|
|
#1 (permalink) | ||||||
|
Walîtiya Colemêrgê û leşkeriyê, xwest ku Bajaroka Rûbarokê ku girêdayî Navçeya Şemzînana Colemêrgê ye, li ser sînorê Herêma Kurdistana Federal e û piraniya wê ji cerdevanan pêk tê, bibe navçe.
Serlêdana walîtî û leşkeriyê, di civîna meha gulanê ya Meclîsa Giştiya Bajêr de hate nirxandin. Endamên meclîsê 2 komîsyon ava kirin, piştî ku lêkolînên têkildarî mijarê kirin, civiyan. Endaman, diyar kirin ku Rûbarok ji bo navçebûyînê ne guncaw e û daxwaza walîtî û leşkeriyê hate redkirin. Waliyê Colemêrgê Ayhan Nasuhbeyoglu, biryar qebûl nekir, serî li Dadgeha Îdare ya Colemêrgê da û doz vekir. Serokê Meclîsa Giştiya Bajêr Ferheng Yazgan, diyar kir ku Bajaroka Rûbarokê nekarî bibe navçe û wiha dom kir: “3 sedemên vêya hene. Ger ku bibe navçe, wê Şemzînan di hêla aborî de têk biçe. Li gorî zagonan, divê tax û navçe 5 kîlometre dûrî hevdu bin. Lê navbera di nav Rûbarokê û gundên din ên anha girêdayî wê ne de, 13-15 kîlometre ye. Nifûsa Bajêrgê û Xirvatê zêdetir e. Ger ku hewce ye, divê ev bajarok bibin navçe.” Yazgan, anî ziman ku rayedar û AKP, dixwazin li ser Rûbarokê rant bidest bixin û wiha dom kir: “Me bi nûnerên saziyên civakî yên sivîl re û bi rayedaran re hevdîtin çêkir û ev biryar girt. Me di hevdîtin û lêkolînan de dît ku derfetên ji bo Bajaroka Rûbarokê bibe navçe, tunene.” Yazgan, îdîa kir ku sedema daxwaza ji bo Rûbarok bibe navçe, ranta siyasî ye. SAMÎ YILMAZ/ DÎHA/COLEMÊRG |
|||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| MewlÛda MelayÊ BatÊ | heci | Helbesten Kurdi | 14 | 06-04-2009 03:36 PM |
| Panoramaya Çand û Hunera Kurdî 2007 | MÊVAN | Çandi Gişti | 0 | 13-02-2008 09:59 PM |
| Offspring şarkı sözleri | ßotan | Yabancı Lyrics | 68 | 12-10-2007 09:17 PM |
| Cejna Zimanê Kurdî’ hate pîrozkirin | berxwedan | Çandi Gişti | 0 | 17-05-2007 07:32 AM |
| FermanrewatÎya DunbulÎyan Lİ Der Û Dora TebrÎzÊ | rojekanu | Dirok | 2 | 13-12-2006 02:58 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.