara Hawarê ya bi nabê (Jin û bextiyariya malê) de ewha dinivîse; (Gelek jin hene bawer dikin ko rehetî û xweþiya malê bi pere û dewlemendiyê ye. Lê ne wa ye. Sea’det û bextiyarî ne ji dewlemandan bi tenê re ye. Xincîkên belengazan hene ku sea’det û bextiyarî, ji qesra dewlemendan bêtir û çêtir tê de qerar digirin û bi rihatî cih dibînin). Rewþen Bedirxan dixwaze vê yekê bi jina Kurd bide fêmkirin: xweþî û bextiyarî ne pere û qesr û qonax in; belê xweþî ew e gotina xweþ, danûstandin, kar û xebata ku mirov ji milet û welatê xwe re bike. Xweþiya jiyanê ya bi peran diqede lê xweþiya jiyanê a welatperwerî û zanînê naqede. Ji bilî nivîsîna bi zimanê Kurdî, Rewþen Xanimê bi zimanê Erebî jî gelek nivîsar li ser Kurdan belav kiriye. Rewþen Bedirxan di sala 1971an de beþdarî Kongra Sêyemîn ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê (li baþûrê Kurdistanê) bû û bi piþtgiriya xwe serketina wan parast. Di eynî salê de rûmeta endamtiya Korî Zanyarî Kurd girt û di wê demê de li ser daxwaza Korî Zanyarî Kurd çû Stenbolê. Ev çûna wê ji bo komkirin û civandina destnivîs û pirtûkên ko di arþîv û pirtûkxaneyên Tirkan de, yên ko li ser Kurdan e bêne civandin û ji Korî Zanyarî Kurd re bêne rêkirin bû. Bi rastî jî ev layiqî pesindanê ye ko ew di vî karê xwe de bi zanebûn û bi bêdengî bi ser ket. Rewþen Xanimê di sala 1956an de, digel Dr. Nurî Dêrsimî, Hesen Hiþyar, Heyder Heyder û Osman Efendî li bajarê Helebê Komela Zanistî û Alîkariya Kurd damezrandin. Rewþen Xanim bi bîhinfirehî û aramiya xwe li dijî hemû alozî û dijwariyên jiyanê bi ser diket. Jiyana mirovan bi salan nayê jimartin; ne jî bi mal û milkên ko mirov li dû xwe dihêle. Jiyan bîranîna þopeke kamûranî, qencî, comerdî û mirovatiyê ye. Nemaze ji bo mirovên xwedî berhem, þop, têkoþîn, xebat û kar e. Ji ber vê yekê ez dikarim bibêjim ko Rewþen Xanim nemiriye; ew ji me haydar e û em jî pê haydar in. Herçiqas wê di roja 01.06.1992an* de ji nav me koç kir ew di dilê me de dijî. Heta roja mirinê jî ew ji bo gel û welatê xwe xebitî. Rewþen Xanim di doþeka mirinê de ew tiþt ji min re digot: (Kurê min dema em hebûn, hûn negiha bûn; îro hûn giha ne; lê mixabin em nema ne. Kurê min, ji hev hezbikin û piþtgiriya hev bikin. Yek bin kurê min, bela wela nebin). Piþtî ko ez hinekî li ser rewþa Kurdistana Baþûr û li ser hilbijartinan sekinîm, Rewþen Xanimê gotina min birrî û ewha got: (Kurê min, yekîtiya Kurdan bide min, ezê Kurdistanek azad bidim te). Ev e rewþen Bedirxan, ya herdem wekî bav û kalên xwe êþa miletê xwe dikiþand û qet ji bîr nedikir. Wê mezinahiya xwe ji stûnên Birca Belek girtibû. Rewþenbîriya xwe ji dibistana Sor, ji kaniya Cizîrî û Xanî wergirtibû. Piþtî ko Rewþen Xanimê canê xwe spart Xwedê, -Li ser daxwaza wê û li gor sozê ko min pêre dabû- min karûbarê veþartina wê kir, û min cendekê wê ji bajarê Banyasê anî bajarê Þamê li teniþta mêrê wê Celadet û bapîrê wê Bedirxan Beg li goristana Þêx Xalidê Neqþibendî veþart. Piþtî ko li mizgefta Hemo Leyla li Taxa Kurdan li ser cendekê wê limêj kirin, merasîmên veþartinê bi beþdariya gelek ji dost û nasên malbata Bedirxaniyan û nivîskar û rewþenbîran dest pê kir. Ji ber rewþa Kurdan ya dijwar û awarte û li ser daxwaza keça wê Sînem Xanimê kesekî tu gotin û tu helbest li ser gora wê nexwendin. Berhem Berhemên wê yên çapkirî
Pertûkên wê yên ne çapkirî
|
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Malbata Bedirxaniyan | ESVET | Dirok | 11 | 17-02-2007 07:17 PM |
| BedÝrxan Bey Ayaklanmasi | hmpoo | Tarih | 4 | 11-02-2007 05:50 PM |
| mezÝnÊn Kurda | kiremit | Dirok | 51 | 11-02-2007 05:25 PM |
| Mîr Emîn Alî Bedirxan kî bû? (1851 - 1926) | berxwedan | Dirok | 5 | 24-12-2006 06:24 PM |
| Dr. Kamûran Elî Bedirxan | hmpoo | Çandi Giþti | 0 | 10-12-2006 01:20 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.