|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
Teşebûsa li Dijî Sûcê Ramanê, ji bo piştgiriya bi redkarê wîcdanî Halîl Savda ku bi hinceta ‘gel ji leşkeriye sar kiriye’ 5 meh cezayê girtinê xwar re, kampanyaya îmzeyan da dastpêkirin.
Teşebûsa li Dijî Sûcê Ramanê, têkildarî 5 meh cezayê girtinê ku ji aliyê 1’emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Stenbolê ve der barê redkarê wîcdanî Halîl Savda de hatiye dayîn, daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hinceta ceza ya dibêje ‘gel ji leşkeriyê sar kiriye’, di 155’emîn xala TCK’ê ya berê de cih digire û hate diyarkirin ku xala 318’emîn ya TCK’ê vê raveya sûc diparêze. Di daxuyaniyê da hate destnîşankirin ku Savda daxuyaniya bi armanca piştgiriya bi 2 leşkerên şere Îsrael-Lubnanê protesto kirine û bûne redkarên wÎcdanî hate dayîn de axaftin kiriye, loma rastî ceza hatiye û wiha hate gotin: “Ji bo em bibin hevparê sûce Halîl Savda, em çalakiya bêîteatiya sivîl lidar dixin. Em bang li hemû kesan dikin ku piştgiriyê bidin kampanyaya ku me ji bo Halîl Savda daye destpêkirin.” Kampanyaya ku bi slogana “Li Savda 5 meh cezayê girtinê hate birîn, em jî dixwazin” hate destpêkirin, heta niha ji aliyê rewşanbîrên wekî Şanar Yurdatapan, Kawa Nemir, Zeynep Tanbay nivîskar, hunermend û gelek kesên din ve hate îmzekirin. Kesên ku bixwazin piştgiriyê bidin kampanyaya ji bo Savda hatiye destpêkirin, dikarin ji navnîşana malpera înteretê ya [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] xwe bigihinin foyên îmzeyan. DÎHA/ÎZMÎR |
|||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| kürtlerde kadın recmine karşı kampanya | Kajîn Jîr | Sınırsız Muhabbet Burada | 21 | 18-12-2007 01:30 AM |
| Ben De Gittim Bir Geyiğin Avına | esas | Hikayeler, Denemeler | 0 | 26-04-2007 12:38 AM |
| halil ibrahimin bereketi | ezel | İlginç Konular | 5 | 19-02-2007 09:30 PM |
| Vicdani Retçi Halil Savda Tutuklandı... | keyakser | Sınırsız Muhabbet Burada | 7 | 07-12-2006 08:04 PM |
| Halil Hayali Bey*** | rebuwarr | Biyografi | 1 | 22-08-2006 09:01 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.