Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Beþa Rojane

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 17-07-2008, 01:16 AM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Oct 2007
Konum: ...Wenda...
Mesaj: 4,076
Üye No: 166110
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 49072
Rep Puaný : 4906744
Rep Derecesi
Cýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond repute
Varsayýlan 14’ê Tîrmehê roja berxwedanê

14’ê tîrmehê, 26 salvegera destpêkirina berxwedana rojiya mirinê ya girtiyên PKK’yî ye. Ji kadroyên pêþeng ên PKK’ê Mehmet Xeyrî Dûrmûþ, Kemal Pîr, Alî Çiçek û Akîf Yilmaz, berî 26 salan, li girtîgeha Amedê, li hemberî wehþeta cûntaya 12’ê îlonê, dest bi rojîya mirinê kirin.

Rêveberîya cûntaya 12ê Îlonê, ji bo têkbirina îradeya pêþeng û girtîyên PKK’yî, ketibû nava hewldanan û ji bo bigihêje armanca xwe, Girtîgeha Amedê jî, wekî navendek hilbijartibû. Rêveberiya cûntayê, ji bo bigihêje armanca xwe hemû rê û rêbaz bikaranî û bi hemû þêweyên êþkenceyê, dixwestin girtîyan, ji kurd û PKK’yîbûna wan poþman bikin.

Rêveberîya cûntayê, ji bo vê armanca xwe jî, rêveber û kesên taybet þandibûn girtîgeha Amedê. Cûnta, dixwest bi hemû awayên êþkenceyê, hesret û hêvîya azadîyê ya di navbera salên 1970 û 1980an de bilind bûbû, di kesayetîya girtîyan de têk bibe. Lê belê, pêþengên PKK’ê, bi berxwedanê ev daxwaz, di qiriqa rêveberîya cûnta de hiþt û bi destpêkirina ‘Rojîya Mirinê’ jî di dîroka berxwedana Kurdistanê de, rûpeleke nû vekirin.Girtîyên PKKyî yên li girtîgeha Amedê, li hemberî êrîþên rejîma 12 Îlonê û polîtîkayên îmha û înkarê yên li ser gelê kurd, biryara pêvajoyeke nû dan. Endamê komîteya navendî yê PKK’ê Mehmet Hayrî Dûrmûþ, di 14’yê Tîrmeha 1982yan de, di rûniþtina li Dadgeha Ewlekarîya Dewletê ya li Amedê de, bal kiþand ser êþkence û pêkanînên dij-mirovahî yên li girtîgeha Amedê û biryara berxwedana 14’ê tîrmehê eþkere kir. Piþtî Dûrmûþ, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek, Mûstafa Karasû, Fûat Çavgûn, Alî Kiliç, Bedrettin Kavak û Hamît Kankiliç jî, tevlî rojîya mirinê bûn. Di encama çalakiyê de, Kemal Pîr di 7’ê îlonê, Mehmet Hayrî Dûrmûþ 13 Îlonê, Akîf Yilmaz 15 Îlonê û Alî Çîçek jî 17 Îlonê de jîyana xwe ji dest dan. Mehmet Hayrî Dûrmûþ, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi vê çalakîyê, di dîroka berxwedana Kurdistanê de, rûpeleke nû vekirin Ji pêþengên berxwedana 14’yê Tîrmehê Mehmet Hayîr Dûrmûþ, xwestibû li ser gora wî; `Deyndarê gelê xwe ye` bê nivîsandin Gelê kurd jî vê gotina wî wekî peyama bilindkirina têkoþînê qebûl kir û îro bi çalakiyan hewl dide pêwistiya daxwazên wî bi cih bîne.

NAVENDA NÛÇEYAN


Ew ji bo me rûmet û þeref e

Malbata qadroyê pêþeng ê PKK’ê Alî Çîçek ku ji bo protestokirina bêrûmetkirina mirovatiyê, bi hevalên xwe re bi çalakeya xwe dîrok nivîsandin, anî ziman ku Çîçek, ji bo wan rûmet û þeref e.

Zîndana Amedê bi iþkenceyên ku rûmeta mirovatiyê perçiqand û bikaranîna awayê îþkenceyên cur bi cur, wekî navenda îþkenceyan di dîrokê de cihê xwe girt. Li hemberî îþkence û bêrûmetkirina mirovatiyê, çalakiyên dîrokî jî ji aliyê þexsiyetên dîrokî ve hatin lidarxistin. Ji wan þexsîyetan yek jî Alî Çîçek bû. Malbata qadroyê pêþeng ê PKK’ê Alî Çîçek ku ji bo protestokirina bêrûmetkirina mirovatiyê û îþkenceyên Esat Oktay Yildirim ên ku ji aliyê dewletê ve hatine morkirin bi hevalên xwe re bi çalakeya xwe dîrok nivîsandin, anî ziman ku Çîçek, ji bo wan rûmet û þeref e. Alî Çîçek, M. Hayrî Durmuþ, Kemal Pîr û Akîf Yilmaz, li hemberî teslîmgirtina îradeya mirovatiyê ya bi rêya îþkenceyan, di 14’ê tîrmeha sala 1982’an de greva mezin a rojiya mirinê destpê kirin û di vê çalakiyê de jiyana xwe jidest dan. Zîndana Amedê yan jî Guantanamoya Tirkîyeyê, bi bêsînoriya îþkenceyan, wekî akademiyeke îþkenceyan hate bikaranîn. Alî Çîçek jî, girtiyek ku rastî îþkenceyên herî giran hatibû ye. Malbata wî jî di vê çaroveyê de rastî zor û zextên dûdirêj hat. Lê dîsa jî li gorî wan Alî ji wan re rûmet û þerefeke mezin e. Birayê Alî Çîçek ê bi navê Mehmet Çîçek, diyar kir ku Alî di zarokatiya xwe de wêrekek mezin û xwedî mêjiyekî zelal bûye. Çîçek, wiha dom kir: “ Mirovekî pir dirûst û bi namûs bû. Ku li deh hevalên wî yên jin hebûna jî wî ji xwiþkên xwe pirtir qîmet dida wan. Zîhniyeteke xwe wisa hebû. Di sala 1978’an de me ji wî re xaniyek girt ji bo ku biçe dibistanê. Bi hevalên xwe re dima. Lê di sala 1979’an de hate girtin. 15 rojan li Girtîgeha Rihayê rastî iþkenceyan hat. Wê çaxê Riha girêdayî Rêveberiya Edeneyê bû û piþtre ew û 3 hevalên wî anîn Edeneyê.”

Mehmet Çîçek piþtî çend salan, diçe Navçeya Ceyhana Edeneyê û di karê zebeþan de dixebite. Di vê demê de Alî jî tê ba wî û bi hev re kar dikin. Piþtî demeke kin jî, Alî tevlî PKK’ê dibe û di sala 1979’an de tê girtin.

‘Em hertim rastî zext û zordariyan hatin’

Çîçek, destnîþan kir ji ber ku birayê wî tevlî PKK’ê bûye, li her bajarî rastî zext û zordariyan hatine. Çîçek axaftina xwe wiha domand: “Wê demê piþtî ku tevlî partiyê bû, nehat malê. Zirara wî negihîþtiye tu kesan. Ger ku yekî/ê niheqî li wî bikira, tu caran bê bersiv nedima. Em di salên piþtre jî her tim rastî zextan û serdegirtina malan hatin. Armanca wan, azadiya gelê kurd bû. Qet ji bo mafên xwe yên takekesî nexebitîn. Tenê armanceke wan hebû, ew jî rizgarbûna gel bû. Ji bo berjewendiyên xwe serî li tu riyan nedan. Fikra wan, tenê pêþeroja welat bû.”

‘Îþkenceyên giran bi wan jî dikirin’

Piþtî ku Alî sewqî zîndana Amedê hate kirin jî, zor û zextên li ser malbatê zêde bûn. Her ku malbat diçe ziyareta wî, ew roj bo wan wek îþkenceyê derbas dibe. Çîçek wê demê jî wiha nerazîbûn nîþan da: “Her dor bi têl hatibû dorpêçkirin. Me encax li hember, hevdu didît. Ew jî bi qasî çend deqeyan. Dengê me jî baþ nadiçû wî. Ji bo vê jî nedixwest ku em biçin ziyareta wî. Çimkî dema ku ew dianîn ziyaretê, îþkenceyên giran bi wan jî dikirin. Her ku dianîn cem me, heya ber derî îþkence li wan dikirin. Ewqas îþkence jî dît, lê tu sûc qebûl nekir. Ji armanca xwe qet þaþ nebûn. Piþtî îþkence û zextên mezin jî, bi hevalên xwe re biryar girtin û dest bi greva birçîbûnê ya mirinê kirin. Gelek hevalên xwe jî bi îfadeyên xwe ji dardakirinê xilas kiribû. Alî Çîçek ji bo welat ji me re rûmet û þerefek mezin hiþt. Ji bo welat û milletê xwe têkoþiya û mir. Çalakî û jiyana wî, ji bo me þermek nîne. Ji bo me ew û jiyana wî, þerefeke mezin e. Lazim e ku têkoþîna wan bidome û heta dawî lê xwedê derkevin. Min navê wî li zarokê xwe kir. Alî Çîçekek çû, lê yek din hat. Alî Çîçek hê dijî.”

‘Xwarin nadixwar’

Xwîþka Çîçek Ayþe Bîke jî anî ziman ku Alî ji zorakatiya xwe de gelekî biaqil û wêrek bûye. Bîke wiha got: “Wêrekiya wî, mînakek bû. Bi hevalê xwe ve pir girêdayî bû. Carekê hatibû mal, min jî ji wî re xwarin amade kir. Lê belê wî xwarin nexwar. Wê çaxe gotibû ‘çawa hevalên min li derve birçî bin ez jî li vir xwarin bixwim’ û tenê nan xwar. Ji doza xwe re pir rast bû. Bi dozê ve girêdayî bu. Ji her alî ve biser diket. Wan ji bo gel û welatê xwe liberxwe dan û bi rûmeta xwe jî jiyana xwe ji destdan.”

ÎSMAÎL YILDIZ/ DÎHA/EDENE



Li Mexmûrê merasima bîranînê

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo bîranîna pêþengên tevgera azadiya gelê Kurd **** Mehmet Hayrî Durmuþ, Kemal Pîr, Akif Yilmaz û Alî Çîçek li wargeha Penaberan Mexmûr merasimek bîranînê hat li darxistin. Merasima bîranînê doh danê sibê saet di 08.00 de li Saziya Malbatên þehîdan a Mexmûr dest pêkir. Pêþengên tevgera azadiya gelê Kurd Mehmet Hayrî Durmuþ, Kemal Pîr, Akif Yilmaz û Alî Çîçek di 25 salvegera çalakiya rojiya mirinê ya mezin de li wargeha penaberan Mexmûr bi toreneke girseyî hatin bîranîn. Merasima ku bi sedan þêniyên wargehê beþdarbûn, ji aliyê Meclisa Gel a Demokratîk ve hat organîzekirin. Di merasima bîranînê de li ser wate û girîngiya çalakî û kesayeta têkoþerên Kurd Mehmet Hayrî Durmuþ, Kemal Pîr, Akif Yilmaz û Alî Çîçek axaftin hatin kirin. Di merasimê de ji endamên Meclisa Gel Cemal Cizîrî axaftinek kir û bal kiþand ser girîngiya çalakiya rojiya mirinê ya pêþengên PKK û berxwedana wan a divê pêvajoyê de weke bingeha serkeftina tekoþîna azadiya gelê kurd bi nav kir.

‘Têkoþîna zîndanê ser bilindin’

Cemal Cizirî berxwedana ku li girtîgehên Amedê ji aliyê têkoþerên PKK ve hatî dayîn de weke bi hêzkirin, mezinkirina bawerî û havên girtina têkoþîna azadiya gelê kurd bi nav kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serî de em pêþengên têkoþîna gelê kurd û berxwedana wan a ku ji bo me gelê kurd bûye nîþaneya serkeftin, bawerî û jêdera hêzê birêz û minet bi bîrtînin. Di demek ku dijmin bi her awayî êriþî tekoþerên kurd û tevgera PKK dikir û dixwst baweriyê biþkîne, di zîndanan de îradeya þoreþgerên kurd biþkîne û radest bigre, hêviya gelê me ya bi azadiyê cardin hilweþîne, van hevalan bi berxwedana xwe ya bêhempa bersiva herî xurt dan. Di zîndanan de biryar, hêz, bawerî û mezinbûna îdeolojiya PKK bi berxwedana van hevalan a rexmî hemû êriþên hovane yên dijmin misoger kir ku PKK ne tevgerek asayî ye û radest nayê girtin. Lewma xeleka berxwedanê ya bi çalakiya rêheval Mazlum Dogan re dest pêkir, di tekoþîna me de pêvajoya tekoþîna li hember dijmin a herî xurt û xwedî baweriyek ji pola ye. bi girtina pêþengên PKK re þikandin, perçiqandin û radestgirtina îradeya gelê kurd hatibû armanc kirin. Lê piþtî berxwedana zîndanan û milîtaniya mezin a van hevalan, ew armancên dijmin vala derketin, gelê kurd bi bawerî û îradeyek hîn mezintir bi destxist û bawerî da hêz û tekoþîna PKK. Lewma pêngavên ku piþtî van berxwedana hatin avêtin mirov dikare bêje encama ked, bawerî û mezinbûna îradeya van tekoþerên mezine. Ji ber divê demê de bi dehan rêxistin, partî û bi sedan þoreþgerên ku Tirkiyê hebûn li hember van êriþên hovane yên dewletê li berxwe nedan û radestbûn, ji wan gelek tasfiye bûn. Lê PKK ji vê derê hêz, bawerî û biryara tekoþîn bilindkirinê girt, piþtgiriya gel zêde bû, baweriya azadiyê xurt bû û tekoþîna PKK li ser vî bingehî pêþket û gihiþt roja îro. Ev rihê mezin ê berxwedana Apogerî heta îro tekoþîna her ku çû mezin kir û ev rih bû rêgez û pîvanek esasî yê tekoþeriya Kurd.” Piþtî axaftina Cizirî, drûþmên; “Þehîd namirin” hatin berzkirin û merasim bi dawî bû.
Cýwann is offline  
Eski 17-07-2008, 01:21 AM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Apr 2007
Konum: Þervanê nû.!
Yaþ: 20
Mesaj: 1,263
Üye No: 96231
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 8597
Rep Puaný : 859473
Rep Derecesi
agrili-serhat has a reputation beyond reputeagrili-serhat has a reputation beyond reputeagrili-serhat has a reputation beyond reputeagrili-serhat has a reputation beyond reputeagrili-serhat has a reputation beyond reputeagrili-serhat has a reputation beyond reputeagrili-serhat has a reputation beyond reputeagrili-serhat has a reputation beyond reputeagrili-serhat has a reputation beyond reputeagrili-serhat has a reputation beyond reputeagrili-serhat has a reputation beyond repute
Varsayýlan

Roja me hêvîya welatê meye!!
Sehîdên me rumeta pêseroja mene..!!..

spas heval...
__________________
agrili-serhat is offline  
Eski 17-07-2008, 01:23 AM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Oct 2007
Konum: ...Wenda...
Mesaj: 4,076
Üye No: 166110
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 49072
Rep Puaný : 4906744
Rep Derecesi
Cýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond reputeCýwann has a reputation beyond repute
Varsayýlan

spas xweş.......her hebi....
__________________
Cýwann is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
îlon cemilnuman Bydigi Ferhenga Kurdi 3 26-05-2008 03:26 PM
Sultan Sellaheddînê Eyyubî Mirza Dirok 7 13-02-2008 06:20 AM
Bi kurdî pîrozkirina Roja Evîndara wisa pêk tê! anka_siya Sýnýrsýz Muhabbet Burada 1 10-01-2008 10:50 PM
Roja Zimanê Kurdî Pîroz be berxwedan Çandi Giþti 14 14-05-2007 10:14 PM
Roja Min.... ArzeN Helbesten Kurdi 12 05-04-2007 01:26 AM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 04:54 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.