|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
M.K. yê 16 salî, di 22’yê adarê de li Wanê di dema mudaxeleya polîsan a li hemberî Newrozê de rastî lêdanê hatibû. Bi dehan polîsan M.K. li ber dîwarek qefaltibûn û li ber kamerayan lê xistibûn. Canê wî ji ber derbên ku lê ketine reş bûbû. Di ser bûyerê re 3 meh derbas bû, lê M.K. hêj ne ji bin tesîra psîkolojîk ne jî ya fîzîkî derneketiye. M.K. yê hê jî li hin wesleyên wî rêçên derban hene, ji ber pirsgirêkên psîkolojîk ku dijî, pêr rakirin Klînîka Psîkiyatriyê ya Nexweşxaneya Îpekyolu ya Wanê. Bijîşk Umît Karasu teşhîsa ‘Stresa Piştî Travmayê Xirab Bûye (TSSB)’ li M.K. danî.
‘Bi qêrîn û hawaran ji xew radibe’ Bavê M.K.’ Esat K., diyar kir ku kurê wî nikare rakeve, gava ku radikeve jî bi qêrîn û hawaran hişyar dibe. Esat K. wiha got: “Diqîre, dibêje ‘bavo min xelas bike, wê polîs min bikujin’. Dema dengê sîrenan tê, direve xwe vedişêre. Psîkolojiya kurê min xera bû. Carna tiştên tewşo mewşo dike.” Esat K. da zanîn ku 2 hefte beriya niha kurê xwe aniye Servîsa Psîkiyatriyê, derman dane wî û wiha dom kir: “2 hefte şûnde nexweş ket. Me ew dîsa anî cem bijîşk. Ji ber ku rewşa wî pir xetere bû, tavilê razandin. Êvarê nikare rakeve. Diqîre, dibaje, dibêje ‘min xelas bikin’. Xwarin naxwe. Kurê min pir diêşe. Bijîşk ji me re got ‘divê tedawiyek demdirêj lê bê kirin’. Em nizanin ku em ê çi bikin.” K., diyar kir ku ji ber pereyê li ser dermankirina kurê xwe dide, rewşa wan a madî xirab bûye û wiha pê de çû: “Em mirovên bêzirar bûn. Cihê tune kurê min ê 16 salî kirin vî halî. Kurê min ji ber ku beşdarî Newrozê bû, hate lînckirin. Yên ku wiha kirine, bila hesab bidin.” ‘Polîsan jiyan li min kirin jehr’ M.K. jî got ku her tim kabûs dikeve ser dilê wî. M.K. psîkolojiya xwe bi gotinên “Mîna ku mêjiyê min tevlihev bûye, ne li ser hişê xwe me” vegot. M.K., wiha got: “Dema dengê polîs an jî ambûlansê tê guhê min, hişê min ji serê min diçe. Anha, tevê canê min diêşe. Werm û reşbûna canê min hê wek xwe ye. Dikim nakim baş nabim. Polîsan jiyan li min kirin jehr.” Nîşaneyên TSSB’ê: “Mirovek ku bi vê nexweşînê dikeve, xwe ji ber ku nemiriye sûcdar dibîne, ji pêkhatina bûyerê û kesên ku bûne sedem hêrs dibe, hêviyên xwe yên ji jiyanê, wenda dike, armancan bêwate dibîne, li hemberî hertiştî bêeleqe ye, pir zêde xwarin dixwe, hestên wî/wê pir zû diguherin, bêhizûr e, ji ber gefan di nav aloziyek mezin de ye, nikare bala xwe baş bide ser tiştek, her tim kabûs dibîne, gêj dibe, hîsa jixweçûnê dijî, li derdora sîng û dil êş hîs dike.” ERCAN OKSUZ/ DÎHA/WAN |
|||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| İşkence Ve İşkencecinin Psikolojik Profili | Asmîn | Genel Kültür | 0 | 05-06-2008 04:04 PM |
| psikolojik savaş nedir..? | RoJa___WeLaT | Sınırsız Muhabbet Burada | 2 | 25-12-2007 11:47 PM |
| Kimlik Sorunu | carsı | Felsefe | 0 | 08-12-2007 04:09 PM |
| Psikolojik Rahatsızlıklar:Kim Normal, Kim Anormal? | SeReN | Felsefe | 1 | 27-09-2007 08:55 AM |
| yaşantı ve korkular... | sezi | Genel Sağlık | 0 | 29-04-2007 04:56 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.