|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Hevserokê DTP’ê Ahmet Turk ku di konsera destpêka Mîhrîcana Heskîfê de xîtabî 50 hezar êlihiyan kir li ser girîngiya bernameyên dîrokî yên Kurdistanê rawestiya û helwesta hikûmeta AKP’ê ya ji bo binavkirina van bermayiyan rexne kir
Turk wiha got: “Hin kes dixwazin çanda me, zimanê me, nasnameya me qedexe bikin û tune bikin, em ê li hemberî vê yekê li ber xwe bidin. Encama wê çibe bila bibe gelê kurd dê li ber xwe bide. Ev gel bi salan hatiye asîmîlekirin û niha zimanê xwe, nasnameya xwe ji nû ve keşf dike. Em wekî DTP ji niha pê ve dê di hemû civînên xwe de, di axaftinên xwe de zimanê kurdî bi kar bînin.” Kuştina kurdan Turk di axaftina xwe de bal kişand ser nelirêtiya Denîz Fenerî, Ergenekon û operasyonên li bakurê Kurdistanê têne meşandin û wiha got: “Tê zanîn kanê kê Denîz Fenerî ava kiriye. Kesê ku bêje ez ‘misilman im’ diziyê nake. Lê li ser navê misilmantiyê diziyê jî dikin. Gel dixapînin. Gelê kurd û tirk êdî bi van tiştan naxapin.” Turk anî ziman ku gelê kurd ji bo azadiya xwe, xwe ji her cure bedêlê re amade kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku DTP azadiya kurdan dixwaze dixwazin bigirin. Bila bigirin. Heke pêwîst be em ê parlamentoyê jî biterikînin. Ji bo vî gelî em li wir in. Ji bo vê yekê tirsa me ji tu kesî nîn e. Me di demên borî de jî bedêl dane û ji bo îro jî ji bedêldayî. Turk di axaftina xwe de li ser bûyerên lînckirina kurdan ên li Altinovaya Ayvalika Balikesîrê jî rawestiya û got ev pêkanîn encamên hewldanên nijadperest in. Turk anî ziman ku tê xwestin gelê kurd û tirk ji hev bên dûrxistin BATMAN YENİ ÖZGÜR POLİTİKA |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| E.Xanî | Bedirxan | Çandi Gişti | 2 | 10-08-2008 03:55 AM |
| Zimanê Kurdî | Albatros | Çandi Gişti | 4 | 26-06-2008 06:59 PM |
| Beşa Zimanê Kurdî | MÊVAN | Zimane Kurdi | 3 | 14-02-2008 09:01 PM |
| Zimanê Kurdî Gencîneyeke Dewlemend, Kaniyeke Avzelal e | heci | Çandi Gişti | 1 | 12-02-2008 04:41 PM |
| Geşedan û Rewşa Hilberîna bi Zimanê Kurdî | heci | Çandi Gişti | 3 | 05-09-2007 06:26 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.