|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Hunermend Hozan Serhad ku 9 sal berê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, ji hêla hunermendên kurd ve bi şahiyekê hate bibîranîn. Di dîroka her gelî de hin şexsiyet û hunermed hene ku nayên jibîrkirin. Ji bo rûsan Aleksandr Sergeyeviç Puşkîn çawa girîng be, ji bo fransizan Edith Piaf çawa bi rûmet be, ji bo kurdan jî Hozan Serhad birûmet û hêja ye. Ji bo wî jî kurd ji bo çand û hunera xwe xwedî li hunermendê xwe derdikevin.Di dîroka hunera kurdî de 10`ê hezîranê rojeke reş û bi êş e. Lewre kurdan di wê rojê de hunermendekî ku xwe fedayî çand û azadiya kurd kiribû, winda kir. Hozan Serhad ku bi stranên xwe yên wekî `Hewlêr` û `Kurdistan` di dilê gelê kurd de cih girtibû, di nehemîn salvegera mirina xwe de nehate jibîrkirin. Li Mala Çanda Baran a ku tê de xebatên hunerê tên meşandin, ji bo hunermed Serhad şahiyek hat lidarxistin. Gelek kes beşdarî bîranîna ku li bajarê Kolna Almanyayê pêk hat bûn. Di bibîranînê de jiyana Hozan Serhad a hunerê ûrêwîtiya wî ya ber bi çiyayên Kurdistanê ve bi sînevîzyonê hate nîşandan. Nîşandana sînevîzyonê gelek caran bû sedema hestiyarbûnê. `Divê em layiqî hunermendên şehîd bin` Xelîl Xemgîn ku di bîranînê de axaftinek kir, behsa dîroka saziyên çandî ên kurdî kir. Xemgîn diyar kir ku saziyên çandî di têkoşîna azadiyê de cihekî girîng digirin û wiha got, “Li van saziyan gelek hunermend şehîd ketine. Sevkan, Mizgîn û Serhad ji van şehîdan in. Heke ku em bixwazin van saziyan pêşdetir bibin, divê em layiqî van hunermendan bin.” Xelîl Xemgîn bi bîr anî ku saziyên çandî ên kurdî îro di lêgerînekê de ne û got, “Navnîşana rastîn a van nîqaşan jiyana Hozan Serhad û nêrîna wî ya li hunerê ye. Divê ev ji bo her kesî bibe esas. Her çiqas Serhad ji çandeke cuda jî hatibe, di demeke kin de bi pêş ket û mezin bû. Ji bo me bû sembolek.” `Em deyndarên wan in’ Hozan Comert jî di axaftina xwe de diyar kir ku hemû gelên cîhadê ji bo azadiya xwe deyndarê şehîdên xwe ne û got, “Mixabin kurdan di tevahiya dîrokê de bi hezaran şehîd dane lê rûmeta divê nedane şehîdên xwe. Lê di salên dawî de ev hêdî hêdî ji holê radibe.” Comert di çalakiyê de bîranên xwe yên der barê Hozan Serhad de vegotin û diyar kir ku Hozan Serhad bi rûkeniya xwe şêweya xwe ya sempatîk mirov ber bi xwe ve dikişandin. Hevalên Hozan Serhad ku demên dijêr bi wî re xebat meşandine Hozan Serhad vegotin Hozan Şemdîn: Gelek serboriyên min bi Serhad re hene. Bi coş û heyecan bû. Her şehadetek cihekî xwe yî girîng heye ji bo me. Şehadeta Hozan Serhad ji bo me hinek cuda ye. Heta niha tu kesekî ku cihê wî dagire derneket. Peywan Arjîn: Wê demê em tev l imalek diman. Dema ku Serhad cara pêşî hate cem me, wekî ku ji dinyayekî din bê. Di dema Hunerkomê de her hevalekîê gelek tişt bi xwe re dibirin. Wî her tim ji bo me hin tişt kirin. Lê me ji bo wî tu tişt nekir. Diyar: Bi Serhad re her tim lîstika me ya zaroktiyê hebû. Di gelek demên dijwar de me bi hev re gelek tişt parve kirin. Cihê wî nayê tijekirin. Alî Îkîzer: Hozan Serhad ji bo muzîkjenên kurd serdemek bû. Hatina Hozan Serhad ji bo me bû serdemeke nû. Kawa: Min 3 caran Hozan Serhad dît. Bi kesayetî û nêzîkbûna xwe ez di bin bandora xwe de hiştim. Gelekî dilnizm bû. Bi ya min divê hunermend wisa be. Sosin: Min Serhad cara pêşî li başûrê Kurdistanê dît. Cara pêşî wî ez ji bo baxlemeyê teşwîq kirim. Ez şagirta wî me. Gelekî qîmet dida ciwanan, her tim eleqe şanî wan dida. Hekim Sefkan: Bi Serhad re huqûqeke me ya cuda hebû. Em her tim di nav nakokiyan de bûn. Der barê hunerê de me şerên tûj dikir. Wekî din em hevalên baş bûn. Gelek xebatên me bi hev re çêbûn. Hevalekî bê mînak bû. Lê me di jiyana wî de qedrê wî nizanibû. |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
Çûka serê darê
Hey lê çûka serê darê Te xwe daye li quntarê Çi digerî vê buharê Te li ku wenda kirye yarê Çi digerî li wan milan Tu dixwînî wek bilbilan Dil jê girtî êşê dilan Te li ku wenda kirye yarê Wekî kurka li ser çûkan Wek dayika ser sêvîkan Mihacir bû li ber tirkan Te li ku wenda kirye yarê Hozan Serhad.. gellek spas keke cıwann em tucar şehidenxu jibirnakın..
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | ||||||||||||
|
Alıntı:
__________________ |
||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Hozan Besir - Ahmedum | BY hewal | Kürtçe Albüm Tanıtım | 36 | 15-11-2008 10:19 PM |
| Sanatçılar Hozan Serhad'ı unutmadı... | *rojda* | Müzik Sohbet | 0 | 15-07-2008 04:57 PM |
| Hozan Serhad | Tahtalı Fıstık | Çandi Gişti | 0 | 31-12-2007 12:50 PM |
| hozan şiyar | Azad | Kürtçe Albüm Tanıtım | 8 | 29-12-2007 05:07 PM |
| HOZAN SHAN....."Bydİgİ Benİm İÇİn GerÇek..sanal DeĞİl" | PCkopat | Röportaj Bölümü | 73 | 22-06-2007 09:22 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.