|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
![]() TÎHV: Di encama PVSK`ya nû de 53 kes hate kuştin Li gor rapora TÎHV`ê, piştî guherandina di PVSK`ê de ku di sala 2007`an de hate kirin, hatragihandin ku binpêkirinên mafên mirovan zedebûne di encama buyerên wekî, mudaxelekirina çalakiyan, serdagirtina malan de 53 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin. Di raporê de hate destnîşankirin ku piştî vê guhirandinê 605 bûyerên binpêkirinên mafên mirovan ên wekî, bê behn hîştin, ji erebê avêtin, tecawizkirina bi copan, tehdîta tecawizê, li ser cemedê meşandin, ceyrandayîn, bi kuştinê tehdîtkirin pêk hatine. Wekfa Mafê Mirovan ya Tirkiyeyê (TÎHV), derbarê qanûna Wazîfe û Selahiyetên Polîsan (PVSK) ku di 14`ê tîrmeha 2007`an de hate kirin raporek amede kir. Di raporê de hate diyarkirin ku bi vê serrastkirinê berpirsiyariyên wekî, rawestandina erebayan, pirsa nasnameya, li ser piya darizandin, lêgerîna kesan, erebeyan û amurên taybêt; pêkanîna hemû rêbazên şîdetê, bikaranîna çekan ji bo polîsan hatiye dayîn. Di raporê de hate diyarkirin ku heya niha, di encama vê serastkirinê de li 47 bajaran di 331 buyeran de 605 binpêkirinên mafên mirovan pêk hatine. Dîsa di raporê de hate diyarkirin ku ji wê dema heya niha hêzên ewlekariyê di encama mudaxelekirina bûyeran de, serdagirtina polîsan çek bikar aniye û di encama vê yekê de jî 53 kes hatine kuştin. Di raporê de hate diyarkirin ku di nav kesên hatine kuştin de kesên ku ji ber îşkenceyê hatine kuştin jî hene û wiha hate domandin: "Ev rewşa ku em pê re rû bi rû ne, tenê tezahurkirina guhertina vê qanûnê nîn e. Guhertinê ku di PVSK`ê de hatin kirin û encamên ku li ser vê guhertinê derketin holê, dide nîşan ka em bi feraseteke rêveberiyek çawa re rû rû ne. Mixabin îro li Tirkiyeyê di têkoşîna bi sûc re de, feraseta ewlekariyê derdikeve pêş û diyardarê bingehîn e. Bihêlin çalakiyên maf xwestinê, diziyên ku ji ber be perferdahiyê, xizannî û tûnebê jî pêk tin wekî çalakiyên li dijî ewlekariya dewletê tê hesibandin û fêmkirin. Ji ber ku guhertinên di PVSK`ê de bi vê ferasetê pêk hatiye ewlekariya civakê bi giştî ji insafa hêzên ewlekariyê re hatiye hîştin. Ev yek jî bi riya hiquqê ji holê rakirina hiquqê ye." BIÇÛK Û MEZIN KIRIN YEK Di raporê de derket holê ku ji hemû temen û cînsiyetê kes rastê binpêkirinan hatiye û li gor raporê heya niha 375 mezin, 85 zarok û 27 jin ji ber van binpêkirinan mexdûr bun. Di raporê de hate derbirîn ku 111 hezar kes jî di çalakiyên civakî de rastê muxadeleya polîsan hatin û nasnameya van kesan jî nehate diyarkirin. Li gor rapora TİHV`ê 168 binpêkirin li kolanan pêk hatin û hate diyarkirin ku şîddeta li kolanan ya ku hêzên ewlekariyê dikin zede bûye. Li gor rapora TİHV`ê pêkhatinên binpêkirinan jî wiha ne: "Lêdan, li ser çokan rawestandin, bê helwest hîştin, tazîkirin, di bin ava sar û germ de girtin, di odeyên tarî û sar de rawestandin, tehdît, birçî û bêav hîştin, destûr nedayina razanê, ereba ajotina ser, bi amurek hişk darpkirin, bi karanîna guleyên plastîk, pêkanina cop, darên bi bizmar, gaza îsotê, ava bi tazîk, di qada daristanê de terikandin, tehdîda kuştinê, revandin, bê nefeshîştin, dîpçik, li ser cemedê meşandin, aski, feleqe, teklîfa sixuriyê, ceyran dayîn, serî xistina tuweletê." BAJARÊN KURDISTANÊ... Di raporê de 47 bajarên lê binpêkirên mafan hatiye jiyandin û hejmara weqayên binpêkirina mafan hatiye diyar kirin. Li gorî raporê bi 109 binpêkirênên mafan Stenbol di rêza yekê deye, Îzmîr bi 23 binpêkirinên mafan di duyem de, Amed û Colemêr bi 17 binpêkirinên mafan di rêza sêyan de û bi 16 binpêkirinên mafan Wan jî di rêza çaran de ye. Enqerê û Edene jî bi 14 binpêkirên mafan bajarên herî zîde binpêkirin lê tên jiyan din in. Li gel van bi tevahiya Tirkiyeyê piştî qanûn hatiye guhertin 325 binpêkirinên mafan hatine jiyandin. Di raporê de hate gotin ku binpêkirên mafan ne munferît in û pêkanînên îşkenceyê berfireh tên jiyîn. ENQERE / DÎHA Hin binpêkirinên di raporê de cih girtine * Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 27`ê tîrmeha 2007`an de Welatiyê bi navê Eyyup Dogan ji aliyê polîsan ve hate derbkirin. Dogan, serî li ÎHD`ê da û derbarê berpisyaran de gilî kir. * Li Îzmîrê di 24`ê sermawêzê de di encama gulebaran polîsan ciwanê bi navê Baran Tursun jiyana xwe ji dest da. Polîsên gule berdanî Tursun di encama darizandinê de 2 sal û mehek ceza girtin. * Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê di dema çalakiya salvegera radestkirina Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan a ji Tirkiyeyê re de zarokê bi navê Yahya Menekşe (16) ma di bin panzera polîsan de û jiyana xwe ji dest da. * Li Navçeya Geverê ya Colemêrgê di 23`ê adara 2008`an de di encma mudaxaleya polîsan ya pîrozbahiyên Newrozê welatiyê bi navê Îkbal Yaşar jiyana xwe ji dest da, 2 jê giran 46 kes birîndar bûn. * Li Navçeya Slopiyê ya Şirnexê polîsan mudaxale li koma ku dixwest biçe konê sersaxiyê ya Endemê HPG`ê Ramazan Aybî kir û 5 kes hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku kesên hatine binpavkirin rastî derbkirinê hatine. * Li Colemêrgê polîsan mudaxale li girseya ku bûyerên Amarayê şermezar dikin, kir û di encamê de 12 kes birîndar bûn. * Li Wanê Ramazan Dal (30) ku di 22`ê adara 2008`an de di bûyerên piştî pîrozbahiya Newrozê de birîndar bûbû 1`ê nîsana sala 2008`an de li nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da. * Li Wanê di 22`ê adara 2008`an de di encama mudaxaleya polîsan ya pîrozbahiyên Newrozê de welatiyê bi navê Zekî Erînç bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest da. Hate hînbûn ku piştî mudaxaleyê 10 jê giran 55 kes birîndar bûne. |
|||||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Helbestên Cıgerxwin | karabela | Helbesten Kurdi | 0 | 16-09-2008 10:39 AM |
| Dayê Tu Megrî | KeÇa kurdame | Helbesten Kurdi | 0 | 03-08-2008 01:58 AM |
| Li başûrê Kurdistanê di hefteyekê de 7 jin hatine kuştin | Filinta | Beşa Rojane | 0 | 21-05-2008 11:37 PM |
| mamoste Cigerxwin ve şiirleri | azadmugurtay | Helbesten Kurdi | 2 | 11-05-2007 08:22 PM |
| Daye Tu Megrİ | Ararat | Şiirler | 1 | 31-08-2006 11:05 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.