|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Îsmaîl Beşîkçî
Ez bi heskirin silavên xwe bo hemî hevalên ku dê beşdarî bo “Panela Rêxistina Azadîyê” bikin dişînim. Ez bo komcivînê û axaftvanan serketinê dixwazim. Bi vê helkeftê ez dixwazim bi kurtî bal bikşînim ser hinde xalan. Dîroka kurdan, dîrokeka wisa ye ku di tarîtîyê de hatîye hiştin, bi zanebûn di nav hewldanê de ne ku di tarîtîyê de bimîne. Di seranserê dîroka Komara Tirkîyê de ji layekî de kurd û zimanê kurdî hatine înkarkirin, ji layê din de, hewl dane xwe ku şopên ku aîdê kurdan in, tune bikin. Ji katalogên kitêbxaneyan derxistin û tunekirina rojname, kovar û kitêbên kurdî, di çarçoveya vê fehmê de pêk hatiye. Derbareyê kurdan de polîtîkaya bingehîn a dewletê asîmîlasyon e. Tunekirina bîra/hafizaya kurdan, wekî pêdivîyeka vê polîtîkaya sîstematîk tê tetbîqkirin. Di dîroka kurdan de heyama jihevdexistin, parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê, yek ji wan heyaman e ku herî zêde tê xwestin ku di tarîtîyê de bimîne. Dezgayên mîna Rêxistina Azadîyê û Dîvana Herbê ya Bidlîsê jî, tê xwestin ku di tarîtîyê de bêne hiştin, belgeyên van dezgayan têne veşartin. Mehkemekirin û belgeyên derbareyê darizandina Xalit Begê Cibrî, Mebûsê Bidlîsê Yûsif Ziya Beg, Lewazimê Muwezzef Elî Riza Beg, Şaîr Mela Evdirehman û Faîq Begî têne veşartin. Li gorî qenaeta min, sedemê vê yekê ev e ku, di rûniştinên dadgehê de derbareyê kurdan û Kurdistanê de bi xurtî analîz çêbûne û daxwazên neteweyî yên kurdî hatine kirin, di vê çarçoveyê parêznameyên xurt hatine pêşkêşkirin. Wisa tê fêmkirin ku bi tehrîfkinê jî nikanin hêza van parêznameyan kêm bikin, lewre jî, ew belge têne veşartin, di bin tehakumê de têne hiştin. Ji nîveka sala 1919an bigrin heta bi nîveka sala 1920an, di vê dema bi qasî sal û nîvekê de, di dîroka kurdan de heyameka gelek girîng e. Di vê demê de kirasekî naletî bo kurdan hatiye fesilandin. Divêt ev heyama hanê bête vekolandin û bi dîyardeyên dewlemend bête analîzkirin. Ew civaka ku bo vê polîtîkaya xirabker û tuneker bûye amanc, civakeka xwedî qelsîyan/zeafîyetan e. Divêt ev qelsî/zeafîyet jî ji layê antropolojîyê de bêne analîzkirin. Rêya hêzdarbûnê ew e ku, meriv qelsîyên/zeafîyetên xwe bibîne. Arşîvên Wezareta Kolonîyan, Wezareta Karên Derve, Wezareta Hindistanê û Wezareta Şerî yên Îngilîstanê, herwisa, arşîvên Wezareta Karên Derve ya Fransayê û arşîvên Yekîtîya Sovyetan di vê behsê de dê jêderên girîng bin. Xurtbûna xebatên dîrokî, civakî û zimanî di heyama neteweyîbûnê de dîmensîyonên bingehîn in. Divê lêkolînerên kurd di xebatên dîrokî û civakî de hewl bidin xwe da ku belgeyên orîjînal yên derbareyê Osmanî û Komara Tirkîyê de bibînin, helsengandinên xwe li ser belgeyên orîjînal bikin. Divê kurd ji bîr nekin ku, xebatên ku li ser van belgeyan ji layê lêkolînerên tirk de li gorî bawerîya îdeolojîya fermî hatine kirin de, îhtîmal e ku tehrîfat hatibin kirin. Ji vê çendê gelek girîng e ku lêkolînerên kurd eslê belgeyan peyda bikin. (*) 25 Hezîran 2008 (*) Ev peyam, bo “Panela Bibîranîna Serok û Têkoşerên Tevgera Kurdistanê ya 1925an” ku dê roja 27.06.2008 li Diyarbekir bihatana lidarxistin lê ji layê Dadgeha Dewleta Tirk û Parêzgeha Diyarbekirê hatibû qedexekirin, hatiye şandin. lê girtin: peyamaazadi |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Hezkirina azadiyê | tubiranes | Helbesten Kurdi | 5 | 17-01-2008 12:54 PM |
| Li Stenbolê panela 'Zimanê Kurdî' li dar dikeve | tubiranes | Foruma Kurdi | 1 | 25-09-2007 11:54 AM |
| Roja Azadiyê | ezel | Helbesten Kurdi | 9 | 15-08-2007 11:52 PM |
| Du Şehîdên Azadiyê | Hozan Shan | Helbesten Kurdi | 0 | 20-06-2007 01:20 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.