|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Li Komeleya Çandî û Hunerê ya ÇIRA ya Amedê dest bi bernameya xebatan hat kirin. Di çarçoveya vê bernameyê de ‘Atolyeya zimanê Kurdî’ ya Komeleya ÇIRA dest bi dersên xwe kirin. 35 şagirt ji bo dersên Kurdî di atolyeyê de hatin qeydkirin.
Komeleya Çandî û Hunerê ya ÇIRA ya Amedê ji bo demsala havînê dest bi xebatên xwe kir. Di nav van xebatan de qursên gîtar, tembûr, keman, wênekêşî, folklor û ebrûyê hene. Digel van xebatan ‘Atolyeya zimanê Kurdî’ jî hatiye avakirin. Ji bo fêrbûna zimanê Kurdî 35 ciwan navên xwe dan nivîsandin. Atolye di dawiya hefteya derbasbûyî de dest bi xebatên xwe kirin. Di dersan pêşîn de li ser zimanên li dinê, zimanên Îranî xasima jî li ser zimanê Kurdî hat sekinandin. Li ser taybetmendiyên zimanê Kurdî slaytek hat pêşkeşkirin. Di dersa duwemîn de jî li ser elîfbaya kurdî ders hat dayîn. Ji yek mamosteyên ‘Atolyeya Zimanê Kurdî’ Jan Geşo li ser xebatên atolyeyê weha axifî; “Piştî avabûna Komar Tirk digel red û înkarkirina Gelê Kurd, polîtîkayên asîmîlasyonê li ser kurdan û zimanê wan hatin şopandin. Zimanê kurdî hat qedexekirin û gelek caran axaftina bi zimanê Kurdî ji bo kurdan dibû sedemê dozlêvekirin û zindankirinê. Herçiqas polîtîkayên asîmîlasyonê bi temamî negîhiştibin armanca xwe jî, lê li ciheke weke Diyarbekirê girseyên tirkîaxêf peyda kir. Ev jî bi xwe re çandeke berevajiya kurdewariyê bi xwe re anî. Ji ber vê yekê ye ku îro ciwanên Kurd nikarin bi awayeke serbest bi zimanê xwe yê zikmakî bifirikirin û biaxifin. Komeleya Çandî û Hunerê ya ÇIRA ya Amedê ji roja avabûna xwe de haydarê vê yekê ye û xebatên xwe jî li ser hewcedariya ciwanan dihunîne. Em hêvîdar in ku ‘Atolyeya zimanê Kurdî’ wê ji hewcedariya ciwanan re bibe bersiveke hêja.” hawardengubas |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Zimanê Kurdî | Albatros | Çandi Gişti | 4 | 26-06-2008 06:59 PM |
| Beşa Zimanê Kurdî | MÊVAN | Zimane Kurdi | 3 | 14-02-2008 09:01 PM |
| Zimanê Kurdî Gencîneyeke Dewlemend, Kaniyeke Avzelal e | heci | Çandi Gişti | 1 | 12-02-2008 04:41 PM |
| Pêşengên zimanê Kurdî û lîsteya pêşengên zimanê Kurdî yê nivîskî (200-1900) | JuSTiN__TiMM | Helbesten Kurdi | 0 | 05-01-2008 03:11 AM |
| Geşedan û Rewşa Hilberîna bi Zimanê Kurdî | heci | Çandi Gişti | 3 | 05-09-2007 06:26 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.