|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Şêniyên gundên girêdayî Navçeya Dêrika Mêrdînê, ji ber hişkayiya tê jiyîn koç dikin. Gundiyên ku bi sewalkarî û çandiniyê re mijûl dibin, dan zanîn ku ji ber hişkayiya tê jiyîn û bihabûna gubre, mazot û toxim, ketine bin deynan û neçar mane ku koç bikin. Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ku li Amedê behsa projeya GAP’ê ya bi 10 salan e nayê temamkirin kir, lê şêniyên gundên girêdayî Navçeya Dêrika Mêrdînê, bi sedema hişkayiyê koç dikin. Gundiyên ku bi sewalkarî û çandiniyê re mijûl dibin, dan zanîn ku ji ber hişkayiya tê jiyîn û bihabûna gubre, mazot û toxim, ketine bin deynan û neçar mane ku koç bikin. Li gundên ku bi sedema hişkayiyê ciwan ji bo kar çûn bajarên rojavayê Tirkiyeyê, tenê kal û pîr dimînin. Her wiha li Gundê Rewşate jî ji ber hişkayiyê 3 malbat bi tevî sewalên xwe, jiyana koçberiyê dijîn. ‘Di gund de zilam nemane’ Jina bi navê Siddike Başaran a 55 salî ku ji Gundê Xirarê ye, diyar kir ku nifûsa gundê wan zêdetirî 350 kesan e û da zanîn ku ji ber koçberiyê niha tenê 40 jin û nêzî 50 zarok mane. Başaran, destnîşan kir ku zilamên wan sewalên heyî firotine û bi sedema hilberîn jî hişk bûye, hemû ji bo kar çûne Mêrsînê. Fikriye Başçi jî, derbirî ku hevserê wê li gel ku kher e jî, dev ji 5 zarokên xwe berdaye û ji bo kar çûye Stenbolê. Başçi, wiha got: “Em ji ber vê hişkayiyê bêzar bûn. Di gundê me de zilam nemane. Em êvaran ji tirsan nikarin rakevin. Em nizanin ka wê rewşa me çewa bibe.” Jina bi navê Meyrem Akgul a 52 salî jî, anî ziman ku ew û keça xwe ya felc e, bi hev re dijîn û wiha axivî: “Tenê çêlekek û çend mirîşkên min hene. Ji ber tunebûnê hevserê min ji bo kar çû Stenbolê. Zeviyên me hemû hişk bûn. Em êdî xwarinê nabînin ku em bixwin. 8 hezar YTL deynê me heye. Mazot, gubre û toxim ji sedî 100 biha bû. Ne mumkun e em bikaribin van deynan bidin. Hemû gundî di bin deynan de ne. Ji ber vê yekê jî zilamên me tev ji bo kar çûn bajarên rojavayê Tirkiyeyê. Di gund de ne ciwan man, ne jî zilam.” ‘Em koçber dibin’ Ji Gundê Rewşatê jî 3 malbat ji bo debara xwe bikin, bi tevî sewalên xwe daketine rêyan. Welatiyê bi navê Muhittîn Ozer ê ji Gundê Rewşatê ku 150 pez xwedî dike, diyar kir ku bi sedema tunebûna çêreyê, ji neçarî bi tevî keriyê pez û malbata xwe daketiye rêyan. Ozer, destnîşan kir ku mala wan li ser milê wan wekî koçberan digerin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bilî malbata me 2 malbatên din jî, ji gundê xwe derketin. Me 50 dolim zevî çandibû, lê hemû hişk bû. Me got dibe ku em bikaribin pezê xwe xwedî bikin, lê ne jî çêre heye, ne jî av. Niha me li vir kon vedaye û sibê em dê biçin cihekî din.” ‘Em ji bo firek av û hinek çêreya pezê daketine rêyan’ Dogan Budan ê ku ji bo keriyê pezê xwe biçêrîne bi tevî malbata xwe ji Gundê Qubikê derketiye jî, da zanîn ku ji ber bê edaletiya dewletê, xemsariya hikûmeta AKP’ê û hişkayiya tê jiyîn bêzar bûne û wiha dom kir: “Min 50 dolim zevî çand, lê hemû hişk bû. Ji ber gubre û mazot wê demê biha bû, me hemû bi deynan anîn. Lê baran nehat û zadê me hemû bi erdê ve çû. Welatî hemû neçar mane, lê dîsa jî ne xema AKP’ê ye. Dema li welatê wan tiştekî wiha dibe, dewlet û hikûmet seferber dibin. Lê li vir ji bo firek av û hinek çêreya ku em pezê xwe lê biçêrînin, daketine rêyan. Tu kes rewşa me pirs nake û nabêjin ka hûn bi ku ve diçin. Ez nizanim ka ez dê bêjim çi. Xwedê belaya xwe bide wan.” ‘Heke rewş wiha dom bike dê kuştin çêbibin’ Ji şêniyên Gundê Erbetê Abdulvehap Soran jî, bi sedema temamnekirina Projeya GAP’ê gazinc ji dewletê kir û da zanîn ku ger niha ew proje bi dawî bibûna, dê niha ne di vê rewşê de bûna. Soran, diyar kir ku 90 dolim zevî çandiye û wiha dom kir: “Hilberînên me tev bi erdê re çû. Heke dewletê alîkarî bida, dibe ku em evqas şerpeze nebûna. Ji sedî 80’yê gundiyên me koçî bajaran kirin. Ez jî neçar im koç bikim.” ‘Ji 2 hezar û 150 kesan tenê 300 pîr û kal man’ Muxtarê Gundê Erbetê Tahîr Adal jî da zanîn ku gundê wan ji 2 hezar û 150 nifûsan pêk tê, ji ber hişkayiyê û polîtîqayên ne rast ên rayedarên dewletê yên têkildarî çandinî û sewaltiyê, niha tenê nêzî 300 pîr û kalên bi kêrî kar nayên li gund mane. Adal, anî ziman ku gundiyên wan ji bo debara xwe bikin, nêzî 50 hezar dolim zevî bi şirîkayî çandine. Adal, rewşa gund û gundiyên xwe wiha vegot: “Zeviyên ku gundiyan çandibûn ne yên avî bûn. Ji ber ku bi şirîkayî çandine gubre, tixum, cotkirin, mazot û çinîn hemû li ser gundiyan bûn. Ji hatina çandiniyê tenê ji sedî 2 par ji gundiyan re dima. Lê îsal ji ber hişkayiyê ev yek jî nayê destê wan. Di encama vê yekê de gundiyên me ji sedî 80 koçber bûn. Kesên ji gund derketin li bajarên wekî Stenbol, Bursa, Îzmîr, Edene û Antalyayê belav bûn. Niha dewlet dibêje dê deynên we bên paşvexistin. Lê di vê rewşê de ji bilî kesên dewlemend tu kesî ji dewletê kredî negirtiye. Gel perîşan bûye, divê bendavên behsa wan tê kirin û Projeya GAP’ê bi lez bên bidawîkirin. Heke dewlet piştgiriyê nede, dê kesên li gund mane jî koç bikin. ERDOGAN ALTAN/ DÎHA/MÊRDÎN |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| HÊne | heci | Çandi Gişti | 0 | 25-10-2007 03:22 PM |
| Generalê kurd: Em ne tehdîd û ne jî noxteya zeîf in | newalaqesaba | Çandi Gişti | 1 | 23-06-2007 10:54 AM |
| Gundî û Bajêrî | MÊVAN | Çiroken Kurdi | 2 | 10-04-2007 11:03 PM |
| Sûreta Nehl | berxwedan | Kur'an-ı Kerim | 0 | 03-04-2007 12:40 PM |
| Gundî û Bajêrî | berxwedan | Pekenok | 0 | 20-12-2006 09:20 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.