|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
![]() Ji bo 4 kesan Dema amadekirinê: saetek Dema patinê: 2 saet û 50 xulek Malzemeyên navê (hundir) Qedexeke avê birinc2 k rûnê nivîşkQedehek av Qedeheka çay behîvên rendekirî 2 kç îsota pûl a sor kevçiyek rîhana reş qevdek bexdenûsa (teze û hûrkirî) 1kç îsota reş û pûlxwê Malzemeyên der, 5 goştê kêlekê (milê pêşîn)0,5 k ava îsotêkevçiyek nivşkkç îsota reş a pûl qedeh av Çêkirin Birinc û behîvên rendekirî di rûn de biqelîne. Dema baş qeliyan nîvê wê bike firaqeke din û hilîne. Nivê din bike nav avê û bipêje. Dema bijiya ji ser agir dayîne û baweşîn bike bila sar bibe. Piştre îsota pûl, ya reş, bexdenûsa hûrkirî, rihana reş û ew nîvê birinca ku te bi dendikê bihêvan re qelandibû û hilanî bû, hemûyan bike ser ya patî. Û baş li nav hev xe. Herweha malzemeyên te yên hundir êdî amade ne.Kaleka (kêleka) ku te bi kêrê nava wê wek dolmê vekiribû, van malzemeyên xwe bi kevçiyê bike navê û devê wê bi ta û derziyê bidirû. Kêlekê bike beroşeke û malzemeyên ku te ji bo beşî derê kêlekê amadekiri bûn. Wan jî bike beroşê 2 saet di avê de bipêje. Piştre ji beroşê derxe bike tepsiyek û vê carê 30 xulek di firnê de, di dereceyeke normal de bibjere. Bi germî û servîs bike. Balkêşî: Divê hundirê kêlekê heta ber dev tijî malzeme nebe, hinek valahî hebe ku di dema kelandin û bijandinê de neteqe û belav nebe. Kalek xwarineke Liciyan e. Licî ji kêlekê re dibêjin "kalek". Berî bi tenê li malan dihatin çêkrin. Di salên 1970î de Xalê Xelîl (Xelîl Aytek) li Licê di asxaneke biçûk de çêdikir. Pistî 1975an Xalê Xelîl li Amadê asxaneyekê de dest bi çêkirina "kalekê" kir. Pistre sagirên wî li Amedê bi pês ve birin û îro ji Japonyayê heta Kanadayê navê kêleka Liciyan derketiye û xwarina herî xwes û çêjdar e.</SPAN> weşanger Jinane dem jê girtin: jinane |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.