|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
![]() Bêguman heya îro li ser Seîdê Kurdî pir nivîs hatine nivîsandin. Li ser jiyana wî gelek tiþt hatine gotin. Pirî kes ji serî heya dawîya umrê wî, jîyana wî xwendiye û jê ji xwe re ders û nesîhetan derxistiye. Lê ez bawer im ku di jiyana wî de, mijara mezin ew xweziya ku li Amedê, li Bedlîs û li Wanê avakirina "Medresetu-z Zehra" bû. Seîdê Kurdî li welatê xwe yê Kurditanê pirî bajêr û gunda geriyabû. Di van gerên xwe de rewþa gelê xwe, rewþa zariyen gelê xwe ji nêzik ve dîtibû. Neyartî û xusumeta nav qebîlan, perçe perçebûna gel, feqîrî û bêkesî, bêxwedîbûn, kuþtin, neyartî…. Ev rewþ û þerpezebûna gel, wî pir xemgîn dikir. Wî fahm kir ku çavkaniya pirsgirêkan, nezanî û nexwendin e. Li Kurditanê bi mîlyonan ciwanên Kurd hene. Lê li ber destê wan hebek dibistanek ne piçûk, ne jî mezin tuneye ku tê de bixwînin. Bixwînin ku bibin xwedîyê îlmê, bixwînin ku bibin xwedîyê fam û besîretê, bixwînin ku hiþyar bibin... Hiþyar bin li ser dînê Îslamê. Hiþyar bin li ser rewþa gelê xwe. Ew mijara girîng berê wî ber bi Hukumeta Osmanlî ve kir. Ewê bi wî daxwaza xwe derketa li hember Padîþahê Osmanlî. Ji bo wê xebatê rabû çû Stenbolê. Ew berya ku here Stenbolê, walîyê Wanê ji Seîdê Kûrdî re go: "Di nav ûlemayê Kurdis-tanê de ji te îlîmkûrtir kes tune ye. Hela em binêrin tuyê ew ûlemayê mezin ê Stenbolê jî karibî di ilmê xwe da bêçare bihêlî..?" Seîdê Kurdî çawa digihîje Stenbolê, ûlemayê gazî "Mûnazara"yê dike. Li ser vê yekê kom bi kom ûlema tên cem Seîdê Kûrdî û jê pirsa dikin. Seîdê Kurdî pirsa tevî aliman yek bi yek bibersiv dike. Seîdê Kûrdî wî rewþê ji bo ku pesnê wî were dayînê yan ji bo îlmê xwe yê mezin nîþanê kesa bide nedikir. Di hiþê wî de fikrêk tenê hebû. Ew dixwest ku bala ûlemayê Stenbolê bikþîne ser Kurditanê. Eql û fehm û jîrbûna zarok û mirovên Kurd bide nasandin. Wî bi wî rewþa xwe ev tiþt dida zanîn ku wexta derfet bê dayîn destê Kurda, wê bi hezaran Seîdê wuha jîr û zana çêbibe. Li ser vê yekê jî wê malbata ku li Stenbolê lê dima, li ser derîyê wî wuha dinivîsand: "Li vê derê ji her pirsê re bersîv tê dayîn lêbelê ji kesî tiþtek nayê pirsîn." Seîdê Kurdî di demek kurt de di nav ûlemayê Stenbolê de hat naskirin. Pirî kes li ber jîrbûna wî ya mezin, þaþ mabû. Wî umrê ciwan û wî fehm û besîreta mezin, pirî kesan heyran hîþtibû. Di wî demê de serokê Zanîngeha Misrê (El Ezher) Þêx Bahîd, ji bo kêf û gerê hatibû Stenbolê. Ûlemayê Stenbolê bala xwe dan ku nikarin bi ser Seîdê Kurdî kevin, çûn alîkarî ji Þêx Bahîd xwestin. Þêx Bahîd rojek tê cem Seîdê Kurdî û jê dipirse: "Tu di derheqê Ewropa û Osmanlî de çi dibêjî?". Li ser wê pirsê Seîdê Kurdî wuha bersîv dide: "Ewropa ji dewletek Îslamê re nesax e. Ewê rojek wî bîne dinyayê. Osmanlî jî ji Ewropakî re nesax e. Ew jî ewê wî bîne dinyayê." Li ser vî bersivê Þêx Bahîd difetile û ji ûlemayên dora xwe re wuha dibêje: "Bi wî xortê re mûzakere nayê kirin. Gotinê wuha mezin, tenê 'Bedîuzzeman' dikare bêje." Seîdê Kûrdî him li welatê xwe, him li Stenbolê, him li Misrê (ku ew dem Misir na-venda xwendina îlmên Îslamê bû) û li hawirdor, bi wê ilm û zanebûna xwe ya kûr û mezin dihat nasîn. Ku ji ber wê yekê jê re dihat gotin "Bedîûzzeman". Ji eql û jîrbûna wî tu þek û guman tunebû. Lebelê em mêze kin ka li bal Padîþahê Osmanlî Seîdê Kurdî çawa hat nasîn? Seîdê Kurdî piþtî hatina xwe ya Stenbolê, di demek kurt de ji bo daxwaza xwe ya mezin û girîng diçe cem Padîþahê II. Ebdulhemîd. Jê ji bo li Kurdîstanê avakirina "Medresetu-z Zehra" alîkarî dixwaze. Rewþa Gelê Kurd tîne ziman. Ji bo xelasîya ji wê rewþa nexweþ, li ser pêwistîya zaningeh û dibistana disekine. Lebelê Ebdulhemîd lê gohdarî nake, wî diqewirîne û ferman dide leþgerê xwe û Seîdê Kurdî davêje timarxana Stenbolê. Ew Seîdê Kurdî ku alimê deman bû. Ew Seîdê Kurdî ku xwedîye îlm û îrfan bû. Ew Bedîuzzeman ku parêzkarê gel û ommetê bû. Îro li cem Padiþahê Osmanlî, wek dînek dihat muamelekirin! Gor padîþah, ew dîn bû, lewra ew Kurd bû. Li gor padîþah ew dîn bû, lewra ew pêþveçûna Kurda dixwest. Padîþah zanibû ku di nav çîyayê Kûrdîstanê da, di nav bêderfetî û zorî da Seîdê wek roj derketibe; bi dibistan, zanîngeh û defreta, ewê bi hezaran mîna Seîd derketana. Û ew Seîd ewê bibûna þemalek ji ommet û mîrovatîyê re. Ew çavnebarî, dilnexwazî û zalimî bi Padîþahê Osmanlîyê, vê çareseriyê(!) da kirin… Seîdê Kurdî li timarxanê ye; bijîþk li serê dicivin hev û pirsan jê dikin. Seîdê Kurdî yek bi yek bersiva pirsên wan dide. Piþtî van bersivan bijîþk di rapora xwe de wuha dinivisînin: "Ev mîrov dîn be, di nav vî welatî de yekî jîr tuneye" û Seîdê Kurdî ji timarxanê derdixin. Seîdê Kurdî piþtî vê rewþê zanibû ku ew daxwaza wî bi hêsanî çênabe. Edî ji wî pê ve ew xebata xwe domand. Seîdê Kurdî ew xebata xwe ya ji bo "Medresetu-z Zehra” tim û tim anî holê. Heta dema Siltan Re-þad jî, wê daxwazê jê re go. Û bi awakî ji bo çêkirina Medresetu-z Zehra soz ji Siltan Reþad stend. Bi wî sozê çû Wanê û li ber behra Vanê asasê Medresetu-z Zehra avêt. Lêbelê bê siûdî dîsa xwe nîþan da û Cenga Dinê ya Yekemîn çêbû û ew asas jî wûsa ma. Piþtî cengê Seîdê Kurdî rojek ronî di jiyana xwe de nedî. Her rojê wî di heps û zîndana de û di koçberbûnê de derbas bû. Ew daxwaza wî ji bi cîh nehat û pê re çû qebrê. Îro me bawerî bi Xwedê û bi Resûlê Xwedê aniye. Ew baweriya me, me bêhevî nahêle. Em nevîyen Seîdê Kûrdî, silav didine seydayê xwe û dibêjin: "Tu xemgîn nebe ey Seîdê Kurdî! Îro neviyên te jî mîna te destê xwe avetinê ilmên Qur'anê. Ewê bi quweta Xweda, daxwaza te bînin cî. Û neviyên te herwekî sterkan, wê asîmana ronî bîkin ji gelê te, ji ommetê û ji mîrovatîyê re". Seîdê Kurdîyek canê xwe feda kir ji bo Xweda, ji bo rêya Xweda û ji bo gelê xwe. Lêbelê dûv de bi hezaran Seîd rabûn û da'w û doza wî didomînin. Ji Kovara Mizgîn
__________________
| Üye Ýmzalarýný Görmek Ýçin Buraya Týklayarak Kayýt Olabilirsiniz. | |
|||||||||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
Seîdê Kurdîyek canê xwe feda kir ji bo Xweda, ji bo rêya Xweda û ji bo gelê xwe. Lêbelê dûv de bi hezaran Seîd rabûn û da'w û doza wî didomînin
emeğine sağlık heval. çook güzel bir konu
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#4 (permalink) | ||||||||||||
|
Alýntý:
__________________ |
||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| KURDÎ (Mistefa BEG) | heci | Þair ve Yazarlar | 4 | 27-10-2007 04:19 PM |
| ZimanÊ KÛrdÎ(kÜrt DÝlÝ KÜrtÇe Anlatim) | rebuwarr | Türkçe, Edebiyat | 3 | 09-03-2007 10:48 PM |
| Ubuntu linux bi kurdî | zeryamin | Linux | 11 | 23-11-2006 10:02 AM |
| Ubuntu Linux bi kurdî derket. | agit | Program Download | 1 | 18-08-2006 04:47 PM |
Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
5651 Sayýlý Yasaya Göre, Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yine 5651 Sayýlý Yasaya göre Sitemiz mesajlarý kontrolle yükümlü deðildir.
Sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com adresine bildiriniz.
Bildiriminiz incelendikten sonra gereken müdahale yapýlacaktýr.