|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
23-06-2009
‘’Bila Doktorên Kurd Ên Li Awrûpa Bên Kurdistan’ê’’ Rûdaw – Hewlêr (DÎHA) – Dr. Saren Azer li Kanada serokatiya saziyeke alîkariyê dike, her sal tên Kurdistan’a Federal û alîkariya bi sedan hevwelatî dikin. Azer diyar kir ku li qampên penaberan jî li nexweşan dinêrin û got: "Gelek doktorên Kurd li Awrûpa hene. Qet nebe ev doktor dikarin havînan bên 4 parçeyên Kurdistan’ê û alîkariya hevwelatiyên ku pêwistiya wan heye bikin. Bi vî awayî dikarin bi hezaran kes ji mirinê xilas bikin." Serokê Saziya Aştiya Civakî ya Navneteweyî Dr. Saren Azer û Midûrê Saziyê Lynn Foster cara 4'emîn e tên Kurdistan’a Federal. Saziyê di hundirê 4 salan de bi hezaran kes tedawî kirine û derman dane wan. Saziya ku bi taybetî bi mexdûrên kîmyasalê û kesên di qempan de dimînin re eleqedar dibe, bang li hemû doktorên Kurd kir havînan bên Herêma Kurdistan’ê. Saren Azer bi esil Kurd e û derbarê xebatên xwe de ev agahî dan: "Em bi xwe re dermanan jî tînin. Piranî em bi Helepçe yê dest bi xebatên xwe dikin. Em diçin qampên penaberan. Em îsal cara sêyemîn çûn Mexmûr’ê û me li wir di ware tendirustî de pişkinîn kirin. Gelek nexweşî hene. Bi taybetî nexweşiyên dil û şekir zêde ne. Di mehên havînê de ev zêdetir dibin. Ewrên axê di van mehan de hene. Ev yek dibe sedema pirsgrikên mezin. Ji ber pevçûnan derfet jî gelek kêm in. Şertên jiyanê giran in. Nexweşiyên fîzîkî û psîkolojîk pir in. Bi hezaran kes nikarin tedawî jî bibin. Em jî nikarin gelekan tedawî bikin. Em tedawiya pêşîn dikin û riyan nîşanî wan didin. Em wan dişînin ba wezaretê." 'Bi xebatek berfirehtir em dikarin zêdetir nexweşan derman bikin' Azer bibîr anî ku li welatên Awrûpayê gelek Kurdên doktor û pispor hene û domand: "Havînan bo çend hefteyan be jî dikarin bên parçeyên Kurdistan’ê binêrin. Bi sedan doktorên Kurd hene. Lê yên tên van deran gelek kêm in. Bi pisporiya xwe dikarin gelek tiştan bikin. Bi xebatek berfirehtir em dikarin zêdetir nexweşan tedawî bikin. Em rojê berê xwe didin 70'ê nexweşan. Em 4 hefteyan man. Salên wiha hene em zêdeyî 2 hezar kes tedawî dikin û dermanan didin wan. Em piştre dermanan ji van nexweşan re dişînin. Em dixwazin her cara em bên zêdetir doktoran bi xwe re bînin. Di vî warî de bi Heyva Sor re têkiliya me heye. Em di xwazin di pêşerojê de zêdetir komên xebatê çê bikin û li 4 parçeyên Kurdistan’ê alîkariya gel bikin." ’Xebatên me wê berdewam bikin’ Midûrê Saziyê Lynn Foster jî ragehand ku xwestine lêkolînê bikin ka saziyên bikaribin pêre bixebitin hene yan na û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: "Ez yekem car 4 sal berî niha hatim Kurdistan’ê. Wê demê ez li Dihok, Hewlêr, Silêmanî û Helepçe yê geriyam. Min dixwest ez alîkariya gelê Kurd bikim. Piştî ez ji vir vegeriyam me gelek hevdîtin û civîn li dar xistin. Ji xwe rêveberiya me biryar dabû ku li Kurdistan’ê xebatên tenduristiyê bidomîne. Di nav vê demê de em çûn gelek cihan û me xebatek baş meşand. Em piştgiriyê didin xebatên tenduristiyê yên li herêmê tên meşandin jî. Em bi dibistana hemşîreyan a Dihokê re dixebitin. Me hinek çavkanî ji wan re afirandin. Me pisporekî tenduristiya gel bi anvê Jason Klînck jî bi xwe re anî. Em niha li ser projeyeke wî dixebitin. Bi projeyê her malek dikare tesîsa palandina ava xwe çê bike. Em dixwazin li gundan vê yekê berfirehtir bikin. Tu ava ne paqij dixe nav amûrê û ava paqij derdikeve." Foster diyar kir ku cara dawî çûne Hewlêr, Helepçe, Kelar û Mexmûrê û axaftina xwe wiha qedand: "Di warê dayîna dermanan de pirsgirêkên me hene. Li qampan û gundan gel nikare xwe bigihîne dermanan. Em bi Saziya Nîvekariya Tenduristî ya Navneteweyî re dixebitin. Ev saziyek bêhempa ye. Bi rêya vê saziyê em dermanên gelek biha dikarin bidin mirovan. Bi vê gelek nexweş tedawî dibin. Ji ber ku derfetên me hene em vê dikin jî em pir keyfxweş in. Ez dixwazim spasiya xwe ji gelê Kurd re pêşkêş bikim. Pir mêvanperwer in. Mêvanperweriya Kurdan tiştekî efsanewî ye. Heta Kanadayê çûye." //Ji Rudawê |
|||||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Ey ReqÎb | dozero | Çandi Gişti | 0 | 16-12-2008 08:45 PM |
| Dewleta Federe ya Gülistan(1992) | dozero | Dirok | 3 | 10-11-2008 07:24 AM |
| Peymana Lozanê | dozero | Dirok | 0 | 21-10-2008 02:33 PM |
| Dewleta Federe ya Kurdistan(1992) | Lalê Bêziman | Dirok | 0 | 07-04-2008 12:46 PM |
| 150-saliya hevke?ifkirina kurd û emerîkiyan | MÊVAN | Çandi Gişti | 0 | 25-02-2008 10:45 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.